|
|
|
Amûdê: Rêzan Behrî Şêxmûs ji aliyê PYD ve hat rawestandin
KURDWATCH, 9ê tebaxa (August) 2012ê – Di 6ê tebaxa 2012ê de alîgirên çekdar yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Rêzan Behrî Şêxmûs (serokê nivîsgeha têkiliyên giştî ya Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê) û du kesên bi wî re li cem Amûdê derdorê nîv demjimêrê rawestandin. Şêxmûs, yê ku li Cirnikê serdana hevalan kiribû, li nuqteyeke PYD ya kontrolê hat rawestandin û ji wî hat xwestin ku bagaca erebeya xwe veke. Li gel ku wî ev tişt qebûl nekir destpêkê hiştin ew di nuqteyê re derbas bibe, ji bo ku wî li nuqteya kontrolê li cem Amûdê bigrin û bibin avahiyeke PYD. Şêxmûs ji KurdWatch re ragehand, »kiryar« tenê ji bo »riswakirina me« bû.
|
|
|