KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Kobanî: Li gel vekêşîna hêzên ewlekariyê xwenîşandn

KURDWATCH, 26ê tîrmeha (July) 2012ê – Di xwenîşandanên 20ê tîrmeha (July) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşander li jêr dirûşma »Remezan, serkeftin ê li Şamê bê nivîsîn« derketin ser kolanan û doza hilweşandina rêjîmê kir. Li herêmên kurdî alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) û hin komên ciwanan di bin dirûşma xweser de »Meşa ber bi azadiyê ve« xwenîşandanên xwe pêk anîn. Li Qamişlo li tarikên Qanat Swês, Enterî (ji aliyê koma ciwanan Biratî û komên ciwanan yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibû amade kirin), Kornîş (ji alîgirên Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûriyê, ya niha parçebûyî û hin komên ciwanan ên serbixwe ve hatibû amade kirin) û xwenîşandanek ji navenda bajêr ber bi Qidûrbegê ve bi rê ket, ya ku çalakvanên ereb û kurd tê de beşdar bûn. Ev xwenîşandan piştî demeke kin ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi dar û gaza hêsir barên hat bidawî kirin. Sê xwenîşandanên dî ji cihê sereke yê kombûna xwenîşandanên Qamişlo, li mizgefta Qasimo li tarika rojava ya bajêr, dest pê kirin. Xwenîşandan ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Yekîtiya Hêzên Demoqrat ên Kurdî li Sûriyê ve hatibûn amade kirin. Li Amûdê jî du xwenîşandanên cuda hebûn, ku ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Kobanî, ya ku ji 19ê tîrmehê ve ji partiyên Kurd tê bi rêvebirin [agahiyên bêhtir] û li taxa Kurdan Şêx Meqsûd li Helebê du xwenîşandan li dar ketin, yek ji aliyê PYD ve û ya dî ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve. Li Hisiçayê çar xwenîşandan hebûn. Li Dêrik, Tirbesipî, Dirbêsî, Girkê Legê, Çil Axa, Serê Kanî û herweha li taxa Kurdan Riknudîn li Şamê xwenîşandanên navendî pêk hatin. Li Efrînê ti xwenîşandan li dar neketin. Weke heftiya çûyî êrîşîn PYD li dijî xwenîşandanên rexnegirên rêjîmê tinebûn.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]