KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 

KurdWatch, 29ê şibata (February) 2016ê – Di nav 16 û 24ê adara 2016ê de yekîneyên çekdar yên rikebiriya Sûriyeyê wargehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li taxa Şêx Meqsûd, ya ku bêhtir Kurd li wir dijîn, bombebarankirin. Gelek vîdyo yên ku li ser Youtubê hatine weşandin nîşan didin, bê çawa tax bi mûşekên, bi xwe hatine çêkirin, tê bombebarankirin. Ji ber mûşek bê sîstemên rastkirina rê ne di gelek caran de ew li xaniyên jîndariyê dikevin. Li gor agahiyên YPG bîst û çar kesên sivîl hatin kuştin û du sed û pêncî kes birîndar bûn.

ShareThis

KurdWatch, 31ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Di 23ê çileya pêşîna 2015ê de leşkerên tirk girek li nêzîkî sînorên Tirkiye-Sûriyeyê li cem Sermesaxê (deh kîlometran li rojavayê Dêrikê) bindest kirin. Li nêzîkî Letîfiyê jî (sê kîlometran li rojhilatê Qamişloyê) artêşa Tirkiyeyê ketin axa Sûriyeyê. Di 24 û 25ê çileya pêşînê çend dest kes li nêzîkî Sermisaxê li dijî derbasbûna Tirkiyeyê protesto kirin.
Encûmena Niştîmanî ya Kurd di ragehandineke çapemeniyê de di 24ê çileya pêşînê de ji desthilata Tirkiyeyê xwest ku hêzên xwe vegerînin herweha danûstandinên aştiyê bi Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) re li Tirkiyê dest pê bikin. Di ragehandineke Şepêla Pêşerojê ya Kurd li Sûriyeyê ya Siyamend Haco ya 26ê çileya pêşînê de li gel vekêşana hêzên tirkî daxwaz dike ku PKK jî ji Sûriyeyê xwe bikşîne. Derbasbûna Tirkiyê weke encameke lojîk ya hebûna Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Sûriyê tê dîtin. Di 27ê çileya pêşînê de Hêzên Sûriya Demokrat yên bêhtir di bin destê PYD ya ku berî demeke kin hatiye damezirandin [agahiyên bêhtir] kiryara Tirkiyeyê şermezar kirin û derbasbûna ser erdên Sûrî rexne kirin.

Di 26ê çileya pêşîna 2015ê de Tirkiye beşek ji leşkerên xwe ji Sermisaxê vekişand.

ShareThis

KurdWatch, 31ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Di 28ê çileya pêşîna 2015ê de Dadgeha Gel ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Qamişloyê biryar da rojnamevan Ferîdûn Qiço (jidayikbûn 1982, zewicî, du zarok) ji zindanê serbest berde. Karmendên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD Qiço di 26ê çileya pêşînê de ji ser cihê karê wî li Amûdê revandibûn. Ew kar dike ji bo malpera Yekîtî Medya ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê. Qiço ji Amûdê biribûn Qamişloyê, berî serbestberdana wî ew bi tevayî bîst û çar rojan li zindanê hûcreyek bû. Ta niha ne diyar, ka girtina wî bi êrîşa hakeran li ser Yekîtî Medya ve girêdayî ye [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KurdWatch, 30ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Di 27ê çileya pêşîna 2015ê de Hêzên Demokrat yên Sûriyê yên nêzîkî PYD ervanên Dewleta Islamî (DI) ji devera li hawîrdora berava Tişrîn ya ji hêla stratêcî giring (şêst kîlometr li başûrê Kobanî) dûrkirin. Hêzên nêzîkî PYD karîn wisa ji bo cara yekê deverên li qeraxa rojava ya Firatê bindest bikin.

ShareThis

KurdWatch, 30ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Di 15 û 17ê çileya pêşîna 2015ê de partiya Baas ya serok Beşar Elasad karî li bajarên ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tên birêvebirin Dêrik, Rimêlan, Qamişlo û Serê Kaniyê konferansên parçeyên xwe yên herêmî li dar bixin. Kesên kombûyî daxwaza başkirina rewşa jiyanê li wan bajaran kirin û sipasiya piştgiriya xelkên parêzgeha Hisiça ya artêşa sûrî kirin.

ShareThis

KurdWatch, 29ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Di 8ê çileya pêşîna 2015ê de karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), êrîşî odeyên nivîsgeh û deverên kar yên dezgeha arîkariyê ya Bihar li Efrînê kirin. Li gor agahiyên dezgeha alîkariyê di êrîşê de panzdeh karmendên Bihar herweha çar çalakvanên ku ne karmendên dezgehê ne ji aliyê Asayîşê ve hatin girtin. Herweha laptop, kamera û kaxez bi xwe re birin. Di roja dî de dokotrek hat revandin, yê ku xudan nexweşxaneyekê li Efrîne bû, ya ku ji aliyê Bihar ve dihat bikaranîn. Di 16ê çileya pêşînê de dezgeha arîkariyê ragehand ku di kesên dawî ji bi tevayî bîst kesên girtî serbest hatin berdan. Li gor jêderên din bi tevayî bîst û du kes hatin revandin, yek ji wan, Berxwedan Mustefa yê endamê rikebiriyê, hîn di bin zordariya Asayîşê de ye. Di ragehandinekê Rêvebiriya Kantona Efrîne, ya ku ji aliyê PYD ve hatiye danîn, di nav de »têkilî bi komên dijminên Rêvebiriya Xweser, belavkirina derewan li ser rêvebiriyê herweha qaçaxçî û firotina madeyên arîkariyê« wekî sedemên revandinê hatin binavkirin. Dezgeha arîkariyê li ser malpera xwe da naskirin, ku nivîsgeh û navendên tenduristiyê li Efrînê ji ber sedemên ewlekariyê heta demeke nenas dê  girtî bimînin û hemû bernameyên alîkariyê bi rengekî demkî dê bên rawestandin. 

ShareThis

KurdWatch, 29ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Di 16ê çileya pêşîna 2015ê de rêxistina arîkiyariyê ya Kurdistana federal, Dezgeha Xêrxwaziya Berzanî li bajarên cuda yên deverên kurdan madeyên arîkariyê bi arîkariya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li ser kesên hewcedar belavkirin. Li Temrê belavkirin li destpêkê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hate qedexekirin. Çar endamên Mala Gel ya PYD daxwaz ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî kirin, wêneyên Mele Mustefa Berzanî yên li ser erebeyan rakin herweha lîsteyekê bi navên wan malbatan bidin, yên ku gereke arîkarî ji wan re here. Encûmena Niştimanî ya Kurdî destpêkê mecbûr ma erebeyê ber bi Qamişlo vegerîne. Piştî çend rojan madeyên arîkariyê karîn li Tel Temrê bên belavkirin, bê ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî daxwazên PYD bicih bîne. 

ShareThis

KurdWatch, 28ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Di 21ê çileya pêşîna 2015ê de encûmena rewayî ya Rêvebiriya Demokrat ya Xweser ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, reşnivîsa qanûneke medyayê weşandin. Reşnivîsa qanûnê kontrolkirina fereh ya medyayên çapkirî, medyayên dijîtal, medyayên dengî herweha yên dîtî li Cizîrê dide ber çav. Herweha damezirandina »encûmeneke medyayê« li ber çav e, ya ku xwedî mafên berfireh in. Encûmena medyayê dikare ne tenê rojnamevanan herdem ji bo axavtinê vexwîne, lê herweha xwedî maf e, ku wan mecbûrî binavkirina jêderên xwe bike. Eger encûmena medyayê ragehandinên rojnamvanî mîna »agahiyên şaş« binirxîne, ew dikare cezayên pereyan yên bilind li xwediyên wan bibire, kar qedexe bike û medyaya ku di wê de agahî hatiye weşandin, ji bo demeke naskirî yan demeke vekirî bigre. Dadgeheke serbixwe tevlî nabe. Herweha li gor qanûnê hemû medya, malperên facebookê jî di nav de, divê xwe li cem encûmena medyayê qeyd bikin.

ShareThis

KurdWatch, 24ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Ji demek zû ji piştî nîvro ya 22ê çileya pêşîna 2015ê Amir Murad, sernivîserê radyoya »Hêvî« ya serbixwe li Qamişloyê, ji aliyê Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hatiye girtin. Murad çûbû cem Asayîşê, piştî ku karmendên hêza ewlekariyê di neamedekariya wî de hatibû cihê karê wî, ji bo wî bigrin. Destpêkê hat gotin, ku tenê saetekê vepirsîn bi Murad bê kirin, dûvre gotin ku ew ê piştî çil û heşt saetan bê serbestberdan. 

Çalakvanên li wir bawer dikin, ku bi revandinê çavên karmendên »Hêvî« dê bên şikenandin. Çalakvanekî texmîna sedemên wê ji KurdWatch re wiha şirove kir: »Di 12ê çileya pêşîna 2015ê de ji nişka ve nivîsek ne rast li ser malpera radyoya Hêvî hat gotin ku rêberê Asayîşê, Ciwan Ibrahîm mir. Koma karmendên Hêvî nûçe yekser rakir û ragehand, ku malpera wê hatibû hak-kirin û ew ji bo nûçeyê ne berpirsiyar e. Li gel wê jî PYD ragehand, ku Hêvî bîne ber dadgehê. Tiştê ecêb di rûdanê de, ew e ku heman tişt bi Yekîtî-Media re pêk hatiye, ya ku PYD hertim rexne dike. Ev jî hatibû hakkirin, li vir jî heman nûçeya nerast hatibû weşandin, li vir jî gereke dozek li dadgehê bê vekirin. Min bawer e PYD bi xwe malper hak kiribûn û nûçeyên nerast weşandin, ji bo bahaneyek di dest wan de hebe, li dijî Yekîtî-Media û Hêvî rabe. Çîrok çavikenandine ne tiştekî dî.«

Radyoya Hêvî niha nikare malpera xwe bi rê ve bibe, ew ji aliyê kesên Hakervan ve tê birêvebirin. 

ShareThis

KurdWatch, 23ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Di 16ê çileya pêşîna 2015ê de Mensûr Asalum, hevserokê Rêvebiriya Demokrat ya Xweser, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, lêborîn xwest ji bo êrîşa Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên YPD li ser nuqteyeke rêberiyê ya Ketîbeya Siwar Arreqa, ya Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) [agahiyên bêhtir]. Wî rûdan mîna şaşîtî destnîşan kir. Asalum herweha tewanbarî red kir, ku Girê Sipî ji aliyê Tirkan, Iraqî û Îraniyan tê birêvebirin.

ShareThis

KurdWatch, 23ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Di 17ê çileya pêşîna 2015ê de Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Girkê Legê bi boneya »roja ala Kurdî« kombûnek li darxist, ya ku nêzîkî hezar kes tê de beşdar bûn. Karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), bê ku serkevin hewldan xwepêşandanê bi erebeyên avê davêjin belav bikin. Piştî dawîbûna kombûnê wan çend kesên amadekar revandin, di nav wan de Xelîl Osê, serokê komîteya herêmî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Girkê Legê.

Serok Mesûd Berzanî di nameyekê de ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî re êrîş şermezar kir.

ShareThis

KurdWatch, 22ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Di 19ê çileya pêşîna 2015ê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û Navenda Operasyonan ya azadkirina Helebê, kombûnek ji Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û komikên rikebiriyê yên islamî ji bilî Dewleta Islamî (DI) peymanek ji bo deverên pevçûnan li Heleb û Efrînê imze kirin. Di wê de herdu aliyan soz dan hemû pevçûnan rawestînin û çûn û hatina kesên sivîl û mîlîsan di nav Şêx Meqsûd û Efrînê vekin. Şervanên herdu aliyan gerek e vegerin deverên xwe. PYG wisa berdewam dibe di rêvebiriya Şêx Maşûq de. Herweha şervanên herdu aliyan gerek e vegerin deverên xwe. YPG wiha berdewam dike di birêvebirina Şêx Meqsûd de. Yekîneyên Parastina herweha soz didin deriyekî di nav Şêx Meqsûd û deverên di bin destê rêjîmê de bigrin. Divê komîteyeke hevbeş çavdêriya girtinê bike. Herweha dîsa ji mafê milîsên Navenda Operasyonan ya azadkirina Helebê ye, bikevin rojhilatê Şêx Meqsûdê de. Herweha divê ji kêmayî nuqteyeke rêvebiriyê ya hevbeş bê sazkirin. Peymaneke mîna vê berê di 3ê çileya pêşînê de hatibû imzekirin [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KurdWatch, 22ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Di 13 û 15ê çileya pêşîna 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li gundê Siwêdîkê yê ku nêzîkî sih kîlometran li rojhilatê Çil Axa dikeve êrîşî gelek xaniyan kirin û neh mêrên ciwan ji bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên YPG bizorê kirin leşker. Piştî çend saetan gelek mirovên wan li ber navenda Asayîşê kombûn û daxwaza serbestberdana kesên revandî kirin. Gava Asayîşê daxwaz bicih neanîn, mirovan êrîşî navendê kirin û her neh mêr azad kirin. PYD di pey re elektrîk û ava li ser gund qut kir û qund bi xwe jî ji hawîrdor qut kir. Sibeha 14ê çileya pêşînê Asayîşê dîsa ji kêmayî heşt gundî revandin. Kesên revandî ev in: Behzad Reşko, Xeşman Caralah, Cemîl Husam, Salih Bedr, Salih Cundî, Xalid Hesen, Salih Ehmed Silêman û Ehmed Carelan. Asayîşê li ser malpera xwe ya facebokê qala rûdanê kir û wêneyên çek, teqemenî û dermanan belavkirin, yên ku li Siwêdîkî hatibin girtin. 

ShareThis

KurdWatch, 20ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Di 14ê çileya pêşîna 2015 de Mustefa Elhabal, şervanê ketîbeya Siwar Areqa, ya girêdayî Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS), li ser nuqteyeke rêvebiriyê ya ketîbeya xwe li nêzîkî gundê Enter, yê ku deh kîlometran li başûrê Girê Sipî dikeve bi fîşekan hate kuştin. Du şervanên din birîndar bûn. Kesên êrîşvan li gor gotinan du şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ne, yên ku bi motoran di nuqteya rêvebiriyê de bûrîbûn û gule li ser çavdêrên nuqteyê barandibûn. Koma Eşîrên Reqayê di pey wê re di 15ê çileya pêşîna 2015ê de ragehandinek belav kirin, ku di nava çil û heşt saetan de radestkirina kujeran xwestin. Di ser re ji YPG tê xwestin, dev ji deverên wan berdin [agahiyên bêhtir]. Kom YPG tawanbar dike ku ew rûnitiyên ereb bi rengekî sîstematîk penaber dike ji gundên hawîrdorê Suluk û Girê Sipî û ji wan daxwaz dike, rêvebiriya Girê Sipî bide rûniştiyên wê. Girê Sipî niha ne ji aliyê Sûriyan tê birêvebirin, lê ji aliyê Kurdên ji Turkiye, Iraq û Iranê. Di ragehandinê de lêkolîneke sîstematîk ya binpêkirinên mafên mirovan yên YPG ji aliyê lîstikvanên navneteweyî mîna Amnesty International û Netewên Yekbûyî tê xwestin.

Di dawî de komê ragehand ku eşîrên Reqayê li hember siyaseta penaberkirinê ya YPG bê bersivdan namîne. 

ShareThis

KurdWatch, 18ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Di 5ê çileya pêşîna 2015ê de Koma Eşîrên Reqayê li Suluk kombûnek li dijî siyaseta Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li dar xist. Di kombûnê de nêzîkî sê sed mêr beşdar bûbûn. Di ragehandinekê de wan daxwaza ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) kirin, dûrî ji deverên wan bimînin herweha »mucrimên, ku berpirsyar in di ber êrîşan [bêhtir nehatî şirovekirin]«, di nava çil û heşt saetan de bên radestkirin. Herweha hate xwestin ku »kurên eşîrên Reqayê[yên ereb] li ber penaberkirina sîstematî ji Suluk û Girê Sipi dê bê bersiv nemînin«.

YPG di hezîrana 2015ê de bajarê Gire Sipi û hawîrdorê wê standibû [agahiyên bêhtir], ji wê demê ve ew bi binpêkirinên giran yên mafên mirovan tê tawanbarkirin, ji aliyê Amnesty International ve.

ShareThis

KurdWatch, 18ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Di 3ê çileya pêşîna 2015ê de Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Siwar Xelef Biro ednamê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, piştî du hefteyan serbest berda. Biro di 22ê çiriya paşîna 2015ê de ji ser cihê karê xwe li Qamişloyê ji aliye karmenden Asayîşê ve hatibû revandin. Wî li destpêkê biribûn zindanek li Dirbêsiyê, li wir ew bi şeş çalakvanên dî re ketibû gireva birçîbûnê de. Ev kesên han bûn: Heysem Heso, Mihemed Hisên, Serbest Fehîm, Kazim Ehmed, Izedîn Mele û Ferhad Kemal. Di gireva birçîbûnê de nexweşê gurçikan Kamîran Şêxo û Ebdilxenî Qerê jî beşdar bûbûn. Di 2ê çileya pêşîna 2015ê de Biro rêkirin Qamişloyê. Girev piştî serbestberdana wî jî berdewam dibe, wisa Biro ji KurdWatch re ragehand. Herweha wî ragehand, di herdu zindanan de wî bi tevayî yazdeh kes dîtin, yên ku di dema xwepêşandanên Encûmena Niştîmanî ya Kurd de di çar hefteyên çûyî de ji aliyê Asayîşê ve hatibûn revandin.

ShareThis

KurdWatch, 16ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Li gor agahiyên şahidan du firokeyên ku li Rûsyayê hatin çêkirin di eva 2 li ser 3ê çileya pêşîna 2015ê de pênc heta deh pakêt li ser taxa bajarê helebî Şêx Meqsûd re avêtin, ya ku di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de ye. Di nav 27ê çiriya paşînê û 2ê çileya pêşîna 2015ê de pevçûn di nav YPG û komikên islamî de pêk hatibûn [agahiyên bêhtir]. Nexuya ye eger ew firoke yên hêza ezmanî ya Sûriyeyê yan ya Rûsyayê bûn. Tê texmînkirin ku madeyên hatibûn avêtin çek û teqemenî bûn.

ShareThis

KurdWatch, 16ê çileya pêşîna (December) 2015ê – style="font-size: 14px;">Di 8 û 9ê çileya pêşîna 2015ê de Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Dêrikê civînek bi rê ve bir, ya ku di çarçoveya wê de kombûnek rikebiriya sûrî ya nû, »Encûmena Sûriya Demokrat« hate damezrandin. Bi tevayî 103 nûner, bêhtirê wan ji rêxistinên nêzîkî PYD, di kombûnê de beşdar bûn. Encûmena ku dê nûnertiya Hêzên Demokrat yên Sûriyê jî bike ji çil û du kesan pêk tê. HDS berî demeke kin hatibû damezrandin [agahiyên bêhtir]. Heysem Mena, endamekî rêber yê berê yê Komîteya Hevrêziyê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat [agahiyên bêhtir], û Ilham Ehmed di 12ê çileya pêşînê de wekî hevserokên encûmenê hatin hilbijartin.

Di heman demê de li Riyadê, paytexta Erebîstana Sûûdî, kombûneke komên rikebiriya Sûriyeyê hate li darxistin. PYD ji bo wê kombûnê nehatibû vexwendin, lê Komîteya Hevrêziyê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat, ya ku PYD endamê wê rêxistinê ye. Şeş cih ji Komîteya Hevrêziyê re hatibûn terxankirin, lê ti yek ji wan bi dest PYD neketibûn.

ShareThis

KurdWatch, 14ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Di 10ê çileya pêşîna 2015ê de Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Qamişloyê bi boneya roja navnetewî ya mafên mirovan kombûnek li dijî siyaseta Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li darxist. Nêzîkî heşt sed kes di çalakiyê de beşdar bûn. Kesên axaftvan li dijî siyaseta dibistanan ya PYD herweha li dijî leşkerkirina bi zorê rawestiyan û daxwaza serbestberdana girtiyên siyasî kirin.

ShareThis

KurdWatch, 13ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Di çiriya paşîna 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li bajarê Efrînê gelek mêrên ciwan bê ser û ber li ser kolanan bi zorê kirin leşker. Herweha mêrên ciwan ji xanî û malên xwe hatin revandin, wek nimûne li Şadiyayê, sih kîlometran li bakurê rojavayê Efrînê. Di 3ê çileya pêşîna 2015ê de ji kêmayî çar mêr li gundê Saxnak ya ku deh kîlometran li bakurê Efrînê dikevê bi zorê kirin leşker.

ShareThis

KurdWatch, 13ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Di 27ê çiriya paşîna 2015ê de şervanên komên islamî Hereket Ehrar Aşam û Ehrar Sûriya muheleyk ji bîst û çar saetan dan Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ji bo dev ji taxa Helebî Şêx Meqsûd berdin ya ku ji aliyê mîlîsên wê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), tê kontrolkirin. Di nav 28ê çiriya paşîn û 3ê çileya pêşîna 2015ê de bi mûşekên erde-erd êrîşî taxê kirin. Li gor agahiyên YPG di êrîşan de çar kesên sivîl hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn. Di 3ê çileya pêşînê de YPG û Navenda Operasyonan ya azadkirina Helebê, kombûnek ji Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û komikên rikebiriyê yên islamî ji bilî Dewleta Islamî (DI) peymanek imze kirin. Di vê de herdu aliyan soz dan hemû pevçûnan rawestînin. Şervanên herdu aliyan gerek e vegerin deverên xwe. PYG wisa berdewam dibe di rêvebiriya Şêx Maşûq de.

ShareThis

KurdWatch, 13ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Di 3, 4 û 7ê çileya pêşîna 2015ê de karmendên polîsên leşkerî yên rejîma Sûriyeyê li navenda bajarê Qamişloyê mêrên ciwan ji bo artêşa Sûriyeyê kişandin leşkeriyê. Navenda bajêr di bin destê rejîmê û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de ye. Hejmara hûr ya kesên leşkerî nînin. Herweha ne diyar e, eger Ereb û Kurd jî hatine leşkerkirin. Ji destpêka leşkerkirinên bi zorê ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di nîvê 2014ê de rejîmê li herêmên bêhtir kurd li wan dijî gelekî kêm kurd kişandin artêşê. Rewş li bajarên din wek Heseke cuda ye.

ShareThis

KurdWatch, 13ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Di 10ê çileya pêşîna 2015ê de di di sê teqînên bombeyan de li Tel Temrê bîst û heşt kes jiyana  xwe ji dest dan, zêdeyî sed kesên din birîndar bûn, hin ji wan bi giranî. Hemû bombe di erebeyên parkkirî de hatibûn danîn. Bombeyek di kolaneke sûkê ya jîndar de teqiya, ya diwan li cem navendeke Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ya sêyan li cem nuqteyeke kontrolê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD. Li gor agahiyên Rêvebiriya Demokrat ya Xweser ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn tenê kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Girêdayî nasnameya kesên birîndar ti agahî nînin.

ShareThis

KurdWatch, 12ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Di 29ê çiriya paşîna 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) rojnamevan Gulal Hisên Mihemed (naskirî wek Gulal Liyanî), ji xaniyê dê û bavên wî li Girkê Legê revandin. Liyanî ji bo televîzyna rikebiriya sûrî Orient News kar dike, ya ku karê wê ji aliyê Rêvebiriya Demokrat ya Xweser ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê PYD ve hatiye danîn di 4ê tebaxa 2015ê de hatibû qedexekirin [agahiyên bêhtir]. Berzan Mihemed, birayekî kesê revandî, ji KurdWatch re ragehand: »Agahî li cem me hene, ku Asayîşê birayê min biriye Rimêlanê.«

ShareThis

KurdWatch, 11ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Di bombebarankirina deverên nêzîkî bajarokê Elhewla (çil kîlometran li rojhilatê Hisiça) ji aliyê hevpeymaniya bi rêberiya WY di 7ê çileya pêşîna 2015ê de li gor îdîayan heta bîst û şeş kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Berdevkekî hevpeymaniyê ragehand, ku, eger tewan bawermend derketin, lêkolîneke heman pirsgirêkê dê dest pê bike û encamên wê bên weşandin. Dever destpêka çiriya paşîna 2015ê ji aliyê Hêzên Demokrat yên Sûriyê, yên ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bêhtiriya wê ne, hatin standin [agahiyên bêhtir].  Hevbendiya leşkerî ya binavkirî bi hêzên hevpeymaniyê re hevrêziyê dike, di nav de kordînatan radest dike, li ser bingehê wan hevpeymanî êrîşên xwe yên ezmanî li dijî Dewleta Islamî (DI) birêve dibe. Çalakvanên ereb YPG tewanbar dikin, ku ew vê yekê xirab bikar tîne, ji bo tolê ji kesan û komikan hilde, yên li dijî wê rexnegir in.

Çalakvanên mafên mirovan ji devera Girê Sipî, ku ew jî ji aliyê YPG ve hatiye standin, ji KurdWatch re piştrast kirin, ku YPG li wir jî rûniştiyên gundan ditirsîne û dijûna dixwe ku kordînasyonên gundên wan bide hevpeymaniyê. Amnesty International tewanên mîna vê hildide.

ShareThis

KurdWatch, 11ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Di çiriya paşîna 2015ê de KurdWatch ji Muxtar û rûniştiyên hilbijartî yên bi tevayî heftê û heft gundî li Cizîrê vepirsî, çend mirov ji destpêka tevlîheviyên 2011ê ve dev ji gundan berdane. Çardeh gund li deverên hawîrdorê Dirbêsiyê bûn, heft li deverên hawîrdorê Serê Kaniyê, panzdeh li deverên dora Amûdê û çardeh li deverên dora Hisiça. Berî adara 2011ê bi tevayî 38 616 kes li wan gundan dijiyan, di çiriya paşîna 2015ê de tenê 13 860 (36 ji sedî) bûn. Bi tevayî 64 ji sedî ji xelkê li gor vê reviyane. Di çardeh gundên li dora Hisiça, ku li wan pevçûnên cengî pêk hatibûn, ji 2 890 mirovên ku wê demê li wan dijîn tenê 220 kes (nêzîkî ji sedî 8) mabûn.

Li gor agahiyên xelkên mayî herweha yên muxtaran malbat û mirovên temenmezin bêhtir çûne basûr û bakurê Kurdistanê, le mirovên ciwan ber bi aliyê Ewropa ve. Bi giştî niha bi rengekî ne li gor rêjeyê gelek mirovên mezin li gundan dijîn. Hejmara Kurdên reviyayî jî li hember xelkên ereb yên reviyayî ne li gor rêjeyê bilind e - li hin gundên di eslê xwe de ereb-kurd îro teqrîben tenê rûniştiyên ereb dijîn. Xiristiyanî û Êzîdî teqrîben bi temamî dev ji gundên herêmê berdane. 

Wekî sedemên revîna rûniştiyên gundên ku li devera Hisiça hatin vepirsî di serî de pevçûnên cengî hatin binavkirin. Li deverên dî wekî sedemên revînê hatin bilêvkirin tinebûna imkana çandiniyê, bê av û elektrîkê, herweha ji bo mêrên ciwan metirisiya leşkerkirina bizorê di Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de. Herweha rûniştiyên gundan gotin ku PYD hin gundên ku bêhtiriya xelkên wê rexnegiriên PYD bûn, bi temamî ji tevna elektrîkê qut kirin.

ShareThis

KurdWatch, 10ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Di 5ê çileya pêşîna 2015ê de Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Dirbêsiyê xwepêşandanek li darxistin li dijî siyaseta Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD). Li ser plakatan nêzîkî du sed beşdar li dijî siyaseta dibistanan ya PYD herweha li dijî leşkerkirina bizorê rawestiyan û daxwaza serbestberdana girtiyên siyasî yên PYD kirin. Alîgirên PYD xwepêşandaneke dijber li dar xistin. Karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên PYD hiştin ku herdu kom ji hev dûr bimînin. Pevketin çênebûn. Lê wêneyên vîdyo yên xwepêşandana Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji aliyê du karmendên ajansa nûçeyan Hawar (ANHA) ya nêzîkî PYD ve hatin kişandin. Li gor çalakvanan ev yek pir caran pêk tê ji bo naskirina beşdarên xwepêşanan ji aliyê PYD ve.

ShareThis

KurdWatch, 8ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Di 29ê çileya pêşîna 2015ê de li gundê El-Agîbaş (du kîlometran li rojavayê Tel Temrê) li nêzîkî nuqteyeke kontrolê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) erebeyeke bombekirî ya parkkirî teqiya. Li gor agahiyên YPG sê şervanên wê birîndar bûn. Agahiyên, ku diwanzdeh şervanên YPG hatin kuştin, nikarîn bên piştrastkirin.

ShareThis

KurdWatch, 8ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Di hevpeyvîneke Sunday Timesê, ku 6ê çileya pêşîna 2015ê de hatî weşandin serokê Sûriyeyê Beşar Al-Assad ragehand, ku ne wek serokwezîr David Cameron 70 000 çeteyên sûrî yên nerm hene, û ne jî 7 000 yan jî deh. Li ser pirsa, ew çawa Artêşa Azad ya Sûrî (AAS) û Kurdan texmîn dike, wî ragehand: »Kurd û artêşa Sûrî, li heman deveran, bi hev re li dijî terorîstan şer dikin. [...] Em ji wan re çekan rêdikin. Em heman tiştî bi gelek komên dî re li Sûriyê dikin, ji ber em nikarin artêşa Sûrî rêkin hemû deverên Sûriyê.« Ji ber Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hêza kurd a çekdar ya tenha ne li Sûriyê, mebest ji »Kurdan« dikare tenê ew bin.

ShareThis

KurdWatch, 7ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Di 24ê çileya paşîna 2015ê de du kesên nenas ji şofêrê taksiyê Silêman Osman Silêman (endamê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye [PDK-S]) xwestin ku wan bigihîne gundê Dûdan, yê ku li ser sînorê Tirkiyeyê dikeve. Çend kîlometran li derveyî bajêr wan Silêman mecbûrkirin erebeyê rawestîne, di bin çekan de wan çavên wî girtin û li wî dan. Silêman ji KurdWatch re ragehand: »Kesên ez revandim li min dan û dijûn xwarin, ku min bikujin, eger ez careke dî PYD rexne bikim.«

Roja berî wê pevçûnek di nav Silêman û karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), de çêbûbû. Erebeyeke Asayîşê li pêş taksiya Silêman ajotibû û wî li totîkê dabû ji bo ew rê vekin. Di pey re pevçûneke gotinan di nav wan de çêbûbû û Silêman biribûn mexfera Asayîşê. Piştî saetek ew dîsa serbest hatibû berdan.

ShareThis

KurdWatch, 3ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Di şeva 19 li ser 20ê çileya pêşîna 2015ê de leşkerên tirk li gor ajansa nûçeyan Hawar (ANHA) ya nêzîkî PYD çend saetan bi çekên sivik li ser bajarê Girê Sipî teqe kirin. ANHA ji 24ê cotmehê ve qalagelek êrîşên artêşa tirk li ser wargehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) kir: Di 24ê cotmehê de li ser Kobaniyê, di 20ê cotmehê de, 11 û 17ê çireya pêşînê de li ser deverên li rojavayê bajarê Serê Kaniyê, di 25, 27 û 29ê cotmehê de herweha di 17ê çiriya paşînê de li ser wargehên YPG li Girê Sipî. Kuştî û birîndar tinebûn, ji ber PYD li teqînan venegrand, ji bo gurkirin çênebe. Piştrastkirina van rûdanan ji aliyê cihên serbixwe nînin.

Desthilata tirk ragehand, ku wê YPG li Cerabulsê bombebaran kiriye, gava wê hewl da ber bi bajarê ve derbas bibe. Cerablusa ku di nav Kobanî û Efrîn dikeve û hawîrdorên wê ji bo YPG ji hêla stratejî giring in: eger YPG van deveran bike bin destê xwe de, dê deverên bêhtir kurd li wan dijî Kobanî û Efrîn bi hev ve bên girêdan. YPG dê piştî standina Girê Sipî, devereke bi hev ve girêdayî ji Eyn Dîwerê heta Efrînê birêve bibe. 

ShareThis

KurdWatch, 3ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Piştî standina bajarê Girê Sipî bi rêya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di hezîrana 2015ê de mekanîker Beşar El-Hisên ji ber tawana avakirina madeyên teqînok di erebeyan de ji bo Dewleta Islamî (DI) hat girtin. Di girovereke gengeşiyê de ya kenala Orient di 28ê cotmeha 2015ê de Umer Elûş, berpirsê siyasî yê Girê Sipî û kevnekadroyê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ragehand ku hatiye naskirin, ku El-Hisên bê guneh e û loma dê bê azadkirin. Destpêka çileya pêşîna 2015ê çalakvan Subhî Suker Elûş giha Ruhayê. Suker pirsa serbestberdana bichnehatî ya El-Hisên kir. Di pey re Elûş ragehand: »El-Hisên ne gunehbar e. Lê dîsa em nikarin wî serbest berdin, ne piştî [çalakvanê mafê mirovan] Ehmed Hec Hisên ev halet belav kir, di televizyonê de li ser axivî. Evê wisa bê xuyakirin, weke ku em ji ber zextê wisa dikin. Lewra ew ê derengtir bê serbestberdan.«

ShareThis

KurdWatch, 1ê çileya pêşîna (December) 2015ê – Ji 20 heta 24ê çileya pêşîna 2015ê kongireya çardehan ya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê li dar ket. Ebdilhemîd Hecî Derwêş wekî sekreter hat binavkirin. Hecî Derwêş, yê ku di sala 1957an de hevdamezrênerê partiyê bû, sekretere ji sala 1970î. Di ser re biryar hat standin, ku partiya Pêşverû inîsiyatîfekê dest pê bike ji bo sazkirina navendeke biryarên siyasî yên kurdî, ya ku partî û hêzên siyasî ji nav û ji derveyî Encûmena Niştimanî pê ve girêdayî bin. Herweha komîteya navendî kar stand ji bo pêşxistina imkanên têkiliyên nû bi Rêvebiriya Demokrat ya Xweser, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn.

ShareThis

KurdWatch, 30ê çiriya paşîna (November) 2015ê – Di 20ê çileya pêşîna 2015ê de Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Hisiçayê xwepêşandanek li dijî siyaseta Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) pêkanî. Nêzîkî sed beşdar protestokirin, di nav de, li dijî leşkerkerina b izorê, siyaseta dibistanan, standina nerewa ya xaniyan herweha li dijî desthilatdariya zordar li deverên kurdan bi giştî. Karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên PYD êrîşî xwepêşanderan kirin û kombûn belav kirin. Fesla Yûsif, cîgira serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û endama nivîsgeha siyasî ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtiî ya Demokrat) ya Kamîran Hec Ebdo, di çapemeniyê de ragehand, Asayîşê sixêfên kirêt li beşdarên xwepêşandê kirin û li wan dan û pê re cudahî nexistin di nav mêr û jinan de. Beşek ji êrîşvanan endamên Asayîşê bûn, lê cilên sivîl li xwe kiribûn. Di xwepêşandanê de li gor daxwaza birêvebiran tenê kesên zêdeyî çil salî beşdar bû, ji bo wisa yên ciwan nikarîbin bi zorê bên leşkerkirin.
Yûsif berdewam kir û got ku du karmendên Asayîşê qebûl nekirin êrîşî xwepêşanderan bikin. Wan Yûsif parastin heta rewş aram bû.

ShareThis

KurdWatch, 30ê çiriya paşîna (November) 2015ê – Di 13ê çiriya paşîna 2015ê de çend sed alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî termên sê pêşmergeyên rojava, yên ku di azadkirina Şingalê (Kurdistana Iraqê) de ji aliyê Dewleta Islamî (DI) ve hatibûn kuştin, ji deriyê sînorê yê Sê Malka li nêzîkî Dêrîkê bi aliyê Qamişloyê birin. Çend nuqteyên kontrolê yên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), rê li ber Şînîyê wisa girtin ku ew êvarê dereng giha Qamişloyê. Li gor agahiyên şahidan li ser nuqteyên kontrolê çend caran mêrên ciwan bi zorê kirin leşker.

Di 14ê çiriya paşînê de du kesên kuştî li Amûdê û yek li Qamişloyê hatin veşartin. Berî wê Asayîşê hişyarî da welatiyên bajarê Amûdê ji bo di kombûnan de beşdar nebin. Li gor idîayan agahî hebûn ku erebeyek bombekirî dê li bajêr biteqe. Di 13 û di dema binaxkirinê de di 14ê çiriya paşînê de gelek kes ji nav şînîyê hatin revandin. Ew hatin tawanbarkirin bi beşdariya di xwepêşandanên nedestûrkirî de. Bi tevayî Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya ku kiryara PYD şermezar kir, navên panzdeh kesan belavkir, yên ku di şîniyê de hatin revandin yan bi zorê bûn leşker. 

ShareThis

KurdWatch, 30ê çiriya paşîna (November) 2015ê – Di 4ê çiriya paşîna 2015ê de endamên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Meysa Mihyedîn Akirman (jidayikbûn 2002 li Amûdê) ji dibistana wê li Amûdê revandin. Hogirên wê yên dibistanê ji malbatê re gotin ku Meysa bi endamên PYD re dev ji dibistanê berda. Endamên malbatê di heman rojê de li ber navendeke Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên PYD protesto kirin û bê encam daxwaza vegerandina keçikê kirin. Herweha serdanek ji Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) yên PYD bê encam ma. YPJ red dike tiştekî li ser keçikê bizane. Lê lêkolînên dî yên malbatê dan xuyakirin, ku keça wan li wargeheke YPH li nêzîkî Dêrikê ye.

ShareThis

KurdWatch, 28ê çiriya paşîna (November) 2015ê – Di 25ê çiriya paşîna 2015ê de helîkopterên leşkerî yên tirk li ser deverên kurdî li dora bajarên Çil Axa û Rimêlan herweha çend zeviyên petrolê yên nêzîk firîn. Zeviyên petrolê ji aliyê rêjîma sûrî ve tên birêvebirin û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) wan diparêze. Rêberiya giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD di heman rojê de di ragehandinekê de dijûn xwar eger rûdan dîsa pêk hat ew ê êrîşî helîkopteran bike.

ShareThis

KurdWatch, 25ê çiriya paşîna (November) 2015ê – Di 11ê çiriya paşîna 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Ibrahîm Yûsif Ferh (zewicî, çar zarok) li ser nuqteyeke kontrolê li Tirbesipiyê desteser kirin û revandin. Ferho, yê ku endamê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ye, di heman rojê de di xwepêşandaneke Encûmena Niştimanî ya Kurdî de beşdar bûbû û wêneyên wê girtibû.

ShareThis

KurdWatch, 23ê çiriya paşîna (November) 2015ê – Di 17ê çiriya paşîna 2015ê de Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) kombûnek li Qamişlo birêve bir. Nêzîkî du sed kesên beşdar, li gor ajansa nûçeyan Hawar (ANHA) ya nêzîkî PYD, li dijî »kuştarên li dijî gelê Kurd li Turkiyê«, yên ku ji aliyê desthilata tirk pêk tên, protesto kirin. Ti plakat yan lafîte nehatin hildan, lê gelek alên rêxistinên nêzîkî PYD.

ShareThis

KurdWatch, 23ê çiriya paşîna (November) 2015ê – Di 20ê çiriya paşîna 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), rojnamevan Jîndar Barakat ji qehwexaneyeke internetê li Hisiça bi xwe re birin. Berekatê ku ji malpera internetê Yekîtî Mîdya ya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê kar dike, berî kêlîkekê wêneyên xwepêşandaneke rexnegira PYD girtibûn. Ew piştî sê saetan dîsa hat serbestberdan. Laptopa wî, ya ku berî wê ji wî hatibû standin, li wî hat vegerandin. Lê hemû dosyayên li ser kompûterê hatin avêtin. Telefona wî ya destan lê venegerandin.

ShareThis

KurdWatch, 20ê çiriya paşîna (November) 2015ê – Di 13ê çiriya paşîna 2015ê de Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Qamişlo xwepêşandanekê li dijî siyaseta Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) birêve bir. Li ser plakatan kesên beşdar, di nav de, li dijî siyaseta dibistanan, li dijî leşkerkirina zorê, li dijî standina qedexe ya xanî û erdan bûn û li dijî rêber totaliter ya tenha li deverên kurdî bi giştî. Nêzîkî hezar kes beşdarî xwepêşandanê bûn. Karmendê Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên PYD gelek mêrên ciwan li hawîrdora xwepêşandanê bi zorê kirin leşker.

ShareThis

KurdWatch, 20ê çiriya paşîna (November) 2015ê – Di bîranîna agirê sînemaya Amûdê di 13ê çiriya paşîna 1960î de, ya ku tê de çend sed zarokên dibistanan jiyana xwe ji dest da bûn, wezareta çandê ya rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, nîşandaneke nîgarkêşiyê birêve bir. Hejdeh hunermendên ku li Kantonê dimînin di »parka şehîdan« ya Amûdê de hev dîtin, li cihê berê yê sînemaya şewitî. Bi heman boneyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî di 12ê çiriya paşîna 2015ê de şahiyeke bibîranînê birêve bir. Di kombûnê de nêzîkî du sed kes tev lê bûn. Ti rûdan nehatin qeydkirin. 


Heta niha bêhtirê partiyên kurdî li Sûriyê bawer dikin ku agirê sînemayê ji ber êrîşeke desthilata sûrî bû. Lê lêgerînên KurdWatch [nivîserê daxîne] li dijî vê şiroveyê ne.

ShareThis

KurdWatch, 19ê çiriya paşîna (November) 2015ê – Di 26ê cotmeha 2015ê de Feysel Mustefa Heco li Kobaniyê li ber cihê serekî yê rêvebiriya demkî ya Kantona Kobanî, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, ji bo protesto şewitand. Berî wê hemû hewldanên wî bi ser neketin, ku karibe keça xwe (jidayikbûn 1984) bibîne, ya ku tevlî Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bûbû. Çalakvanekî ji KurdWatch re ragehand ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD sixêf li bav kiribe û ew riswa kiribe, bavê ku du kurên wî li cem YPG ne. Feysel Mustefa Heco di 1ê çiriya paşînê de li nexweşxaneyekê li Tirkiyeyê ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da. Serokê komîteya rêvebiriyê ya demkî ya Kantona Kobaniyê, Ismaîl Şêx Hesen, Heca ji bernameya radyo ya Dengê Emerîka re mîna »dîn« destnîşan kiribû.

ShareThis

KurdWatch, 19ê çiriya paşîna (November) 2015ê – Di 11ê çiriya paşîna 2015ê de Telal Elî Silo, berdevkê çapemeniyê yê Hêzên Demokrat yên Sûriyê, bindestirina devera Xatûniyê herweha gola bi heman nav ya ku nêzîkî pêncî kîlometran li rojhilatê Hisiça dikeve ragehandin. Silo herweha ragehand ku ji destpêka operasyonên Hêzên Demokrat yên Sûriyê li dijî Dewleta Islamî (DI) [agahiyên bêhtir] evaya ji pêncî gundî li rojhilatê Hisiça hatiye derxistin. Agahiyên artêşa WY vê daxuyanî piştrast dikin.

ShareThis

KurdWatch, 19ê çiriya paşîna (November) 2015ê – Di 12ê çiriya paşîna 2015ê de Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Qamişloyê xwepêşandanek birêve bir. Beşdar plakat hildan, yên ku bi wan piştgiriya xwe ji bo siyaseta dibistanan ya PYD nîşan dan. Di heman demê de ew li dijî xwepêşandanên rexnegirên PYD bûn yên ku di rojên dawî de li cihên cuda ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî hatin lidarxistin [agahiyên bêhtir]. Li ser plakatekê hatibû nivîsîn »Erê û hezar erê ji bo planên fêrkirinê û ji bo felsefe û îdyolojiya rêber Apo« û Evdila Ocalan, serokê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) mezin didîtin. Û bêhtir: »Şermî ji bo Encûmena Niştimanî ya Kurdî«. Li destpêka xwepêşandanê zarokên dibistanan birêve diçûn, hin ji wan cilên leşkerî li xwe kiribûn.

ShareThis

KurdWatch, 17ê çiriya paşîna (November) 2015ê – Di 7ê çiriya paşîna 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Dêrikê vepirsîn girêdayî xwepêşandanên rojên dawî vekirin bi endamê nivîsgeha siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) Mihemed Elî , endamên PDK-S Besê Ebdê û Umer Ismaîl herweha bi Fadî Merê re, endamê Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûriyê ya Narîn Metînî ye. Dijûn li dijî wan hate xwarin, ku bên revandin, eger ew xwepêşandanan li dar bixin, bê ku berî wê destûrnameyê ji rêvebiriya PYD bistînin.

ShareThis

KurdWatch, 17ê çiriya paşîna (November) 2015ê – Di 9ê çiriya paşîna 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Kawa Ismaîl û Mehmûd Liyanî ji qehwexaneya internetê ya Ismaîl li Dêrikê revandin. Piştî çar saetan herdu kes çend kîlometran li derveyî bajêr dîsa hatin serbestberdan. Berî wê bi çavên girêdayî ew hatibûn îşkencekirin, telefonên wan yên destan ji wan hatibûn standin. Kawa Ismaîl endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdî her weha yê Tevgera Ciwanên Kurd e, Mehmûd Liyanî endamê Tevgera Ciwanên Kurd e.

ShareThis

KurdWatch, 17ê çiriya paşîna (November) 2015ê – Di 9ê çiriya paşîna 2015ê de alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Dêrikê li dijî siyaseta Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) xwepêşandanek li dar xistin. Ew xwepêşandana rexnegira PYD ya çaran bû di hundurê heftiyekê de li herêmên di bin rêvebiriya PYD de. PYD di heman cihî xwepêşandaneke dijber li darxist. Alîgirên PYD êrîşî çend xwepêşanderên Encûmena Niştimanî ya Kurdî kirin, bê ku Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên PYD bikevin navberê. Ajansa Hawarê ya nûçeyan (ANHA) ya nêzîkî PYD dûv re idîa kir ku beşdarên xwepêşandana Encûmena Niştimanî ya Kurdî li hev dû dane. Piştî rûdanan Encûmena Niştimanî ya Kurdî rêya xwepêşandana xwe guhert.
Karmendên Asayîşê gelek xwepêşanderên aliyê dî teftîşkirin û telefonên wan yên destan ji wan standin. Herweha rê nedan rojnamevanan, ku sûretên xwepêşandanê bigrin. Rojnamevanekî televizyona ARK TV, ya nêzîkî Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) lêdan xwar, herweha kamêreya wî ji wî standin.
Di heman dema xwepêşandanê de Asayîşê li nêzîkahiyê mêrên ciwan bi zorê kirin leşker ji bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD.

ShareThis

KurdWatch, 14ê çiriya paşîna (November) 2015ê – Serokê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê Ebdilhemîd Hecî Derwêş, li Silêmaniyê serdana nûneriya rêvebiriya demkî kir, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn. Wisa di 4ê çiriya paşîna 2015ê de ajansa Hawar ya nûçeyan (ANHA), ya ku nêzîkî PYD ye, ragehand. Wî bi boneya hevdîtinê ragehand, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD li »Rojava« (Kurdistana Sûriyê) xudan hêzeke leşkerî ya rewa ye. Partiya wî li dijî her komeke leşkerî ye, ya ku tevlî PYD nebe. Di heman rojê de Partiya Pêşverû ev rêzkirin red kir. Ebdilhemîd Hecî Derwêş li Silêmaniyê tenê got, ji bo ku YPG bi rastî nûnertiya gelê Kurd bike, divê PYD dev jê berde, gel bi tenê bi rê ve bibe.

ShareThis

KurdWatch, 12ê çiriya paşîna (November) 2015ê – Di 7ê çiriya paşîna 2015ê de Encûmena Niştimanî ya Kurdî xwepêşandanek li Çil Axa li dijî siyaseta dibistanan ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li dar xist [agahiyên bêhtir]. Di xwepêşandanê de nêzîkî hezar kes beşdar bûn. Karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), rê li ber xwepêşanderan girtin, demeke kin wisa xuya dikir ku rewş dê gur bibe. Lê dûv re hin beşdarên xwepêşandanê hişyariyên hişmendiyê dan û ji kesên dî xwestin ku ew vegerin, di pey re komên xwepêşanderan ber bi paş ve vegeriyan. Di dema xwepêşandanê de karmendên Asayîşê gelek kes teftîş kirin û telefonên wan yên destan standin.

ShareThis

KurdWatch, 9ê çiriya paşîna (November) 2015ê – Di 1ê çiriya paşîna 2015ê de karmendên Asayîşê, li Qamişloyê gelek mêrên ciwan bê ser û ber li ser kolanan bi zorê kirin leşker. Her wekî li ser meydana Sebi Behrat li nava bajarê Qamişlo leşkerkirin birêve çû. Di 4ê çiriya paşînê de gelek mêrên ciwan li Girkê Legê jî hatin leşkerkirin. Agahiyên hûrbîn yên hejmara kesên bizorê bûn leşker nînin.

ShareThis

KurdWatch, 8ê çiriya paşîna (November) 2015ê – Rêdur Xelîl, berdevkê çapemeniyê yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), di 16ê cotmeha 2015ê de li ser konferanseke çapemeniyê li Qamişlo ragehand, ku axavtinên serokê hevbeş yê YPD Salih Muslim, yê ku YPG çek ji hevbendiya navnetewî standiye, »tenê nerîna wî ye«. Salih Muslim zêdegavî kirine û li ser tiştna axiviye, ya ku agahiyên wî li ser wan nîne. Wî berî wê ji çapemeniyê re ragehandibû, ku DYE pêncî tonên teqemeniyê ji bo YPG û hevkarên wê re avêtibû, ji bo ew bi wan li dijî Dewleta Islamî (DI) şer bikin. Şandinên din yên çekan gereke birê de bin. Berdevkên YPG Xelîl bi xwe ti agahî nedan, bê çi ji madeyên şer hat yên ku li ser parêzgeha Hisiça hatibûn avêtin, lê girêdayî vê ragehandina fermî ya Waşîngtonê destnîşankir.

Berdevkê wezareta bergirî ya DYE ragehandinên destpêkê serrastkiribû û ragehandibû, ku çek tenê ji komên ereb re bûn û mîna çavlirê gihabûn armanca xwe. Vekişandina gotinan mîna haydariya li hember hestdariya Turkiyê tên dîtin [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KurdWatch, 8ê çiriya paşîna (November) 2015ê – Piştî ku li destpêkê nûnerên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) herweha berdevkê Artêşa DY piştraskiribûn, ku di 11ê cotmeha 2015ê de çek û teqemenîyên ku li ser parêzgeha Hisiça hatibûn avêtin [agahiyên bêhtir] ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD ve hatibûn komkirin, herdu aliyan ev gotin kişandin. Pentagonê ragehand, ku şande tenê ji komên erebî re bûn û ti nîşan nînin ku komin dî ew yek bidest xisitine. Nûnerên yekîneyên ereb di nav Hêzên Demokrat yên Sûriyê [agahiyên bêhtir] yên ku PYD bêhtiriyê di nav de gotin ku wan çek û teqemenî nestandine. Wan nedizanî jî kîjan mîlîsan çek wergirtine, ji bilî »belkî hevkarên me yên Kurd.

Turkiyeyê berî wê dijûn hem li hember DYE û hem li hember Rûsyayê xwaribû, ku deverên di bin destên Kurdan de li ser sînorê wê fereh nekin. Serokwezîrê tirk Ahmet Davutoğlu herweha dijûn li dijî PYD xwaribû ku li bersiv bide, eger çekên ji aliyê Emerîkiyan hatin wergirtin bikevin destên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) de.

ShareThis

KurdWatch, 8ê çiriya paşîna (November) 2015ê – Di 31ê çiriya paşîna 2015ê de hevbendiya leşkerî ya nû ya ku bêhtiriya wê ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) e ya bi navê Hêzên Demokrat yên Sûriyê [agahiyên bêhtir] destpêka êrîşên »azadkirina herêma başûrê parêzgeha Hisiça« ragehand. Di 1ê çiriya paşîna 2015ê de şervanên Hêzên Demokrat yên Sûriyê êrîşî Dewleta Islamî (DI) li nêzîkî El-hawla kirin, nêzîkî çîl kîlometran li rojhilatî bajarê Hisiça. Pêşketina li ser devera ku nêzîkî panzedeh kîlometran ji sînorên sûrî-iraqî dûr dikeve piştgirî ji êrîşên ezmanî yên hevbendiya bi rêberiya DY stand.

ShareThis

KurdWatch, 8ê çiriya paşîna (November) 2015ê – Di 27ê çiriya paşîna 2015ê de li Dirbêsiyê karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li gelek dikanan destên xwe danîn ser topên caw yên resmên veşartinê. Sedemên kiryar wisa hatin bilêvkirin, ku ew caw ji bo Dewleta Islamî (DI) tên firotin.

ShareThis

KurdWatch, 8ê çiriya paşîna (November) 2015ê – Di 3ê çiriya paşîna 2015ê de Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Tirbesipiyê kombûnekk li dar xistin, ya ku nêzîkî çarsed kes tê de beşdar bûn. Li ser plakatan ew li dijî siyaseta dibistanan ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) [agahiyên bêhtir] bûn. Karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), kesên beşdar dorpêç kirin. Hejrmarek mezin ji beşdaran hatin teftîşkirin, rê li ber rojnamevanan hat girtin ku wêneyên kombûnê bikşênin. Herweha qedexebû ku bafil li ser kombûnê bên bikaranîn.

ShareThis

KurdWatch, 7ê çiriya paşîna (November) 2015ê – Di 3ê çiriya paşîna 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), rê nedan çend endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd ku ji dergehê sînor yê Sêmalka li rojhilatê Dêrikê herin Kurdistana Iraqê. Di nav koma rêwengiyan de serokê Encûmena Niştimanî, Ibrahîm Biro jî hebû. Encûmena Niştimanî ya Kurd di heman rojê de di ragehandinekê de rûdan wekî »bêberpirsyarî« nîşan da.

ShareThis

KurdWatch, 7ê çiriya paşîna (November) 2015ê – Di 3ê çiriya paşîna 2015ê de partiya Baas ya desthilatdar li meydana Seb-Behrat li herêma ewleyî ya Qamişlo, ya ku nivîsgehên muxaberatên sûrî yên cuda li wir hene, kombûnek pêk anî. Kesên kombûyî xulekek rêz girtin ji bo qurbaniyên ketina firokeyeke rêwengiyan ya rûsî li ser nîvgirava Sînayê.

ShareThis

KurdWatch, 7ê çiriya paşîna (November) 2015ê – Di 4ê çiriya paşîna 2015ê de li nêzîkî avahiyeke birêvebirya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) madeyeke teqînok teqiya, ya ku bi motoreke duteker ve hatibû girêdan. Pêre jineke sivîl birîndar bû.

ShareThis

KurdWatch, 5ê çiriya paşîna (November) 2015ê – Di 28ê cotmeha 2015ê de Asayîş bîst û çar saet dem da endamên Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ji bo nivîsgeha partiyê li Tel Temrê bigrin. Di 29ê cotmehê de avahî hate dorpêçkirin, kesên amade di bin tehdîda zordariyê de ji odeyan hatin derxistin û nivîsgeh li dawî ji aliyê asayîşê ve hate girtin. Nebûna destûrnameyekê ji aliyê rêvebiriya demkî ya PYD wekû sedem hate binavkirin.

ShareThis

KurdWatch, 4ê çiriya paşîna (November) 2015ê – Di 29ê çiriya paşîna 2015ê de Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), bîst û çar saet dem da rêxistina jinan Kolîşîna ya ji partiyan serbixwe li Tel Temirê ji bo nivîsgeha xwe bigre. Roja din Asayîşê karmendên jin yên rêxistinê mecbûr kirin dev ji nivîsgehê berdin û di pey re ode qufle kirin. Tinebûna destûrnameyekê ji aliyê rêvebiriya demkî ya PYD wekî sedem hate binavkirin.

ShareThis

KurdWatch, 4ê çiriya paşîna (November) 2015ê – Di 31ê cotmeha 2015ê de rêvebiriya demkî ya Kantona Kobanî, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, roja 1ê çiriya paşînê wekî »Roja navneteweyî ya Kobanî« ragehand. Di 1ê çiriya paşînê de Tevgera Civaka Demokrat (TEV-DEM) ya ku ji aliyê PYD ve tê birêvebirin bi vê boneyê kombûn li Efrîn û Amûdê li darxistin, di navbera du û sê hezar mirov beşdarî kombûnan bûn.

ShareThis

KurdWatch, 31ê cotmeha (October) 2015ê – Di 28ê cotmeha 2015ê de navenda çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) sazkirina komîteyeke da nasandin, ya ku mijûlî astengiya leşkerkirina temenpiçûkan dike. Di encama karê encûmenê de bîst û yek leşkerên temenpiçûk ji erkê leşkeriyê hatin serbest berdan û ew radestî mirovên wan kirin. Nav nehatin ragehandin. KurdWatch ji çend malbatan pirsî, yên ku zarokên wan yên temenpiçûk ji aliyê YPG ve hatibûn leşkerkirin. Ti yek ji wan ne di nav kesên serbestberdayî de bû.

ShareThis

KurdWatch, 31ê cotmeha (October) 2015ê – Di 22ê cotmeha 2015ê de nêzîkî bîst şagirt bi mirovên xwe re li taxa rojava ya bajarê Qamişlo li dijî biryara Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ya derxistina ji dibistanên xiristiyanî protesto kirin. Xwendekaran daxwaza vegara polên xwe kirin.

ShareThis

KurdWatch, 31ê cotmeha (October) 2015ê – Di 27ê cotmeha 2015ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Serê Kaniyê êrîşî birin ser dikanên ku alkoholê difroşin. Êrîşvanan him şûşeyên vexwarinên alkolê him jî sardapan şikandin. Sedemên êrîşê li gor agahiyên KurdWatch rûdanek bû, ya ku tê de çend şervanên YPG yên serxweş bi hinarên teqînok yên destan birîndar bûbûn.

ShareThis

KurdWatch, 30ê cotmeha (October) 2015ê – Di 21ê cotmeha 2015ê de hevdeh rêxistinên xiristiyan, yên ku li parêzgeha Hisiça kar dikin, di nav wan de heşt dêr, siyaseta Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) şermezar kir. Di ragehandineke hevbeş de hatiye nivîsandin: »Yasaya birêvebirina pereyên kesên ne amade û yên penaberan [agahiyên bêhtir] li dijberî prensîpên mafên mirov û yên welatiya ye. Mafê milkiyeta taybet mafekî kesayetî yê pîroz e û hewldana binavkirina penaberan mîna xayinên welatperwerî û netewê nayê pejrandin. [-] Yasayek mîna vê metirsiyeke demografî ye ji bo xiristyaniyan li Cizîrê.«

Leşkerkirinên bi zorê jî ji aliyê PYD ve [raportê daxîne] hatin rexnekirin: »Ne qebûl e ku welatî di welatê xwe de di heman demê de ji bo du aliyên cuda bi zorê bên leşkerkirin.« Ji bo siyaseta dibistanan [agahiyên bêhtir] di ragehandinê de wiha hatiye gotin: »Tevlîbûna di karên dibistanên dêran de li Cizîrê nayê pejirandin.«

ShareThis

KurdWatch, 29ê cotmeha (October) 2015ê – Di 26ê cotmeha 2015ê de Encûmena Niştimanî ya Kurd li Girkê Legê kombûnek li dijî siyaseta Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li dar xist. Nêzîkî du hezar kes tevlî xwenîşandanê bûn. Kesên axêver di serî de li dijî siyaseta dibistanan ya PYD bûn [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KurdWatch, 29ê cotmeha (October) 2015ê – Di 26ê cotmeha 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Hisiça gelek mêrên ciwan bê ser û ber ji ser kolanan bi zorê kirin leşker. Agahiyên hûrbîn girêdayî hejmara kesên leşkerkirî nînin.

ShareThis

KurdWatch, 26ê cotmeha (October) 2015ê – Di 10ê cotmeha 2015ê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi milîseke xiristyan û hevbendiyeke yekîneyên ereb hevbendiyeke nû bi navê »Hêzên Demokrat yên Sûriyê« damezirand, ji bo bi hev re li dijî Dewleta Islamî (DI) şer bikin. Hevbendî di nîvê cotmehê de ji WYE çek wekî piştgirî stand [agahiyên bêhtir].

Yekîneyên ereb, yên ku bi navê »Hevgirtina Erebî ya Sûrî« tevlî dibin, bi bêhtiriya xwe ew milîsin yên ku berê bi YPG re hevrêzî kirine. Di nav wan de Hêzên Senadîd, milîseke eşîra Şemere, herweha yekineyên Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS), yên ku di çarçoveya kombûna Burkan Elfurat (»Volkana Firatê«) li aliyê YPGê şer kirine [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KurdWatch, 26ê cotmeha (October) 2015ê – Di 19ê cotmeha 2015ê de li Qamişloyê, dibistanên xiristyanî ji hemû xwendekarên kurd xwestin, zarokên xwe êdî neşînin dibistanan. Zarokan agahiyên wisa anîn malê. Karmendeke dibistana Al-hurya ji KurdWatch re ragehand: »Rêveberiya PYD em danîn ber hilbijartina, dersên bi kurdî û bi pirtûkên xwendinê yên PYD bidin zarokên Kurd yan jî wan ji dibistanan derxin«.

ShareThis

KurdWatch, 26ê cotmeha (October) 2015ê – Di 21ê cotmeha 2015ê de encûmena rûsipiyan, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li bajarê Girê Sipiyê hatiye danîn [agahiyên bêhtir] biryar da, ku bajêr û deverên hawîrdor tev li kantona Kobaniyê binin, ya ku ji aliyê PYD ve hatiye sazkirin. Nêzîkbûna coxrafî wekî sedema biryarê hate destnîşankirin. Endamên encûmenê, deh Ereb, sê Kurd, Ermenek û Turkmenek, li ber wêneyeke Ebdulah Ocalan, rêberê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), civîn li dar xistin.

ShareThis

KurdWatch, 21ê cotmeha (October) 2015ê – Piştî bidestxistina Girê Sipî ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve wê encûmeneke rîsipiyan saz kir, ya ku gereke bajêr û deverên hawîrdor bi wê re bi rê ve bibe. Çalakvanên ereb endamên wê tewanbar dikin, »bûkên nav destên PYD de« bin. Gelek endam wekî nêzîkî rêjîmê tên rexnekirin. »Endamên ereb yên encûmenê nûnertiya dengê wan nakin«, wiha çalakvan Ehmed Hec Salih ji KurdWatch re got. Çalakvanekî dî, Subhî Suker, ragehand, encûmena rîsipiyan »ji aliyê ereb ve« nayê pejirandin, di ser de jî ti mafê biryardanê bi wê re nîne: »Rêvebirîya siyasî û ya leşkerî tenê di destê YPG [Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD] û PYD de ne«, wiha Suker.

ShareThis

KurdWatch, 20ê cotmeha (October) 2015ê – Di nav 13 û 16ê cotmeha 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Qamişlo, Dirbêsî, Dêrik herweha li bajarên din yên deverên kurd gelek mêrên ciwan bê ser û ber li ser kolanan bi zorê kirin leşker. Li Qamişloyê Asayîşê fîşek li ser Mihemed Hesen teqandin gava wî hewl da ji ber leşkerkirina bi zorê bireve. Hesen ji ber birînên fîşekan kete nexweşxaneyê de.

ShareThis

KurdWatch, 20ê cotmeha (October) 2015ê – Di 13ê cotmeha 2015ê de Encûmena Niştimanî ya Kurd di ragehandinekê de daxwaz ji hemû »hêzên kurdistanî« herweha ji civaka navnetewî kir ku dawiyekê ji »kiryarên serserî yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD)« re bibînin. Di nav de ev kiryarên han hatin hejmartin »Birçîkirin, tengkirina di hemû warên jiyanê de, leşkerkirina neçar bi hêza çekan, lipeyketin, girtin, standina xanî milkên dî herweha danîna bi zorê ya planên xwendinê yên îdyolojî«.

ShareThis

KurdWatch, 20ê cotmeha (October) 2015ê – Berdana çil û çar kesan ji girtîgehên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), di 5ê cotmeha 2015ê de li Girê Sipî [agahiyên bêhtir], li gor texmînên çalakvanên Ereb tenê çalakiyeke medyayê bû. Çalakvan Ehmed Hec Salih ji KurdWatch re ragehand: »Kesên hatin serbestberdan ji aliyê PYD ve hatibûn girtin tenê ji bo dûvre serbest bên berdan. Girtîyekî ku heftê û neh rojan di zindanê de bû, carekê tenê jî vepirsîn bi wî re nekirin. Ne wî zanî çima ew hat girtin û ne çima ew hat serbestberdan. Yan ji girtiyan qet pirs nekirin yan jî pirsên pêkenok- Gelek girtiyan ragehandin, ku ti vepirsînên dewrî tinebûn. Di dirêjaya dema girtinê de tenê pirsek yan du pirsên kin hebûn, wek, eger ew piştgiriya DI dikin yan kesekî nas dikin yê ku wisa dike.« Li gor texmînên Salih PYD kesên niha serbestberdayî tenê loma girt ji bo wan dûv re karîbe bêje, ku wê kesin serbest berdan, yên ku ti guman li dor wan nînin. Di heman demê de wî ji KurdWatch re ragehand, ku bi tevayî hîn nêzîkî hezar û heşt sed kes ji Girê Sipî û hawîrdor di zindanên PYD de ne li Girê Sipî, Serê Kaniyê û Kobaniyê. Di vepirsînan de hertim îşkence hene.

ShareThis

KurdWatch, 16ê cotmeha (October) 2015ê – Li gor ajansên nûçeyan yên cuda DYE çek û teqemenîyên ku destpêka heftiyê li parêzgeha Hisiça hatin avêtin, ji komên rikebiriya sûrî re rekirin. Çek ji hevbendiya nûhatî damezrandin »Hevbendiya Hêzên Demokrat yên Sûriyê« hatibûn terxankirin. Endamê vê hevbendiyê yê herî girîng Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) in. Piştî ku DYE plana xwe ya avakirina hêzeke sûrî ya taybet rawestandibû, gereke niha ji şerê li dijî Dewleta Islamî (DI) piştgiriya hêzeke ji zêdeyî 20 000 kurd û heta bi 5000 ereb bê kirin. Armanc bidestxisitina bajarê bakurê sûrî Reqa ye, ya ku navendeke girîng ya DI ye.

DYE berê jî di şerê li dijî DI li Kobaniyê piştgirî dabûn YPG bi rêya êrîşên ezmanî. Amnesty International YPG tawanbar dike girêdayî vê yekê binpêkirinên giran yên mafên mirovan li dijî sivîlên ereb pêk anîbe.

ShareThis

KurdWatch, 16ê cotmeha (October) 2015ê – Di 13ê cotmeha 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li ser nuqteye kontrolê di kolaneke dagirtî ya Amûdê hewldan erebeyekê rawestînin. Gava şofêr ranewestiya, Asayîşê bi aliyê erebeyê de gule teqandin. Pêre sê kesên birêve diçûn herweha xudanê dikanê Hisên Caxir birîndar bûn. Caxir roja dî li nexweşxaneyê ji ber birînên xwe mir. Lêkolînek ji bo rûdanê nehat birêvebirin.

ShareThis

KurdWatch, 16ê cotmeha (October) 2015ê – Di 13ê cotmeha 2015ê de li taxa Kornîş ya bajarê Qamişloyê madeyeke teqînok ya ku bi motoreke du teker ve hatibû girêdan teqiya. Teqîn li nêzîkî erebeye Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), pêk hat. Karmendekî Asayîşê hat kuştin, sê yên dî birîndar bûn. Sedemên êrîşê heta niha ne diyar in.

ShareThis

KurdWatch, 16ê cotmeha (October) 2015ê – Di 21ê cotmeha 2015ê de nêzîkî sed kes li ser kolana serekî ya Amûdê kombûn ji bo li dijî siyaseta dibistanê ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) protesto bikin [agahiyên bêhtir]. Kesên beşdar afîş hilda bûn, yên ku li ser hin ji wan vegerandina madeyên ingilîzî û erebî dixwestin. Herweha wan di bin duruşma »Cudahiyên xwe yên siyasî neynin nav dibistanên me de« daxwaza cudakirina siyaset û dibistanan kirin.

ShareThis

KurdWatch, 13ê cotmeha (October) 2015ê – Di 8ê cotmeha 2015ê de karmendên rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, xudanên dikan û karxaneyên erebeyan li herêma endustrî ya Qamişloyê maweyek ji çil û heşt saetan danî, ji bo ruxseyên karxaneya daxwaz bikin. Xudanê karxaneyekê ji KurdWatch re ragehand: »Gava min ji bo qeydkirinê li cem PYD pirsî, wan ji min bîst hezar lîreyên sûrî xwestin. Ev sextekarî ye. Ji panzdeh salan ve ruxseya karxaneya min heye.« Bîst hezar lîreyên sûrî niha nêzîkî pêncî euro ne. Pereyên tên xwestin gerek e girêdayî meziniya karxaneyê be, lê mercên zelal nînin. KurdWatch hin bazirganan nas dike, yên ku divê heta bi heftê û pênc hezar lîreyên sûrî bidin, kesên ku bi têkiliyên baş bi rêvebiriya demkî re hene »kêmkirin« bi dest xistin.

ShareThis

KurdWatch, 13ê cotmeha (October) 2015ê – Li gor nivîsareke rojnameya lubnanî Elexbar ji 9ê cotmeha 2015ê nûnerên partiya yekitiya demokrat (PYD) di rojên borî de destpêkê li Şamê axavtin bi nûnerên desthilata sûrî re kirin, ji bo di 9ê cotmehê de ber bi Laziqiyê ve bi rê bikevin. Li wir gerek wan nûnerên leşkerên rûs dîtibin. Axavtin li gor gotinan li ser êrîşeke hevbeş ya artêşa rûs, artêşa sûrî û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD li dijî Dewleta Islamî bûn. Axavtin li ser daxwaza aliyê rûs bû.

ShareThis

KurdWatch, 13ê cotmeha (October) 2015ê – Di 10ê cotmeha 2015ê de rojnameya kurdî Rûdaw li ser malpera xwe ragehandin, ku beşek ji Pêşmergeyên Rojava [agahiyên bêhtir] hîn di vê mehê de digihin Kurdistana Sûriyeyê. Li gor idîayan Pêşmergeyên rojava gereke bi şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) re herweha bi Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) re şer bikin. Agahî ji ku tê, nehatiye nivîsandin.

ShareThis

KurdWatch, 10ê cotmeha (October) 2015ê – Di 6ê cotmeha 2015ê de rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, bi devkî emir kir, ku hemû penaberên ereb, yên ku reviyane herêmên kurd yên ku ji aliyê wê tên birêvebirin, yan dev ji van herêman berdin, yan jî herin kampên penaberan. Biryareke nivîskî ji bo vê li gor lêkolînên KurdWatch heta niha nînin. Li gor texmînên KurdWatch armanca vê mişextkirina penaberan ew e, destê xwe deyne ser xaniyên ku dûv re vala bibin. Xudanên gelek xaniyan kurd in, ku ji aliyê ereban ve tê kirêkirin, yên ku bi xwe reviyane derveyî welêt. Heta niha tenê Şepêla Pêşeroja Kurd li dijî kiryarê protesto kiriye. Berdevkê wê yê ragihandinî Jiyan Omer di 7ê cotmehê de hevpeyvînek li ser vê babetê da kanala nûçeya Orient.

ShareThis

KurdWatch, 10ê cotmeha (October) 2015ê – Di 5ê cotmeha 2015ê de Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Girê Sipî çil û çar ereb serbest berdan. Li gor Ajansa Hawarya Nûçeyan a nêzîkî PYD di vepirsînan de ti sibat tinebûn, ku wan gunehbarî li dijî »civak û welatiyan« kiribûn. Di nav kesên serbestberdayî de kesin ji Dêra Zorê û Reqayê jî hebûn. Serbestberdan di çarçoveya axavtinên di nav Tevgera Civaka Demoqrat (TEV-DEM) ya ku ji aliyê PYD ve tê kontrolkirin û rengekî encûmena rihsipiyan ji rêberên eşîrên ereb pêk hat. Li ser lihevkirina ji bo birêvebirina bajêr tê axaftin. Ji ber Kurd li Girê Sipî ne welatiyê piranî ne, rêvebiriya tenha ya bajêr ji aliyê PYD ve zor e.

ShareThis

KurdWatch, 10ê cotmeha (October) 2015ê – Di 3yê cotmeha 2015ê de sêzdeh rêxistinên kurd ji Sûriyê herweha gelek nivîskar û çalakvan, di nav wan gelek mişextî, di ragehandinekê de siyaseta disbitanan a rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, rexne kirin. Heta 5ê cotmeha 2015ê hejmara imzeyan gihabû nêzîkî sed û notî. Ragehandin daxwaza vegerandina madeyên ingilîzî û erebî dikin, herweha tenê danîna mamostayên xwendekar li ser kar. Herweha tê daxwazkirin, ku zarokên dibistanan hew li gor eslê xwe yê netewî ji hev bên cudakirin.

Sedema protestoyê ew e, ku PYD di her sê polên destpêkê yên dibistana seretayî hem dersên erebî û hem yên ingilîzî rawestandiye. Tenê dersên kurdî di polan de tên dayîn. Di polên çar heta şeşan ders mîna berê bi erebî digere, kurdî ji çend salan ve derseke pêreyî ye [agahiyên bêhtir]. Gelek dê û bav rawestandina dersên erebî û herweha ya dersên dî yên zimanên biyanî napejirînin. Hin malbat hewl dan, zarokên xwe rêkirin taxên bêhtir ereb li wan dijî, ji ber li wir »reformên dibistanan« yên PYD cih nagirin. Lê PYD rê li ber vê yekê girt.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê cotmeha (October) 2015ê – Di 28ê îlona 2015ê de çalakvanê ereb yê çil û pênc salî Eymen Elhumeydî Etaharî di nexweşxaneyeke bajarê Girê Sipî, yê ku di bin destê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de ye, mir. Etaharî di 23ê îlona 2015ê de bi biraziyê xwe yê pêncî salî re Adil Elbalîx Etaharî ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ve ji xaniyê xwe li gundê Hiwayca Elebd, yê ku heşt kîlometran li başûrê Girê Sipî dikeve, hatibû revandin. Biraziyekî dî yê Etaharî, Subhî Suker, ji KurdWatch re ragehand: »Herdu di zindaneke tenhayî de hatibûn girtin. Eymen diyabêtîker e, lê YPG dermanê wî nedane, ji bo guvajê li ser pêk bînin. Ew gelekî nexweş ket û gava ew bê hiş bû, wan ew di şeva 27ê îlonê de kirin nexweşxaneyê de. Li wir ew piştî çend saetan di 28ê îlonê de mir. « Li gor agahiyên malbatê di termê wî de, li ser qirik û milê çepê şopên îşkenceyê hebûn. Adil Elbalîx Etaharî di 28ê îlonê de serbest hat berdan.
Eymen Elhumeydî Etaharî damezrêner û komandarê ketîbekeye Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) bû ya ku wî bi xwe ji imkanên xwe yên madî temwîl dikir û li Hiwayca Elebd cih girtibû. Yekîne ji bo parastina gelê wê deverê bû, ya ku Etaharî jê tê, têkiliyên wê bi gelê kurd re baş bûn. Astengî bi YPG re çêbûn, ji ber wê hebûna ketîbeyê li deverên di bin destê xwe de nedipejirand. Ev helwesta YPG li hember yekîneyên leşkerî, yên ku desthilatdaritiya wê ya tenha dikin cihê pirsê, li deverê kurdî naskiriye. Li wir YPG êrîşî gelek yekîneyên kurdî yên AAS herweha yekîneyên leşkerî yên partiyên kurdî yên din kir [nivîsarê daxîne].

ShareThis

KURDWATCH, 9ê cotmeha (October) 2015ê – Di 5ê cotmeha 2015ê de teqîneke mezin li benzînxaneyekê di çarkoçka ewlekariyê ya Qamişlo pêk hat, ya ku nivîsgehên muxaberatên cuda yên sûrî li wir cih digrin. Ne diyar e ka sedema wê qeza yan êrîşek e. Agahiyên girêdayî hebûna kuştî yan birîndaran tinebûn.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê cotmeha (October) 2015ê – Di 2ê cotmeha 2015ê de şervanên Dewleta Islamî (DI) sê erebeyên bombekirî li nêzîkî wargehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li nêzîkî çiyayê Kezwanê yê ku nêzîkî sih û pênc kîlometran li başûrê rojavayê bajarê Hisiça dikeve teqandin. Bi tevayî çar şervanên YPG jiyana xwe ji dest dan. Erebeyeke din a bombekirî li qeraxên gundê Elgîbeş teqiyan, yê ku nêzîkî du kîlometran li rojavayê Tel Temrê dikeve. Pêre deh kesan jiyana xwe ji dest dan, şervanên YPG û kesên sivîl. Heft kesên dî birîndar bûn. Di pey re şervanên DI êrîşeke nû li ser wargehên YPG li çiyayê Kezwanê dest pê kirin. Pevçûn heta 3ê cotmehê berdewam kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê cotmeha (October) 2015ê – Di 28ê îlona 2015ê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Helebê kolanek di nav taxa Şêx Meqsûd ya bajêr û taxa Elşehba ya di bin destê rêjîmê de vekirin. Wisa rêya din jî jo bo standina pêdiviyan ji rêjîmê re peyda bû. Di heman demê de YPG kolanek di nav Heleb û Efrîne de girt û nîşangir li ser belav kirin, ew rê ji rikebiriyê re ji bo standina gerekiyan ji bakur dihat bikaranîn. Yekîniyên navenda operasyonê ya ilsamî ya Lebyekî Uxtah, ya ku li Şêx Meqsûd hatibû bicihkirin xwe ji taxê vekêşa. Di 2ê cotmehê de dîsa mûşek li Şêx Meqsûd ketin. Herweha muşek li taxa Selahudîn ya ku bêhtir Ereb lê dijîn ketin. Selahudîn ji aliyê Cebhet Elnusra û komên dî yên rikebiriyê yên islamî tê bikaranîn. Rikebirî YPG tawanbar dike, di ber avêtina mûşekan de berpirsyar be. Hîn di 1ê cotmehê de çend sed xwenîşanderên ciwan li Selahudînê daxwaza azdakirina ji YPG kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê cotmeha (October) 2015ê – Di 22ê cotmeha 2015ê de çar kesên nenas li Efrînê birêvebirê komîteya herêmî ya Tevgera Ciwanên Kurd, Ferhad Enwer Mustefa (jidayikbûn 1989 li Efrînê), revand. Tevgera Ciwanên Kurd di Encûmena Niştimanî ya Kurdî de endam e. Mirovên kesê revandî guman dikin, ku Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), di ber revandinê de berpirsiyar e. Lê mîna di haletên mîna vê de Asayîşê beşdariya xwe ji mirovên kesê revandî re inkar kir.

ShareThis

KURDWATCH, 1ê cotmeha (October) 2015ê – Destpêka sala xwendinê ya 2015/2016ê daîreya perwerdeyê li Hisiça biryar da, ku polên salên yek heta sê yên dibsitanên seretayî li parêzgehê girtî bimînin. Ders dê tenê di polên bilindtir hebe. Mamostayeke dibistana seretayî ji Qamişloyê ji KurdWatch re ragehand: »Sedema girtina her sê polên destpêkê, ew e ku PYD li wir bi Kurdî dersan dide«. Ji sê salan ve bi bêdengiya rêjîma Baas li dibistanan her hefte du saetan dersên kurdî tên pêşkêşkirin, niha PYD dixwaze hemû madeyên polên yekê heta sisêyê bi kurdî dersan bide. Astengiyeke din bi daîreya perwerdeyê li Hisiça ew e, ku PYD madeyeke nû di polên yekê heta sisêyê de dest pê bike, ya ku navê wê »dibistana dayikê« ye. Pirtûka wê li ser îdyolojiya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ava dibe. Gelek wêneyên Ebdula Ocalan di wê de hene û rêberê girtî yê PKK wekî rêberê Kurdan diyar dike.


Heta niha meaşên mamostayan li Kantonên Cizîr, Efrîn û Kobanî ji aliyê rêjîma Baas tên dayîn. Mamostayên ku guh nedin biryarên daîreya perwerdehiyê dikevin di ber xetereya berdanê de. Li gor agahiyên KurdWatch PYD hin mamosta mecbûr kir, li dijî biryara daîreyê dersan bidin.

Ne yekdengî di nav PYD û rêjîm nerazîbûneke mezin di nav dê û bavan de peyda kir. Gelek dibistanên seretayî gerek e di 28ê îlonê de, roja yekê ya dibistanan piştî betlaneyan, teqrîben vala mabin. Dê û bav jî êdî zarokên xwe rênakin dibsitanan, ji ber tewcîha siyasî ya PYD napejirînin. Astengiyeke din ew e, ku li Sûriyê mamosta nînin, yên ku perwerdekar bin, ji bo dersên zimanê kurdî bidin.
Dibistanên deverên ku bêhtir ereb li wan dijî û deverên parêzgeha Hisiça nakevin ber biryarê de.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê îlona (September) 2015ê – Şemsa Hisên Enter di sala 1967 de li Emûdê ji dayik bûye û niha li Qamişloyê dijî. Wê perwerdehî xwendiye û ji bîst û sê salan ve wekî mamosta kar dike. Enter li ser destavêtina zayendî ya zarok û jinan diaxive, ya ku li gor texmînên wê di salên ҫûyî de li deverên kurdan zêde bûye. Ev hevpeyvîn bêҫaretiya perwerdekar, mamosta û dê û bavan li hember zordariya zayendî dide xuyakirin, kêmbûna dezgeh û rêxistinên nedesthilatdar, yên ku vê babetê bigrin xwe û rewşa xemsar ya dibistanan li Kurdistana Sûriyê, ҫar sal piştî destpêkirina şoreşa sûrî. 

[Bêtir bixwîne] 

ShareThis

KURDWATCH, 30ê îlona (September) 2015ê – Destpêka îlona 2015ê de rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, yasayek derxist, ya ku ji rêvebiriyê re rê vedike, erebe, avahî, erd herweha milkên pere yên sûriyên reviyayî li devera rêvebiriya demkî »ji parastina« wan tiştan bike bin kontrola xwe û wan bike di »xizmeta gelê rêvebiriya xweser«. Milkên hatin standin dikarin ji hêla aborî ve bên bikaranîn, feydeya wan ji rêvebiriyê re dimîne. Kesên biserêwanhatî dikarin di nava mehekê piştî ragehandina standina milkên wan li dijî biryarê rabin. Milk bi xwe nayên standin, eger mirovên radeya yekê û diwan wan bi rê ve bibin. Rêvebirên ku ne di vê çînê de bin, dikevin ber xetereya cezaya girtina salekê herweha ji kêmayî yek milyon lîreyên sûrî. Eger kesên biserêwanhatî yan mirovên wan yên radeya yekê yan diwan vegerin deverên di bin kontrola PYD, mafên wan yê vegerandina milkan heye, lê mafê wan di sûdwergirtina di dema berî wê de nîne. Nîvê îlonê karmendên rêvebiriya demkî li taxên cuda yên bajarê Qamişlo hatin dîtin, gava wan li objektên mukin digeriyan.

Biryar di gelek haletan de mîna standina milkên penabera ye. Ew di çarçoveya kiryarên cuda yên PYD de tê ditin, ji bo rêgirtina li ber revandina mirovan ji deverên kurdan. Hîn di demeke dirêj ve PYD ji rûniştiyên deverên di bin destê xwe de, yên ku dixwazin ber bi derve herin, daxwaza wergirtina destûra hêzên ewlekariyê ya Asayîşê, dike

ShareThis

KURDWATCH, 30ê îlona (September) 2015ê – Di 27ê îlona 2015ê de leşkerên tirk gule li ser komeke penaberan barand, yên ku hewl didan li cem Musterîha li nêzîkî Serê Kaniyê sînor bi aliyê Turkiyê ve bibihûrînin. Yek ji penaberan, Samî Elukla, bi giranî birîndar bû.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê îlona (September) 2015ê – Di 26ê îlona 2015ê de li qeraxê çiyayê Kezwanê yê ku nêzîkî sih û pênc kîlometran li başûrê rojavayê bajarê Hisiça dikeve pevçûnên çekdarî di nav Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û şervanên Dewleta Islamî (DI) pêk hatin. Şervanên DI herweha hewldan du kîlomêtran li başûrê Hisiçayê nuqteyeke kontrolê ya rêjîma Sûrî bikin bin destê xwe de.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê îlona (September) 2015ê – Di 21ê îlona 2015 şervanên Cebhet El-Nusra, yên Hereket Ehrar El-şam herweha Hereket Nuredîn El-Zankî hemû rêyên derbasbûna taxa Helebê Şêx Meqsûd ya bêhtir kurd lê dijîn girtin. Di nav 24 û 26ê îlonê êrîşî wargehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) kirin. Di nav 26 û 28ê îlonê de çend mûşek ketin nav xaniyên jîngehên taxê de. Pê re du zarok jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî deh kesên sîvîl birîndar bûn. Êrîşvan beşek in ji navenda operasyonan ya Lebeykî Uxtah, kombûneke komên islamî, yên ku PYD di gulana 2015ê de beşkirina taxa bajêr li hevkiribû [belgeyê daxîne] . Wisa dixuye ku lihevkirina wê demê imzekirî herifî. Li Ajansa Hawar ya Nûçeyan ya nêzîkî PYD armanca êrîşa yekîneyên îslamî ew e, ku rêya Helebê ber bi Efrînê bikeve nav destê wan de, ya ku di Şêx Meqsûd re diçe.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê îlona (September) 2015ê – di 23ê îlona 2015ê de hevserokên rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, yasayeke lêborînê ya encûmena rewayî imze kirin. Yasa li hemû kesan dibûre yên ku ji aliyê dadgehên PYD ve hatin cezakirin yên ku pênc sal cezaya zindanê standine. Kesên ku ceza wergirtibin ji ber dermanên hişbir, dizî, qaҫaxҫîtî yan bazirganiya asaran, tezwîr, qaҫaxҫîtî yan komkirina pereyên teberuatan, kêmkirineke ji sedî sî cezaya zindanê werdigirin ji tevaya cezayê. Ji hemû cezayên din çil ji sedî ji cezayê tê kêmkirin. Gumanbarên reviyayî dikarin lêborînê wergirin, eger ew di nava mehekê de xwe radestî daîreyan bikin. Kesên ji ber terorê hatin cezakirin û jinên laşfiroş nakevin ber lêborînê de.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê îlona (September) 2015ê – Di 23ê îlona 2015ê de Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li ser gelek nuqteyên kontrolê li Qamişloyê dest danî ser motorpisqilêtan. Xudan gerek e erebeyên xwe vegerînin eger ew kaxezên erebeyan li cem rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, derxin. Ҫend programên radyoyê agahî belavkirin, ku dem bi xudanên hemû motorpisqilêtan heta 28ê îlonê heye, ji bo ku kaxezên nû derxin.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê îlona (September) 2015ê – Di 25 û 26ê îlona 2015ê de şervanên Dewleta Islamî (DI) êrîşî baregehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) kirin li devera Tel Birakê, ya ku nêzîkî sih kîlomêtran li bakurê rojhilatê Hisiça dikeve. Agahiyên girêdayî qurbaniyên muhtemel nînin.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê îlona (September) 2015ê – Di 20ê îlona 2015ê de Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Ebdulrehman Hesen serbest berda. Endamê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) di 9ê tebaxa 2015ê de li Efrîne ji aliyê Asayîşê ve hatibû revandin. Sedema revandinê heta niha nikare bê xuyakirin.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê îlona (September) 2015ê – Di 10ê îlona 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Umer Salih Umer li ser nuqteyeke kontrolê li Girkê Legê revandin. Umer endamê komîteya herêmî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Girkê Legê ye. Sedemên revandinên hîn ne diyar in.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê îlona (September) 2015ê – Di 21ê îlona 2015ê de li Serê Kaniyê erebeyeke bombekirî li cem nuqteyeke kontrolê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) teqiya. Ji bilî êrîşvanê xwekuj du şervanên YPG mirin, sê yên dî herweha du kesên sivîl birîndar bûn. Êrîşvanekî dî yê xwekuj xwe bi erebeya xwe re li ser kolaneke ber bi bajêr ve teqand, tenê çend kîlometran li derveyî bajêr. Jinek pê re birîndar bû. Li gor agahiyên YPGê, şervanên YPG karîn şofêrê erebeyekê bikujin, yê ku hewl dida bi bombeya sêyan re derbasî bajêr bibe.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê îlona (September) 2015ê – Di 18ê îlona 2015ê de Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li ser malpera xwe idîa kir, ku fêrkerê futbolê yê berê Usama Ebdilmuhsin endamê Cebhet Elnusra ya islamî bû. Ebdulmihsin ji ragehandineke berfireh re hatibû naskirin, gava li ser rêya reva xwe di sînorên Macaristan- Sirbistanê rojnamevanekê pehîn li wî dabû ew dabû erdê. PYD herweha idîa dike ku Ebdulmihsin ji 2004ê heta 2010ê fêrkerê tîma Elfitiwê ji Dêr Zorê. Di vî mensibî de ew di 12ê adara 2004ê de jî di dema lîstikeke tîma wî li dijî tîma Elcîhad ji Qamişlo li lîstikgehê Qamişloyê bû. Cudahiyên siyasî di nav alîgirên herdu tîman de wê demê bûn sedema pevçûnên zordar, yên ku bûn tevlîheviyên gelek rojan. Li gor PYD Ebdulmuhsin zordarî li lîstikgehê gur kir. Weke ku lêkolînên KurdWatch dan xuyakirin, ev yek ne li gor rastiyê ye. Ji aliyekî Usama Ebdulmuhsin ti carî tîma lîga yekê ya Elfutuwê fêr nekiriye. Fêrkerê wê demê navê wî Ibrahîm Yasîn bû. Yasîn di pey rûdanên 2004ê de ji cihê xwe dûr ket, li şûna wî Hîşam Xelef cih girt, yê ku 2010ê Enwer Ebdilqadir cihê wi girt. Usama Ebdilmuhsin tenê fêrkerê tîma zarokan ya Elfitiwê bû. Çend şahidan herweha ji KurdWatch re ragehandin, serokê wê demê yê Elfitiwê, Îmad Etalah, yên ku di lîstikgehê de bû, hewl da, alîgiran bêdeng bike. Li gor şahidekî din yên ku 2004ê wekî rojnamevanekî sportê li lîstigehê bû, ne lîstikvan û ne jî fêrkerê Elfitiwê tev li pevçûnan bûbûn. Wan bêhtir hewl didan, rê li ber wê yekê bigrin û destpêkirina lîstikê mumkin bikin.

Herweha nerast e, ku mîna PYD îdîa dike, di lîstikgehê de mirov hatin kuştin. Nivîsareke KurdWatch li ser rûdanên 2004ê [nivîsarê daxîne] bêhtir dide xuyakirin, ku tenê li derveyî lîstikgehê mirovan jiyana xwe ji dest dan. Bi tevayî navên sih û du qurbaniyan hene, yên ku di pevçûnên bi dirêjaya gelek rojan bi hêzên ewlekariyê yên Sûriyeyê re hatin kuştin - ne weke ku PYD îdîa dike, zêdeyî çilî.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê îlona (September) 2015ê – Di 21ê îlona 2015ê de pevguhertineke girtiyan di nav Dewleta Islamî (DI) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li dar ket. DI hin kes berdan di nav wan de karmendê televîzyona Rûdawê Mesûd Eqîl jî heye, ê Ferhad Hemê yê ku bi Eqîl re di 16ê çileya paşîna 2014ê de hatibû revandin [agahiyên bêhtir] ma girtî. Li gor agahiyên KurdWatch heft girtiyên din yên ereb jî hatin serbestberdan. PYD bi fermî li ser pevguhertinê neaxiviye; agahî li ser şervanên DI yên ku ji aliyê YPG ve hatine serbestberdan tune ye.

ShareThis

KURDWATCH, 22ê îlona (September) 2015ê – Di 15ê îlona 2015ê de di êrîşên din yên Dewleta Islamî (DI) de li ser nuqteyeke kontrolê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Hisiça sê şervanên YPG herweha çar kesên sivîl di teqîna erebeyeke bombekirî de hatin kuştin. Şeş kesên din birîndar bûn. DI berî wê bi rojekê êrîşî nuqteyeke kontrolê ya YPG kiribû [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 22ê îlona (September) 2015ê – Di 19ê îlona 2015ê de Tevgera Ciwanên Kurd li Girkê Legê kombûnek li dar xistin, ya ku tê de nêzîkî bîst heta bîst û pênc çalakvan êrîşên Dewleta Islamî (DI) li ser Kobaniyê berî salekê [agahiyên bêhtir] bi bîr anîn. Tevgera Ciwanên Kurd endam e, di Encûmena Niştimanî ya Kurdî de.

ShareThis

KURDWATCH, 22ê îlona (September) 2015ê – Di 17ê îlona 2015ê de li Şamê leşker Xebat Mihemed Heso (jidayikbûn 1988 li Serê Kaniyê) di dema leşkeriyê de bi fîşekan hate kuştin, gava wî nobedarî li nexweşxaneyekê dikir. Di 2011ê de artêşa sûrî ew biribû leşkeriyê. Ji malbatê re hate gotin ku ew ji aliyê nîşangirên rikebiriya sûrî ve hatiye kuştin.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê îlona (September) 2015ê – Di 14ê îlona 2015ê de li Hisiça sê erebeyên bombekirî teqîn, didu ji wan li navenda bajêr. Teqîna sêyan li ber nuqteyeke kontrolê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li bakurê bajêr pêk hat. Zêdeyî deh kes hatin kuştin, gelek kesên din birîndar bûn. Di nav kuştiyan de şervanên YPG û kesên sivîl jî hebûn. Armanca êrîşên navenda bajêr wargehên artêşa Sûriyeyê bûn. Li vir sê kesên sivîl hatin kuştin, kesin din jî birîndar bûn. Dewleta Islamî (DI) berpirsiyariya her sê êrîşan hilgirte ser xwe.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê îlona (September) 2015ê – Di nîvê îlona 2015ê de sed û şêst û neh endamên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) ji Dêrikê di ragehandineke çapemeniyê de vekêşandina xwe ji partiyê ragehandin. Sedemên biryarê li gor ragehandinê tezwîrên giran yên hilbijartinên hundurî yên partiyê yên 24ê tîrmeha 2015ê bûn herweha lihevkirinên di nav komikên nava partiyê de, yên ku bêhtir nehatin şîrovekirin. Hîn di destpêka tebaxa 2015ê de çil û çar endamên partiyê li Serê Kaniyê dev ji PDK-S berda bûn [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 17ê îlona (September) 2015ê – Di 8ê îlona 2015ê de li ser baregehekê li başûrê bajarê Dêrikê, ya ku ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve tê birêvebirin, teqînek çêbû. Ji ber xurtiya teqînê tê texmînkirin, ku YPG xaneya dewaran ya dewletê ya berê wekî cebelexaneyê bi kar aniye.

ShareThis

KURDWATCH, 17ê îlona (September) 2015ê – Di 2ê îlona 2015ê de Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Felemez Osman dîsa serbest berda. Endnamê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtiî ya Demokrat) di 7ê tîrmeha 2015ê de ji aliyê Asayîşê ve hatibû revandin [agahiyên bêhtir]. Heta niha têkilî bi Osman re ne pêkan bû, ji bo bê zanîn bê çi tawanbariya wî bû.

ShareThis

KURDWATCH, 17ê îlona (September) 2015ê – Di 10ê îlona 2015ê de encûmena bilind ya hilbijartinan ya rêvebiriya demkî ya Kantona Efrînê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, hilbijartinên rêvebiriya şarederiyan bi rê ve bir. Bi tevayî sih û yek şaredarî ji du hevserokên rêvebiriyên şaredariyan hatin hilbijartin. Ji bilî Tevgera Civaka Demoqrat (TEV-DEM), ya ku ji aliyê PYD ve tê kontrolkirin, Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtî ya Demokrat) ya Şêx Alî beşdarî hilbijartinan bûn. Di 12ê îlonê de bi rêya encûmena Bilind ya Hilbijartinan hat diyarkirin, ku TEV-DEM hemû cih vexwarin. Yekîtiya Demokrat di ragehandinekê de serokên gelek Komîteyên Hilbijartinan, bi ne bêalîtiyê, tewanbar kirin. Hûrikî nehatin diyarkirin. Yekîtiya Demokrat herweha ragehand, ku ew ê di hilbijartinên encûmenên şaredariyan beşdar nabin. Endamên Encûmenan divê di 2ê cotmehê de bên hilbijartin.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê îlona (September) 2015ê – Di 8ê îlona 2015ê de leşkerên Tirk li nêzîkî bajarê Serê Kaniyê gule li ser komeke penaberan barandin, yên ku dixwestin sînorên Sûriye-Tirkiyeyê qaçax bibihûrînin. Pêre Hesen Nûrî Silêman (jidayikbûn 1975 li Serê Kaniyê) jiyana xwe ji dest da.  

ShareThis

KURDWATCH, 11ê îlona (September) 2015ê – Di 9ê îlona 2015ê de nêzîkî panzdeh karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), civîneke Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) li devera Şêx Bilal, ya ku bîst û pênc kîlometran li bakurê Efrînê dikeve belav kir. Wan Ebdilrehman Apo, endamê komîteya navendî ya PDK-S herweha Mihemed Elî Bilal, yê ku civîn li mala wî li dar ketibû, revandin. Herdu kes piştî çend saetan serbest hatin berdan. Apo ji KurdWatch re ragehand: »Asayîşê di dema revandinê de bi hişkî bi me re têkilî kir. Wan destên min kirin kelepçeyan de. Li ser qereqolê ew nerm bûn, lê ji min re gotin, ku biryar giha ye wan, her civîneke PDK-S qedexe bikin. «

ShareThis

KURDWATCH, 10ê îlona (September) 2015ê – Di 5ê îlona 2015ê de leşkerên Tirk gule li ser sê penaberan barandin, yên ku dixwestin sînorên Sûriye-Tirkiyeyê qaçax bibihûrînin. Pêre Metîn Silêman (jidayikbûn li Qamişlo) jiyana xwe ji dest da. Silêman di 6ê îlona 2015ê de li Qamişloyê hate bingorkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê îlona (September) 2015ê – Di 5ê îlona 2015ê de komîteyên herêmî yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li çend bajaran kombûn li ber nivîsgehên xwe li dar xistin. Hin ji bajarên xwenîşandan ev bûn, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî, Çil Axa, Girkê Legê û Tel Temrê. Mîna di 29ê tebaxa 2015ê de biryar ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatî standin [agahiyên bêhtir] beşdar li dijî penaberiyê ji deverên kurd protesto kirin. Li ser hin plakatan bidawîbûna leşkerkirina bizorê herweha revandinên bê ser û ber hatin xwestin. Lê berpirsiyarên penaberiyê, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Yekîneyên wê yên Parastina Gel (YPG) û Asayîş, Hêzên Ewlekariyê yên wê, nehatin binavkirin. Hejmara xwenîşanderan di nav nêzîkî çil kesî li Tel Temrê û nêzîkî du sed kesî li Qamişloyê bû.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê îlona (September) 2015ê – Di 1ê îlona 2015ê de Yekîtiya Ciwanên Rojava ya nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ye, birêveçûnek li dar xist. Xwenîşander ji Cindirês, Şeran, Basûta û Raco bi aliyê Efrînê çûn. Li wir ew di 2ê îlonê de kombûneke dawî li dar xistin û daxwaza serbestberdana Evdula Ocelan kirin, rêberê li Turkiyê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK).

ShareThis

KURDWATCH, 6ê îlona (September) 2015ê – Ji nîsana 2015ê ve medyayên nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li ser damezirandina mîlîsên nû bi navê Yekîneyên Parastina Cewherî (YPC) dinivîsînîn. Wisa ajansa nûçeyan ya Hawarê di 24ê nîsanê ve li ser perwerdekirina hezar û pêncsed leşkerên YPC ji bo çardeh ketîbeyan li Qamişloyê dinivîsin. Di 30ê hezîranê de Xeber24 li ser yekîneyên taybet ên YPC li Hisiça dinivîsîne. Û dawî di 2ê îlonê de Hawar damezirandina yekîneyên jinan ên YPC li taxa helebî Şêx Meqsûd dinivîsîne. Gelo têkilî di nav YPC û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) çawa ye, ne diyar e. Herweha ne diyar e, eger PYD ji bo YPC leşkeriya bizorê dike.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê îlona (September) 2015ê – Di 2ê îlona 2015ê de Encûmena Ciwan û Sportê ya rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, xwenîşandanek li Dirbêsiyê li dar xist. Nêzîkî bîst û pênc çalakvanên jin beşdar bûn û li dijî zewicandina temenpiçûkan protesto kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê îlona (September) 2015ê – Di 29 û 30ê tebaxa 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li ser nuqteyên kontrolê li Qamişlo, Amûdê û Serê Kaniyê hejmareke mezin ji mêrên ciwan bi zorê kirin leşker. Li gor agahiyên şahidan nêzîkî sed û pêncî leşker birin baregeha fêrkirinê li Tel Beydera bîst û pênc kîlometran li rojhilatê Tel Temirê dikeve.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê îlona (September) 2015ê – Di 31ê tebaxa 2015ê de sih û pênc kîlometran li başûrê Girê Sipî pevçûn di nav pevçûnên çekdar di nav şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û yên Dewleta Islamî (DI) de çêbûn. Şervanên DI êrîşî baregehên YPG kirin li gundê Fetîse yê ku deh kîlometran li rojavayê Ên Îsayê dikeve, lê nekarîn wê ji xwe re bibin. Li gor agahiyên YPG du şervanên DI hatin kuştin.

ShareThis

KURDWATCH, 31ê tebaxa (August) 2015ê – Di 29ê tebaxa 2015ê de Encûmena Niştimanî ya Kurd di civînekê de li Qamişlo biryar da, di 5ê îlona 2015ê de li dijî derketina gelê kurd ji Kurdistana Sûriyê û guherîna netewî ya »metirsane« ya pêve girêdayî. Di heman demê de Encûmena Niştimanî ya Kurd di hefteya çûyî de qebûl nekir, xwenîşandanan li dijî leşkerkirina bizorê û girtina bê ser û ber ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li dar bixe [agahiyên bêhtir]. Di serî de mêrên ciwan dev ji herêmê berdidin ji ber leşkerkirina bizorê ya ku ji aliyê PYD ve tê pêkanîn [nivîsera leşkerkirina bi zorê daxîne].

ShareThis

KURDWATCH, 31ê tebaxa (August) 2015ê – Li gor ragehandineke ku di 22ê tebaxa 2015ê de ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hatî weşandin gumanbarekî kuştara 25ê tîrmeha 2015ê ya ku şervanên Dewleta Islamî (DI) li Kobaniyê çêkirin [agahiyên bêhtir] xwe kuşt. Gumanbar di zindaneke PYD de bû li Kobaniyê.

ShareThis

KURDWATCH, 31ê tebaxa (August) 2015ê – Di nav 25 û 28ê tebaxa 2015ê de li nêzîkî devera Dêr Belût, a ku bîst û pênc kîlometran li başûrê rojavayê Efrînê dikeve, pevçûnên çekdar di nav şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û Cebhet En-Nusra çêbû. Çend mûşek li Dêr Belûtê ketin û ji kêmayî kesekî sîvîl birîndar bû.

ShareThis

KURDWATCH, 31ê tebaxa (August) 2015ê – Piştî vekêşana Cebhet An-Nusra û komên dî yên rikebiriya sûrî şervanên Dewleta Islamî (DI) di 18ê tebaxa 2015ê de çend gundên ereb li bakurê Helebê kirin bin destê xwe de. Ew tenê çend kîlometran dûr in ji gundê kurd Ehres yê ku bîst kîometran li bakurê Helebê dikeve. Bi sedan rûniştiyên gund di pey re beziyan bi aliyê Efrînê ve.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê tebaxa (August) 2015ê – Di 22ê tebaxa 2015ê de sed û pêncî û şeş leşkeran xizmeta zorê ya leşkerî ya şeşmehî li cem Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Tel Beyderak li bîst û pênc kîlometran li rojhilatê Tel Temrê dikeve bi dawî kirin û ji xizmeta leşkerî hatin berdan. YPG her dem û dem leşkeran bi zorê dibe xizmeta leşkerî, di nav wan de zarok û ciwan jî [nivîsera leşkerkirina bi zorê daxîne].

ShareThis

KURDWATCH, 28ê tebaxa (August) 2015ê – Di 24ê tebaxa 2015ê de şervanên Dewleta Islamî (DI) nêzîkî sih heta çil rûniştiyên kurd ji gundê Qulanê, yê ku nêzîkî çil kîlometran li başûrê Kobaniyê dikeve revandin. Agahiyên nehatî piştrastkirin dibêjin ku ew hîn di gundên hawîrdor tên girtin.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê tebaxa (August) 2015ê – Di 25ê tebaxa 2015ê de Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), xwendekarê kîmyayê Azad Ebd Ico li Qamişlo serbest berda. Endamê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê di 10ê tebaxa 2015ê de ji aliyê Asayîşê ve li Dirbêsiyê hatibû revandin [agahiyên bêhtir] û di 22ê tebaxa 2015ê de ji ber protestokirina revandina xwe ketibû gireva birçîbûnê de.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê tebaxa (August) 2015ê – Di 2ê tebaxa 2015ê de çil û çar endamên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) ji Serê Kaniyê di ragehandineke çapemeniyê ya hevbeş de vekêşana xwe ji Partiyê ragehandin. Wekî sedem biryara cudahiyên rêxstinî û kesayetî yên baştir nehatî diyarkirin hatin nîşandan. Partî ji nû di sibata 2014ê de çêbû, gava Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar, Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ya Mustefa Cuma, Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ya Mustefa Oso herweha Partiya Yekîtî ya Kurdistanî li Sûriyê xwe hel kirin bi hev re PDK-S sazkirin [agahiyên bêhtir]. Li gor agahiyên KurdWatch kesên dûrketî endamên niha yên ku berê endamên el- Partî bûn tewanbarkirin, di hilbijartinên navendî yên partiyê de yên gulana 2015ê soz dabin hev, ji bo endamên wan yên kevin di cihên bilind de bihilbijêrin.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê tebaxa (August) 2015ê – Di 11ê tebaxa 2015ê de karmendên Asayîş (PYD), xaniyê Şêx Seîd Ehmed Şêx Ismaîl Zade li Al-Zeytûna ya ku bîst kîlometran li bakurê Efrînê dikeve teftîş kirin û dûre wî revandin. Ew endamê komîteya herêmî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) li Şeranê ye, ya ku deh kîlometran li bakurê Efrînê dikeve.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê tebaxa (August) 2015ê – Di 14ê tebaxa 2015ê de çend karmendên Asayîş (PYD), ketin xaniyê Ebdilrehman Apo li Helebê. Endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) ji KurdWatch re ragehand: »Êrîşvanan li dor saet çarê sibehê bi qîran li deriyê xanî dan û hewl dan bi zorê derbas bibin. Gava min derî vekir çend kes ji wan derketibûn ser dîwaran û hatibû ser erda xanî de. Wan xanî teftîş kir, laptopa min a şexsî bi xwe re birin û ji min xwestin, ku ez herim qereqola Asayîşê û wê ji wir bibim. Min ji wan re got, ku ev karekî mucrima ye û ku ez ê derbasî qereqola wan nebim. Wan dûre laptop xirabe dan hevalekî partiyê.«

ShareThis

KURDWATCH, 21ê tebaxa (August) 2015ê – Di 19ê tebaxa 2015ê de li Qamişloyê deh kesên sivîl û sê karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), di teqîna erebeyeke bombekirî de mirin. Bombe li nêzîkî qereqola Asayîşê teqiya. Dewleta Islamî (DI) xwe berpirsiyariya êrîşan ragirt ser xwe.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê tebaxa (August) 2015ê – Di 17ê tebaxa 2015ê de Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdî Mehmûd Ucê dîsa serbest berda. Ucê di 26ê tîrmehê de ji cihê karê xwe li nivîsgeheke simsariyê li Hisiça hatibû revandin [agahiyên bêhtir]. Asayîşê wê demê ji malbatê re gotibû, ku ew tiştekî li ser cihê mayîna Mehmûd Ucê nizane. Ucê ji KurdWatch re ragehand: »Wan pirsa Pêşmergeyên Rojava ji min kirin, wan ez tawanbar kirim, bi leşkerkirina mêren ciwan.«

ShareThis

KURDWATCH, 20ê tebaxa (August) 2015ê – Di 16ê tebaxa 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Hisên Remzî, endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S), ji ber xaniyê wî li Qamişlo revandin. Remzî heta 13ê tebaxa 2015ê di zindanekê de li Amûdê girtî bû. Li wir vepirsin bi wî re kirin li ser derbasbûneke mumkin ya Pêşmergeyên Rojava [agahiyên bêhtir] ber bi deverên kurdî li Sûriyê. Pêşmergeyên Rojava li Kurdistana Iraqê cih digrin.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê tebaxa (August) 2015ê – Di 15ê tebaxa 2015ê de şervanên Dewleta Islamî (DI) êrîşî wargehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li başûrê Telhemîsê kirin. Dever nêzîkî çil kîlometrî li başûrê Qamişloyê ye. Herweha wan êrîşî wargehên li başûrê Tel Birakê kirin, nêzîkî sih kîlometrî li rojavayê Tel Hemîsê. YPG karî êrîşan rawestîne.

ShareThis

KURDWATCH, 19ê tebaxa (August) 2015ê – Di 10ê tebaxa 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), xwendekarê kîmyayê Azad Ebdo Ico li ser nuqteyeke kontrolê li Dirbêsiyê revandin. Ico endamê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ye. Karmendên Asayîşê ji bavê wî re gotibûn dê wî bi zorê nekin leşker. Lê ti sedem ji bo revandina wî nedan mirovên wî.

ShareThis

KURDWATCH, 19ê tebaxa (August) 2015ê – Di 11ê tebaxa 2015ê karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Qamişloyê li ber derê nivîsgeha Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ber bi ezmanan ve teqand. Yekîtiyê kiryar wek hewldaneke tirsandina endamên û partiyê û gel şermezar kir.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê tebaxa (August) 2015ê – Di 10ê tebaxa 2015ê de Necad Hisên Enz yê pêncî salî ji ber fîşekeke teriqî mir, gava ew li ser banê xaniyê xwe li Qamişloyê razayî bû. Endamên çekdar yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) çend kolanan dûr ber bi ezmanan diteqandin, li gor gotinan ji ber kêfa sazkirina yekîneyeke karên taybet ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê tebaxa (August) 2015ê – Li gor agahiyên şahidan karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), rojnamvenê televizyona iraqî kurdî KurdistanTV Candar Şirnexî di 26ê tîrmeha 2015ê de ji lîstiggeheke futbolê li Qamişlo revandin. Wekû bersiv li ser pirsa mirovên wî karmendên Asayişê ragehandin ku ew tiştekî girêdayî cihê wî nizanin. Şirnexî di 13ê tebaxa 2015ê de dîsa serbest hat berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê tebaxa (August) 2015ê – Di 7ê tebaxa 2015ê de karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Ibrahîm Sultan Xelîl (zewicî, zarokek) ji bûsekê revandin, gava ew li ser rê bû ji Qamişlo berû Girê Sipî. Sedemên revandinê nediyarin.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê tebaxa (August) 2015ê – Di 27ê tebaxa 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Mizgîn Mihemed Remedan (zewicî, sê zarok) ji xaniyê wî li Qamişlo revandin. Remedan endamê Hevrêziya Şêx Meşûq e, komeke ciwanan, ya ku nêzîkî Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ye û endama Encûmena Niştimanî ya Kurdî ye. Remedan piştî şeş rojan serbest hat berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê tebaxa (August) 2015ê – Di 1ê tebaxa 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li bajarên Qamişlo, Amûdê û Dirbêsiyê mêrên ciwan revandin, yên ku di nuqteyên wan ên kontrolê de bihûrîn. Ew gereke ji bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD re bibin leşker [nivîsera leşkerkirina bi zorê daxîne]. Li gor agahiyên şahidan tenê li Qamişloyê heftê kes hatin revandin. Tê texmînkirin, ku di vê rojê de bi tevayî zêdeyî sed kes bi zorê hatibin leşkerkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê tebaxa (August) 2015ê – Di 4ê tebaxa 2015ê de rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, daxwaza ji qanala televîzyona kurdî Rûdaw herweha ji qanala rikebiriya Sûriyeyê Orient News kir, destûrên kar herweha nasnameyên çapemeniyê di nava du rojan de vegerînin. Herdu qanal tên tawanbarkirin, bi rengekî rêkûpêk derew belav kiribin. Di serî de karmendên Rûdawê di du salên çûyî de her dem pêrgî zordariyê ji aliyê PYD dibûn [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 10ê tebaxa (August) 2015ê – Di 29ê tîrmeha 2015ê de endamên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Dêrikê Ibrahîm Ebdilezîz Hesen (jidayikbûn 1985 li Dêrikê) li ser kolanekê revandin. Hesen endamê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ye.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê tebaxa (August) 2015ê – Di 1ê tebaxa 2015ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) karîn hemû şervanên Dewleta Islamî (DI) ji bajêr derbixin.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê tebaxa (August) 2015ê – Di 29ê tîrmeha 2015ê de Mihemed Ismaîl, endamê nivîsgeha siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) di hevpeyvînekê bi televîzyona kurdî Rûdaw re ragehand, eger artêşa tirk bikeve Sûriyeyê de gerek e gelê Kurd bi artêşa Sûriyeyê re li dijî Tirkiyeyê hevrêziyê bike. Kamîran Haco, ew jî endamê nivîsgeha siyasî ya PDK-S, ji KurdWatch re ragehand, ku Ismaîl ji wî re gotiye, ku wî ev yek negotiye. Ew bi şaşîtî wergerandine.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê tebaxa (August) 2015ê – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) dikarin di paşerojê de bibin parçeyek ji artêşa Sûriyeyê. Ev nêrîna serokê PYD yê hevbeş Salih Muslim bû di hevpeyvîneke di roja 26ê tîrmeha 2015ê de hatî weşandin bi rojnameya erebî Elheyat, ya ku li Brukselê çêbûbû. Lê mercên wê yekê ew in, ku hişmendiya artêşê bê guhertin. Vegereke artêşa berû deverên Kurdî bi mentalîteyeke Baasî yan muxaberatî nayê pejirandin. Vegera ber bi pêşerojê nîne.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê tebaxa (August) 2015ê – Di 26ê tîrmeha 2015ê de Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), di ragehandinekê de diyar kir, ku wê çend kes »girtin«, »yên ku îsabeyên çekdar dadimezrandin« û »têkiliyên wan bi derveyî Rojava [Kurdistana Sûriyê] re hene«. Li gor agahiyên KurdWatch ev kesên han di nav girtiyan de ne: li Qamişlo Gandî Murad Sîno û Ednan Murad Sîno, Ehmed Silê, Hesen Remedan Elî û Idrîs Mehmûd Mihemed; li Amûdê Mihemed Hesen Şiwêş; li Serê Kaniyê Welîd Hemîd Ebdê, Îsa Taha û Mustefa Ehmed Al Reşî. Mustefa Ehmed Al Reşî û Îsa Hec Taha endamên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtî ya Demokrat) ya Şêx Alî ya nêzîkî PYD ne. Ew di 29ê tîrmehê de dîsa serbest hatin berdan. Li Hisiça nivîskar Ebdulhekîm Beşîr Xidir, endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdî Mehmûd Hesen Ucê [agahiyên bêhtir] herweha Esad Ibrahîm Yasîn û Ibrahîm Esad Yasîn hatin revandin.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê tebaxa (August) 2015ê – Di 28ê tîrmeha 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li gundê Kîmara deh kîlometran li başûrê Efrînê dikeve Îdan Cemîl Amr, endamê komîteya herêmî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) cara diwan ji xaniyê wî revandin. Amr hîn di 3ê sibata 2015ê de carekê hatibû revandin.

ShareThis

KURDWATCH, 2ê tebaxa (August) 2015ê – Di 26ê tîrmeha 2015ê de kesên çekdar endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî Mihemed Ucê (jidayikbûn 1955, zewicî, heft zarok) ji cihê karê wî li nivîsgeheke simsaryê li Hisiça revandin. Biraziyekî wî şahidê revandinê bû. Biraziyê wî Welat Ucê ji KurdWatch re ragehand: »Ew karmendên Asayîşê bûn. Amê min nepejirand bi wan re here. Wan bi tivingan ew tehdîd kirin û bi xwe re birin«. Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ji malbatê re got ku ew tiştekî li ser cihê mayîna Mihemed Ucê nizane.

ShareThis

KURDWATCH, 31ê tîrmeha (July) 2015ê – Xedîca Kalê ya heftê salî ya ku di 20ê tîrmeha 2015ê de ji aliyê karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hatibû revandin [agahiyên bêhtir] dîsa azad e. Ew piştî çar rojan di bin zordariya Asayîşê de dîsa serbest hate berdan, piştî ku ji ber kêmxewî astengiyên tendurustî derketibûn.

ShareThis

KURDWATCH, 31ê tîrmeha (July) 2015ê – Di 27ê tîrmeha 2015ê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) karîn devera Serîna ku sih û pênc kîlometran li başûrê Kobaniyê dikeve bikin bin destê xwe de, ya ku berî wê ji aliyê şervanên Dewleta Islamî (DI) dihat kontrolkirin. Ji destpêka tîrmehê ve pevçûn li ser vê deverê hebûn [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 31ê tîrmeha (July) 2015ê – Di 27ê tîrmeha 2015ê de li Qamişloyê kesekî sivîl jiyana xwe ji dest da, gava li taxa Kornîş ya bajêr bombeyek teqiya. Du kes ji ber teqînê birîndar bûn. Li ser sûkeke pez jî li taxa Cumayê ya bajêr teqînek hebû. Pêre çar kes birîndar bûn. Agahiyên piştrast li ser sedemên teqînan û kesên pêrabûyî nînin.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê tîrmeha (July) 2015ê – Di 25ê tîrmeha 2015ê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) karîn li Hisiça şervanên Dewleta Islamî (DI) ji taxa nisbîyen mezin El-Neşwa derxîne. Di heman rojê de li navenda bajêr pevçûnek piçûk çêbû di nav şervanên YPG û leşkerên Artêşa Sûrî de. Artêşê ji şervanên YPG xwestibû, avahiya nexweşxaneyekê radestî wan bikin. Lê wan daxwaz pêkneanîbûn.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê tîrmeha (July) 2015ê – Di 21ê tîrmeha 2015ê de komîteya karên partiyan ya rêvebiriya demkî ya Kantona Efrînê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, daxwaznameyeke Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtî ya Demokrat) ya Mihyedîn Şêx Alî pejirand. Partiya ku wek nêzîkî PYD tê qebûlkirin li cem komîteyê, daxwaza destûrkirina xwe ji komîteyê kiribû, li gor yasaya partiyan ya ku ji aliyê rêvebiriya demkî hatî derxistin [agahiyên bêhtir]. Li dijberî wê partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî daxwazkirina destûrnameyê ji rêvebiriya demkî napejirînin, ji ber vê yekê pejirandina rewatiya wê ye. Di nav endamên Encûmena Niştimanî de parçeyek Yekîtîya Demokrat bi heman navî heye bi rêvebiriya Kamîran Heco Ebdo. Yek ji sedemên parçebûna wê ji makepartiyê cudahiyên nerînê girêdayî têkiliya bi PYD re bû [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 26. Juli 2015 – Di 18ê tîrmeha 2015ê de Edola Muhamed Ehmed (jidayikbûn 2001) ya temenbiçûk li dijî daxwaza dê û bavên wê tevlî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bû. Di 19ê tîrmeha 2015ê de Rohilat Mustefa Cemo (mê, jidayikbûn 1999) herweha Nizar Ibrahîm Cemo (nêr, jidayikbûn 1998) jî tevlî YPG bûn li dijî daxwaza dê û bavan. Her sê kes ji Eyn el-Bet in ya ku bîst kîlometran li başûrê rojhilatê Kobaniyê dikeve. Di 19ê tîrmehê de mirovên ciwanên revandî bi endamên PYD re axivîn yên ku li heman gund dijîn û wan kirin berpirsiyarên leşkerkirinê. Ji wê demê ve li gund rewş aloz e.

ShareThis

KURDWATCH, 26. Juli 2015 – Di 22ê tîrmeha 2015ê de karmendên Asayîş (PYD), li Dirbêsiyê Mehmûd Mihemed Şêxo (jidayikbûn di 2ê çileya paşîna 2003ê de) yê diwazdeh salî ji lîstikgeheke futbolê revand. Gava dê û bavên ciwanî li ser navendeke Asayîşê daxwaza serbestberdanê kirin, soz dan wan roja dî wî serbest berdin, lê soz nehat bicihanîn.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê tîrmeha (July) 2015ê – Di 21ê tîrmeha 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Mihmed Hesen Şiwêş li ber xaniyê wî li Amudê revand. Sedema rast ya revandina wî ne diyar e. Encûmena Niştimanî ya Kurdî revandin di ragehandinekê de şermezar kir.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê tîrmeha (July) 2015ê – Di 21ê tîrmeha 2015ê de li ser wargeheke ku berê ji bo armancên leşkerî dihat bikaranîn ya desthilata sûrî li Rimêlanê teqîneke mezin çêbû. Tê texmînkirin ku ew wekî cebilxane ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) dihat bikaranîn. Ji kêmayî çar şervanên YPG hatin kuştin û hinek din birîndar bûn. Li ser sedemên teqînê agahiyên bêhtir tune ne.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê tîrmeha (July) 2015ê – Di 18ê tîrmeha 2015ê de karmendên Asayîş (PYD), endamê komîteya herêmî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) Xelef Ehmed Hisên ji xaniyê wî li Hisiça revandin. Hisên di 19ê tîrmehê de dîsa serbest hat berdan. Hisên ji KurdWatch re ragehand: »Wan ez tawanbar kirim, ku li dijî PYD me. Di revandinê de bi şev li saet yekê şevê Asayîş hişk bûn, wan êrîşî malê kir û zarok tirsandin. Lê di zindanê de ew baş bûn bi min re«.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê tîrmeha (July) 2015ê – Di 19ê tîrmeha 2015ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), deverên di nav çiyayê Kezwan li rojavayê Hisiça û deverên ku berê di dest wê de bûn li başûrê bajêr [agahiyên bêhtir] kir bin destê xwe de. YPG wisa hemû deverên li hawîrdora bajarê Hisiça bi rê ve dibe. Hîn çend taxên bajêr di bin destê Dewleta Islamî (DI) de ne. Artêşa Sûrî, bi taybetî hêza ezmanî, herweha milîsên ereban yên nêzîkî rêjîmê jî li Hisiça li dijî DI şer dikin, lê heta niha nekarîn biserkevin.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê tîrmeha (July) 2015ê – Di 20ê tîrmeha 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Xedîce Kalê ya heftê salî ji xaniyê wê li Qamişlo revandin. Kalê berî wê bi çend rojan li Mala Gel ya PYD nerazîbûna xwe ji ber qutkirina elektrîkê dabû xuyakirin. Pê re pevçûneke bi gotinan di nav wê û karmendeke Mala Gel de, herweha sê kadroyên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) çêbû. Çalakvan li gor gotinan paşê li cem Asayîşê şekwe rakirin.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê tîrmeha (July) 2015ê – Di 15ê tîrmeha 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), êrîşî xaniyê endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) Esed Ibrahîm Yûnis li Hisiça kirin û li ber çavên zarokên wî li wî xistin. Di pey re wan ew û kurê wî yê temenpiçûk Ibrahîm (jidayikbûn 1998) revandin. Kur tenê çend rojan berî wê li ser nuqteyeke kontrolê ya Asayîşê hatibû girtin, ji ber wî cilên fermî yên pêşmergeyan li xwe kirbû. Wî hewl dabû, li Kurdistana Iraqê tevlî Pêşmergeyên Rojava bibe. Lê ew li wir ji ber piçûkiya temenê xwe nehatibû pejirandin û di pey re vegeriya bû Sûriyê.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê tîrmeha (July) 2015ê – Di 16ê tîrmeha 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Hesen Remzî, endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) ji xaniyê wî li Qamişlo revandin. Sedemên revandinê nenaskirî ne.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê tîrmeha (July) 2015ê – Di 17ê tîrmeha 2015ê de fermandariya giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Amûdê ragehand, damezrênerê Parêzvanên Xabûrê yên Asûrî di 22ê sibata 2015ê de ji aliyê çar şervanên YPG ve hatibû kuştin [agahiyên bêhtir]. Di heman demê de fermandariya giştî xwe dûr kir ji kuştinê û ragehand, ew ne li gor siyaseta YPG ye. Komîteyeke lêkolînê ji YPG û Encûmena Leşkerî ya Asûrî biryar da, ku kesên gumanbar bên girtin û radestî dadgehê bên kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê tîrmeha (July) 2015ê – Di 15ê tîrmeha 2015ê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) karîn şervanên Dewleta Islamî (DI) ji çend gundan li başûrê bajarê Hisiça derxin wek nimûne ji Ebyed ê nêzîkî sê kîlometran dûr e. PYD wisa deverên bakur, rojhilat û başûrê Hisiça bindest dike. Vê demê YPG hewl dide, deverên din li rojavayê bajêr bike bin kontrola xwe de. DI mîna berê hîn çend taxên bajêr kontrol dike.

ShareThis

KURDWATCH, 17ê tîrmeha (July) 2015ê – Di 11ê tîrmeha 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Dêrik û Serê Kaniyê gelek mêrên ciwan li ser kolanan bizorê kirin leşker. Agahiyan deqîq girêdayî hejmara wan kesan nînin.

ShareThis

KURDWATCH, 17ê tîrmeha (July) 2015ê – Di 11 û 12ê tîrmeha 2015ê de di nav şervanên Dewleta Islamî (DI) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de şer çêbûn li devera Serîna ku sih û pênc kîlometran li başûrê Kobaniyê dikeve. Herweha gelek pevçûn hebûn bi dirêjaya Feratê di nav Serîn û Cerabulsê. Cerablus li ser şetê rojava yê Feratê dikeve û di bin destê DI de ye. Çavdêr bawer dikin ku YPG êrîşekê li ser Cerablusê plan dike. Li gor medyaya tirkî desthilata tirkan dixwaze herêma di nav Efrîn û Cerablusê bi pehniya deh heta bîst kîlomêtran herweha bi dirêjaya sed û deh kîlometran bindest bike. Bi vî awayî gereke rê li ber wê yekê bê girtin ku YPG van deveran bindest bike û wisa kantona Efrînê bi kantonên Kobanî û Cizîrê ve girê bide, yên ku berê demekê ji hêla coxrafî ve bi hev du ve hatin girêdan [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 15ê tîrmeha (July) 2015ê – Di 7ê tîrmeha 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), xaniyê endamê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) Felemez Osman li Dêr Sewana sih kîlometran li bakurê Efrînê dikeve teftîş kirin û Osman revandin.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê tîrmeha (July) 2015ê – Di 12ê tîrmeha 2015ê de li Tel Temrê Sidra Mihemed Seîd Osman ya şazdeh salî bi fîşeke ku bê hemdî ji kalaşnîkofa wê teqiyayî bû jiyana xwe ji dest da. Ew wekî polîsa trafîkê di rêvebiriya demkî de karmend bû, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê tîrmeha (July) 2015ê – Di 3ê tîrmeha 2015ê de endamên rêber yên Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê di ragehandinekê de dan xuyakirin, ku partiya pêşverû endamên xwe yên hemû komîteyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî vedikşîne û endametiya xwe sar dike. Sedema biryarê li gor ragehandinê sazkirina hevgirtinekê bi armanca tehmîşkirina partiya pêşverû. Bêhtir zelalkirî mesele girêdayî hilbijartinên endamên komîteya karên derve ya civîna dawî ya encûmena nûhatî hilbijartin ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî [agahiyên bêhtir]. Bi tevayî heft partî hevbendiyek sazkiribûn û soz dabûn hev, namzedên hev - di bêhtirê caran de serok in - hilbijêrin:
1. Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyeyê (Serok Ibrahîm Biro);
2. Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) (serok Siûd Mela);
3. Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê (Serok Hemîdê Hecî Derwêş);
4. Partiya Wekhevî ya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Serok Nimet Dawûd);
5. Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (El-Partî) (Serok nehatiye danîn);
6. Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê/Yekîtî ya Demokrat) (Serok Kamîran Hecî Ebdo);
7. Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyeyê (Serok Siyamend Haco);
Serokê Partiyê Pêşverû di encûmenê de hate hilbijartin, lê tenê 43 deng wergirtibûn. Di dema ku Siûd Mela bi 59 dengan encama herî baş standibû. Ji ber vê partiya pêşverû giha baweriya ku beşek ji hevbendiyê namzedên wê nehilbijartine. Lê cudahiya dengan dikare ji ber hilbijêrên serbixwe yan ji ber partiyên derveyî hevbendiyê hatibe. Di çarçoveya gengeşiya vekêşanê de siyasetmedarên rêber yên partiya pêşverû ew texmîn nerast derxistin, yên ku vekêşana wê girêdayî biryara xistina Pêşmergeyên Rojava di bin fermandariya Encûmena Niştimanî ya Kurdî de [agahiyên bêhtir].
Partiya Pêşverû nêzîkî partiya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistan (YNK) e, ya ku bi xwe têkiliyên wê yên xurt bi desthilata îranî re hene û bi hevrêziyekê re ye di nav Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û Encûmena Niştimanî ya Kurdî de.

ShareThis

KURDWATCH, 11ê tîrmeha (July) 2015ê – Ji 30ê hizêranê heta 1ê tîrmeha 2015ê encûmena nûhatî hilbijartin a Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Qamişloyê civînek li dar xist, ji bo biryaran ji bo pirs û daxwaznameyên vekirî yên kongireya dawî ya Encûmena Niştimanî ya hizêranê [agahiyên bêhtir] bistînin. Piraniya kesên kombûyî bernameya siyasî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî pejirandin û nîzama wê derxistin. Herweha di civînê de komîteyeke rêvebiriyê hate hilbijartin. Serokê nû yê Encûmena Niştimanî ya Kurdî Ibrahîm Biro ye, sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyeyê.
Ji bilî wê biryar hate standin ku Pêşmergeyên Rojava, yekîneyeke Kurdên Sûriyê ya ku Kurdistana Iraqê hatî damezrandin, di paşerojê de bikeve di bin fermana Encûmena Niştimanî ya Kurdî de. Niha ew di bin fermana desthilata herêmî ya Kurdistana-Iraq di bin serok Mesûd Barzanî de. Di ragehandineke encûmenê de ya 3ê tîrmehê hatiye nivîsandin, ku ji bo vê yekê dê bi hemû aliyên pêgirêdayî - mebest Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û desthilata herêmî ya Kurdistana federe ye - bê lihevkirin, ji bo Pêşmergeyên Rojava karîbin bicin Sûriyeyê, ji bo li wir bergiriya deverên kurdan bikin.
Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ya Siyamend Haco ev biryar rexne kir, ji ber veguhestina yekîneyan ber bi Sûriyeyê girêdayî erêkirina PYD dike. Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ya Siyamend Haco ev biryar rexne kir, ji ber veguhestina yekîneyan ber bi Sûriyeyê girêdayî erêkirina PYD dike. Şepêla Pêşerojê di daxwazanameya xwe de, ya ku di civîna çûyî de ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî hatî pêşkêşkirin ya damezirandina yekîneyeke leşkerî [agahiyên bêhtir], pêşniyar kiribû ku komîteyek bê sazkirin, ya ku bi desthilata herêmî ya Kurdistana-Iraq û bi Emêrîkiyan re danûstandin bên danîn, ji bo Pêşmergeyên Rojava ji hêla leşkerî ve bên perwerde û çekdarkirin. Di pey perwerdeyeke wisa de gereke Pêşmergeyên Rojava bikevin di bin fermana Encûmena Niştimanî ya Kurdî de û Sûriyeyê bên veguhestin. 

Daxwaznameya Şepêla Pêşerojê ya qutkirina hemû têkiliyan bi PYD re nehat pejirandin, daxwaznameya wê ji bo forma birêvebiriya pêşerojî ya deverên ku bêhtir Kurd li wan dijî yên Sûriyê bê nîşandana edeman nehat gengeşekirin.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê tîrmeha (July) 2015ê – Di 4ê tîrmeha 2015ê de şervanên Dewleta Islamî (DI) êrîşî çend wargehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) herweha yên Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) ya ku bi YPG re hevrêziyê dike li nêzîkî bajarokê Sulukê (bîst kîlometran li başûrê rojavayê Serê Kaniyê) kirin, di 6ê tîrmehê de li bajarê Tel Temrê û di 7ê tîrmehê de li hawîrdorê Çiyayê Kezwanê li rojavayê Hisiça.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê tîrmeha (July) 2015ê – Di 6ê tîrmeha 2015ê de şervanên Dewleta Islamî (DI) êrîşî wargehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Ên Îsa ya ku sih û pênc kîlometran li başûrê Girê Sipî dikeve kirin. Çavkaniyên nêzîkî IS destpêkê îdîa kirin, ku hin parçe ji devera piçûk standin. Lê çavkaniyên YPG ragehandin ku êrîşvan paşde hatin vegerandin.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê tîrmeha (July) 2015ê – ji 5ê tîrmeha 2015ê ve dîsa bi sedan malbatên penaber li ser dergehê sînor di nav Kobanî û Suruç de kom dibin. Endamên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), rê li ber sefera mirovan ber bi Tirkiyê ve digirin.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê tîrmeha (July) 2015ê – Di 1ê tîrmeha 2015ê de Welîd Ebdilrehman (çil û sê salî, jidayikbûn li Qamişlo, zewicî, bavê çend zarokan) xwe li ber nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li bajarê Kurdistanê-Iraq, Silêmaniyê şewitand ji ber protestoya li dijî leşkerkirina kurê xwe. Endamên PYD Birînê panzdeh salî di 28ê hizêranê de 2015ê de bê erêkirina Welîd Ebdilrehman wekî şervan ji bo Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) kiribûn leşker. Gava Ebdilrehman di nivîsgeha PYD de li Silêmaniyê daxwaza vegerandina Birîn kir, wî ew agahî stand ku kurê wî li wargeha sereke ya PKK li çiyayên Qendîlê yên Kurdistan-Iraqê ye û PYD hew dikare ji bo vegera wî biryarê bistîne. Di pey re Welîd Ebdilrehman xwe li ber nivîsegehê şewitand. Endamên malbatê agir vemirandin û ew birin nexweşxaneyê. Dû re bav di hevpeyvînekê de ji televîzyona kurdan Rûdaw re ragehand ku ewê dîsa xwe bişewitîne eger PYD kurê wî venegerîne.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê tîrmeha (July) 2015ê – Di 3ê tîrmeha 2015ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) çend gundên li rojhilat û bakurê devera piçûk Serîn ya ku nêzîkî sih û pênc kîlometran li başûrê Kobaniyê dikeve, kirin bin destên xwe de. Serîn devera dawî ye, ya ku li hawîrdorê Kobaniyê ji aliyê Dewleta Islamî (DI) ve tê kontrolkirin. Dever ji hêla stratejî girîng e, ji ber ku li wir yek ji kêm piran heye, yên ku di di ser gola komkirî re diçe. Dever Reqayê ji deverên rojhilatê bajarê Helebê vediqetîne.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê tîrmeha (July) 2015ê – Di 3ê tîrmeha 2015ê de Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî), bixwe endam di Encûmena Niştimanî ya Kurdî de, bi Partiya Demokrata Çep a Kurdî li Sûriyê re û Tevgera Ciwanên Kurd, herweha Yekîtiya Hevrêzên Ciwanên Kurd li Sûriyê li Amûdê li dar xist. Nêzîkî pêncî kes beşdarî çalakiyê bûn. Kesên amadebû êrîşên Dewleta Islamî (DI) şermezar kirin û ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Tevgera Civaka Demoqrat (TEV-DEM) xwestin ku Lêvegera Kurdî [agahiyên bêhtir] dîsa vejînin.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê tîrmeha (July) 2015ê – Di 27ê hizêrana 2015ê de nêzîkî du sed alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li goristana Amûdê kombûn, ji bo qurbaniyên êrîşa Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li ser xwenîşandanekê di 27ê hizêrana 2013ê de [agahiyên bêhtir] bi bîr bîne. Kombûn bêyî rûdaneke neyînî qediya.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê tîrmeha (July) 2015ê – Di 30ê hizêrana 2015ê de ajansa nûçeyan ANHA ya nêzîkî PYD ragehand ku şeş şervanên Dewleta Islamî êrîşî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li rojhilatê bajarê Girê Sipî kirine. Sê ji wan hatine kuştin, yên dî reviyan.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê tîrmeha (July) 2015ê – di 28ê hizêrana 2015ê de şervanên Dewleta Islamî (DI) êrîşî wargehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Aşiyûxa kirin. Ew der cihekî stratejîk û girîng e, ku sih kîlometran li rojavayê Kobanîyê dikeve. YPG karî êrîşî bergire.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê tîrmeha (June) 2015ê – Di 24ê hizêrana 2015ê de li ser rêya Reqayê ber bi Kobanî ve mînek di bin bûseke biçûk de teqiya. Pê re ji kêmayî şeş rêwengiyên bûsê yên kurd jiyana xwe ji dest dan, hinek din birîndar bûn. Rêwiyên bûsa biçûk li ser daxwaza Dewleta Islamî (DI) dev ji bajarê Reqayê berdabûn [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 30ê tîrmeha (June) 2015ê – Di 25ê hizêrana 2015ê de şervanên Dewleta Islamî (DI) derbasî bajarê Kobaniyê bûn. Wan xwe di çend avahiyan de asê kirin û bê ser û ber fîşek teqandin kesên sivîl. Herweha şervanên DI kesên sivîl ji kêmayî li heft gundên hawîrdor kuştin, di nav de Kanftar, Menaz Tirmik, Derbazin, Xeros û Berx Batan. Li Berx Batana ku bîst û penc kîlometran li başûrê Kobaniyê dikeve ji kêmayî bîst û pênc kes hatin kuştin. Hejmara tevayî ya kuştiyan ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi 201 hatiye ragehandin. Di 27ê hizêranê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD karîn hemû şervanên DI li Kobaniyê bikujin.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê tîrmeha (June) 2015ê – Di çileya pêşîna 2014ê de Mihemed Xelîl Kîkiyê (jidayikbûn 6ê çileya paşîna 1999ê li Dirbêsiyê) yê ku wê demê panzdeh salî bû li Erbîlê li Kurdistana Iraqê winda bû. Li Erbîlê ew bi dê û bav û xwisk û birayên xwe re ji ber şerê navxweyî li Sûriyê baziya bû. Malbata wî texmîn dikir ew li cem Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) be. Wê lewra bi mehan hewl da li ba YPG herweha li ba Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên PYD agahiyên cihê mayîna wî bidest bixin. Lê hertim ji wan ew bersiv werdigirt, ku cihê mayîna wî nizanin. Di sibata 2015ê de malbata wî dawî zanî, ku kurê wê birastî li Tel Temrê ji bo YPG şer dike. Ew li wir li ser erebeyeke ku tivingeke automatîk li ser siwarkirî hatibû bicihanîn û ferman dida pênc şervanên dî yên ku bi xwe jî temenpiçûk bûn. Di adarê de ew li El-Agibeş li nêzîkî Tel Temrê bi giranî birîndar bû. Malbata wî ew bi arîkariya YPG ji bo dermankirinê birin Kurdistana Iraqê. Pismamê wî Elî Cemîl Kîkiyê ji KurdWatch re ragehand: »Mihemed di çavekî de kor bûye. Çend tiliyên xwe windakirye û nikare ji ber pîjiyên di lingên xwe de bi rê ve biçe.«

ShareThis

KURDWATCH, 30ê tîrmeha (June) 2015ê – Di 25ê hizêrana 2015ê de şervanên Dewleta Islamî (DI) êrîşeke mezin li ser bajarê Hisiça destpêkirin û piştî çend saetan du taxên bajêr yên ku bêhtir Ereb li wan dijîn li başûrê bajêr bindestkirin. Di heman demê de hêzên rêjîmê beşên bajêr bi giranî bombebaran kirin. Heta 26ê hizêranê di nav pêncî û heştê hezar welatî bi aliyê Amûdê û Qamişlo yan bi aliyê bakurê bajêr ve reviyan. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) heta niha tevlî pevçûnên li dijî DI li başûrê bajêr nebûn. Li gor agahiyên nepiştrast PYD wekû merc ji bo tevlîbûna kontrolkirina tevaya bajêr herweha çiyayekî girîng ji hêla stratejî li rojhilatê bajêr danîn, rêjîm li gor heman agahiyan gereke tenê avahiyên desthilatdariyê di dest xwe de bihêle. Herweha PYD dixwaze di hemû herêman de, yên ku ew di wan de şer dike, rêberiya leşkerî bistîne. Herweha rêjîm gereke çekên giran bide YPG û çekan ji milîsên xwe yên ereb bistîne.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê tîrmeha (June) 2015ê – Bi KurdWatch re du ragehandinên Dewleta Islamî (DI) hene, ya yekê dîroka wê 19ê hizêrana 2015ê ye. Bi van re ji şervanên DI tê xwestin, ku Kurd, yên wekî ji ola xwe dûrkirî tên nîşankirin, ji herêma bakurê parêzgeha Reqayê bên mişextkirin, ji ber ajanên di nav wan de hene. Ragehandina diwan, bê dîrok e, di heman demê de hatiye weşandin, rûniştiyên kurd wekî birayan nîşan dide, lê dîsa demeke ji 72 saetan ji wan re nîşan dide, ji bo ji herêma ber bi Tedmurê derkevin. Bi rastî dixuye ku tevgereke mişextiyê bi aliyê Kobaniyê ve heye. Herweha ji rûniştiyên Kurd tê xwestin ku erd û xaniyên xwe li cem nivîsgehen berpirsiyar yên Dewleta Islamî qeyd bikin, ji bo ku wekû milkê DI neyên dîtin. Tê texmînkirin ku ev yek ji bo naskirina milkên Kurdên beziyayî ye, ji bo dest li ser van bê danîn.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê tîrmeha (June) 2015ê – Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê di 24ê hizêrana 2015ê de li Qamişloyê bi boneya 41emîn salvegera siyaseta »kembera erebî« kombûnek li ber nivîsgeha partiya xwe li dar xist. Nêzîkî pêncî xwenîşanderî vegerandina erden wê demê hatin standin xwestin. Li Tel Temrê semînarek ji bo heman babetê li darxistin, li Qamişloyê, Amûdê, Dirbêsiyê û Girkê Legê endamên partiyê pelik belavkirin. Li Qamişloyê pêre çar endamên partiyê ji aliyê Asayişê ve, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), hatin girtin. Ew di heman rojê de dîsa serbest hatin berdan. Siyaseta »kembera erebî« pêşniyar dikir, ku bi pehniya deh heta pazdeh kîlometran bi dirêjaya sînorê tirkî û iraqî bi tevayî sed û çil hezar Kurd ji zêdeyî sê sed gundî bên derxistin û rûniştiyên ereb cihê wan bigrin. Bi pêkanîna plana di sala 1965ê de hatibû danîn di sala 1973ê de hate destpêkirin, bi tevayî heta 1976ê bîst û pênc hezar malbatên ereb li herêma Hisiça hatin bicihkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê hizêrana (June) 2015ê – Îvan Weysî Kîkiyê (jidayikbûn 17ê adara 1999ê li Dirbêsiyê) di 7ê adara 2015ê de li gundê El.Agîbeş yê ku du kîlometran li rojavayê Tel Temrê dikeve di şerê li dijî Dewleta Islamî (DI) hat kuştin. Ew di tebaxa 2014ê de tevlî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bûbû. Bavê wî di wê demê ji sê salan ve li Şamê girtî bû, dayika wî alîgira PYD ye. Pismamê wi Elî Cemîl Kîkîyê ji KurdWatch re ragehand: »Îvan piştî nêzîkî bîst rojan ji leşkerkirina wî rêkirin eniyê li rojavayê Serê Kaniyê. Piştî ku hevalê wî yên şer di êrîşekê de birîndar bûbûn û hatibûn kuştin, wî dev ji YPG berda. Lê dûvre wan dîsa nerîna wî guhert ji bo dîsa tevlî şer bibe.«

ShareThis

KURDWATCH, 28ê hizêrana (June) 2015ê – Di 23ê hizêrana 2015ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) wargeheke leşkerî ya girîng ya Dewleta Islamî (DI) bidest xistin, ya ku berê wargeha katîbeya 93 ya artêşa sûrî bû. Piştî çend saetan Eyn Îsa ya sih û pênc kîlometran li başûrê Girê Sipî dikeve, standin. Şervanên YPGyê nêzîkî çil kîlometran li bakurê Reqayê ne, navenda leşkerî a sûrî ya DI ye.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê hizêrana (June) 2015ê – Di 16ê hizêrana 2015an de Encûmena Niştimanî ya Kurd li Qamişloyê kongireya xwe ya sêyan girêda. Bi tevayî 282 beşdar encumeneke nû danîn ya ku ji heştê û yek endamê pêk tê. Her yekê ji sêzdeh partiyan, dûr ji giringiya wê, sê cih standin:
1. Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyeyê (Serok Ibrahîm Biro);
2. Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) (serok Siûd Mela);
3. Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê (Serok Hemîdê Hecî Derwêş);
4. Tegera Çaksaziyê ya Kurd - Sûriye (Serok Feysel Yûsif);
5. Partiya Wekhevî ya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Serok Nimet Dawûd);
6. Partiya Welatparêz a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Serok Tahir Sifûg);
7. Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (El-Partî) (Serok nehatiye danîn);
8. Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê/Yekîtî ya Demokrat) (Serok Kamîran Hecî Ebdo);
9. Partiya Çep a Demokrat a li Sûriyeyê (Serok Şelal Gedo);
10. Partiya Çep a Kurdistan - Sûriye (PDK-S) (Serok Mehmûd Mela);
11. Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyeyê (Serok Siyamend Haco);
12. Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyeyê (Rêbera nivîsgeha têkiliyan Narîn Metînî);
13. Encumena Êzîdiyên Sûrî.
Partiyên di xalên 7, 9 û 10 de hatin binavkirin parçe ne ji wan partiyên ku ji ber nêzîkahiya xwe ji PYD ji Encûmena Niştimanî ya Kurd hatin dûrkirin [agahiyên bêhtir]. Partiya Rêkeftina Demokrata Kurd Sûrî, parçeyek ji Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), di hizêrana 2015ê de tevlî Partiya Çep a Kurdistan bû. 

Çil û du cihên mayî ji Encumenê gihan kesên ji partiyan serbixwe, yên ku ji aliyê endamên serbixwe yên Encûmena Niştimanî ya Kurd ve hatin hilbijartin.
Komîteya amadekar ya kongireyê reşnivîsa nîzamekê pêşkêşî beşdaran kir. Endamên nû hatin hilbijartin yên encûmenê dê vê nîzamê û bernameya Encûmena Niştimanî ya Kurd piştî serrastkirina ji aliyê komîteyeke yasayî bidin ber dengdanê. Herweha Şepêla Pêşeroja Kurd ya Siyamend Haco sê daxwazname pêşkêş kirin. Ya yekê damezirandina baskekî leşkerî yê Encûmena Niştimanî ya Kurd pêşniyar dike, ya diwan daxwaza birîna têkiliyan bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) dike û ya sêyan pêşniyarekê saz dike ji bo birêvebirina deverên bêhtir kurd li wan dijî li Sûriyeyê. Daxwaznameya yekê bi berfirehî hate gengeşekirin û ji bêhtirê endaman bi erênî hatin dîtin. Hebûn herdu daxwaznameyên dî tenê hate ragehandin. Ne wekî di pêşniyaran de hatî hêvîkirin, ti pêşniyar neket ber dengdanê. Komîteya amadekar ya kongireyê biryar da, ku encûmena nû hatî hilbijartin gereke daxwaznameyan gengeşe bike û biryara wan bide.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê hizêrana (June) 2015ê – Di 20ê hizêrana 2015ê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li gor gotinên çalakvanan êrîşî hejmareke mezin ji gundên herêma Efrînê kirin û nêzîkî du sed mêrên ciwan bizorê kirin leşker. Hin ji gundên pêrgî êrîşî bûn ev in: Cindirêsê, Coqê, Reco, Şêran, Kefercenê, Meydano, Şêxorzê, Zerê, Bilbilê û Şiyê. Di nav kesên leşkerkirî de ji kêmayî du kesên temenbiçûk bûn, Mihemed Reşo yê şazdeh salî û Ciwan Xelo yê hivdeh salî. Di 23ê hizêranê de mirovên kesên bizorê hatin leşkerkirin daxwaza serbestberdana wan kirin. Niha li herêma Efrînê sih û şeş wargeh hene, ku li wan YPG milîsên xwe perwerde dike. Di nav wan de kesên bizorê hatin leşkerkirin jî hene.

ShareThis

KURDWATCH, 24. Juni 2015 – Di 20ê hizêrana 2015ê de şervanên Dewleta Islamî (DI) li bajarê Reqayê nêzîkî pêncî mêrên Kurd ji xaniyên wan revandin. Agahiyên girêdayî qedera kesên revandî nînin.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê hizêrana (June) 2015ê – Di şeva 21 li ser 22ê hizêrana 2015ê de li Qamişloyê pevçûn di nav şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û Artêşa Bergiriya Niştîmanî ya rejîmperwer de çêbû. Kesekî sivîl di pevçûnan de jiyana xwe ji dest da. Agahiyên girêdayî sedem û hejmara qurbaniyan nînin.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê hizêrana (June) 2015ê – Di 21ê hizêrana 2015ê de karmendekî Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), di êrîşeke xwekuj de li Qamişlo hate kuştin. Komandarê mezin yê Asayîşê, Ciwan Ibrahîm, ji ajansa nûçeya ya nêzîkî PYD ANHA re ragehand, ku kujer li destpêkê çavdêrek li ber avahiya Asayîşê bi fîşekan kuşt, dû re kete avahiyê de û li xwe teqand. Pêre sê karmend birîndar bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê hizêrana (June) 2015ê – Di 11ê hizêrana 2015ê de Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), sê ednamên komîteya herêmî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) yên Efrînê Ebdilhenan Hebeş, ehmed Cemaledîn Seydo û Mustefa Cemaledîn Seydo serbest berdan. Hebeş di 21ê gulana 2015ê de hatibû revandin, siyasetmedarên dî di 27ê gulana 2015ê de hatibûn revandin. Di dema revandinê de ew li malên xwe bûn li devera Raco yê ku nêzîkî bîst û pênc kîlometran li bakurê rojavayê Efrînê dikeve.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê hizêrana (June) 2015ê – Di 8 û 9ê hizêrana 2015ê de li Qahîrê konferanseke komên rikebiriya sûrî li dar ket, ya ku desthilata misrî vexwendinên wê rêkirbûn. Di nav beşdarên kurd de nûnerên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), yên rêvebiriyên demkî yên Kantonên Cizîr û Kobaniyê, yê ku ji aliyê PYD ve hatine danîn, partiya jinan ya nêzîkî PYD Yekîtiya Stra, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD, nûnerên partiyên din yên nêzîkî PYD herweha nûnerên partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî. Di nav komên dawî binavkirî serokê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ebdilhemîd Hecî Derwêş. Nûnerên Partiya Yekîtî ya Kurî li Sûriyê û yên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) ji konferansê dûr man bi sedema ku tenê vexwendinên kesayetî hatibûn şandin. Herweha kombûna rikebiriya sûrî ya herî mezin, Hevbendiya Niştîmanî ya Şoreşa Sûrî û Hêzên Rikebiriyê wekî rêxistin ne beşdar bû. Lê deh partiyên Kombûna Niştimanî ya Hêzên Guherîna Demokrat ya nêzîkî rêjîmê beşdar bûbûn. PYD jî di vê kombûnê de ye. Di ragehandina dawî de, ya ku ristên bingehîn yên çareserkirina pirsgirêka sûrî şîrove dike, qet ti plan nehatine nivîsîn ji bo birêvebiriya pêşerojê ya deverên ku bêhtir Kurd li wan dijîn. Di ragehandineke zêdekirî de ya bi navê Peymana Niştîmanî hatiye, ku Gelê sûrî ji Ereb, Kurd, Asûrî, Turkmen û komên din yên neteweyî pêk tê û ev xudan mafên wekhev yên rewa yên neteweyî ne li gor peymanên navneteweyî.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê hizêrana (June) 2015ê – Di 16ê hizêrana 2015ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bajarê Girê Sipî bi tevayî standin. Ji dema bindestkirina Çiyayê Kezwan di 5ê hizêrana 2015ê de [agahiyên bêhtir], YPGê karî wilo bi pehniya di nav deh û bîst kîlometran bi tevayî dused kîlomêtran pêş bikeve. Li gel ku YPG di pêşketina xwe de piştgirî ji êrîşên ezmanî yên hêza çekdarî ya ezmanî ya WY stand, lê pêşketina lez delîleke li dijî pevçûnên giran bi Dewleta Islamî (DI) re. Bêhtirê şervanên DI ji Girê Sipî jî derketibûn hîn berî pêşketina YPG. Heta 20ê hizêranê YPGê gundên dî li başûrê bajêr standin. Salih Muslim, serokê hevbeş yê PYD di 17ê hizêrana 2015ê de ji rojnameya tirkî Hurriyet re ragehand, Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên PYD, dê rêvebiriya Girê Sipî bi rêvebiriyeke sivîl re ji YPGê bistîne. Karmendên rêvebiriya demkî ya Kantona Kobanî, ya ku ji aliyê PYD ve hatiye danîn, ragehandin ku Girê Sipî gereke tevlî Kantona Kobaniyê bibe.

ShareThis

KURDWATCH, 19ê hezîrana (June) 2015ê – Di 15ê hezîrana 2015ê de şervanên rêjîmperwerên Artêşa Bergiriya Niştîmanî û Murad Elwan Ebdê yê şazdeh salî li Qamişlo revandin. Bavê wî Elwan Ebdê ji KurdWatch re ragehand: »Bi kurê min re ji kêmayî heft kesên sivîl û panzdeh karmendên Asayîşê hatin revandin.« Di 16ê hezîranê de Murad Elwan Ebdê û kesên dî yên sivîl di çarçoveya pevguhertina girtiyan de di nav mîlîsên rêjîmperwer û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) dîsa hatin serbestberdan. Nexuya ye eger karmenên Asaîişê jî, Hêzên Ewlekariyê yên PYD, serbest hatinberdan yan hîn girtîne.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê hezîrana (June) 2015ê – Di 14ê hezîrana 2015ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bajarokê Suluk yê ku bîst kîlomêtran li başûrê rojhilatê Girê Sipî dikeve dorpêçkirin û gundên hawîrdor kirin bin destê xwe de. Di pey re wan berê xwe dan bi aliyê rojava ve û gihan wan yekîneyên YPG, yên ku herêmên rojhilatê Kobaniyê kontrol dikirin. Bi vî awayî cara yekê navedereke di bin destê YPG de di nav »Kantona Cizîr« û »Kantona Koabnî« sazkirin [agahiyên bêhtir]. Bi piştgiriya hin yekîneyên Artêşa Azad ya Sûrî, YPG di pey re êrîşî bajarê Girê Sipî kir yê ku ji aliyê Dewleta Islamî (DI) ve dihat kontrolkirin. Bi rêya Girê Sipî her tim şervanên DI ji Turkiyê tên navenda DI li Reqayê. Hîn di heman rojê de YPG karî taxê rojhilatî yên bajêr herweha deriyê sînor yê nêzîk bikin bin destên xwe de. Bi hezaran penaber kombûn li ser sînorên sûrî-turkî, ji bo herin welatê cîran. Bajarê Girê Sipî bêhtir Ereb lê dijîn, lê hin kurd jî li wir in.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê hezîrana (June) 2015ê – Di 11ê hezîrana 2015ê de karmendên Asayîşê yên partiya yekîtiya demokrat (PYD), Kawa Mihemed Xêr li nêzîkî mala dê û bavên wî li Qamişloyê bizorê kirin leşker. Gava bavê wî, Mihemed Xêr, ji karmendên Asayîşê vegerandina kurê xwe xwest, pevçûneke bi gotinan di nav wan de çêbû. Piştî demeke kin Mihemed Xêr ji ber krîza dil mir. Piştî navbertiya çend kesan kur di 12ê hezîrana 2015ê de serbest hate berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê hezîrana (June) 2015ê – Di 12ê hezîrana 2015ê de endamên Asayîşê, hêzên ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), demeke kin piştî nîvê şevê erîşî du xaniyan kirin li Derûna Qulinga ya ku deh kîlomêtran li bakurê rojhilatê Tirbesipiyê dikeve. Wan Feysel Mihemed Neqîb endamê komîteya herêmî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) herweha hevalê wî yê partiyê Mihemed Hisên revandin. Sedemên revandinê ne diyar in.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê hezîrana (June) 2015ê – Di 10ê hezîrana 2015ê de li Serê Kaniyê »Ketîbeya Navnetewî ya Azadîyê« hate damezirandin. »Ketîbeya Azadîyê« yekîneyeke leşkeriye, ya ku gereke piştgiriyê bide Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD). Weke ku ajansa nûçeya ANHA ya nêzîkî PYD di heman rojê de nivîsî, ketîbe gereke ji endamên partiyên cuda yên komunîst pêk were herweha ji şervanên çerkes, yûnan, tirk û elman. Awayê girêdana rêxistinî bi YPG re nexuyaye. Li ser wêneyên hatin weşandin şervan ti simbolên YPG daneynin ser cilên xwe yên fermî.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê hezîrana (June) 2015ê – Di 9ê hezîrana 2015ê de li ber avahiyeke Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Tirbesipîyê teqînek çêbû. Li gor agahiyên Asayîşê ew teqîn bi rêya karekî xwekujiyê bû. Sê karmendên Asayîşê birîndar bûn. Herweha çend xaniyên hawîrdor hinekî xirab bûn. Xudanên dikanên li nava bajêr ji tirsa êrîşên inî dikanên xwe girtin.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê hezîrana (June) 2015ê – Di 4ê hezîrana 2015ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Qamişloyê hewl dan, mêrên ciwan di qehweyeke internetê de li taxa el-Wista, ya ku bêhtir xiristiyanî li wê dijîn, bike leşker. Gava mêran li ber xwe dan fîşek hatin teqandin. Şervanekî YPG bi giranî birîndar bû. Hatina erebeyên milîsên xristiyanî yên Sootoro yên nêzîkî rêjîmê hişt rewş bêhtir gur bibe, şervanên herdu aliyan ber bi ezmanan fîşek teqandin. Kesên sivîl ji hawîrdor hatin dûrkirin, encama astengiyê ne diyar e.

ShareThis

KURDWATCH, 11ê hezîrana (June) 2015ê – Di 7ê hezîrana 2015ê de artêşa Sûriyeyê êrîşek li dijî wargehên Dewleta Islamî (DI) li başûrê bajarê Hisiça da destpêkirin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ragehandin, ku ew tevlî pevçûnan nebûne.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê hizêrana (June) 2015ê – Di nav 19 û 31ê gulana 2015ê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) herêmên mezin li rojavayê Serê Kaniyê ji Dewleta Islamî (DI) standin. Di 25ê gulanê de şervanên DI ji Tel Ebû Şeyxat (çil kîlometr li başûrê rojavayê Serê Kaniyê) hatin derxistin û bajarê El-Mebrûka (yek kîlmoter li rojhilatê Tel Ebû Şeyxat) kirin bin destê xwe de. Herweha herêma bîst kîlometr fereh di nav El-Mebrûka û Nus Tell (pêncî kîlometr li rojhilatê Girê Sipî) niha di bin destê YPG de ye. Li gor agahiyên malpera HAWARNEWS ya nêzîkî PYD di bindestkirinê de hejmareke mezin ji şervanên DI hatin kuştin. Lê wêneyên ku karîbin vê agahiyê piştrast bikin nehatin weşandin. Her ne diyar e, heta çi radeyê şer birastî di nav YPG û DI de pêk tê û xurtiya DI li wan deveran çiqas e. Herêma ketî bin destê YPG de kêm xelk li wê dijîn. Bindestkirina wê ji bo YPG lewra girîng e, ji ber ew ji wan devera ye, yên ku Cizîr û Kobanî ji hevdu qut dikin. YPG li gor agahiyan dixwaze van deveran û bajarê Girê Sipi bi dest bixe ji bo kantonên Cizîr û Kobanî, yên ku wê sazkiriye bi hev ve girê bide [agahiyên bêhtir]. Çalakvanên ereb YPG tawanbar dikin, di herêmên binavkirî de pakkirineke netewî pêk tîne. Di rastiyê de li gor agahiyên KurdWatch ji rûniştiyên gundên ereb hate xwestin ku dev ji malên xwe berdin. YPG sedemên vê yekê wiha bi lêv dike, ku ev gund di »herêmên girtî« de ne.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê hizêrana (June) 2015ê – Di 6ê hezîrana 2015ê de sê karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Aldar Qerno yê diwazdeh salî li berê mala bavê wî girt û li wî dan. Wan ji malbatê re got ku sedemê wê yekê qedexekirina ajotina motorpisqilêt e, ku kurik qedexekirin şikandibû. Herweha wî guh nedabû emrê Asayîşê û ne rawestiyabû, loma wan »dikarî wî bikujin«. Piştî kêlîkeke kin nêzîkî bîst û pênc karmendên Asayîşê êrîşî xanî kirin. Wan ber bi ezmanan ve fîşek teqandin û Aldar Qerno, bavê wî, Ehmed Qerno, birayê wî yê bîst û çar salî Ismaîl herweha pismamê wî yê ku ew jî bîst û çar salî ye, Rodî Qerno revandin. Mezlûm Qerno, pismamekî din ji KurdWatch re ragehand: »Ev hemû tenê şanoyek e. Demeke kin berî salvegera kuştara Amûdê ew dixwazin rûniştiyên bajêr bitirsînin«. Birayekî Mezlûm Qerno, Berzan Qerno, di 27ê tîrmeha 2013ê de di pey êrîşeke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD li dijî xwenîşanderên aştiyane jiyana xwe ji dest da bû [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 6ê hizêrana (June) 2015ê – Di 4ê hezîrana 2015ê de du kesên rûgirtî herdu al dirandin, yên ku li ser dergehê nivîsgeha Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtiya Demokrat) ya Mihyedîn Şêx Alî li Kobaniyê hildayî. Yek ji alan ala kurdî bû ya din ala partiya Yekîtiya Demoqrat bû.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê hizêrana (June) 2015ê – Li gor çalakvanên ereb, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li dawiya gulanê daxwaz ji gundiyên li hawîrdorê çiyayê Kezwanê (Ebdilezîz) kirin, ku dev ji gundên xwe berdin. Çiya berî wê bi çend rojan ketibû bin destê YPG de [agahiyên bêhtir]. Gelek kes li gor agahiyan wekî daxwazê kirine. Çalakvanên Kurd texmîn dikin ku YPG ditirse ku Dewleta Islamî (DI) di hewldana vegerandina çiya pişta xwe bi gelê ereb xurt bike. Hejmara deqîq ya kesên mişextkirî nediyar e.

ShareThis

KURDWATCH, 3ê hizêrana (June) 2015ê – Di 30 û 31ê gulana 2015ê de Dewleta Islamî êrîşî wargehên rejîma sûrî kir deh kîlometran li başûrê bajarê Hisiça. Di êrîşê de zêdeyî sih şervanên hêzên desthilatdariyê jiyana xwe ji dest dan. Çend mûşek di 30e gulanê de li bajarê Hisiçayê, çar ji wan li taxên kurdan Salihiyê û Miftî ketin. Çend kes birîndar bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 1ê hizêrana (June) 2015ê – Encûmena Niştimanî ya Kurd di amadekariyên kongireya xwe ya sisêyan de çend daxwaznameyên endametiyê pejirand. Di nav endamên nû de, yên ku dê di kongireyê ji bo hezîrana 2015ê tê plankirin amade bibin, ew fraksyona Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî) ya ku di Kongireyê partiyê di nîsana 2015ê de beşdar nebûbû û wisa li dijî Nesredîn Ibrahîm rawestiya bû [agahiyên bêhtir], herweha parçeyeke Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekîtiya Demokrat) di bin rêberîtiya Kamîran Hecî Ebdô de. Hecî Ebdo partî parçe kiribû [agahiyên bêhtir], pişti ku Yekîtiya Demoqrat bi rêbertiya Mihyedîn Şêx Alî, mîna El-Partî ya Nesredîn Ibrahîm ji ber nêzîkahiya wê ji Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di çileya paşîna 2014ê de ji Encûmena Niştimanî ya Kurd hatibû dûrxistin [agahiyên bêhtir]. Pê re parçeyên Partiya Çep a Kurd li Sûriyê herweha Partiya Çep a Demoqrat ya Kurdî li Sûriyê hatin pejirandin. Herdû partî di şibata 2014ê de ji Encûmena Niştimanî ya Kurd hatibûn dûrxistin, piştî ku wan xwe tevlî desthilata demkî ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) kiribûn [agahiyên bêhtir]. Wisa parçeyên wan hemû partiyan hatin pejirandin, yên ku ji ber nezîkahiya xwe ji PYD ve ji Encûmena Niştimanî ya Kurd hatin dûrkirin. Hejmara endamên, bi taybetî yên parçeyên herdu partiyên çep hindik in. Hin ji wan tenê çend kes in. Lê makepartî jî ne gelekî mezintir in. Herweha  Encûmena Niştimanî ya Kurd herdu fraksiyonên Şepêla Pêşerojê ya Kurd li Sûriyeyê pejirandin. Di dema ku partiya Siyamend Haco profîleke rexnegiriya PYD ya zelal hilbijartiye, beşê dî yê Şepêla Pêşeroj danûstandinan bi PYD re ji kokê red nake [agahiyên bêhtir]. Herweha parçeyeke Tevgera Ciwanên Kurd li gel vê  bixwe dê cihê xwe di Encûmena Niştimanî ya Kurd de bigre. Tevgera Ciwanên Kurd yek ji endamên damezrênere yên Encûmena Niştimanî ya Kurd. Hemû endamên nû dê karibin li gor mezinbûna xwe di Encûmena Niştimanî ya Kurd cih bigrin. Agahiyên deqîq girêdayê vê yekê nînin.

ShareThis

KURDWATCH, 31ê gulana (May) 2015ê – Di 28ê gulana 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ji endamê komîteya navendî yê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê herweha ji endamê komîteya herêmî ya Yekîtî li Rimêlanê Bengîn Fethî xwestin ku dev ji xaniyên xwe berdin. Herdu kesan berî wê di bernameyên televizyonan de rexne li PYD kiribûn. Xaniyên ku ew di wan de ne yên dewletê ne. Ew ji aliyê rejîma Baas ve bi kirêdarî hatine belavkirin li ser karmendên şîrketên petrolê.

ShareThis

KURDWATCH, 31ê gulana (May) 2015ê – Di 28ê gulana 2015ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi Yekîneyên Artêşa Azad ya Sûrî (AAS) re di çarçoveya hevbendiya Burkan al-Furat (volkana Firatê) bîst kîlometre li rojavayê bajarê Girê Sipî, yê ku di bin destê Dewleta Islamî (DI) de ye, êrîşek dest pê kir. Herweha yekîneyên YPG bi berdewamî serkeftinên leşkerî radigihînin li rojhilatê Girê Sipî. Çalakvanên nêzîkî PYD li ser planeke bindestkirina Girê Sipî diaxivin, ji bo bi rêya wê girêdanek di nav kantonên Kobanî û Cizîrê çêbibe.

ShareThis

KURDWATCH, 31ê gulan (May) 2015ê – Di 26ê gulana 2015ê de şervanên hevgirtina ku behtirê endamên we silamî »Labaykî uxtah« êrişî wargehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li taxa Helebê Şêx Meqsûd kirin. Pêre du kes birîndar bûn. Hevgirtinê di 24ê gulana 2015ê de du roj dem dest nîşan kir ji bo ku YPG di wê demê de xalên lihevkirî yên destpêka gulanê [agahiyên bêhtir] bi cî bîne. Piştî çend saetan nûnerên herdu aliyan hev dîtin û ji bo bêdengkirina çekan li hev kirin. Di vîdyoyekê de nûnerekî YPG radigihîne ku xalên lihevkirî dê di demeke kin de bên bicihanîn.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê gulana (May) 2015ê – Di 26ê gulana 2015ê Ceylan Ekrem Umer (jidayikbûn di 20ê tebaxa 2001ê de li Qamişlo) piştî gerekê venegeriya mala dê û bavên xwe. Malbat guman kir, ku Ceylan ji aliyê YPG ve hatiye leşkerkirin. Hin mirovên wê di pey re xwe komkirin li ber leşkergeheke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û vegerandina keça temenpiçûk xwestin. Lê karbidestên leşkergehê nexwestin bi kesên kombûyî re bipeyivin. Piştî kêlîkekê vana dîtin çawa keç di erebeyekê ji leşkergehê hate derxistin.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê gulana (May) 2015ê – Di 24ê gulana 2015ê de şervanên Ketîbeya Nuredîn-Azenkî ya rikebiriyê li nêzîkî bajarê Binîşê ya ku li bakurê rojhilatê Idlibê dikeve, bûsek bi nêzîkî çil Kurd revandin. Ew li ser rêya vegerê ji Şamê ber bi Efrînê bûn. Kesên ew revandin daxwaza serbestberdana girtiyekî, ku baştir nehatî danasandin, ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) kirin. Ji bilî sê jin û şofêrê bûsê hemû kesên revandî di roja din de dîsa serbest hatin berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê gulana (May) 2015ê – Di 19ê gulana 2015ê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) şervanên Dewleta Islamî (DI) ji çend gundên ku nêzîkî pênc kîlometran li başûrê Serê Kaniyê dikevin derxistin. Navê van gundan: Um-Al-Mesamîr Ereb, Um Al-Mesamîr Kurd, Um Al-Mesamîr Xerbî, Hecî Qadirî, Hiweyca û Tel Hemam.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê gulana (May) 2015ê – Di 23ê gulana 2015ê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) qedexekirina derveçûna şevê ya ku ji 7ê gulana 2015ê ve li çend taxên Hisiçayê danî bû [agahiyên bêhtir] bi dawî kir. Ev qedexekirina derveçûnê ya herî dirêj bû ji aliyê PYG ve.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê gulana (May) 2015ê – Di 20ê gulana 2015ê de şaredariya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Girkê Legê ji hemû xudanên dikanan bi nivîskî xwest ku armeyên dikanên xwe li ser hesabê xwe biguherînin. Armeyên nû divê bi sê zimanan bin - kurdî, erebî û aramî.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê gulana (May) 2015ê – Ji demekê ve Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li gelek bajarên herêmên bêhtir Kurd li wan dijîn yên Tirkiyeyê dem bi dem perwerdekirinên siyasî ji bo ciwanên Kurd pêk tîne. Di xaniyên taybet de komên heta bi sih kesan bi dirêjahiya hefteyek heta du hefteyan dersan distînin. Têkilî ber bi derve bi xurtî qedexe ye. Piştî bidawîkirina perwerdekirinê kesên beşdar dikevin ber biryarê de, ka ew dixwazin li Tirkiyeyê karê siyasî bikin yan li Sûriyeyê şer bikin. »Gelek kes biryarê distînin ku li Sûriyeyê şer bikin«, wisa çalakvanekî ji KurdWatch re ragihand.

ShareThis

KURDWATCH, 22ê gulana (May) 2015ê – Di 17 û 18ê gulana 2015ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) deh kîlometran li başûrê rojavayê Tel Temrê eniyeke diduyan li dijî wargehên Dewleta Islamî (DI) vekirin. Li gor agahiyên YPGyê, wan karîn DI heta 2ê gulana 2015ê ji bîst gundan derxin. Di nav de çend gundên xiristiyan hebûn. Pêşketina YPG bi êrîşên ezmanî yên hevbendiya bi rêberiya WY re pêk hat.

ShareThis

KURDWATCH, 22ê gulana (May) 2015ê – Di 16ê gulana 2015ê de Dicla Mihemed, cîgira serokê Komîteya Bergiriyê ya rêvebiriya demkî ya Kantona Efrînê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, di hevpeyvînekê de bi ajansa ANHA ya nêzîkî PYD da xuyakirin, ku encumena rewayî ya kantonê di 7ê gulana 2015ê de yasayek leşkerkirinê daniye. Naverok mîna yasaya Kantona Cizîrê ye ya ku di 13ê tîrmeha 2014ê hatibû weşandin [agahiyên bêhtir]. Ji ber yasayê dê di demeke nêzîk de li kantona Efrînê jî mêrên ciwan yên hejdeh û sih salî bi zorê bên mecbûrkirin ku xizmeteke leşkerî ya şeş mehî di Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yê PYD de pêk bînin.

ShareThis

KURDWATCH, 22ê gulana (May) 2015ê – Di 15ê gulana 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li ser çarşiyeke heftane li Dirbêsiyê hejmareke mezin ji mêran bi zorê kir leşker. Hejmarên deqîq nînin.

ShareThis

KURDWATCH, 22ê gulana (May) 2015ê – Di 20ê gulana 2015ê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) çiyayê Kezwanê (Ebdilezîz), yê ku nêzîkî sih û pênc kîlometreyan li başûrê rojavayê Hisiça dikeve bindest kirin. Çiyayê Kezwanê berdewamiya çiyayê Şengalê li Iraqê ye. Di deverên bindestkirî de bi kurd û xristianiyan re bêhtir endamên eşîrên erebî dijîn.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê gulana (May) 2015ê – Di 9ê gulana 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Nezîr Mustefa li ser sînorê sûrî-iraqî revandin. Endamê komîteya herêmî ya Dêrikê ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) hewl dabû, deriyê sînorê Sê Malka bi aliyê Kurdistana Iraqê de bihurîne. Mustefa piştî sê rojan dîsa serbest hate berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê gulana (May) 2015ê – Di 11ê gulana 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), civîneke navxweyî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) li xaniyekî taybet li gundê Basûtê, yê ku pênc kîlometreyan li başûrê Efrînê dikeve, di bin tehdîda zora çekan de bidawî kirin. Di civînê de endamê komîteya navendî ya PDK-S Hisên Îbeş jî amade bû. Asayîşê li kesên amadebûyî qedexe kir, ku civînên din li dar bixin.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê gulana (May) 2015ê – Di 13 û 14ê gulana 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Amûdê, Qamişlo û Girkê Legê hejmareke mezin ji mêran bi zorê kirin leşker. Hejmarên deqîq nînin.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê gulana (May) 2015ê – Di 2ê gulana 2015ê de panzdeh komên çekdar yên rikebiriyê li Helebê yekîtiyê li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ragihandin. Yekîtiya bi navê »Labaykî uxtah« (»Emê arî te bikin xuhê«) di nav de Cebhet Al-Nusra herweha Cebhet Aşamiya cih girtibûn. Berî wê şervanên YPG li taxa Şêx Meqsûd, ya ku heta wê demê tenê ji aliyê wan dihate birêvebirin jineke bi destmal riswa kiribûn û dûvre ji wê xwestibûn, ku ji xaniyê xwe derkeve. Di 4ê gulanê de yekîtiyê bi Yekîneyên Parastina Gel re ragehandinek imzekir. Ya dawî binavkirî xwe mecbûr dît, ku kesê berpirse êrîşa li ser jinê radestî komîteyeke yasayî bike, ya ku cihê wê di nivîsgeha Cebhet Aşamiya de ye. Herweha hate lihevkirin, ku Şêx Meqsûd ji wê demê û pê de mîna hemû taxên Helebê bê dîtin û ne parçeyê ji rêvebiriya demkî ya PYD ye. Komên islamî li wir dikarin serbest tevbigerin. Ji bilî wê guherandina girtiyan di nav herdu aliyan de hate li hev kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê gulana (May) 2015ê – Di 10ê gulana 2015ê de karmendên Asayiş, des (PYD), kombûnek belavkirin, ya ku ji aliyê komîteya herêmî ya wê derê ya Encumena Niştîmanî ya Kurd hatibû li darxistin. Kombûn wekû piştgirî bû ji bo xwenîşandanên, ku ji çend rojan ve berdewam in. Asayîşê pênc beşdarên xwenîşandanê revandin. Ew piştî du rojan serbest hatin berdan. Xwenîşanderekî ji KurdWatch re ragehand: »Asayîşê sixêf li me kirin. Wan ji me pirsî, çima em ji bo qehpekê xwenîşandanê li dar dixin.« Gotina »qehp« hatibû girêdan bi jina ciwan, ya ku mirina wê sedem bû ji bo tevlîheviyên li Îranê. Piştî hewldaneke destavêtina zayendî wê bi rêya xweavêtina ji taqa diwan xwe kuştibû.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê gulana (May) 2015ê – Di 9ê gulana 2015ê de karmendên Asayîş (PYD), kombûnek li Girkê Legê belav kir. Kombûn ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurdistan hatibû amadekirin, ya ku nêzîkî Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) ye. Asayişê gelek telefonên destan yên beşdaran ji wan standin. Herweha du rojnamevanên televîzyona Rûdawê revandin. Ew piştî çend saetan dîsa serbest hatin berdan. Wan kamêreya xwe şkestî standin. Kombûn wekî piştgirî bû ji bo xwenîşandanên, ku ji çend rojan ve berdewam in. Xwenîşandan rexnegirên rêjîmê li herêmên kurdî yên Îranê ne. Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) tê tawanbarkirin ku ew protestoyên li Îranê bi mebest gur dike ji bo hincetek hebe ji bo binpêkirina protestoyan.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê gulana (May) 2015ê – Li destpêka gulana 2015ê karmendên rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîreyê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, hemû mamostayên li Girkê Legê mecbûr kir û pênc sed lîreyên sûrî ji bo jinûveavakirina Kobaniyê wekî arîkarî bidin. Li gor agahiyên KurdWatchê, PYD plan dike ji xudanên dikan û erdan jî bi zorî arîkariyan bistîne.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê gulana (May) 2015ê – Di 3ê gulana 2015ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), êrîş birin ser dikanên internetê û qehwexaneyan li Serê Kaniyê û gelek mêrên ciwan bi zorê kirin leşker. Di heman demê de kesin din li ser kolanan hatin revandin. Mirovên bihêrs yên kesên revandî li cem Asayîşê daxwaza serbestberdana kurên xwe kirin bê ku daxwaz bi cih were. Li gora hejmara kesên protesto kirin mirov dikare bêje, ku zêdeyî sih kesî hatin leşkerkirin. Cara dawî di 4ê nîsana 2015ê de pêleke êrîşan ya mîna vê pêk hatibû [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 12ê gulana (May) 2015ê – Di 6ê gulana 2015ê de kesên nenas li Hisiçayê çend mûşe barandin bi ser taxên Muftî û Salihiyê yên ku bêhtir Kurd li wan dijîn. Pêre ji kêmayî çar kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Di heman rojê de li ser nuqteyeke kontrolê yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) erebeyeke bombekirî teqiya. Li gor agahiyên YPGyê sê şervanên wan hatin kuştin, çavkaniyên din qala heta bi panzdeh qurbaniyan dikin. Di 7ê gulana 2015ê de YPGê qedexekirina derveçûnê di herdu taxan de ragihand.

ShareThis

KURDWATCH, 11ê gulana (May) 2015ê – Li taxa Şamê ya ku bêhtir Kurd lê dijîn ya Riknidîn di 4ê gulana 2015ê de du bombe teqiyan. Ji kêmayî yek ji wan erebeyeke bombekirî bû. Sê kes mirin û hejmareke mezin kesên din birîndar bûn. Tax di bin destê rejîma sûrî de ye.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê gulana (May) 2015ê – Di 5ê gulana 2015an de Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), şîrketa QNet ya ku li Cizîreyê cih digire qedexe kir. Şîrket bi herifandina têkiliyên civakî û bi xurtkirina xirakirina aborî û infrastrukturê hat tawanbarkirin. Herweha armanca şîrketê derxistina pereyan ji »Rojava« yê (ango ji herêmên kurdî yên Sûriyeyê). Qedexekirin selahiyatên Asayişê dide xuyakirin. Dezgehên rêvebiriya demkî di biryarê de ne beşdar bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê gulana (May) 2015an – Di 3ê gulana 2015an de nêzîkî panzdeh çalakvanên Navenda Biratî ya Demoqrat û Civaka Sivîl ya ji hêla siyasî ve serbixwe kombûnek li Qamişloyê pêkanîn. Bêhtirê beşdaran jin bûn. Wan rojnamevanên ku li cem rêjîma Sûriyeyê ya Dewleta Islamî (DI) girtîne yan jî hatine kuştin bibîr anîn. Berî wê ji 30ê nîsanê ve li çend bajarên Kurdan wêneyên rojnamevanên girtî û kuştî bi dîwaran ve hatin kirin yan jî wekî pelikan hatin belavkirin. Rojnamevanên ku Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li dû wan dikeve ji tirsa encaman di kombûnê de nehatin binavkirin, wiha çalakvanek ji KurdWatchê re axivî.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê gulana (May) 2015ê – Di 1ê gulana 2015ê de karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), endamê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) Ebdilwehab Elî ji xaniyê wî li Şerana ku deh kîlometran li bakurê Efrînê dikeve revandin.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê gulana (May) 2015ê – Di 10ê gulana 2015ê de Asayiş, des Sicherheitsdienstes der Partei der Demokratischen Union (PYD), li Kobaniyê Silêman Mehmûd Meşel yê bîst û heşt salî erevandin. Wekû hicet tawana bazirganiya çekan hate bikar anîn. Piştî ku malbata wî du sed hezar lîreyên sûrî dan, Meşel di 20ê gulanê de dîsa serbest hate berdan. Di dema girtina xwe de ew bi giranî hate îşkence kirin, di dest û lingên wî de gelek şikestin hebûn.

ShareThis

KURDWATCH, 1ê gulana (May) 2015ê – Di 28ê gulana 2015ê de hemû Pêşmergeyên iraqî kurdî yên ku li Kobaniyê mabûn ji wir hatin kişandin. Yekîneya destpêkê, ji sed û pêncî pêşmergeyê bêk dihat, di 20ê cotmeha 2014ê de gihabû Kobaniyê, ji bo piştgiriyê bide Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di şerê xwe de li dijî Dewleta Islamî (DI). Bi tevayî çar nifş di şer de hatin guhertin. Li gor agahiyên fermî di pevçûnan de tenê pêşmergeyek hat kuştin.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê gulana (April) 2015ê – Di 16ê gulana 2015ê de balafirên hêza ezmanî ya sûrî li başûrê Tel Temrê çend wargehên Dewleta Islamî (DI) bombeberandkirin. Herweha di 19 û 20ê gulana 2015ê de li başûr û rojavayê bajêr dîsa pevçûn pêkhatin di nav DI û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD). Agahiyên girêdayî hejmara qurbaniyan nînin.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê gulana (April) 2015ê – Di 19ê gulana 2015ê de li Qamişlo kongireyekî Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) li dar ket, ya ku ji aliyê sekreterê partiyê Nesredîn Ibrahîm bi du endmên dî re yên komîteya navendî ya yazdeh kesî hatibû lidarxistin. Ew kongireyê yekê bû yêe partiyê ji sala 2006an vee. Ibrahîm, ye ku ji 1998an sekretere partiyê ye dîsa di cihê xwe de hate pejirandin. Di mehên çûyî de newekhevî di nav Ibrahîm û beşekî mezin ji komîteya navendî peyda bûbû. Ibrahîm hate tawanbarkirin bi nêzîkahiyeke mezin bi aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve. Hîn di 9ê gulana 2015ê de heşt endamên komîteya navendî di ragehandineke çapmeniyê de birarên Ibrahîm di Lêvegera Kurdî de [agahiyên bêhtir] wekû ne rewa ragehandin.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê nîsana (April) 2015ê – Di 22ê nîsana 2015ê de Davîd Cendo, damezrênerê Parêzvanên Xabûrê yên asûrî, li ser nuqteyeke kontrolê nêzîkî şêst kîlometran li başûrê Dirbêsiyê li ser kolaneke navgundan di nav Tel Temr û irbêsiyê de bi guleyan hate kuştin. Ilyas Nasir, yê ku bi wî re bû û endamekî rêvbir e yê heman rêxistinê, birîndar bû. Het aniha nediyar e, kî Cendo û Nasir gulebarankirin. Ji aliyekî kolan ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tê kontrol kirin. Ji aliyekî dî endamekî Encumena Leşkerî ya Asûrî ji KurdWatch re ragehand, ku nûnerên rêjîma sûrî berpirsiyarên êrîşê ne.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê nîsana (April) 2015ê – Di 22ê nîsana 2015ê de Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Adil Mihemed Es'ed yê sih û du salî (zewicî, zarokek) ji girtîgehê serbest berda. Es'ed di 23ê şibata 2015ê de li Qamişloyê hatibû revandin, piştî PYD çend cihazên weşanê bi wî re girtibûn. Di vepirsînê de ew gumanbarê plankirina êrîşan bû.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê nîsana (April) 2015ê – Di 20ê nîsana 2015ê de Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Efrînê herdû endamên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) Şukrî Bekir û Mihemed Hecî serbest berdan. Hecî di 10ê çiriya pêşîna 2013ê de li Helebê ji aliyê karmendên Asayişê ve hatibû revandin. Ew destpêkê di zindaneke PYD de li taxa Şêx Meqsûd ya Helebê û dûvre li zindaneke PYD li Efrînê hatibû girtin. Ebdilrehman Apo, endamê komîteya navendî ya PDK-S, ji KurdWatch re ragehand, ku herdû kesên revandî ji aliyê PYD ve bi hovane hatin îşkence kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê nîsana (April) 2015ê – Di 15ê nîsana 2015ê de kesin nenas li Qamişloyê Emîdê kolêja çandê ya ya zanîngeha Firat li Hisiça, Ferîd Sedîn, revandin û ew radestî hêzên ewlekariyê yên rêjîma sûrî kirin. Şahidekî ji KurdWatch re ragehand, ku kesên ew revandin bi kurdî diaxivîn. Sadûn piştî rojekê dîsa serbest hat berdan. Li gor agahiyên KurdWatch ji wî daxwazkirin ku dîsa serî li hêzên ewlekariyê yên rêjîma sûrî li Hisiçayê bide. Birzieyekî kesê hatî revandin ji KurdWatch re rgehnd: »Berî nêzîkî heftiyekê mamê min di hevpeyvînekê de bi televizyona Rûdawê re li ser rewşa parêzgehê [Hisiça] axivî bû û li ser penaberkirina ji ber PYD. Ihtîmal ewe ku ev sedema revandina wî be.«

ShareThis

KURDWATCH, 23ê nîsana (April) 2015ê – Di 17ê nîsana 2015ê de Eniya Kurdî (berê ketîbeya Eniya Kurdî) [agahiyên bêhtir] li wargeheke leşkerî li qeraxên Efrînê bidawîkirina perwerdekirina sih leşkerên nû bi nîşandaneke lêşkerî ya du saatî pîrzkir. Di dema ku Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di salên çûyî de hemû yekîneyên leşkerî yên partiyên dî yên kurdî herweha yên Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) li deverên di bin destê xwe de qedex kir û li wan da, çalakiyên Eniya Kurdî ya wekû nêzîkî PYD tê pejirandin, qebûl dike.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê nîsana (April) 2015ê – Di 14ê nîsana 2015ê de Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Ehmed Mihemed Emo (jidayikbûn 2000 li Efrînê) li Efrînê serbest hate berdan. Emo berî salekê hatibû revandin. Bavê kesê serbestberdayî ji KurdWatch re ragehand: »Wan tenê piştî şeş mehan li revandinê mukur hatin. Wan kurê min bi endametiya yekîneyeke Artêşa Azad ya Sûriyê tawanbarnkirin. Lê ev neraste. Sedema birastî ya revandinê beşdariya wî di xwenîşandanên rexnegirên rêjîmê de bû.«

ShareThis

KURDWATCH, 22ê nîsana (April) 2015ê – Di 10ê nîsana 2015ê de karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li gundê Kelhê, yê ku bîst û pênc kîlometran li başûrê Dêrikê dikeve û tenê pêncsed kîlometrî dûrî sînore gelek penaber bizorê kir leşker. Ev kes mêren ciwan bûn, yên ku dixwestin sînorên sûrî-iraqî qaçax bibûrînin, ji bo ji leşkerkirina zorê ji aliyê PYD ve biflitin. Hejmara deqîq ya kesên hatîn leşkerkirin nikarîbû bê naskirin. Li gor agahiyên şahidan nêzîkî pêncî kes di sê erebeyên Asayişê de radestî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD hatin kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê nîsana (April) 2015ê – Komîteya hundurî ya rêvebiriya demkî ya Kantona Efrînê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, di 12ê nîsana 2015ê de fermana hejmar 105 derxist, ya ku li gor wê nîşandana al û herweha wêneyên kesayetiyên siyasî û yên şehîdan li deverêen ekirî, dikan û erebeyên taybetî qedexe ye. Kesê li gor fermanê ne live dê li gor nivîsê bi şeweyê yasayî bê rûbirû kirin. Fermaneke mîna wê di 30ê nîsana 2015ê de li kantona Cizîrê hatibû belavkirin [agahiyên dî]. Çalakvanên serbixwe û siyasetmedarên rexnegirên PYD ditirsin ku ev ferman ji bo wê yekê be, ku tenê simbolên nêzîkî PKK li deverên kurdî li Sûriyê neqedexe bin.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê nîsana (April) 2015ê – Di 12ê nîsana 2015ê de endamên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ketin nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) de. Wan televizyonek û kompyûterek birin.

ShareThis

KURDWATCH, 17ê nîsana (April) 2015ê – Di 11ê adara 2015ê de li Tel Beyder (bîst û pênc kîlometran li rojhilatî Tel Temrê) pêncî û yek leşkerî piştî pêkanîna xizmeta leşkerî ya bizorê li cem Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), hatin berdan. Ew di 11ê nîsana 2015ê de di rêya leşkerkirina bi zorê de hatibûn komkirin. Nexuyaye, eger hemû kesên ku wê demê hatin leşkerkirin ji xizmetê hatin berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê nîsana (April) 2015ê – Di 8ê nîsana 2015ê de Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Haşim Ibrahîm Miho, endamê komîteya herêmî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S), ji zindanekê li devera Rimêlanê, ya ku nêzîkî kîlometrek û nîvê li başûrê rojavayê Girkê Legê dikeve, serbest berda. Miho di 30ê hizêrana 2014e de piştî demeke kin ji vegera xwe ji Kurdistana Iraqê ji xaniyê wî li Dêrikê hatibû revandin.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê nîsana (April) 2015ê – Di 7ê nîsana 2015ê de leşkerên Turk li ser nuqteyeke sînor li nêtîkî Kobaniyê gule li ser penaber, ên ku dixwestin sînorê sûrî-tirkû bi qaçax derbas bikin, barandin. Pêre Ebdilkerîm Sah yê çil û çar salî (jidayibûn li Kobaniyê) jiyan ji dest da. Keseki di birîndar bû.

ShareThis

KURDWATCH, 14ê nîsana (April) 2015ê – Di 8ê nîsana 2015ê de şervanên Dewleta Islamî (DI) dîsa êrîşek li başûr û rojavayê Tel Temrê destpêkirin. Wan erebeyên barkirina petrolê şewitandin, ji bo bi rêya dûyê çêdibe êrîşên mumkin yên hêza ezmanî ya WY zehmet bikin. Şervnên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) karîn êrîşê rawestînin. DI mîna berê tenê du kîlometran ji Tel Temrê dûr. Lê Xabûr derbasbûna bajêr gelkî zehmet dike.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê nîsana (April) 2015ê – Di 27ê nîsana 2015ê de artêşa sûrî agahî da malbata leşker Usama Hisên Ismaîl (jidayikbûn 1993 li Qamişlo, zewicî) ku kurê wan hatiye kuştin. Ew li gor wan agahiyan bi rêya nîşançiyekî Dewleta Islamî (DI) nêzîkî Tel Birakê hate kuştin. Ismail berî şeş mehan kişandibûn artêşa surî, piştî ku Kurdistana Iraqê berdabû wî. Li gor agahiyêen KurdWatch mafê mayîna li wir nedabûn wî ji ber wî nikarî bû belgeyên nasnameya bide nişankirin.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê nîsana (April) 2015ê – Di 3ê nîsana 2015ê de karmenden Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Kobaniye Dilber Ehmed Hecî (jidayikbûn 1999 li Kobanî) kirin leşker. Bavê keçê ji KurdWatch re ragehand: »Gava me li cem Asayişê daxwaza vegerandina wê kir, wan li jina min dan û xeber li wê kirin û got tu bênamûs û xayinî û dûvre berdan wê«. Dilber Hecî li gor agahiyên Asayişê bi xwe biryar ji bo xizmeta leşkerî standiye û li wargeheke leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ya PYD dimîne.

ShareThis

KURDWATCH, 11ê nîsana (April) 2015ê – Di 6ê nîsana 2015ê de şervanên Cebhet Al-Nusra l nêzîkî Taqad ya ku bîst kîlometran li rojavayê Helebê dikeve çend bas sekinanadin û hemê rêwengiyên mêr yên kurd gelek saatan girtin.

ShareThis

KURDWATCH, 11ê nîsana (April) 2015ê – Di 8ê nîsana 2015ê de endamên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), rê neda serokê Encumena Niştîmanî ya Kurd, Tahir Sifûk û cîgirê wî Nimet Daûd ji bo deriyê Sêmalka yê li rojhilatê Dêrikê bibûrînin.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê nîsana (April) 2015ê – Di 4ê nîsana 2015ê de karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), êrîş birin ser dikanên internetê û qehwexane û gelek mêrên ciwan bizorê kirin leşker. Mirovên bihêrs yên kesên revand li cem Asayişê daxwaza serbestberdanan kurên xwe kirin. Agahiyên hûrbîn griêdayî hejmara kesên revandî nînin.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê nîsana (April) 2015ê – Di 26ê adara 2015ê de Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Mehmdû Henan Kurêş li Efrînê serbest berda. Ew di 4ê çileya pêşîna 2014ê de hatibû revandin, piştî ku wî pirsa rewşa mamê xwe Ibrahîm Kurêş yê revandî kirbû [agahiyên bêhtir]. Di 30ê adara 2015ê de Lezgîn Berekat jî (jidayikbûn 1989 li Efrînê) hat serbest berdan. Berekat endamê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) ye. Wî li ser Facebookê qala girtina Ibrahîm Kurêş kiribû û arîkarî lidarxistina xwenîşandaneke kiribû. Korîş û Berekat jî di zindanê de hatin îşkencekirin.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê nîsana (April) 2015ê – Di 3ê nîsana 2015ê de karmendêen Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li gundê Kîmarê yêe ku nêzîkî deh kîlometran li başûrê Efrînê dikeve Îdan Cemîl Amr, endamê komîteya herêmî yê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) revandin. Amr di 4ê nîsana 2015ê de piştî navberîtiya Partiya Demokrata Kurdistan ya iraqî kurdî serbest hate berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê nîsana (April) 2015ê – Dawiya adara 2015ê endamên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li devera Sinara ya bîst kîlometran li rojavayê Efrînê dikeve qufleyên ji kêmayî çar xaniyan hatin guhertin. Xwediyên yasayê yên xaniyan endamên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) in û niha li Tirkiyê dijîn. PYD di salên dawî de pir carî agahdar dikir destê xwe deyne ser xaniyên ku xwediyên wan dev ji welêt berdin.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê nîsana (April) 2015ê – Di 31ê adara 2015ê de şervanên Cebhet al-Nusra şeş Kurd li ser nuqteyeke kontrolê li Carşinar li nêzîkî Idlibê revandin. Di nav kesên revandî de Ebdo Ebdulqadir û Hesen Hesû hene. Sedemên revandinê herweha qedera kesên revandî heta niha nediyarin. Cebhet al-Nusra ya hevalbenda al-Qaîda bi komên dî yên rikebiriyê re di 29ê adara 2015ê de berdan artêşa Sûrî ji bajarê Idlibê ya ji hêla stratecî giring.

ShareThis

KURDWATCH, 3ê nîsana (April) 2015ê – Di 30ê adarê de 2015ê Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Serê Kaniyê fermanek derxist, ya ku li gor wê al û herweha wêneyên kesayetiyên siyasî û di erebeyên vekirî û yên taybetî de qedexe dibe. Kesê li gor fermanê ne live dê li gor nivîsê bi standine yekser ya erebeyê bê cezakkirin. Erebyên PYD, yên Asayişê, yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û herweha yên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), angom hemû erebeyên ku li ser wan û di wan de alên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û rêxistinên nêzîkî wê herweha wêneyên rêberê wan Ebdulah Ocelan nîşan didin nakevin di bin vê fermanê de.
Sedemên vê fermanê li gor texmînan pirsgirêkeke di nav Encumena Niştîmanî ya Kurd û Tevgera Civaka Demoqrat (TEV-DEM) de bi boneya şîniya qurbaniyên êrîşa cejna Newrozê li Hisiça [agahiyên bêhtir]. TEV-DEM li gl protestoya Encumena Niştîmanî ya Kurd rênedabû, ku tabût bi alayên kurdî bên pêçandin.

ShareThis

KURDWATCH, 2ê nîsana (April) 2015ê – Piştî êrîşeke Dewleta Islamî (DI) li ser Tel Temrê di 27ê şibata 2015ê de heta 28ê adara 2015ê car bi car pevçûn di nav Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û şervanên DI de çêdibûn. Pêre yên dawî binavkirî karîn wargehên xwe çênd kîlometran li rojavayê bajêr di dest xwe de bihêelin. Agahiyên deqîq girêdayê hejmara qurbaniyên herdû aliyan nînin. Di 25ê adara 2015ê de heşt mûşek li Tel Temrê ketin. Dido ji wan li mizgeftekê.

ShareThis

KURDWATCH, 1ê nîsana (April) 2015ê – Destpêka adara 2015ê rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, daîreyên xwe yên zewacê vekir. Navê van daîreyan wihaye: »Nivîsgeha peymana jiyana hevbeş«. Ew pirtûkên malbatan yên bi navê »peymana jiyana hevbeş« belav dikin. Li gor van belgeyan mêr dikarin tenê jinekê bînin, ne çar, mîna niha li gor yasaya sûrî. Di nav de gereke belavkirina madeyên arîkariyê tenê li ser bingehê pirtûkên malbatan yên nû pêk werê. Li gor agahiyên KurdWatch armanca PYD ewe, bi vî awayî bihêle hemû malbat pirtûkên xwe yên malbatan yên kevin bi ya nû biguhezin. Wisa gereke gahiyên deqîq kombikin li ser pêkhatiyên malbatan û wisa li ser kesên ku dikarin bên leşerkirin. Heta niha ev agahî di dest PYD de nînin, ji ber daîreya leşkerkirinê ya navendî li Hisiça hîn di destê rêcîmê de ye.

ShareThis

KURDWATCH, 1ê nîsana (April) 2015ê – Piştî derketina Encumena Niştîmanî ya Kurd [agahiyên bêhtir] Tevgera Civaka Demoqrat (TEV-DEM) herweha partiyên ku ji Encumena Niştîmanî ya Kurd hatibûn dûrkirin [agahiyên bêhtir] di 26ê adara 2015ê de civîneke Lêvegera Kurdî lidarxistin. Amadebûyî sêzdeh endam ji sih û şeş endamên resen bûn (pênc kesên serbixwe, pênc endamên TEV-DEMê herweha nûnerên sê partiyên ji Encumena Niştîmanî ya Kurd dûrkirî). Di ragehandinekê de kesên kombûyî mukir hatin, ku rêjeya herî kêm ya yasayî ji heftê û pênc ji sedî nîne bi wan re. Wan ji Encumena Niştîmanî ya Kurd xwestin ku ew hevkariyê dîsa destpê bike. Lê Aldar Xelîl, endamêe encumena bicihanînê ya TEV-DEMê, di hevpeyvînekê de ragehand, ku rêjeya yasayî ji dema paşdekêşana Encumena Niştîmanî ya Kurd nema li gor sih û şeş cihên destpêkê tê hesab kirin, lê li gor bîst û yekên mayî. Loma ew sêzdehên amadebûyî rêjeya yasayî ya ku tê xwestin bicih tînin. Dûrî wê yekê, ku ev gotin li gor hisabên matêmatîkê şaşe, rola Lêvegera Kurdî bê endametiya Encumena Niştîmanî ya Kurd cihê pirsê ye. Damezrandina wê encama danûstandinên destpêka çiriya paşîna 2014ê bû bi aramanca hewldaneke nû ya hevkariyê di nav Encumena Niştîmanî û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 29ê adara (March) 2015ê – Di 18ê adara 2015ê de karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li çend nuqteyên kontrolê li Qamişlo û Amûdê mêrên ciwan di temenê di nav hijdeh û sih salî de ji bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD bizorê kirin leşker. Kesên revandî birin wargehên leşkerkirinê yên YPG. Li wir ewê xizmeta bi zorê ya şeşmehî pêkbînin. Agahiyên bêhtir girêdayî hejmara kesên revandî nînin.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê adara (March) 2015ê – Di 25ê adara 2015ê de Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Efrîne şahiya Newrozê ya tenha li darxist, ya ku di pey êrîşên Hisiça [agahiyên bêhtir] li deverên kurdî li darket. Di şahiyê de nêzîkî deh hezar mirov beşdar bûn. Hemû partiyên kurdî yên dî şahiyên xwe yên vekirî ji ber êrîşan rawestandin.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê adara (March) 2015ê – Di 26ê adara 2015ê de leşkerên tirkî li ser nuqteyeke sînor li nêzîkî bajarê Dirbêsiyê penaber gulebarankirin, yên ku dixwestin sînor qaçax qut bikin. Pêre Hisên Mihemed Osê yê hifdehsalî (jidayikbûn li Dirbêsiyê) jiyan ji dest da.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê adara (March) 2015ê – Girêdayî bingorkirina qurbaniyên êrîşên şahiya Newrozê li Hisiçayê [agahiyên bêhtir] cudahî peyda bû. Li destpêkê Tevgera Civaka Demoqrat (TEV-DEM) Û Encumena Niştîmanî ya Kurd dixwestin şahiyê bi hev re birêve bibin. Lê Encumena Niştîmanî ya Kurd di ragehandineke çapemeniyê de di 23ê adarê de diyarkir ku wê axavtina xwe, ya ku ji bo bingorkirinê amadekiribû paşde kişan, ji ber TEV-DEM qedexekir ku tabût bi alên kurdî bên pêçandin. Herweha di ragehandinê de hate rexnekirin ku TEV-DEM mafê axavtinê da nûnerên birêvebiriya demkî û Lêvegera Kurdî. Destpêkê hatibû li hevkirin ku tenê Encumena Niştîmanî ya Kurd û TEV-DEM axavtinan li ser şîniyê biaxivin. Bi axavtinên nû re giraniyeke zêde ya xuyakirî di berjewendiya rêxistinên ku di destê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de ne.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê adara (March) 2015ê – Di 20ê adara 2015ê deji kêmayî pêncî û du kesî jiyan ji dest da di êrîşên li ser şahiyên Newrozê li Hisiça. Li taxa Miftî erebeyek li ser şahiyeke Encumena Niştîmanî ya Kurd teqiya di pey re li gor çalakvanan teqînek diwan hebû. Li destpêkê hat gotin ku berî wê di pey teqîneke li ser şahiyeke Tevgera Civaka Demoqrat (TEV-DEM) li heman taxa bajêr de heft kes jiyana xwe ji dest dan. Lê dûvre çalakvanan diyarkir ku tenê dengê teqîneke bilind hebû, di pey wê de beşdar ji tirsa reviyan û dûvre li ser şahiya nêzîk ya Encumena Niştîmanî ya Kurd ya jiyan ji dest dan. Heta niha ne diyare bê kî di ber êrîşê de beripirsiyare. Komeke herêmî ya Dewleta Islamî (DI) li Reqayê xwe wekû berpirsiyarê êrîşê diyarkir.
Hin çalakvan ev yek kirin cihê gumanê. Li gor wan êrîş ne êrîşeke xwekujiyê bû. Erebeya ku teqiya ji destpêkê ve li ser şahiyê bû. Ew gumanbarin ku rêcîma sûrî di pey êrîşê de ye û gumanan dikin ku Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) berî teqînê agahdar bû. PYD berî êrîşa Hisiça hemû şahiyên 21ê adarê li Cizîrê amadekirî qedexekir.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê adara (March) 2015ê – Di 16ê adara 2015ê de komîsyona bilind ya hilbijartinan ya rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, li ser konfirenseke çapemeniyê li Amûdê beşdariya hilbijartinên şaredariyan ya ku di 13ê adara 2015ê de hatibû birêvebirin diyarkir. Zêdeyî sed hezar mafdarên hilbijartinan gereke dengên xwe dabin, rêjeya beşdarîyê bi pêncî ji sedî hate diyarkirin. Navên namzedên serkeftî hatin xwendin. KurdWatch nikarî heta niha bizane eger encamên hilbijartinan hatine weşandin.
Ji ber tinebûna çavdêrên hilbijartinan yên serbixwe agahiyên beşdariya hilbijartinan nikarin bên piştrastkirin. Alîkarên û çavdêrên hilbijartinan karmendên rêvebiriya demkî bûn, ya ku ji aliyê PYD ve hatiye danîn. Li gor agahiyên Komîteya Bilind ya Hilbijartinan çavdêrên niştîmanî û yên cîhanî jî beşdarî hijmartina dengan bûn. Lê tenê beşdariya şazdeh çavdêrên hilbijartinan ji deverên kurdî li Turkiyê hatiye zanîn. Di ser de jî ti agahiyên piştrast nînin girêdayî hejmara milet li parêzgeha Hisiça. Berî destpêka şerê navxweyî hejmar rûniştiyan yek milyon û çarsed hezar bû. Ji wê demê ve ji kêmayî dused û pêncî hezar Kurdî dev ji parêzgehê berdan bi aliyê Turkiye, Kurdistana Iraqê û Ewropa. Ev kesên han ti iman di destê wan de tinebû ji bo beşdarî hilbijartinan bibin. Herweha gelek kêmasî di hilbijartinan de hebûn. Li hin navendêen hilbijartinan kesên çekdar amade bûn, li cihin dî alaya PYD hatibûn daleqandin. Kesên nexwenda, yên ku dixwestin tevlî hilbijartinan bibin, ne ji mafê wan bû kesî bi xwe re bînin kabîneya hilbijartinan, ji dêvla wê alîkarekî hilbijartinan çû alîkarya wî bike. Hîn di roja hilbijartinan de hin namzedan li ber navendên hilbijartinan ji xwe re reklam dikirin.
Li gor rêznameyek nû ya Komîteya Bilind ya Hilbijartinan rakirina daweke li dijî birêvebirina hilbijartinan mumkine. Lê li vir divê kawsyonekê bi bilindiya sed hezar lîreyên sûrî (nêzîkî çarsed û pêncî euro) bê dan. Eger dawee ji aliyê dadgeha neqdê nehat qebûlkirin, kesê dawerakirî pere li wî nayên vegerandin. Wek dixuye ev yasa rê li ber kesan digre ku daweyan rakin. Ji ber PYD dadmendiya xwe ya taybet sazkiriye, herweha dadgehên neqdê jî n alaveke serbixwene.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê adara (March) 2015ê – Di 10ê adara 2015ê de polîsên leşkerî termê Şêrvan Bozan Îsa yêe bîst û sê salî radestî mirovên wî kirin. Ew gereke berî çend mehan di zindana Sednaya de hatibe kuştin ya ku nêzîkî sih kîlometran li bakurê Şamê dikeve. Di term de gelek şopên îşkencekirinê hebûn. ÎSa endamê Artêşa Azad ya Sûriyê bû û berî nêzîkî salekê li Helebê hatibû girtin.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê adara (March) 2015ê – Di 12ê adara 2015ê de li nêzîkî Tel Xenzîra ku bîst kîlometran li başûrê rojhilatê Serê Kanîyê dikeve pevçûn bêkhatin di nav Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û Dewleta Islamî (DI) de. Agahiyên girêdayî hejmara qurbaniyan nînin.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê adara (March) 2015ê – Di 10ê adara 2015ê de li bajarê Al-Babê yê ku nêzîkî çil kîlometran li bakurê rojhilatê Helebê dikeve di nav hefê û sed kes karîn ji girtîgeheke Dewleta Islamî (DI) birevin. Kesê revyayî di serî de şervanên yekîneyên dî yên erebî ne. Herweha gereke nêzîkî bîst û pênc şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di nav wan de hebin.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê adara (March) 2015ê – Di 8ê adara 2015ê de şervanên Dewleta Islamî bîst û pênc kîlometran li başûrê rojhilatê Kobaniye ketin deverên di bin destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de û li nêzîkî gundde Hulaqî hin gundî kuştin, yên ku ji aliyê YPG ve hatibûn mecbûr kirin nuqteyeke kontrolê saz bikin, ji bo rawestin li hemberî pêşketineke nû ya DI rawestin.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê adara (March) 2015ê – Di 12ê adara 2015ê de Encumena Niştîmanî ya Kurd biryar da, »xebata bi Lêvegera Kurdî û hemû komîteyên wê re bi temamî rawestine«. Sedemên biryarê wiha hatin diyarkirin ku Tevgera Civaka Demoqrat (TEV-DEM) qebûl nekir hilbijartinên ku ji bo 13ê adarê hatinin amadekirin çend mehan paşbixin. Li gor dîtina Encumena Niştîmanî ya Kurd gereke Lêvegera Kurdî li destpêkê pirsên bingehîn di nav Encumena Niştîmanî û TEV-DEM û PYD re çareserbike, berî hilbijartin pêk werin.

ShareThis

KURDWATCH 17ê adara (März) 2015an - Di 6ê adara 2015an de şervanen Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) şervanên Dewleta Islamî (DI) ji devera Al-Şiyûx ya ji hêla stratecî ve giring, sih kîlometr li rojavayê Kobanî, derxistin. Wiha PYD hemû deverên di nav Kobanî û Ferat kirye bin destê xwe de. Şeravên DI pirsek li ser Firatê herfinadin, ji bo pêşketina YPG rawestînin.

ShareThis

KURDWATCH 17ê adara (März) 2015an - Di 7ê adara 2015an de çend sed alîgirên jin yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) herweha yên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li ser herdû aliyên sînorê tirkî-sûrî kombûnek bi boneya roja jinan ya cîhanî pêkanîn. Di 8ê adara 2015an de herweha hejmarek mezin ji şahîyan li Efrîn, Amûdê, Qamişlo, Dêrik, Tirbesipî û deverên dî herêmên bêhtir kurd li wan dijîn, yên ku ji aliyê partîyên cuda yêen kurdî hatin lidarxistin.

ShareThis

KURDWATCH 16ê adara (März) 2015an - Di 6ê adara 2015an de li başûrê Tel Biraka ku sih kîlometran li bakurê rojhilatê Hisiça dikeve pevçûnê çekdar di nav Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û mîlîşyên erebî yên alîgirên rêcîmê ji aliyekî û şervanên Dewleta Islamî (DI) ji aliyê dî ve çêbûn. Pêre ji kêmayî yazdeh şervanên YPG jiyan xwe ji dest dan. Tel Birak û gundên erebî yên hawîrdor ji 26ê şibata 2015an ve jialiyê YPG ve tên birêve birin.

ShareThis

KURDWATCH 14ê adara (März) 2015an - Di 7ê adara 2015an de şervanên Dewleta Islamî (DI) êrîşkirin çend gundên hawîrdorê bajarê Tel Temrê. Bi arîkarîya êrîşên ezmanî yên hevbendiyali dijî DI, ya ku ji aliyê DYE tê birêvebirinyê, pêşketin karî bê rawestandin.

ShareThis

KURDWATCH, 11ê adara (März) 2015an - Di 28ê şibata 2015an de kesên rûgirtî Rojîn Henan ya temenbiçûk (jidayikbûn 2000) ji ber derê xanîyê dê û bavên wê li Efrîn direvîne. Di heman rojê de ew li ser kolaneke gundan serbest berdan. Berî wê ew hatibû îşkence kirin. Karmendên rêvebiriya demkî ya Kantona Efrînê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, daxwaz ji malbatê kirin ku di nava çil û heşt saatan de dev ji welat berdin. Rojîn, xuha we Jûliya (jidayikbûn 1998) herweha birayê wê Îmad (jidayikbûn 1997) di 3ê adarê de revîn Turkiye, ya ku bavê wê ji ber sedemên tendurustî li wir dijî. Ibrahîm Kurîş, mamê zarokan, bi xwe berê ji aliyê PYD ve hatibû revandin [agahiyên bêhtir] ji KurdWatch re ragehand: »Ji 2011ê ve em piştgiriya şoreşê dikin. Em li dijî rêjîm û li dijî siyaseta PYD ne. PYD naxwaze rexnevana li welêt bimînin.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê adara (March) 2015ê – Di 1 û 3ê adara 2015ê de Dewleta Islamî (DI) bi tevayî bîst û yek ji Kiristiyaniyên ku li nêzîkî Tel Temrê hatibûn revandin [agahiyên bêhtir], serbest berdan, di nav wan de zarok û jin û herweha mêr jî hebûn. Hemû kesên serbestberdayî ji gundê Tel Şamîramin.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê adara (March) 2015ê – Di nav 23 û 25ê adara 2015ê de şervanên Dewleta Islamî êrîşek li dijî cihên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Tel Temrê destpê kirin. Êrîş li dijî çend gundên kiristyaniyan bû, çend kîlometran li başûr û başûrê rojavayê Tel Temrê, di nav wan de Tel Şamîran, Tel Nasrî, Tûma Yalda, Al-axabîş û Al-Hawaz. Di nav pêncî û heftê kirsitiyaniyan li gor gotinan hatibe revandin.

ShareThis

KURDWATCH 4ê adara (März) 2015an - Di 22ê şibata 2015an de Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) li Çil Axa şahiyeke bibîranînê ji bo Nesredîn Birhik, yê ku di 21ê şibata 2012an de di encama karekî êrîşvanî de hatibû ştin [agahiyên bêhtir], nêzîkî şeşhezar mirov beşdarbûn. Birhik endamê komîteya navendî yê Partiya Demoqrata Kurdî li Sûriyê (Elpartî) ya Ebdulhekîm Beşar bû, pêşpartiyekê PDK-S. Delîl nîşand didin ku Birhik ji aliyê alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatibû kuştin. Lêkolîneke birêkûpêk ya kuştina wî ti carî çênebû.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê adara (März) 2015an - Di 26ê şibata 2015an de şervan yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) navendeke asê ya Dewleta Islamî (DI), bajarê Tel Hemîs (heftê kîlometr li başûrê Qamişlo), bindest kir. Herweha di 28ê şibatê de Tel Birak (sih kîlometran li bakurê rojhilatê Hisiça) bindestkirin. DI wiha hemû dergehên bi deverên kurdî re di navbera Qamişlo û Dêrikê windakirin. Piştî bindestkirina gundên erebî li hawîrdorê Tel Hemîsê YPG hejmarek mezin ya xaniyan şewitandin. Li gor çalakvanên ereb wan bi vî awayî tola kuştin şervanên YPG hildan, yên ku li wir di çileyê 2014an de hatibûn kuştin [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 28ê şibata (Februar) 2015an - Di 18ê şibata 2015an de şervanên Dewleta Islamî (DI) li devera Siwêdiyê, ya ku nêzîk sih kîlometran li başûrê Dêrikê ye, agir li ser du erebeyên barkirina petrolê vekir û Sebah Umer Hemdan (jidayikbûn 1982), yê ku bi tesaduf li wir hazir bû direvîne. Siwêdî ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tê birêve birin. DI hewl dide bi êrîşên li ser erebeyên barkirina petrolê li jêrderên hatiniyêen PYD bixe.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê şibata (Februar) 2015an - Li destpêka şibatê endamên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Hisiç cara yekê wêneyeki mezin yê dîwaran yê Beşar El-Esed sipî dike. Li girovera rê ya Sebax ya giring ji hêla stratecî niha wêneyên alên PYD û YPG hene.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê şibata (Februar) 2015an - Di 22ê şibata 2015an de çend sed leşekrên tirkî bi erebeyên leşkerî sînorê tirkî-sûrî bûrandin û nêzîkî sih kîlometran derbasbûn nava welêt. Wan nêzîkî çil leşekrên tirk birin, yên ku çavdêriya gora Şah Silêman, bapîrê damezrênerê imperatorî osmanî, dikirin. Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên wê piştgiriya Yekîneyên tirkî dikirin di operasyonê de. Herweha bermayên termê Silêman Şah jî ji wir birin. Ew dê li gor çavkaniyên tirkî herin herêmeke dî ya sûrî.

ShareThis

KURDWATCH 28ê şibata (Februar) 2015an - Di 11ê şibata 2015an de, li ser malpera fermî yê Partiya Demoqrata Kurdî li Sûriyê (Elpartî) ragehandinek hat weşandin, tê de endametîya partîyê di Lêvegera Kurdî de wekû sarkirî tê nîşandan, »heta pirsa endametîya partî di Encumena Niştimanî ya Kurdî de çareser bibe. Di 12ê şibatê de, sekreterê partiyê Nesredîn Ibrahîm ev agahî li ser rûpela xwe ya facebookê weku şaş dest nîşan kir. Ragehandineke nivîsgeha siyasî ya partî piştgiriyê dîtina wî dike. Ibrahîm bi xwe di 12ê şibatê de beşdarî civîneke Lêvegera Kurdî bû.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê şibata (February) 2015ê – Di 21ê şibata 2015ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) êrîşeke mezin li dijî cihên Dewleta Islamî (DI) nêzîkî heftê kilômetrî li başûrê Qamişloyê destpê kirin. Şervanên YPG pêre di erda iraqî re derbasî herêmên di bin destê DI de bûn bi aliyê Tel Hemîsa ve. Agirê mûşekên Pêşmergeyên Kurdên Iraqê piştgiriya wan dikir. Li gor agahiyên YPG wan karîn heta 23ê şibatê du dest gundî bikin bin destên xwe de.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê şibata (February) 2015ê – Di 19ê şibata 2015ê de Lêvegera Kurdî li Qamişlo civînek li darxist û pênc endam binavkirin ji bo komîteya serrastkirina rêvebiriya demkî û pêncên dî ji bo komîteya pirsên leşkerî [agahiyên bêhtir]. Çar endamên ji her komîteyekê yên TEV-DEM in, û endmake ji her komîteyê ji wan partiya ne, yên ku ji aliyê Encumena Niştîmanî ya Kurd ve hatibûn dûrxistin [agahiyên bêhtir]. Encumena Niştîmanî ya Kurd bi xwe dê di demeke kin de çar endamên dî ji bo her komîteyekê binav bike.

ShareThis

KURDWATCH 24ê şibata (Februar) 2015an - Di 15ê şibata 2015an de, karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), xwendekar Luey Mihemed Emîn Elî (jidayikbûn 1989 li Tel Merûfê) li navenda bajarê Qamişloyê bi zorê kirin leşker. Ew radestî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê şibata (Februar) 2015an - Di 15ê şibata 2015an de, alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) girtinan serokê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Ebdile Ocelan di sala 1999an de, bibîr anîn. Ji ber boneya salvegerê nêzîkî du hezar mirov di xwenîşandanekê de, li Efrînê beşdar bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê şibata (Februar) 2015an - Di 15ê şibata 2015an de alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) girtinan serokê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Ebdile Ocelan di sala 1999an de bibîr anîn. Ji ber vê boneyê endamên PYD hemû xwediy dikanan li Qamisloyê di bin dijûnxwarina cezayên pereyên gelek mecbûr kirin ku dikanên xwe bigrin. Li hin kolanan ji bo xurtkirina daxwazê belavkirina elektrîkê hat qutkirin.

ShareThis

KURDWATCH- 19ê şibata (Februar) 2015an - Di 7ê şibata 2015an de karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li nuqteyeke kontrolê li Dêrikê Khalaf Mihemed Esker (jidayikbûn. 1996 li Dêrikê) bi zorê kirin leşker. Gava mirovên endamê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) li cem Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD vegera wî xwestin, ji wan re hate gotin, ku ewê kurê xwe piştî şeş mehan dîsa bibînin.

ShareThis

KURDWATCH: 18ê şibata 2015an - Di 9ê şibata 2015an de rêxitina jinan Yekîtiya Star, ya kû nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ye, ji komîteya karûbarên partiyan ya rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê PYD ve hatiye danîn, destûra damezrendina partiyeke siyasî stand.

 

ShareThis

KURDWATCH, 18ê şibata (Februar) 2015an - Di nav 27ê çileyê û 10ê şibata 2015an de şervanên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di hevrêzî bi hêzên pêşmergeyan re. Li başûrê bajar herweha çend gundên erebî karîn bên bindest kirin. Hejmarek mezin ji rûniştiyan bazdan ji tirsa êrîşên tolhildanê. Di 10ê şibatê de şervan kurdî heta bi çil û pênc kîlometran bi aliye rojhilat ve pêşde çûbûn û wisa hatin heta bi bîst kîlometr an nêzîkî Girê Sipî.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê şibata (February) 2015ê – Di 5ê şibata 2015ê de,  Lêvegera Kurdî li Qamişloyê civînek li dar xist. Sê komîte hatin sazkirin. Yek gereke reşpelika rêbazeke Lêvegera Kurdî deyne ya duwan wê guh bide serastirina rêvebiriya herêmî û ya sisiyan dê guh bide pirsê leşkerî. Nesredîn Ibrahîm, sekreterê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) beşdarî civînê nebû. Li gor agahiyên KurdWatch di hundurê el-Partî de, rexneyên giran li dijî Ibrahîm hene ji ber wî piştgiriya namzedên TEV-DEMê kiribû û wisa bûbû sedemê dûrketina ji Encumena Niştîmanî ya Kurd [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 10ê şibata (February) 2015ê – Di 1ê şibata 2015ê de, encûmena rawayî ya rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, 13ê avdara 2015ê weku dema hilbijartinên şaredariyan nîşan kir. Bi tevayî çardeh xelekên hilbijartinê hatine diyarkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê şibata (February) 2015ê – Di 4ê şibata 2015ê de, karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li ser çend nuqteyên kontrolê li Qamişloyê mêrên ciwan ên di temenê di nav hijdeh û sih salî de ji bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD bi zorê dikir leşkr. Karmendekî Asayişê ji acansa nûçeya ARA-News re ragehand, sed û pêncî kes hatin girtin û yekser hatin belavkirin li ser navendên fêrkirinê yên YPG.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê şibata (February) 2015ê – Di 27ê çileya paşîna 2015ê de, karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Semîr Selîm Hisên ji  xaniyê wî ê li Dêr Sewan ya ku bîst kîlometran li bakurê Efrînê dikeve, revandin. Hisên yê ku endamê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) ye, qebûl nekirbû li ser nuqteyeke kontrolê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD nobedariyê bike. YPG her dem ji rûniştiyên gundên çep daxwaz dike ku, piştgiriya wan bikin di bergiriya gundên wan de. Fermî ev piştgiriya han li gor daxwazê çê dibe lê di rastiyê de ev kiryar icbarî ye. Gundê Dêr Sewan li yekser nêzîkî deverên di bin destê Cebhet al-Nusra de ye.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê şibata (February) 2015ê – Di 3ê şibata 2015ê de, şervaneke hijdehsalî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di êrîşeke ezmanî ya hêza ezmanî ya sûrî de, li ser nuqteyeke kontrolê li Helebê jiyan ji dest da. Her weha du şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PD birîndar bûn. YPGê li gora agahiyên xwe di heman rojê de, sê leşkerên artêşa sûrî kuştin.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê şibata (February) 2015ê – Di 4ê şibata 2015ê de, nêzîkî hezar alîgirên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Hisiçayê ji bo yekîtiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd û Tevgera Civaka Demoqrat (TEV-DEM) ya ku ji aliyê PKK ve tê bi rê vebirin xwestin.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê şibata (February) 2015ê – Di 30ê şibata 2015ê de, endamêen Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Hiznî BErzanî û Yûsif Hisêen li ser sînorê Iraqê-Sûrî revandin. Her du kes ji Dêrûna Qulinga ne ya ku deh kîlometran li bakurê rojhilatê Tirbesipîyê ne. Wan hewl da bûn berî leşkerkirina xwe bi rêya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yê PYD bi aliyê Kurdistana Iraqê ve birevin. Lê qaçaxçiyan ew radestî Asayişê kirin. Vê jî ew radestî YPG kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê şibata (February) 2015ê – Di 29ê çileya paşîna 2015ê de, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Efrînê danîna birêvebiriya demkî ya kantona Efrînê ya berî salekê pîroz kir. Nêzîkî du hezar kes beşdarî şahiyê bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê şibata (February) 2015ê – Di 27ê çileya paşîna 2015ê de, şervanên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi arîkariya hêzên pêşmergeyan şerê li dijî Dewleta Islamî (DI) li gundên rojava, rojhilat û başûrê Kobaniyê destpêkirin. i gor agahiyên YPG wan karîn DI ji deh gundan derxin, di serî de, li başûr û başûrêrojavayê bajêr.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê şibata (February) 2015ê – Di 29ê çileya paşîna 2015ê de, leşkerên tirkî li nuqteyeke sînor nêzîkî bajarê Dêrikê gule li ser çend penaberan barandin, yên ku dixwestin sînroê sûrî-tirkî bi qaçax qut bikin. Pê re Nezhet Celal (jidayikbûn li Qamişlo, zewicî) ya sih salî jiyan ji dest da.

ShareThis

KURDWATCH, 2ê şibata (February) 2015ê – Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) bi rengekî fermî rêberiya Pêşmergeyên Rojava girt, yekîneyeke çekdar ya Kurdên Sûriyê ya ku, li Kurdistana Iraqê hatiye damezrandin. Dilovan Robarî, endamê komîteya navendî ya PDK-S û bi xwe rêberekî Pêşmergeyên Rojava ye, li ser malpera xwe partiya ev yek ragehand.Biryar bi rêberiya siyasî ya Kurdistana Iraqê re hate stendin. Li gor agahiyên Robarî nêzîkî not ji sedî ji Pêşmergeyên Rojava endamên PDK-S ne.

ShareThis

KURDWATCH, 1ê şibata (February) 2015ê – Di 26ê çileya paşîna 2015ê de, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ji rûniştiyên taxên bêhtir kurd li Hisiça xwest ku, di eynî rojê de, dev ji bajêr berdin. Sedemên vê kiryarê wisa hatin ragehandin, ku mumkin e pevçûnên din bi mîlîşyên rêcîmê re pêk werin.

ShareThis

KURDWATCH, 1ê şibata (February) 2015ê – Di 27ê çileya paşîna 2015ê de, rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê ya ku,  ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, bi rêberiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD li Kobanîyê konfiranseke rojnamevanî li darxistin  ji bo vegerandina bajêr ragihînin. Li gelek bajarên deverên kurdî di nav de, Qamişlo, Amûdê, Hisiça, Dêrik, Tirbesipî, Girkê Legê û Tel Temr pîrozbahî hebûn, yên ku bêhtir alîgirên PYD di wan de beşdar bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê çileya paşîna (January) 2015ê – Di 26ê çileya paşîna 2015ê de, şervanên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi hevrêziya bi hêzên pêşmergeyan re şervanên Dewleta Islamî ji kolanên dawî derxistin yên ku, hîn di destên wan de, bûn li Kobaniyê. Wan piştgirî ji hêzên ezmanî yên DY standin. Lê li erdên hawîr dor DI hîn cih digre.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê çileya paşîna (January) 2015ê – Di 24ê çileya paşîna 2015ê de, nûnerên Encumena Niştîmanî ya Kurd û Tevgera Civaka Demoqrat (TEV-DEM) ya ku, ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve tê birêvebirin piştî çend rojên danûstandinan li Hewlêrê li hev kirin ji bo pêkhatina Lêvegera Kurdî. PYD karî di danûstandina de, wê yekê bi cih bîne ku, nûnerên her sê partiyên yên ku, mji aliyê Encûmena Niştîmanî ya Kurd ve hatibû dûrxistin, di Lêvegera Kurdî de bimînin. Ji bo vê yekê sê cihên nû hatin zêdekirin, yên ku PYD dixwaze bide van sê partiyan. Encûmena Niştîmanî ya Kurd ji aliyê xwe ve dikare bi duwanzdeh cihên ku, heta niha bi dest ketibin, sê cihên dî yên ku nû hatine zêdekirin bistîne. Encûmena Niştîmanî ya Kurd wisa dibe xwedî panzdeh dengan di Lêvegera Kurdî de. Lê TEV-DEM birêvebiriya dike li ser duwazdeh cihên wê yên destpêkê û sê cihên nûnerên berê yên Encumena Niştîmanî ya Kurd her weha ji kêmayî pênc ji şeş cihên ku, belavkirina wan bûbûn sedemên pevçûnên [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 30ê çileya paşîna (January) 2015ê – Di 24ê çileya paşîna 2015ê de, sê mûşekên erd û erd yên aliyekî nenas ve li Tel Temrê ketin û ji kêmayî xaniyek herifandin. Rûniştiyên bajêr çalaiyên zêdebûyî yên şervanên Dewleta Islamî li başûrê rojavayê xêza Serê Kaniyê di Tel Temrê re ber bi Hisiça ve radigihînin.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê çileya paşîna (January) 2015ê – Di 19ê çileya paşîna 2015ê de, komîteya herêmî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Qamişloyê ji ber pevçûnên li Hisiça [agahiyên bêhtir] dîsa xwenîşandanek pêk neanî. Xwenîşandan gerek bû li dijî leşkerkirina bizorê û revandina temenbiçûkan bi rêya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ba. Komîteya navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê lexûkirin di ragehandinekê de, weku bê sedem dastnîşankir û xwenîşandaneke nû ragehand.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê çileya paşîna (January) 2015ê – Di 20ê çileya paşîna 2015ê de, li gundê Xensa yê ku çend kîlometran li başûrê Tel Hemîsê dikeve di nav çil û pêncî kesên sivîl di pey êrîşeke ezmanî de jiyan ji dest dan. Nêzîkî du caran li wan mirov birîndar bûn. Bombeyeke wekûu Bermîla bombeyî tê naskirîn (çekek teqînok ya ibtîkarkirî) li ser çarşiyeke dagirtî hatibû avêtin. Tel Hemîs û hawîr dor ji aliyê Dewleta Islamî ve tê birêvebirin.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê çileya paşîna (January) 2015ê – Di 18ê çileya paşîna 2015ê de, hêzên ewlekariyê yên sûrî nivîskar Ibrahîm Ferhan El-Xelîl di mala mirovekî wî de, li Hisiça girtin. Sedemên girtinê ne diyar in.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê çileya paşîna (January) 2015ê – Di 19ê çileya paşîna 2014ê de, nîşançiyên milîşyên nêzîkî rêcîmê li Hisiça Ismaîl Nuredîn Yûsif (jidayikbûn 1995 li Hisiça) piştî gulebarînê kuştin. Ew ji ber birînên xwe piştî çend saatan li nexweşxaneyekê mir.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê çileya paşîna (January) 2015ê – Di 20ê çileya paşîna 2015ê de, şervanên Dewleta Islamî (DI) êrîşî çend nuqteyên kontrolê yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) çend kîlometran li başûrê bajarê Tel Temrê kirin. Li gor agahiyên YPG gereke yazdeh şervanên DI hatibin kuştin, kesên êrîşker gereke paş de vegeriyabin.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê çileya paşîna (January) 2015ê – Di 18ê çileya paşîna 2015ê de, nêzîkî bîst û pênc çalakvan û mirovên keçka sefa nehan Hemrîn Hisên li Amûdê dîsa ji bo vegera keça temenbiçûk ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatibû revandin, xwenîşandanek li dar xistin. Di kokê de, komîteya herêmî ya Encumena Niştîmanî ya Kurd ji bo xwenîşandanê bang kiribû. Lê komîteyê xwenîşandan di demeke kin de, lexû kir bi sedema rûdanên di nav PYD û milîşyên nêzîkî rêcîmê li Hisiçayê [agahiyên bêehtir].

ShareThis

KURDWATCH, 25ê çileya paşîna (January) 2015ê – Di 18ê çileya paşîna 2014ê de, di zindaneke Dewleta Islamî de li Reqayê xwendekarê bîst û du salî yê çanda ingilîzî Rodî Necmedîn Ehmed (jidayikbûn li Kobanî) hate îdamkirin. Ew di 16ê çiriya paşîna 2014ê de, hatibû revandin û ji ber devavêtina xweda hatibû gunehbarkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê çileya paşîna (January) 2015ê – Di nav 16 û 18ê çileya paşîna 2015ê de, di çend taxên ku ji aliyê PArtist Yekîtiya Demoqrat (PYD) ve tên kontrolkirin li Hisiça pevçûnên giran çêbûn di nav şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û yên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên PYD li aliyekî û şervanên Artêşa Bergiriya Niştîmanî ya nêzî rêcîmê li aliyê din Artêşa sûrî tax bi mûşekên erd û erd bombe barandin. Li gor agahiyên PYD ji kêmayî heft şervanên û çar kesên sivîl jiyan ji dest dan. Ta niha ne diyar e, çima pevçûn çêbûne. Pevçûn di 20ê çileya paşînê de jî çend saatan dîsa gur bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê çileya paşîna (January) 2015ê – Di 14ê çileya paşîna 2014ê de, endamên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Hisiça erebeyek gulebarankirin ya ku, di ber nuqteyeke kontrolê de, diajot. Di erebeyê de, endamê civîna navendî yê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) Ebdilrehman Ebtan, her weha Beşar Emîn, endamê nivîsgeha siyasî ya heman partiyê siwarbûyî bûn. Ti xisarî ji ber teqînê pêk nehat. Asayişê rûdan wisa şirovekir ku, karmendê gulebarand bê tecrube bû. Lê PDK-S di ragehandineke rojnamevanî de, girêdanekê mumkin dibîne bi beşdariya her du endamên wê di bernameyeke zindî de ya televizyona kurdî iraqî Zagros-TV, ya ku demeke kin berî rûdanê hate weşandin. Rojnamevanên vê kenalê berî niha çend caran pêrgî zordariya PYD bûbûn [agahiyên bêhtir]. Beşar Emîn jî berî niha di 14ê gulana 2014ê de, ji aliyê Asayişê ve hatibû revandin û bi cilên xewê lli ser sînorê sûrî-iraqî berda bûn [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 21ê çileya paşîna (January) 2015ê – Di 9ê çileya paşîna 2015ê de, endamên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtî ya Demokrat) li Girkê Legê civîneke berfireh li darxistin. Li gor tûzika hundirîn civîna berfireh alava herî mezin e piştî kongirê partiyê. Li ser civînê bijîşkê ku li Elmanya dijî Kamîran Hec Ebdo weku sekreterê nû yê partiyê hate hilbijartin, her weha biryar hate standin, ku di nava salekê de, kongireyê partiyê bê li dar xistin. Hecî Ebdo û endamin din yên komîteya navendî beşdarî komcivînê bûn, di dema ku sekreterê niha, Mihyedîn Şêx Alî, herweha alîgirên wî ne amade bûn. Di dema ku Alî nûnertiya çengê Efrînê yê partiyê nîşan didin, Hec Ebdo, li gel ku ew bi xwe ji Efrînê ye, nûnertiya çengê Qamişlo dikin. Di dema çûyî de pir caran astengî di hundurê Yekîtiya Demokrat de peyda bûn. Alî hate tawanbarkirin, ku wî kongireyê partiyê û civîna berireh bi zanebûn wisa lidar xist, ku endamên çengê Qamişlo nikarîn beşdar bibin [agahiyên bêhtir]. Sedemek din ya nerazîbûnê nêzîkbûna Alî ji Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ye. Alî heta niha bersiva hilbijartina Hecî Ebdo nekiriye.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê çileya paşîna (January) 2015ê – Di 9ê çileya paşîna 2015ê de, firokeyên WY êrîşî cihên Dewleta Islamî (DI) kirin li hawîr dorî Tel Hemîs ya ku, nêzîkî çil kîlometran li başûrê Qamişlo dikeve. Agahiyên girêdayî qurbaniyên DI nînin.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê çileya paşîna (January) 2015ê – Di 9ê çileya paşîna 2015ê de, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li gor agahiyên wê êrîşî cihên Dewleta Islamî (DI) li nêzîkî cihê Reyhaniya kirin, ya ku nêzîkî bîst û pênc kîlometran li başûrê Serê Kanîyê dikeve. Pê re gereke ji kêmayî sê şervanên DI hatibûn kuştin û erebeyeke leşkerî hatibû pelixandin.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê çileya paşîna (January) 2015ê – Di 9ê çileya paşîna 201ê de, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Qamişloy xwenîşandanek li dar xist ji bo salvegera duwem ya kuştina sê çalakvanên jin yên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li Parîsê bi bîr bînin. Nêzîkî du hezar kes beşdarî xwenîşandanê bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê çileya paşîna (January) 2015ê – Di 8ê çileya paşîna 2014ê de, 125 siyasî, nivîskar û çalakvanên kurd di internetê de ragehandinek weşandin, ya ku di wê de, wan leşkerkirina temenbiçûkan ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve şermezar kirin. Ew PYD tawanbar dikin ku, berpirsiyar e di ber penaberiya girseyî ya mirovên ciwan ji deverên kurdî li Sûriyê. Bêhtirê kesên imzekirî li derve dijîn.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê çileya paşîna (January) 2015ê – Di 4ê çileya paşîna 2015ê de li Qamişloyê civîneke Lêvegera Kurdî bê amadebûna nûnerên Encumena Niştîmanî ya Kurd li dar ket. Diwazdeh nûnerên Tevgera Civaka Demoqrat (TEV-DEM), pêncên nûnerên dî yên nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) herweha sê nûnerên berê yên Encumena Niştîmanî ya Kurd amade bûn. Ev sê nûnerên berê ji aliyê ENK ve ji ber nêzîkahiya wan bi PYD re hatibûn dûrkirin [agahiyên bêhtir]. Endamên Encumena Niştîmanî ya Kurd beşdariya xwe bi wê yekê ve girêdabûn, ku sêe nûnerêen dûrkirî amade nebin. Lê PYD we nerînê digre, ku endamên Lêvegerê nikarin bi hesanî bên guhertin.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê çileya paşîna (January) 2015ê – Di 2ê çileya pêşîna 2014ê de diya Hemrîn Hisên sereke li Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) da, pirsa cihê mayîna keça xwe kir û daxwaza vegera wê kir. PYD keçka sefê nehan li dijî daxwaza dê û bavên wê kiribûn leşker [agahiyên bêhtir]. Dijûn li dijî dayikê hatin xwarin, ku ewê ji Sûriyê bê nefîkirin, eger ew berdewam pirsa keça xwe bike. Li dijî birayê keçikê jî, Merwan Hisên, di 27ê çileya pêşîna 2014ê de li leşkerxaneyeke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dijûna »qedereke nexweş« hatibû xwarin.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê çileya paşîna (January) 2015ê – Di 28ê çileya pêşîna 2014ê de ji kêmayî şeş şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di teqîna erebeyeke bombekirî de li ser nuqteke kontrolê li nêzîkî cihê Qatma yê ku panzdeh kîlomteran li bakurê rojhilatê Efrînê dikeve jiyan ji dest dan.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê çileya paşîna (January) 2015ê – Di 28ê çileya pêşîna 2014ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Hizbiya Welîd Şêxmûs (jidayikbûn di 5ê çileya paşîna 2000ê de) ya sefa heştan bê pejirandina dê û bavên wê kirin leşker. Keç li pêşiya dibistana wê li Qamişlo bi xwe re birin. Dê û bavên temenbiçûkê ser li YPG û li Mala Gel ya PYD herwehe li Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên PYD, dan û daxwaza vegerandina keça xwe kirin. Li gor bavê Hizbiya ji wan re tenê gotin ku keça wan dê bibin çiyayê Qendîlê yê kurdî iraqî, navenda leşkerî ya serekî ya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK).

ShareThis

KURDWATCH, 7ê çileya paşîna (January) 2015ê – Di 3ê çileya paşîna 2014ê de nêzîkî bîst û pênc çalakvan û mirovên Hemrîn Hisên ya sefa nehan ya revandî dîsa xwenîşandanek li darxistin. Xwenîşandan ji bo vegerandina temenbiçûka ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hatibû leşkerkirin. Li ser plakatekê hatibû nivîsîn: »Emê berdewam bin, heta Hemrîn û hemû kesên dî yên temenbiçûk vegerin ser rûniştekên dibistanê.«

ShareThis

KURDWATCH, 6ê çileya paşîna (January) 2015ê – Di 29ê çileya paşîna 2014ê de du det karmendêen Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) li Hisiça dorpêç kirin û herdû deriyên derbasbûnê şikandin. Esasê nivîsgehê, armên partiyê, alayên kurdî û çênd telefonên destan yên kesên amade bi xwe re birin, ê endamên partiyê hatin revandin. Piştî çend saatan beşek ji firaxan hatin vegerandin û kesên revandî hatin serbest berdan. Nivîsgeh dîsa hate vekerin.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê çileya paşîna (January) 2015ê – Di êrîşeke hêza ezmanî ya sûrî de li ser Qebasîn ya ku bêhtiriya wê kurdîn, nêzîkî pêncî kilômetrî li bakurê rojavayê Helebê, di 25ê çileya pêşîna 2014ê de zêdeyî pêncî mirovî jiyana xwe ji dest dan.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê çileya paşîna (January) 2015ê – Di 29ê çileya paşîna 2014ê de endamên malbata Hemrîn Hisên [agahiyên bêhtir] ya sefa nehan ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hatibû leşkerkirin kombûnek li Amûdê li darxistin, li gel ku dijûn li dijî wan ji aliyê PYD ve hatibûn xwarin. Wan daxwaza vegerandina keçikê kirin. Hejmarek mezin ji çalakvanan û alîgirên Encumena Niştîmanî ya Kurd beşdarî kombûnê bûbûn. Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ), rêxistinek di bin Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD de, di 28ê çileya pêşînê de hevpeyvîneke ken ya vîdyoyê bi Hemrîn re weşandin, ya ku ew di wê de radigihîne, ku ew bi kêfa xwe tevlî Yekîneyên Parastina Jinan bûye. Keç wekû bersiva pirsa temenê wê dibêje : »Ew dibêjin ku ez sêzdeh salî me, lê ez şazde.., ez hijdeh salî me.« Malbata Hemrîn di pey wê re wêneyekî pirtûka malbatê weşand, ya ku di wê de rojbûna Hemrîn Hisên di 5ê çileya paşîna 1999ê de hatiye nivîsîn. Wisa Hemrîn di dema leşkerkirina wê de panzdehsalî bû.

ShareThis

KURDWATCH, 1ê çileya paşîna (January) 2015ê – Di 15ê çileya pêşîna 2014ê de şervanekî ereb li başûrê rojavayê Tel Temrê ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) parçe bû. Wî ji kêmayî pênc şervanên YPG kuştin, berî ew bikare bireve.

ShareThis

KURDWATCH, 1ê çileya paşîna (January) 2015ê – Komîteya bergiriyê ya rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, 20ê çileya paşîna 2015ê wekû muhleya dawî binavkir, ya ku berî wê hemû welatiyê liberketî divê erkê brgiriyê pêk bînin [yasaya erkê bergiriyê daxîne]. Yê kû heta vê demê xwe li cem Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD qeyd nekin, dê li gor bealvoka 17ê çileya pêşîna 2014ê hisabê encamên yasayî bike.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]