KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 

KURDWATCH, 31ê çileya paşîna (December) 2014ê – Di 26ê 26ê çileya pêşîna 2014ê de, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) devera li hawîr dorê Abû Qesayib ya nêzîkî bîst kîlometran li başûrê Qamişlo dikeve dîsa kirin bin destê xwe de. Çend roj berî wê dever ketibû bin destê Dewleta Islamî (DI) de [agahiyên bêhtir]. Di 27ê çileya pêşîna 2014ê de alîgirên PYD neh şervanên YPG bingor kirin, yên ku di pevçûnan de, jiyan ji dest dabûn.

ShareThis

KURDWATCH, 31ê çileya paşîna (December) 2014ê – Di 26ê çileya pêşîna 2014ê de, endamên rêxistina ciwanan Hevrêziya Azad ya Efrînê, ya ku bi dizî dixebite, pelik li Efrînê belav kirin, yên ku li ser wan serbestberdana hemu girtiyên li cem Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) daxwazkirin. Her weha wan bal kişandin ser revandina bizorê ya temenbiçûkan bi giştî û bi taybetî ya Hemrîn Hisêna panzdeh salî [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 31ê çileya paşîna (December) 2014ê – Di 27ê çileya pêşîna 2014ê de, komîteya herêmî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Amûdê xwenîşandanek li dijî leşkerkirina zorê ya temenbiçûkan ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hate li darxistin. Nêzîkî şeşsed kes tev li kombûnê bûn, di nav wan de hejmarek mezin ya siyasetmedar û çalakvanan. Boneya kombûnê revandina Hemrîn Hisên ya panzdeh salî bû [agahiyên bêhtir]. Li ser plakateke xwenîşandanê hatibû nivîsîn: »Dewleta Islamî jinên me direvîne û PYD zarokên me.«

ShareThis

KURDWATCH, 31ê çileya pêşîna (December) 2014ê – Di 23ê çileya pêşîna 2014ê de, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Hemrîn Ebdilhemîd Hisên (naskirî bi paşnava Îdî) ya şazdeh salî bê pejirandina dê û bavên wê kirin leşker. Keç li ber xaniyê dê û bavê xwe li Amudê bixwe re birin. Di ragehandineke çapemeniyê de, birayê wê Merwan Îdê da zanîn:»Ez çûm cem Yekîneyên Parastina Jinê û Asayişa Partiya Yekîtiya Demokrat. Her duwan idîa kirin, Hemrîn ne li cem wan e. Lê Hemrîn ji hevalekê re bi telefonê got, ku ew bi komeke keçan re diçe navendeke fêrkirina leşkerî li çiyayê Qendîlê.« Di 24ê çileya pêşîna 2014ê de, nêzîkî deh endamên malbata Hemrîn kombûneke li Amûdê li darxistin. Wan ji PYD vegerandina keça xwe daxwazkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 31ê çileya paşîna (December) 2014ê – Di nîvê çileya pêşîna 2014ê de, laşê Efan Cuma el-Habûş yê şazdeh salî li zeviyekî li nêzîkî gundê wî Şermûx hat dîtin. Gundê wî nêzîkî bîst kîlometran li başûrê Qamişlo dikeve. Ji destpêka şerê navxweyî ve dever di pey hev re ketibû di destê rêcîmê, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Cebhet al-Nusra, Dewleta Islamî û milîşyên erebî yên nêzîkî rêcîmê de. Mirovên kesê kuştî, çalakvanên ereb her weha Hevbendiya Niştîmanî ya Sûrî PKK tawanbar dikin bi revandin û kuştina ciwanê ereb. Lê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ragehand, al-Habûş di teqîna mînekê de jiyan ji dest daye. Birastî wêneyên kesê mirî birînan nîşan didin, yên ku nîşanên teqîna mînekê didin xuyakirin.

ShareThis

KURDWATCH, 31ê çileya paşîna (December) 2014ê – Di 16ê çileya pêşîna 2014ê de, du karmendên televizyona iraqî kurdî Rûdaw, Ferhad Hemê û Mesûd Eqîl, li rojhilatê Qamişlo bi erebeya xwe re bê şop winda bûn. Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ji mirovên kesên winda yî re ragehandin, ku Dewleta Islamî (DI) li ser rêyeke gundan nuqteyeke kontrolê danîn û rojnamevan revandin. Lê Asayişê bi xwe çend caran rojnamevanên rexnegir, bi taybetî yên Rûdaw, revandine. Hemê di 6ê şibata 2014ê de, ji aliyê Asayişê ve hatibû girtin [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 30ê çileya paşîna (December) 2014ê – Di 16ê çileya pêşîna 2014ê de, karmendên rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, pelkên hilbijartinan belav kirin. Li gor belgeyan gereke encumena rewayî û birêvebiriya şaredariyan bên hilbijartin. Belgeyên mîna wêe di 5ê çiriya paşîna 2014ê de, li Tirbespiyê hatibûn belavkirin. Agahiyên baştir nîn in.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê çileya paşîna (December) 2014ê – Di 21ê çileya pêşîna 2014ê de, li Hisiça madeyeke tqînok ya ku bi motorekê ve hatibû girêdan li nêzîkî nuqteyeke kontrolê ya Artêşa Bergiriya Niştîmanî teqiya. Du şervan milîşyên nêzîkî rêcîmê birîndar bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê çileya paşîna (December) 2014ê – Di 22ê çileya pêşîna 2014ê de şervanên PKK herweha yên pêşmergeyên raqî kurdî taxa berê ya desthilatdariya PYD li Kobaniyê ji Dewleta Islamî dîsa stand.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê çileya paşîna (December) 2014ê – Di 16ê çileya pêşîna 2014ê de li Qamişlo endamên Yekîtiya Jinên Kurdistan bi kombûneke biçûk li dijî wê yekê proteto kir, ku di nav diwazdeh nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî yên Lêvegera Kurdî [agahiyên bêhtir] jinek bi tenê jî nîne. Yekîtî bi xwe endame di Encûmena Niştimanî ya Kurdî de.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê çileya pêşîna (December) 2014ê – Di 23ê çileya pêşîna 2014ê de şervanên Dewleta Islamî (DI) êrîşek li dijî cihên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û Artêşa Bergiriya Niştîmanî ya nêzîkî rêjîmê li Ebû Qasayib û Tel Xeuzal destpêkirin. Pêre DI ji kêmayî Ebû Qasayib ya nêzîkî bîst kîlometran li başûrê Qamişlo dikeve kirin bindest. Agahiyên piştrast girêdayî hejmara kuştiyan peyda nebûne. Artêşa Sûrî cihên DI bi mûşekên erd-erd bimbebarankirin.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê çileya pêşîna (December) 2014ê – Di 16ê çileya pêşîna 2014ê de du dest çalakvan kombûnek li Serê Kaniyê ji bo piştgiriya girtiyên kurd, yên ku ji çend heftiyan ve li bajarê Îranî Urmia di gireveke birçîbûnê de ne, li darxistin. Wan li dijî bidarvekirinên xwendekarên kurd û çalakvnan herweha li dijî komkirina girtiyên siyasî de heman cihî de bi kesên ku ji ber kuştin û destavêtinên zayendî hatine tawanbarkirin. Di 17ê çileya pêşîna 2014ê de kombûnek mîna wê li Efrînê jî çêbû. Ev yek ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşgêr ve, komeke nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), hat li darxistin. Di 23ê çileya pêşîna 2014ê de Tevgera Ciwanên Kurd jî li Girkê Legê ji bo heman boneyê kombûnek bi beşdariya nêzîkî şêst kesî lidar xist.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê çileya pêşîna (December) 2014ê – Di 16ê çileya pêşîna 2014ê de civîna yekê ya Lêvegera Kurdî [agahiyên bêhtir] lidar ket. Di civînê de diwazdeh nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî yên ku di 7ê çileya pêşîna 2014ê de hatibûn binavkirin [agahiyên bêhtir] amadebûn herweha diwazdeh nûnerên Tevgera Civaka Demoqrat (TEV-DEM) ya nêzîkî PYD beşdar bûn. Di civînê de şeş endamên dî hatin hilbijartin. Pênc ji wan nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ne, yek endamê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtiî ya Demokrat) ye. Ji ber namzedên PYD dengên Encûmena Niştimanî ya Kurdî ergirtibûn, vêya ha komîtyeke vekolînê danîn, ji bo rastiya pirsgirêkê zelal bike. Komîteyê di 24ê çileya pêşînê de ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî re ragehand, ku dengên windabûyî ji sê partiya ne: Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtiî ya Demokrat), Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Nesredîn Ibrahîm herweha Partiya Rêkeftina Demokrata ya Kurdî Sûrî, parçebûnek ji PYD. Encûmena Niştimanî ya Kurdî di pey vê re berda van partîyan û cihên wan di Lêvegra Kurdî de ji wan stand. Sê endamên nû ji bo Lêvegera Kurdî hatin binavkirin, hemû wekû serbixwe ji partiyan tên pejirandin. Encûmena Niştimanî ya Kurdî wisa di vê demê de di Lêvegera Kurdî de xweediyê tenê diwazdeh dengaye, di dema ku bi tevayî hijdeh ji namzedan nêzîkî PYD ne. Aldar Xelîl, berdevkê çapemeniyê yê PYD, di ragehandineke çapemeniyê de, ragehand ku divê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji ber dûrxistina sê Partiyan hejmarek kêmtir ji cihan di Lêvegera Kurdî de bi dest wê bikevin. Di ser vê re jî ew xwedîyê wê nerînê bû, ku çênabe endamên Lêvegera Kurdî wisa asanî bên guhertin.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê çileyê pêşîna (December) 2014ê – Di 7ê çileyê pêşîna 2014ê de, Cigerxwîn Ibrahîm Hisên (jidayikbûn 1985) ji zindana navendî ya Helebê serbest hate berdan. Wî di 30ê adara 2004ê de, di pey »Berxwedana Qamişlo« re duwazdeh sal cezayê zindanê girtibû. Di dema girtinê de, Hisên bi hovane hatibû îşkencekirin.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê çileyê pêşîna (December) 2014ê – Di 6ê çileyê pêşîna 2014ê de karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li çend nuqteyên kontrolê li Dirbêsiyê ciwanên mêr di temenê di nav hijdeh û sih salî de, revandin ji bo li dijî daxwaza wan di Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD bikin leşker. Agahiyên girêdayî hejmara durust ya revandiyan nîn in.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê çileyê pêşîna (December) 2014ê – Di 3ê çileyê pêşîna 2014ê de, karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), rojnamevan û karmendê malpera nûçeyî Welatî.net Elî Ebdilrehman (jidayikbûn 1986) ji xaniyê bavê wî revandin. Ebdilrehman li ser revandina Ibrahîm Kurêş [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê] nivîsîbû. Ew piştî sê rojan dîsa serbest hate berdan. Li gor agahiyên wî ew nehat îşkence kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê çileyê pêşîna (December) 2014ê - Di 7ê çileyê pêşîna 2014ê de, Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Qamişlo civiya û duwazdeh nûner bi nav kirin, yên ku li gor peymana Duhokê [agahiyên bêhtir] bi nûnerên Tevgera Civaka Demoqrat (TEV-DEM), dezgeheke PKK gereke Lêvegera Kurdî saz bikin. Ev encumen gereke strateciyeke hevbeş û helwesteke kurdî ya siyasî ye yekbûyî amade bikin. Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) du cih wergirtin, heta partiyê din her yek cihek stand. Du cih çûn ji namzetên serbixwe re. Nûnerên komên jin, ciwan û êzîdî ne di nav de ne.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê çileyê pêşîna (December) 2014ê – Di 27ê çiriyê paşîna 2014ê de, şervanên milîşyên kiristyanî yên Sootoro li ser nuqteyeke kontrolê(rêbend) li Qamişlo fîşek li ser Hişam Ebdulselam Mamo yê hifdeh salî teqandin. Mamo di piştê de birîndar bûn, metirsiya ser jiyanê nîn e. Milîşyên Sootoro parçeyeke nêzîkî rêcîmê ye ji milîşyên Sutoro yên rexnegirên rêcîmê [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 20ê çileyê pêşîna (December) 2014ê – Di 7ê çileyê pêşîna 2014ê de, şervanên milîşyên kiristyanî yên Sootoro hewl dan, neh mêrên Kurd li ser nuqteyeke kontrolê(rêbend) li Dêrikê birevînin. Şeş mêran karîbûn bazdin, sê yên mayî radestî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) kirin. Milîşyên Sootoro bi YPG re hevrêziyê dikin û bi fermî rextevanên rêcîmê ne.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê çileyê pêşîna (December) 2014ê – Di dawiya çiriyê paşîna 2014ê de şervanên milîşyên Baas yên nû hatîn damezrandin [agahiyên bêhtir] destê xwe danîn ser dibistaneke ajotinê li nêzîkî firokexaneya Qamişloyê û kirin navenda xwe ya serekî. Avahîya ku dibistan tê de ye, milkiyek taybete.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê çileyê pêşîna (December) 2014ê – Di 1ê çileyê pêşîna 2014ê de, karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Ibrahîm Kurêş endamê yekîneyeke pêşmerge ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) ji xaniyê dê û bavên wî li Efrînê revandin. Kurêş berî wê çend rojan ji Kurdistana Iraqê hatibû Efrînê, ji bo serekê li dayka xwe ya nexweş bixe. Di 3ê çileye pêşîna 2014ê asayişê xwenîşandanek li Efrînê belav kir, ya ku çend dest kes di wê de, daxwaza serbestberdana Kurêş kirin. Di 4ê çileya pêşîna 2014ê de, asayişê biraziyê wî Mehmûd Kurêş bi xwe re birin. Wî pirsa mamê xwe kiribû. Endamekî malbatê ji KurdWatch re ragehand: »Ibrahîm di 2012ê de, di pey êrîşeke kêran de ji ber PYD ji Efrînê beziya. Niha ew vegeriya. Wî bawerkir, di pey peymana Duhokê re PYD dê hew êrîşî wî bike. xwiya dibe ku PYD hîn jî her pêşmergeyekî mîna xayin dibîne.« Ibrahîm Kurêş di 8ê çileya pêşîna 2014ê de,  li ser sînorê sûrî-turkî serbest hate berdan û ji wî xwestin, ji Sûriyê yekser derkev. Mehmûd Kurêş hîn di girtîgehê de ye.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê çileyê pêşîna (December) 2014ê – Di 22ê çiriyê paşîna 2014ê de, karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Girkê Legê sê kes hatin revandin ji nêzîkî sih heta çil beşdarên xwenîşandaneke li dijî belavkirina xirab ya elektirîkê. Kesên revandî evin: Adil Xlîl 842 salî, zewicî), elî Remo (42 sal) û Mihemed Salih (46 salî, zewicî). Kesên revandî di heman rojê de, dîsa serbest hatin berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê çileya pêşîna (December) 2014ê – Dawiya çiriya paşînê rêcîma sûrî dest bi damezrandina mîlîşyên erebî yên nû kir. Evên han gereke bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) re û her weha bi Hêzên Bergiriya Niştîmanî de, hevrêziyê bikin. Evaya dawî jî mîlîşeke nêzîkî rêjîmê ye, ya ku ji endamên eşîrên erebî pêk tê. Beşek ji mîlîşyên nû gereke li Lubnanê bi şervanên Hizbûlah re bên perwerdekirin.

Destpêka çiriya paşînê serokê sûrî Beşar al-Asad li Şamêe pêşwazî li serokeşîrên erebî û nûnerên komên kiristyanî yêen parêzgeha Hisiça kiribû. Vana damezrandina mîlîşyên xwe û kêmkirina hêza PYD li deverên kurdî daxwaz kiribûn. Serokkomar li gor agahiyên KurdWatchê cihê hêza PYD wekû naye-gengeşekirin detnîşankiribû. Di heman demê de, wî damezrandina hêzên leşkerî erê kiribû, madem evê bi PYD re hevrêziyê bikin.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê çileya pêşîna (December) 2014ê – Di nîvê çiriya paşîna 2014ê de, rêcîma sûrî ji karmendên gelek idareyên li herêmêen kurdî, yên ciwantir ji çil û du salî, xwest xwe weku ihtîyat qeyd bikin. Kesên daxwazê bi cih neynên xwe li hemberî dijûna berdana ji kar dibînin. Rêcîm mîna berê mehaneyên hemu karmendên daîreyên dewletê dide li deverên di bin destê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de, her weha li deverin din yê welêt, yên ne di bin destê rêjîmê de.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê çileya pêşîna (December) 2014ê – Daîreya gumrikê ya ji aliyêe Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li kantona Cizîrê hatî danîn li gor agahiyên KurdWatchê pereyên gumrikê bi rêjeya çardeh ji sedî li ser firaxên ku ji parêzgehên dî yên sûrî tên distîne.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê çileya pêşîna (November) 2014ê – Di 6ê çiriya paşîna 2014ê de, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Kazim Ednan Ferman yê çardehsalî ji xaniyê dê û bavên wî li Qamişloyê revandin. Endamekî malbatê ji KurdWatch re ragehand: »Kazim di dema dawî de, bi hin hevalgirên PYD re dostanî danîbû. Dê û bavên wî ta niha bê encam hewl didin, vegera kurê xwe bi cih bînin.« PYD her dîsa dostaniya di nav alîgirên xwe û ciwanên din re bikar tîne, ji bo temenbiçûkan li dijî daxwaza dêubavên wan bike leşker.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê çileya pêşîna (November) 2014ê – Di 5ê çiriya paşîna 2014ê de, Şêrîn Hecî ya bîst û sê salî li Dêrikê ji aliyê karmendên Asayişê ve, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), hate revandin. Endamekê malbatê ji KurdWatch re ragehand: »Me teqrîben her roj li cem Asayişa PYD pirsî eger keça me li cem wa ye. Wan destpêkê digotin na. Tenê di roja pêncan ew li xwe mukir hatin, ku ew di nav destê wan de ye. Lê wa ji me re negot çima ew hate revandin. Em hêvî dikin, ku Şêrîn nebin erkê leşkeriyê.«

ShareThis

KURDWATCH, 30ê çileya pêşîna (November) 2014ê – Di 4ê çiriya paşîna 2014ê de, karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Girkê Legê Salih Mûsa (zewicî, çar zarok) revandin. Mûsa endamê komîteya herêmî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) û yê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ye. Ewî nepijirandibû, risûmên elektrîk û avê bide karmendên rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê PYD ve hatiye danîn. Di 5ê çiriya paşîna 2014ê de, Mûsa dîsa serbest hate berdan. Ew nehat îşkence kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di 13ê çiriya paşîna 2014ê de, Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi boneya pêncî û çar salvegera şewata sînemeya Amûdê [agahiyên bêhtir] xwenîşandank li Amûdê li dar xistin. Nêzîkî şeş sed mirov tê de beşdar bûbûn. Ti rûdan tê de, nehatin qeydkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di 9ê çiriya paşîna 2014ê de, sê nûnerên Encumena Niştîmanî ya Kurdli gihan Kobaniyê, ji bo bi rêberiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD)re biaxivin li ser beşdariyeke mumkin di pevçûnên li dijî Dewleta Islamî (DI). YPG beşdariyeke wisa bi wê mercê ve girêda, ku şervanên Encumena Niştîmanî ya Kurdî bin rêberiya YPG de bên danîn.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Li ser bingehê biryareke encumena navendî ya kantona Efrînê Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), di 5ê çiriya paşîna 2014ê de, li Efrînê danasînek li ser hemu rêberên salonên zemawendan belav kir. Li gor wê hemu zemawend tên qedexkirin, yên ku berî wê ji aliyê Asayişê ve yan ji aliyê maleke gel ya PYD destûr ne wergirtibe. Wisa li Efrînê her zemawendeke mehirkirin divê destpêkê destûrê bistîne.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di 10ê çiriya paşîna 2014ê de, karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), şagirtên çend dibistanên navîn û yên duwemîn li Qamişlo agahdar kirin, ku ewê di pêşerojê de, di rojên serê heftiyê de û yên tatîlê de, fêrî hilgirtina çekan bibin. Dibistanên keçan jî ketibûn ber de.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di nav 5 û 16ê çiriya paşîna 2014ê de, bîst kîlometran li rojavayê Serê Kaniyê pevçûn di nav Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û Dewleta Islamî (DI) de pêk hatin. Şervanên YPG li gor agahiyên wan du şervanên DI kuştin.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di 30ê cotmeha 2014ê de, her du endamên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) Mihemed Seîd Mihemed Iso û Resûl Ismaîl Mihemed serbest berdan, piştî ew nêzîkî bi dirêjaya pênc mehan girti bûn. Dadgeheke PYD deh sal cezayê zindanê li Îso û heft sal li Mihemed birî bû [agahiyên bêhtir]. Her du mêran ji KurdWatch re ragehandin, ku ew di zindanê de, hatibûn îşkence kirin. Ji kêmayî şeş endamên dî yên PDK-S hîna ji aliyê PYD tên girtin.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di 4ê çiriya paşîna 2014ê de, endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) şagirta pazdehsalî Necah Merwan Ehmed ji dibistana wê li devera al-Kazimiya ya ku deh kîlometran li rojavayê Dêrikê dikevê revandin. Endamekê malbatê ji KurdWatch re ragehand: »Nezîkî saat dudu piştî nîvro mamoste ji me re goot ku keça me ji aliyê Hevalan ve [alîgirên PKK] hatiye revandin. Em nizanin, bê ew li ku ye.« Malbat bawer dike ku keça wan bi zorê hatiye leşkerkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di 6ê çiriya paşîna 2014ê de karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Ziyad Salih Oso yê bîst û pênc salî li Dirbêsiyê bi fîşekan kuştin. Oso di kiryara leşkerkirina girseyî ya bizorê [agahiyên bêhtir] ji aliyê Asayişê ve hatibû revandin, lê karîbû ji zindana PYD li Tel Marûfê baz bide. Mirovekî wî ji KurdWatch re ragehand: »Gava karmendên Asayişê êrîşî mala wî kirin, Ziyad hewl da bi cilên xewê baz bide. Wan ew ne dû ji mala wî bi fîşekan kuştin.«

ShareThis

KURDWATCH, 21ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di 4ê çiriya paşîna 2014ê de Ciwanên Şoreşgêr yên nêzîkî PYD li Tel Şeîra ku deh kîlometran li rojavayê Tirbesipiyê dikeve Çîmen Mihemed Sedîq Ehmed ya çardeh salî di bin bikaranîna zordariyê de ji dibistanê revandin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) rêya vegera keçkê venakin li ber dê û bavên wê û agahdar dikin ku keçik mumkine bibin Qendîlê. Herweha dijûn li dijî malbatê hatin xwarin, eger ew berdewam bin di axavtina di medyayê de li ser revandina keçka xwe.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di 5ê çiriya paşîna 2014ê de karmendên rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, li Tirbesipîyêe pelkên hilbijartinan belav kirin. Li gor belgeyan gereke encumena rewayî û birêvebiriya şaredariyan bên hilbijartin. Agahiyên baştir nînin.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di 3ê çiriya paşîna 2014ê de Dewleta Islamî (DI) li Menbicê heftê kurdên ji Kobaniyê yên di diwazdeh mehên çûyî de hatibûn revandin, serbest berdan. Agahiyên baştir girêdayî hejmara tevayî ya Kurdên ji aliyê DI ve hatîn revandin nînin.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di 30ê cotmeha 2014ê de Dewleta Islamî (DI) bîst û pênc şagirtên dawî ji şagirtên ku di 28ê gulana 2014ê de ji Kobaniyêe hatibûn revandin li Manbicê serbest berdan [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 12ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di 30ê cotmeh û 1ê çiriya paşîna 2014ê de Pêşmergeyên iraqî-kurdî bi çekêen giran derbasî Kobaniyê bûn. Li gor agahiyên çapemeniyê bi tevayê nêzîkî du sed şervan derbasbûne. Herweha yekîneyên Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) gihan bajêr. Bi gihana şervanan re hêzên ezmanî yên DY êrîşên ezmanî yên giran destpêkirin li dijî cihên Dewleta Islamî (DI). Di nav 1 û 7ê çiriya paşîna 2014ê de bi mûşekên erd-erd cihên DI li Kbaniyê hatin bombebarankirin, lê ti serkeftin nekarîn bên ragehandin.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di 24ê cotmeha 2014ê de ebdilweehab Ibrahîmê şêst û pênc salî ji zindaneke Dewleta Islamî li Aşedada ku pêncî kîlometrî li başûrê Hisiça dikeve serbest hat berdan. Ibrahîm di 2ê cotmeha 2014ê de li ser rêya di nav Qamişlo û Hisiça de ji aliyê şervanên DI ve hatibû serbest berdan. Ew hate gunehbarkirin bi endametiya di Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD)ê de. Ew nehat îşkencekirin.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di 23ê cotmeha 2014ê de şervanêen Dewleta Islamî (DI) li nêzîkî Gundikê Seîd, pênc kîlometran li başûrê rojhilatê Tirbesipîyê erbeyeke barkirina petrolê rawestand û şofêr, Yasir Al Ebo, herweha hevkarê wî Tirkû Zurara, kirin bin zordariya xwe de. Zurara karî birevêe, Al Ebo hate serjêkirin û erebeya petrolê hat şewitandin. Şervanên DI hevkariya ajovan bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) re wekû sedem nîşandan. Tê texmîn kirin ku wan ev hevkarî ji wê rastiyê istintac kirin, ku Al Ebo xwediyê erbeyeke barkirina petrolê ye li devereke ku PYD zeviyên petrolê kontrol dike,

ShareThis

KURDWATCH, 9ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di 26ê cotmeha 2014ê de, Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Perwer Yûsif xwestin, tev jin û sê zarokên di nava rojekê de, ji xaniyê ku lê dijîn li Girkê Legê derkevin. Xanî yê wezareta çandinî ya sûrî ye, ya ku Yûsif karmendê wê ye. Ew xwediyê peymaneke kirêkirinê ya durust e . Her weha dadgeha gel ya deverê, dezgeheke PYD, biryareke derxistibû, ku li gor wê ew dikare berdewam bijî di xanî de.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di 28ê cotmeha 2014ê de, kesên nenas li Qamişloyê bombeyeke destan avêtin xaniyê endamê rêber yê Tevgera Ciwanên Kurd Yilmaz Seîd. Bombe neteqiya, ti xisar çê nebû. Sedemên êrîşê ne diyar in. Seîd li derve dijî, mirovên wî di xanî de ne.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di 29ê cotmeha 2014ê de, şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Enes Dewaz Hec Ebas li ser nuqteyeke kontrlê li nêzîkî Xeznayê, deverek ku panzdeh kîlometran li başûrê rojhilatê Qamişloyê dikeve, Mihemed Ibrahîm Sedûn (jidayikbûn 1992 li Qamişlo) bi fîşekan kuşt. Sedûn hewl dabû, nuqtya kontrolê bê ku raweste qut bike. Ebas ji tirsa tolhildanê xwînê bazdayî ye. YPG heta niha girêdayî rûdanê ti ragehandin neda ye.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di 23ê cotmeha 2014ê de, Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), endamekî rêber yê Tevgera Ciwanên Kurd revand. Mehmûd Remedan hewl dabû, sînorên tirkî-sûrî li nêzîkî Girkê Legê bi qaçax qut bikê. Ew di 24ê cotmeha 2014ê de serbest hate berdan. Asayişê tinebû destûra derketê wekû sedema revandinê nîşan dan.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di 22ê cotmeha 2014ê de nêzîkî sed alîgirên Encumena Niştîmanî ya Kurd li Hisiçayê bi rêya xwenîşandanekê pejrandina xwe ji bo peymana Duhokê [agahiyên bêhtir] nîşandan.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di nav 14 û 22ê cotmeha 2014ê de nûnerê Encûmena Niştîmanî ya Kurd û yên Tevgera Civaka Demoqrat (TEV-DEM), saziyeke PKK, li bajarê kurdî iraqê Duhokê danûstandin kirin ji bo hevrêziyeke mumkin. Di ragehandineke çapemeniyê de ya ku di 22ê cotmeha 2014ê de,  hat weşandin wan damezrandina »Lêvegerek Kurdî« ragehandin, ya ku strateciyeke hevbeş û helwesteke siyasî ya kurdî ya yekbûyî deynin. Ji bo vî karî berê »Desteya Kurdî ya Bilind« serneketibû, ya ku Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistanê, ew jî saziyeke PKK bû, û Encumena Niştîmanî ya Kurd di wê de bi rêjeya pêncî ji sedî cih girtibûn. Ji bo »Lêvegera Kurdî« gereke partiyên din jî, yên ne endam in di Encumena Niştîmanî ya Kurd û di TEV-DEM de, bîst ji sedî ji endaman destnîşan bikin. Lê pirsa bê ev endam dê kî bin, di nav Encumena Niştîmanî ya Kurd û TEV-DEM cihê nelihevkirinê ye. di ragehandinê de herweha hat naskirin, ku desthilatên ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hatine danîn dê ji hêla siyasî û birêvebirî bibin yek û Encumena Niştîmanî ya Kurd di desthilatê de bibe beşdar. Her weha di ragehandinê hatiye, ku her du alî biryarên giring standine girêdayî xurtkirina hêzên xwe yên bergiriyê. Nûnerên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li gor agahiyan daxwaza damezrandina Artêşeke Kurdî di bin rêberiya encumena nû de kiribû. TEV-DEMê li gor agahiyan ragehandibû ku ew ji bo vê pirsê ne muxtese û daxwazê bighîne Yekîneyên Parastina Gel (YPG), milîşyeke PYD. Li gor îdayan aliyên lihevrûniştî yeknerîn bûn, ku ji mafê her komekê ye hêzêen xwe yê bergiriyê damezrîne. Heta niha PYD avakirina hêzên çekdar yên partiyên din yên siyasî bi zorê qedexe dikir.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê çiriya paşîn (November) 2014ê – Di navbera 14 û 15ê cotmeha 2014ê de, parlemana kurdî-iraqî civînek li darxist. Di rojevê de, piştgiriya kantonên Kurdistana Sûriyê hebûn. Perlemanteran bi yek dengî ev xalên han biryar dan:
1. Perlemana Kurdistanê piştgiriya daxwaza gelê rojavayê Kurdistanê dike, ser bi xwe ji awayê desthilatdariyê [ya hilbijartî]. Desthilata herêma Kurdistanê divê  li gor vê biryarê tev bigere.
2. Desthilata herêma kurdistanê divê li gor imkanên xwe yên aborî piştgiriya Kurdistana rojava bike.
3. Kesên berpirsiyar divê vê biryarê bi cî bînin.
4. Çê nabe ti biryar bên bichanîn yên li dijberî vê biryarê bin.
5. Gava ev biryara Perlemanê hat standin, ew dibe dikeve ber bi pêkanînê.

ShareThis

KURDWATCH, 3ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di 25ê cotmeha 2014ê de, nêzîkî sed mirovî ketin şahiyeke çandî ya PYD li Efrînê. Wan daxwaza serbestberdana mirovên xwe kirin, yên ku endamên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) ne û ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatine revandin. Ew nih di zindaneke Efrîne de girtî ne. Çalakî li gor agahiyên KurdWatch ji nişkan ve ji aliyê mirovên mê yên girtiyan hate li darxistin. Girtî bi xwe berî çalakiyê bi çend rojan gireveke birçîbûnê dest pê kirin. PYD şahiya xwe bi dawî kir, encamên dî ne diyar in.

ShareThis

KURDWATCH, 3ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di 21ê cotmeha 2014ê de, wezîrê ragehandinê yê sûrî Imran El Zubî li ser konfiranseke çapemeniyê de ragehand, artêşa sûrî û hêza ezmanî piştgiriya Kobaniyê ji hêla leşkerî ve dikin di şerê wê de, li dijî Dewleta Islamî. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ev yek di 22ê cotmeha 2014ê de weku nerast destnîşankir.

ShareThis

KURDWATCH, 3ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Li gel imdadkirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi çekên kurdî iraqî her weha berdewamiya êrîşên hêza ezmanî ya DY li dijî cihên Dewleta Islamî, vê ya dawî pêşveçûna xwe li hember cihên dawî yên YPG li bajarê Kobaniyê berdewam kir. Piştî ku YPG nîvê cotmehê hin serkeftin karî ragehîne, Dewleta Islamî di nav 22 û 27ê cotmeha 2014ê de, şepêleke êrîşan li taxên rojhilat û başûr yên bajêr dest pêkir. Şervanên DI taxên bajêr yên di bin destê YPG de, bi mûşekên erd-erd bombeberankirin. Her weha wan hewl dan, cihên YPG bi alîkariya erebeyên bombekirî biherifînin. Çar kîlometran li rojavayê bajêr şervanên DI di 22ê cotmehê de, karîn Tell Şeîr dîsa bi dest bixin [agahiyên bêhtir]. YPG niha mesaheyeheyek ji kêmî çar kîlometrên çarçik di bajêrê Kobaniyê de û li rojavayê wê, di dema ku şervanên Dewleta Islamî herêmek di nav heştsed û hezar kîlometrên çarçik kontrol dikin. Ev cihên han deverên kurdî yên hawîrdora Kobaniyê ne, yên ku heta berî çend heftiyan di bin destê PYD de bûn. Wê li vir yek ji bi tevayê sê »desthilatdarî« saz kiribû. Bêhtiriya gelê kurd karî ji deverên ku ji aliyê Dewleta Islamî ve hatîn bindestkirin bazdin Turkiyê.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê cotmeha (October) 2014ê – Ji 17 heta 9ê cotmeha 2014ê nûnerên Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê li Istanbûlê kongirek li darxist. Li gor ragehandina dawî ya 20ê cotmeha 2014ê endamên amadebûyî bi bêhtiriya dengan biryar standin, çengekî leşkerî damezrînin ji bo karîbin kesên sivîl li herêmên kurdî biparêzin. Ragehandin wê yekê tekîd dike ku  çengê leşkerî girêdayî peymana Cînêvê û peymanên navnetewî yên mafên mirovan e. Ji bilî wê kesên kombûy biryar dan, li Sûriyê bi dijî xebatê bikin, ji bo dûr bikevin ji lipeyketina ji aliyê rêjîma sûrî û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD). Berpirsê Ewropa yê berê Siyamend Haco weku serok hate hilbijartin. Her weha encûmeneke rêberiyê ji neh kesên dî hat hilbijartin. Çar endamên encûmena rêberiyê nahtin binavkirin, lê ew man nehênî.
Beşek ji endamên Şepêla Pêşrojê kongir nepejirand û pê re nivîsgeheke têkiliyan hilbijart. Nuqeteyeke giring ya lihevnekirinê di nav her du çengên partyê de helwesta li hember Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ye.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê cotmeha (October) 2014ê – Di 20ê cotmeha 2014ê de firokên hêza ezmanî ya DY çek, teqemenî û madeyên dermankirinê ji ezmanan ve bi ser şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de avêtin. Firaxên rêkirî ji daîreyên Kurdistana Iraqê bûn, wisa navende fermandariyê ya DY. Serokatiya Kurdistana Iraqê radestkirina bîst û çar ton made piştrast kir. Du pakêtên hatin avêtin li herêmên bi destê Dewleta Islamî de ketibûn. Li agahiyên leşkeriya DY yek ji pakêtên şaş ketî hate teqandin.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê cotmeha (October) 2014ê – Di 17ê cotmeha 2014ê de, sê jin li Amûdê li dijî leşkerkirina bi zorê ya mirovên wan ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) protesto kirin. Ti rûdan nehatin qeydkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê cotmeha (October) 2014ê – Nehro Mihemed Seîd yê sih û du salî ji 11ê cotmeha 2014ê ve ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hatiye girtin. Ew di dema leşkerkirina zorê de [agahiyên bêhtir] hatibû revandin. PYD wiha pêl wê yasayê dike, ya ku wê bi xwe derxistibû, yasaya ku leşkerkirina kesên di temenê di nav hijdeh û sih salî de daxwaz dike.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê cotmeha (October) 2014ê – Di navbera 16 û 20ê cotmeha 2014ê de, li nêzîkî Mebrûka, sih kîlometrî li başûrê rojavayê Serê Kaniyê, pevçûn di nav şervanên Dewleta Islamî (DI) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de pêk hatin. Hêza DY ya ezmanî jî warên DI li Mebrûkê qesf kirin. Di êrîşan de, ji kêmayî çar şervanên YPG her weha du şervanên DI jiyan ji dest dan.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê cotmeha (October) 2014ê – Do 18ê cotmeha 2014ê de, karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ji rêberê şirketa elektrîkê ya dewletê li Tel Temrê xwest, tev şirketa xwe di navbera çend rojan de bar bike. PYD avahiyê ji xwe re dixwaze.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê cotmeha (October) 2014ê – Di 16ê 16ê cotmeha 2014ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Serê Kaniyê, Dirbêsîyê û Amûdê termên şervanên Dewleta Islamî nîşandan. Term li ser erebeyên vekirî di nava bajêr de hatin ajotin, şervanên YPG ber bi ezmanan ve teqandin, li ser kuştiyan skinîn û ew kirin pêkenok, gava cixare kirin devên wan de. KurdWatch ji ber sedemen exlaqî wêneyan nîşan nade.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê cotmeha (October) 2014ê – Di 15ê cotmeha 2014ê de nûnerên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), di nav wan de Rêdûr Xelîl, berdevkê çapemeniyê yê YPG, serek li nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) li Qamişlo xistin. Nûnerayetî ji aliyê endamê nivîsgeha siyasî yê PDK-Sê Mehmûd Walî ve hate pêşwazîkirin. Ev cara yekê ye ku nûnerên PYD fermî serekî li nivîsgeheke PDK-S dixi. Heta niha PYD nivîsgehên PDK-S digirtin, gelek endamên wê direvandin yan nefî dikirin Kurdistana Iraqê [agahiyên bêhtir]. Di nav babetên axavtinan de danûstandinên Duhokê di nav Encûmena Niştimanî ya Kurdî, PYD û TEV-DEM (dezgeheke PKK) bû. Mesûd BArzanî jî beşdar bûbû di danûstandinan de, imkana hevkariya lîstikvanên cuda yên siyasî li herêmên Kurdî li Sûriyê ji ber şerê Kobaniyê hatibû gengeşekirin.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê cotmeha (October) 2014ê – Di 15ê 15ê cotmeha 2014ê de du dest jin li Qamişloyêe li dijî revandin û leşkerkirina bi zorê [agahiyên bêhtir] ya kur û birayên xwe ji aliyê Asayişê ve, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), prootesto kirin. Kombûn piştî nêzîkî nîv saatê bidawî bû. »Asayişê li jinekê da. Kesên dî ji tirsa dev ji xwenîşandanê berdan«, şahidekî wisa ji KurdWatch re ragehand.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê cotmeha (October) 2014ê – Di 14ê cotmeha 2014ê de, çar çalakvanên jin çûn û hatina erebyan li ser kolaneke  li Amûdê rawestandin û plakatan serbestberdana ciwanên ku di 11ê cotmeha 2014ê de, ji aliyê Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ve hatin revandin û bi zorê hatin leşkerkirin [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 16ê cotmeha (October) 2014ê – Di 11ê cotmeha 2014ê de endamên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Qamişloyê endamê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê Behwer Mele Ehmed (jidayikbûn 1981, zewicî, sê zarok) saatekê girt. Mele Ehmed, yê ku rojnamevan e jî, hewl da bû, sûretên karmendên Asayişê bigre, gava wan ciwanên kurd bi zorê dikirin leşker. Mele ehmed nehat işkence kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê cotmeha (October) 2014ê – Di 11ê cotmeha 2014ê de endamên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li hemû herêmên di bin destê PYD de, ciwanên di nav hîjdeh û sih salî de bê ser û ber ji ser kolanan revandin. Beşeke ji kesên revandî heta roja din serbest hatin berdan. Ew mecbûr bûn berî wê imze bikin, ku ew dev ji welat bernadin û her dem amade ne, di Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD de, şer bikin. Eger ew vê ykê bi cih neynin, malabtên wan dê 500 000 lîreyên sûrî bidin. Her weha bi devkî ji wan re hate gotin, ku endameke jin ji malbatên wan dê bê leşkerkirin, eger malbat pereyên ku tên xwestin nede. Agahiyên rast girêdayî hejmara kesên serbestberdayî her weha yên hîn girtî û yên hatin leşkerkirin nîn in. Bi tevayî li gor agahiyan sê hezar mêr ketine ber derbê, di nav wan de ereb û kiristyanî jî hene. Encûmena Niştimanî ya Kurdî ev kiryar di ragehandinekê de şermezar kir: »Ev kiryarên neberpirsyar ji aliyê PYD ve dê bihêle ciwanên mayî jî dev ji herêmên kurdî berdin.«

ShareThis

KURDWATCH, 15ê cotmeha (October) 2014ê – Di 8ê cotmeha 2014ê de, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li gundê El Zahriya El Tahtaniya, ya ku nêzîkî bîst kîlometran li rojhilatî Dêrikê dikeve, bi xwenîşandanekê ew yek protesto kirin, ku desthilata turkî şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên ku li Kobaniyê şer dikin çekdar nakin. Ji ber heman sedemê di 9ê cotmeha 2014ê de, li Amûdê û li Qamişloyê xwenîşandan hebûn. Xwenîşandana Amûdê di heman demê girtina serokê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), Ebdela Ocelan, di sala 1998, bi bîr anîn. Bi dehan beşdarên xwenîşandana Qamişloyê hewl dan di pey kombûnê de, têlên sînorê ber bi Turkiyê ve rakin. Pê re wan piştgirî ji alîgirên PKK li aliyê turkî standin. Leşkerên tirkî di pey re gule bi ser xwenîşanderan re barandin. Zarokeke heşt salî jiyan ji dest da, sê beşdarên din birîndar bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê cotmeha (October) 2014ê – Di 28ê cotmeha 2014ê de, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) destpêkirin xelkên devera başûrê bajarê Qamişlo ji warên wan derxistin, li cihên ku Dewleta Islamî xurt e. Ji kêmayî gundên Tel Şermûx, Tel Ebû Xeezef û Tilûl Metlûta yên ku nêzîkî bîst û pênc kîlometran li başûrê rojhiltê Qamişlo dikevin, hatin valakirin.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê cotmeha (October) 2014ê – Li bajarê Kobaniyê, yê ku ji çnd heftiyan ve ji aliyê Dewleta Islamî ve tê dorpêçkirin [agahiyên bêhtir] kesên sivîl nemane. Her weha beşê mezin yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) yên ku di destpêka şer de, li wir bûn dev ji bajêr berdane. Teqrîben tenê şervanên PKK li wir şer dikin. Penaberên ji Kobaniyê yên ku bazdan Suruçê li Turkiyê PKK tawanbar dikin ku ew şerekî bê bê wate bi rêve dibin, ji ber bajêr nikare di destan de bimîne. »Em hêvî dikin, ku li dawiyê ne tenê Dewleta Islamî bişkê, lê PKK û PYD jî. PYD hevkarê gunehê ye di rewşa niha de, wê ji destpêkê ve bi rêjîma sûrî re hevrêzî kir«, wisa penaberekî ji KurdWatch re ragehand, yê ku ji tirsa zordariyê dixwaze nenas bimîne.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê cotmeha (October) 2014ê – Di 4ê cotmeha 2014ê de karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), xwenîşandaneke li Tel Temirê qedexe kirin û belav kirin, ya ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibû li dar xistin. Xwenîşandan li dijî êrîşên Dewleta Islamî (DI) li ser Kobaniyê bû. Qasim Cenan, serokê komîteya herêmî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Tel Temirê, Kamîran Şêxo, endamê komîteya herêmî ya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ya tel Temirê, Fehd Ebû Egîd, endamê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S), her weha Yehiya Ebdulhadî û Mehmûd Sebrî, herdû endamên Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Nesredîn Ibrahîm, ji aliyê Asayişê ve çend saatan hatin gritin. Li dijî wan gef xwarin ku wan ji Sûriyê derxînin, eger ew çalakiyên siyasî berdewam bikin.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê cotmeha (October) 2014ê – Di 20ê îlona 2014ê de, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) şagirtê sêzdeh salî Elî Ebdelah elî li Girkê Legê bê erêkirina dê û bavên wî, ew kirin leşker. Malbat cihê leşkeriyê nas dike, ya ku kurê wê li wir e. Lê YPG di pey daxwaza dayikê idîa kir, ku ew tiştekî li ser cihê mayîna zaroka wan nizane.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê cotmeha (October) 2014ê – Di 30ê îlona 2014ê de, şeervanên Dewleta Islamî li Menbicê heftê û pênc şagirtên dî ji şagirtên Kobaniyê, yên ku di 29ê gulana 2014ê de, hatibûn revandin, serbest berdan [agahiyêen bêhtir]. Yek ji şagirtên serbest berdayî ji KurdWatch re ragehand: »Wan em hema ji zindanê berdan û ji me xwest dev ji bajêr berdin.« Ji ber pevçûnên Kobaniyê hinek çûn bi aliyê Helebêe ve, hineg din bi aliyê sînorê tirkî. Şagirt di dema girtina xwe de di dibistanekê de hatin îşkence kirin û hatin mecbûr kirin dersên islamî bistînin.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê cotmeha (September) 2014ê – Di 26ê îlona 2014ê de li cem sînorê sûrî-îraqî li nêzîk Tel Koçerê pevçûnên çekdarî hebûn di nav Dewleta Islamî (DI) li aliyekî û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) herweha Ketîbeya al-Karama ya endamêen eşîrên erebî yên alîgirêen rêjîmê li aliyêe dî. Dewleta Islamî li gor gotinan çend gund kir bin destê xwe de.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê cotmeha (October) 2014ê – Di 27ê îlona 2014ê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) herweha Ketîbeya Tehrîr ya Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) li bajarê Serê Kaniyê di konfierenseke çapemeniyê de damezrandina odeyeke operasyonên hevbeş ragehandin. Hîn di 10ê îlona 2014ê de YPG hevkariyeke mîna wê bi ekîneyên AAS re li rojavayê Kobaniyê ragehandibûn. Wek dixuye YPG li nêzîkahiya bi AAS re digere ji bo şensên çekdarkirina ji aliyê Welatên Yekbûyî baştir bike. WYA vê demê rikebiriya sûrî ya nerm çekdar dike.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê cotmeha (October) 2014ê – Di 1ê cotmeha 2014ê de Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), çalakvan Mihemed Heso (jidayikbûn 1982, zewicî, du zarok, endamê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê) ji girtîgeha xwe serbest berda. Heso d 5ê îlona 2014ê de hatibû revandin. Ew nehatibû îşkencekirin.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê cotmeha (October) 2014ê – Di 8ê û 9ê îlona 2014ê de şervanên Dewleta Islamî êrîş çend xaniyan kirin li Menbic ya ku heştê kîlometrî li rojhilatê Helebê dikeve. Ji kêmayî deh kes hatin revandin, di nav wan de Masû Berkel, Moro BErkel, Xelîl Zeyto, Mihemed Şêxo, Mehmûd Şêxo, Ehmed Maso ebdê û Miehemd Hemed. Di nav kesên revandî de çend endamên Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê hene.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê îlona (September) 2014ê – Di 26ê îlona 2014ê de, dîsa çend mûşek li taxên cuda yên nişteciyan li Qamişl ketin. Kuştî û brîndar tine bûn. Heta niha ti komê berpirsyarî ne hilgirtiye.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê îlona (September) 2014ê – Di 26ê îlona 2014ê de, leşkerên sînor yên tirkî li nêzîkî bajarê Kobaniyê agirê tivingan li ser komeke penaberan vekirin, yên ku hewl didan sînorên di nav Sûriye û Turkiyê de, bi rêyeke ne fermî qut bikin. Pê re Mihyedîn Seîd Hibbo û Mezlûm Seîd Hibbo jiyana xwe ji dest dan. Pênc kesên din jî birîndar bûn. Kesên kuştî hewl dabûn keriyê pezê xwe ji ber êrîşên Dewleta Islamî [agahiyên bêhtir] ji bo parastinê wan bibin Turkiyê.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê îlona (September) 2014ê – Di 17ê îlona 2014ê de, karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), nivîsgeha Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê girt. Sedemên girtinê li gor Asayişê, ew bû ku partiya Pêşverû daxwaza destûrkirinê nedabû rêvebiriya demkî ya Kantona Efrînê. Partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî, ya ku Partiya Pêşverû endamê wê ye, rêvebiriya demkî ya ku ji aliyê PYD ve hatiye danîn, napejirîne.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê îlona (September) 2014ê – Di 23ê îlona 2014ê de, Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Qamişloyê li dijî êrîşên Dewleta Islamî (DI) li Kobanîyê li dar xist. Nêzîkî du hezar kes beşdar bûn di kombûnekê de. Di heman rojê de, du sed kes li Hisiçayê li dijî Dewleta Islamî, rojekê berî wê dîsa nêzîkî du sed kes li Dirbêsiyê kom bûn. Her du kombûn ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û tevgerên ciwanan yên cuda hatibûn lidar xistin. Di 24ê îlona 2014ê de, jî xwenîşandanek ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li tirbesipiyê hebû ya ku çend sed kes lê beşdar bûn. Xwenîşandaneke mîna wan di 25ê  îlona 2014ê de li girkê Legê, ya ku nêzîkî du sed kes tê de beşdar bûn, ji aliyê Tevgera Ciwanên Kurd ve û Encûmena Niştimanî ya Kurdî hatibû lidarxistin.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê îlona (September) 2014ê – Di 7ê îlona 2014ê de, karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), endamekî rêber yê Tevgera Ciwanên Kurd li Efrînê revand. Asayişê sedem wiha şiorvekir ku Cengîz Xelîl (jidayikbûn 1973, zewicî, du zarok) »rûmeta Asayişê kêmkiriye«. Xelîl piştî heşt rojan serbest hate berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê îlona (September) 2014ê – Nîvê îlona 2014ê rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, daxwaznameyek ji bo destûrnameyên mayîna demkin weşand. Belge ji bo Sûriya ye yên ku ji ber şerê navxweyî reviyane deverên kurdî. Yek ji daxwazên belgeyê pêşkêşkirina kefîlekî heye. Dawiya tebaxê li Çil Axa ji kesên nûhatî hatibû xwestin, ku daxwaznameyeke mayînê pêkêş bikin û kefîlekî bînin [agahiyên bêhtir]. Ev kiryar mafê PYD yê bikaranîna hêza dewletê destnîşan dike.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê îlona (September) 2014ê – Destpêka îlona 2014ê rêberya yek ji nanpêjxaneyên Qamişlo yên ku di bin destê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de ne berda sih û pênc nanfiroşan. Nanpêjxane nan dide hemu taxên rojhilatî yên bajêr. Yek ji nanfiroşên berdayî ji KurdWatch re ragehand: »Rêberiyê idîa kir ku hindik ard ji nanpêjxaneyê re tê û loma ew mecbûr in berdin me. Lê ev ne rast e. em dizanin ku ew me bi aliîgirên PYD diguherin.« Li Qamişloyê li gel nanpêjxaneyên biçûk ên cuda du nanpêjxaneyên mezin yên hemdem hene, yên ku bêhtirî nîvê daxwaza nan ya bajêr bi cih tînîn. Yek di destê PYD de ye, ya dî di destê rêjîmê de ye.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê îlona (September) 2014ê – Ji 19ê îlona 2014ê ve zêdeyî de, hezar mirov ji bajarê Kobaniyê û gundên hawîrdor ji ber pêşketinên Dewleta Islamî (DI) direvin Turkiyê. Li gor agahiyên KurdWatch Dewleta Islamî heta êvara 19ê îlonê zêdeyî sed gundên herêmê kirbû bin destê xwe û hinek ji wan herifandibû. Heta 20ê îlonê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tenê li eniyekê li rojhilatê Kobaniyê şer dikirin. Ji sibeha 22ê îlonê ve hate ragehandin ku şer li sê eniyan hebû: heşt kîlometran li rojava, deh kîlometran li rojhilat û diwazdeh kîlometran li başûrê Kobaniyê. Nêzîkî sê sed şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 21ê îlonê de, ji Turkiyê hatin û piştgiriya YPG kirin. Her weha şervanên YPG li gor gotinan ji 21ê îlonê ve hewl dan, ji aliyê Serê Kaniyê ve bighên Kobaniyê. Nexuyaye çima DI nikarîn derbasî Kobanî bibin - li gor agahiyên şahidan YPG xwe ji bajêr kişandibû, û wisa bajar dikarî bi asanî bikeve bajêr.
Di 19ê îlonê de, tev li hêviyek çêbû gava li ber deriyê sînor yê fermî yê Kobaniyê piştî demek kin gava Turkiyê ev derî vekirbû. Şervanên YPG rê nedabûn penaberan ku sînor qut bikin. Lê piştî demeke kin desthilata turkî çend nuqteyên sînor yên ne fermî vekirin. Deriyê sînor yê fermî bi kêmanî heta 21ê îlonê ji aliyêYPG ve girtî bû.

ShareThis

KURDWATCH, 22ê îlona (September) 2014ê – Di 14 û 15ê îlona 2014ê de dîsa danûstandin di nav bera yekîneyên çekdar yên Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û yên Dewleta Islamî de ji aliyekî her weha rêjîm û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ji aliyekî dî ve li dar ketin. Her du aliyan li hev kirin ku şer bi dawî bibe. Şahidan ragehandin, ku yekîneyên AAS û yên DI di pey re ji Xiwêranê derketin. Dûv re yekîneyên sûrî bê ku pêrgî berxwedan bibin tax kirin bin destê xwe de.

ShareThis

KURDWATCH, 22ê îlona (September) 2014ê – Di nav 13 û 16ê îlona 2014ê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li gor agahiyên wê bi xwe nozdeh gundên erebî di nav Qamişlo û Tel Hemîsê, ya ku çil kîlomterî li başûrê dikeve, serbest kirin. Ew gund di bin destê Dewleta Islamî de bûn. Çar şervanên YPG di pevçûnan de jiyan ji dest dan. Çalakvanên ereb YPG gunehbar dikin, di êrîşan de çend dest kesên sivîl kuştibin. Hevbendiya Niştîmanî jî êrîşên YPG şermezar kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 22ê îlona (September) 2014ê – Di 9ê îlona 2014ê de karmendên rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, li Girkê Legê ji welatiyan daxwaza pereyên qutkirî bi bilindiya pênc sed lîreyên sûrî ser her malekê ji bo belavkirina avê ji bo du mehên çûyî xwest. Belavkirina avê di destê PYD de ye.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê îlona (September) 2014ê – Hazim Ebdulbaqî Hemdo, Metîn Mihemed Ismaîl û Celal Remedan Hesam di 8ê îlona 2014ê de dîsa serbest hatin berdan. Ew di 4ê îlona 2014ê de ji aliyê Asayiş, des Sicherheitsdienstes der Partei der Demokratischen Union (PYD), ve hatibûn revandin [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 20ê îlona (September) 2014ê – Di 7ê îlona 2014ê de Xedîca Mustefa Necar (jidayikbûn 1959 li Kobaniyê) di hewldana ku dûr bikeve ji nuqteyeke kontrolê ya Dewleta Islamî li nêzîkî Cerabulsê (sih kîlometrî li rojavayê Kobaniyê), ji aliyê DS de bi guleyan hate kuştin. Necar û mêrê xwe hewl dabûn bi qeyikê Firatê qut bikin.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê îlona (September) 2014ê – Di 14 û 16ê îlona 2014ê bi tevahî du dest mûşek li taxên cuda yên Qamişloyê ketin. Pêre ji kêmayî du kesên mezin û du zarokan jiyana xwe ji dest dan. Heta niha kesî berpirsiyariya teqînan ranekiriye.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê îlona (September) 2014ê – Di tebaxa 2014ê de karmendên şaredariya rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, ji hemu xwediyên dikanan xwestin, qeydên bazirganiyê yên xwe nû bikin. Risûmên nûkirinê gihan heta du hezar lîreyên sûrî.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê îlona (September) 2014ê – Di 19ê tebaxa 2014ê de şervanên çekdar yên Dewleta Islamî doktor Azad Xeşman ji nexweşxaneya Ibin Sîna li Menbicê (heştê kîlometrî li rojhilatê Helebê) revandin. Xeşman endamê komîteya navendî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Menbicê ye, ya ku ji aliyê Dewleta Islamî tê kontrolkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê îlona (September) 2014ê – Di 29ê tebaxa 2014ê de Ceger Cafer Hemo ji girtîgeha Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) serbest hate berdan. Endamê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye di7ê îlona 2013ê de,  ji Efrînê ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD ve hatibû revandin [agahiyên bêhtir]. Demek kin piştî serbestberdana wî Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên PYD ji malbata wî re gotibû ku Hemo divê dev ji welêt berde, yan jî ewê dîsa bê »girtin«. Hemo pişî çend rojan daxwazê bi cih anî. Nasekî ji KurdWatch re ragehand: »Hemo di girtîgehê de bi giranî hate îşkencekirin.«

ShareThis

KURDWATCH, 18ê îlona (September) 2014ê – Di 29ê tebaxa 2014ê de Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), di pelekê de ku li bajêr hatî belavkirin kirîn û nûkirêkirina xanî û erdan qedexe kir li Çil Axa. Hemû kesên ku di pey destpêkirina tevlîheviyan ala xwe barkirine Çil Axa, ji wan tê xwestin, heta 1ê îlona 2014ê destûkirina mayîna xwe li mala gel ya PYD daxwaz bikin. Her weha kefîlek divê bê nîşankirin, yê ku berî adara 2011ê li bajêr rûniştî bû.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê îlona (September) 2014ê – Di 28ê tebaxa 2014ê de karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Perîşan Taha Hac Mustefa ya bîst û yek salî ji mala bavê wê li Amûdê revandin. Endamekî malbatê ji KurdWatch re ragehand: »Dê û bavên Perîşan ne li mal bûn, gava karmendên Asayişê ew revandin. Çend şahidan hene, yên ku erebeya asayişê dîtin. Lê asayişê di pey pirsa me de ragehand, ku ew tiştekî li ser cihê mayîna Perîşan nizane«. Sedemên revandinê ne diyar in.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê îlona (September) 2014ê – Di 31ê tebaxa 2014ê de artêşa sûrî taxa Xiwêran ya Hisiça bi mûşekên erd-erd bombebaran kir. Berî wê çend heftiyan danûstandin hebûn di nav yekîneyên çekdar yên di taxê de yên Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û yên Dewleta Islamî ji aliyekî herweha Rejîm û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ji aliyekî de de. Ev danûstandin wisa wekû ne serkeftî tên dîtin. [Agahiyên bêhtir girêdayî rewşa Xiwêranê].

ShareThis

KURDWATCH, 13ê îlona (September) 2014ê – Di 3ê îlona 2014ê de karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li gundê Dugirê, yê ku heft kîlometran li rojavayê Tirbesipiyê dikeve ketin çend xaniyan de û bi tevayî pênc kes revandin. Kesên revandî evin: Ehmd Xerbî Ebas, Siamend Ebdilhemîd Ebas, Kawa Mihyedîn Ebas, Silêman Elî Şahîn û Civan Hasan Sedo. Kesên revandî nêzîkî Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) ne.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê îlona (September) 2014ê – Di 4ê îlona 2014ê de endamên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li gundê Gir Zîroyê, yê ku deh kîlometran li rojavayê Girkê Legê dikeve, êrîşî xaniyê Ebdilezîz Tico kirin. Asayişê xaniyê endamê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) teftîş kirin û berdewamkirina şevbuhêreke siyasî ya PDK-S kirin, ya ki li wir li dar diket.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê îlona (September) 2014ê – Di 4ê îlona 2014ê de endamên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li gundê al-Mustafawiyê, yê ku heşt kîlometran li bakurê Girkê Legê dikeve, êrîşî çend xaniyên endamên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye irin. Hazim Ebdulbaqî Hemdo, Metîn Mehmûd Ismaîl û Dilşad Remedan Hesam hatin revandin, gava wan qebûl nekirin, pirtûkên malabtê yên xwe radestî Asayişê bikin.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê îlona (September) 2014ê – Di 13ê tebaxa 2014ê de karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Osman Mehmûd Mustafa ji xaniyê wî li Bender revandin. Kesê şêst salî muxtarê devera nêzîkî Şiyûxa Tehtanî ye ya ku nêzîkî sih kîlometran li başûrê Kobaniyê dikeve, çavên wî girêdan û çend kesan li wî xistin. Sibeha zû ya 14ê tebaxê ew li ser kolaneke gundan dîsa serbest berdan. Osman Mehmûd Mustefa nêzîkî PYD ye, lê wî çend caran hewl dabû nerînên xwe bi cih bîne. Wisa wek nimûne ew li dijî bikaranîna dibistana gund mîna navendeke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD û nerîna wî li dijî standina pereyan ji aliyê PYD ve ji bo belavkirina avê derketibû.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê îlona (September) 2014ê – Di 26 û 27ê tebaxa 2014ê de karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Amûdê û hawîr dora wê hewl dan pirtûkên malbatê kom bikin û li ser bingehê wan lîsteyên navan ji bo leşkerkirina kesên di nav hijdeh û sih salî de amade bikin. Gelek malbat pirtûkên malbatê yên xwe radest nekirin. Li Girkê Legê jî Asayişê hewl da pirtukên malbatê kom bike. Bavê malbatekê j Rimêlana ku nêzîkî kîlometrek û nîvê li başûrê rojavayê Girkê Legê dikeve ji KurdWatch re ragehand: »Karmendên Asayişê hewl dan,me bixapînin. Wan gotin, ew pirtûkên malbatê dixwazin, ji bo cihên kar ji kesên bê kar re peyda bikin.«

ShareThis

KURDWATCH, 6ê îlona (September) 2014ê – Di 23ê tebaxa 2014ê de karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), xaniyê Mehmûd Bilî (zewicî, heşt zarok) li gundê Şerek yê ku nêzîkî panzdeh kîlometran li başûrê rojhilatê Dêrikê dikeve, teftîş kirin. Wa çekeke teqandinê ya ku li wir dîtin standin û Mehmûd Bilî çend demjimêran girtin. Bilî endamê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye ye. Her weha êrîş birin ser xaniyên Hesen Ehmed Şawêş (zewicî, şeş zarok) û birayê wî Hisên Ehmed Şawêş. Li vir jî du çekên teqînê standin, yên ku li vir dîtin û xwediyên herdû xaniyan revandin. Hesen di 24ê tebaxê de dîsa serbest hate berdan, Hisên di 25ê tebaxê de. Li gor agahiyên KurdWatch PYD vê demê hewl dide, kesan bê çek bike, yên ku bi PYD re ne.

ShareThis

KURDWATCH, 3ê îlona (September) 2014ê – Mulsim Mihemed û Osman Zeyto, Endamên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye, di 7ê tebaxa 2014ê de serbest hatin berdan. Ew di 4ê îlona 2014ê de li gundê Keyfûn yê ku panzdeh kîlometran li başûrê Kobaniyê dikeve, ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatibûn revandin.

ShareThis

KURDWATCH, 3ê îlona (September) 2014ê – Behzad Hisên Yaqûb yê ku di 6ê tebaxa 2014ê de ji aliyê karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Girkê Legê hatibû revandin [agahiyên bêhtir] di 9ê tebaxa 2014ê de serbest hate berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 2ê îlona (September) 2014ê – Karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ji 26ê tebaxa 2014ê de li Girkê Legê ji endamên Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê daxwazkirin, ku destûrkirinekê ji bo nivîsgeha partiyê li cem rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, bistînin. Endamekî Yekîtî ji KurdWatch re ragehand: »Endamên partiya me ji Asayişê re gotin, ku ew destûrkirinê ji aliyekî ne rewa naxwazin«.

ShareThis

KURDWATCH, 2ê îlona (September) 2014ê – Di 25ê tebaxa 2014ê de karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), êrîşî Sinceq Xelîl kirin, yê heşt kîlometran li başûrê Amûdê dikeve û li Memdûh Tixûbî di xaniyê wî de digere. Lê endamê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye ne li mal bû. Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), milîşyên PYD, ji malbata wî re ragehandibûn, Tixûbî divê di nava ar rojan de dev ji Sûriyê derkeve.

ShareThis

KURDWATCH, 2ê îlona (September) 2014ê – Di 25ê tebaxa 2014ê de karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), êrîşî çend xaniyan li Amudê kirin. Çalakvan Teysîr û Yasir Hato hatin revandin, herdû endamên Hevrêziya Amûdê yê Ciwanan in. Yasir Hato piştî çend demjimêran  serbest hate berdan, birayê wî ma girtî. Yasir Hato ji KurdWatch re ragehand: »Asayiş ez gunehbarkirim bi hevkariya bi Turkiyê re. Ji malbata min xwestin ku dev ji welêt berdin«.

ShareThis

KURDWATCH, 31ê îlona (August) 2014ê – Encumena bichanînê ya rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, di nivîsa hejmar 145 ya 23ê tebaxa 2014ê ji Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên PYDê, xwest, ti destûrên seferê nedin kesên di nav hijdeh û sih salî de. Ne di nav de kesên ku dikarin destûrekê ji navenda leşkerkirinê ya Encumena Bergiriyê nîşan bidin. Nivîs imzekiriye ji aliyê Kenan Berekat, serokê Encumena Navendî.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê tebaxa (August) 2014ê – Di 23ê tebaxa 2014ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) êrîşê gundê Munasaf kirin yê ku deh kîlometran li rojhilatê Tel Temrê dikeve, û hemû rûniştî, gundî jî di nav de, teftîş kirin. Ebdilrezaq Hesoo (zewicî, pênc zarok) çend demjimêran hate girtin. Çalakvanekî ji KurdWatch re ragehand: »Sedemên êrîşê ew yeke ku gundî qebûl nakin, ciwanmêrên gund bi rêya YPG bikin leşker.«

ShareThis

KURDWATCH, 25ê tebaxa (August) 2014ê – Ji 12ê tebaxa 2014 ve milîşiyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) kontrolkirina çend avahiyên zanîngeha Hisiça kirine bin destê xwe de. Li gor gotinan rûdan tenê kiryareke parastinê ye li dijî êrîşên islamiyan yan yên Artêşa Azad ya Sûriyê ye. Rêvebiriya zanîngehê hîn jî mîna berê ji aliyê desthilata sûrî ve tê bi rê ve birin.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê tebaxa (August) 2014ê – Di 20ê tebaxa 2014ê de endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyê (PDK-S) Hisên Îbeş serbest hate berdan. Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Îbeş di 12ê gulana 2014ê de li Efrînê kirbû bin destê xwe de ji wê demê ve ew girtî bû.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê tebaxa (August) 2014ê – Di 12ê tebaxa 2014ê de şervanên Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) Xeşman Remedan, milîşyekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li taxa erebî Xiwêran li Hisiça revandin. Di heman rojê de vîdyoyek hat weşandin, ku di wê de yê girtî ji YPG daxwaz dike, bombelêdana taxê rawestîne. Çalakvanên ereb radighînin, PYD li nava bajêr ya ku di bin destê rêjîmê de ye çend mêrên Ereb revandin, ji bo wan bi Remezan veguhêzin.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê tebaxa (August) 2014ê – Di 12ê tebaxa 2014ê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Hisiça operasyoneke mezin ji bo bindestkirina taxa erebî Xiwêran dest pêkirin. Tax bi tank û mûşekên erd-erd hate bombebaran kirin. Pê re çend kes hatin kuştin. PYD dibêje, ku ew li dijî şervanên Dewleta Islamî şer dikin. Lê çalakvanên Kurd û Ereb radigehînin, ku li taxê di serî de şervanên çekdar yên Ketîbeya Ehrar Xiwêran yên Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) hene. Lê alîgirên Dewleta Islamî jî di dema çûyî de, dikarin xwe bêhtir nîşan bidin.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê tebaxa (August) 2014ê - Di 10ê tebaxa 2014ê de erebeyeke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) kete taxa Xiwêran ya erebî ya Hisiça û teqîn hate kirin. Heft milîşyên YPG pê re jiyana xwe ji dest dan. Ne xwiya ye eger erebe ji aliyê şervanên Artêşa Azad ya Sûriyê ve yan ji aliyê Islamîyan ve pêrgî êrîşê bûbû. Xiwêran wek keleha rikebirya Sûrî tê dîtin. Rêjîma Sûrî ji 2012ê ve taxê hew kontrol dike.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê tebaxa (August) 2014ê – Piştî ku çalakvan û rojnamevanê kanala televizyonê ya rikebiriya sûrî Orient Sedûn al-Sîno (jidayikbûn 1980 li Dirbêsiyê) hîn di 25ê 25ê tîrmeha 2014ê de ji aliyê karmendên Asayişê ve, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), çend demjimêran hatibû girtin, ew di 7ê tebaxa 2014ê de jî dîsa hate revandin. Sedemên revandinê daxwazên Asayişê ne, ku hemû rojnamevan ji bo her lêkolînekê daxwaznameyeke taybet pêşkêş bikin. Al-Sîno ji KurdWatch re ragehand: »Wan kamêreya min ji min standin. Di vepirsînê de wan bi hişkî bi min re têkilî kir, lê li min nexistin. Şeş saatên pêşî diva bû ez di şaneka tenê de bibûrînim ya ku sê mitrên çarçovkirî ne.« Di şeva 9ê tebaxa 2014ê de rojnamevan dîsa serbest hate berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 19ê tebaxa (August) 2014ê – Di 6ê tebaxa 2014ê de karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Nûrî Cebr ji dikana wî li Efrînê ew revandin. Cebr endamê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) ye.

ShareThis

KURDWATCH, 19ê tebaxa (August) 2014ê – Di 13ê tebaxa 2014ê de karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), xwenîşandaneke Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Qamişloyê piştî demeke kin ji destpêkirina wê bi dawî kirin ji ber destûrdayîna xwenîşandanê tine bû. Nêzîkî heştsed kes li dijî êrîşên Dewleta Islamî li ser herêmên kurdî yên Sûriyê û yên Iraqê dixwestin protesto bikin. Serokê komîteya herêmî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Qamişloyê, Wecdî Derwêsh û cîgirê wî IYad Ebdulkerîm ji aliyê Asayişê ve hatin revandin.

ShareThis

KURDWATCH, 19ê tebaxa (August) 2014ê – Di 6ê tebaxa 2014ê de karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Dêrikê ferman dan, ku şahiya zemawenda Yaqûb Dawûd bi dawî bibe. Bengîn Dawûd, birayê zavê, ji KurdWatch re ragehandin: »Wan ti sedem bilêv nekirin. Piştî ku Asayiş çûbû, zemawend bê alavên mûzîkê berdewam kir«. Malbata Yaqûb Daûd nêzîkî Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye ne.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê tebaxa (August) 2014ê – Di nav 3 û 8ê tebaxa 2014ê de zêdeî 15.000 penaberên ola êzîdî ji Şingala iraqî gihan herêmên kurdî li Sûriyê. Bêhtirê penaberên ku ji êrîşên Dewleta Islamî revîn, piştî bêhnvedanekê berê xwe dan Kurdistana Iraqê. Di 5ê tebaxa 2014ê de endamên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hewl dan rê li ber nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî bigrin, ku ew madeyên alîkariyê bidin penaberan. Di 8ê tebaxa 2014ê de rûdaneke mîna wê çêbû gava karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên PYD û milîşyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD belavkirina madeyên alîkariyê li ser penaberên Êzîdî di nivîsgeheke Encûmena Niştimanî ya Kurdî de qedexkirin û ber bi ezmanan ve fîşek teqandin. Medyayên nêzîkî PYD û milîşyên wê mîna »parêzvanên« tenha yên Êzîdiyan nîşan didin.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê tebaxa (August) 2014ê – Di 6ê tebaxa 2014ê de, li Girkê Legê erebeyek bombekirî teqeya. Pê re kesek birîndar bû. Sedema teqînê ne diyar e.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê tebaxa (August) 2014ê – Di 6ê tebaxa 2014ê de karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Behzad Hisên Yaqûb (jidayikbûn 1980, zewicî, du zarok) li Girkê Legê revandin. Yaqûb ji milîşyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD xwestibû cihê yek ji erebeyên xwe biguherin ji ber wê derê bargeha wî girtibû.

ShareThis

KURDWATCH, 14ê tebaxa (August) 2014ê – Di 8ê tebaxa 2014ê de komîteya herêmî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Amûdê xwenîşandaneke li dijî êrîşên Dewleta Islamî li ser deverên Êzîdiyan li Iraqê li dar xist. Nêzîkî sê sed kes beşdarî xwenîşandanê bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 14ê tebaxa (August) 2014ê – Di 8ê tebaxa 2014ê de, encûmena rewa ya rêvebiriya demkî ya Kantona Kobaniyê ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, biriyar da ku nivîsgehên hemu partî û rêxistinan bêne girtin, yên ku heta 14ê tebaxa 2014ê destûr nestandibin [agahiyên bêhtir]. Heta niha Encûmena Niştimanî ya Kurdî desthilatdariyên demkî yên her sê kantonan nepejirandine, ti partiyên wê yên endam daxwaza destûrkirina li ser bingehê yasaya partiyan pêşkêsh nekirîye.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê tebaxa (August) 2014ê – Di 5ê tebaxa 2014ê de Ciwan Bilal Xeşman yê çil û pênc sal (zewicî, pênc zarok) ji aliyê leşkerên sînor yên tirkî ve bi fîşekan birîndar bû gava wî hewl dida qaçax sînorên Tirkî- Sûrî bi aliyê Turkiyê ve bibûrîne. Xeşman piştî çend demjimêran di nexweşxaneyekê de, li Kobaniyê jiyana xwe ji dest da.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê tebaxa (August) 2014ê – Di 6ê tebaxa 2014ê de, nêzîkî sih alîgirên rêjîma Sûrî li navenda bajarê Qamişloyê xwenîşandanek li darxistin. Wan duruşmên li dijî êrîşên Dewleta Islamî her weha ji bo serokê Sûrî bang kirin. Xwenîşandan ji aliyê hêzên ewlekariyê yên sûrî ve, hate paraztin.

ShareThis

KURDWATCH, 11ê tebaxa (August) 2014ê – Şadî Hewas Mihemed (jidayikbûn 1990 li Qmaişlo), di 12ê tebaxa 2014ê de di dema pêkanîna erkê leşkeriyê winda bû. Wî berî wê bi çend mehan, di 26ê nîsana 2014ê de, leşkerî dest pê kiribû. Ti agahiyên girêdayî cihê mayîna wî nîn in.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê tebaxa (August) 2014ê – Di 1ê tebaxa 2014ê de Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li taxên kurdî yên bajarê Hisiça derketina derve di nav saat 23 û 12ê nîvroya roja dî qedexe kir. Her weha ji hemû xwedanên diknan hat xwestin ku dikanên xwe demjimêr 22 bigrin. Sedema kiryarê êrîşên berdewam yên Dewleta Islamî bûn. Qedexkirina derketina derve tenê heta saatên sibeha 2ê tebaxê berdewam kir.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê tebaxa (August) 2014ê – Di 4ê tebaxa 2014ê de şervanên Dewleta Islamî heşt şagirtên din ji şagirtên ku di 29ê gulana 2014ê de hatibûn revandin [agahiyên bêhtir] serbest berdan. Serbestberdayîn li gor gotinan ji ber sedemên tendurustî bû.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê tebaxa (August) 2014ê – Di 4ê tebaxa 2014ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), bi nêzîkî pazdeh erebeyan êrîşî nav gundê Keyfûn kirin, yê ku pazdeh kîlometran li başûrê Kobaniyê dikeve, ya ku li wir endamên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye şevbuhêreke siyasî li dar dixistin. Kesên amadekar bi hovane lêdan xwarin, pazdeh beşdar hatin revandin, alên kurdî her weha plakat hatin komkirin û şewtandin. Piştî çend demjimêran sêzdeh kes serbest hatin berdan. Kesên serbest berdayî ragehandin, dîsa li wan xistibûn. Her du endamên PDK-S, Mislim Mihemed û Osman Zeyto hîn girtî ne.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê tebaxa (August) 2014ê – Di 29ê 29ê tîrmeha 2014ê de li nêzîkî sih û pênc kîlometrî li rojavayê Kobaniyê dîsa pevçûnên leşkerî yên giran di nav şervanên Dewleta Islamî û yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) pêk hatin. Ji kêmayî panzdeh şervanên YPG di pey re fermî hatin bingor kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê tebaxa (August) 2014ê – Di 27ê tîrmeha 2014ê de şervanên Dewleta Islamî piştî sê roj pevçûnên giran deh kîlometr li başûrê bajarê Hisiça navendeke leşkerî ya giring ya rêjîma sûrî li nêzîkî girê Tel ad-Deheb kirin bin destê xwe. Di heman rojê de li Hisiçayê hevdîtinek di nav nûnerên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û rêjîmê de çêbû. Di rojên di pey re bi dehan erebeyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD gihan Hisiçayê. YPG ji hingî ve hebûneke xurt li taxên bajêr, yên erebî jî di nav de, nîşan dide. Agahiyên girêdayî kontrolkirineke PYD ya tevaya bajêrê Hisiça nikarin bên piştrastkirin. Rêjîm mîna berê hemû daîreyên deweletê herweha infrastruktûra leşkerî û ya muxaberatê kontrol dike. Di bombebarkirina bajêr de bi rêya mûşekên erd-erd yên Dewleta Islamî hejmarek kesên sivîl jiyan ji dest dan.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê tebaxa (August) 2014ê – Di 26ê tîrmeha 2014ê de endamên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), çalakvan Metîn Sofî (jidayikbûn 1993 li Dêrikê), yê ku ji Turkiyê vegeriya bû, revandin, gava wî hewl da sînor li nêzîkî îndîwerê dûr ji nuqteyên kontrolê yên PYDê bibûrînê. Sofî di 27ê tîrmehê de dîsa serbest hate berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê tebaxa (August) 2014ê – Di 23ê tîrmeha 2014ê de Mihemed el-Qadirî, serokê komîteya pirsên oldarî ya rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, biryarek ragehannd, ku li gor wê xwaringeh û dikanên ku alkoholê difroşin, di 24ê tîrmeha 2014ê de, di şeva qedrê de, divê girtî bimînin. Şeva qedrê navê şeva meha rojî, meha remezanê ye, ku di wê de Quran cara yekê daket. Li gel biryarê di 24ê tîrmehê de alkohol hat pêşkêşkirin, ti ceza ne diyar in.

ShareThis

KURDWATCH, 3ê tebaxa (August) 2014ê – Di 24ê hizêrana 2014ê de Salih Ebdo at-Tamo (jidayikbûn 1960 li Hisiça) ji zindana Hisiça serbest hat berdan. at-Temo di 17ê gulana 1996ê de hatibû girtin û dûvre li gor yasaya 306ê ya pirtûka cezayê bîst û yek sal zindan li wî hatibû birîn. Di 1ê 1ê hizêrana 2011ê de ew ji zindana Seydnaya ya ku nêzîkî sih kîlometrî li bakurê Şamê ye birin Reqayê, di 1ê tîrmeha 2011ê de birin Hisiça. Serbestberdana wî ya zû ji ber lêborîneke serokatiyê bû ya 9ê hizêrana 2014ê.

ShareThis

KURDWATCH, 2ê tebaxa (August) 2014ê – Di 16ê hizîrana 2014ê de, mirovên şagirtên ku ji aliyê Dewleta Islamî ve hatibûn revandin [agahiyên bêhtir] li ber avahiyeke Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Kobaniyê kombûnek li dar xistin. Wan PYD tawan barkirin, berpirs be di ber neserkeftina veguheztina şagirtên revandî. Asayişê kombûn bi zorê belav kir û şeş xwenîşander girtin. Kesê girtî ev in: Celal Mihemed Salih, Mustefa Mihemed, Mihemed Hacî Ebdilrezaq, Xalid Mihemed, Xalid Îsa Tirko herweha Sedredîn Kino. di 28ê tîrmehê de her şeş li hember kefaleta 25 000 lîreyên sûrî ji bo her kesekî serbest hatin berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 2ê tebaxa (August) 2014ê – Di 24ê tîrmeha 2014ê de herdû hakimên rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, biryarek derxistin, ku li gor wê hemû kesên ta 24ê tîrmeha 2014ê hatî girtin serbest bên berdan. Ne di nav wan de giurtiyên terôr, bazirganiya jinan, kuştinan jinan, bazirganiya madeyên bêhişkirinê, dizî û bazirganiya şûnwaran yan destavêtina pereyên giştî di sukra wan de bin.

ShareThis

KURDWATCH, 1ê tebaxa (August) 2014ê – 8ê tîrmeha 2014ê de du dest parêzvan li Kobaniyê di dijî êrîşên Dewleta Islamî li dijî Kobaniyê xwenîşandanek li dar xistin. Rêberê kombûnê Enwer Muslim bû, parêzvan û serokê rêvebiriya demkî ya Kantona Kobaniyê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn. Kesên kombûyê Encumena Niştîmanî ya Sûrî û Hevbendiya Niştîmanî tawanbar kirin bi piştgiriya Dewleta Islamî. Piştî çend rojan Hevbendiya Niştîmanî êrîşên li ser Kobaniyê tawanbarkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 31ê tîrmeha (July) 2014ê – Di 26 û 27ê tîrmeha 2014ê de endamên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ji rûniştiyên Tel Temra, ku bihtirê xelkê wê Erebin, xwest ku tevlî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya PYD bibin. Nûniştiyan li gor agahiyan gereke li nuqteyên kontrolê nobedariyê bikin. »Dijûn xwarin, eger em wisa nekin ew av û nan ji ser me qut bikin«, wisa çalakvanekî ji KurdWatch re ragehand.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê tîrmeha (July) 2014ê – Di 23ê tîrmeha 2014ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li ser nuqteyeke kontrolê li başûrê rojhilatê Tel Temrê Mihemed Eşref Nayif (zewicî, heft zarok) revandin û bi dirêjaya du rojan ew girtin. Berî revandinê bi du rojan YPG hewl dabû li gundê Munasif, yê ku deh kîlometran li rojhilatê Tel Temrê dikevê, şervanan bibin şer. Nayif li gor agahiyan girêdayî vê yekê gotibû, ku li gund tenê xwendekar û şagirt hene, lê şervan nemane.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê tebaxa (July) 2014ê – Di 9ê tîrmeha 2014ê de gerek bû kesên mayê ji şagirtên ji Kobaniyê, yên ku di dawiya gulana 2014ê de ji aliyê Dewleta Islamî ve hatibûn revndin [agahiyên bêhtir], bi şervanên ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatine revandin, hatiban veguheztin. Encumena danûstandinê ya mirovên şagirtan herweha komîteyek Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li cihê li hevkirî bûn, nêzîkî sih kîlometrî li başûrê Kobaniyê, gava nûnerên Dewleta Islamî xwestin veguheztin heta piştî nimêja esrê dereng bixin. »YPG bawer kir, ku dibe xefkek di meselê de hebe. Loma ew vegeriyan Kobaniyê«, wisa şahidekî ji KurdWatch re.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê tîrmeha (July) 2014ê – Di 13ê tîrmeha 2014ê de, Tevgera Civaka Demokrat ya Rojavayê Kurdistan (TEV-DEM) ya nêzîkî PYD li Serê Kaniyê xenîşandanek bi tirmpêl û motoran li darxist. Xwenîşandana ku çend dest ereb têde beşdar bûn, li dijî êrîşên Dezgeha Ewlekariya li dijî Kobaniyê bû.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê tîrmeha (July) 2014ê – Di 9ê tîrmeha 2014ê de, nêzîkî sed rûniştiyên taxa rojava ya Qamişloyê, bêhtirê wan jin û zarok, li dijî kêmbûna elektrîkê xwenîşandanek li dar xistin. Xwenîşandan bê ti rûdan pêk hat. Di roja di pey re xwenîşandanek mîna wê çêbû li taxa Qidûrbegê, nêzîkî sih jin berê xwe dan rêvebiriya elektrîkê. Ev xwenîşandan jî bê rûdan pêk hat. Rêberê rêvebiriya elektrîkê li gor gotinan soz da xwenîşanderan ku belavkirina elektrîkê baştir bibe.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê tîrmeha (July) 2014ê – Di 13ê tîrmeha 2014ê de, encumena rewakarî ya rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, yasayeke nû derxistin ji bo »Erkê xwebergiriyê«. Hemû mêrên di temenê di nav hijdeh û sih salî de dê bên kişandin, ji bo şeş mehan li cem Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) erkê leşkerî bikin. Istisna heye ji kesên kêmendam, kurên bê bira û »endamên malbatên şehîdêen Yekîneyên Parastina Gel, Asayişê û herweha yên tevgera azadî ya Kurdistanê«. Şemdîn Nebî, endamekî rêber yê Encûmena Niştimanî ya Kurdî, ji KurdWatch re ragehand: »Encûmena Niştimanî ya Kurdî yasayê red kir. Emê berê xwe bidin Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistanê û her weha Perleman û Serokê Kurdistana Iraqê, ji bo arîkariya me bikin ji bo rawestandina vê yasayê.«

ShareThis

KURDWATCH, 24ê tîrmeha (July) 2014ê – Di 16ê tîrmeha 2014ê de Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Bedran Misto, endamê komîteya navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, ji Sûriyê nefî kir. Misto di 27ê tîrmehê de ji xaniyê xwe li Serê Kaniyê hatibû revandin [agahiyên bêhtir]. Li gor ragehandineke Yekîtî nefîkirin li gor biryareke dadgeheke PYD bû.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê tîrmeha (July) 2014ê – Kenan Berekat, serokê komîteya navendî, ya rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, di hevpeyvînekê de bi ajansa nûçeyan Hawarê ya nêzîkî PYD re da zanîn, ku hemû partî, dezgeh û komele divê heta 17ê tebaxa 2014ê destûrkirinê daxwaz bikin. Rêxistinên ku vê yekê nekin dê bên girtin.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê tîrmeha (July) 2014ê – Di 11ê tîrmeha 2014ê de Komîteya Giştî ya Ciwanên Kurd (endam di Encûmena Niştimanî ya Kurdî de) li Qamişloyê xwenîşandanek li darxsit li dijî êrîşên Dewleta Islamî yên li dijî Kobaniyê. Nêzîkî bîs kes di xwenîşandanê de beşdar bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê tîrmeha (July) 2014ê – Di 13ê tîrmeha 2014ê de Dezgeha Ewlekariya Leşkerî li Şamê Heysem Ferhan Hiso (jidayikbûn 1980) ji girtîgehê serbest berda. Xwendekar û rojnamevanê di Hevgirtina SAWA re jî çalak bû, di 16ê çileya paşîna 2013ê de piştî vegera xwe ji Turkiyê li Reqayê hatibû girtin.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê tîrmeha (July) 2014ê – Di 15ê tîrmeha 2014ê de li bajarê Tel Temrê yê ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tê kontrolkirin çar kes, di nav wan de ciwanekî neh salî, di teqîna erebeyeke bombekirî de jiyan ji dest dan. Hemû qurbanî sivîlên erebin. Sedemên teqînê ne diyarin.

ShareThis

KURDWATCH, 19ê tîrmeha (July) 2014ê – Di 5ê tîrmeha 2014ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) gundê Nav Kurê, yê ku pênc kîlometran li rojavayê Qamişloyê dikeve dorpêç kirin û ji gundiyan xwestin, du kesên ji girtîgeha PYD bazdayî radestî wan bikin. Şervanan çend xanî teftîş kiri. Pêre wan kesên bazdayî dîtin û ew disa kirin bin destê xwe de. Di pey re YPG dîsa ji gund derket. Li Hîmo ya nêzîk dezgeha leşkerî ya herî mezin ya YPG heye.

ShareThis

KURDWATCH, 17ê tîrmeha (July) 2014ê – Di 27ê tîrmeha 2014 de, mirovên xwendekar Şêrwan Ebdelah Berekat 8jidayikbûn 1993 li Amûdê) yê ku ji 20ê tebaxa 2013ê ve girtî bû, belgeya mirinê ji muxaberata leşkerî wergritin ya ku li gor wê Berekat di 16ê şibata 2013ê de miriye. Weku sedem rawestandina dil û bînkêşanê hatiye nivîsîn. Berekat li zanîngeha Humsê hatibû girtin û hatibû radestkirinî şaxê Felestîn yê muxaberata leşkerî li Şamê. Mirovên wî destûr nestandin ji bo laşê Berekat veşêrin yan bibînin.

ShareThis

KURDWATCH, 17ê tîrmeha (July) 2014ê – Di 9ê tîrmeha 2014 de Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Amûdê xwenîşandanek li dijî êrîşên Dewleta Islamî li ser Kobaniyê lidarxist, nêzîkî sê sed kes beşdar bûbûn.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê tîrmeha (July) 2014ê – Di 7ê tîrmeha 2014 de, çend dest rûniştiyên bajarokê Hîmo yê bêhtir Ereb lê dijîn û pênc kîlometran li rojavayê Qamişloyê dikeve xwenîşadanek li dijî kêmbûna elektrîkê li darxistin. Wan kolana di nav Qamişlo û Amûdê de çend saatan girtin, heta kombûn ji aliyê Asayişê ve, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), hat belavkirin. Rûniştiyên Hîmo rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, gunehbar dikin ku ew elekrîka Hîmo rêdikin Qamişloyê. Lê rêvebiriya demkî rûniştiyên bajarokî gunehbar dike, bi rêyên qedexe elektrîkê dikşînin.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê tîrmeha (July) 2014ê – di 7ê tîrmeha 2014 de, li rojavayê bajarê Girê Sipî dîsa pevçûnên çekdarî yên giran di nav şervanên Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) çêbûn. Agahiyên zelal girêdayî hejmara qurbaniyan nîn in.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê tîrmeha (July) 2014ê – di 7ê tîrmeha 2014 de, Tevgera Civaka Demokrat li Rojavayê Kurdistan (TEV-DEM) li Dêrikê xwenîşandaneke li dijî êrîşên Dewleta Islamî li ser Kobanîyê li dar xistin. Nêzîkî hezar kes beşdarî xwenîşandanê bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê tîrmeha (July) 2014ê – Di 4ê tîrmeha 2014ê de, Kîm Seyfedîn Ibrahîm (jidayikbûn 1997) di hewldana, qutkirina sînorê sûrî-tirkî li nêzîkê Dirbêsiyê di pey teqîna mîneyeke bejî de, bi giranî birîndar bû.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê tîrmeha (July) 2014ê – Di 9ê hizêrana 2014 rêberiya Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), di ragehandinekê de ji hemû penaberên li bajarê Efrînê xwest, ku dev ji herêmê berdin. Ji xwediyên xaniyan hat xwestin, ku dûr ji endametiya netewî peymanên kirêkirinê bi penaberan hew bên imzekirin. Hemû penaberên ku xwediyên peymanên kirêkirinê yên hîn li rê bin dikarin heta bidawîbûna wê li Efrînê bimînin. Her weha penaberên ku ji kêmayî pênc nişteciyên Efrînê di karekî de dişuxulînin, dikarin bimînin.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê tîrmeha (July) 2014ê – Li Qamişloyê li taxa Hilêlîkê Mala Gel di bin Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de ji xwedanên motorekî elektrîkê xwestin mehne risûman bidin Mala Gel. Kesê xwediyê pirsgirêkê ji KurdWatch re ragehandin: »Gava min dixwest ez destûrkirina bikaranîna motorekî elektrîkê qeyd bikim, risûmên mehane bi buhayê bîst û pênc hezar lîreyên sûrî li ser min birîn.« Sedemên risûman belavkirina mazotê li ser gel ji aliyê PYD ve her weha pêşkêşkirina »parastin« a ji aliyê PYD ve ye. Motorên ku ji aliyê kesên taybet vê tên birêvebirin elektrîkê li hember pereyan didin nişteciyan gava belavkirina elektrîka hikûmetêe qut dibe.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê tîrmeha (July) 2014ê – Di 6ê tîrmeha 2014ê de, Ciwan Ibrahîm, serokê giştî yê Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li ser malpera xwe ya Facebookê nivîseke 21ê 21ê hizêrana 2014 belav kir, ku li gor wê her kesê ku karmendên Asayişê li ser nuqteyeke kontrolê pîs bike, ji kêmayî çil û heşt saatan tê girtin. Neguhdana nuqteyeke kontrolê yan »kêmkirina qedrê wê« dê bi heman awayê bê cezakirin, herweha her gengeşiyeke girêdayî vê yekê.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê tîrmeha (July) 2014ê – Di 7ê tîrmeha 2014ê de, endamên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li sînorên iraqî-sûrî li nêzîkî Dêrikê rê neda sekreterê giştî yê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, Ibrahîm Biro, ku derbasî Sûriyê bibe. »Min ji kamendên Asayişê xwest, ku rê ji min re vekin, eger ew mecbûr bin min bigrin jî. Ez dizanim, ku ev biryareke siyasî ye«, wisa Biro ji KurdWatch re axivî.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê tîrmeha (July) 2014ê – Di 27ê hizêrana 2014ê de rêxistina jinan Yekîtiya Star ya nêzîkî PYD li Tel Temrê li taxa erebî-kurdî al-Tedamun kombûneke welatiyên li darxist. »Ji bilî destek endamên Yekîtiya Star kes nehat civînê, ev yek PYD hêrz kir«, wisa welatiyekî taxê ji KurdWatch re axivî. Endamekî rêber di Tevgera Demokrat ya Rojavayê Kurdistan (TEV-DEM), ew jî rêxistineke nêzîkî PYD, dijûn li dijî welatiyan xwar, di pênc rojên yekê de, yên Remezanê nan li taxê nefiroşin. dijûn nehat bicih anîn.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê tîrmeha (July) 2014ê – Di 19ê hizêrana 2014ê de encumena rewayî ya rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, deh roj dem destnîşankir ji bo di wê de berendamên mensibê hakim xwe qeyd bikin. Li gor ajansa nûçeyan Hawa ya nêzîkî PYD Hedya Yûsif, endameke rêber ya rêxistina jinan Yekîtiya Star ya nêzîkî PYD herweha Himêdî Dehal el-Cerba, serokê eşîra erebî Şemer xwe kirin berendam. Di 10ê tîrmeha 2014ê de, her du ji aliyê encumena rewayî ve hatin hilbijartin.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê tîrmeha (July) 2014ê – Di 27ê hizêrana 2014ê de, endamên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Dêrikê nivîsgeha Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê dorpêçkirin daxwaza bidawîkirina şahiya bibîranîna »kembera erebî« kirin, ji ber destûrdayîna şahiyê tine bû. Gava kesên amade bûbûn guh nedan daxwazên Asayişê, endamên Yekîtî Semîr Şakir (jidayikbûn 1983, ne zewicî) û Mustefa Hecî (jidayikbûn 1994, ne zewicî) hatin revandin. Şahî li dar neket. Şakir û Hecî roja dî serbest hatin berdan, ew nehati îşkencekirin.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê tîrmeha (July) 2014ê – Ji 2 heta 4ê hizêrana 2014ê şervanên Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê sih û pênc kîlometran li rojavayê Kobaniyê êrîşî gundê Zor Mixar kirin, yê ku di bin destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de bû. Piştî pevçûnan ji kêmayî bîst şervanên YPG fermî hatin binaxkirin. Hejmara rastî ya qurbaniyan li ser her dû aliyan ne diyar e.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê tîrmeha (July) 2014ê – Di 27ê hizêrana 2014ê denêzîkî du sed alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li goristana Amûdê kom bûn, ji bo qurbaniyên êrîşa Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li ser xwenîşandana 27ê hizêrana 2014ê [agahiyên bêhtir] bibîr bînin. Endamên rêber jî yên Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê herweha yên Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê amade bûn. Endamên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), di rojên berî salvegerê de xwenîşandariyeke xuyakirî li bajêr nîşan dan. Şahidan ragehand ku di 25ê hizêranê de zêdeyî pêncî erebeyên PYD gihan bajêr. Rêberiya giştî ya Asayişê hişiyarî dabû kombûnên bê destûr. Demeke kin berî kombûnê endamên Asayişê bi dirêjaya çend deqîqeyan ber bi ezmanan ve teqandin. Kombûn bi xwe bê ti rûdan bûrî, lê ji aliyê PYD ve li ser vîdyo hat tomarkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê tîrmeha (July) 2014ê - Di 27ê hezêrana 2014ê de şervanên Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê du şagirt ji şagirtên ku di 29ê gulana 2014ê de hatibûn revandin serbest berdan. Panzdeh şagirtên din di 28ê hizêranê de serbest hatin berdan. Mirovên wan berdewam in di axavtinên bi Dewleta Islamî re ji bo serbestberdana şagirtên mayî.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê hizêrana (June) 2014ê - Di 25ê hizêrana 2014ê de hêza ezmanî ya sûrî herêma deh kîlometran li başûrê Girkê Legê li nêzîkî zeviyên petrolê yên Gir Zîro bombebaran kir. Ti ziyan pêk nehat. Zeviyên petrolê ji aliyê desthilata sûrî ve têne birêvebirin û ji çileya paşîna 2013ê ve ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve têne parastin. Sedemên bombebarankirinê nediyar in. Dibe ku ev nîşana newekheviyê di nav herdû koman de be û wekû hişiyariyeke rêjîmê ji PYD re bê fêmkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê hizêrana (June) 2014ê - Di 25ê hizêrana 2014ê de karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Serê Kaniyê nivîsgeha Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê bi nêzîkî bîs erebeyan dorpêç kirin û daxwaza bidawîkirina şahiyeke bibîranîna »zinara erebî« kirin. Projeya »zinara erebî« ya rêjîma sûrî daxwaz dikir, ku bi dirêjaya sînorê tirkî û iraqî bi pehnahiya deh heta panzdeh kîlometrên bi giştî 140 000 kurd ji 332 gundan bên dûrkirin nişteciyên ereb di cihên wan de bên danîn. Plana ku di 1965ê de hatibû biryardan di sala 1973ê de hatibû destpêkirin. Bi tevayî heta 1976ê nêzîkî 25 000 malbatên erebî li parêzgeha Hisiça hatin niştecihkirin. Dûrkirina bi zorê ya gelê kurdî yê ku li dijî planê wê rabûba, pêk nehat. Asayişê sedema qedexekirina şahiyê wisa dan nasîn ku destûrdayîna nîne. Gava endamên Yekîtî qebûl nekirin şahiyê bidawî bikin, endamên Asayişê armeya navê partiyê ji ser avahiyê rakirin û nivîsgeh girtin. Bedran Mist, endamê komîteya navendî ya Yekîtî ji KurdWatch re ragehand: »Asayişê ji min xwest, di bîs û çar saatan de dev ji bajêr berdim.« Misto daxwaz bi cih neanî û di 27ê hizêranê de ji mala xwe li Serê Kaniyê hat revandin.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê hizêrana (June) 2014ê - Di 21ê hizêrana 2014ê de şervanên Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê di nav Qamişlo û Hisiça de baseke şirekta basan ya Perwan revandin. Agahiyên girêdayî qedera şofêr û du rêwengiyên basê nînin. Herdû rêwengî tê gotin ku efserên hêzên rêjîmê ne. Hemû rêwengiyên dî di heman rojê de li nêzîkî Tel Birakê, çil kîlometrê li başûrê Qamişloyê, serbest hatin berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê hizêrana (June) 2014ê - di 26ê hizêrana 2014ê de hejmareke mezin ji endamên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye li Tel Temrê kom bûbûn ji bo nivîsgeha nû bi şahî vekin. Karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), kombûna ber avahiya nivîsgehê bi dawî kirin. Weku sedem tinebûna destûra şahîyê hate dan. Ebdilrehman Abtan, endamê komîteya herêmî ya PDK-S li Tel-Temrê çend saatan hati binçavkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê hizêrana (June) 2014ê - Di 19ê hizêrana 2014ê de karmendên ewlekariya dewletê li Qamişloyê mamoste Hozan Şêxmûs û Basil Hisên binçav kirin. Herduwan serek li mudîriya perwerdeyê li Qamişlo xistibûn ji bo bizanin ji ber çi wan mehaneya xwe ji sê mehan ve hew standin. Ji wan re hate gotin ku divê ew her cem ewlekariya dewletê. Gava wan ev yek bi cih anîn, ew hatin girtin. Herdû mamoste di zindanê de hatibûn îşkencekirin. Mamoste alîgirên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye ne.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê hizêrana (June) 2014ê - Li herêmên kurdî yên ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) têne birêvebirin di 3ê hizêrana 2014ê li berevajî axavtinên berê yên ku naverokeke din digotin [agahiyên bêhtir] bi bêhtirî hilbijartinên serokatiyê pêk nehatin. Navendên hilbijartinan di serî de li taxên bajarên Hisiça û Qamişlo li dar ketin yên ku di bin kontrola desthilatê de ne. Lê li wir welatiyên bajarên din mîna Dirbêsî û Amûdê jî deng dan. Li gor agahiyên Kurdwatchê, desthilatê dengdêr li Dirbêsî qeyd kirin bê ku PYD rê li ber vê yekê bigre. Li Efrînê bi tevayî du navendên hilbijartinan hebûn. Ne diyar e eger li wir dengdan pêk hatibûn. Li Kobaniyê navendên hilbijartinan tine bûn. Li gor agahiyên piştrast nebûyî PYD sih û şeş navendên hilbijartinan li bajarê Hisiça girtin û rê neda ku li wir dengdan pêk were. Li gel ku desthilata sûrî kêmî nîvê herêmên dewleta sûrî kontrol dike, li gor idîayan nêzîkî yazdeh milyon (şêst ji sedî) ji hemû kesên xwedî mafê hilbijartinê dengên xwe dan. Ji wan 88,7 ji sedî Başar al-Assad hilbijartin.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê hizêrana (June) 2014 - Aladîn Hisên Xelef (jidayikbûn 1995 li Tirbesipiyê) di 1ê çileya paşîna 2013ê de gihabû erkê leşkerî. Di adara 2013ê de ew hatibû girtin û di zindana Seydnaya de ya nêzîkî sih kîlometrî li bakurê Şamê ye hatibû girtin. Lê di pey pirskirina mirovên wî de rêberiya zindanê berî çend rojan got ku Xelef ne li cem wa ye. Agahiyên dî li ser cihê mayîna wî ne ketin destê mirovên wî de.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê hizêrana (June) 2014 - Di 14ê hizêrana 2014ê de sêzdeh kesên sivîl di teqîna erebeyeke bombekirî de li ber benzînxaneyekê li Tirbesipiî jiyana xwe ji dest dan. Sedemên êrîşê teqînê ne diyar in.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê hizêrana (June) 2014 - Di 11ê hizêrana 2014ê de çend çalakvanên Tevgera Ciwanên Kurd li Qamişloyê xwenîşandanek li dijî pêşveçûnên Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê li Iraqê li dar xistin. Amadekarî bê pirsgirêk birêve çû.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê hizêrana (June) 2014ê - Di 14ê gulana 2014ê de partiyên cuda yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî şahiyên cuda bi boneya salvegera 57ê ya damezrandina partiya kurdî ya yekê li Sûriyê li dar xistin. Li Qamişloyê nêzîkî çarsed alîgirên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye beşdarî kombûneke vekirî bûn. Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê şahîyek mîna wê li salonekê li darxist, ya ku du sed û pêncî kes di wê de beşdar bûbûn. Li Efrînê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtiî ya Demokrat) şahiyek li dar xist, ya ku nêzîkî sê sed kes di wê de beşdar bûbûn. Şahî bê rûdan li dar ketin. Karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), kombûnên mîna wan li Dêrikê [agahiyên bêhtir] û li Kobaniyê [agahiyên bêhtir] qedexe kiribûn.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê hizêrana (June) 2014ê - Di 12ê gulana 2014ê de nêzîkî hezar heta hezar û pênc sed kes beşdarî kombûneke Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bûn û ji bo yekîtiya hemû partiyên kurdî kirin di şerê li dijî êrîşên Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê. Di 7ê hizêranê de xwenîşandanek mîna wê li Efrînê jî li dar ket, nêzîkî hezar alîgirên PYD li wir beşdar bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê hizêrana (June) 2014ê - Di 19ê gulana 2014ê de li Qamişloyê du hezar alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) xwenîşandanek li darxistin ji bo serbestberdana Ebdula Ocelan, rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK).

ShareThis

KURDWATCH, 23ê hizêrana (June) 2014ê - Di 14ê gulana 2014ê de nêzîkî heft sed alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Dêrikê kom bûn bi boneya salvegera 57ê ya damezrandina partiya kurdî ya yekê li Sûriyê. Karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ber bi ezmanan ve teqandin û kombûn bidawî kirin. Herweha Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê bi heman boneyê kombûnek li Dêrikê amadekir. Karmendên Asayişê daxwaza xwestina destûrdayînê kirin. Şahî bi derengxistina du saatan karî li dar bikeve.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê hizêrana (June) 2014ê - Di 14ê gulana 2014ê de karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye li Kbaniyê dorpêçkirin û armeya nav ji ser dergehê rakirin. Asayişê da xuyakirin, ku partî çênabe qet ti çalakiyên siyasî bike. PDK-S şahiyek amadekiribû bi boneya 57an ya salvegera damezrandina partiya kurdî ya yekê li Sûriyê. Şahî nikarî bû bê li darxsitin.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê hizêrana (June) 2014ê - Di 29ê gulana 2014ê de şervanên Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê komek ji zêdeyî du sed şagirtên kurd revand. Şagirtan li Helebê imtîhanên xwe yên dawî ji bo pola 9an nivîsîbûn û li ser rêya vegerê bûn ber bi Kobaniyê. Di dem aku keç di heman rojê de serbest hatin berdan, qedera nêzîkî sed û pêncî kurî hîn nediyare. Par hin şagirtên pola nehê ji Kobaniyê imtîhanên xwe li wir nivîsîbûn. Ki ber şehade ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatibûn derxistin, ew ji aliyê deweletê ve nehatibûn pejirandin.

ShareThis

KURDWATCH, 22ê hizêrana (June) 2014 - Di 23ê gulana 2014ê de şervanên Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê Mihemed Mihemed (jidayikbûn 1988 li Kobaniyê) li ser nuqteyeke kontrolê li nêzîkî Cub Al-Ferec, sih kîlometrî li rojavayê Kobaniyê, girtin û piştî kêlîkeke kin ew serjêkirin. Mihemed bi sê mirovên xwe re li ser rê bû ber bi Turkiyê ve. Kesê bi wî re li destpêkê hatibûn girtin, niha ew dîsa serbestin.

ShareThis

KURDWATCH, 22ê hizêrana (June) 2014 - Di 28ê gulana 2014ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) rê nedan cotkarên gundê Tel Ebîd ku ceh û genimê xwe kom bikin. YPG mûsim ji mafê xwe dibînî bi hiceta ku wê gund û zevî ji ber êrîşên islamiyan diparast, di dema ku rûniştiyên gund reviy abûn. Tel Abîd li ser xêza eniyê ye di nav Qamişlo û herêmên li hawîrdora Tel Hemîsê, yên ku di bin destê Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê de ne.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê hizêrana (Jun) 2014ê - Di 8ê hezîrana 2014ê de nîşançiyekî Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê li cem Xurus, nêzîk bîst kîlometran li başûrê Kobaniyê ye, tirimpêlek gulebarankirin. Pêre Ebdilqadir Şêx Mihemed (jidayikbûnê Kobaniyê ye) yê çil û şeş salî hate kuştin. Keça wî ya hîjdeh salî jî birîndar bû. Xurus ji aliyê şervanên Dewleta Islamî ve tê birêvebirin.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê hizêrana (Jun) 2014ê - Di 7ê hezîrana 2014ê de di êrîşeke hêza ezmanî ya sûrî li ser taxa helebî ya kurdî ŞêxMeqsûd bi kêmanî sîvîlekî jiyan ji dest da. Kesên din birîndar bûn. Taxên dî yên bajêr hema hema, rojane tên bombebarankirin.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê hezîrana (Jun) 2014ê - Di 7ê hezîrana 2014ê de li nêzîkî sîh kîlometriyan li başûrê rojhilatê bajarê Kobaniyê, pevçûnên çekdar di nav şervanên Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de pêk hatin. Agahiyên piştrast girêdayî hejmara qurbaniyan nîn in.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê hezîrana (June) 2014ê - Xwediyên dikanan li Qamişloyê ji KurdWatch re ragehandin, ku endamên rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, ji wan xwestine ku bazirganiyên xwe li şaredariya PYD qeyd bikin yan na wê dikanên wan bêne girtin. Pereyên qeydkirina bazirganiyê digihên heta bîst û pênc hezar lîreyên sûrî û divê bi qeydkirina di daîreyên sûrî re bê bi cihanîn.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê hezîrana (Jun) 2014ê - Di 5ê hezîrana 2014ê de, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Qamişlyê li rojnamevan Ibrahîm Îsa xistin. Peyamnêrê televizyona kurdî iraqî War TV li cihê bûyerê sedemên kuştina Ebdele Hecî Xelef Qertemînî [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê] dişopand. Axivînerê çapemeniyê yê YPG, Rêdû Xelîl, di ragehandinekê 7ê hizêranê de, êrîşa li dijî rojnamevan şermezar kir. Êrîşker hatine girtin û dê bên sizakirin.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê hezîrana (Jun) 2014ê - Di 5ê hezîrana 2014ê de Ebdele Hecî Xelef Qertemînî li Qamişloyê di pey êrîşeke bombeyî de jiyan ji dest da. Madeya teqînok bi timbêla wî ve kiribûn. Qertemînî endamên Encûmena Gel bû, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve li taxa Kornîşê hatiye danîn. Sedemên êrîşê ta niha ne diyar in.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê hezîrana (Jun) 2014ê - Di 3ê gulana 2014ê de nêzîkî hezar kesî beşdarî xwenîşandanekê bûn ya ku ji aliyê çalakvanan ve hatibû amadekirin û li dijî hilbijartinên serokatiyê ya ku di heman rojê de pêk dihat, protesto kirin. Li Dêrikê jî nêzîkî hezar kesî û ji ber heman sedemê, xwenîşandanek li dar xistin. Protesto ji aliyê Tevgera Ciwanên Kurd ve hatibû amadekirin. Li Qamişloyê nêzîkî heştê kesî derketin kolanan. Xwenîşandan ji aliyê komên ciwanan ve hatibû amadekirin, yên nêzîkî Encûmena Niştimanî ya Kurdî.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê hezîrana (Jun) 2014ê - Di 22ê gulana 2014ê de endamên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li ser dergehên sînor yê bajarê Kbaniyê rê neda çend endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî ku serdana Turkiyê bikin. Kesên hatin vegerandin ev in: Hêveron Şerîf, Mihemed Elî Îsa, Ehmed Reşad, Enter Ismaîl û Mistefa Misto.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê hezîrana (Jun) 2014ê - Di 28ê gulana 2014ê li başûrê rojavayê bajarê Serê Kaniyê pevçûnên giran di nav şervanên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê û yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de, pêk hatin. Pêre islamiyan hewl dan ku hin gundan bikin bin destên xwe, di nav wan de Tel Bilal, Xirbet Furaisa, Tel Tilêlî û el Quncaq. Li Til Têlî, gundê ku piraniya rûniştiyên wê Ereb in dijîn, bi  kêmanî panzdeh kesên sivîl, di nav wan de zarokên biçûk û jin jî ji aliyê islamîstan ve hatin kuştin, beya ku ew dev ji gund berdin. Her weha hejmarek leşker di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan. YPG qala zêdeyî heştê kuştiyan ji Dewleta Islamî dike. Agahiyên piştrast girêdayî hejmara qurbaniyan tine ne. Komên islamî niha hemû parçeyên welat yên cîranên herêmên kurdî li parêzgeha Hisiça û bajarê Kobaniyê, kirine bin destên xwe.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê hezîrana (Jun) 2014ê - Di 14ê gulana 2014ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi kêmanî çar rûniştiyên gundê kurdî "Xirabê Cemo (deh kîlomtr li rojavayê Tel Temrê) bi zorê birine leşkeriyê. Navên wan kesan Silêman Elî, Şukrî Ezo, Ebid Osê û Mezlûm Ezo.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê hezîrana (Jun) 2014ê - Di 24ê gulana 2014ê de bi rêxistinên nêzîkî PYD her weha endamên Partiya Çep ya Demokrat ya Kurd li Sûriyê ya Salih Gedo xwenîşandaneke li Qamişlo li dar xistin. Ewan li dijî kolandina xendeqeke hifdehkîlometrî protesto kirin. Xendeq ji aliyê rêvebiriya herêmî ya Kurdistana Iraqê ve tê kolandin ji bo qaçaxçîtiya li ser sînor û her weha derbasbûn û derketina qaçax ya kesan kêm bike [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 2ê hezîrana (Jun) 2014ê - Ekrem Hiso, serokê komîteya bicihanînê ya rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn di hevpeyvînekê de, bi kenala televizyonê ya sûrî re Sema tv nîşan da ku hilbijartinên serokatiya Sûrî li herêmên desthilatdariya PYD jî pêk werin: »Mafê hemû Sûriyan heye vê çalakiyê [hilbijartinê] bike. Me hêvî dikir ku hemû alî yek bin, berî hilbijartin pêk werin.« Cîgirê wî Hisên Ezam, ji heman kenalê re hilbijartinên serokatiyê mîna karekî demokrat destnîşankir, her welatiyek »xwediyê mafê beşdariya hilbijartinaye«. Lê di 25ê gulana 2014ê de, serokê PYD Salih Muslim ji rojnameya erebî El-Hayat re ragehandibû ku li deverên kurdî wê navendên hilbijartinê tine bin, Rêjîm li wir nîne û kes nîne, navendên hilbijartinan biparêze. Lê dibe ku rêjîm li bajarê Hisiça her weha li hin taxên bajarê Qamişlo yên di bin destê rêjîmê de û li balefirgehê, navendên hilbijartinan saz bikin.

ShareThis

KURDWATCH, 31ê gulana (May) 2014ê - Di 20 nîsana 2014ê de, karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Amûdê, endamê komîteya herêmî yê Encûmena Niştimanî ya Kurdî Hisên Şehada revandin. Ew roja din dîsa serbest hat berdan. Sedemek ji bo »girtina« wî ji wî re negotin.

ShareThis

KURDWATCH, 31ê gulana (May) 2014ê - Di 22ê nîsana 2014ê de; karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Amûdê, girtin ser malên hejmarek mezin ên çalakavanan. Pêre cîgirê serokê komîteya herêmî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Amûdê Luqman Hisên her weha çalakvan Yasir Şingalî, Yasir Hîto û Ibrahîm Elî hatin revandin. Kesên revandî di 23ê gulanê de dîsa serbest hatin berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê gulana (May) 2014ê - Di 29ê nîsana 2014ê de, li Efrînê dadgeha gel, dadgeheke girêdayî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), sizaya zindankirinê yên dirêj li dijî hejmarek mezin ya siyasetmedaran birî. Bayezîd Mihemed Me'mo, Siyamend Ibrahîm Barîm û Mihemed Seîd Mihemed Îso sizaya deh sal zindan wergirtin. Ew tên tawanbarkirin ku di di 4ê îlona 2013ê de, li Efrînê êrîşeke bombeyê li ser navenda nêzîkî PYD ya Navenda Ragehandina Azad pêk anîbûn.
Mihyedîn Şêx Sîdî û Mihemed Hesen Hisên ne amade sizaya bîst sal zindan wergirtin. Ew hatibûn tawanbarkirin ku di 22 tebaxa 2013 an de, êrîşeke bombeyî li dijî avahiya rêxistina nêzîkî PYD, dezgeha Civaka Sivîl li Efrînê pêk anîbûn. Egîd Mûsa Mustefa, Resûl Ismaîl Mihemed û Edhem Enwer Xelîl ji ber êrîşeke bombeyî ya ku di 27ê çireya paşîn ya 2012ê de, li Efrînê pêk hatibû, sizaya heft sal zindan wergirtin. Henan Eslan Me'm, Rêzan Resûl Mihemed û Hemîd Cemal ji ber heman sedemê, ne amade, sizaya pazdeh sal girtin, wergirtin. 

Hesen Mistefa Şendî, neamade, sizaya bîst sal zindan wergirt, Ciwan Ednan Şêxo, heft sal wergirt. Ew hatin tawanbarkirin bi pêkanîna êrîşeke bombeyî li dijî komeleyek jinan ya ku ew jî nêzîkî PYD ye. Êrîş di 4ê tîrmeha 2012ê de, çêbûbû. Hemû kesên sizakirî endam yan jî alîgirên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) ne. Ewê sizayên ku hatine birîn di zindana Efrînê de bibûrînin, ya ku ji aliyê PYD ve tê bi rêvebirîn.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê gulana (May) 2014ê - Di 9ê gulana 2014ê de, di maleke prîvat de li Tirbesipiyê bombeyek teqiya. Xaniyê axî bi temamî herifî. Alîgirê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Remedan Mihmed Hesen di teqînê de jiyana xwe ji dest da. Ciwan Seîd Hecî, ew jî alîgirê PYD, her weha kesekî dî bi giranî birîndar ji aliyê Asayişê ve,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ji bin xaniyê xerab bûyî hatin derxistin. Ne diyare bê çima ew hersê kes di dema teqînê de, di xanî de bûn. Xwediyê xanî Lewend Hisên e, yê ku niha li Elmanyayê dijî û endamê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyê ye. Kirêdarê xanî yê niha jî Beşîr Ebdilmecîd Sebrî herweha jina wî Mihvanê Ebdê endamên PDK-S ne. Her du kirêdar û pismamê wan Elî Ibrahîm Mûsa yê ku di dema teqînê de, li cem wî bûn, di pey rûdanê de ji aliyê Asayişê ve hatin revandin. Mêhvana Ebdê di bin îşkencê de zarokek ji ber çû. Kenan Berekat, serokê komîteya navîn ya rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye damezirandin, PDK-S di ragehandineke çapemeniyê de tewanbar kir ku di xaniyê herifî de êrîşên bombeyan plan dikirin. Armanc ew bû ku li gel rêberên bilind yên PYD êrîşî malbatên erebî jî bê kirin yên ku ji aliyê rêjîma Sûrî ve li herêmên kurdî hatibûn bicihkirin. Armanca van êrîşan ew bû, astengiyan di nav eşîrên erbî û PYD de gur bikin. Beşar Ebdilmecîd Sebrî »mukur hat« di televizyona Ronahî de, kenalek Partiya Karkerên Kurdistanê, ku li gor wê kesayetiyên rêber yên Partiya Demokrata Kurdistan ya iraqî-kurdî beşdar bun di van êrîşan de. Çalakvanên ne nêzîkî PYD texmîn dikin ku PYD hewl dide ku kiryarên teroristî bike histê PDK-S  û ku di hewldana veşartina bombeyekê di xaniyê alîgirên PDK-S de, teqînek çêbû. Lewend Hisên ji KurdWatch re ragehand: »Tewanbariyên PYD bê bingehin. Ez daxwaza zelalkirina rûdanê dikim bi rêya komîteyeke veekolîna bêalî«.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê gulana (May) 2014ê - Di nav 20 û 22ê gulana 2014ê de, li çend taxên bajarê Hisiça di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û mîlîşyên Artêşa Bergiriya Niştîmanî yên nêzîkî rêjîmê, pevçûn çêbûn. Her du alî bergirya cihên bin destên xwe de, dikirin û hewl didan wan cihan fireh bikin. Di 23ê gulanê de, di pey navberêtiya rêjîma sûrî de, bêdengkirina çekan hate li hev kirin. Li aliyê YPG bi kêmayî sê şervan hatin kuştin. Hejmara rast ya qurbaniyan ne diyare.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê gulana (May) 2014ê - Di 20ê gulana 2014ê de, endamên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Amûdê, endamê komîteya herêmî yê Encûmena Niştimanî ya Kurdî Hisên Şehada, revandin.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê gulana (May) 2014ê - Di 5ê gulana 2014ê de, xwendekar Azad Şêrzad Dawûd (jidayikbûn 1984 li Dêrikê) li gor agahiyên çavdêran li Dêrikê, ji aliyê çar kesên nenas ve hate revandin. Sedemên revandinê ne diyarin. Dawûd bi xwe li gor agahiyan ne çalakvanê siyasî ye, lê hin endamên malbata wî nêzîkî Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ne.

ShareThis

KURDWATCH, 22ê gulana (May) 2014ê - Di destpêka gulana 2014ê de, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), keça sêzdeh salî Rosin Mihemed Hisên bi zorê kirin leşker. Di 14 û 15ê gulanê de endamên malbata Rosin nerazîbûna xwe li ber dergehê mala gel nîşan dan, dezgeheke Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistanê, li Dirbêsiyê, û daxwaza vegerandina keçikê kirin. Karmendên Asayişan Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), xwenîşandan bi zorê belav kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 22ê gulana (May) 2014ê - Di 14ê gulana 2014ê de, karmendên Asayişê,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), êrîşî xaniyê endamê nivîsgeha siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) Beşar Emîn li Hisiça kirin. Emîn, ku tenê cilên xewê li ber bûn, revandin û roja din birin ser sînorê Kurdistana Iraqê .

ShareThis

KURDWATCH, 22ê gulana (May) 2014ê - Di 10ê  gulana 2014ê de, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), keça diwazdeh salî Fatma Selîm Elî birin xizmeta leşkerî. Endamekî malbatê ji KurdWatch re ragehand: »Keç hema ji nişka ve winda bû. Dê û bav alîgirên PYD ne, Lê ji wan nehat pirsîn eger ewê keça xwe rêkin leşkeriyê. YPG idîa dike ku keç bi kêfa xwe biryar standiye. Dê û bav çênabe keça xwe qet bibînin. Soz dan wan ku Fatma piştî perwerdeya du heftîyan mafê vegerê distîne, eger wê bi xwe ev yek xwest.« Li gor agahiyên nehatî piştrastkirin bi Fatma re keçên din yên bi temen negihayî, birine leşkeriye.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê gulana (May) 2014ê - Di 28ê nîsana 2014ê de, endamên çend Encumenên Gel yên herêmî yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li ber Dadgeha Gel li Qamişloyê, dezgeheke PYD, giliyekî girseyî li dijî siyasetmedar, çalakvan û rojnamevanên ku nêzîkî Encumena Niştîmanî ya Kurdî ne, hildan dadgehê. Di nav kesên giliyên wan hatiye kirin, sekreterê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyê, Siûd El Mela, endamê nivîsgeha siyasî yê heman partiyê Ebdilhekîm Beşar û Mustefa Cuma, sekreterê berê yê Hevgirtina Gel ya Kurdî li Suriyê, Selah Bedredîn, karmendên Zagros TV Adîla Yûsif herweha karmendên Rûdaw TV Dildar Mîdî û Dilbixwîn Dara. Ew tên tawanbarkirin bi tawana »Êrîşî bidestkeftiyên gelê Kurdistana Rojava dikin û her weha bi belavkirina derewan«.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê gulana (May) 2014ê - Di 29ê nîsana 2014ê de, endamên Eniya Islamî, Ceryan Şahîn Osman (jidayikbûn 1998 li tirbesipiyê) li El Muşeyrifa ya ku bîst kîlometran li başûrê Tirbesipiyê dikeve, kuştin. Osman di 26ê nîsanê de hatibû revandin. Ciwanê şazdeh salî hat tawanbarkirin ku ew berpirsyarekî bilind yê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) her weha yê Partiya Karkerên Kurdistanê ye.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê gulana (May) 2014ê - Di 9ê gulana 2014ê de pilîsên sînor yên tirkî bi awayekî hovane li Dara Ebdela xistin, gava wî hewl da sîronên srûrî-tirkî li nêzîkî Dêrikê qut bike. Di pey re ew vegerandin Sûriyê.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê gulana (May) 2013ê - Di 3ê gulana 2014ê de endamên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Henan Xelîl Hemdûş (jidayikbûn 1978 li Efrînê, zewicî) di pey pevçûnekê re bi şofêrê erebeyekê li navenda bajarê Efrînê revandin. Hemdûş weku şofêrê motorê rûdanek çêkiribû û li gor çavdêran hatibû revandin, gava ew li dijî tevlîbûna Asayişê rabûbû û sixêf ji PYD her weha Partiya Karkerên Kurdistan û serokê wê Ebdala Ocelan kiribûn. Piştî ku malbata Hemdûş bê serkfetin hewldabûn wî ji bin destê Asayişê serbest derxînin, di 4ê nîsana 2014ê de termê kurê wan radestî wan kirin. Di ragehandinekê de rêberiya giştî ya Asayishan, tawanbariyên berpirsiyariya kuştina Hemdûş red kirin. Hemdûş, li gor Asayişê, êrîşî çend dikanan kiribû, bi kalaşnîkovekê dora xwe gulebaran kiribû, êrîşî rêveçûyan kiribû û pereyên gelek ji wan xwestibû. Her weha ew serxweş bû û dermanên bêhişkirinê biribû. Di odeya zindana xwe de Hemdûş serê xwe ewqasî li deriyê hesinî û li dîwar xistibû, heta ew mirî ketibû erdê. Karmendên Asayişê hewldabûn, wî aram bikin, gava wan av, esîr û çixare dabûn wî.
Sûretkî kesê kuştî bi dest KurdWatch ketiye, tê de birên mezin di rûwê wî de hene, lê ne di herêma eniyê de. Ev li dijî xwekuştina bi rêya lêdana serî li lêdana li dîwar e. Li gel birînên rû laşê kesê mirî birînên giran di tiliyan de jî nîşan didan. Her weha li gor agahiyan ax di devê kesê mirî de hebû. KurdWatch bawer dike, ku kesên Hemdûş îşkence dikirin ax kirine devê wî de ji bo ew ticar rexneyê li PYD/PKK an li dijî Ebdella Ocelan neke.
Hemdûş rojekê berî girtina xwe zewicî bû.

ShareThis

KURDWATCH, 17ê gulana (May) 2013ê - Di 12ê nîsana 2014ê de karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), karmendê ARK TV ( Azadiya Rojavayê Kurdistan) Dildar Hemo revandin. Hemo endamê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyê ye, televizyon jî nêzîkî partiyê ye. Ji çend heftiyan ve bi taybetî rojnamevyên ne nêzîkî PYD her weha endamên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyê, bazdayî ne. Hemo hîn di girtîgehê de ye.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê gulana (May) 2014ê - Di 9ê nîsana 2014ê de endamên Asayişê,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li ser sînorê tirkû-sûrî li hember Dirbêsiyê, rê li ber sekreterê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye Siûd El-Mela girtin ku derbasî Sûriyê bibe.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê gulana (May) 2014ê - Di şeva 5ê li ser 6ê nîsana 2014ê de nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye ji aliyê kesên nenas ve hate şewtandin. Li ser dîwarên derve ristin hatin nivîsandin, mîna rista: »Emê we di xendeqên we de binax bikin«. Mebest xendeqa ku desthilata herêma Kurdistana Iraqê niha dihêle bê kolandin. Xendeq ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi tundî hatibû rexnekirin [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 13ê gulana (May) 2014ê - Di 18ê nîsana 2014ê de çend kesên çekdar li Serê Kanîyê li ser kolanekê êrîşî endamê komîteya herêmî yê Encûmena Niştimanî ya Kurdî Rakan Ebdê kirin û hewldan wî birevînin. Pevçûn çêbû. Gava kesên birêve diçûn bi aliyê wan de hatin, kesên êrîşker revîn.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê gulana (Mai) 2014ê - Di 27ê nîsana 2014ê de karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Dirbêsiyê herdû endamên koma ciwana yên Hevgirtina Sewa Mihemed Usama Mihemed Salih Ehmed û Mihemed Selîm Faris Silêman revandin. Usama rêberê mala Mandela bû li Qamişlo, navendeke kombûna çalakvanan bû. Li gor çavnkaniyên, ku hîn nehatine piştrastkirin, herdû kesan xwestin Barî Ebduletif, çalakvanekî ji Helebê, bibînin. Ebduletîf berî çend rojan ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD hat girtin, gava wî hewl dida ji Turkiyê derbasî Sûriyê bibe. Hersê kes di 3yê gulana 2014ê de hatin serbest berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê gulana (Mai) 2014ê - Di 26ê nîsana 2014ê de gule li ser erebeyeke dezgeha ewlekariya dewletê li navenda Qamişlo hate barînkirin. Karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ji avahiyeke Asayişê ya nêzîk bilez çûn cihê rûdanê û ew cih çend saatan girtin. Sedemên êrîşê nediyarin. Di heman demê de diz ketine dibistaneke hostetiya industrî de. Şahidan ragehandin, ku dizan alavên birek û torno û alavên dî yên giranbuha barkirin kemyonekê de. Nexuyaye, eger herdû rûdan bi hevdû e girêdayî ne.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê gulana (Mai) 2014ê - Di 29ê nîsana 2014ê de karmendên Asayişê,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), dîsa çar endamên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye [agahiyên bêhtir], ya nû hatî damezrandin, li ser sînorê iraqî-sûrî li nêzîkî Dêrikê girtin. Siyasetmedar li ser rêya vegerê bûn ji kongireyê damezrêner yê partiyê [agahiyên bêhtir] li Kurdistana Iraqê. Kesên girtî evin; Canda Ebdulhemîd Beşar, Semîra Heco Hemê Ahîn Mihemed Bişar herweha Mihemed Bişar. Her çar kes hewl dabûn, sînor dûr ji nuqteyên sînor yên PYD bibûrînin. Ew hatin mecbûr kirin vegerin Kurdistana Iraqê. Karmendên Asayişê li Canda Ebdilhemîd Bişar dan.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê gulana (Mai) 2014ê - Di 24ê nîsana 2014ê de karmendên Asayişê,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Efrînê êrîşî kirin xaniyê Cmerd Hemdûş, rojnamevanê kenala televizyona Rûdaw ya kurdî iraqî û endamê damezrêner yê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye. Lê wan Hemdûş li mal nedîtin. Berî çend rojan du rojnamevanên dî jî ji aliyê endamên rêxistineke nêzîkî PYD ve ber bi Kurdistana Iraqê ve hatibûn revandin [agahiyên bêhtir]. Di telefonekê de bi KurdWatch Hemdûş ragehand: »Ez mecbûr bûm dev ji welêt berdim. Agahîn ketin dest min, ku PYD biryar daye, hemû rojnamevanên Rûdawê ji welêt derxe«.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê gulana (Mai) 2014ê - Di nav 20 û 25ê nîsana 2014ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), dan ser hejmarek mezin ji xaniyan li Amûdê. Sedûn Mesûd Seîd Zalî, Hatim Emkî, Tariq û Amir Ezo, Mihemed Feysel Cemal, Ibrahîm Fewaz Hisên, Mihemed Ebduxenî Mistefa yê şazdehsalî herweha kesin din hatin revandin. Hemû qurbaniyên revandî şervanên kevnin yên YPG, yên ku biryar standibûn dev ji YPG berdin.

ShareThis

KURDWATCH, 2ê gulana (Mai) 2014ê - Di 23ê nîsana 2014ê de nêzîkî du sed kes tevlî xwenîşandaneke bibîranînê bûn, bi boneya salvegera komkujiya Asûrî, Ermenî û kêmhejmarên dî yên kiristiyanî yên di dema imperatoriya osmanî de di sala 1915ê de li dar ketî. Xwenîşandan ji aliyê Rêxistina Demokrat ya Asûrî ve hatibû amadekirin. Alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û yên Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistanê jî beşdarî bibîranînê bûbûn.

ShareThis

KURDWATCH, 1ê gulana (Mai) 2014ê - Ji 16 ta 19ê nîsana 2014ê bi sedan alîgirên Partei der Demokratischen Union (PYD) sînorên ber bi Kurdistana Iraqê bûrandin û li wir li dijî kolandina xendeqeke hifdehkîlometrî protesto kirin. Xendeq ji aliyê rêvebiriya herêmî ya Kurdistana Iraqe ve tê kolandin ji bo qaçaxçîtiya li ser sînor û herweha derbasbûn û derketina qaçax ya kesan kêm bike.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê nîsana (April) 2014ê - Di 21ê nîsana 2014ê de endamên Asayişê,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), çardeh endamên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye [agahiyên bêhtir] li ser sînorê iraqî-sûrî li nêzîkî Dêrikê girtin. Siyasetmedar li ser rêya vegerê bûn ji kongireyê damezrêner yê partiyê [agahiyên bêhtir] li Kurdistana Iraqê. Wan hewl dabûn, sînor dûr ji nuqteyên sînor yên PYD bibûrînin. Di nav girtiyan de endamê komîteya navendî Salih Cemîl jî hebû. Ew bi şeş kesên dî re hatin mecbûr kirin vegerin Kurdistana Iraqê. Hîn di 15ê nîsana 2014ê de Asayişê rê li ber vegera endamên damezrêner yên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye bi rengekî bê ser û ber girtibûn [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 30ê nîsana (April) 2014ê - Di 17ê nîsana 2014ê de li nêzîkî avahiyeke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Hisiça çend kes bi rêya teqîna madeyeke teqînok birîndar bûn. Madeya teqînok bi motorekî du teker ve hatibû girêdan. Sedemên êrîşê ta niha nediyarin.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê nîsana (April) 2014ê - Di 24ê nîsana 2014ê de çend kes bi rêya teqîna du erebeyên bombekirî li Serê Kaniyê jiyana xwe ji dest dan. Teqîna yekê li navenda bajêr pêk hat, ya diwan li nêzîkî avahiyeke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD). Sedemên êrîşan nediyarin.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê nîsana (April) 2014ê - Di 23ê nîsana 2014ê endamên Asayişê,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD)ê Mihemed Mehmûd Beşar, rojnamevanê kanala televizyona kurdî iraqî Rûdawê, revandin. Hîn berî çend rojan du rojnamevanên dî ji aliyê endamên rêxistineke nêzîkî PYD ve hatibûn revandin ber bi Kurdistanê [agahiyên bêhtir] ve. Beşar di 28ê nîsanê de serbest hate berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê nîsana (April) 2014ê - Di 14ê nîsana 2014ê de çend kesên çekdar fîşek li ser Feysel Hesen Mehmûd (zewicî, çar zarok) li Xirbet al-Şam li nêzîkî Tirbesipiê teqandin. Piştî çend saatan ew ji ber birînên xwe mir. Mehmûd li gor gotinan berî mirina xwe agahiyên xurt li ser kujeran dabû. Evên han li gor gotinan ji gundekî cîranin û endamên Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê ne. Mehmûd bi xwe nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bû.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê nîsana (April) 2014ê - Di 21ê nîsana 2014ê de kesên nenas li gundê Zerkewtik, yê çil kîlometrî li rojavayê Kobaniyê dikeve, xaniyê Mehmdûd Ezîz, endamê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye ya nû hatî damezrandin, şewitandin. Ti kes ne êşeha, ji ber malbata Ezîz di dema êrîşê de li dawetekê bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê nîsana (April) 2014ê - Di 19ê nîsana 2014ê de endamên Instîtûta Malbatên Şehîdan, ya nêzîkî PYD, rojnamevanê kenala televizyona Rûdaw ya irakî-kurdî, Mihemed Beşar Behlewî, naskirî wek Pêşewa Behlewî (jidayikbûn 1988 li Qamişlo) herweha Rodî Ibrahîm, rojnamevanê kenala televizyona rikebir ya sûrî Orient, li Qamişloyê revand. Piştî neh demjimêran herdû li Kurdistana Iraqê serbest hatin berdan. Beşar Behlewî, mirovekî rojnamevanê Rûdawê, ji KudWatch re ragehand: »Şeş kesan herdû kes revandin. Dijûn li dijî wan xwarin, ku wan bikûjin, eger ew ji Kurdistana Iraqê vegerin.«

ShareThis

KURDWATCH, 27ê nîsana 2014ê - Di 15ê nîsana 2014ê endamên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), hivdeh endamên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye, ya nû hatî damezrandin, girtin, gava ew ji kongireyê damezrêner li Kurdistana Iraqê vedgeriyan. Siyasetmedaran hewl dabûn, sînor ne bi rêyên di bin kontrola PYD de bibûrînin. Derbasbûna heft kesên girtî hat qedexekirin, ew yekser hatin mecbûrkirin, vegerin Kurdistana Iraqê. Deh endamên dî yên partiyê, di nav wan de endamê komîteya navendî Hacî Kalo, li destpêkê hatin revandin. Piştî sê rojan, ew hatin mecbûrkirin, ku vegerin Kurdistana Iraqê. Hemû kesên hatîn nefîkirin welatiyên sûrî ne.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê nîsana 2014ê - Di 6ê nîsana 2014ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ji karmendên dadgehea lihevkirinê ya Tirbesipîyê xwest, ku dev ji avahiyê berdin. Di 9ê nîsanê de avahî hate radestkirin. Nexuyaye eger avahiyeke dî li Tirbesipiyê bibe dageha lihevkirinê.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê nîsana 2014ê - Di 8ê nîsana 2014ê de Henan Ferhad Hac Yûnis ya panzdeh salî dev ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), berda. Piştî çar rojan destpêkê dayka şervana berê, Cemîla Elî Kîkiyê, çend saatan ji aliyê YPG ve hat revandin. Piştî serbestberdana wê bavê Henan, Ferhad Hac Yûnis û birayê wî, Reşad Hac Yûnis, ji aliyê şervanên YPG ve hatin revandin. Li gor agahiyên rûniştiyên gund YPG daxwaze yan keç eger YPGê yan jî endamekî dî yê malbatê bibe şervan.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê nîsana (April) 2014ê - Di heftiyên çûyî de rêvebiriya demkî, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, li Qamişlo û hin bajarên kurdî yên din, polîsên xwe yên çûn û hatinê danîn ser kar. Vana xwediyên motorên du teker mecbûrkirin ku lewheyên nû yên hejmaran siwar bikin. Yan jî ewê cezayên pereyî bistînin. Li ser lewheyên nû kurtenivîsa RKSYR, ya ku RK ji Rojavayê Kurdistan e, binavkirina ku ji aliyê PYD ve ji bo herêmên kurdî li Sûriyê tê bikar anîn. Di heman demê de polîsên çûn û hatinê yên rêjîmê, mîna berê, di serî de li navenda bajarê Qamişloyê hîn li ser karê xwe ne. Ew çavên xwe li ber lewheyên nû digrin.

ShareThis

KURDWATCH, 17ê nîsana (April) 2014ê - Di 8ê nîsana 2014ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Tirbesipîyê qedexekirina derketinê danîn. Qedexekirina derketinê, ya ku dengê fîtînên hişyariyê pê re hebû, bi rêya alavên dengbilindkirinê yên mizgeftan hat ragehandin. Di heman demê de êrîşên li ser taxên ku bêhtiriya rûniştiyên wan Ereb in. Çalakvanên ereb nêzîkî heftê nav, yên kesên ku li gor gotinan ji aliyê PYD ve hatine revandin, belav kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê nîsana (April) 2014ê - Di 7ê nîsana 2014ê de nêzîkî sê sed alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi boneya damezrandina partiya baas di 7ê nîsana 1947ê de beşdarî xwenîşandanekê bûn li Qamişloyê, ya ku di wê de partiya baas wekû hevgotina zordarî û wekî dijmina mafên Kurdan hat nîşandan. Li gor imkanên PYD, yên komkirina alîgiran, hejmara xwenîşanderan kêm bû.

ShareThis

KURDWATCH, 14ê nîsana (April) 2014ê – Çar endamên komîteya navendî ya nû hatî hilbijartin û bi tevayî ji pêncî û yek kesî pêk tê ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye jinin. Jineke pêncan jî, Necah Efendî, berê endama Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ya Mustefa Cuma, dengên kafî wergirtibû, lê ew nehat pejirandin bi hiceta ku çar hejmara herî bilind e ya jinan di komîteya navendî de.

ShareThis

KURDWATCH, 14ê nîsana (April) 2014ê – Di nav 3 û 5ê nîsana 2014ê de nêzîkî 650 nûnerên Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar, Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ya Mustefa Cuma, Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ya Mustefa Oso û yên Partiya Yekîtî ya Kurdistanî li Sûriyê li Hewlêrê kongirek li darxistin û bi hev re partiyeke nû damezrandin. Her çar partiyan xwe hel kirin û bi hev re bûn Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye. Di dema kongri de komîteyeke navendî ji sih endamên hilbijartî û bîst û yek endamên binavkirî hate sazkirin. Di 6ê nîsanê de komîteya navendî di civîna xwe ya yekê de endamê berê yê el-Partî Siûd el-Mela wekû sekreterê giştî yê nû hilbijartin. Herweha nivîsgeheke siyasî ya hifdeh serî hate hilbijartin.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê nîsana (April) 2014ê – Di 2ê nîsana 2014ê de endamên Asayişê,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), endamê komîteya navendî yê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê Behcet Şêxo herweha pismamê wî Kamîran Şêxo, endamê komîteya herêmî ya Tel Temrê ya Yekîtî ye, revandin. Kesên revandî di 3ê nîsanê de dîsa serbest hatin berdan. Karmendên şaredariya ku ji aliyê PYD ve tê bi rêve birin li Tel Temrê ji Kamîran Şêx xwestibûn ku, »baca kar« bide. Wî destpêkê ev daxwaz bi cih anîbû, lê wî xwestibû ku pereyan vegerînin, pişî ku şaredariya desthilata Baas ji wî re dabû xuyakirin ku ew mecbûre li wir jî bacê bide. Li bajarên ku kurd û ereb bi hev re lê dijîn wek Tel Temr, Qamişl û Hisiça dezgehêndethilata baasê û yên PYDê bi hev re hene. Lê li bajarên ku bêhtir kurd li wan dijîn tenê rêxistinên PYD hene.

ShareThis

KURDWATCH, 11ê nîsana (April) 2014ê – Di 6ê nîsana 2014ê de bi boneya damezrandina partiya baas di 7ê nîsana 1947ê de xwenîşandanek li Qamişlo li dar ket, ku di wê de li gel endamên partiyê dîsa bi sedan şagirt û karmendên dewletê mecbûrî beşdariyê bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 11ê nîsana (april) 2014ê – Karmendên rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, bi berdewamî pereyên arîkariyan bi zorê distînin. Xwediyê firnekê ji KurdWatch re ragehand: »Ji nêzîkî şeş mehan ve divê ez her meh hezar û pênc sed lîreyên sûrî bidim. Eger ez ne dim, ard û maztê nadin min. Wil eivê ez dûv re firna xwe bigrim« Belavkirina ard û mazotê li Qamişlo niha ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tê bi rêve birin. Di internetê de belgeyeke arîkariyên aborî ya bixweçêkirî ya karê firnan ya dezgeha xizmetguzariyê. Lê di vê belgeyê de ne xuyaye bê arîkarî ji kî re diçe.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê nîsana (april) 2014ê – Di nav 22 û 26ê adara 2014ê de li rojavayê bajarê Girê Sipî pençûnên giran yên leşkerî di nav şervanên Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê li aliyekî û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) herweha yên Ketîbeya-Eniya-Kurdî li aliyekî dî pêk hatin. Bi kêmayî heşt şervanên YPG hatin kuştin; agahiyên girêdayî hejmara giştî ya qurbaniyan peyda nebûne.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê nîsana (april) 2014ê – Dawiya adara 2014ê şervanên Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê ji malabatên Kurd li Girê Sipî xwest, dev ji xaniyên xwe berdin. Çend dest malbat di pey re reviyan Turkiyê. Bajarê Girê Sipî ji aliyê Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê tê birêvebirin.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê adara (March) 2014ê - Di 26ê adara 2014ê de li ber nuqteyeke kontrolê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li başûrê bajarê Tirbesipiyê du şervanên YPG bi erebeyek bombekirî hatin kuştin. Kesin dî birîndar bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê nîsana (April) 2014ê - Di 27ê adara 2014ê de karmendên Asayişê,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Dirbêsiyê xwenîşandaneke Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji hev belav kirin û destê xwe danîn ser alavên dengbilindkirinê. Sedemên kiryarê wiha hatin danasîn, ku ruxseta Asayişê nîne. Xwenîşandan li dijî êrîşên komên islamî li Kobaniyê bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê nîsan (April) 2014ê - Di 26ê adara 2014ê de li Qamişloyê dîsa kombûneke piştgira desthilata sûrî li dar ket, ya ku endamên partiya Baas ya desthilatdar û bi sedan şagirt û karmendên dewletê mecbûrî beşdariyê wê bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 31ê adara (March) 2014ê - Ji 17ê adara 2014ê ve pevçûnên giran li başûr û rojavayê bajarê Kobaniyê di nav şervanên Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê li aliyekû û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) herweha yên Artêşa Azad ya Sûrî li aliyê dî li dar dikevin. Li herdû alîyan gelek kuştî û birîndar hene.

ShareThis

KURDWATCH, 31ê adara (March) 2014ê – Di 16ê adara 2014ê de alîgirên Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Kobaniyê ji bo boneya salvegera sêyan ya şoreşa sûrî kombûnek li dar xistin. Beşdarên ku di nav hezar û hezar û pênc sed kesî de bûn daxwaza herifandina rêjîmê kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 31ê adara (March) 2014ê – Di 17ê adara 2014ê de endamên Asayişê,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Efrînê Fewzî Mecno, mudîrê dibistana Emîr Xubarî, kurê wî, pênc xwendekarên keç, di temenê di nav sêzdeh û şazdeh salî de, herweha birayê xwendekarekê revandin. Mudîr û xwendekaran di 16ê adara 2014ê de beşdarî kombûnekê bûbûn ji bo bibîranîna qurbaniyên êrîşa gazê li ser Helebçe (Kurdistana Iraqê) berî bîst û pênc salan. Xwendekar hatin gumanbarkirin ku heşîş bi wan re hebû. Di 18ê adarê de hemû kesên revandî serbest hatin berdan. Fewzî Mecno di dema revandinê de hatibû îşkencekirin.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê adara (March) 2014ê – Di 14ê adara 2014ê de endamên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li endamên Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar qedexekirin ku li ser meydaneke vekirî li Qamişloyê saneyekê ava bikin. Bi boneya rojbûna rêberê Kurdê iraqî Mustefa Berzanî gerek bû şahiyeke bibîranînê bê birêve birin. Sedemên qedexekirinê wisa hatin nîşandan ku daxwaznameya ruxsetê li cem Asayişê nîne. PYD mafê bikaranîna hêza rewa ya dewletê daye xwe. Lê ve yek ji aliyê Partiyên Encumena Niştîmanî ya Kurdî naye pejirandin.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê adara (March) 2014ê – Di 28ê adara 2014ê de endamên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), endamê komîteya herêmî ya Efrînê ya Partiya Pêşverûya Demokrat li Sûriyê Sîdo Sîdo revandin. Piştî rojekê Sîdo dîsa serbest hat berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê adara (March) 2014ê – Di 4ê adara 2014ê de endamên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Emîn Mustefa Deqorî (jidayikbûn 1968 li Amûde, zewicî, çar zarok) revandin. Deqorî çalakvaneke û kar dike di Navenda Ciwanên Amûdê ya Çand û Hunerê de. Wî re neda bû karmendên Asayişê ku ala rêxistineke nêzîkî PYD li ser xaniyê wî hildin. Deqorî di 5ê adarê de dîsa serbest hat berdan. Wî ji KurdWatch re ragehand: »Sedemên girtina min siyasî bûn. Pirsgirêk ewe ku ez karê ciwanan dikim. Pirsgirêka ku min nepejirand, ku al li ser mala min bê hildan, tenê hiceteke bû.«

ShareThis

KURDWATCH, 20ê adara (March) 2014ê - Di 12ê adara 2014ê de rêxistinên kurdî li hemû bajarên mezin yên herêmên bêhtiriya rûniştiyên wan Kurd serhildana Qamişlo ya 2004ê bibîr anîn [nivîserê daxîne]. Xwenîşandanên ku bi deh hezaran di wan de beşdar bûn, bi aştiyane qediyan. Li Amûdê alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî kombûnek birêve birin. Ew xwenîşandana yekê bû li vî bajarî ji gulana 2013ê ve, gava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li wir xwenîşander bi fîşekan kuştin [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 20ê adara (March) 2014ê - Di 11ê adara 2014ê de çekdarên nenas nêzîkî sed kîlometrî li rojavayê bajarê Reqayê fîşek li ser baseke seferê ya şirketên basa yên kurdî teqandin. Êrîş pêkhatibûn li ser basên şirketên Ciwan, Îman û Dicle, yên ku navendên wan yên serekî li Qamişloyê ne. Di êrîşan de ji kêmayî du kesan jiyan ji dets dan, bi dehan birîndar bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê adara (March) 2014ê - Di 8ê adara 2014ê de endamên Asayişê,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Dirbêsiyê şahiyeke roja navnetewî ya jinê bidawî kirin. Ji bo birêvebirina şahî, ya ku ji aliya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtiî ya Demokrat) hatibû amadekirin, ruxseya Asayişê tinebû.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê adara (Mars) 2014ê - Di 6ê dara 2014ê de kesên nenas li Amûdê nivîsgeha Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê şewitandin. Rêberiya Partiya Pêşverû, ta niha têkiliyên wê baş bûn bi PYD re, berî êrîşê rexne li siyaseta PYD kiribû, bi taybetî di dema axavtinên aştiyê yên ne serkeftî yên Genfê.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê adara (Mars) 2014ê - Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) dawiya şibat û destpêka adarê rê li ber bi dehan endamên partiyên Yekîtiya Siyasî ya Demokrat ya Kurdî - Sûriye [agahiyên bêhtir] girt, ku ew deriyê sînro yê Sê Malka ber bi Kurdistana Iraqê bibûrînin. Nûneran dixwest beşdarî kongirieyê damezrandinê yê Partiyeke nû bibin, ya ku ji çar partiyên endamên Yekîtiya Sîyasî gereke bê saz kirin. Kongireyê ku ji bo 3ê adarê hatibû amadekirin hat paşxistin.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê adara (Mars) 2014ê - Di 25ê şibata 2014ê de kesên nenas li Kobaniyê ala kurdî herweha ala şoreşa sûrî, yên ku li ser banê nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Nesredîn Ibrahîm hatibûn hildan, daxistin û şewtandin. Herweha sixêf li ser dîwarê xanî hatin nivîsîn û endamên partiyê wekû xayin hatin destnîşan kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê adara (Mars) 2014ê - Di 26ê şibata 2014ê de rêberiya giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) da zanîn, ku YPG hemû operasyonên xwe yên leşkerî radiwestîne. Biryar hatiye girtin li gor fermana rêberiya demkî herweha komîteya wê ya bergiriyê. Li gor ragehandinê gereke YPG ji nû bê belavkirin û tenê ji bo bergiriyê amade be.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê adara (Mars) 2014ê - Di 28ê şibata 2014ê de endamên Asayişê,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ji komîteya herêmî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Dirbêsiyê xwestin, ruxseya şahiya xwe ya ji bo 1ê adara 2014ê, bi boneya salvegera mirina rêberî kurdî iraqî Mustefa Berzanî, hatibû amadekirin, li cem Asayişê derxin. Eger na, kesên berpirsyar ê bên dadkirin. Komîteya Encûmena Niştimanî ya Kurdî daxwaz red kir. Şahî di 1ê adarê di bin amadebûneke zêde de ya Asayişê li darket, lê bê ti rûdan. Li bajarên dî jî yên mezin li herêmên bêhtiriya rûniştiyên wê kurd Encûmena Niştimanî ya Kurdî salvegera Berzanî bibîr anî.

ShareThis

KURDWATCH, 3ê adara (March) 2014ê - Di 22ê şibata 2014ê mizgeftên li tarikên erebî yên Hisiça bi rêya mîkrofonan banga şer li dijî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) kirin. Bang bersivek bû li ser bindestkirina bajarê erebî Tel Birakê bi rêya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD [agahiyên bêhtir]. YPG gelek nuqteên teftîşê li hawîrdorê taxên kurdî yên di bin destê wê de sazkirin. Ti rûdan nehatin qeydkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 3ê adara (March) 2014ê - Di 21ê şibata 2014ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Tel Birakê (pêncî kîlometr li başûrê Qamişoyê) êrîşeke mezin li dijî yekîneên Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê destpê kirin. YPG arî di heman rojê de bajar bindest bike. Agahiyên girêdayî hejmara rastî ya kuştiyên pevçûnan peyda nebûne. Agahiyên girêdayî kuştarên YPG li dijî sivîlan nekarîn pişt rast bibin.

ShareThis

KURDWATCH, 1ê adara (March) 2014ê - Di 6ê şibata 2014ê de Asayişê,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Ferhad Hemê (karmendê kenala televizyonê ya kurdî iraqî Rûdaw) û Farûq Tixûbî (karmendê kenala televizyonê ya sûrî Orient) li Amûdê katjimêrekê binçavkirin, ji ber herdû rojnamevanan li cem wan ruxset nestandibûn. Herdû mêran dixwestin li ser rêxstineke arîkariya zarokan ya nû hatî damezrandin raportekê amade bikin.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê şibata (February) 2014ê - Di 18ê şibata 2014ê de çend hezar endamên eşîreyên erebî li Tel Hemîsê li hev kom bûn. Du axêver, yak ji an endamê Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê, banga şerê Partiya Karkerê Kurdistan (PKK) kir û herweha şerê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) jî kirin. »Em soz didin, Qamişloyê li ser serê wan bişewtînin«, wiha axêverkî got. Herdû axêveran ragehand ku ew nûnertiya herdû eşîrên erebî yên mezin Tey û Cibûr dikin.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê şibata (February) 2014ê - Di 17ê şibata 2014ê de endamên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hemû xwediyên dikanan li navenda bajarê Qamişlo mecbûr kir ku dikanên xwe çend demjimêran bigrin. Boneya girtinê bingorkirina şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), yên berî rojekê li al-Ceza hatibûn kuştin [agahiyên bêhtir]. Xwediyê dikanekê ji KurdWatch re ragehand: »Şênî di kolana me de jî ne diçû. Girtinaq dikanan ji bo me ziyane. Kes newêrê li dijî daxwazên PYD derkeve,  Mesele girêdayî hebûna me ye. Kê ê arîkariya min bike, eger dikana min di şevekê de hat xirakirin, dizîn yan jî hat şewtandin?«

ShareThis

KURDWATCH, 27ê şibata (February) 2014ê - Wekû bersiv li ser li ser xwenîşandana di 19ê şibata 2014ê de ji aliyê desthilata sûrî hatî li darxistin [agahiyên bêhtir] Encumena Giştî ya Ciwanên Kurd (rêxistineke endam a Encûmena Niştimanî ya Kurdî ye) di 21ê şibatê de kombûnek li Qamişlo li darxist. Nêzîkî du sed kes beşdar bûn di xwenîşandanê de û daxwaza hilweşandina rêjîmê kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê şibata (February) 2014ê - Di 19ê şibata 2014ê de li Qamişlo xwenîşandaneke alîgirên rêjîmê li dar ket, ya ku li gel endamên partiya Baas ya desthilatdar bi sedan şagirt û karmendên dewletê mecbûr bûn beşdar wê bibin. Çalakvanan nerazîbûna xwe ji KurdWatch re ragehandin, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) xwenîşandanên rêxistinên kurdî qedexe dikin, lê rê li ber kombûneke rêjîmê nagre, nemaze ku hejmarek mezin ya xwenîşanderan mecbûrî beşdariyê bûbûn.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê şibata (February) 2014ê - Di 18ê şibata 2014ê de endamên Asayişê,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), odeyên radyoya taybet ARTA FM li Amûdê kirin bin destê xwe de. Wan ji bêhtiriya karmendan xwestin ku dev ji cihên karê xwe berdin. Di pey re nivîsgeh hatin teftîş kirin. Karê weşanê yê asayî hat rawestandin, tenê mûzîk dikaribû bihata weşandin. Asayişê sedemên vê kiryara li dijî ARTA FM wiha nîşan da, ku ji odeyên wê kenaleke dî ya radyoyê, Radyo MICT, bê destûr dihat weşandin. Li gel ku rêberiya ARTA FM destûreke wisa da PYD, weşandina Radyo MICT hat rawestandin. Berî girtinê karmendên ARTA FM rêberê kenalê, Sîrwan Hac Hisên, bi gendelî û xwe-zengînkirinê tawanbarkirin. Lê Hec Hisên ji aliyê xwe de tawan red kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê şibata (February) 2014ê - Di 6ê şibata 2014ê de li ser nuqteyeke teftîşê ya YPG li nêzîkî el-Xezawiyê (bîst kîlometr li başûrê Efrînê) çend şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di pey teqîna erebeyeke bombekirî de hatin kuştin.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê şibata (February) 2014ê - Di 16ê şibata 2014ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) gundê erebî al-Ceza, ya ku deh kîlometran li rojavyê Tel Koçerê dikeve, piştî pevçûnên giran bi yekîneyên Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê û herweha yên Artêşa Azad ya Sûriyê, kirin bin destê xwe de. Ji kêmayî sih û şeş şervanên YPG li gor agahiyên rêxistinê jiyan ji dest dan. Agahiyên girêdayî hejmara rastî ya qurbaniyan ji herdû alian peyda nebûne.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê şibata (February) 2014ê - Di 15ê şibata 2014ê de Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li hemû bajarên mezin yên herêmên ku bêhtiriya rûniştiyên wan Kurdin bi boneya salvegera girtina rêberê PKK Ebdula Ocelan xwenîşandanin li darxist, ku bi hezara di wan de beşdar bûn. Endamên PYD li gelek cihan, bi taybetî li Amûdê, Tirbespiyê, Girkê Legê û Dêrikê ji dikanciyan bi rêya bafleyan xwest ku ew dikanên xwe bigrin. Wan ew tehdîd kirin, ku eger li dijî daxwazê rabûn, girtinê »bi rêya şoreşgeran icbar bikin«.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê şibata 2014ê - Di 14ê şibata 2014ê de ji kêmayî sê kes di pey teqîna erbeyeke bombekirî de li Tirbespiyê birîndar bûn. Sedemên teqînê ne diyarin.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê şibata 2014ê - Di 9ê şibata 2014ê de rêvebiriya demkî ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Dirbêsiyê bi rêya şaredariya Dirbêsiyê danasînek belavkir, ya ku her karekî avakirinê ya bê destûr dike bin cezayê. Destûrên avakirinê li bi pereyan dide.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê şibata 2014ê - Di 30ê çileya paşîna 2014ê de karmendên Asayişê,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Omera, sih kîlometir li bakurê Efrînê, Mihemed Arif Çemo, Salih Hemîd Çemo, Serbest Ebdo Çemo û Xebat Mihemed Çemo revandin. Ehmed Horîk Çemo karî bireve Turkiyê. Her pênc pismam endamên Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar in.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê şibata 2014ê - Ji 13 heta 15ê şibata 2014ê de pevçûnên giran li taxa erebî Xiwêran li Hisiça di nav Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û hêzên rêjîmê de pêk hatin. Artêşa sûrî bi mûşekên erd-erd êrîşî xaniyên nişteciyan kir. Bêhtiriya xelkên sivîl hîn di roja yekê de ya pevçûnan de dev ji taxa pevçûnê  berdan. Niha tax di bin destê AAS de ye, pevçûnên biçûk hîn hene. Xiwêran navenda serhildana erebiye li dijî rêjîmê li bajarê Hisiça.

ShareThis

KURDWATCH, 19ê şibata 2014ê - Di 11ê şibata 2014ê de endamên rêvebiriya demkî ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Dirbêsiyê ji hemû xwediyên dikanan bi rêya haydanekê xwest, ku ew destûrên kar yên dikanên xwe di nava rojekê de li gor yasaya Rojava (mebest Rojavayê Kurdistanê ye) li şaredariya Dirbêsiyê derxînin. Nexuaye bê mebest bi »yasaya Rojava« çiye. Tê texmînkirin ku mebest »destûra rojavayê Kurdistanê« ye ya ku ji aliyê PYD ve hatiye nivîsîn, lê hîn nehatiye weşandin.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê şibata (February) 2014ê - Di 8ê şibata 2014ê de şufêrê erebeyekê di pey teqîna madeyeke teqînok de ku li ser aliyê kolanekê li Qamişlo hatibû veşartin hat kuştin. Sedemên teqînê ta niha nediyarin.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê şibata (February) 2014ê - Di 7ê şibata 2014ê de çend sed alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Qamişl protesto kirin. Di nav beşdarên xwenîşandanê de bi taybetî endamên komên ciwanan hebûn, yên Encûmena Niştimanî bûne. Xwenîşanderan daxwaza çareserkirina pirsa kurdî di çarçoveya danûstandinên aştiyê yên Cenfê de û piştgiriya xwe ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî re nîşandan.

ShareThis

KURDWATCH, 11ê şibata (February) 2014ê - Di 27 û 28ê çileya paşîn û di 2ê şibata 2014ê de li rojavayê bajarê Girê Sipî pveçûn çêbûn di nav Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û herweha yekîneyên Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê. Dewleta Islamî destê xwe daniye ser bajarê Girê Sipî, di dema ku YPG çend gundên kurdî li rojavayê bajêr cihê xwe girtiye. Çend kuştî û birîndar hebûn, hejmara lêhûrbûyî ne diyare.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê şibata (February) 2014ê - Di 2ê şibata 2014ê de Civata Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ew endamên xwe dûrkir, yên ku di Rêvebiriya Demkî ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de beşdar bûn. Yên dûrkirî evin: Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê (navê berê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê [Kongir]) ya Mihemed Mûsa Mihemed, Partiya Demokrata Çep a Kurdî li Sûriyê (navê berê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê [komîteya navendî] ya Salih Gedo herweha endamê serbixwe Ekrem Hiso.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê şibata (February) 2014ê - Di 22ê çileya paşîna 2014ê de çend dest ji alîgirên Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê beşdarî kombûnekê bûn li Tel Temrê. Xwenîşanderan daxwaza »federaliyê li Kurdistana Sûriyê« kirin û piştgiriya xwe ji nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî di danûstandinên aştiyê de li Cenfê nîşandan.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê şibata (February) 2014ê - Di 22, 23 û 24ê çileya paşîna 2014ê de Tevgera Ciwanên Kurd xwenîşandan li darxistin li Tirbespiyê, Girkê Legê, Çil Axa, Dêrik û Efrîn. Bi sedan alîgirên wê beşdar bûn di kombûnana de û piştgiriya xwe ji nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî di danûstandinên aştiyê de yên Cenfê nîşandan û »pejirandina mafên Kurdan li Cenfê« xwestin.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê şibata (February) 2014ê - Di 24ê çileya paşîna 2014ê de karmendên Ewlekariya Dewletê Ehmed Mihemed Ebas (jidayikbûn, li Kobaniyê) di otêlekê de li Qamişloyê girtin. Ebas li Kurdistana Iraqê kar dikir û berê wî li mala wî ya li Kobaniyê bû. Sedemên girtinê hîn ne diyarin.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê şibata (February) 2014ê - 29ê çileya paşîna 2014ê de endamên Asayişê,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Memdûh Mihemed Xelîl (jidayikbûn 1966 li Amûdê, zewicî, şeş zarok) li Amûdê revandin. Xelîl endamê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar e.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê şibata (February) 2014ê - 23ê çileya paşîna 2014ê de di pey teqîna erebeyeke bombekirî de sê rêwîyan jiyan ji dest dan, kesin din jî birîndar bûn. Sedemên teqînê nediyarin.

ShareThis

KURDWATCH, 3ê şibata (February) 2014ê - Di 15e çileya paşîna 2014ê de di çarçoveya binaxkirineke girseyî de ya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), yên ku li Tel Hemîs û Tel Birakê [agahiyên bêhtir] hatî kuştin Delîl Riyad Xelîl (jidayikbûn li Qamişlo) yê panzdehsalî jî hat bingorkirin. Binaxkirina fermî ji aliyê PYD piştrast dike ku YPG zarokên leşker jî tecnîd dike.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê çileya paşîna (January) 2014ê - Di 21ê çileya paşîna 2014ê de kesên nenas li Dêrikê fîşek li ser nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar teqandin.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê çileya paşîna (January) 2014ê - Di şeva 23 li ser 24ê çileya paşîna 2014ê de nivîsgeha Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Girkê Legê ji aliyê kesên nenas ve hate şewtandin. Komîteya herêmî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî di ragehandinêkê de êrîş şermezarkir.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê çileya paşîna (January) 2014ê - Di 20ê çileya paşîna 2014ê de bi dehan alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî beşdarî kombûnekê li Dirbêsiyê bûn. Beşdaran daxwaza »Federalî ji bo Kurdistana Sûriyê« kirin û piştgiriya xwe ji nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî di axavtinên aştiyê de yêen Genfê dan xuyakirin.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê çileya paşîna (January) 2014ê - Di 15ê çileya paşîna 2014ê de Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) şêniyek ji bo sih û neh şervanên wê yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku li Tel Hemîs û Tel Birakê hatibûn kuştin li darxist. Nêzîkî destek şervanên dî jî berî wê li deverin din hatibûn veşartin. YPG heta niha ne ragehandiye bê çend şervanên wê li Tel Hemîs û Tel Birakê [agahiyên bêhtir] bi tevayî jiyan ji dest dane. Di axavtinên ku di dema şêniyê de hatin xwendin Encûmena Niştimanî ya Kurdî wekû »xayin« hate destnîşankirin. Ew hatin tewanbarkirin, helwestek ne kafî zelal li hemberî islamiyan li Tel Birak û Tel Hemîsê standibin û lewra hevparên guneha kuştina şervanên YPG ne.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê çileya paşîna (January) 2014ê - Di 17ê çileya paşîna 2014ê Rêxistina Niştîmanî ya Ciwanên Kurd bang kiribû ji bo derketna ser kolanê li Qamişlo ji bo serbestberdana endamê wê Emîr Hamid [agahiyên bêhtir] yê ku bi rêya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatibû revandin herweha ji bo serbestberdana girtiyên kurd di zindanê rêjîmê de. Di cihê wê de wê di heman rojê de xwenîşandaneke hevbeş bi rêxistineke ciwanan ya nêzîkî PYD re birêve bir, ku çend dest çalakvan beşdar bûn. Li gel ku rêvebiran biryar dabûn, ti alan ne hildin, hejmarek mezin ji alên PYD dihatin dîtin. Herweha di 17ê çileya paşînê de du xwenîşandanên Tevgera Ciwanên Kurd li Qamişloyê û li Dêrikê li dar ketin. Li Qamişloyê çend hezar çalakvan beşdar bûn. Beşdarên herdû xwenîşandanan daxwaza serbestberdana girtên Kurd ji zindanên rêjîm kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê çileya paşîna (January) 2014ê - Di 12ê çileya paşîna 2014ê de yekîneyên islamî û herweha Yekîneyên Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) êrîşên xwe bi aliyê bajarê Qamişloyê berdewam kirin [agahiyên bêhtir]. Ji çend gundên di bin deste wan de nêzîkî sih kîlometrî li başûrê bajêr mûşekên erd-erd ber bi aliyê firkoxaneya Qamişloyê hatin teqandin. Ji kêmayî sê mûşek li taxên jiyanê yên nêzîk ketin. Xaniyek hat xirakirin, mêrek bi sivikî birîndar bû.

ShareThis

KURDWATCH, 22ê çileya paşîna (January) 2014ê - Piştî ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) mecbûr bûbûn xwe ji Tel Hemîs û Tel Birakê bikşînin yekîneyên islamî û yekîneyên Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) di 7ê çileya paşîna 2014ê bê serkeftin hewl dabûn, destê xwe deynin ser çend gundan di nav Tel Birak û Qamişloyê. Di nav de ev gundên han bûn, ku Ereb û Kurdan li wan dijîn, Tel Amir û Tel Diyab (bîst û pênc kîlometr li başûrê Qamişloyê).

ShareThis

KURDWATCH, 21ê çileya paşîna (January) 2014ê - Di 31ê çileya pêşîna 2013ê de Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Efrînê kombûnek piştî demek kin ji destpêkirina wê bi dawî kir. Di nav çil û pêncî çalakvanî xwe komkirbûn û duruşmên li rexnegirên rêjîmê bang dikirin. Xwenîşdan hatibû amadekirin ji aliyê Hevrêziya xwendekarên Efrînê, Hevrêziya Azadî ya Efrînê herweha Hverêziya Ciwanên Efrînê. Li gor gotinên nepiştirast revandin bi rêya Asayişê, hêza ewlekariya PYD, hebûn.

ShareThis

KURDWATCH, 19ê çileya paşîna (January) 2014ê - Di 12ê çileya paşîna 2014ê de Amir Hamid Ehmed (jidayikbûn 1976, zewicî, pênc zarok), endamê Rêxistina Niştîmanî ya Ciwanên Kurd li Dirbêsiyê, ji aliyê Asayişê ve,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), hat revandin.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê çileya paşîna (January) 2014ê - Di 31ê çileya pêşîna 2013ê de endamên Asayişê,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), destê xwe datîne ser saloneke şahiyan li Dêrikê. Berî wê wan çend caran ji mustismirê wê xwestibûn ku neh sed û pêncî hezar lîreyên sûrî wekû pereyên istismarê bide Asayişê. Mustesmir Ismaîl Mustefa Hacî, endamê komîteya herêmî yê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar, ji KurdWatch re ragehand: »Nirxê salona istismarkirî salane sê sed û pêncî hezar lîreyên sûrî ne. Lê ji ber min gelek mesref di avakirinê de kiriye,  şaredariyê heta niha pereyên istismarê ji min nestand. PYD nedixwest kaxezekê jî ku belgeya wergirtina pereyan e, bide min.«

ShareThis

KURDWATCH, 16ê çileya paşîna (January) 2014ê - Di 13ê çileya paşîna 2014ê de karmendên Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Qamişlo Mihemed Beşar Behlewî, naskirî bi navê Pêşewa Behelwî (jidayikbûn 1988 li Qamişlo), rojnamevanê kenala televizyona kurdî-iraqî Rûdaw, girtin. Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) da xuyakirin ku ewê hertiştî bike ji bo serbestberdana wî - lê heta niha hewldanên wê bê serkeftinin. Rûdaw berdewam bi awayekî rexnegirî li hember çalakiyên PYD weşanê dike.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê çileya paşîna (January) 2014ê - Di 7ê çileya paşîna 2014ê de Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) deriyê sînor yê Sê Malka li rojhilatê Dêrikê dîsa vekir. Wekû karmendên sînor kesên ji aliyê Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistanê û herweha ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve bicihkirî kar dikin.

ShareThis

KURDWATCH, 11ê çileya paşîna (January) 2014ê - Di 7ê çileya paşîna 2014ê de rêberiya giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di nivîsekê de bidawîbûna operasyona Tell Hemîs û Tel Brakê ragehand. Di nivîsê de hatye ku armanca operasyon ne bindestkirin û azadkirina herdû bajaran bû, lê bêhêzkirin û tirsandina hêzên radîkal. Li gor çend çavkaniyan çend dest şervanên YPG di pevçnan de jiyana xwe ji dest dan. Yekîneyên Artêşa Bergiria Niştîmanî (mîlîşyeke rêjîmê), ya ku ji xwe bê hêz bû, piştî çend rojan ji destpêkirina operasyonê xwe ji pevçûnan kişandibûn. Herweha rêjîmê ne li gor planan êrîşên ezmanî destpênekiribûn. Tê texmîn kirin, ku rêjîmê nedixwest hejmarek mezin ji qurbaniyan bikevin di nav eşîrên ereb vê deverê ku hevalbendên rêjîmê ne. Çalakvanekî ji KurdWatch re ragehand: »Me ne bawere, ku PYD li Tel Hemîs û Tel Brakê şerkir ji bo islamiyan bêhêz bike. Bêhtiriya Tel Hemîs û Tel Brak deverên erebî ne û ji PYD re ne balkêşin. PYD li dijî islamiyan şer dike, gava ew hêza wê li deverên kurdî bikin cihê pirsê, yan jî na. Wan li şer kir ji ber rêjîmê bangkir wan.« Li Tel hemîsê ne tenê şervanên Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê li dijî YPG şerkirin, lê yekîneyên nêzîkên Artêşa Azad ya Sûriyê jî, mîna Ehrar el-Şam. Lê li dijberî bajarên mîna Heleb, Idlib û Reqayê yekîneyên nêzîkî AAS li dijî Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê şer dikin.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê çileya paşîna (January) 2014ê - Di 1ê çileya paşîna 2014ê de Asayişê,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), fermana »biryara bicihanînê a hejmar 2« da şaxên xwe ji bo ji partiyên cuda, bi taybetî PYD, bixwazin, ku ew avahiyên dewletê yên ku ji aliyên wan ve hatine bidestxistin, radestî Asayişê bikin. Bêhtirê partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî herweha PYD di nîvê 2012ê de gava rêjîma sûrî ji herêmên kurdî vekêşa bû, avahiyên dewletê bindest kiribûn, ew ji wê demê ve wan bikar tînin.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê çileya paşîna (January) 2014ê - Di 1ê çileya paşîna 2014ê de rêberiya giştî ya Asayişê li rojavayê Kurdistan bi rêya »biryara bichanînê a hejmar 1« ferman da hemû nuqteyên kontrolê, ku belavkirina madeyên arîkariyê rawestînin, eger destûr ji Desteya Kurdî ya Bilind bi dezgehên berpirs re tinebe. Desteya Kurdî ya Bilind, hevbendiyeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistanê, ji nêzîkî salekê ve ne çalake. Sedemên biryarê wisa tên şirovekirin, ku gelek madeyên arîkariyê dikevin dest komên islamî de.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê çileya paşîna (January) 2014ê - Di 31ê çileya pêşîna 2013ê de rêberiya giştî ya Asayişê li rojavayê Kurdistanê li Amûdê biryareke lêborîne imze kir ya ku li gor wê bi sedan kesên ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatine girtin gereke serbest bên berdan. Boneya biryarê cejnên zayîna Mesîh, sersal û cejna Êzî ya Êzîdiyan e. Ciwan Ibrahîm, serokê Asayişê, ji ajanseke nûçeyan re ya nêzîkî PYD idîa kir ku zêdeyêi 300girtî ê bên berdan. Ew bi xwe li gor lihevkirina Erbîlê bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî gereke hemû girtiyên siyasî yên li cem PYD serbest bên berdan. Lê çend siyasetmedarên PYD demeke kin piştî imzekirina peymanê idîa kiribûn ku tenê cinayetkar di zindanên Asayişê de hene, lê ne girtiyên siyasî.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê çileya paşîna (January) 2014ê - Di 28ê çileya pêşîna 204ê de  Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Artêşa Bergiriya Niştîmanî (mîlîşyeke rêjîmê), herweha artêşa sûrî êrîşeke leşkerî ya mezin destpêkirin li dijî yekîneyên islamî li Tel Hemîs (çil kîlometr li başûrê Qamişlo) û li Tel Birak (sih kîlomtr li rojavayê Tel Hemîsê). Di rojên di pey re wan dest danîn ser çend gund li hawîrdorê deverên binavkirî. Li gel ku kanala dewletê ya sûrî dîmenên vîdyo yên leşkerên xwe li eniyên binavkirî weşandin, PYD her rengê hevrêziyê bi rêjîmê re wek derew binav dike. Li gor hin agahiyên ku nehatî piştrastkirin bi dehan kes ji herdû aliyan hatine kuştin. Bêhtirê rûniştiyên devera bûyerê eşîrên erebin.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê çileya paşîna (January) 2014ê - Di 23ê çileya pêşîna 204ê de li nêzîkî Xerbet el-Benat (bîst û pênc kîlometr li rojavayê Serê Kaniyê) pevçûn pêkhatin di nav yekîneyên islamî û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de. Di pevçûnan de ji kêmayî du şervanên YPG jiyan ji dest dan. Agahiyên bêhtir girêdayî hejmara kuştiyan nînin.

ShareThis

KURDWATCH, 2ê çileya paşîna 2014ê - Di 28ê çileya pêşîna 2013ê de Xalid Temo, arîkarê serokê Encumena Gel ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li taxa Qidûrbegê ya Qamişloyê bi teqîna bombeyekê, ku bi binê erebeya wî ve hatibû zeliqandin, birîndar bû. Sedemên êrîşê nediyarin.

ShareThis

KURDWATCH, 2ê çileya paşîna 2014ê - Di 25ê çileya pêşîna 2013ê de nêzîkî deh kesan li garaca basan ya Efrînê di teqîna erebeyeke bombekirî de birîndar bûn. Sedemên teqînê ne diyarin.

ShareThis

KURDWATCH, 1ê çileya paşîna 2014ê - Di 24ê çileya pêşîna 2013ê de nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî herweha yên Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistan axavtinên xwe yên heftrojî bidawî kirin, bêyî ku çareseriyeke diyar ji bêhtirê astengiyên heyî re peyda bikin. Hat li hev kirin ku deriyê sînor yê Sê Malka sînorkirî bê vekirin, hemû girtiyên siyasî yên li ba Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bên serbest berdan herweha komîteyeke mafnasan ya yazdeh endam ji bo lêkolînê bê damezrandin, ev komîte dê di nav de rûdanên Amûdê [agahiyên bêhtir] lêbikole. Herweha gereke mafê partiyan yê karê azad bê garante kirin. Ne diyare bê çawa ev daxwazên han ê bên bicihanîn ji ber rastiya ku Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistan û tiştek ji lihevkirinên Hewlêrê [agahiyên bêhtir] bi cih neanîye. Li gor Mustefa Cuma, sekreterê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê, Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistan tenê dixwest ku li aliyekî Encûmena Niştimanî ya Kurdî Birêvebiriya Demkî ya Encumena Gel bê merc bipejirîne, û li aliyê dî ku Desteya Kurdî ya bilind ya ji nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û yên Encumena Gel dîsa bê çalakkirin û nûnerên Desteyê  di kongireyê aştiyê de yê Genfê yê çavlirê beşdar bibin. Di rastiyê de me tenê li ser wê yekê li hev kiri: »Eger tevaya rikebiriya sûrî li Genfê parçekirî be, mafê herdû encumenaye ku ew jî beşdar bibin. Lê eger hevbendiyek yekbûyî ya rikebirê bi rêjîmê re kete axavtinan de, divê PYD tevlî rikebiriyê bibe. Eger wê nikarî vê yekê bike, Encûmena Niştimanî ya Kurdî dikare bi navê Encumena Gel li Genfê biaxive.« Wisa Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistanê karî li Hewlêrê bi ser keve, gava Encûmena Niştimanî ya Kurdî piştgiriya beşdarbûna wê li Genfê bike. Wekî dî ta niha ne deriyê sînor yê Sê Malka hatie vekirin, û nejî girtiyên siyasî hatine berdan. Çalakvaneî ji KurdWatch re ragehand: »PYD ê idîa bike, ku ti girtiyên siyasî nînin, lê tenê yên cezayê girtîne. Yan ewê xelkê serbest berde, ji bo roja dî wan dîsa bigre. Bawerî bi PYD nabe«.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]