|
Pêşniyarên Reforman
KURDWATCH, 22ê îlona (September) 2013ê - Dawiyek ji bo şerê navxweyî yê Sûrî ne li ber çavaye. Lê dîsa em destpêkirina pêşxistina konseptên ji bo pêşeroja Sûrî piştî Esed giring dibînin. Lewra KurdWatch ê di pêşerojê de bi intizam pêşniyarên reforman belav bike. Em destpêdikin bi belgeyekê ji bo pêkanîna »Herêmeke Kurdî« li Sûriyê. Belge pêşniyarên xuyakirî rêz dike, çawa Kurdên sûrî bibin xwedî mafên hemewelatîyê yên timam û wekhev û çawa mafê wan yê çarenûsî bê rêzgirtin, bê ku yekîtiya Sûriyê yan jî ewletiya wan ya herêmî bibe cihê pirsê. Konsepta li vir hatî pêşkêşkirin li ser van prînsîpan ava dibe: 1- Mafên demokrat û ji hêla hemwelatiya deweletî ve wekhev ji bo hemwelatiyên kurd yên Sûriyê û 2- Mafê çarenûsî ji bo Kurdên sûrî di Sûriyeke yekbûyî de, li ser bingehê ziman û bixwerêvebiriya herêmî.
PDF daxîne]
|
|
|