|
|
|
Efrîn: Beşdarên civîneke Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji aliyê PYD ve hatin revandin
KURDWATCH, 11ê hizêrana (June) 2012ê – Di sibeha zû ya 7ê hizêrana 2012ê de diwazdeh kesên ku êvara berî wê li gundê Sinke li herêma Efrînê beşdarî civîneke Encûmena Niştimanî ya Kurdî bûbûn, ji aliyê endamên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) ve hatin revandin. Ew kes jî ev bûn: Dîbo Hesen (endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û yê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê), Nûrî Xoce (jidayikbûn 1955), Beşîr Çawîş, Hisên Çawîş, Mihemed Ebdelah Çawîş, Zerdeşt Reşîd Hesen, Ebdilrehman Hesen (endamê Niştimanî ya Kurdî û Partiya Demoqrat a Kurd - Sûrî), Ibrahîm Mehmûd, Merwan Ibrahîm, Elî Merwan Ibrahîm (jidayikbûn 1997), Têkoşîn Nûrî Xoce (jidayikbûn 1985), endamê Şepêla Pêşeroj ya Kurdî li Sûriyê) û Ibrahîm Memo. Kesekî dî bi navê Reşîd Hesen (endamê Azadî) êvara 7ê hizêranê hatibû revandin. Beriya revandinê di navbera beşdarên şevbûhêrka Niştimanî ya Kurdî û endamên PYDê de li ber nuqteyeke teftîşê ya PYDê pirsgirêkek peyda bûbû, û di pey re Têkoşîn Nûrî Xoce birîndar bûbû. PYD Xoce bi êrîşkirina wê û binpêkirinaala PYDê gunehbar dike. Xoce vê yekê red dike. Piştî ku Rêzan Behrî Şêxmûs (serokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Şepêla Pêşerojê ya Kurdî) têkilî bi PYDê re danîbû, Xoce di êvara 7ê hizêranê de serbest hat berdan. Hemû kesên dî yên revandî di destên PYDê de man, gerek bû ew di 8ê hizêranê de ji aliyê PYDê ve hatibana dad kirin [agahiyên bêhtir girêdayî dadgehên PYD]. Xoce ji KurdWatchê re ragehand ku endamên PYDê sibeha 7ê hizêranê êrîşî mala bavê wî kir û ew û bavê wî jî bi destên girêdayî û çavên girtî birin xaniyekî, ku kiribûn dageh. Li wir goriyên dî yên revandinê hebûn, ku şeva berî wê, piştî birîndarbûna wî, li mala wî serdana wî kiribûn. PYD ew bi piştgiriya Artêşa Azad a Sûriyê û standina alîkariya aborî ji serokwezîrê Tirkiyê Erdogan gunehbar kir. Li gor ragihandinên fermî yên PYD revandin bersivek bû li ser êrîşên çekdar ên endamên Partiya Azadî li ser nuqteyeke teftîşê ya PYDê.
|
|
|