KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 

KURDWATCH, 30ê çileya pêşîna (December) 2013ê - Di 23ê çileya pêşîna 2013ê yekîneyeke Artêşa Bergiria Niştîmanî, milîşyeke rêjîmê, ji Tel HEmîsê (çil kîlometr li başûrê Qamişloê) tevlî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bû. Bi tevayî sed û bîst şervan. Bajarê erebî niha di bin detê yekîneyên islamî de ye. Tê texmînkirin, ku rêjîma sûrî û YPG bi hev re êrîşekê amade dikin ji bo bindestkirina Tel Hemîsê.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê çileya pêşîna (December) 2013ê - Di 20ê çileya pêşîna 2013ê de çend sed alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tevlî xwenîşandaneke komên ciwanên nêzîkî PYD bûn. Beşdar li dijî embargoya aborî ya islamiyan ya bajarên Kobanî û Efrînê protesto kirin [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 30ê çileya pêşîna (December) 2013ê - Di 19ê çileya pêşîna 2013ê de Idrîs Ebdulwehab BEcî Emîn (zewicî, pênc zarok) li Hisiça ji aliyê çend kesên rûgirtî bi fîşekên nîşankirî hat kuştin. Hecî Emîn endamekî rêber yê Hêzên Tevlîbûnê yên kurdî bû, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hatibû mecbûrkirin ku bê hel kirin [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 29ê çileya pêşîna (December) 2013ê - Ferman Bonçuq, bavê çalakvanê Kuştî Ehmed Bonçuq [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê] di 24ê çileya pêşîna 2013ê de wekû serokê Navenda Ehmed Bonçuq ya Piştgiriya Azadîyan û Mafên Mirov raportek li ser kuştrina kurê xwe herweha revandina wî ya berî wê ji aliyê PYD ve weşand. Di raportê de tê nivîsîn, Ehmed Bonçuq berû kuştina xwe ji du erebeyan ve dihat binçavkirin û şufêrê yek ji wan erebeyan Basil Keço, alîgirekî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD). Herweha hatiye nivîsîn ku endamên PYD Ehmed Bonçuq bi giranî îşkencekirin. Di raportê de qala kehrebekirinê û herweha hilkirina neynûkên teliyên lingan tê kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê çileya pêşîna (December) 2013ê - Di 20ê çileya pêşîna 2013ê de gulebarîn di navenda leşkeriyê de, du kîlometr li başûrê firokexaneya Qamişlo, gulebarîn çêbû. Piştî demeke kin çend birîndar gihan nexweşxaneya Qamişloyê. Tê texmînkirin ku leşkeran hewl dan baz bidin. Li gor çend çavkaniyan rêjîmê soza lêborînê dabû leşkerên ku bê destûr ji erkê leşkeriyê dû r mabûn, eger xwe bi xwe radest bikin. Herweha ewê erkê leşkeriyê tenê li herêmên aram biqedînin. Li gor agahiyan çend sed kes li dûv sozê çûn. Gava li dijberî sozê leşker hatin amadekirin ji bo wan bibin bajarê Dêra Zorê, yê ku pevûnên giran li wê çêdibin, bi dehan kesan li ber xwe dan.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê çileya pêşîna (December) 2013ê - Di 18ê çileya pêşîna 2013ê de hêzên ewelkariyê yên sûrî taksiyek li taxa konrîş ya Qamişloyê rawestandin û pênc siwarên wê, herweha şufêrê taksiyê Bêkes Elî binçavkirin. Di nav siwarên girtî de Diar Ebdulbarî Seîd, Ehmed Mihemed Kamil Derwêş herweha Xalid Remedan bûn. Navên herû kesên dî ên girtî hîn nediyarin. Herweha sedemên girtinê jî hîn nediyarin.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê çileya pêşîna (December) 2013ê - Di 22ê çileya pêşîna 2013ê de endamên Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê Ismaîl Şukrî (zewicî, çend zarok) serbest berda. Şukrî di 22ê tîrmeha 2013ê de di çarçoveya pêleke revandinan de [agahiyên bêhtir] ji xaniyê xwe li Girê Sipî hatibû revandin.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê çileya pêşîna (December) 2013ê - Di pey rêzeke êrîşên esmanî yên hêzên esmanî yên sûrî li ser bajarê Helebê di nav 17 û 20ê çileya pêşîna 2013ê de bi dehan kesan jiyan ji dest dan. Êrîş li dijî çend taxan pêk hatin, yên ku di destê rikebiriyê de ne. Di 8 û 20ê çileya pêşîn de taxa Kurdan ŞêxMeqsûd hat bobebaranirin. Pê re ji kêmayî şeş kes hatin kuştin. Bi dehan kesên dî birîndar bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê çileya pêşîna (December) 2013ê - Leşker Hemadî Ehmed Mihemed (jidayikbûn 1991 li Tirbesipiyê) ji tebaxa 2012ê ve windaye. Mihemed erkê xwe yê leşkerî li Şamê dibûrand. Ti agahî girêdayî cihê mayîna wî di dest malbat de nînin.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê çileya pêşîna (December) 2013ê - Di 21ê îlona 2013ê de endamên Asayişê,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Mihyedîn Şêx Xidir (jidayikbûn li Cindirêsê) li Qermetleq (deh kîlometr li rojavayê Efrînê) girtin. Xidir hate tawanbarkirin, »bi dijmin re hevrêzî kiribe«. Çalakvanekî ji KurdWatch re ragehan: »Mihyedîn ne çalakvane. Ew piştî rojekê serbest hat berdan, piştî ku wî deh hezar lîreyên sûrî dan. Ew ne girtineke siyasî bû. Asayişê tenê dixwest pereyan bi zorê bistîne«.

ShareThis

KURDWATCH, 22ê çileya pêşîna (December) 2013ê - Di 6ê çileya pêşîna 2013ê de li ber avahiyeke Artêşa Bergirî ya Niştîmanî, mîlîşyeke sivîl ya ku ji aliyê rêjîma sûrî ve hatiye çekdarkirin, li taxa erebî Tey li başûrê Qamişloê êrîşeke xwekuj hate pêkanîn. Çend kes hatin kuştin, agahiyên berfireh li er hejmara qurbaniyan nînin.

ShareThis

KURDWATCH, 17ê çileya pêşîna (December) 2013ê - Leşker Cemîl Samî Bakî (jidayikbûn 1991 li Kobanî) ji çileya pêşîna 2012ê ve winda ye. Bakî erkê xwe yê leşkerî li Dêr Balba li nêzîkî Humsê dikir. Endamekî malbatê ji KurdWatch re ragehand: »Samî di dema pevçûnekê de karî bazde. Wî piştî beza xwe carekê telefonî mekir. Ji hingî ve me tiştek ji wî nebihît.«

ShareThis

KURDWATCH, 17ê çileya pêşîna (December) 2013ê - Dawiya çireya paşîna 2013ê yekîneyên islamî, bi taybetî Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê, embargoya aborî li hember bajarên Kobanî û Efrînê û yên li herweha hawîrdora wan danîn. Ew rê li ber gihandina ava vexwarinê, xwarin û dermanan digrin.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê çileya pêşîna (December) 2013ê - Destpêka çileya pêşîna 2013ê Yekîtiya Mamostayên Kurd li Rokavayê Kurdistanê ya nêzîkî PYD biryar stand, hemû dibistanên taybet li Kobaniê bigre. Li gel kûrsên dersên arîkar yên dibistanî kûrsên zimanê kurdî jî ketine ber biryarê de. Di 8ê çileya pêşînê de çend sed şagirt û herweha nûnerên saziyan dijî biryarê xwenîşandanek li dar xistin.

ShareThis

KURDWATCH, 11ê çileya pêşîna (December) 2013ê - Di 1ê çileya pêşîna 2013ê de endamên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) xaniyê Ebdela Bedro li Qamişlo kirin bin dest xwe. Keça wî Nezhet BEdro ji KurdWatch re ragehand: »Ji ber gefên endamên PKK malbata me bi tevayî mecbûr ma ji Sûriyê derkeve. Piştî ku dayka min jî çû, xaniyê me kirin bin dest û dizîn.« Di 12ê çileya paşîna 2012ê de sê kurên Ebdela BEdro ji aliyê endamên PYD hatibûn kuştin [agahiyên berdewam].

ShareThis

KURDWATCH, 9ê çileya pêşîna (December) 2013ê - Di heftiyên çûyî de endamên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) dikan li Qamişloyê û li bajarên dî li herêmên kurdî bi berferhî kontrol kirin. Binpêkirina mafê bicihkirî - wek nimûne tinebûna buhayan li ser firaxan - cezayên pereyan standin. Karmendekî dewletê ji KurdWatch re ragehand ku karmendên desthilatê pêşniyara endamên PYD ya derbarî birêvebirina kontrolên hevbeş, red kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê çileya pêşîna (December) 2013ê - Di 29ê çileya paşîna 2013ê de Serdar Nasan, tevgera ciwanan ya binavê Hevrêziya Elend K0banî û herweha yê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar, ji aliyê Asayişê,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Kobaniyê hat girtin gava wî li nivîsgeha hêzên ewlekariyê daxwaza destûra derketina derve ji bo Turkiyê dikir. Di pey re mala wî hat teftîşkirin û kompyûterê wî hat standin. Nasan di 1ê çileya pêşîna 2013ê de ji zindanê serbest hat berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê çileya pêşîna (December) 2013ê - Di 19ê çileya paşîna 2013ê de ji kêmayî neh şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di êrîşeke Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê ya li dijî çend nuqteyên kontrolê yên YPG hatin kuştin. Êrîş li dor gundê erebî Gîbeş pêk hatin, çend kîlometr li başûrê rojavayê Tel Temrê. Rûniştiyên gund, ku di bin destê YPG de bû, rê dabûn ku şervanên ilsamî bi dizî derbasî gund bibin ji bo êrîşa li dijî PYG amade bikin. Wan bi xwe dev ji gund berdabûn. Di rojên di pey re YPG êrîşeke fereh li dijî gund û hawîror pêkanîn. Bi dehan xanî herifîn û hêzên islamî hatin dûrxistin.

ShareThis

KURDWATCH, 2ê çileya pêşîna (December) 2013ê - Di 22ê çiriya paşîna 2013ê de doktor Zîwer Cemal Mencê (jidayikbûn 1981 li Qamişlo) bi çar doktorên dî re, pênc hemşîre û herweha du şofêrên abûlansê di êrîşeke Artêşa Azad ya Sûriyê de li ser nexweşxanekê li Dêr Etiya (nêzîkî not kîlometrî li bakurê Şamê) hatin kuştin. Dêr Etiya dikeve li ser rêya di navbera Homs û Şamê de, bajarê ji hêla stratejî giring bêhtir di bin destê AAS de ye. Nexweşxne hîn di bin destê rêjîma sûrî de bû. Hindik ji Mencê re mabû ku karê taybetmendîya doktoriyê bidawî bike.

ShareThis

KURWATCH, 1ê çileya pêşîna (December) 2013ê - Di 20ê çiriya paşîna 2013ê de endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî sitranbêjê kurd Şerîf Omerî û herweha çalakvan Mihemed Welî li Qamişloyê girtin. Di dema vepirsînê de ew hatin tawanbarkirin, bi germkirina çalakvanan ji bo beşdarbûna di xwenîşandanan de. Omerî û Welî piştî heft demjimêran serbest hatin berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê çiriya paşîna (November) 2013ê - Di 19ê çiriya paşîna 2013ê de Rênas Ehmed Eyûb, endamê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê li ser dawetekê jiyan ji dest da. Li gor agahiyên şahidan Eyûb tevlî pevçûnekê bûbû, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) yên nûqteyeke kontrolê ya nêzîk hatibûn ji bo kesên pevdiçin bi çekên hildayî navcî bikin. Gava şervanekî YPG tivinga xwe dadigirt bê mebest fîşekek hate teqandin û Eyûb kuşt.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê çiriya paşîna (November) 2013ê - Di 23ê çiriya paşîna 2013ê de di nava çend demjimêran de sê erebeyên bombekirî li Qamişloyê û hawîrdor teqiyan. Teqîna yekê li dijî mezintirîn nuqteya kontrolê ya rêjîma sûrî bû li girovera rêçûnê, ya ku ajotin li ser pir xurt e, pênc kîlometran li başûrê bajêr. Bombeya dî li ber nivîsgeha Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li taxa Qenat Siwêsê teqiya. Teqîna sêyan li gundê Tel Marûf (panzdeh kîlometran li başûrê rojhilatê Qamişlo), yê ku di bin destê PYD de ye, li dijî navenda partiyê PYD ya ku di dibistanekê de bû teqiya. Li gor çavkaniyên islamî ev êrîşên amadekirî yên Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê li dijî rêjîm û piştgirên wê bûn. Agahiyên deqîq girêdayî hejmara qurbaniya di nav dest de nînin. Çavkaniyên islamî qala zêdeyî çil kuştiyî , çavkaniyên PYD qala sê kuştiyan dikin bê ku navên wan diyar bikin. Rêjîma sûrî ta niha girêdayî hejmara qurbaniyan ti ragehandin belav nekiriye.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê çiriya paşîna (November) 2013ê - Di 21ê çiriya paşîna 2013ê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Amûdê xwenîşandaneke dî jî li dijî Mesûd Berzanî, serokê Kurdistana Iraqê, li dar xist.Weke berê li ser xwenîşandana Efrînê [agahiyên bêhtir] Berzanî li vir jî ji ber hevdîtina xwe bi serokwezîrê tirkî Erdogan ya 17ê çiriya paşîna li Diyarbekrê wekû »xayin û ajan« hat nîşandan. Berî tenê heşt rojan PYD li Amûdê xwenîşandaneke Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya boneya salvegera 63an ya şewata sînema Amûdê [PDFê daxîne] ji ber rewşa siyasî ya giştî hatibû qedexekirin [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 25ê çiriya paşîna (November) 2013ê - Di 13ê çiriya paşîna 2013ê de wezîrê petrolê yê sûrî, Suleyman el-Ebas li Rimêlanê serek li nûnerên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) da. Berî serdanê Asayişê,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li gor şahidan li hawîrdorê Rimêlanê bermîlên vala, yên ku nuqteyên teftîşê yên PYD nîşan dikin, bi rengê şîn boyax kiribûn. Berî wê ew bi rengên sor, zer û kesk hatibûn boyaxkirin. Di hevdîtina bi el-Ebas re li gel endamên PYD serokeşîrên erebî jî yên Artêşa Niştîmanî ya Bergiriyê beşdar bûn. Li gor agahiyan wezîr soza rêjeyên sabit ji hatiniyên petrolê dabû beşdaran. Rêjeya PYD gereke li dor bîst ji sedî be. 

ShareThis

KURDWATCH, 25ê çiriya paşîna (November) 2013ê - Di 14ê çiriya paşîna 2013ê de çend dest endamên partiya Baas ya desthilatdar li navenda bajarê Qamişloyê xwenîşandanek li darxistin. Wan duruşmên mîna »Baasî derdikevin ser kolanan« û »Bi can û bi xwîn em xwe dikin qurbanên te Beşar« qîrkirin. Berî wê bi du rojan Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Qamişloyê damezrandina birêvebiriya herêmî ya demkî ji bo herêmên kurdî ragehandibû.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê çiriya paşîna (November) 2013ê - Di 18ê çiriya paşîna 2013ê de Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Efrînê xwenîşandanek li dar xist li dijî Mesûd Berzanî, serokê Kurdistana Iraqê, yê ku di 17ê çiriya paşîn de ji aliyê serokwezîrê tirkî Erdogan û bi dehhezarên mêvanan ve li Amedê hat pêşwazî kirin. Berî wê bi çend rojan di 14ê çiriya paşîn de Berzanî ragehandinek derxistibû, ya ku siyaseta PYD tawanbar dikir. PYD idîa dike ku, ewê şoreş li Sûriyê destpê kiriye, lê rastî ewe ku ew bi rêjîma sûrî re hevrêziyê dike, ya ku herêmên kurdî radestî wê kiribû. PYD li dijî yekîtiya niştîmanî ye. Ew bi hêza çekan li dijî partiyên dî yên kurdî-sûrî derdikeve û bi yekalîtî, bi dûrxistina partiyên dî, Bixwerêvebiriya Kurdistana Rojava ragehand. Di kokê de Barzanî hewl dabû hêza PYD bi rêya peymana Hewlerê [peymanê daxe] kêm bike, lê di vê ekê de biserneketibû. 

ShareThis

KURDWATCH, 25ê çiriya paşîna (November) 2013ê - Di 12ê çiriya paşîna 2013ê de Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Qamişloyê kongireyek ji bo sazkirina birêvebiriya herêmî li dar xist. Encûmena Niştimanî ya Kurdî dûr ma ji kongireyê, ji ber PYD ev yek bê lihevkirin amadekir, li gel ku Encûmena Niştimanî di heman demê de bi Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistanê re hûriyên mercên sazkirina birêvebiriyeke herêmî ya hevbeş gengeşe dikir. Tenê nûnerên Partiya Demokrat ya Kurdî ya Sûrî herweha herdû parçeyên Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê di kongireyê de amade bûn. Fethula Huseynî, endamê komîteya navendî ya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê ya Mihemed Mûsa Mihemed, ji KurdWatch re ragehand: »Em ne li dijî biryara Encûmena Niştimanî ya Kurdî bûn, ya ku em bi xwe endamên wê ne. Lê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji nişka ve xwe ji birêvebiriya demkî dûr xist. Em wekû partî dê her dem di kongireyekî wisa de beşdar bin, ev mafekî rewa yê gelê me ye.« Di kongir de encumeneke damezrêner ji heştê û du kesan hat hilbijartin.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê çiriya paşîna (November) 2013ê - Di 16ê çiriya paşîna 2013ê de, roja navnetewî ya lêborînê, çend sed kes li Dêrikê ji bo lêborîn û hevtêgihiştina gelan derketin xewnîşandanekê. Kombûn ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û herweha Rêxistina Asûrî ya Demokrat ve hate amadekirin. 

ShareThis

KURDWATCH, 21ê çireya paşîna (November) 2013 – Di 13ê çireya paşîna 2013ê de çend dest endamên Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê herweha hin çalakvanên dî bi boneya salvegera 63an ya şewata sînemaya Amûdê [PDF daxîne] gul danîn ser peykerê kesênku  wê demê mirin. Xwenîşandanek, ku ji aliyê Encumena Niştîmanî ya Kurdî ve dîsa hat betal kirin, piştî ku Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ragehandibû »xwenîşandanên bê destûr« qedexe bike. PYD herweha dabû xwukirin ku, ji ber rewşa siyasî ya niha dev ji xwenîşandanan berdin. Wê bi xwe ala xwe danîbû ser peykerê miriyan, karekî, ku çalakvanekî ji KurdWatch re wekû »provokasyoneke ku nayê tehemul kirin« destnîşan kiribû, ya ku »ya ku rêjîma Baas bi xwe nedikarî bike«.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê çiriya paşîna (November) 2013 - Di 21ê çireya pêşîna 2013ê de çalakvanan di konfiranseke çapemeniyê de damezrandina Rêxistina Niştîmanî ya Ciwanên Kurd ragehandin, ku ji yekbûna Yekîtiya Hevrêzên Ciwanên Kurd li Sûriyê  herweha çend rêxistinên ciwanên kurd yên biçûktir pêk tê. Li ser pirsa, gelo ev çêbûna partiyeke nû ye, endamê damezrêner Munzir Iskan ji KurdWatch re ragehand: »Na, em ne partî ne, lê rêxistineke bi xêzeke siyasî ya xuyakirîne. Herweha em dixwazin bi partiyên kurdî re beşdar bin di biryarên siyasî yên giring de«. Serbaz Ferman, endamekî damezrêner yê Yekîtiya Hevrêzên Ciwanên Kurd li Sûriyê ragehand: »Bêhtirê endamên me çalak bûn û hew. Yên dî tevlî rêxistina bûn. Ez bi xwe ne bawerim ku rêxistineke  nû ya ciwanan dikare tiştekî bi dest bixe. Zora PYD pir zêde ye.«

ShareThis

 

Amûdê: Serokwezîr pênc mamostayan dûr dixe ji kar
KURDWATCH, 18ê çiriya paşîna (November) 2013 - Di 27ê çireya pêşîna 2013ê de biryarek ya serokwezîrê sûrî hat diyarkirin, ya dûrkirina pênc mamostayn ji karê dewletê. Mamoste ev in: Xidir Îsa, Ehmed Elo, Yûnis Ased, Welîd el-Husênî, û Ene Micwil. Sedemên biryarê ne diyarin. Li gel ku Amûdê ji çileya pêşîna 2012ê ve ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve tê kontrolkirin, rêjîma sûrî, yakû mîna berê mehaneyên karmendên dewletê dide, dikare hîn jî biryarên berfireh yên karmendan bistîne. Xidir Îsa, endamê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, ji KurdWatch re ragehand: »Larmendên daîreya dibistanan li Amûdê em bi devkî agahdarkirin, ku ew hew dikarin mehaneyên me bidin. Kopiyeke biryarê me nestand. Em sedema fermî ya berdana xwe jî nizanin.«

KURDWATCH, 18ê çiriya paşîna (November) 2013 - Di 27ê çireya pêşîna 2013ê de biryarek ya serokwezîrê sûrî hat diyarkirin, ku ew biryar girêdayî dûrkirina pênc mamostayn ji karê dewletê ye. Mamoste ev in: Xidir Îsa, Ehmed Elo, Yûnis Ased, Welîd el-Husênî, û Enes Micwil. Sedemên biryarê ne diyarin. Li gel ku Amûdê ji çileya pêşîna 2012ê ve ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve tê kontrolkirin, rêjîma sûrî, ya ku mîna berê mehaneyên karmendên dewletê dide, dikare hîn jî biryarên berfireh yên karmendan bistîne. Xidir Îsa, endamê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, ji KurdWatch re ragehand: »Karmendên daîreya dibistanan li Amûdê em bi devkî agahdarkirin, ku ew hew dikarin mehaneyên me bidin. Kopiyeke biryarê me nestand. Em sedema fermî ya berdana xwe jî nizanin.«

 

ShareThis

 

Tirbesipî: Nivîsgeha el-Partî şewitî
KURDWATCH, 18ê çiriya paşîna (November) 2013 - Di şeva 9 li ser 10ê çireya paşîna 2013ê de nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar bi temamî şewitî. Sedemên şewatê ta niha ne diyarin. Di mehên dawî de pir caran nivîsgehên partiyên rexnegirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hatin şewitandin, di serî de nivîsgehên el-Partî, yên Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê herweha yên Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ya Mustefa Cuma.

KURDWATCH, 18ê çiriya paşîna (November) 2013 - Di şeva 9 li ser 10ê çireya paşîna 2013ê de nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar bi temamî şewitî. Sedemên şewatê ta niha ne diyarin. Di mehên dawî de pir caran nivîsgehên partiyên rexnegirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hatin şewitandin, di serî de nivîsgehên el-Partî, yên Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê herweha yên Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ya Mustefa Cuma.

 

ShareThis

 

Serê Kaniyê: YPG ilsamîstan dûr dixe
KURDWATCH, 18ê çiriya paşîna (November) 2013 - Di 28ê çireya pêşîna 2013ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li başûr û rojavayê Serê Kaniyê êrîşek li dijî şervanên Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê û herwehya yên Cebhet al-Nusra destpêkirin. Giraniya pevçûn li dor nahiyeyên Tel Helef û Esfer Necar, herweha li gundên hawîr dor bûn. Di 2yê çiriya paşîn de şervanên YOG karînin dijminên xwe dûr bikin ji gundên el-Qesr, Tel Diyan, Bîr Nûh herweha li el-Esediyê (nêzîkî deh kîlometran li rojhilatî başûrî Serê Kaniyê). Di 5ê çiriya paşîn de wan Tel Helef jî kirin bin destê xwe de. Wisa li hawîrdra teng de ya Serê Kaniyê yekîneyên islamî hew hene. Kolanên serekî yên derbasbûna Bajêr ji aliyê YPG ve tên kontrolkirin.

KURDWATCH, 18ê çiriya paşîna (November) 2013 - Di 28ê çireya pêşîna 2013ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li başûr û rojavayê Serê Kaniyê êrîşek li dijî şervanên Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê û herweha yên Cebhet el-Nusra destpêkirin. Giraniya pevçûnê li dor nahiyeyên Tel Helef û Esfer Necar, herweha li gundên hawîrdorê bûn. Di duduyê çiriya paşîn de şervanên YPG karîbûn dijminên xwe dûr bikin ji gundên el-Qesr, Tel Diyan, Bîr Nûh herweha li el-Esediyê (nêzîkî deh kîlometran li rojhilatî başûrî Serê Kaniyê). Di 5ê çiriya paşîn de wan Tel Helef jî kirin bin destê xwe de. Bi vî awayî li hawîrdora teng de ya Serê Kaniyê yekîneyên islamî hew hene. Kolanên serekî yên derbasbûna Bajêr ji aliyê YPG ve tên kontrolkirin.

 

ShareThis

 

Dirbêsî: Bi hezaran xwendekara kuştî bibîr tînin
KURDWATCH, 15ê çiriya paşîna (November) 2013ê - Di 8ê çiriya paşîna 2013ê de çend hezar kes xwendekara kuştî Dunya Eşref Sîno (jidayikbûn 1995 li Dirbêsiyê) [agahdariyên bêhtir girêdayî mijarê] bibîr anîn. Ew xwenîşandana yekê bû ya çalakvanan li Dirbêsiyê ji 20ê tîrmeha 2013ê ve. Di pey êrîşa Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li ser çalakvan û endamên partiyên dî li Amûdê li dawiya hizêrana 2013ê [agahiyên bêhtir] komên dî protestoyên xwe li pey hev bidawî kirbûn.

KURDWATCH, 15ê çiriya paşîna (November) 2013ê - Di 8ê çiriya paşîna 2013ê de çend hezar kes xwendekara kuştî Dunya Eşref Sîno (jidayikbûn 1995 li Dirbêsiyê) [agahdariyên bêhtir girêdayî mijarê] bibîr anîn. Ew xwenîşandana yekê bû ya çalakvanan li Dirbêsiyê ji 20ê tîrmeha 2013ê ve. Di pey êrîşa Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li ser çalakvan û endamên partiyên dî li Amûdê li dawiya hizêrana 2013ê [agahiyên bêhtir] komên dî protestoyên xwe li pey hev bidawî kirbûn.

 

ShareThis

KURDWATCH, 10ê çiriya paşîna (Nvember) 2013ê - Di 31ê çireya pêşîna 2013ê de şervanên Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê nivîsgehên Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê û Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ya Mustafa Cuma li Reqayê bindestkirin. Reqa bajarekî bêhtir erebî ye bi kêmhejmarek kurdî ya mezin, heştê kîlomtr li başûrê Kobaniyê. Endamekî Yekîtî ji KurdWatch re ragehand: »Êrîşkeran em tawanbakirin, ku me cihê parastinê dida endamên PKK li nivîsgehên xwe. Hiceteke vala ji bo nivîsgehên me bindestbikin.«

ShareThis

KURDWATCH, 10ê çiriya paşîna (Nvember) 2013ê - Di 28ê çireya pêşîna 2013ê de alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) xwenîşandanek li Dêrikê lidarxistin û bidestxistina deriyê sînor yê Tel Koçerê ya 26ê çireya pêşîna 2013ê [agahiyên bêhtir] pîroz kirin. Li got agahiyên PYD çend hezar kes tevlî xwenîşandanê bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê çiriya paşîna (November) 2013ê - Di 29ê çireya pêşîna 2013ê de xwendekar Dunya Eşref al-Sîno (jidayikbûn 1995 li Dirbêsiyê) li ber nuqteyeke kontrolê ya hêzên ewlekariyê yên sûrî li Hisiça di gulebarînê de bi fîşekeke di serî de hat kuştin. Agahiyên baştir li ser kuştina wê di dest malbatê de jî nînin, li gor hatî naskirin fîşeka hêzên ewelekariyê bê hemdî li wê ketibû.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê çiriya paşîna (November) 2013ê - Di 30ê çiriya pêşîna 2013ê de çend dest kes beşdarî xwenîşandanekê li Amûdê bûn û li dijî zêdekirina buhayan protesto kirin. Kesên birêvebir berî wê destûr ji Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) standibûn. Seyid Saîd Ebdulezîz, çalakvanekî ku ji ber PYD ji Amûdê reviya ye û niha li Turkiyê dijî, ji KurdWatch re ragehand: »Ew ne xwenîşandaneke çalakvanên bazdayî yên Amûdê bû. Amadekarên xwenîşandanê niha û berê jî xwedî têkiliyên baş bûn bi PYD re.«

ShareThis

KURDWATCH, 7ê çiriya paşîna (Nvember) 2013ê - Di 26ê çiriya pêşîna 2013ê de endamên Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistanê ji karmendên sînor - di nav wan de kesên ji aliyê Encumena Niştîmaniya Kurd hatîn bicihkirin jî- li Sê Malka, li rojahilatê Dêrikê, xwest ku dev ji cihê karê xwe berdin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD)birêvebirî wergirtin û deriyê sînor, ku êdî tenê mîna nuqteyeke sînor gereke bê birêvebirin, girtin. Berî çend saatan YPG, bi piştgiriya yekîneyên sûrî û iraqî, deriyekî dî yê sînor ber bi Iraqê ve ji Artêşa Azad ya Sûrî standibûn [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 4ê çiriya paşîna (November) 2013ê - Di 26ê çiriya pêşîna 2013ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) deriyê sînorê sûrî-iraqî yê Tel Koçerê piştî şerên giran ji Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û yekîneyên islamî stand. YPG bi tank bû û piştgirî ji mûşekên iraqî û herweha hêza ezmanî ya sûrî stand. Li aliyê AAS yekîneyên Dewleta Islamî a Iraq û Şamê û herweha yên Cebhet El-Nusra jî hebûn.

ShareThis

KURDWATCH, 1ê çireya paşîna (October) 2013ê - Ji destpêka çireya pêşîna 2013ê ve desthilata tirkî li ber sînorê sûrî di nav bajarên Qamişlo û Nisêbînê de dîwarekî ava dike. Dîwar li gor ragehandinên çapemeniyê dê nêzîkî du metran bilind be û têlên bisitirî rêsayî li ser werin danîn. Ragehandinên fermî yên ku girêdayî avakirina dîwainr heta niha nînin. Dîwarekî dî ku nêzîkî dû kîlometr û nîv dirêje, li gor agahiyên desthilata tirkî li wilayeta Hatayê tê plan kirin. Ne diyare bê sazkariyek wiha çi dikare bike li himber dirêjiya sînorê ku neh sed kîlometran di nav Sûriyê û Turkiyê de ye.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê çireya pêşîna (October) 2013ê - Di 19ê adara 2013ê de Hemûda Ednan Hemkiro (jidayikbûn 1989 li Efrînê) ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Leşkerî ve hat girtin. Hemkiro di çileya paşîna 2012ê de ji erkê leşkerî parçebûbû. Ew biribûn leşkeriyê, li gel ku ew wekû kurê tenha yê dêûbavên xwe li gor mafê sûrî ne mecbûrê erkê leşkerîyê ye. Di adara 2012ê de wî xwest sûdê wergire ji yasayekê, ku li gor wê leşkerên parçebûyî nayên cezakirin, eger ew xwe bi xwe radestî hêzên ewlekariyê bikin. Li gel wê jî Hemkiro hat girtin û ta hizêrana 2012ê ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Leşkerî bi giranî hat îşkencekirin. Ji hizêrana 2012ê ve ew di zindana navendî ya Helebê de girtî ye.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê çireya pêşîna (October) 2013ê - Girtiyên zindana navendî ya Helebê ji kêmxwariniyê diêşin. Cigerxwîn Mele Ehmed girtiyekî ku berî demeke kurt serbest hat berdan, ji KurdWatch re ragehand: »Zêdeyî du mehan girtiyan tenê qedehek ard û gedehek av werdigirtin. Wan cil û alavên xwe dişewitandin ji bo ardî bikelênin yan bipêjin. Bi dehan di mehên çûyî de ji ber vê kêm xwariniyê mirin. Her nexweşiyek, girîpeke sivik jî, di vê rewşê de dibû sedema mirinê.«

ShareThis

 

Qamişlo: Xwenîşander daxwaza serbestberdana Hisên Îso dikin
KURDWATCH, 23ê çireya pêşîna (October) 2013ê - Di 18ê çireya pêşîna 2013ê  de nêzîkî pêncî çalakvan beşdarî xwenîşandanekê bûn li taxa rojava ya Qamişloyê. Kesên kombûyî daxwaza serbestberdana nivîskar Hisên Îso [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê] û girtîyên dî yên kurd di zindanên rêjîma sûrî dde kirin. Protest ji aliyê komên ciwanan yên cuda û partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî hatibû amadekirin.

KURDWATCH, 23ê çireya pêşîna (October) 2013ê - Di 18ê çireya pêşîna 2013ê  de nêzîkî pêncî çalakvan li taxa rojava ya Qamişloyê beşdarî xwenîşandanekê bûn. Kesên kombûyî daxwaza serbestberdana nivîskar Hisên Îso [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê] û girtîyên dî yên kurd di zindanên rêjîma sûrî de kirin. Protest ji aliyê komên ciwanan yên cuda û partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdîve hatibû amadekirin.

 

ShareThis

KURDWATCH, 22ê çireya pêşîna (October) 2013ê - Di 11ê îlona 2013ê de dadgeha terorê li Şamê xwendekar û çalakvan Cigerxwîn Mele Ehmed [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê] bi kefalet ji girtîgehê berda. Ew wisa li gor daxwaznameya parêzvan bû. Mele Ehmed di 3ê adara 2012ê de li Helebê hatibû girtin. Ji ber pevçûnên berdewam dosyaya wî ji aliyê dadgeha leşkerîve  li Helebê hatibû radestkirinî dadgeha terorê li Şamê. Sê dadwer, yek ji wan leşkerî li ber Dadgehê ne, ya ku di 15ê tîrmeha 2012ê de bi rêya mersûma serok ya 22ê hatibû sazkirin. Tawanbar hem sivîl û hem jî endamên leşkeriyê ne. Di 13ê çireya pêşînê de endamên Heyva Sor ya Sûrî û herweha yên Xaça Sora Navnetewî karîn li Helebê pêşwazî li Mele Ehmed bikin. Kengî civîna dadgehê ya werê li dar dikeve, hîn ne diyare.

ShareThis

 

Qamişlo: Şervanên YPG bavekî dikûjin
KURDWATCH, 20ê çireya pêşîna (October) 2013ê - Di 15ê çireya pêşîna 2013ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Letîfiyê (heft kîlomet li rojavayê Qamişlo) Hiên Ebdulselam Şakir (jidayikbûn 1985 li Qamişlo, zewicî, zarokek) kuştin û pismamê wî Êrîş Ebdulmecîd Şakir birîndar kirin. Hesen Ebduselam Şakir, biracêwiyê kesê kuştî yê ku li Elmanya dijî, ji KurdWatch re ragehand: »Roja yekê bû ji ejna Qurbanê, gelek mêvanên malbata me hebûn. Pismamê min Êrîş çayek pêşkêşî endamên YPG kir, yên ku li devê derî nuqteyeke teftîşê danîbûn, û dûvre bi rêzdarî ji wan xwest ku nuqteya kontrolê hinekî dûr bikin. Gelkî nêzîkî derî bû. Endamên YPG yekser cira xwe nexweşkirin. Sixêf li pismamê min kirin û dûv re hewl dan wî bigrin. Gava birayê min Hisên xwest here bi hana wî ve, kesên YPG fîşek li herdû kesan teqandin. Birayê min hat kuştin û pismamê min di lingê xwe de birîndar bû.«

KURDWATCH, 20ê çireya pêşîna (October) 2013ê - Di 15ê çireya pêşîna 2013ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Letîfiyê (heft kîlometr li rojavayê Qamişlo) Hisên Ebdulselam Şakir (jidayikbûn 1985 li Qamişlo, zewicî, zarokek) kuştin û pismamê wî Êrîş Ebdulmecîd Şakir birîndar kirin. Hesen Ebduselam Şakir, biracêwiyê kesê kuştî yê ku li Elmanya dijî, ji KurdWatch re ragehand: »Roja yekê bû ji cejna Qurbanê, gelek mêvanên malbata me hebûn. Pismamê min Êrîş çayek pêşkêşî endamên YPG kir, yên ku li devê derî nuqteyeke teftîşê danîbûn, û dûvre bi rêzdarî ji wan xwest ku nuqteya kontrolê hinekî dûr bikin. Ew nuqte gelekî nêzîkî derî bû. Endamên YPG yekser cira xwe nexweşkirin. Sixêf li pismamê min kirin û dûv re hewl dan wî bigrin. Gava birayê min Hisên xwest here bi hana wî ve, kesên YPG fîşek li herdû kesan teqandin. Birayê min hat kuştin û pismamê min di lingê xwe de birîndar bû.«

 

ShareThis

KURDWATCH, 19ê çireya pêşîna (October) 2013 - Di 27ê îlona 2013ê de li Qamişloyê du dest çalakvan li tax Enteriyê beşdarî xwenîşandanekê bûn. Li ser lafîteyên xwe ew li dijî  »êrîşên komên terorîstan« bûn û daxwaza »azadî û federaliya«  herêmên kurdî kiribûn. Xwenîşandan, ya ku ji aliyê Komîteya Giştî ya Ciwanên Kurd û Tevegera Ciwanên Kurd ya serbixwe hatibû amadekirin, xwenîşandana yekê bû ya çalakvanan ji 20ê tîrmeha 2013ê ve li dardixin. Di encama êrîşên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de, yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li ser çalakvan û endamên partiyan li Amûdê, li dawiya hizêrana 2013ê [agahiyên bêhrit], çalakvanên serbixwe xwenîşandanên xwe yên li dijî rêjîmê li pey hev bidawîkirbûn.

ShareThis

 

Qamişlo: Xwendekar bi mînekê ha kuştin
KURDWATCH, çireya pêşîna (October) 2013ê - Di 30ê îlona 2013ê de Mihemed Hesen (jidayikbûn 1991 li Qamişlo), xwendekarê maf û endamê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, di teqîna mînekê de li ser hat kuştin gava wî hewl dida sînorê sûrî-tirkî li nêzîkî Dirbêsiyê ber bi Turkiyê qur bike.

KURDWATCH, 16ê çireya pêşîna (October) 2013ê - Di 30ê îlona 2013ê de Mihemed Hesen (jidayikbûn 1991 li Qamişlo), xwendekarê maf û endamê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, di teqîna mînekê de li ser hat kuştin gava wî hewl dida sînorê sûrî-tirkî li nêzîkî Dirbêsiyê ber bi Turkiyê qut bike.

 

ShareThis

KURDWATCH, 14ê çileya pêşîna (October) 2013ê - Di 1ê tîrmeha 2013ê de Cemal Ehmed Elî (jidayikbûn li Dirbêsiyê) ji aliyê Artêşa Bergiriya Nîştîmanî ve li taxa Kurdan ya Şamê Zorava hat girtin. Mihemed Sedîq Ebdurehman Osman, hevgirtiyekî ku niha hatiye berdan [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê], ji KurdWatch re ragehand: »Gava Cemal Ehmed Elî li nuqteya kntrolê hat rawestandin, ew tehdîd kirin ku ewê wî bigrin, eger ew sedhezar lîreyên sûrî nede. Wî nedikarî vê hejmarê bîne, loma ew anîn cem me, di zindana Artêşa Bergiriya Nîştîmanî de. Cemal bi dirêjaya şeş rojan bi hovîtî îşkence kirin. Pişta wî û lingên wî bi zeyta qelandinê ya kelandî şewitandin.« Elî tê tawanbarkirin ku alîkariya leşkerên parçebûyî dikir.

ShareThis

 

Şam: Cihêl piştî îşkencekirina hovane serbest hatin berdan
KURDWATCH, 14ê çileya pêşîna (October) 2013ê - Di 4ê îlona 2013ê de  Mihemed Sidîq Ebdurehman Osman (jidayikbûn 1997 li Şamê), Rakan Mûsa (jidayikbûn 1996) [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê] herweha Zuhêr Mûsa (jidayikbûn 1998 li Şamê), yê ku ew jî bi wan re hatibû girtin, sê mehan piştî girtina wan ji ber sedemên tendurustî ji zindanê serbest hatin berdan. Her sê kesên cihêl tên tawanbarkirin, bi beşdariya di hin teqînên Şamê de. Rûniştina dadgehê ji bo roja 21ê çireya pêşîna 2013ê hatibû destnîşankirin. Osman ji KurdWatch re ragehand: »Em di her şeş heftiyên pêştî de di her vepirsînekê de bi hovane dihatin îşkencekirin. Ez bi xwe heft caran hatim vepirsîn. Her car bi dar û qamçiyan û herweha bi kontakkrina elektrîkê em îşkence dikirin, heta ku ez bê hiş dibûm. Dûvre min bi ava sar hişyar dikirim ji bo îşkencekirina min berdewam bikin. Hevgirtiyên minjî bi giranî hatin îşkencekirin, heta Zuhêrê pazdeh salî jî.« Hersê ciwan pêşî bi hin girtiyên dî re hatibûn ber destê dadwerekî leşkerî, yê ku mijara wan rêkirbû dadgeha sivîl. Ew hatibûn girtin di zindaneke Artêşa Bergiriya Nîştîmanî , mîlîşyeke çekdar ya desthilata sûrî, ya ku ji kesên sivîl pêk tê. Hersê rojên dawî ji girtina xwe wan li cem polîsên leşkerî bûrand. Li wir ew dîsa hatin îşkencekirin.

KURDWATCH, 13ê çileya pêşîna (October) 2013ê - Di 4ê îlona 2013ê de  Mihemed Sidîq Ebdurehman Osman (jidayikbûn 1997 li Şamê), Rakan Mûsa (jidayikbûn 1996) [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê] herweha Zuhêr Mûsa (jidayikbûn 1998 li Şamê), yê ku ew jî bi wan re hatibû girtin, sê mehan piştî girtina wan ji ber sedemên tendurustî ji zindanê serbest hatin berdan. Her sê kesên nûhatî tên tawanbarkirin ku di hin teqînên Şamê de beşdar bûne. Rûniştina dadgehê ji bo roja 21ê çireya pêşîna 2013ê hatibû destnîşankirin. Osman ji KurdWatch re ragehand: »Em di her şeş heftiyên pêştî de di her vepirsînekê de hovane dihatin îşkencekirin. Ez bi xwe heft caran hatim vepirsîn. Her car bi dar û qamçiyan û herweha bi kontakkirina elektrîkê ez îşkence dikirim, heta ku ez bê hiş dibûm. Dûvre wan ez bi ava sar hişyar dikirim ji bo ku îşkencekirina min berdewam bikin. Girtiyên bi min re jî bi giranî hatin îşkencekirin, heta Zuhêrê pazdeh salî jî.« Hersê ciwan pêşî bi hin girtiyên dî re hatibûn ber destê dadwerekî leşkerî, yê ku mijara wan rêkiribû dadgeha sivîl. Ew hatibûn girtin di zindaneke Artêşa Bergiriya Nîştîmanî ku ew jî mîlîşyeke çekdar ya desthilata sûrî ye, ku ji kesên sivîl pêk tê. Hersê rojên dawî ji girtina xwe wan li cem polîsên leşkerî bûrand. Li wir ew dîsa hatin îşkencekirin.

 

ShareThis

 

Dêrazorê: Islamî Kurdekî direvînin
KURDWATCH, 11ê çireya pêşîna (October) 2013 - Di 23ê çireya pêşîna 2013ê de şervanên islamî yên Cebhet El-Nesra li ber nuqteyeke teftîşê li nêzîkî Dêra Zorê basek rawestandin û Suhêl Faris Xîşo (jidayibûn 1968 li Hisiça) revandin. Ew di 5ê çireya pêşîn de dîsa serbest hat berdan.

KURDWATCH, 11ê çireya pêşîna (October) 2013 - Di 23ê çireya pêşîna 2013ê de şervanên islamî yên Cebhet El-Nusra li ber nuqteyeke teftîşê li nêzîkî Dêra Zorê basek rawestandin û Suhêl Faris Xîşo (jidayikbûn 1968 li Hisiça) revandin. Ew di 5ê çireya pêşîn de dîsa serbest hat berdan.

 

ShareThis

 

Efrîn: Endamekî Azadî piştî îşkenceyê bi fîşekan hat kuştin
KURDWATCH, 9ê çireya pêşîna (October) 2013ê - Di 1ê çireya pêşîna 213ê de laşê endamê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ya Mustefa Cuma, Kawa Xalid Hisên (jidayikbûn li Burc Evdalo, zewicî, çar zark), li gundê Xeltan li nêzîkî Cindirêsê hat dîtin. Di laş de şopên îşkenceyê herweha birînên fîşekan di sing û serî de hebûn. Mustefa Cuma ji KurdWatch re ragehand: »Kawa Hisên ji diwazdeh rojan ve di zindaneke Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de bû. Loma xuyaye ku PYD berpirse di ber kuştinê de. Em vê kuştarê şermezar dikin û ji PYD daxwaz dikin ku hemû girtiyên me serbest berdin.«

KURDWATCH, 9ê çireya pêşîna (October) 2013ê - Di 1ê çireya pêşîna 213ê de laşê endamê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ya Mustefa Cuma, Kawa Xalid Hisên (jidayikbûn 1962 li Burc Evdalo, zewicî, çar zarok), li gundê Xeltan li nêzîkî Cindirêsê hat dîtin. Di laş de şopên îşkenceyê herweha birînên fîşekan di sing û serî de hebûn. Mustefa Cuma ji KurdWatch re ragehand: »Kawa Hisên ji diwazdeh rojan ve di zindaneke Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de bû. Loma xuyaye ku PYD berpirse di ber kuştinê de. Em vê kuştarê şermezar dikin û ji PYD daxwaz dikin ku hemû girtiyên me serbest berdin.«

 

ShareThis

KURDWATCH, 8ê çireya pêşîna (October) 2013ê - Di 10ê tîrmeha 2013ê de Mihyedîn Behrî Şêxmûs (zewicî, neh zarok) ji aliyê şervanên rêxistina islamî Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê ve li başûrê Tel Elo (bîst kîlometr ji Tirbesipiyê dûr) ji xaniyê hevalekî xwe ve hat revandin. Şêxmûs li ser rêya vegerê bû ji cem kirêdarê ku parçeyeke erda çandiniyê ya Şêxmûs istismar dikir. Şahidekî nasname û erebeya kesê revandî li cem ketîbeya el-Bettar dîtibû, ya ku parçeyeke ji Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê. Rêxistin li gor agahiyên KurdWatch ji çend heyvan ve hew li herêmên kurdî ye, lê ew êdî tenê li hawîrdorê Helebê şer dike. Agahiyên girêdayî cihê mayîna kesê revandî bi dest neketin. Rêzan Behrî Şêxmûs, birayê kesê revandî û serokê nivîsgeha têkiliyên giştî ya Şepêla Pêşrojê ya Kurdî li Sûriyê ji KurdWatch re ragehand: »Birayê min ti carî ji hêla siyasî ve ne çalak bû, û ti pereyên gelek bi wî re tinebûn, loma em nizanin çi sedemên revandinê ne.«

ShareThis

 

Efrîn: YPG birayan direvîne
KURDWATCH, 4ê çireya pêşîna 2013ê - Di 20ê îlona 2013ê de endamên çekdar yên Asayişê,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) êrîşî xaniyê Nûrî Osman Memo (şêst salî, zewicî, şeş zarok) li Şiyê (sih kîlometr li rojavayê Efrînê kirin û wî û birayê wî Inayet Memo (sihûçar salî, zewicî, pênc zarok) revandin herweha destê xwe danîn ser tivingeke nêçîrê û motorek du teker. Herdû bira piştî du rojan hatin berdan, lê yek ser piştî serbestberdana wan dîa ji bo çar rojan ji aliyê Asayişê ve hatin girtin. Jinbireke kesên revandî ji KurdWatch re ragehand: »Kurdekî ji Turkiyê herweha du Kurdên sûrî ji Cizîrê tiyên min vepirsîn. Ew hatin tawanbarkirin ku ew xwedîyên çarsed kîlo heşîş in, ya ku Asayiş çi xebero dîtine. Tiyê min Nûrî bi mesxere ji wan re got, wisa be ewê xwediyê rêjeyeke bilind be ji sûdê, evê rewşa wî ya aborî xweşik baş bike. Dûvre wî ji kesên ew revandibûn xwest ku derewên maqûl peyda bikin û xwe nekin pêkenok. Dûv re wan tiyên min girêdayî têkilia wan bi Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê vepirsîn û ew tawanbarkirin, kesên ciwan germ bikin wan ji hêla leşkerî ve fêr bikin. Erê tiyê min Nûrî endamekî bilind bû di makepartiya Azadî de, lê ew ji çend salan ve ji hêla siyasî ve hew çalake.«

KURDWATCH, 8ê çireya pêşîna (October) 2013ê - Di 20ê îlona 2013ê de endamên çekdar yên Asayişê,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) êrîşî xaniyê Nûrî Osman Memo (şêst salî, zewicî, şeş zarok) li Şiyê (sih kîlometr li rojavayê Efrînê kirin û wî û birayê wî Inayet Memo (sihûçar salî, zewicî, pênc zarok) revandin herweha destê xwe danîn ser tivingeke nêçîrê û motorekî du teker. Herdû bira piştî du rojan hatin berdan, lê yekser piştî serbestberdana wan dîsa ji bo çar rojan ji aliyê Asayişê ve hatin girtin. Jinbireke kesên revandî ji KurdWatch re ragehand: »Kurdekî ji Turkiyê herweha du Kurdên sûrî ji Cizîrê tiyên min vepirsîn. Ew hatin tawanbarkirin ku ew xwedîyên çarsed kîlo heşîş in, ya ku Asayiş çi xebero dîtine. Tiyê min Nûrî bi mesxere ji wan re got, wisa be ewê xwediyê rêjeyeke bilind be ji sûdê, evê rewşa wî ya aborî xweşik baş bike. Dûvre wî ji kesên ew revandibûn xwest ku derewên maqûl peyda bikin û xwe nekin pêkenok. Dûv re wan ji tiyên min pirsin girêdayî têkiliya wan bi Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê vepirsîn û ew tawanbarkirin ku ew kesên ciwan germ bikin wan ji hêla leşkerî ve fêr bikin. Erê tiyê min Nûrî endamekî bilind bû di makepartiya Azadî de, lê ew ji çend salan ve ji hêla siyasî ve nema çalake.«

 

ShareThis

KURDWATCH, 5ê ҫiriya pêşîna (October) 2013ê - Di 8ê îlona 2013ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Efrînê êrîşî xaniyê Ebdulrehman Mihemed Naso kirin û endamê nivîsgeha siyasî yê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ya Mustefa Cuma revandin. Siyasetmedar di adara 2013ê de jî çend rojan ji aliyê PYG ve hatibû girtin.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê ҫiriya pêşîna (October) 2013ê - Ji 6 heta 13ê îlona 2013ê li taxa helebî Şêx Meqsûd pevçûn çêbûn di nav şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û ketîbeya Yekîneya PYD Ketîbeya Eniya Kurdî ji aliyekî ve û yekîneyên Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) ji aliyê dî ve. AAS bi ser neket di hewldana bidestxistina taxên kurdî. Şer di 20 û 24ê îlonê de berdewam bûn. Agahiyên bêhtir li ser hejmara qurbaniyan peyda nebûne.

ShareThis

KURDWATCH, 3ê ҫiriya pêşîna (October) 2013ê - Di 7ê îlona 2013ê de nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û hevbendiya rikebira sûrî ya herî mezin, Hevbendiya Niştîmanî ya Şoreşa Sûrî û Hêzên Rikebiriyê, reşnivîsa lihevkirinek imze kirin. Reşnivîs di pey re ji aliyê kombûna berfereh ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî û herweha ji aliyê Komîteya Hevrêziya Niştîmanî jî bi bêhtiriyeke mezin hate pejirandin. Belgeya di şazdeh xelekan de rêya çareserkirina pirsa Kurdî şirove dike. Di nuqteya yekê de Hevrêziya Niştîmanî »pejirandina nasnameya netewî û mafên gelê Kurd« misoger dike. Wisa yek ji daxwazên serekî yên aliyê kurdî bicih tê, pejirandina Kurdan wekû gelekî bi serê xwe û ne wekû kêmhejmarekê.
Dr. Kemal el-Lebwanî tenha endamê nivîsgeha siyasî yê Hevrêziya Niştîmanî bû yê ku lihevkirin nepejirand. Wî sedemê vê yêkê wisa dît, ku pejirandina gelekî duyemîn li gel milletê sûrî wekû gavekê ber bi aliyê parçekirineke nijadî ya welêt de ye, û ji ber rewşa coxrafî ya erdê, ew gavek ber bi aliyê cengeke navxweyî ya dirêj de dît. Pejirandina lihevkirinê bi rêya kombûna giştî ya Hevrêziya Niştimanî hîn pêknehatiye, lê wekû muhtemel tê dîtin.
Di civînekê de, ku ji 13 heta 15ê îlonê li dar ket, kombûna giştî jî ya Hevbendiya Niştîmanî belge bi pêncî û ҫar dengan ji heştê yî pejirand. Encumena Niştîmanî divê niha nûnerên xwe destnîşan bike, yên ku di civîna bê ya Hevbendiyê de beşdar bibin.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê îlona (September) 2013ê - Li destpêka xwenîşandanan li Sûriyê di destpêka sala 2011ê de gelek ҫavdêr di wê baweriyê de bûn ku Kurd dê roleke sereke di herifandina rêjîmê de bilîzin. Li gel ku rikeberiya kurdî di nav zêdeyî destek partiyên siyasî de parҫebûyî ne jî, lê ew bi tevayî parҫeya opozisyona sûrî ya herî baş bi rêxistin bû. Bi rastî jî Kurd heta niha tenê roleke ne bingehîn dilîzin di berxwedanan de. Sedemên vê yekê di vê raportê de dê werin şirovekirin. Ji aliyekî din ve ev raport dê tev li raporta me ya ҫileya pêşîn a 2011ê hatî belavkirin »Rikebiriya kurdî sûrî kîye? Pêşveҫûna partiyên kurdî di navbera 1956-2011 de« bibe û dê pêşveҫûnên ji ҫireya pêşîna 2011ê destnîşan bike. Hêjayî gotinê ye ku term û têgehê »opozisyon« di vê raportê de dê bi awayekî ji berê ferehtir were bikaranîn ku komên ciwanan û yekîneyên kurdî yên di nav Artêşa Azad ya Sûrî de wekû aliyên nû ne ji opozisyonê ku hatine ser sahneya siyasî.

PDF [PDFê daxîne]

 

ShareThis

 

Qamişlo: Partiya Demokrata Kurdî ya Sûrî dev ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî diberde
KURDWATCH, 29ê îlona (September) 2013ê - Di 21ê îlona 2013ê de komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdî ya Sûrî biryar stand ku dev ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî berde. Di heman rojê de civînek di nav endamên rêver yên Partiya Demokrata Kurdî ya Sûrî û herweha yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) pêk hat. Biryara pêkanîna komîteyeke hevrêziyê hat standin. Herweha partiyan di ragehandineke çapemeniyê de ferehiya hevahengiya xwe ya siyasî tekez kirin û ragehandin, di pêşerojê de xebata xwe di çarçêweya stratejiyeke hevbeş de berdewam bikin.  

KURDWATCH, 29ê îlona (September) 2013ê - Di 21ê îlona 2013ê de komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdî ya Sûrî biryar stand ku dev ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî berde. Di heman rojê de civînek di nav endamên rêveber yên Partiya Demokrata Kurdî ya Sûrî û herweha yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) pêk hat. Biryara pêkanîna komîteyeke hevrêziyê hat standin. Herweha partiyan di ragehandineke çapemeniyê de ferehiya hevahengiya xwe ya siyasî tekez kirin û ragehandin, di pêşerojê de xebata xwe di çarçêweya stratejiyeke hevbeş de berdewam bikin.  

 

ShareThis

 

Efrîn: Endamên El-Partî di zindana PYD de bi hovane tên îşkence kirin
KURDWATCH, 26êe îlona (September) 2013ê - Di 7, 8 û 9ê îlona 2013ê de Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hejmarek mezin ji endamên Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar revandin [agahiyên bêhtir]. Nêzîkî deh endamên partiyê hîn jî di zindanê de n, di nav wan de Ciger Cafer Hemo, Mustefa Şê Sîd, Bayezîd Mamo, Siyamend Brîmo, Seîd Îso, Murad Nebî Hesen, Ebdo Helebî û Ednan Elo. Hemo û Seîd tên tawanbarkirin, ku berpirsbin di ber teqîna Efrînê ya ber 22ê tebaxa 2013ê li ber derê nivîsgeha PYD [agahiyên bêhtir]. Li gor agahiyên el-Partî keên girtî bi hovane tên îşkencekirin. Endamekî el-Partî ji KurdWatch re ragehand: »PYD deh kesan serbest diberde, lê di heman şevê de bi dehan kesên din tên revandin.«

KURDWATCH, 26ê îlona (September) 2013ê - Di 7, 8 û 9ê îlona 2013ê de Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hejmarek mezin ji endamên Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar revandin [agahiyên bêhtir]. Nêzîkî deh endamên partiyê hîn jî di zindanê de ne, di nav wan de Ciger Cafer Hemo, Mustefa Şêx Seîd, Bayezîd Mamo, Siyamend Brîmo, Seîd Îso, Murad Nebî Hesen, Ebdo Helebî û Ednan Elo. Hemo û Seîd tên tawanbarkirin, ku berpirsbin di ber teqîna Efrînê ya ber 22ê tebaxa 2013ê li ber derê nivîsgeha PYD [agahiyên bêhtir] ne. Li gor agahiyên el-Partî kesên girtî bi awayekî hovane tên îşkencekirin. Endamekî el-Partî ji KurdWatch re ragehand: »PYD deh kesan serbest diberde, lê di heman şevê de bi dehan kesên din tên revandin.«

 

ShareThis

KURDWATCH, 25êe îlona (September) 2013ê - Di 17ê îlonê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) sih kes li ser sînorê ber bi Kurdistana Iraqê ve revandin. Bêhtirê wan endamên Yekîtîya Xwendekar û Ciwanên Demokrat yên Kurd bûn, ya ku nû hatî damezrandin, ew li ser rêya vegera ji kongireyê damezrandinê yê rêxistina xwe li Helwêrê bûn. Yek ji kesên revandî ji KurdWatch re ragehand: »Em li Dêrikê di zindana Asayişê de girtin û têkiliyek nebaş bi me re kirin. Bi saatan em nêzîkî bîst kesî bûn di odeyekê de, ku nêzîkî çarmetrên çarkuçk mezin bû. Wan dixwest bizanibin ka me çi dikir li Kurdistana Iraqê.« Kesên revandî di 18ê îlonê de serbest hatin berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê îlona (September) 2013ê - Di 8ê îlona 2013ê de Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistanê planeke neh-xalî imzekirin, ev plan bendên bingehîn yên birêvebiriyeke demkî ya herêmên kurdî şirove dike. Di pêşgotinê de tê tekez kirin ku ev yek »nayê wateya parçekirina Sûriyê û ne metirsiyeke li dijî dewletên cîran«. Herweha hatiye nivîsîn, ku hemû partîyên kurdî, komên civaka sûrî yên dî ji Ereb, Asûrî, Ermenî û herweha rêxistinên civaka sivîl tên vexwendin, ji bo reşnivîsê gengeşe bikin û piştgiriya wê bikin. Bi tevaî neh xal tên rêzkirin:
1- Piştî lihevkirina bi komên dî re ê di demeke kêmî çil rojî de komîteyek bê amadekirin ji bo reşnivîsa destûreke demkî amade bike.2- Her aliyek divê nûnerên xwe ji bo komîteya demkî destnîşan bike.

3- Komîteya demkî yekser piştî danîna destûra demkî Rêvebiriyeke Demkî ya demokrat ya hevbeş saz dike.
4- Komîteya Demkî xudan mafe ku yasayeke hilbijartinan ya demokrat amade bike.
5- Birêvebiriya demkî parçeyeke ji alava bicihanînê û ew saziyan ava dike ji bo asankirina karê xwe yê birêvebirî, siyasî, aborî, civakî û çandî herweha ji bo midogerkirina ewelkarî û parastinê.
6- Hêzên Parastin û Ewlekariyê xwedî erkê midogerkirina ewlekarî û istiqrarê ne di herêmên kurdî û herweha deverên tevlîhev de. Ew saziyeke niştîmanî ne, xwe girêdayî hemû yasa û peymanên navnetewî dibînin û berpirsiyarin li ber Birêvebiriya Demkî.
7- Hilbijartinên Demokrat yên dadmend ê bên pêkanîn di demeke ji şeş mehan de piştî sazkirina Birêvebiriya Demkî. Çavdêrên navnetewî û yên herêmî  herweha rêxistinên civaka sivil û yên mafên mirovan dikarin di hilbijartinan de çavdêriyê bikin.
8- Encumena Giştî ya hilbijartî ya Birêvebiriya Demkî Encumena Rewa ya hemû komên civakê ye li herêmên kurdî û herêmên tevlîhev.
9- Encumena Gişî ya hilbijartî xwedî mafe, ku destûrekê amade bike, ya ku rêzê ji mafên mirovan  re digre û li gor peyman û adetên navdewletî ye. 

 

ShareThis

KURDWATCH, 16ê îlona (September) 2013ê - Di 25ê tebaxa 2013ê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) xaniyê Ebdulhemîd Bilal li Qestel Muxtar (panzdeh kîlometr li bakurê Efrînê) kirin bin destê xwe de. Bilal niha li Turkiyê ji ber nexweşiyekêve tê dermankirin, malbata wî jî hew li Qestel Muxtar dijî. Keça wî Fatma Ebdulhemîd Bilal ji KurdWatch re ragehand: »Ez ji PYD dxwaz dikim, ku dev ji xelkên feqîr berdin. Bila ew ji xaniyê me derkevin. Bavê min ji ber rewşa xwe ya tendurustî nema li Sûriyê ye. Gelek kesên dî dev ji xanî û gundên xwe diberdin, ji ber PYD bi rêya kiryarên xwe û istifzazên xwe şervanên radîkal dikşînin Efrînê.« Çend çavkaniyan ji KurdWatch re ragehandin, ku alîgirên PYD jî rê li ber welatiyên Efrîn û Kobaniyê digrin, ku dev ji herêmê berdin. Li aliyekî dî, PYD gef û tehdîdan dide kesên ku dixwazin derkevin û dibêje wan ku ewê xaniyên vala mayî bike bin destê xwe de.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê îlona (September) 2013ê - Di 1ê îlona 2013ê de çalakvan Ehmed Ferman Bonçiq (jidayikbûn 14ê gulana 1994ê), endamê Yekîtiya Xwendekarên Kurd yên Qamişlo, ji erebeyekê ve ku li pê wî  bû ketibû hat gulebarankirin. Berî wê ew çend rojan hatibû şopandin. Wî ji ber birînên di serî û singê de pişî demek kin jiyana xwe ji dest da. Bonciq di 19ê şibata 2013ê de di pey vegera xwe ya ji navendeke leşkerî li Kurdistana Iraqê ji aliyê Asayişê ve,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), hatibû revandin û nêzîkî sê mehan di girtîgehê de mabû. Çalakvanekî ji KurdWatch re ragehand, ku PYD di ber kuştina Bonciq de jî berpirsiyare. Bavê kesê kuştî nexwest agahiyên girêdayî kuştinê bide. PYD ji aliyê xwe ve di ragehandinekê de kuştina Bonciq şeremzarkir.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê îlona (September) 2013ê - Di 7 û 8ê îlona (Spetember) 2013ê de bi dehan endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) nivîsgeha Efrînê ya Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar dorpêçkirin û êrîş birin ser û belgeyên li wir bi xwe re birin. Endamê komîteya herêmî Mustefa Xelîl herweha endamên partiyê Ehmed Salih û Şaban Behrî hatin revandin.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê îlona (September) 2013ê - Di 7ê îlona (Spetember) 2013ê de endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) êrîşî bi dehan xaniyên endamên Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar li Efrînê û Cindirêsê kirin û gelek kes revandin. Di nav wan de Ebdo Hesen, Ciger Cafer Hemo, Cengîn Hesen, Azad Fewzî Reşîd, Îbiş Berkat, Hisên Mihemed Hisên û Reşîd Seydo.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê îlona (September) 2013ê - Komîteya lêkolîna kuştarên idîakirî li dijî Kurdên sivîl li Sûriyê [agahiyên bêhtir], ya ku serokê Kurdistana Iraqê Mesûd Berzanî sazkiribû, karê xwe bidawî kir. Di ragehandinekê de berdevkê serokatiyê Dr. Omîd Sebah encamên lêkolîna komîteyê rêz kirin. Komîte pênc rojan li herêmên kurdî li Sûriyê mabû û bi nêzîkî çarsed kesî re axivî bû. Isbat ji bo wê yekê, ku kurdên sivîl bi armanc bûbûn qurbanên komikên islamî, nikarîn bên dîtin. Bêhtir pevçûn hebûn di nav komên çekdar yên cuda de.
Encamên komîteyê mîna agahiyên KurdWatch in. Hîn di destpêka tebaxa 2013ê de KurdWatch di ragehandineke çapemeniyê de agahiyên wezîrê derve yê rûsî Lavrov kirbû cihê gumanê, ku komên islamî çarsed Kurdên sivîl li nêzîkî girê Sipî kuştibûn. Herweha cihê gumanê bû agahiyên ku li gor wan li gundên Tel Hasil û Tel Erenê kesên sivîl bi armanc hatibûn kuştin [agahiyên bêhtir]. KurdWatch hîn wê demê bawer dikir, ku ew kesên sivîl ji ber pevçûnên çekdar di nav Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û komên islamî de jiyana xwe ji dest dabûn.
Rûdanên Amûdê yên dawiya hizêranê, gava şervanên YPG di dema xwenîşandaneke rexnegirane li dijî PYD heşt kes kuştibûn û di pey re bi dehan kes revandibûn [agahiyên bêhtir], nikarîn bên lêkolînkirin. Hêzên ewlekariyê yên PYD rê nedabûn endamên komîteyê ku derbasî bajarê Amûdê bibin.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê îlona (September) 2013ê - Di 22ê tebaxa 2013ê de Asayişê,ku Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ne, çalakvan Nûbar Ferhan Ismaîl (jidayikbûn 1986 li Qamişlo), endamê nivîsgeha ragehandinî ya Hevbendiya Sewa, revand. sedema revandinê hê jî ne diyare.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê îlona (September) 2013ê - Di 23ê tebaxa 2013ê de komîteya herêmî ya Desteya Kurdî ya bilind li Efrînê bi xwenîşandanekê êrîşên yekîneyên islamî li ser Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) protesto kir. Herweha nêzîkî hezar kesên beşdar, di nav wan de alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî jî, êrîşa li ser nivîsgeha PYD ya ku berî rojekê qewimîbû, şeremzarkirin [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 3ê îlona (September) 2013ê - Di 22ê tebaxa 2013ê de li ber derê nivîsgeheke Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Efrînê ji ber sedemên ne xuyayî teqînek pêk hat. Di encamê de Erîfa Elî û herweha sê zarokên wê, Huda Egîd, Yasîn Egîd û Mihemed Egîd, jiyanxwe  ji dest dan. Asayişê,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ya Mustefa Cuma gunehbar kir û got, ku ew di ber êrîşê de berpirse.

ShareThis

KURDWATCH, 3ê îlona (September) 2013ê - Di 26ê tebaxa 2013ê de Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ya Mustefa Cuma di ragihandinekê de da zanîn ku wê xwe ji Encûmena Niştimanî ya Sûrî kişandiye. Biryar derket, piştî ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî berî çend rojan muhletek dabû endamên xwe ji bo ku biryareke siyasî ya kevin bicih bînin, li gor wê gereke ew xwe ji çarçoveyên siyasî yên dî vekişênin.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê tebaxa (August) 2013ê - Di 7ê tebaxa 2013ê de bîst û pênc kîlometr li rojavayê Kobaniyê pevçûnên giran li di nav şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û yekîneyên Lîwaya Enîya Kurdî li aliyekî herweha Yekîneyên Artêşa Azad ya Sûrî (AAS), Cebhet el-Nusra û Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê ji aliyekî dî ve qewimî. Di 10ê tebaxê de heft yekîneyên AAS peymaneke aştiyê bi nûnerên Desteya Kurdî ya Bilind re girêdabûn, navên wan yekîneyan: Lîwaya Tewhîd, Lîwaya el-Islam, Lîwaya Suqûr el-Şam, Lîwaya Cund el-Haramên, Lîwaya Ehl El yemîn, Ketîbeya Ehrar el-Şuyûx û Tevgera Islamî ya Ehrar el-Şam. Cebhet el-Nusra û Dewleta Islamî li Iraq û Şamê tevlî peymanê nebûbûn. Di 15ê Tebaxa 2013ê de dîsa pevçûn di nav herdû koman û YPG de çêbûn.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê tebaxa (Augus) 2013ê - Di êrîşeke ezmanî de ya hêzên sûrî yên ezmanî li ser bajarê Dêrikê di 19ê tebaxa 2013ê de kesekê jiyan ji des ta, nêzîkî bîst kes bi sivikî birîndar bûn. Bombeyek li nava bajêr li nêzîkî rawestgeha basan texiya, bombeyek dî li bakurê rojavayê bajêr teqiya. Dêrik ji zêdeyê salekê ve ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tê bi rêve birin, bajêr bê ti pevçûn ji rêjîmê hatibû standin [agahiyên bêhtir]. Sedema êrîşê ne diyare. Yekîneyên islamî, yên ku şerê rêjîmê û herweha şerê PYD dikin, ji kêmayî panzdeh kîlomteran dûrî Dêrikê cih digrin. Li gor agahiyên piştrastnebûyî firokeyên êrîşker ji firokexaneya Qamişlo derketne, ya ku ji aliyê PYD ve tê kontrolkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê tebaxa (Augus) 2013ê - Destpêka tebaxa 2013ê serokê Kurdistana Iraqê Mesûd Berzanî daxwaza sazkirina komîteyekê kir ji bo lêkolîna kuştarên îdîa kirî li dijî Kurdên sivîl li herêmên kurdî li Sûriyê yên dawiya hizêranê/detpêka tebaxêa 2013ê. Kenaleke nûçeyan ya îranî qala çarsed û pêncî kurdên sivîl kiribû, yên ku li Girê Sipî ji aliyê şervanên islamî hatibûn kuştin. Hejmar ji aliyê wezîrê derve yê rûsî hatibûn bikaranîn. Herweha qala kuştaran li gundên Tel Hasil û Tel Eren hatibû kirin [agahiyên bêhtir]. Lê çalakvanên serbixwe ji KurdWatch re ragehandibûn, ku ti kampanyayên tinekirina biarmanc li dijî Kurdên sivîl tinebû, lê tenê pevçûn di nav Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û yekîneyên islamî de hebûn. Di pevçûnan de hatibû gotin ku hinek sivîlan jî jiyan ji dest dabûn, lê bi hejmarek gelkî hindiktir ji idîayan. PYD sazkirina komîteyek lêkolînê li destpêkê nepejirandibû û wekû sedem gotibû ku ev yek »tenê di berjewendiya dijminên Kurdan de ye«. Li dawiyê di 19ê tebaxê de komeke lêkolînê ya heşt serî deriyê sînorê Sê Malka bûrandibû. di nav wan de nûnerekî navenda sereke ya PKK li kurdistana Iraqê heye, herweha Kurdek ji Kurdistana Turkiyê û ya Iranê herweha endamekî Yekîtiya Islamiya Kurdistanê ya kurdistana iraqê, endamekî Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya Mesûd Barzanî, endamekî nivîsgeha serokatiyê ya Mesûd Berzanî, endamekî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û endamekî Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê tebaxa 2013ê - Di 15ê tebaxê de Lîwaya Eniya Kurdî, yekîneyek çekdar ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ragehandinek belavkir, ku li gor wê şervanên wê xwe ji bajarokên el-Bab û Ezazê, ango ji herêmên di navbera Efrîn û Kobaniyê de, vedikşînin. »Ewlekariya sivîlan« mîna sedema vê gavê hatiye destnîşankirin. Di herêmên binavkirî de, yên ku bêhtir Ereb li wan dijîn hin gundên kurdî jî hen. Yekîneyên Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS), di nav wan de komên islamî jî, yên ku bi milîsên PYD re di pevçûnan de bûn , van herêman ji nêzîkî du salan ve kontrol dikin.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê tebaxa (Augus) 2013ê - Di 16ê tebaxa 2013ê de şervanên Cebhet El-Nusra li nêzîkî gundê êzîdiyan al-Esediye li cem Serê Kaniyê êrîşî erebeyek ambûlensê kirin. Pêre Xebat Ferhan ku  hemşîreye  jiyana xwe ji dest da.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê tebaxa (August) 2013ê - Di 15ê tebaxa 2013ê de çend hezar kes, bêhtirên wan malbatên bi tevayî, li ser aliyê sûrî ji deriyê sînor yê Sê Malka yê ku li rojhilatê Dêrikê dikeve  kombûbûn. Ew bi saatan di germiyeke nêzîkî çil pileyan de li bendî vekirina sînor bûn, ew sînorê ku ji ber revandina heftê û şeş endamên Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di 20ê gulana 2013ê de ji aliyê Desthilata Herêma Kurdistanê (DHK) ve hatibû girtin [agahiyên bêhtir]. Dereng piştî nîvro ji kêmayî pênc hezar kes pira demkî bi aliyê Kurdistana Iraqê ve bûrandin.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê tebaxa (August) 2013ê - Mihemed Xêr Qenco, yê ku di 27ê hizêrana 2013ê de beşdarî xwenîşandana dijbera PYD li Amûdê bûbû [agahiyên bêhtir] û di heman rojê de bi dehan çalakvanên dî re ji aliyê PYD ve hatibû revandin, hîn jî ji aliyê PYD ve tê girtin. Ebdulrehman Tixûbî, endamê Hevrêziya Ciwanên Kurd li Amûdê ji KurdWatch re ragehand: »Qenco tê gunehbarkirin, ku kevir avêtibiye plakat û paçên duruşmên PYD. Li ser plakatan wêneyên şehîdên PYD/YPG hebûn. Qenco li xwe mukur hatiye.« Ji bilî Qenco hemû kesên ku girêdayî xwenîşandana Amûdê ji aliyê PYD ve hatibûn girtin êdî serbesin.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê tebaxa (August) 2013ê - Di 12ê tebaxa 2013ê de bi dehan şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) êrîşî gundê Mîrikan (nêzîkî deh kîlometr li rojavayê Efrînê) kirin û gelek xanî teftîş kirin. Çalakvanekî ji KurdWatch re ragehand: »Êrîşkeran niştecî tirsandin û li hinekan dan. Çekên prîvat, yên ku ji bo bergiriya şexsî gerek dibin, ji wan standin.« Sê endamên Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ya Mustefa Cuma, Eymen Mustefa Sîno, Mihemed Silêman Seydo û Mihemed Enwer Sîno ji aliyê YPG ve hatin revandin.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê tebaxa (August) 2013ê - Di 28 û 29ê tîrmeha 2013ê de yekîneyên Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) êrîşî cihên Lîwaya Eniya Kurdî kirin li gundên kurdî Tel Hasil û Tel Eren, çend kîlometran li başûrê rojhilatê firokexaneya navdewletî ya Helebê û gund kirin di bin kontrola xwe de. Pê re li gor gotinan zêdeyî deh şervanên lîwayê jiyan ji dest dan. Hejmarek mezin ji rûniştiyên gund, bêhtirê wan alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li gor gotinan hatin revandin. Li gor medyayên PYD nêzîkî çil kesên sivîl jiyan ji dest dan. Lê wêneyên ku girêdayî vê yekê hatin weşandin wêneyên kevin bûn yên sîvîlên kuştî ji Laziqiyê herweha vîdyoyek ji Hedadê bû (bîst û pênc kîlometr li başûrê Tirbesipiyê). Çavkaniyek nêzîkî AA ji KurdWatch re ragehand: »Yekîneyên Kurdî yên AAS beşdarî şerên li dijî Lîwaya Enîya Kurdî nebûbûb. Lê ji dema bindestkirina gundan yekîneyên kurdî yên AA wan birêve dibin, di nav wan de ketîbeya Azadî.« Lîwaya Eniya Kurdî yekîneyeke nêzîkî PYD ye, lê bi fermî ne wisa tê nîşandan. Di gulana 2013ê de li Helebê di demeke kin de wê li aliyê AAS li dijî hêzên rêjîmê şer kiribû [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 13ê tebaxa (August) 2013ê - Di 9ê tebaxa 2013ê de  endamên Asayişê,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Amûdê endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdî Welat Mihemed Emîn Ûcê girtin ji ber axavtinên wî yên rexnegir di hevpeyvîneke wî ya televizyonî de ya heman rojê. Çalakvan piştî çend saatan serbest hat berdan. Wî ji KurdWatch re ragehand: »PYD idîa kir ku di êrîşeke bombeyî de di 7ê tebaxê de li Amûdê şervanekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jiyan ji dest da. Asayişê min destpêkê birin cihê êrîşa îdîakirî û şopên wê nîşanî min kirin, dûvre wan min birin goristana ku gora endamekî YPG li wir, yê ku çi xebero di êrîşê de hat kuştin. Lê dîsa ez nikarim bêjim, eger kesê kuştî di wê êrîşê de jiyan ji dest daye yan n.« Çalakvanekî dî ji KurdWatch re ragehand: »Em bawer dikin, ku PYD di  6 û 7ê tebaxê de êrîşên sexte pêkanîn, ji bo rêbigre li ber kombûnên mezin yên ji bo çilrojiya kuşrara Amûdê [agahiyên bêhtir]. Agahiyên me hene, ku şervanê YPG ne li cihê teqînê, lê li cihekî dî hatiye kuştin.«

ShareThis

KURDWATCH, 13ê tebaxa (August) 2013ê - Di 7ê tebaxa 2013ê de Ehmed Ebdilqadir Simo (jidayikbûn Tel Temrê, zewicî, du zarok, naskirî bi navê Xebat Simo), endamê komîteya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî û endamekî çalak yê komîteya wê li taxa Şamê Riknidîn, pişî du heyvan ji girtîgeha Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê serbest hat berdan [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê]. Simo ji KurdWatch re ragehand: »Ez bi hişkî hatim îşkence kirin û bi çil girtiyên dî re ez di odeyeke pir teng de bûm. Xwarin gelkî hindik bû û guhdana bijîşkî qet tinebû. Di dema vepirsînê de min tewanbar kirin ku ez çalakim û ku min arîkariya penaberan li Şamê kirye.«

ShareThis

KURDWATCH, 12ê tebaxa (August) 2013ê - Di 7ê tebaxa 2013ê de Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Amûdê û herweha li Dirbêsiyê jî derketina derve qedexekir, ji bo , li gor ku çalakvanekî ji KurdWatch re ragehand, »rê li ber gel bigre ku kuştiyan bibîr bînin, ewên ku di êrîşa PYD de li ser xwenîşandanekê li Amûdê dawiya hizêranê hatibûn kuştin« [agahiyên bêhtir]. Li gor adetê di roja çilî de piştî kuştinê serdana gora miriyan tê kirin. Li Amûdê sedema qedexekirina derketina derve wiha hat ragehandin ku zarokek bi bombeyekê di heman rojê de hat kuştin. Tevû ku gel guh li qedexekirina derketinê nekir jî, ti rûdan di wê rojê de tinebûn.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê tebaxa (August) 2013ê - Di 5ê tebaxa 2013ê de Yekîneyên Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) mezintirîn navenda hêlîkopteran ya sûrî li Mineg (panzdeh kîlometr li rojavayê Efrînê) xistin bin destên xwe. AAS zêdeyî şeş mehan cihê daketinê dorpêçkiribûn, leşkerên ku xwe li wir asê kiribûn tenê bi rêya ezmanî xwarin û çek distandin. Piştî bidestxistinê nêzîkî heftê leşkerî revîyan Efrînê, li wir ew li nexweşxaneyê hatin dermankirin. Li gor agahiyên ku hîn piştrast nebûne, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), yên ku Efrînê kontrol dikin, leşkerên birîndar ji wir xelaskiribûn. YPG dibêje ku wê pênc tankên sûrî ji xwe re bir.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê tebaxa (Agust) 2013ê  - Di sibeha zû ya 22ê tîrmeha 2013ê de Nalîn Mihemed Taraq ya yazdeh salî hat kuştin, gava mûşekek di xaniyekî welatiyan de li başûrê Serê Kaniyê teqî. Çend endamên malbatê bi giranî birîndar bûn. Şêrîna deh salî û xweha Nalîn di 28ê tîrmehê de ji ber birînên xwe mir. Mûşek gereke ya Cebhet Al-Nusra ya islamî be, ya ku di tîrmehê de ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve ji bajêr hatin derxistin [agahiyên bêhtir]. Cebhet El-Nusra çend gund li başûr û rojavayê bajêr kiriye bin destê xwe de û hîn jî pevçûnên biçûk bi YPG re dike.  

ShareThis

KURDWATCH, 7ê tebaxa (Agust) 2013ê  - Di sibeha zû de ya 30ê tîrmeha 2013ê Îsa Hiso (jidayikbûn 1954, zewicî, deh zarok), endamê Desteya Kurdî ya Bilind û yê Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistan, di teqîna bombeyekê, ku di erebeya wî de hatibû veşartin, jiyan ji dest da. Sedemên êrîşê tiştek ne diyare.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê tebaxa (Agust) 2013ê  - Di 24ê tîrmeha 2013ê de civînek di nav endamên komîteyên herêmî yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî herweha yên Encumena Gel ya Kurdistana Rojava de li Kobaniyê pêk hat. Herdû aliyan li hev kir ku komîteyeke siyasî ya hevbeş pêkbînin ji bo birêvebirina Kobaniyê. Wisa gereke aştiya civakî li herêmên kurdî bê paraztin, wisa li gor ragehandineke komîteya herêmî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî. Piştî êrîşên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Amûdê [agahiyên bêhtir] komîteya herêmî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Kobaniyê xwe ji Desteya Kurdî ya bilind kişandibû, ya ku her yek ji Encmuna Gel ya Rojavayê Kurdistan û Encûmena Niştimanî ya Kurdî pêncî ji sedî di wê de cih digrin. Civîn pêk hat di bin siha pevçûnên ku berfereh dibin di nav YPG û yekîneyên Islamî yên Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS), nemaze li Girê Sipî ya cîran [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 6ê tebaxa (Agust) 2013ê  - Di 30ê tîrmeha 2013ê de Asayişê,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Ebdulrehîm Tixûbî, endamê Hevrêza Ciwanên Amûdê, serbest berda. Tixûbî di 8ê tîrmeha 2013ê de ji aliyê Asayişê ve hatibû revandin [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê]. Wî ji KurdWatch re ragehand: »Tenê roja yekê wan hinekî li min dan. Lê wan ez tehdîd kirim û hewl dan ku bi rêya min cihê mayîna çalakvanên dî yên bazdayî nas bikin, ji bo ku ewan bigrin. Gava wan ez serbest berdam, wan ji min xwest ku ti çalakiyên ne baş nekim. Mebesta wan ew bû ku  hemû çalakiyên ku ne li gor siyaseta PYD ne bên rawestandin.«

ShareThis

KURDWATCH, 6ê tebaxa (Agust) 2013ê  - Ji 16 heta 19ê tîrmeha 2013ê pevçûnên giran di nav şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de û yekîneyên islamî yên cuda yên Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) de li nêzîkî zeviyê petrolê yê Siwêdîkê 2 li nêzîkî Girkê Legê, bîst kîlometr li başûrê Gir Zîro, herweha li nêzîkî zeviyê petrolê yê Siwêdîkê 3, sêzdeh kîlometr li başûrê Gir Zîro pêk hatin. Li gor agahiyên YPG ji kêmayî diwanzdeh şervanên wê jiyan ji dest dan. Li nêzîkî gundê Hedadê û Tel Hemîra jî, bîst û pênc kîlometr li başûrê Tirbesipiyê şer çêbûn. Di gund re boriyeke petrolê, ku ji aliyê PYG ve tê paraztin, digere. Şer di 23ê tîrmehê de li ser gundên hawîrdor li başûrê Tirbesipî û Girkê Legê belav bûn. Çalakvan dibêjin ku bi dehan şervanên YPG li nexweşxaneyên Dêrik û Qamişloyê ji aliyê komên Doktorên PYD/YPG ve hatin dermankirin. Çlakvanekî dî ji Tirbesipiyê ji KurdWatch re ragehand: »YPG êrîşî yekîneyên islamî dike, ne berevajî. Şervanên wan di rastiyê de hewl didin ku birevin. Ew hatibûn ji bo şerê rêjîmê bikin ne ji bo şerê Kurdan bikin.«

ShareThis

KURDWATCH, 4ê tebaxa (August) 2013ê - Di 27ê tîrmeha 2013ê de li cem avahiya gumrika Qamişlo erebeyeke bombekirî teqiya, di encamê de çend kes birîndar bûn. Li ser sedemên êrîşê heta niha ti agahiyên piştrast nînin.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê tebaxa (August) 2013ê - Di 27ê tîrmeha 2013ê de endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Ezîz Hebeş û Wehîd Hebeş ji cihê karê wan revandin. Herdû çalakvan endamin di Yekîtiya Hevrêzên Ciwanên Kurd li Sûriyê de. 

ShareThis

KURDWATCH, 1ê tebaxa (August) 2013ê - Di 18ê tîrmeha 2013ê de malpera Rihab News reşnivîsa destûrekê, »Peymana Civakî ya Rojavayê Kurdistanê«, weşand ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye amadekirin. Li gel ku benda 3yan Sûriye mîna welatekî bi temamî desthilatdar dide nasîn û herêmên bixwebirêvebiriyê (»rojavayê Kurdistanê«) ji hêla coxrafî ve herweha ji hêla birêvebirinê ve parçeyek ji wê dibîne, lê mafên birêvebiriyê yên ji herêmên bixwebirêvebiriyê re hatine dayîn bêhtir serxwebûna dewletan bibîr tînin û ne bixwebirêvebiriyê. Wisa bi temamî bîst û yek wezîr tên xwestin, di nav wan de wezareta dad, navxweyî û bergiriyê, tenê wezareta derve kême. Têkilî di nav hêza navendî û herêma bixwebirêvebir de bi ti rengî naye şirovekirin, maf û herêmên biryarê bi temamî ne xuyane. Mafê Sûrî li gor benda 58an dikare tenê bê bikar anîn, eger ne li dijî destûra pêşkêşkirî be. Ne diyare jî, bê destûr dê li kîjan herêman bê bicih anîn. Weşandina belgeyê di demeke wisa kin de piştî êrîşa Amûdê [agahiyên bêhtir] li gor ku çalakvanekî ji KurdWatch re diyar kir ji bo wê yekê ye »ku bi rêya bikaranîna hêviyên kurdî neteweperestî hezkirina windakirî di nav gelê kurdî de dîsa bê vegerandin«. Rastiya ku Emer Osê, parlementerê sûrî û sekreterê »inisyatîva welatperwer ya Kurdên sûrî« ya nêzîkî rejîmê, di rojnameya Al-Watan de planên PYD ji bo  parçekirina herêmên kurdî derewîn derxist û ragehand, ku pêşniyar »ji bo sazkirina birêvebiriyeke demkî ne di demeke ku piştî dawîya pirsgirêkê [ya sûriyê]« berdewam nabe, ev bêhtir nîşan dide ku reşnivîs ji aliyê rêjîmê ve hatiye pejirandin. Li gor benda 56an gereke piştî pejirandina destûrê ji aliyê Desteya Kurdî ya bilind, divê destûr di çarçoveya referendûmeke giştî de bikeve dengdanê de. Hilbijartinên perlemana yekê gereke li gor benda 59an di şêst rojî de piştî pejirandina destûrê bên birêve birin.Reşnivîsa destûrê li dijberî helwesta Salih Muslim e, serokê PYD ku di çireya paşîn  ya 2011ê de ji KURDWATCH re ragehandibû, ku PYD konseptên klasîk mîna »federalî, konfederalî, bixwedesthilat û bixwerêvebirî« napejirîne [agahiyên bêhtir].

 

ShareThis

KURDWATCH, 28ê tîrmeha (July) 2013ê - Di 17 û 18ê tîrmeha 2013ê de hejmarek mezin ji Kurdan li ser nuqteyên kontrolê li Girê Sipî ji aliyê şervanên yekîneyên islamî ve hatin revandin. Di nav kesên revandî de Elî Xelef, Mihemed Salih Çawîş, Salih Xelef û Mihemed Mîrza hebûn. Yekîneyên islamî hebûna xwe li Girê Sipî xurt kirin û çend nuqteyên kontrolê saz kirin. Çalakvan li hember KurdWatch baweriya xwe nîşandan ku ev û hin êrîşên dî yên şervanên islamî li dijî Kurdan girêdayî bersivekê ye li ser şerên di nav Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û Cebhet el-Nusra li Serê Kaniyê de [gahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 28ê tîrmeha (July) 2013ê - Di 17ê tîrmeha 2013ê de pênc şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li ser rêya di nav Tel Temr û Serê Kaniyê de ji aliyê şervanên Cebhet El-Nusra ve hatin kuştin. Di nav kuştiyan de endamekî Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê ya Mihemed Mûsa hebû.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê tîrmeha (July) 2013ê - Di 17ê tîrmeha 2013ê de şervanên yekîneyên islamî di nav Helebê û Tel Temrê de şazdeh xwendekarên kurd ji basekê revandin, xwendekar li ser rêya malê bûn ji zanîngeha Humsê dihatin. Hin ji kesên revandî di 20ê tîrmehê de serbest hatin berdan, yên mayî pişî rojekê.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê tîrmeha (July) 2013ê - Di 13ê tîrmeha 2013ê de şervanên yekîneyên islamî yên Helebê hijdeh rêwengiyên kurd ji basekê revandin, bas ji Libnanê ber bi Efrînê bû. Kesên revandî di 17ê tîrmehê de dîsa serbest hatin berdan. Hin ji wan qala işkenceyên di dema revandinê de kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê tîrmeha (July) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam de ku di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û hêzên desthilatdariyê de pêk tên, di heftiya ji 13 heta 19ê tîrmeha 2013ê de, dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Xwenîşanderan di 19ê tîrmehê de, ku li seranserî Sûriyê di bin duruşma »Remezan, meha serkeftin û bindestkirinê« de derketin ser kolanan. Li herêmên kurdî ti xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê tîrmeha (July) 2013ê - Di 16ê tîrmeha 2013ê de li Serê Kaniyê dîsa pevçûnên giran di nav komên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û Cebhet el-Nusra ya islamî de destpê kir. Ji 17ê tîrmehê ve YPG bajêr bi temamî kontrol dike. Herweha deriyê sînor yê bi aliyê Turiyê de jî kete bin dest wan de. Ji dema imzekirina peymaneke hevbeş bajar di nav du herêman de hatibû parçe kirin, pareyek ji aliyê YPG dihat birêvebirin, yê dî ji aliyê Cebeht el-Nusra ve. Salih Muslim Mihemed, serokê PYD, di hevpeyvînekê de bi KurdWatch re di 30ê adara 2013ê de [bêhtir bixwêne] hebûna şervanên Cebhet el-Nusra li Serê Kaniyê inkar dikir. Ji kêmayî sê şervanên YPG di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê tîrmeha (July) 2013ê  - Di 13ê tîrmeha 2013ê de çalakvanên mayî yên ku girêdayî êrîşa Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Amûdê di 27ê hizêrana 2013ê de [agahiyên bêhtir] hatibûn girtin serbest hatin berdan. Çend kesan ji KurdWatch re ragehandin, ku ew di herdû rojên destpêkê di pey girtina wan de bi giranî hatin işkence kirin, ne xwarin û nejî av standin, û ji dêvla tiwalêtê tenê beroşek di odeya girtîgehê de bikar dianîn.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê tîrmeha (July) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam de ku di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û hêzên desthilatdariyê de pêk tên, di heftiya ji 6 heta 12ê tîrmeha 2013ê de, dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Xwenîşanderan di 12ê tîrmehê de, ku li seranserî Sûriyê di bin duruşma »Heta em tiştê di xwe de biguherin« de derketin ser kolanan. Li Qamişloyê vê heftiyê tenê xwenîşandanek biçûk hebû li Munîr Hebîb. Piştî ku tevgerên ciwanan yên Amûdê biryar standibûn ku xwenîşandanan ta demeke ne diyar rawestînin ji bo ku »aştiya civakî biparêzin« û rê li ber »rijandina xwînê di nav Kurdan de« bigrin, gelek komên ciwanan li Qamişlo û li derverên dî ji bo hevkariyê tevlî biryarê bûn. Êrîşa Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li ser xwenîşanderan li Amûdê ya dawiya hizêranê [agahiyên bêhtir] wisa bû sedem ku komên dî çalakiyên xwe yên siyasî rawestînin.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê tîrmeha 2013ê - Di 8ê tîrmeha 2013ê de Ebdulrehîm Tixûbî, endamê Hevrêza Ciwanan ya Amûdê, di xaniyê xwe de ji aliyê Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hat revandin. Serokê PYD, Salih Muslim, berî çend rojan di hevpeyvînekê de hevkariya bi Hevrêza Ciwanan ya Amûdê re mîna xayintî destnîşankiribû. Ji dema êrîşa Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD li ser xwenîşandanekê li Amûdê di 27ê tîrmeha 2013ê de [agahiyên bêhtir] PYD li pey endamên vê koma ciwanan digere ji bo ku wan birevîne.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê tîrmeha 2013ê - Di 10ê tîrmeha 2013ê de kesên nenas agir bi  dergehê nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Nesredîn Ibrahîm li Kobaniyê xistin. Sedemên êrîşê ne diyarin.  

ShareThis

KURDWATCH, 18ê tîrmeha 2013ê - Di 5ê tîrmeha 2013ê de nivîsgeha Tevgera Ciwanên Kurd li Grikê Legê bi temamî hat şewitandin. Sedema şewitandinê ta niha ne diyare. Endamekî Tevgera Ciwanan ji KurdWatch re ragehand: »Ti isbat di dest me de li dijî ti kesî nînin« Di heftiyên çûyî de alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hejmarek mezin ji saziyên rêxistin û partiyên endam yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî şewitandin.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê tîrmeha 2013ê - Ji 2 heta 10ê tîrmeha 2013ê Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ji kêmayî çil û neh çalakvanên revandî ji Amûdê û hawîrdora wê kom bi kom serbest berdan. Wisa di 2yê tîrmehê de deh, di 4ê tîrmehê de pazdeh, di 6ê tîrmehê de şeş û di 10ê tîrmehê de hijdeh kes hatin berdan. Hejmara rast ya kesên revandî herweha ya kesên serbestberdayî mîna berê ne diyare, ji ber ku PYD Amûdê hîn jî dorpêç kirîye. Derbasbûn li rêxistinên mafên mirov herweha li komên serbixwe tê qedexekirin. Mihemed Xêr Bengo, endamê nivîsgeha siyasî yê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê hîn jî girtîye.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê tîrmeha 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam de ku di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û hêzên desthilatdariyê de pêk tên, di heftiya ji 29ê hizêranê heta 5ê tîrmeha 2013ê de, dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Xwenîşanderan di 5ê tîrmehê de, ku li seranserî Sûriyê di bin duruşma »Hişyarbin ey ketîbeno« de derketin ser kolanan. Li Qamişloyê du xwenîşandanên li dijî PYD derketin, yek li taxa Enterîyê (ji aliyê komên ciwanan yên cuda), ya dî li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve). Li ser herdûkan cezakirina berpirsyarên kuştinên Amûdê yên 27ê hizêranê [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê] hat xwestin. Ti rûdan di wan de tinebûn. Ji ber rewşa aloz Encûmena Niştimanî ya Kurdî ti xwenîşandanên dî li herêmên kurdî li dar nexistin. Li Amûdê jî ji bo cara yekê ji destpêka protestoyan ji zêdeyî du salan ve ti xwenîşandan li dar neketin. Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) gelek nuqteyên kontrolê li bajrê danîbûn û segvan li ser banan belav kiribûn, hin ji wan li ser minareya mizgefta mezin jî bi cih bûbûn.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê tîrmeha (July) 2013ê - Di 28ê hizêrana 2013ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Hîşam Şêxo (jidayikbun Amûdê, zewicî, du zarok) li ser rêya vegera ji cihê kar revandin. Şêxo hemşîreye di nexweşxaneya Darî de û endamê Yekîtiya Hevrêzên Ciwanên Kurd li Sûriyê ye. Wî ji hêla bijîşkî ve alîkariya çend xwenîşanderan kiribû, yên ku di êrîşa YPG de ya li ser xwenîşandanekê li Amûdê di 27ê hizêrana 2013e de birîndar bûbûn. Di 2ê tîrmehê de Hîşam Şêxo dîsa serbest hate berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê tîrmeha (July) 2013ê - Di 1ê tîrmeha 2013ê de alîgirên çekdar yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) êrîşî nexweşxaneya Darî li Amûdê kirin. Çend doktor û hemşîreyan lêdan xwarin, di nav wan de doktor Ehmed Hemo Darî. Hin ji xwenîşanderên ku birîndarbûbûn ji ber êrîşa Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD li ser xwenîşandanekê li Amûdê di 27ê hizêranê de [agahiyên bêhtir], li vê nexweşxaneyê hatibûn dermankirin.

ShareThis

KURDWTAHC, 7ê tîrmeha (July) 2013ê - Wekû bersiv li ser êrîşên berdewam yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li ser çalakvan û siyasetmedaran komîteyên herêmî yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî yên Amûdê, Kobaniyê, Serê Kaniyê, Tirbesipiyê, Girkê Legê herweha sê komîteyên Qamişlo dev ji Desteya Kurdî ya bilind berdan. Herweha Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê û hersê endamên rêber yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî Ismaîl Hemê (Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê), Beşar Emîn (Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê) û Siûd Mela (Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê [el-Partî] ya Ebdulhekîm Beşar), endametiya xwe rawestandin.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê tîrmeha (July) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam de ku di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û hêzên desthilatdariyê de pêk tên, di heftiya ji 22ê heta 28ê hizêrana 2013ê de, dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Xwenîşanderan di 28ê hizêranê de, ku li seranserî Sûriyê di bin duruşma »şoreş gur dibe û rikebir bêkêre« de derketin ser kolanan. Li Qamişloyê du xwenîşandanên li dijî PYD derketin, ku di wan de cezakirina berpirsyarên kuştinên Amûdê yên 27ê hizêranê [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê] hat xwestin. Xwenîşandana taxa Enterîyê (ji aliyê komên ciwanan yên cuda) ji aliyê bi dehan endamên çekdar yên PYD hat êrîşkirin, wan ber bi ezmanan ve fîşek teqandin û bafil û alavên mûzîkê şikandin. Herweha wan dest danîne ser erebeya ku alavên mûzîkê barkiribû û ew bi xwe re birin. Roja dî xwedîyê erebeyê, ew bi ziyaneke giştî dîsa wergirit. Xwenîşandan piştî êrîşan hat bidawî kirin. Xwenîşandana diwan ya li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) bi aştiyane bi rêve çû. Ji ber rewşa aloz ya li bajarên kurdî yên dî ti xwenîşandan li darneketin.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê tîrmeha (July) 2013ê - Di 5ê hizêrana 2013ê de karmendên muxaberata leşkerî Mihemed Sidîq Osman û Rakan Mûsa, herdû şazdeh salî, di xaniyê malbata Osman de li Şamê girtin. Heta niha ti agahî nîne li ser cihê mayîna wan.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê tîrmeha (July) 2013ê - Di 28ê hizêrana 2013ê de PYD li Qamişlo bi bîroyên komeleya Ronî ya jinan û navenda Zelal ya ciwanan [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê] akadîmiya ziman û şêwirkariyê ya Azad herweha du nivîsgehên Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar şewitandin. Ji 27ê tîrmehê PYD instîtûtên kulturî û kesanên ku wan wekû rexnegir û munafis/reqîb dibîne ji xwe re dike armanc.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê tîrmeha (July) 2013ê - Di 28ê hizêrana 2013ê çekdarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) êrîşî gundên Cewheriya û Cirnikê li rojavanyê Amûdê kirin û li hejmareke mezin ji xaniyan venerîn. Ji kêmayî pazdeh kes, bêhtirê wan alîgirên Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, hatin revandin. Ji 27ê hizêranê ve [agahiyên bêhtir] li Amûdê û gundên hawîrdor çalakvan û siyasetmedar tên girtin, heta niha hejmara wan ne diyare. Herweha bi sedan çalakvan û siyasetmedaran xwe veşartine, ji bo ku xwe ji êrîşên PYD û mîlîsên wê biparêzin.

ShareThis

KURDWATCH, 3ê tîrmeha (July) 2013ê - Di 27ê hizêrana 2013ê pevçûnên giran çêbûn li Amûdê di nav şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û xwenîşanderên ku yek ji daxwazên wan serbestberdana sê çalakvanên ku ji aliyê YPG ve hatibûn revandin [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê].  Gava erebeyên YPG hewl dan di nav şêniya xwenîşandanê de herin, xwenîşanderan bi keviran avêtin wan û sixêfa şebîha (mîlîsên rêjîmê) ji wan re gotin. Di pey re şervanên YPG koma xwenîşanderan gulebaran kirin, pêre ji kêmayî şeş kes hatin kuştin. Navên kesê kuştî: Nadir Mehmûd Xelo (15 salî), Se'd Ebdulbaqî Seyda (15 salî) Berzan Qerno (18 salî), Şêxmûs Mihemed Elî (66 salî), Elî Rinda (33 Salî) û Şêxa Elîka. Şêxa Elîka zarokeke heşt saliye, ya ku erebeyeke YPG pêl wê kiribû. Şervanên YPG nuqteyên kontrolê li bajêr danîn û dest bi teftîşan kirin, bi dehan kes hatin revandin. Herweha çavkaniyên cuda ji KurdWatch re ragehandin ku YPG bajêr dorpêçkiribû û rê li ber doktorên Qamişlo girtibûn, ewên ku dixwestin birîndaran derman bikin. Herweha derçûna ji xaniyan hat qedexe kirin. Aras Ehmed Bengo (36 salî), çavdêrekî çekdar yê nivîsgeha Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê li ser banê nivîsgehê bi derbeya fîşekekê hat kuştin. Şervanên YPG êrîşî nava nivîsgeha partiyê kirin û hemû kesên ku li wir amadebûyî girtin. Wê demê di nav pêncî û heftê kesî de li nivîsgehê amade bûn, bêhtirê wan alîgirên partiyê bûn. Di nav kesên revandî de çend endamên rêberiya partiyê jî hene, mîna Mihemed Xêr Bengo (ednamê nivîsgeha siyasî û mamê Aras Ehmed Bengo yê ku hat kuştin). Tevaya esasê nivîsgehê hat ruxandin. Herweha nivîsgeha Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ya Mustefa Cuma û konê gireva birçîbûnê di navenda Amûdê de jî hatin şewitandin [agahiyên bêhtir]. Û ji bo ku derketina şîniyên bajêr a ji bo kuştiyan nebe xwenîşandanên girseyî li dijî PYD, mirovên kesên kuştî hatin icbarkirin ku wan di li gel hijmareke hindik ji mirovan bên binaxbikin.

ShareThis

KURDWATCH, 3ê tîrmeha (July) 2013ê - Di sibeha zû ya 28ê hizêrana 2013ê de navenda Zelal ya serbixwe ya ciwanan li Qamişlo hat şewitandin. Li gor şahidekî, alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) derbasî navendê bûn û agir vêxistin. Wî ji KurdWatch re ragehand: »Eger min hewl daba ku rê li ber wan bigrim, dê wan min kuştiban.« Li gor gotinên çalakvanên navenda ciwanan, yên ku ber bi navendê ve bezî bûn ji bo ku agir vemrînin, erebeyeke YPG di ber wan re çû lê bê ku were  arîkariya wan. Li ser dîwarekî navendê hatibû nivîsîn: »Rodî tê bê kuştin«. Rodî Ibrahîm (jidayikbûn 1977, zewicî, sê zarok) rêberê navendê ye. Herweha odeyên navenda Ronî ya Jinan li Qamişlo, ya ku xanima Ibrahîm li wir çalak e, duşemê 28ê hizêranê hat şewitandin.

ShareThis

KURDWATCH, 2ê tîrmeha (July) 2013ê - Di 26ê hizêrana 2013ê de Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Amûdê Dêrsim Edhem Umer, endamê ketîbeya Şehîd Tehsîn Memo ya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ji girtîgehê serbest berda. Ew di 17ê hizêranê de bi du çalakvanên dî re ji aliyê çekdarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hatibû revandin [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê]. Herdû çalakavên dî hîn di girtîgehê de ne.

ShareThis

KURDWATCH, 2ê tîrmeha (July) 2013ê - Di 24ê hizêrana 2013ê de  komîteya navednî ya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê Yekîtiya Siyasî ya Demokrat ya Kurdî - Sûriye wekû têkçûn ragehand. Di daxuyaniyekê de hatiye nivîsin, ku hin aliyên beşdarên Yekîtiya Siyasî, bi taybetî Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar ne ji dil pişgiriya projeyê dikirin.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê hizêrana (June) 2013e - Di 24ê hizêrana 2013ê de bi dehan çalakvanên jin kombûnek li navenda Efrînê li darxistin. Wan daxwaza bêhtir demokratî û azadî kirin û her weha daxaza bidawîkirina şer dikirin. Endamên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) êrîşî çalakvanan kirin, nêzîkî deh ji wan çend saatan hatin binçav kirin. Du kes, Feyrûz Dîko û Pîroz Dîko, ta 27ê hizêranê man girtî. Kombûn hate êrîşkirin li gel ku ne vekirî li dijî PYD bû.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê hizêrana (June) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam de ku di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û hêzên desthilatdariyê de pêk tên, di heftiya ji 15ê heta 21ê hizêrana 2013ê de, dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Xwenîşanderan di 21ê hizêranê de, ku li seranserî Sûriyê di bin duruşma »Piştgiriya Şamê, bi kiryaran ne bi gotinan« de derketin ser kolanan û li dijî tevlîbûna Îranê di pevçûnên li Sûriyê de protesto kirin. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tenê xwenîşandanek li Amûdê li darxistin, û li dijî êrîşên AAS li ser cihên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD li Efrînê protesto kirin. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterîyê (ji aliyê komên ciwanan yên cuda) û li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) xwenîşandanek pêkhat, ew li dijî êrîşên PYD li ser çalakvanan bû. Li Amûdê jî çalakvanan, bi piştgiriya Enucmena Niştîmanî ya Kurdî, li dijî PYD protestokirin [agahiyên bêhtir]. Herweha li her yekê ji bajarên Dirbêsiyê û Kobaniyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî xwenîşandanek li darxist, li vir jî kiryarên PYD cihê rexneyê bûn. Li Girkê Legê, Çil Axa, Tirbesipî û Efrînê herwiha li taxên kurdî yên Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê hizêrana (June) 2013ê - Di 23ê hizêrana 2013ê de çekdarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) gundê Tel Xezalê li nêzîkî Kobaniyê dorpêçkirin û çend nuqteyên kontrolê sazkirin. Li ser yekê ji van nuqteyan di heman rojê de Heyawî Ebû Hemo û kurê wî Mustefa Ebû Hemo ji aliyê çekdarên YPG ve di erebeya wan de hatin kuştin. YPG agir li ser wan vekir gava bav û kur li ser rê ber bi gund ve li ser nuqteya kontrolê ranewestiyan. Gava gundî xwestin werin alîkariya wan herduyan YPG li ser wan jî gulle barand. Pîrê Miheme Umer hat kuştin, şeş kesên dî birîndar bûn. Çalakvanekî ji KurdWatch re ragehand: »Gund ji zû de stirîyeke di çavên PYD de. Ew yek ji kêm gundaye li Kobaniyê ku ne di bin kontrola wan de ye. Bêhtirê rûniştiyên gund endamên Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar in, her weha hin ji gundiyan endamên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtiî ya Demokrat) ya Şêx Alî, herdû baskên Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê û yên Şepêla Pêşrojê ya Kurdî li Sûriyê ne. PYD dixwaze gundiyan çavşikestî bike«. Niha PYD li gor agahiyan çar endamên partiyan ji gund daniye ser lîsteya lêgerîne. Navên van kesan: Elî Temê (Şepêla Pêşeroj), Harûn Mihemed Elî (Azadî ya Mustefa Xidir Oso), Mustefa Eta (Azadî ya Mustefa Cuma) û Ezîz Şahîn (el-Partî).

ShareThis

KURDWATCH, 27ê hizêrana (June) 2013ê - Ji dema revandina sê çalakvanên kurd ji aliyê çekdarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di 17ê hizêrana 2013ê de [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê] komên ciwanan, bi piştgiriya Encûmena Niştimanî ya Kurdî rojane xwenîşandanan li dardixin, ji bo serbestberdana kesên revandî herweha bidawîkirina êrîşên PYD. Di 20ê hizêranê de kêmî deh çalakvanî kon di navenda Amûdê de vegirtin û dest bi gireveke birçîbûnê kirin. Di 21ê hizêranê de alîgirên PYD xwenîşandanek dijber birêve birin. Gava evên han pêrgî xwenîşandana çalakvanan bûn bi dehan alîgirên PYD hewldan êrîşî wan bikin. Endamên hêzên ewlekariye (Asayiş) yên PYD rê li ber wan girtin û êrîşker ji xwenîşandanê dûrkirin. Herweha li Kobaniyê di 21ê hizêranê de kombûnek hebû, ku daxwaza bidawîkirina êrîşên PYD dikir.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê hizêrana (June) 2013ê - Di 23ê hizêrana 2013ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Osman Betal, endamê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar li ser nuqteyeke kontrolê li gundê Şiyê, nêzîkî sih kîlomitir li rojavayê Efrînê, revandin. Betal birin avahiyeke hêzên ewlekariyê (Asayiş) yên PYD û li wir ew vepirsîn. Ew û el-Partî hatin tawanbarkirin bi xayintî û sixûriya ji dijmin re. Demeke kin piştî serbestberdana wî di heman rojê de şeş kesan bi hovane li Betal dan. Pêre lingekî wî û du paresûyên wî hatin şikandin. Herweha ew di rû û piştê de hat birîndar kirin. Di ragehandinekê de el-Partî PYD û YPG li ber êrîşê berpirsiyar dît.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê hizêrana (June) 2013ê - Di 15ê hizêrana 2013ê de Idrîs Miqdad endamê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hat revandin. Miqdad li ser rê bû û berê wî li Efrînê bû. Wî dixwest ku beşdarî şahiya salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (PDKS) bibe ku berî pêncî û şeş salan hatibû damezrandin [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 26ê hizêrana (June) 2013ê - Di 10ê hizêrana 2013ê de endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li ser nuqteyên kontrolê li herêma Efrînê şeş endamên Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar revandin. Navên kesên revandin evin: Mihemed Ehmed Miqdad, Mihemed Hesen Miqdad, Îmad Hesen Miqdad, Mustefa Mûsa, Selam Silêman Şebabo û herweha Selah Reşîd. Hemû kesên revandî li ser rê bûn û berê wan li Efrînê bû.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê hizêrana (June) 2013ê - Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar roja înê, 14ê hizêrana 2013ê, li Dêrikê, Siwêdîkê (sih kîlometr li başûrê Dêrikê) û li Efrînê damezrandina yekemîn partiya kurdî ya sûrî, Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (PDKS), berî pêncî û şeş salan, pîroz kir. Herweha Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê ji bo heman boneyê di 14ê hizêranê de li Qamişlo û di 17ê hizêranê de li Amûdê pîroz kir. Herdû partî xwe wekû berdewamiya rewa ya PDKS dibînin. Li Efrînê bi dehan alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) yên bi kêr û daran çekdar êrîşî pîrozbahiya el-Partî kirin. Wan êrîş kirin ser dikê, lewra pîrozbahî hat bi dawî kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê hizêrana (Juni) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam de ku di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û hêzên desthilatdariyê de pêk tên, di heftiya ji 8 heta 14ê hizêrana 2013ê de, dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Xwenîşanderan di 14ê hizêranê de, ku li seranserî Sûriyê di bin duruşma »projeya sefewî metirisiyeke ji bo nîştîman« de derketin ser kolanan û li dijî tevlîbûna Îranê di pevçûnên li Sûriyê de protestokirin. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tenê xwenîşandanek li Qamişlo li darxistin, wan di bin duruşma »Efrîn xêza me ya sore« protesto kirin. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterîyê (ji aliyê komên ciwanan yên cuda) û li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) xwenîşandanek pêkhat. Li Amûdê tenê xwenîşandanek hebû ku ji aliyê komên cuda yên ciwanan ve, di nav de hevrêziya Avahî, hatibûn amade kirin. Li her yekî ji bajarên Dirbêsiyê û Kobaniyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî xwenîşandanek li darxist. Roja sêşemê, 18ê hizêranê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar xwenîşandanek li Dêrikê li darxist, xwenîşanderan daxwaza serbestberdana hemû girtiyên di zindanên rêjîmê û yên PYD de kirin. Li Girkê Legê, Çil Axa, Tirbesipî û Efrînê herwiha li taxên kurdî yên Helebê û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê hizêrana (June) 2013ê - Di 16ê hizêrana 2013ê de endamên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Aras Hisên Ebdula, endamê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar li deriyê sînor yê Sê Malka (li rojhilatê Dêrikê) revandin, gava ku ewî dixwest  ji Kurdistana Iraqê bi aliyê Sûriyê de vegere.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê hizêrana (June) 2013ê - Di 17ê hizêrana 2013ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Welat Ismaîl el-Umerî (çalakvan û alîgirê Encûmena Niştimanî ya Kurdî), Serbest Necarî (endamê Hevrêziya Amûdê) û Dêrsim Edhem Umer (endamê ketîbeya şehîd Tehsîn Memo ya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê) revandin. Ew revandin pêkhatin gava ku YPG operasyoneke berfereh li Amûdê birêve dibir: YPG hejmarek mezin ji nuqteyên kontrolê danîn herweha wan dikan û malên kesên sivîl teftîş kirin. Çend komên ciwanan herweha Encûmena Niştimanî ya Kurdî di navbera 17 û 20ê hizêranê de bang kirin ji bo kombûnên protestoyê li Amûdê. Li gor medyayên nêzîkî PYD kiryar girêdayî êrîşên li ser »bazirganê dermanên bêhişkirinê« ye.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê hizêrana (June) 2013ê - Di 5ê hizêranan 2013ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Efrînê hejmarek mezin ji endamên Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ya Mustefa Cuma revandin. Navên kesên revandî: Ferîd Mihemed, Pêşeng Mihemed, Fethî Qaso, Ehmed Bekir, Şêx Mihemed Hemdûş, Hisên Zekeriya Feqê, Umer Mihemed Elo, Hemîd Mihemed, Yasir Rizko, Îmad Hesen Miqdad û Mihemed Hesen Kenco.  Imer Mihemed Elo herweha Hemîd Mihemed di heman rojê de serbest hatin berdan. Revandin girêdayî şerên di nav YPG û Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) li Efrînê ne. PYD Azadî tawanbar dike bi hevkariya li gel AAS. 

ShareThis

KURDWATCH, 17ê hizêrana (June) 2013ê - Di 12ê hizêrana 2013ê de Ednan Şêx Mihemed (jidayikbûn 1977 li Kobaniyê, zewicî, pênc zarok), endamê komîteya herêmî ya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê û endamê Lîwaya Eniya Kurdan ya Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS), di êrîşeke hêza ezmanî ya sûrî de li ser bajarê Reqayê jiyan ji dest da. Partiya Pêşverû di 13ê hizêranê de şînîya bingorkirina Mihemed li Kobaniyê lidar xist.

ShareThis

KURDWATCH, 14ê hizêrana (June) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam de ku di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û hêzên desthilatdariyê de pêk tên, di heftiya ji 1 heta 7ê hizêrana 2013ê de, dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Xwenîşanderan di 7ê hizêranê de, ku li seranserî Sûriyê di bin duruşma »Quseyr û Xûta, îrdeyek naşkê« de derketin ser kolanan û doza hilweşandina rejîmê kirin. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tenê xwenîşandanek li Hisiça li darxistin, wan li dijî êrîşên AAS li ser cihên YPG li Efrînê protesto kirin. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterîyê (ji aliyê komên ciwanan yên cuda) û li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) xwenîşandanek pêkhat. Li Amûdê tenê xwenîşandanek hebû ku ji aliyê komên cuda yên ciwanan ve, di nav de hevrêziya Avahî, hatibûn amade kirin. Li Serê Kaniyê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtî ya Demokrat) xwenîşandanek sêşemê li darxistin, wan daxwaza bidawîkirina pevçûnan li Efrînê kirin. Li her yekî ji bajarên Dirbêsiyê û Kobaniyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî xwenîşandanek li darxist. Li Dêrik xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî şemiyê li dar ketin. Roja sêşemê 4ê hizêranê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar xwenîşandanek li Dêrikê li darxist. Xwenîşanderan daxwaza serbestberdana hemû girtiyê di zindanên rêjîmê û PYD de kirin. Li Girkê Legê, Çil Axa, Tirbesipî û Efrînê herwiha li taxên kurdî yên Helebê û Şamê xwenîşandan li dar neketin.  

ShareThis

KURDWATCH, 14ê hizêrana (June) 2013ê - Di  29ê gulana 2013ê de Şepal Mihemed Emîn Ibrahîm (jidayikbûn 1978 li Qamişlo, zewicî, sê zarok) ji girtîgehê serbest hat berdan. Ew di 22ê îlona 2011ê de hatibû girtin û ji ber beşdariya xwenîşandanan li gor benda 335 û 336 ya yasaya cezayê hatibû tawanbarkirin [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê]. Ibrahîm ji KurdWatch re ragehand: »Di tevaya dema girtina min de ne ji mafê min bû ne ez mirovan ne hevalan ne jî parêzvanekî bibînim. Di pênc mehên pêşî de ez hatim îşkence kirin, niha jî mîna ku berê jî hebûn, astengiyên min yên tendurustî hene«.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê hizêrana (June) 2013ê - Di 29ê gulana 2013ê de Mesûd Hesen, endamê Partiya Demokrat a Kurd - Sûriye ya Lezgîn Mehmûd Fexrî û rêberê Hêzên Tevlîbûnê yên kurdî  ji aliyê Asayişê (Hêzên Ewlekariyê) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) serbest hate berdan. Ew di 15ê adarê de ji aliyê endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatibû girtin [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê]. Endamekî Hêzên Tevlîbûnê ji KurdWatch re ragehand »Hesen serbest hate berdan tenê piştî ku wî peymanek imze kir, ku li gor wê Hêzên Tevlîbûnê bidawîbûna xwe ragehand. Lê YPG ragehandinek belav kiriye ku li gor wê Hêzên Tevlîbûnê xwe bidawî dike û hemû endamên wê tevlî YPG dibin. Belê ev yek ne raste. Emê hertiştî bikin ji bo em bergiriya xelkên Kurd bikin.«

ShareThis

KURDWATCH, 10ê hizêrana (June) 2013ê - Di 6ê hizêrana 2013ê de karmendên Dezgeha Ewlekariya Siyasî a rejîma sûrî Ehmed Ebdilqadir Simo (jidayikbûn li Tel Temrê, zewicî, du zarok, naskirî wek Xebat Simo) li taxa kurdan ya li Şamê Rukneddîn girtin. Simo endamê sekretariya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ye û endamekî çalake ji endamên komîteya herêmî ya wê taxê.

 

ShareThis

KURDWATCH, 13ê hizêrana (June) 2013ê - Di  29ê gulana 2013ê de Asayişê [Hêzên Ewlekariyê] yên (PYD) Welat Murad Heso, Mizgîn Mihemed Remedan, Aras Mihemed Salih, Ciwan Silêman Yasîn û Idrîs Remedan serbest berdan. Endamên Ketîbeya Şêx Meşûq Xeznewî ya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê di 17ê nîsanê de bi şervanekî dî re yê ketîbeyê ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hatibûn revandin [agahiyên bêhtir girêdayî mijare]. Welat Murad Heso, rêberê ketîbeyê ji KurdWatch re ragehand: »Ez nehatim îşkencekirin, lê wan xwest min bitirsînin û çend rojan di zindana tekane de bûm. Di dema vepirsînan de wan ez tawanbarkirim bi ednametiya rêxistineke qedexe.« YPG idîa kiribû ku vepirsîna wî bi navê Desteya Kurdî ya Bilind e. Lê di rastîyê de ew û şervanên dî ji ber xebata endamên Komîteya Taybet ya Leşkerî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî hatin serbest berdan. Ketîbeya Şêx Meşûq kete bin fermana vê komîteya taybet. Li gor Heso nêzîkî çarsed endamên ketîbeyê hene.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê hizêrana (June) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam de ku di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û hêzên desthilatdariyê de pêk tên, di heftiya ji 25 heta 31ê gulana 2013ê de, dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Xwenîşanderan di 31ê gulanê de, ku li seranserî Sûriyê di bin duruşma »prinsîpên şoreşê xetên sorin« de derketin ser kolanan. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) piştî vehesîneke kin dîsa çend xwenîşandan li darxistin, wan li dijî êrîşên AAS li ser cihên YPG li Efrînê vê protesto kirin [agahiyên bêhtir]. heftiyê tenê xwenîşandanek li Qamişlo li darxistin, wan di wê de serbestberdana Ebdullah Ocelan xwestin. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterîyê (ji aliyê komên ciwanan yên cuda ve), li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) herweha li ber mizgefta Qasimo li tarika rojava (ji aliyê PYD ve) xwenîşandanek pêkhat. Li Amûdê du xwenîşandan hebûn ku ji aliyê PYD û komên cuda yên ciwanan ve, di nav de hevrêziya Avahî, hatibûn amade kirin. Alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî dev ji amadekrina xwenîşandanekê berdan ji ber mûsimê çandinîyê û ji ber imtîhanên bidawîkirinê yên vê sala dibistanê. Li Hisiçayê du xwenîşandanên ji hev cuda hebûn, yek ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) û yek jî ji aliyê komên erebî ve hatibû amade kirin. Li her yekî ji bajarên Kobaniyê û Girkê Legê du xwenîşandan li darketin, ji aliyê PYD û Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve. Li heryekê ji bajarên Dirbêsî, Çil Axa û Tirbesipiê Encumena Niştîmanî ya Kurdî xwenîşandanek li darxist. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê ne di înê de lê di şemiyê de li dar ketin, li Girkê Legê tenê bi dehan xwenîşander beşdar bûn. Herweha PYD roja şemiyê xwenîşandanek li Tirbesipiyê li darxist û duşemê jî protestoyek li Dirbêsiyê. Li Efrînê û Serê Kaniyê herwiha li taxên kurdî yên Helebê û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê hizêrana (June) 2013ê – Di 23ê gulana 2013ê de li nêzîkî gundên şî'î Nubel û Zehra (bîst kîlometr li başûrê Efrînê) di nav Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) de pevçûn çêbûn. Li aliyê AAS çend ketîbeyên kurdî jî beşdar bûn. Nubel û Zehra ji zêdeyî salekê ve di bin embargoya AAS de ne. Ev yek YPG tawanbar dike, ku ew alîkarîyê dibin ji yekîneyên rejîma sûrî re herweha ji şervanên Hizbûlah yên li wir bi cihkirî re jî. Li gor çavkaniyeke KurdWatch AAS rawestandina vê alîkariyê xwestibû. Piştî bêencamiya danûstandinan YPG careke din şer kiribû . Di 24 û 25ê gulanê de êrîşeke AAS li dijî cihên YPG li çend gundên kurdî destpê kiribû. Di 31ê gulanê de û di 2, 3, û 6ê hizêranê de jî pevçûn li bakur û li rojavayê Efrînê hebûn. Di pevçûnan de bi dehan şervan ji herdû aliyan hatin kuştin, di nav wan de şervana YPG Meryem Selah Mihemed (jidayikbûn 1991, li Raco, naskirî wek Sulav). Niha AAS hemû rêyên diçin Efrîn kirye bin destê xwe de.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê hizêrana (June) 2013ê – Di nivîseke wezîrê sûrî yê petrol û samanên hesinî de ya ji serokwezîr re hatîye şandin, ya ku di internetê de hatiye weşandin û ji aliyê KurdWatch ve wekû piştrast hat naskirin,  li ser hevdîtinekê di nav nûnerên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), rêberê kampanya sûrî ya petrolê ya dewletê, herweha rêberê Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiça tê axavtin. Civîn di 17ê çireya paşîna 2013ê de bû. Li gor nivîsê PKK daxwaz kiriye, ku parastina zeviyên petrolê li herêmên kurdî bikeve destê wê de. Wezîr şîretê dike ku ev daxwaz bê bicih anîn, ji ber wisa rê li ber astengiyan li herêma kurdî tê girtin û kar berdewam dibe. Herweha PKK tehdîd kiriye ku êrîşî zeviyên petrolê li herêmên kurdî bike, eger kontrolkirin nekeve destê wê de. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Rimêlan ji êrîşên Artêşa Azad ya Sûrî diparêzin û imkanê dikin destê hikûmeta sûrî de ku bidestxistina petrola li wir texzînkirî berdewam bibe, ya ku li seranserî welêt herî geleke. Ev bidestxistin ji bo şer giringe, ji ber Sûriye ji hêla navneteweyî ve di bin embargoyê de ye û nikare petrolê ji derve bistîne. Li gor karmendekî îdareya Rimêlanê ku dev ji kar berdayî PYD ji bo xizmeta binavkirî pereyan ji hikûmetê distîne.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê hizêrana (June) 2013ê  - Di 1ê hizêrana 2013ê de Asayişê (Hêzên Ewlekariyê) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) çalakvanên navenda ciwanan ya Zelal herweha yên koma jinan Ronî li Qamişo çend saatan binçavkir û vepirsîn li gel wan pêk anî, ewan çalakvanann ser li penaberên ereb dabûn û lîstikên zarokan li wan belav kiribûn. Karmendekî Asayişê sixêf li wan kirin û wan wekû »gemar« pîskir û ew tawanbarkir ku ew piştgiriya aborî ji Encûmena Niştimanî ya Sûrî li Istanbûlê distînin. Herweha wê xwest ku navend bi rengê fermî li cem Asayiş were qeydkirin berî ku çalakiyên dî li dar bixin.

ShareThis

KURDWATCH, 2ê hizêrana (June) 2013 - Di 25ê gulana 2013ê de şervanên Cebhet el-Nusra li Serê Kaniyê sê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) revandin. Di pey re YPG du endamên Cebhet el-Nusra kirin bin destên xwe de. Ti agahî li ser qurbaniyên teqîna fîşekan di nav wan de di pey wan bûyeran de tinebûn; di pey lihevkirineke bêdengkirina çekan kesên revandî yên herdû aliyan serbest hatin berdan. Lê bêdengkirina çekan tenê çend saatan dirêjkir. Li Serê Kaniyê û herweha li Girbawî ya ku bîst kîlometran li rojhilat dikeve di 26ê gulanê de dîsa teqîna fîşekan hebû. Ji kêmayî du şervanên YPG herweha çar şervanên Cebhet el-Nusra li Serê Kaniyê jiyana xwe ji dest dan. Bajar ji dema imzekirina peymana dawî ya ku di nav PYD û Cebhet el-Nusra de [agahiyên bêhtir] bûye du parçe, yek ji aliyê PYG û Asayişê (Hêzên Ewlekariyê) yên PYD tê kontrolkirin, ya dî ji aliyê Cebhet el-Nusra ya islamî.

ShareThis

KURDWATCH, 31ê gulana (May) 2013ê - Di 26ê gulana 2013ê de dîsa li Tel Temrê (sih kîlometr li başûrê rojhilatê Serê Kaniyê) teqîna fîşekan di nav şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û endamên çekdarê yên eşîreya erebî ya Şerabiyan çêbû [agahiyên bêhtir]. Leşkerekî YPG di pevçûnan de jiyan ji dest da, agahîyên girêdayî qurbaniyên di nav Şerabiyan de nînin. Di 27ê gulanê de şufêrekî taksiyê yê kurd û du rêwengiyên wî yên kurd ji aliyê Şerabiyan ve li Tel Temrê hatibûn revandin. Kesên revandî di roja dî de serbest hatibûn berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 31ê gulana (May) 2013ê - Di 23ê gulana 2013ê de Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê Yasir Hisên Kuremî (jidayikbûn 1979 li Kobanîyê, endamê Hevbendiya Sewa) ji girtîgehê serbest berda. Kuremî bi du kesên dî re di 31ê çileya pêşîna 2012ê de ji ber gumana plankirina kuştinê hatibn girtin [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 31ê gulana (May) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam de ku di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û hêzên desthilatdariyê de pêk tên, di heftiya ji 18heta 24ê gulana 2013ê de, dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Xwenîşanderan di 24ê gulanê de, ku li seranserî Sûriyê di bin duruşma »Hîlebazê berxwedanê« de derketin ser kolanan, wan wisa li dijî tevlîbûna vekirî ya mîlîsê Hizbûlaha lubnanî li çend eniyan protesto kirin. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) vê heftiyê tenê xwenîşandanek li Qamişlo li darxistin, wan di wê de serbestberdana Ebdullah Ocelan xwestin. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterîyê (ji aliyê komên ciwanan yên cuda) û li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) xwenîşandanek pêkhat. Li Amûdê tenê xwenîşandanek hebû ku ji aliyê komên cuda yên ciwanan ve, di nav de hevrêziya Avahî, hatibûn amade kirin. Alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî dev ji amadekrina xwenîşandanekê berdan ji ber mûsimê çandinîyê û ji ber imtîhanên bidawîkirinê yên vê sala dibistanê. Li Hisiçayê du xwenîşandanên ji hev cuda hebûn, yek ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) û yek jî ji aliyê komên erebî ve hatibû amade kirin. Li her yekî ji bajarên Dirbêsiyê û Kobaniyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî xwenîşandanek li darxist. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê ne di înê de lê di şemiyê de li dar ketin, li Girkê Legê tenê bi dehan xwenîşander beşdar bûn. Li Efrînê û Serê Kaniyê herwiha li taxên kurdî yên Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin. Li Qamişlo û Dêrikê xwenîşanderan li ser lafîteyan daxwaza serbestberdanan girtiyên siyasî ji zindanên PYD kirin. Endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Dêrikê berî xwenîşandanan Encûmena Niştimanî ya Kurdî, di serî de li kolanên serekî û li nava bajêr gelek nuqteyên kontrolê danîn û erebe teftîş kirin. Li Çil Axa,  Tirbesipiyê, Efrînê û li Serê Kaniyê herwiha li taxên kurdî yên Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê gulana (Mai) 2013ê - Hemû heftê û şeş endamên Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya ku sekreterê wê Ebdulhekîm Beşare, ku ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hatibûn girtin dîsa serbest hatin berdan [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê]. Herî dawî di 25ê gulanê de Osman Betal (endamê komîteya herêmî yê Efrînê) herweha Hesen Etê (endamê komîteya herêmî yê Kobaniyê) ji girtîgehê hatin berdan. Seîd Umer, berpirsê nivîsgeha têkiliyên giştî yê el-Partî ji KurdWatch re ragehand: »Hemû girtîyan têkiliyek gelkî hişk dîtin. Ew mecbûr bûn li ser zikên xwe li ser erdê xwe dirêj bikin. YPG û Asayiş ew di dema vepirsînê de bi qîjqîj tehdîd dikirin. Herweha telefonên wan yên destan li destpêkê ji wan hatin standin, lê dûvre li wan hatin vegerandin.«

ShareThis

KURDWATCH, 28ê gulana (Mai) 2013ê - Leşkerê kurd Aras Kemal Hesen (jidayikbûn 1985 li Hisiça) di 15ê hizêran 2011ê di dema bûrandina erkê xwe karê leşkerî li Şamê hat girtin. Birayê wî Cawîdan ji KurdWatch re ragehand: »Mehên destpêka girtina wî me tenê dikarî di hebûna çavdêrekî de wî bibînin, hertim deh deqîqeyan. Ji nêzîkî nîv salê ve me hew karîye em qet seran li wî bidin. Em tenê dizanin ku ew tê tawanbarkirin, ku di dema leşkeriyê de wî li ser xwenîşanderan fîşek ne teqandin.«

ShareThis

KURDWATCH, 26ê gulana (May) 2013ê - Piştî girtina deriyê sînor yê Sê Malka (li rojhilatê Dêrikê) ji aliyê desthilata herêma kurdî li Iraqê (KRG) di 20ê gulana 2013ê de rewş di nav Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û KRG de lihevket. Girtina deriyê sînor, yê ku hatiniyên wê li aliyê sûrî hema hema bi temamî ji PYD re diçûn [agahiyên bêhtir], bersiv bû li ser revandina bi dehan endamên Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar [agahiyên bêhtir]. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD di pey re di 20ê gulanê de xwenîşandaneke leşkerî ji Qamişlo ber bi Dêrikê ve li dar xistin, çekên giran jî di xwenîşandanê de hatin nîşandan herweha wan hebûna xwe ya leşkerî li aliyê sûrî yê sînor xurt kirin. Di heman rojê de PYD li ser malpera KRG de di bin navê çavkaniyeke bênav de bi rengekî ne direkt hat tawanbarkirin ku ew partiyên kurdî yên dî li Sûriyê paşguh dike û di ber kuştin û revandinan de bepirsiyare. Herweha KRG ragehand ku mumkine ew siyaseta xwe biguhere, eger peymana Hewlêrê [agahiyên bêhtir] di bêhtiriya nuqteyên xwe de neyê bicihanîn. Heftê û çar ji heftê û şeş endamên revandî yên el-Partî di 22ê gulanê de serbest hatin berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê gulana (May) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam de ku di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û hêzên desthilatdariyê de pêk tên, di heftiya ji 11 heta 17ê gulana 2013ê de, dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Xwenîşanderan di 17ê gulanê de, ku li seranserî Sûriyê di bin duruşma »Biryara Sûriyê serbixweye [tenê ya Sûriya ye]« de derketin ser kolanan û doza hilweşandina rejîmê kirin. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ti xwenîşandan vê heftiyê jî li darnexistin. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterîyê (ji aliyê komên ciwanan yên cuda) û li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) xwenîşandanek pêkhat. Li Amûdê tenê xwenîşandanek hebû ku ji aliyê komên cuda yên ciwanan ve, di nav de hevrêziya Avahî, hatibûn amade kirin. Alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî dev ji amadekrina xwenîşandanekê berdan ji ber mûsimê çandinîyê û ji ber imtîhanên bidawîkirinê yên vê sala dibistanê. Li Hisiçayê du xwenîşandanên ji hev cuda hebûn, yek ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) û yek jî ji aliyê komên erebî ve hatibû amade kirin. Li her yekî ji bajarên Dirbêsiyê û Kobaniyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî xwenîşandanek li darxist, di dema ku li  Çil Axa û Tirbesipîyê jî ji ber mûsim û imtîhanên bidawîkirinê ti xwenîşandan li dar neketin. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê ne di înê de lê di şemiyê de li dar ketin, li Girkê Legê tenê bi dehan xwenîşander beşdar bûn. Li Efrînê û Serê Kaniyê herwiha li taxên kurdî yên Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin. Li Qamişlo û Dêrikê xwenîşanderan li ser lafîteyan daxwaza serbestberdanan girtiyên siyasî ji zindanên PYD kirin.

 

ShareThis

KURDWATCH, 23ê gulana (Mai) 2013ê - Di 19ê gulana 2013ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi tevayî heftê û şeş endamên Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar li cihên cuda revandin. Bêhtirê wan ji perwerdekirina kadroyan li Kurdistana Iraqê li ser rêya vegerê bûn. Ebdulhekîm Beşar ji KurdWatch re ragehand: »YPG bi karê rêjîmê radibe. Ew mîna ewlekariya dewletê, ya leşkerî û ya siyasî tevdigere.« Li ser pirsa bê Kadroyan li Kurdistana Iraqê çi dikirin, wî bersiv da: »PYD nikare ji me re bêje em bi çi rengî çalakbin. ev tenê karê me ye, ne yê PYD, ka kadroyên me li Kurdistana Iraqê çi dikin.« PYD ji aliyê xwe de ragehandiye ku, endamên el-PArtî hatine girtin ji ber ku wan sînor bi qaçaxî bûrandine. Ewê bên berdan, gava ti doz li dijî wan tinebin. Li gor agahiyên endamekî bilind yê Partiya Demokrat a Kurdistanyê (PDK)  hikûmeta herîmî ya kurdî (KRG) wekû bersiv li ser revandinan; deriyê sînor yê Sê Malka (li rojhilatê Dêrikê) girt.

ShareThis

KURDWATCH, 22ê gulana (Mai) 2013ê - Ebdulhekîm Beşar, sekreterê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî), ji KurdWatch re raporên medyayê piştrast kirin, ku li gor wan her çar partiyên Yekîtiya Siyasî ya Demokrat ya Kurdî - Sûriye [agahiyên bêhtir li ser Yekîtiyê] helkirina partiyên xwe û sazkirina partiyek nû plan dikin: »Erê,  me biryar standiye. Emê komîteyekê saz bikin, ya ku yekbûnê amade bike. Lê ev ne karê du heftyane. Em di hemû waran de gelekî nêzîkî hevin, lê divê em bi aramî li prosesê binerin, ji boku  yekbûn xira nebe.«

ShareThis

KURDWATCH, 22ê gulana (Mai) 2013ê - Di 18ê gulana 2013ê endamên Asayişê,Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) xwendekarê yasayê Şêrko Ebdulrezaq Xelîl (jidayikbûn 1992 li Serê Kaniyê) revandin. Sedem nediyarin. Çalakvanekî ji KurdWatch re diyarkir: »Malbata Şêrko tê tawanbarkirin, bi deyndariya nêzîkî not hezar lîreyên sûrî. Loma dawek hat hildan. Lê min bawere, ku ti berjewendiya PYD ji vê yekê nîne, kesekî ji ber perekî wisa kêm nakeve zindanê de. Min bawere, sedemên girtinê ewe ku mirovekî nêzîkî Şêrko çalakvanekî Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) bû.«

ShareThis

KURDWATCH, 22ê gulana (Mai) 2013ê - Di 16ê gulana 2012ê de endamên Asayiş, hêzên ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD)  Kadşîn Xelef Siracadîn (jidayikbûn 1988 li Qamişlo) revandin. Di vîdyoyeke weşandî de bavê ciwanê xwendekar û endamê ketîbeya Şêx Maşûqê Xeznewî ya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ragehand ku Asayişê gotiye ku, xwedêgiravî, lêpirsîn derbarê kurê wî de heye, lê bêyî ku sedema wê lêpirsînê bibêjin. Wî serbestberdana yekser ya kurê xwe xwest.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê gulana (May) 2013ê - Di 13ê gulana 2013ê de endamên Asayişê, yên Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Tel Marûfê (bîst kîlometr li başûrê rojhilatê Qamişlo) Serdar Qerê endamê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê revandin. Sedemên revandinê li gor ragehandineke Yekîtî çalakvaniya leşkerî ya Qerê bû ji bo partiyê, ya ku li herêmên kurdî çend ketîbeyên wê yên leşkerî hene. Her ketîbeyek bi dehan şervanên wê hene.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê gulana 2013ê - Di 24ê gulana 2013ê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Mihemed Salih Mihemed Seîd, endamê ketîbeya Şêx Maşûqê Xeznewî ya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê serbest berdan. Mihemed Seîd di 17ê nîsanê de bi şeş şervanên dî re yên ketîbeyê ji aliyê PYG ve hatibû revandin. Şervanên dî hîna di nav destê YPG de ne. Endamekî ketîbeya Şêx Maşûqê Xeznewî ji KurdWatch re ragehand ku Mihemed Seîd ji aliyê YPG ve hatibû işkence kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 17ê gulana (May) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam de ku di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û hêzên desthilatdariyê de pêk tên, di heftiya ji 4 heta 10ê gulana 2013ê de, dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Xwenîşanderan di 10ê gulanê de, ku li seranserî Sûriyê di bin duruşma »Banyas, qirkirina taifî di bin parastina navnetewî de« de derketin ser kolanan û doza hilweşandina rejîmê kirin. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ti xwenîşandan vê heftiyê jî li darnexistin. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterîyê (ji aliyê komên ciwanan yên cuda) û li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) xwenîşandanek pêkhat. Li Amûdê tenê xwenîşandanek hebû ku ji aliyê komên cuda yên ciwanan ve, di nav de hevrêziya Avahî, hatibûn amade kirin. Alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî dev ji amadekrina xwenîşandanekê berdan ji ber mûsimê çandinîyê û ji ber imtîhanên bidawîkirinê yên vê sala dibistanê. Li Hisiçayê du xwenîşandanên ji hev cuda hebûn, yek ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) û yek jî ji aliyê komên erebî ve hatibû amade kirin. Li her yekî ji bajarên Dirbêsiyê, Kobaniyê, Çil Axa û Tirbesipîyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî xwenîşandanek li darxist. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê ne di înê de lê di şemiyê de li dar ketin. Li Efrînê û Serê Kaniyê herwiha li taxên kurdî yên Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin. Bi giştî hejmara xwenîşandanan li herêmên kurdî ber bi kêmbûnê ve diçe.

ShareThis

KURDWATCH, 14ê gulana (Mai) 2013ê - Di 6ê gulana 2013ê de endamên Asayişê, yên Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li ser derîyê sînor yê Sê Malka, li rojhilatê Dêrikê, basa siyasetmedarên rêber yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî, rawestandin. Bas li ser rêya vegerê bû ji hevdîtinekê bi serok Barzanî re li Erlbîlê [agahiyên bêhtir]. Siyasetmedar mecbûr bûn ji erebeyê dakevin, berî ku ew bê teftîşkirin. Ibrahîm Biro, sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, rûdan piştrast kir. Biro ji PYD xwest ku ew lêborîna xwe bixwaze. Li aliyekî din endamên Asayişê diyarkiribûn, ku ew li gor fermanan kar dikin.

ShareThis

KURDWATCH, 14ê gulana (Mai) 2013ê - Di 1ê gulana 2013ê de Kamîran Hec Ebdo, endamê komîteya rêber yê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtiîya Demokrat), di ragehandinekê de sekreterê partiyê, Mihyedîn Şêx Alî, herweha komîteya rêvebir tawanbar kir, ku wan bernameya siyasî ya kongireyê dawî yê partiyê [agahiyên bêhtir] guhertibin. Di ragehandina dawî de, ya ku ew bi xwe jî hevpar bû di amadekirina wê de, daxwaza herifandina rêjîmê kiribû. Lê di nivîsa weşandî de tenê bidawîkirina desthilatdariya rêjîma ewlekarî tê axavtin. Ji ber vê yekê û ji ber nerînên cuda yên din komekê ji endamên Yekîtiya Demokrat li destpêka gulanê vekişandina xwe ji partiyê ragehandin. Endamekî Yekîtiya Demokrat ji KurdWatch re ragehand: »Armancên Alî, ji bo kontrolkirina partiyê, di kongireyê dawî de hatin xuyakirin. Endamên çend navçeyên partiyê daxwaza lidarxistina kongireyekî taybet kirin. Alî nabe ku xwe bi  asanî di ser daxwazên endamên partiyê re bibîne.«

ShareThis

KURDWATCH, 12ê gulana (Mai) 2013ê - Ji 28ê nîsan heta 6ê gulana 2013ê serok Mesûd Barzanî rêberên partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî herweha nûnerên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) vexwendî Erbîlê kirin, ji bo ku bi wan re li ser çareserkirina astengiyên di nav Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistanê biaxive. Lê nûnerên PYD herweha yên Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê, ya ku bi nêzîkahiya ji PYD tê bergumankirin, tev li hevdîtinê nebûn. Di ragehandinekê de Partiya Pêşverû sedemên dûrmayîna xwe wisa şirovekir, ku hevdîtinên wiha pir caran bê encam diman. Herweha gereke Encûmena Niştimanî ya Kurdî li destpêkê astengiyên xwe çareser bike. PYD ya ku hevdîtina bi nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî re red kir, ji ber ew »ne parçeyek ji astengiyane«, nerîna xwe ku mîna ya partiya Pêşverû ye nîşanda. Herweha PYD ragehand, ku ew dê bi nûnerên Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ya Mustefa Cuma li ser maseyekê ne rûne, ji ber ku ew di kuştina Kurdan de beşdare. Dûr ji vê yekê wan çend nûnerên xwe rêkirin Kurdistana Iraqê, ji bo serok Barzanî bi tenê bibînin.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê gulana (May) 2013ê - Di nav 26ê nîsan û 3ê gulana 2013ê de li Tel Temrê (sih û hef kîlometr li başûrê Serê Kaniyê) çend caran teqîna fîşekan di nav şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û endamên çekdar yên eşîra erebî ya Şerabiyan de [agahiyên bêhtir] pêk hat. Herweha di 27ê nîsanê de li ser nuqteyeke kontrolê ya Şerabian li hawîrdorê Tel Temrê ji kêmayî çar Kurd hatin girtin, lê ew piştî çend rojan hatin berdan. Li gor agahiyên YPG komên islamî jî, di nav wan de Cebhet El-Nusra, li aliyê Şerabiyan şer dikirin. Di ragehandinekê de YPG da xuyakirin, ku çar endamên wê hatine kuştin herweha sih û pênc şervanên aliyê dî. Ji bilî vê yekê şervanekî ji Saûdî ya Erebî, yek ji Ewropa herweha sê Kurdên ji Kerkûkê, yên ku li aliyê Şerabiyan şer dikirin, ji aliyê PYD ve hatine girtin.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê gulana (May) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam de ku di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û hêzên desthilatdariyê de pêk tên, di heftiya ji 27ê nîsanê heta 3ê gulana 2013ê de, dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Xwenîşanderan di 3ê gulanê de, ku li seranserî Sûriyê di bin duruşma »Xêzên we yên sor sûriyan dikujin« de derketin ser kolanan, doza hilweşandina rejîmê kirin. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ti xwenîşandan vê heftiyê li darnexistin. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterîyê (ji aliyê komên ciwanan yên cuda) û li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) xwenîşandanek pêkhat. Li Amûdê du xwenîşandanên ji hev cuda hebûn ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî,û ji aliyê komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê jî du xwenîşandanên ji hev cuda hebûn, yek ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) û yek jî ji aliyê komên erebî ve hatibû amade kirin. Li her yekî ji bajarên Dirbêsiyê, Kobaniyê, Çil Axa û Tirbesipîyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî xwenîşandanek li darxist. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê ne di înê de lê di şemiyê de li dar ketin. Li Efrînê û Serê Kaniyê herwiha li taxên kurdî yên Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê gulana (May) 2013ê - Di 24ê nîsana 2013e de çalakvan û rojnamevan Şiyar Xelîl (jidayikbûn 1985 li Efrînê), endamê Yekîtiya Rojnamevanên Kurd, li qehweyeke Şamê bi heft rojnamevanên dî re yên sûrî hat girtin. Ta niha ne xuyaye kîjan dezgeha muxaberatan di ber girtina wî de berpirsiyare.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê gulana (May) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam de ku di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û hêzên desthilatdariyê de pêk tên, di heftiya ji 20 heta 26ê nîsana 2013ê de, dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Xwenîşanderan di 26ê nîsanê de, ku li seranserî Sûriyê di bin duruşma parastina bêhtiriyê« de derketin ser kolanan, doza hilweşandina rejîmê kirin. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ti xwenîşandan li darnexistin, lê tenê şîniyên binaxkirina şervanên kuştî yên YPG [agahiyên bêhtir] û PKK li li Qamişlo, Amûdê û Dirbêsiyê di bin duruşma »Emê kuştara Şêx Meqsûd jibîr nekin« lidarxistin. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterîyê (ji aliyê komên ciwanan yên cuda) û li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) xwenîşandanek pêkhat. Li Amûdê du xwenîşandanên ji hev cuda hebûn ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî,û ji aliyê komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê jî du xwenîşandanên ji hev cuda hebûn, yek ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) û yek jî ji aliyê komên erebî ve hatibû amade kirin. Li her yekî ji bajarên Dirbêsiyê, Kobaniyê, Çil Axa û Tirbesipîyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî xwenîşandanek li darxist. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê ne di înê de lê di şemiyê de li dar ketin. Li Efrînê û Serê Kaniyê herwiha li taxên kurdî yên Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 2. gulana (May) 2013 – Di 25ê nîsana 2013ê de Mustefa Ferhan (jidayikbûn 1970 li Serê Kaniyê, zewicî, çar zarok), endamekî rêber yê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê ya Mihemed Musa, li ser rêya di navbera Tel Temr û Serê Kaniyê de hat revandin. Di ragehandinekê de partiya çep endamên çekdar yên eşîra erebî ya Şerabiyanwekr berpirsê revandinê bi navkirin. Di heman rojê de li Tel Temrê teqîna fîşekan di nav Şerabiyan û çekdarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) [agahiyên bêhtir] çêbûn. Ferhan piştî rojekê ji revandinê hat berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 2. gulana 2013 – Di 25ê nîsana 2013ê de li nuqteyeke kontrolê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Tel Temrê (37 kîlometr li başûrê Serê Kaniyê) teqîna fîşekan di nav YPG û endamên çekdar yên eşîra erebî ya Şerabiyan de çêbû. Di encamê de ji kêmayî endamekî YPG û heft endamên Şerabiyan, di nav wan de jinek, hatin kuştin.

ShareThis

KURDWATCH, 1. gulana 2013 – Di 26ê nîsana 2013ê de Asayişê, dezgeha ewlekariyê ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) kaxezin li Qamişloyê belavkirin, ku di wan de ji dezgehên civaka sivîl tê xwestin ku hemû xwenîşandanan li cem Asayişê qeyd bikin [agahiyên bêhtir]. Tenê xwenîşandanên înê ne di nav de ne. Di belavokan de hatiye nivîsîn ku  yê li gor vê fermanê tevnegere dê li gor yasayan bê cezakirin. Ne xuyaye, eger li vir mebest yasayên sûrî yan jî yasayên PYD ne.

ShareThis

KURDWATCH, 1. gulana (Mai) 2013ê – Di nîvê nîsana 2013ê de hikûmeta herêmî ya kurdî li Iraqê destpê kir li deriyê sînor yê  Sê Malka, li rojhilatê Dêrikê, pireke demî li ser Dicle ava bike. Avakirina pirê ji bo çûnûhatinê di nav deverên kurdî yên Sûriyê û yên Iraqê de xurttir bike û gereke bi taybetî birin û anîna pirtal û firaxan asan bike. Ta niha kes û firax bi qeyikan herweha bi werîsekî daleqandî bi ser çemê sînor re dihatin barkirin. Aliyê sûrî yê deriyê sînor fermî ji aliyê Desteya Kurdî ya bilind ve tê kontrolkirin. Pereyên derbaskirinê gereke di nav Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistanê de bên belav kirin. Lê di praktîkê de ev tişt hîn çênebûye. »Heta niha gereke nêzîkî sed hezar dolar pereyên derbaskirinê li deriyê sînorê ber bi Kurdistana Iraqê ve hatibin«, wisa berpirsekî aborî yê Desteya Kurdî ya bilind ragehand. »Li gor zanîna min Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji van peran tiştek wernegirtiye, herweha hin pereyên kêm çûne ji hin partiyan re. PYD tevaya hatinan kontrol dike.«

ShareThis

KURDWATCH, 29ê nîsana (April) 2013 – Piştî bi dehên salan ji cezayên li dijî zimanê kurdî li dibistan, zanîngeh û îdareyan desthilata sûrî biryar stand, di pêşerojê de çanda kurdî li zanîngehên sûrî bide fêrkirin. Di 18ê nîsana 2013ê de serokkomar Beşar el-Essed di hevpeyvînekê de ragehand ku, daxwaz heye ev şax li kolêjên çandî yên welêt bê destpê kirin. Zanîngeha Şamê reklamek belavkiriye, li gor wê du mamosta tên xwestin ji bo xebata di wî warî de.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê nîsana (April) 2013 – Desteya Kurdî ya bilind li çend bajarên kurdî destpê kir armeyên hejmarên erebeyan yên sûrî bi armeyên taybet ji bo deverên kurdî çêkirî biguhere. Li ser van armeyan navên kurdî yên bajaran bi tîpên erebî û yên latînî hatine nivîsîn. Herweha kurtenivîsên SYR ji bo Sûriyê û RK ji bo Rojavayê Kurdistanê hatine nivîsîn.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê nîsana (April) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam de di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û hêzên desthilatdariyê de, di heftiya ji 13 heta 19ê nîsana 2013ê de, dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Xwenîşanderan di 19ê nîsanê de, ku li seranserî Sûriyê di bin duruşma »Îran û Hizbûlah, hunê bi Esed re derbidin« de derketin ser kolanan, doza hilweşandina rejîmê kirin. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tenê xwenîşandanek li Qamişli lidarxistin, di bin duruşma »Emê kuştara Şêx Meqsûd jibîr nekin«. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterîyê (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin) û li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) xwenîşandanek hebû. Herweha Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê ya Rêzan Barî Şêxmûs li dijî siyaseta PYD protesto kir. Wê ew tawanbarkir bi bêdenengkirina zordar ya kesên xwedî nerîna cuda. Li Amûdê du xwenîşandanên ji hev cuda hebûn ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî,û ji aliyê komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê du xwenîşandanên ji hev cuda hebûn,yek ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û yek jî ji aliyê komên erebî ve hatibû amade kirin. Li her yekî ji bajarên Dirbêsiyê, Kobaniyê, Çil Axa û Tirbesipîyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî xwenîşandanek li darxist. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê ne di înê de lê di şemiyê de li dar ketin. Li Efrîn û ê Kaniyê herwiha li taxên kurdî yên Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê nîsana 2013ê - Di 20ê nîsana 2013ê de hêzên rêjîmê hewldan  ku dîsa taxa kurdî ya Helebê Eşrefiyê bikin bin destê xwe. Şervanên Lîwaya Eniya Kurdî ya Artêşa Azad ya Sûriyê karîn bergiriya cihên xwe di taxê de bikin. Herweha di 21 û 22ê nîsanê de hin caran gulebarîn hebû. Li gor agahiyên Lîwaya Eniya Kurdî ji kêmayî pênc leşkerên artêşa Sûrî di pevçûnan de hatin kuştin.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê nîsana 2013ê - Di 17ê nîsana 2013ê de çekdarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Bengîn Ehmed,ku  endamê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtiî ya Demokrat) ye, ji mala wî li Girbawî, bîst kîlometr li rojhilatî Serê Kaniyê revandin. Koma navçeya Qamişlo ya Yekîtiya Demokrat di ragehandinekê de revandina ji aliyê YPG ve şermezar kir û ji PYD daxwazkir ku, kesê revandî serbest berdin. Rêberiya Yekîtiya Demokrat ta niha tiştek ranegehandiye. Di dema ku eva wekû çengê Efrînê tê binavkirin û nêzîkî PYD tê dîtin, koma Qamişlo/Cizîrê bêhtir rexnegira PYD ye.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê nîsana 2013ê - Ji 30ê adarê heta 1ê nîsana  2013ê zêdeyî sed nûnerên ji hundur û derve li nêzîkî Efrînê tevlî kongireyê heftan yê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtî ya Demokrat) bûn. Kongir bi navê Ismaîl Omer, serokê Yekîtiya Demokrat  yê ku di 2010ê de mirî, herweha bi navê Kemal Henan û Şêrzad Elemdar bû,  ku ew jî du endamên ku di dema şoreşa sûrî de hatibûn kuştin. Kesên kombûyî siyaseta partîyê ya heyî herweha nuqteyên jêrîn pejirandin:
- Parastina yekîtiya Kurdan û aştiyê di nav gel de.
- Xurtkirina rola partiyê di hemû herêman de.
- Azadiya jinê bingehê pêşketina civakî ye.
Wekû sekreter dîsa Mihyedîn Şêx Alî û Mustefa Meşayix jî wek cîgirê wî hatin hilbijartin. Herweha nivîsgeheke siyasî ji neh kesan hate hilbijartin û komîteyeke rêberiyê ji deh kesan, herweha ev cara yekê bû ku jinek bighê nivîsgeha siyasî, ev jin Fesla Yûsif e. Cihê serokatiyê, yê ku ji dema mirina Ismaîl Omer 2010ê vala ye, nehat dagirtin. Ehmed Çeto, endamê nûhilbijartî yê nivîsgeha siyasî ji KurdWatch re ragehand »Me berî kongir bi çend heftiyan komîteyeke yasayî ya amadekar saz kir. Yek ji pêşniyarên komîteyê ew bû ku cihê serokatiyê bê tinekirin. Pêşniyar hat pejirand.«Sîstema »Durêberiyê« ya ji serok û sekreter hatibû çêkirin ji bo rê li ber parçebûna partiya ku ji du baskan hatiye avakirin bê girtin: Wisa ji mafê baskê Qamişlo/Cizîrê bi rêberiya Ismaîl Omer herweha ji mafê baskê Efrînê bi rêberiya Mihyedîn Şêx Alî bû cihekî bigrin û wisa karîn bêjin ku ew rêberê partiyê ne. Pişî mirina Umer cihê wî ma vala, ji ber ku tirs hebû ku girtina cih bibe sedema pirsgirêk yan parçebûna partiyê. Alî, yê ku endamê komîteya yasayî ya amadekariya kongir bû, tê tawanbarkirin, ku ew bi tinekirina cihê serok û hilbijartina xwe ya nû dixwaze baskê Qamişlo/Cizîrê yê partiyê bê hêz kirbe.  Dîsahilbijartina wî tenê bi cih hat, ji ber kongir li Efrînê li dar ket, lê di rastiyê de alîgirên wî kêmtirin ji yên baskê Qamişlo/Cizîrê. Herweha ev bask wî tawanbar dike ku bi salane ew bi rêjîmê re dide û distîne û ji destpêkirina şoreşê de di praktîkê de siyaseta Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bicih tîne.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê nîsana 2013ê - Di 11ê nîsana 2013ê de sekreterê Partiya Wekhevî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê Ezîz Dawûd, piştî nexweşiyeke giran mir. Dawûd partiya wekhevî sala 1992ê damezrandibû û ji hingî ve sekretêrê wê bû.

ShareThis

KURDWATCH, 19ê nîsana (April) 2013ê - Ji 29ê adara 2013ê ve pevçûnên li taxa helebî Şêx Meqsûd berdewam dibin [agahiyên bêhtir].  Tarik ji aliyê hêzên rêjîmê ve bi berdewamî bi mûşekan tê bombebarankirin. Li gor agahiyên çapemeniyê ta niha zêdeyî çil kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Enîya şer pehn dibe di navbera rêjîmê de li aliyekî û Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) herweha Lîwaya Eniya Kurdî li aliyekî dî. Lîwaya Eniya Kurdî dibe ku ji aliyê Desteya Kurdî ya bilind - desteya hevbeş ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Encumena Gelê Rojavayê Kurdistan -  ve hatibe sazkirin. Li ser vidyoyeke damezrandinê ya çileya paşîna 2013ê alên AAS û yên YPG jî tên dîtin. Di vîdyoyên paş wê vîdyoyê re alên PYD nema tên dîtin. Herweha Lîwaya Eniya Kurdî derbasbûna xwe ya bi temamî di AAS de radigihîne. YPG li gor ragihandinê xwe rê li ber derbasbûna hêzên rêjîmê ya Şêx Meqsûdê digrin, weha jî ew li Helebê li aliyê rikebirê şer dikin.

ShareThis

KURDWATCH, 19ê nîsana (April) 2013ê - Di êrîşeke hêzên sûrî yên ezmanî de li ser gundê Tel Hedadê (sih kîlometr li rojavayê Til Koçerê) ji kêmayî çardeh kes hatin kuştin. Êrîş li dijî yekînieyek Artêşa Azad ya Sûriyê bû. Li Tel Hedad û gundên hawîrdorê wê Kurd û Ereb dijîn. Dever ji çend heftiyan ve ji aliyê Artêşa Azad ya Sûriyê tê kontrolkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê nîsana (April) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û hêzên desthilatdariyê de, di heftiya ji 6 heta 12ê nîsana 2013ê de, li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Pevçûn bi giranî li metropola aborî Heleb û li Şama paytext, herwiha li hawîrdora Hums, Idlib û Daraayê hebûn. Xwenîşanderan di 5yê nîsanê de, ku li seranserî Sûriyê di bin duruşma »Sûriye xurtire ji parçebûnê« de derketin ser kolanan, doza hilweşandina rejîmê kirin. Ji ber pevçûnên di nav AAS û artêşa sûrî de [agahiyên bêhtir] li Qamişlo dîsa ti xwenîşandan li darneketin. Li Amûdê sê xwenîşandanên ji hev cuda hebûn ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî, PYD û ji aliyê komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê sê xwenîşandanên ji hev cuda hebûn,yek  ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî, yek ji aliyê PYD û yek jî ji aliyê komên erebî ve hatibû amade kirin. Li her yekî ji bajarên Dirbêsiyê, Kobaniyê, Çil Axa û Tirbesipîyê PYD û Encûmena Niştimanî ya Kurdî xwenîşandanek li darxistin. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê ne di înê de lê di şemiyê de li dar ketin. Li Efrîn û Serê Kaniyê herwiha li taxên kurdî yên Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê nîsana 2013ê - Di 11ê nîsana 2013ê de Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) dest bi tevgerekê kir ji bo bidestxistina bajarê Qamişlo. Ji çend gundên erebî yên di bin destê wê de, nêzîkî deh kîlometran li başûrê Qamişlo, wê mûşekên erd-erd avêtin firokexaneyê. Hêzên rêjîmê jî bi mûşekên erd-erd bersiv dan. Pevçûnan ji kêmayî bîst û çar saetan berdewam kirin. Ji kêmayî du mûşekên AAS nêzîkî du kîlometran li bakurê firokexaneyê di nav xaniyên welatiyan de teqiyan, lê ne kuştî û ne jî birîndar di nav xelkên sivîl de hebûn. Agahiyên girêdayî hejmara qurbaniyan di nav aliyên şer de nînin. Bi hezaran rûniştiyên ku malên wan li hawîrdorê firokexaneyêne dev ji xaniyên xwe berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 17ê nîsana (April) 2013ê - Di 6ê nîsana 2013ê de endamê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar, Elî Sîdo Ebdo (jidayikbûn 1978 li Raco, zewicî, bê zarok), li nêzîkî kolaneke gundan li Raco kuştî hat dîtin. Şopên birînan herweha yên fîşekan di serê wî de hebûn. Ebdo ji 4ê nîsana 2013ê ve winda bû. Mihemed Salih Xelîl, endamê nivîsgeha siyasî ya El-Partî ji KurdWatch re ragehand: »YPG çend caran li dijî Ebdo gef xwaribûn, lê ez nikarim bêjim ku YPG ew kuştiye. Ji bo tawaneke wisa divê isbatên berbiçav di destê mirov de hebin. Lê YPG û PYD berî niha çend caran gef li dijî endamên partiya me xwarine, yan jî ew revandine, berî çend rojan wan endamekî partiya me kuştin jî« [agahiyên dî girêdayî mijarê]

ShareThis

KURDWATCH, 17ê nîsana (April) 2013ê - Medyayên nêzîkî rêjîmê hin ragihandin li ser planên hikûmetê belav kirin, ku li gor wan hejmara parêzgehên sûrî ji çardehan ê zêde bibe û bibe hivdeh. Li gor van agahiyan parêzgehên Hisiça, Heleb û Hums ê bên parçekirin. Bajarê Qamişlo û hawîrdorê wî jî gereke bibin parêzgeheke nû mîna navçezên hawîrdora Helebê, yên ku ê ji bajarê Helebê bên birîn. Herweha sazkirina pêrêzgehekê li Tedmurê di çola sûrî de jî di planê de ye. Desthilatê ta niha agahiyên fermî derbarî planan dernexistiye. Encama nûsazkirinê dikare du parêzgehên bi piranî kurd bin: parêzgeha Qamişlo, ya ku bajarê bi heman navî û herêmên kurdî yên bakurê rojhilatê Sûriyê yan beşek ji wan têdene, herweha parêzgehek ku bajarên Efrîn û Kobanî di nav dene. Ev herdû bajar beşê mezin ji herêmên hawîrdorê parêzgeha Helebêne. Sedemên nûsazkirinê dibe ku ew be, ku rêjîm dixwaze hin parêzgehan çêbike ku ne di bin destê Artêşa Azad ya Sûrî de bin - Ev yek raste ji bo herdû herêmên kurdî herweha herêma nû ya çolê. Di parêzgeha dawî de hinek astengî derdikevin jolê ku yek jê hejmara rûniştiya ye (kêmî 100.000), herweha di wê parêzgehê de li gor yasaya sûrî ti bajar nînin - bajarek gereke ji kêmayî 50.000 rûniştiyên wê hebin, ew jî rastiyeke ku dibe astengek li ber asazkitrina parêzgeheke nû.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê nîsana (April) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û hêzên desthilatdariyê de, di heftiya ji 30ê adarê heta 5ê nîsana 2013ê de, li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Pevçûn bi giranî li metropola aborî Heleb û li Şama paytext, herwiha li hawîrdora Hums û Daraayê hebûn. Xwenîşanderan di 5ê nîsanê de, ku li seranserî Sûriyê di bin duruşma »Em penaber, şeref û rûmet durumşên me ne« de derketin ser kolanan û doza hilweşandina rejîmê kirin. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tenê xwenîşandanek li Qamişlo li darxistin di bin duruşma»Na ji bo penaberiyê, erê ji bo vegerê«. Li Qamişlo ti xwenîşandan li darneketin. Lê alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li wir şîniyek ji bo sê şervanên YPG li darxistin yên ku berî rojekê hatibûn kuştin [agahiyên girêdayî mijarê]. Li Amûdê û Dirbêsiyê alîgirên PYD tevlî şîniya şervanekî dî yê YPG bûn, yê ku di rûdanekê de jiyan ji dest dabû. Li Şam û Reqayê alîgirên PYD rojbûna Ebdula Ocelan pîroz kirin. Li Amûdê du xwenîşandanên ji hev cuda hebûn ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û ya dî ji aliyê komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê du xwenîşandanên ji hev cuda hebûn, yek ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û yek jî ji aliyê komên erebî ve hatibû amade kirin. Li her yekî ji bajarên Dirbêsiyê, Kobaniyê, Çil Axa û Tirbesipîyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî xwenîşandanek li darxist. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê ne di înê de lê di şemiyê de li dar ketin. Li Efrîn û Serê Kaniyê herwiha li taxên kurdî yên Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê nîsana (April) 2013ê - Di 4ê nîsana 2013ê de endamên çekdar yên eşîra Tey  ya erebî ku alîgira rêjîmê dest danîn ser aşekî li Qenat Swês, taxeke kurdî li Qamişliyê. Wan dev ji aşî berdan gava şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ew dorpêçkirin. Piştî demeke kin Teyan bi piştgiria rêjîma sûrî nuqteyeke kontrolê danîn li ser girovera rê ya ku tevgera wê geleke. Ew girovera ku rêya firokexaneyê ji wê derdiçe ji mehan ve hatibû girtin. Yekîneyeke YPG ya ku di nuqteya kontrolê de bûrî li gor agahiyeke YPG li wir hate gulebarankirin û di encamê de sê şervanên YPG hatin kuştin. YPGê li gor agahiyeke xwe êrîşî çend nuqteyên kontrolê yên rêjîmê li Qamişlo kirin, şeş leşker hatin kuştin û çend kes hatin girtin. Endamên YPG yên kuştî di 5ê nîsanê de li Qamişlo hatin veşartin. Di heman rojê de çekdarên eşîra Tey êrîşî birêvebiriya enbarên genim li Qenat Swêsê kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 11ê nîsana (April) 2013ê - Di 29ê adara 2013ê de Artêşa Azad ya Sûriyê, di nav de çend yekîneyên kurdî jî, êrîşî cihên hêzên rêjîmê li taxa kurdî ya Helebê Şêx Meqsûd kirin. Di pey re artêşa sûrî ew tarik bi mûşekên erd-erd bombebarankir. Di encamê de ji kêmayî deh kesên sivîl ku di nav wan de du zarok bû jiyana xwe ji dest dan. Pevçûnan di rojên di pey re de jî berdewam kirin. Gelek mirov ber bi aliyê Efrîn û Kobaniyê ve reviyan, ewan li wir xwe li mirovên xwe yan li avahiyên hikûmî girtin. 

ShareThis

KURDWATCH, 8ê nîsana (April) 2013ê - Di 29 û 30ê adara 2013ê de bi tevayî 246 nûner, ji wan nêzîkî deh ji sedî jin, ji hundur û derve beşdarî kongireyê 7an yê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê li Amûdê bûn. Weku sekreterê giştî Ibrahîm Biro, cîgirê wî Hesen Slih, hatin hilbijartin. Herweha nûneran nivîsgeheke siyasî ya nû ji sêzdeh kesan hilbijart. Di demeke nêzîk de gereke sê kesên dî li nivîsgeha siyasî ji Kobanî, Heleb û Efrînê bên zêdekirin. Endamên partiyê yên van bajaran ji ber sedemên ewlekariyê nikarîbûn werin Amûdê û beşdarî kongirê bibin. Rêxistinên her cihekî lewra ê nûnerên xwe yên nivîsgeha siyasî di hilbijartineke paşxistî de destnîşan bikin. Kongir navê Tehsîn Xêrî Memo, endamekî partiyê yê ku di girtîgehê de hatibû kuştin [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê], hilgirtibû. Kongir siyaseta Yekîtîyê dupat kir û piştgiriya van xalên jêrîn kir:
- Herifandina rêjîma diktatorî û bicihanîna armancên şoreşa sûrî: azadî û rûmet.
- Sazkirina Sûriyeke demokrat, federal, pirreng û sekuler.
- Azadî ji hemû girtiyên siyasî yên ji aliyê desthilatê ve hatine girtin.
Yekîtî partiya kurdî ya sûrî ya tenhaye, ku pênc caran di pey hev re rêberekî partiyê yê nû hilbijart, bê ku ji ber vê yekê partî parçe bibe.

 

ShareThis

KURDWATCH, 7ê nîsana (April) 2013ê - di 27ê adara 2013ê de alîgirên Yekîtiya Siyasî ya Demokrat ya Kurdî - Sûrî kombûnek li ber şirketa elektrîkê li Amûdê li darxistin. Wan li dijî pirbûna qutkirina elektrîkê protesto kirin. Protesto li dijî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bûn, a ku şirketên elektrîkê û avê kontrol dikin. Beşdarekî kombûnê ji KurdWatch re ragehand: »Hîn saatek me çênebûbû li wî cihî, gava endamên YPG [mîlîşyên çekdar yên PYD] hatin û ji me xwestin ku em kombûnê bi dawî bikin. Gava me protesto berdewam kir, wan ber bi ezmanan ve gule barandin. Ciwanên me ew yek qebûl nekirin, me bi keviran avêt YPG.  Di pey re YPG yekser bi aliyê me de teqand. Sê beşdarên kombûna me birîndar bûn. Li aliyê din« Endamekî PYD ji KurdWatch re ragehand: »Karkerên şirketa elektrîkê çi dikarin bikin ji bo kêmbûna elektrîkê? Elektrîk ji Hisiça û deverên din dikeve tevna elektrîkê, alîgirên me jî li Amûdê bê elektrîkin. Xwenîşander ne aştiyane bûn. Hin kes çekdar bûn, wan bi ser endmaên YPG de qule teqandin. Kevir avêtin heta bi nivîsgeha partiyê ya PYD jî, herweha avêtin navenda Heyva Sor ya Kurdî jî«.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê nîsana (April) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û hêzên desthilatdariyê de, di heftiya ji 23 heta 29ê adara 2013ê de, li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Pevçûn bi giranî li metropola aborî Heleb û li Şama paytext, herwiha li hawîrdora Hums û Daraayê hebûn. Xwenîşanderan di 29yê adarê de, ku li seranserî Sûriyê di bin duruşma » Û mizgîniya xweş bide kesên bi sebr« de derketin ser kolanan, doza hilweşandina rejîmê kirin. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tenê xwenîşandanek li Qamişlo li darxistin di bin duruşma»Na ji bo penaberiyê, erê ji bo vegerê«. Alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) dîsa daxwaza pejirandina mafên Kurdan xwestin, Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterîyê (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin) û li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) xwenîşandanek hebû. Li Amûdê du xwenîşandanên ji hev cuda hebûn ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û ya dî ji aliyê komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê du xwenîşandanên ji hev cuda hebûn, yek ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û yek jî ji aliyê komên erebî ve hatibû amade kirin. Li her yekî ji bajarên Dirbêsiyê, Kobaniyê, Çil Axa û Tirbesipîyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî xwenîşandanek li darxist. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê ne di înê de lê di şemiyê de li dar ketin. Li Efrîn û Serê Kaniyê herwiha li taxên kurdî yên Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 2ê nîsana (April) 2013ê - Di 14ê adara 2013ê de şervanên Hêzên Têwerdanê yên Kurdî, yekîneyeke çekdar di bin rêberiya Mesûd Hesen de (endamê Partiya Demokrat a Kurd – Sûriye ya Lezgîn Mehmûd Fexrî), li ser nuqteyeke konrolê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Hisiça nepejirandin dev ji çekên xwe berdin. Gava YPG ji bo bêçekkirinê bi israr bûn, herdû aliyan fîşek teqandin, di encamê de şervanên Hêzên Têwerdanê sê endamên YPG revandin. Piştî ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî navberîtî kir şervanên YPG di 15ê adarê de hatin berdan. Lezgîn Fexrî ji KurdWatch re ragehand: »YPG Hesen piştî serbestberdana endamên wê xwest ji bo hevaxavtinan, ji bo ku şaştêgihiştinê bidawî bikin û rewşê vegerînin wek berê. Lê gava ew giha cem YPG ew jî hat girtin. Dibe ku Hesen şaşiyek kiribe, gava wî endamên YPG revandin, lê mafê YPG nîne wî bê çek bike. Têkilî di nav YPG û Hesen de baş bû. Hesen û hêzên wî taxên kurdî li Hisiça bi rengekî gelkî çalak li dijî rêjîmê diparastin.« Hêzên Têwerdanê yên Kurdî ne girêdayî partiyane, gelek şervanên wê ne endam yan alîgirên Partiya Demokrat a Kurd – Sûriye ya Lezgîn Mehmûd Fexrî ne.

ShareThis

KURDWATCH, 1ê nîsana (April) 2013ê - Piştî ku Yekîneyên Artêşa Azad ya Sûrî (AAS) bajarokê ku piranî Ereb lê dijîn Tel Brak (çil kîlometr li başûrê Qamişlo) herweha çend gundên hawîrdor kirin bin destê xwe de, di 14ê adara 2013ê de hêzên bejî yên artêşa sûrî, bi piştgiriya hêzên ezmanî û mûşekên erd-erd derbasî bajarokî bûn. Di 15ê adarê de yekîneyên AAS karîn dîsa bajarokî bikin bin destên xwe de. Bi dehan endamên artêşê di pevçûnan de jiyana xwe  ji dest dan.

ShareThis

KURDWATCH, 1ê nîsana (April) 2013ê - Enes Ebdulhekîm el-Husênî (jidayikbûn 1983 li Qamişlo), Yasir Hisên Kuremî (jidayikbûn 1979 li Kobanîyê, endamê Hevbendiya Sewa) û Ebdurehman Ebdela el-Husênî (jidayikbûn 1983 li Qamişo) di 31ê çileya pêşîna 2012ê de ji aliyê endamên Ewlekariya Dewletê li Şamê hatin gritin. Enes el-Husênî karmendek bû di şirketeke paqijkirinê de, ya ku bi taybetî li avahiyên dewletê (di nav de avahiyên hestdar mîna wezareta derve û qesra komarî) dixebitî. Herdû girtîyên dî di heman şirketê de karker bûn. Di 2ê adara 2013ê de kenalên televizyonê yên sûrî hevpeyvînek bi Enes el-Husênî re weşandin, ya ku ew di wê de mukir tê, ku wî kuştina serokê sûrî plan kiriye. Ta niha endamên malbatê û parêzvanan nikarîne herin cem girtiyan û ne diyare bê ew girtî li jiyanê ne yan na.

ShareThis

KURDWATCH, 31ê adara (March) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û hêzên desthilatdariyê de, di heftiya ji 16 heta 22ê adara 2013ê de, li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Pevçûn bi giranî li metropola aborî Heleb û li Şama paytext, herwiha li hawîrdora Hums û Daraa hebûn. Xwenîşanderan di 22yê adarê de, ku li seranserî Sûriyê di bin duruşma »Çekên we yên kîmyayî nikarin belavbûna azadiyê rawestînin« de derketin ser kolanan, doza hilweşandina rejîmê kirin. Alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) dîsa daxwaza pejirandina mafên Kurdan xwestin, lê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ti protesto li darnexist.Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterîyê (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin) û li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) xwenîşandanek hebû. Li Amûdê du xwenîşandanên ji hev cuda hebûn ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û ya dî ji aliyê komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê du xwenîşandanên ji hev cuda hebûn, yek ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û yek jî ji aliyê komên erebî ve hatibû amade kirin. Li her yekî ji bajarên Dirbêsiyê, Kobaniyê, Çil Axa û Tirbesipî Encûmena Niştimanî ya Kurdî xwenîşandanek li darxist. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê  ne di înê de lê di şemiyê de li dar ketin. Li Efrîn û Serê Kaniyê herwiha li taxên kurdî yên Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê adara (March) 2013ê - Di 19ê adara 2013ê de Hevbendiya Niştîmanî li Istanbûlê Xessan Hîo (jidayikbûn 1963 li Şamê) wekû serokê yekê yê hikûmeta rikeberiya sûrî hilbijart. Hîto, ne wekû ku çavlirê bû, bi piraniyeke sivik hate hilbijartin. Sih û pênc ji pêncî û sê nûnerên amadebûyî deng dan wî, di nav wan de komika Biraderên Misilman (Ixwan El Muslimîn). Neh nûneran ji bo protestkirinê dev ji rûniştinê berdan, ji ber ku wan destnîşankirineke lihevkirî hêvî dikirin. Di heftiyên bên de gereke hikûmetek bê saz kirin, ya ku navenda wê li herêmên azad yên bakurê Sûriyê be. Hîto ji destpêka şoreşa Sûriyê de berî du salan li dijî rêjîmê çalake. Ew bi koka xwe Kurd e, lê ta niha ji bo pirsa kurdî ew bi rengekî çalak nexebitiye, herweha wî di çapemeniyê de girêdayî wê nerîna xwe helwest nedaye xuyakirin. Berî hilbijartina xwe ew di nav aliyên rikebirê de ne zêde naskirî bû.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê adara (March) 2013ê - Di 21ê adara 2013ê de zêdeyî çil kes di teqîna bombeyekê de li mizgefteke Şamê jiyan ji dest dan, di nav wan de oldarê sunî Mihemed Seîd Remezanê Botî (jidayikbûn 1929). Botî yê ki bi nijada xwe kurd bû, ji dehên salan ve têkiliyên wî yên baş bi malbata Esed ya desthilatdar re hebûn. Ew yek ji kêm suniyên pişgirê rêjîmê bû, yên ku di heman demê de xwedî cihekî berz bû di cîhana islamî de. Nûnerên rêjîmê û yên dijber, yekî yê din di vê êrîşê de gunehbar û sûcdar dît.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê adara (March) 2013ê - Di 19ê adara 2013ê de çekdarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi piştgiriya endamên çekdar yên Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê êrîşî kombûneke Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê li Dêrikê kirin. Kombûn ji bo pîrozkirina cejna Newrozê bû. Çalakvanekî Yekîtî ji KurdWatch re ragehand: »Êrîşkeran xwestin kombûna me qedexe bikin bi behaneya ku me destûr ji Asayişê [hêzên ewlekariyê yên PYD] daxwaz nekiriye. Me got wan, em jî mîna PYD endamin di Desteya Kurdî ya Bilind de û ji bo me ti destûr ji endamin dî ne gereke. Ev qet ne bi dilê wan bû, wan di pey re bi ser serên me re ber bi ezmanan ve gule barandin. Me jî gule barand. Em jî dikarin vê yekê bikin. Dûvre ew çûn.« Dû saetan piştî rûdanê kombûn belav bû.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê adara (March) 2013ê - Di 17ê adara 2013ê de Sultana Elî (jidayikbûn 1968, zewicî) herweha pêçekek li taxa Miftî ya Hisiçayê di teqîna mûşekan de jiyana xwe ji dest dan. Du zarokên dî her yekê destek winda kir. Gelek kesên din sivik birîndar bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê dara (March) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê û hêzên desthilatdariyê de, di heftiya ji 9 heta 15ê adara 2013ê de, li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn. Pevçûn bi giranî li metrepola aborî Heleb û li Şama paytext, herwiha li hawîrdora Hums û Deraayê hebûn. Xwenîşanderan di 15yê adarê de, ku li seranserî Sûriyê di bin dirûşma »Du sal şer û serkeftina şoreşa me xuya dibe« de, û xwenîşandana yekê ya li dijî rêjîmê bibîr anîn, ya ku berî du salan li Şamê li darketibû. Alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî jî dusaliya şoreşê pîrozkir, di heman demê de wan qurbaniyên êrîşa gaza kîmyayê yên Helebçeyê (Kurdistana Iraqê) ya berî bîst û pênc salan bibîr anîn. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di bin duruşma »Em komkujiya Helebçeyê ji bîr nakin« de derketin kolanan. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin), li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) û li cem mizgefta Qasimo li taxa rojava (ji aliyê PYD ve) xwenîşandanek hebû. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê sê xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên erebî yên rikebir ve hatibûn amade kirin. Li her yekî ji bajarên Kobaniyê, Çil Axa û Tirbesipî du xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD ve hatibûn amade kirin. Li bajarekî ji bajarên Efrîn, Dirbêsiyê, Dêrik û Girkê Legê alîgirên  Encûmena Niştimanî ya Kurdî xwenîşandanek li darxistin.  

ShareThis

KURDWATCH, 23ê adara (March) 2013ê - Di 14ê adara 2013ê de nêzîkî heştê endamên partiyên Yekîtiya Demokrata Siyasî ya Kurd - Sûriye li Amûdê li dijî bêhêziya siyasî ya Yekîtîya Siyasî protesto kirin. Piştî xwenîşandanan li ber derê nivîsgehê partiyên endam xwenîşander di saloneke semînaran de kombûn, ji bo ku gireveke birçîbûnê despê bikin. Ji partiyan hat xwestin ku yekîtiya rastî saz bikin û bi taybetî hêzên xwe yên leşkerî bikin yek. Piştî ku siyasetmedarên rêber yên Yekîtiya Siyasî çûn serdana beşdaran, girev di heman rojê de hat bidawî kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê adara (March) 2013ê  - Di 12ê adara 2013ê de ji bo salvegera 9an ya »Serhildana Qamişloyê«, saat yazdeh li gor dema herêmî bi sedhezaran li deverên kurdî tevlî xulekeke bêdengiyê bûn, ji bo ku qurbaniyên 2004ê bibîr bînin. Di pey re bi dehhezaran tevlî xwenîşandanan bûn li Qamişlo, Amûdê, Hisiçam Dêrik, Tirbesipî, Çil Axa, Dirbêsî, Girkê Legê, Serê Kaniyê, Kobaniyê, Efrîn, Cindirês, Raco û Heleb. Gelek dikan man girtî. Endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) pêre nîşandaneke leşkerî li Dêrik û Efrînê li darxistin. Xwenîşandan aştiyane bûrîn. Li hemû cihan alîgirên Encumena Niştîmanî ya Kurdî û yên PYD cuda tevlî xwenîşandanan bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê adara (March) 2013ê  - Di 16ê adara 2013ê de alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Racoyê (bîst kîlomter li baurê rojavayê Efrînê) êrîşî alîgirên Encumena Niştîmanî ya Kurdî kirin. Navborî di pey xulekeke bêdengiyê ji bo salvegera êrîşa kîmyayê li ser Helebce (Kurdistana Iraq) kurtedemekê çekdarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) êrîşî xaniyên malbata Sîdo kirin - malbat tê naskirin bi pişgiriya Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar. Şêrvan Elî Sîdo di encama êrîşê de hat kuştin, Luqman, Berzan, Mustefa, Cemal, Mihemed û Enwer Sîdo jî ji aliyê YPG ve hatin revandin.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê adara (MArch) 2013ê - Di 13 û 14ê adara 2013ê de endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) dîsa êrîşî çend gundên li nêzîkî Efrînê kirin. Bi kêmayî deh kes hatin revandin, di nav wan de endamên Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar herweha yên Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ya Mustefa Cuma. Endamekî rêber di Azadî de ji KurdWatch re ragehand: »Tevnên telefonên sûrî ji çend rojan ve kar nakin, telefonê tirkû li vir xweş nakşînin û kolan ji aliyê YPG ve tên kontrolkirin. Loma em nikarin xweşik ragihînin bê ka çend kes hatine revandin. Desteya Kurdî ya bilind hîn nû dest bi navebertîyê di nav me û YPG de dikir, bi mebesta ku kesên revandî yên 8ê adarê bên serbest berdan. Bi van revandinên nû re YPG dixwaze bêje, ku hêzek dî bi ya wê re çênabe hebe.«

ShareThis

KURDWATCH, 19ê adara (March) 2013ê - Piştî ku Mustefa Ebdo Îsa (jidayikbûn 1963 li Cindrêsê, zewicî, pênc zarok) di 26ê şibata 2013ê de di pey êrîşeke mûşekan de li ser taxa Şêx Meqsûd a li Helebê  bi giranî birîndar bûbû, endamê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê di 13ê adara 2013ê de ji ber birînên xwe jiyan ji dest da.

ShareThis

KURDWATCH 16ê (March) adara 2013ê - Di 11ê adara 2013ê de hêzên ewlekariyê (Asayiş) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li hin deveran, di nav de Qamişlo û Efrîn, pelikin belavkirin, ku dema derxistina ruxsetên (rewanameyên) çekan ji xelkên deverên kurdî re distnîşan dike. Heta 31ê adara 2013ê divê hemû çek li cem Asayişê hatibin tomar kirin. Ji meha nîsanê û pêde hemû kesên ku çekên ne qeydkirî li cem wan bên dîtin, ê bên cezakirin. Herweha tenê ruxsetên çekên sivik ê werin derxistin, çekên giran li gor pelikên belavkirî qedexene. Li hin cihan fermanên Asayişê di mîkrofonên mizgeftan de jî hatin ragehandin.  

ShareThis

KURDWATCH, 15ê adara (March) 2013ê - Di 8ê adara 2013ê de endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi erebeyên bi giranî çekdar êrîşî gundên kurdî Basûta, Burc Ebdalo û Kîmar (nêzîkî deh kîlometran li başûrê Efrînê) kirin. Ev gund weke gundên Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ya Mustefa Cuma tên dîtin. Sê kes - Adil Hesen, Emer Nebo û Ela Ebdo bi derbên fîşekan jiyan ji dest dan, gelek kesên dî birîndar bûn. Herweha derdora çil û pênc heta pêncî kesî hatin revandin, di nav wan de Ebdulrehman Abo, endamê nivîsgeha siyasî ya Azadî ya Mustefa Cuma. Herweha nuqteya kontrolê ya Azadî li Basûta hat herifandin. Mustefa Mehmûd Etê, endamekî rêber yê Azadî li Helebê, ji KurdWatch re ragehand: »Endam û alîgirên me xwe bi hişkî girêdayî fermanên partiyê dibînin, ku li ser YPG guleyan nebarînin, eger ew êrîş jî bikin. Lê YPG hemû sînor binpê kirine. Eger ew wisa berdewam bikin, Azadî mecbûr dimîne, xwe bi rengekî çekdarî biparêze. Em hêvîdarin, ku wisa nebe.«

ShareThis

KURDWATCH, 15ê adara (March) 2013ê - Di 26ê şibata 2013ê de Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ya Mustefa Cuma dev ji Desteya Kurdî ya Bilind berda. Mustefa Mehmûd Etê, endamekî rêber yê Partiyê li Helebê, ji KurdWatch re ragehand: »Me dev ji Desteya Kurdî ya bilind berda ji bo em revandina endamên partiya xwe ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat ve protesto bikin, ku partî bi xwe jî endame di vê desteyê de. Herweha em dixwazin protosto bikin, ku Destey Bilind ji bo serbestberdana endamên partiya me tiştek nekir.«

ShareThis

KURDWATCH, 14ê adara (March) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê û hêzên desthilatdariyê de, di heftiya ji 2 heta 8ê adara 2013ê de, li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn. Pevçûn bi giranî li metrepola aborî Heleb û li Şama paytext, herwiha li hawîrdora Hums û Reqayê hebûn. Xwenîşanderan di 8yê adarê de, ku li seranserî Sûriyê di bin dirûşma »Dewleta we ya taifî ê bi sernekeve« de, ya ku li ser cudabûneke mumkin ya herêmên elewîyan ji deverên mayî yên Sûriyê diaxive, derketin ser kolanan, doza hilweşandina rejîmê kirin.li aliyekî din  alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di xwenîşandanên cuda de roja jinê pîrozkirin.Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin), li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) û li cem mizgefta Qasimo li taxa rojava (ji aliyê PYD ve) xwenîşandanek hebû. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê sê xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên erebî yên rikebir ve hatibûn amade kirin. Li her yekî ji bajarên Dirbêsiyê, Kobaniyê, Çil Axa ûTirbesipî du xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD ve hatibûn amade kirin. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê di şemiyê de li dar ketin, lê ne di înê de. Li Efrîn û Serê Kaniyê herwiha li taxên kurdî yên li Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê adara (March) 2013ê - Di 14ê şibata 2013ê de sê alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) êrîşî Ehmed Mihemed Mustefa (naskirî wek Pîr Rustem), nivîskar û endamê komîteya navendî ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtiî ya Demokrat) kirin. Wan ji wî xwest ku barkirina erebeyan rawestîne, çar dikanên xwe li Cindrêsê bigre û di gireva giştî de beşdar bibe. Rêxistinên nêzîkî PKK di vê rojê de bang kirbûn ji bo vê girevê, ku girtina Ebdulah Ocelan e protesto bikin. Gava Rustem qebûlnekir ku dikanên xwe bigre, kesên êrîşker hewl dan wî bi xwe re bibin, lê cîran û kesên rêwengî ev yek rawestandin. Tenê pazdeh deqîqeyan piştî ku wan dev ji dikana Rustem berdan, gelek endamên çekdar yên hêzên ewlekariyê (Asayiş) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hatin. »Wan êrîşî dikanên min kir û bi tund û tûjî pirsîn, ka kî naxwaze dikanên xwe bigre. Min ji wan re got, ku min ji demekê ve sozeke bazirganiyêbi hinekan re daniye, ez nikarim erebeya ku ji Idlibê hatiye [sed kîlometr li başûrê Cindrêsê] vala vegerînim. Lê wan xwest , eger ez tevlî girevê nebim min bigrin. Gava dengê me bilind bû, dîsa komeke mirovan li dora me kom bû. Hinekan ji kesên êrîşker re dan xuyakirin bê ez kîme. Tenê ji ber vê yekê ez nehatim revandin. Lê dîsa ez mecbûr bûm dikanên xwe bigrim.«
Sed û heftê nivîskar, siyasetmedar û çalakvanî piştî çend rojan di ragehandinekê de êrîşa PYD li ser Pîr Rustem şermezar kirin. Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtiî ya Demokrat) ya ku Pîr Rustem di komîteya wê ya navendî de ye, ta îro ti ragehandin girêdayî êrîşê belav nekirye.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê adara (march) 2013ê - Di 1ê adara 2013ê de endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) çend avahiyên dewletê li Rimêlanê (du kîlometran li rojavayê Girkê Legê) kirin bin destê xwe de. Navendên dezgeha ewlekariya siyasî û ya muxaberata leşkerî, ya ku gelek endamên muxaberatê xwe tê de asê kiribûn, herweha navendeke leşkerî ya biçûk di 1 û 2ê adarê de ji aliyê PYG ve hatin dorpêçkirin. Di 2ê adara 2013ê de kesên dorpêçkirî dev ji cihên xwe berdan, û ti caran pevçûnên leşkerî çênebûn. Li gor agahiyên YPG sih û pênc kes li destpêkê hatin êsîrkirin, lê piştî çend saetan ew dîsa hatin berdan. Hêjayî gotinêye ku Rimêlan zeviya petrolê ya herî mezine li Sûriyê.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê adara (march) 2013ê - Di 1ê adara 2013ê de endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) herweha hin alîgirên Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê  çend navendên ewlekariyê û  hin avahiyên desthilatdariyê li Tirbesipîyê dorpêç kirin. Piştî çend saetan hemû hêzên ewlekariyê yên rejîma Sûrî û endamên artêşê dev ji avahiyên dorpêçkirî û herweha dev ji bajêr jî berdan. Hin avahiyên ku YPG kirin bin destên xwe de evin: navenda dezgeha ewlekariya dewletê û ya muxaberata leşkerî, du mexferên polîsan, daîreya sewqiyatê, şaredarî, navenda partiya Baas ya desthilatdar û herweha navenda çandî jî.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê adara (March) 2013ê - Di 16ê şibata 2013ê de endamên komîteya rêberiyê yên lîwaya kurdî Ehrar-al-Kurd ji Kobaniyê û yên komîteya leşkerî yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) peymanek ku hevkariyeke xurt di nav herdû koman de dibîne, muhr kirin,. Lihevkirin pêkhat di dema revandina berdevkê çapemeniyê yê Ehrar al-Kurd ji aliyê YPG ve [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê]. Çalakvanekî nêzîkî Ehrar al-Kurd, ji KurdWatch re ragehand »Rêberiya Ehrar al-Kurd di praktîkê de mecbûr bû peymanê imze bike. Tirs gelkî mezin bû, ku Kaban bê kuştin.« Ibrahîm Mustefayê naskirî wek Kaban ji KurdWatch re ragehand : »Naveroka peymanê bi xwe başe. Lê rewşa ku di bin de peyman pêk hat qet ne baş bû.«
Ev nuqteyên jêrîn di peymanê de cih girtin:
1. Ehrar al-Kurd xwe girêdayî biryarên Desteya Bilind ya Kurdî dibîne û li gor wê kar dike.
2. Hêzên Ehrar al-Kurd û yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ê bibin yek.
3. Nûnerên Ehrar al-Kurd ê  di komîteya leşkerî  ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de cih bigrin û di paşerojê de li gor biryarên rêberiya leşkerî ya Desteya Kurdî ya bilind kar bike.
4. Hemû endamên Ehrar al-Kurd dê beşdarî fêrkirinên taybet bibin, ji bo ku zanyariyên leşkerî kombikin.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê dara (March) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û hêzên desthilatdariyê de, di heftiya ji 23ê şibatê heta 1ê adara 2013ê de, li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Pevçûn bi giranî li metropola aborî Heleb û li Şama paytext, herwiha li hawîrdora Hums û Idlibê hebûn. Xwenîşanderan di 1yê adarê de, ku li seranserî Sûriyê di bin duruşma »Yek gel, yek al, yek ceng« de derketin ser kolanan, doza hilweşandina rejîmê kirin. Lê alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) di bin duruşma »rêzgirtin ji bo Barzanî« derketin ser kolanan û wisa rojbûna rêberê kurdî iraqî Mele Mustefayê Berzanî bibîr anîn. Di heman demê de wan mîna heftiyên çûyî daxwaza pejirandina mafên Kurdan kirin. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di bin duruşma »Qamişlo rûmeta me ye« kom bûn û amadekariya xwe dubarekirin ku eger êrîşeke komên çekdar - mebest AAS e - pêkhat, ewê bergiriya bajarê Qamişloyê bikin. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterîyê (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin), li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) û li ber mizgefta Qasimo li taxa rojava (ji aliyê PYD ve) xwenîşandanek hebû. Li Amûdê sê xwenîşandanên ji hev cuda hebûn ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê sê xwenîşandanên ji hev cuda hebûn, yek ji aliyê PYD, yek ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û yek jî ji aliyê komên erebî ve hatibû amade kirin. Li her yekî ji bajarên Dirbêsiyê, Kobaniyê, Çil Axa ûTirbesipî du xwenîşandanên ji hev cuda hebûn ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD ve hatibûn amade kirin. Li Dêrikê roja înê xwenîşandaneke PYD li dar ket. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê  ne di înê de lê di şemiyê de li dar ketin. Li Efrîn û Serê Kaniyê herwiha li taxên kurdî yên li Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê adara (March) 2013ê - Di 10ê şibata 2013ê de endamên hêzên ewlekariyê (Asayiş) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Çelebiyê (pêncî kîlomtran li başûrê Kobaniyê) berdevkê çapemeniyê yê lîwaya kurdî ji Kobaniyê ya Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) Ehrar Al-Kurd Ibrahîm Mustefa (jidayikbûn 1989 li Kobaniyê, naskirî wek Kaban) revandin. Mustefa ji KurdWatch re ragehand »Ez bi jin û zarokên xwe re bûm, min erebeya xwe dajot, gava erebeyeke Asayişa PYD em rawestandin, çend kesên çekdar çek danîn ber serê min û ez mecbûr kirim ku bi wan re herim. Ez mecbûr bûm jina xwe û zarokên xwe bi tenê li cihekî biyanî bihêlim. Wan di dema girtina min de bi rengekî pir nexweş dan û stendin bi min re kirin. Tecrubeyek gelkî nexweş bû ji bo zarokên min û jina min, herweha ji min re jî. Min bawer dikir, ewê min bikujin.« Di 20ê şibatê de Mustefa serbest hate berdan. Di dema revandina wî de ew nehat işkence kirin, lê li gor agahiyên wî, wî têkiliyek baş dît. Di heman demê de ew û Ehrar Al-Kurd hatin tawanbarkirin ku, têkilî bi rêxistinên dijmin re danîbin.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê adara (March) 2013ê - Ji 9 heta 11 herweha di 23 û 24ê şibata 2013ê de, çend kîlomtran li başûrê rojhilatî firokexaneya navnetewî ya Helebê, li hawîrdorî gundên kurdan Tel Hasil û Tel Eran şerên giran di nav hêzên rêjîmê û yekîneyên cuda yên Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) de çêbûn. Bi kêmanî sê kesên sivîl, ku endamên yek malbatêne, gava mûşekek bi ser xaniyê wan de ke mirin.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê adara (March) 2013ê - Di 23ê şibata 2013ê de li nêzîkî firokexaneya Qamişloyê gulebarîn peydabû. Çalakvanekî ji KurdWatch re ragehand: »Gulebarîn ne girêdayî pevçûnên bi Artêşa Azad ya Sûriyê re bû. Em bawer dikin, ku yek ji leşkerên ku bi zor û ji mecbûrî firokexaneyê biparêzin, dixwest ji artêşê parçebibe.« Kolana serekî ya ku di navbera Qamişlo û firokexaneyê de ye ev çend mehin bi dirêjayiya çend kîlometran ji aliyê hêzên desthilatdariyê ve hatiye girtin. Hêjayî gotinê ye ku desthilatdariyê ji nişteciyên taxên feqîran li bakur û başûrê firokexaneyê xwestibû ku dev ji xaniyên xwe berdin.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê adara (March) 2013ê - Di sibeha zû  ya 21ê şibata 2013ê de hemû hêzên ewlekariyê yên sûrî û endamên artêşê dev ji bajarê Girkê Legê berdan. Piştî çend demjimêran Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hemû avahiyên dewletê yên bajêr kirin bin destên xwe de, di nav wan de şaredarî, berîd (postxane), navenda çandî, dayîreya sewqiyatê û nivîsgeha partiya Baas ya desthilatdar. Girêdayî vekêşîna hêzên dewletê di ti demî de pevçûnên çekdar çênebûn. Piştî bidestxistina Girkê Legê hin endamên Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) jî li bajêr hatin dîtin, belê nayê zanîn eger di nav AAS û YPG de hevahengî heye yan na.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê adara (March) 2013ê - Ji 20 heta 22ê şibata 2013ê li bajarê biçûk Tel Hemîs (çil kîlometr li başûrê Qamişlo) şerên giran di nav hêzên rêjîmê û ketîbeyên cuda yên Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) lidarketin. Artêşa sûrî bajarok bi mûşekên erd-erd bombebaran kir, hejmarek ji wan li gundên erebî û kurdî yên hawîrdor ketin. AAS berî êrîşa xwe ji gel xwestibû ku dev ji bajêr berde; qurbaniyên sivîl nehatin ragehandin. Lê bi dehan leşker yan hatin kuştin yan êsîrkirin. Tel Hemîs herî dereng ji 25ê şibatê de bi temamî di bin destê AAS de ye. Piraniya nişteciyên bajêr Erebin, lê li hawîrdorê wê gelek gundên kurdan jî hene

ShareThis

KURDWATCH, 28ê şibata (February) 2013ê - Di 10ê şibata 2013ê de çend yekîneyên Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) pirraniya bajarê Şedadiyê (pêncî kîlometre li başûrê Hisiçayê) kirin bin destê xwe. Wan êrişî taxekê kirin ku bêhtiriya kesên li wir dijîn karmendên zeviyên petrolê yên Şedadiyê ne. Pirraniya wan kesan Elewî ne. Gelek karmend hatin revandin, agahiyên girêdayî kuştin yan binaxkirina wan di goreke komî de nekarîn ne bên piştrastkirin û ne jî şaş bên derxistin. Di 12ê şibatê de artêşa sûrî cihên AAS li Şedadiyê bi mûşekên erd-erd bombebaran kirin. Li Hisiçaye jî di 12ê şibatê de AAS û hêzên rejîmê hevdu gulebaran kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê şibata (February) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê û hêzên desthilatdariyê de, di heftiya ji 16 heta 22yê şibata 2013ê de, li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Pevçûn bi giranî li metrepola aborî Heleb û li Şama paytext, herwiha li hawîrdora Hums û Idlibê hebûn. Xwenîşanderan di 22yê şibatê de, ku li seranserî Sûriyê di bin dirûşma »Reqaya serbilind li ser rêya azadiyê« de derketin ser kolanan, doza hilweşandina rejîmê kirin. Alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên çûyî daxwaza pejirandina mafên Kurdan kirin. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di bin dirûşma »Zimanê kurdî xetek sor e [çênabe bê binpêkirin]« derketin ser kolanan. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin), li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) û li cem mizgefta Qasimo li taxa rojava (ji aliyê PYD ve) xwenîşandanek hebû. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Komeke alîgirên PYD êrişî xwenîşanderên Encûmena Niştimanî ya Kurdî kirin. Ti kes birîndar nebû. Li Hisiçayê sê xwenîşandanên cuda hebûn, yek ji aliyê PYD, yek ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û yek jî ji aliyê komên erebî ve hatibû amade kirin. Li her yekî ji bajarên Dirbêsiyê, Çil Axa, Tirbesipî û Kobaniyê du xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD ve hatibûn amade kirin. Li Dêrikê roja înê xwenîşandaneke PYD li dar ket. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê di şemiyê de li dar ketin, lê ne di înê de. Li Efrîn û Serê Kaniyê herwiha li taxên kurdî yên li Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 26 şibata (February) 2013ê - Di 14ê şibata 2013ê de li Tel Temrê (sih û heft kîlometr li başûrê Serê Kaniyê) şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û ketîbeyên cuda yên Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) fîşek li ser hevdû teqandn. AAS hewl dabû, destê xwe deyne ser xaneyeke xwedîkirina çêlekan. Tel Temr ji dema paşvekişîna karmend û hêzên ewlekariyê yên rêjîmê, li destpêka çileya pêşîna 2012ê, ji aliyê komîteyeke welatiyên bajêr yên ereb û kurd ve tê bi rêve birin.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê şibata (February) 2013ê - Ji 8 heta 11ê şibata 2013ê şerên giran di nav endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û hêzên rêjîma sûrî de li taxa Kurdan ya Helebê Eşrefiyê çêbûn. Bi hejmarek mezin ya leşkeran re ji kêmayî pênc şervanên YPG jî herweha du kesên sîvîl jiyana xwe ji dest dan. Li gor agahiyên YPGê endamên wê ne di şer de mirin, lê ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatin girtin, û bi giranî hatin îşkence û îdam kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê şibata (February) 2013ê - Piştî şerên çekdarî yên bi heftiyan di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û komikên Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) de[agahiyên bêhtir], di nav wan de Cebhet al-Nesra, di 17ê şibata 2013ê de hevdîtinek di navbera nûnerên YPG û yên AAS de pêk hat. Piştî hevdîtinê ragehandinek bi van nuqteyên lihevkirinê yên jêrîn hate weşandin: 1. Ji nû ve bicihkirina hêzên leşkerî û vekişandina bi temamî ya hemû yekîneyên leşkerî ji bajêr. 2. Bi rengekî lihevkirî sazkirina komîteyeke demkî ji nûnerên herdu aliyan, karê wê çavdêriya bicihkirina vê ragehandinê ye. 3. Bi rengekî lihevkirî sazkirina komîteyeke herêmî ji nûnerên komên cuda [netewî û oldarî] yên bajêr, ya ku hemû pirsgirêkên bajêr bi rê ve bibe. 4. Kontrolkirina deriyê sînor ji aliyê vê komîteyê ve. 5. Komîteya herêmî serbixwe ye. Çênabe hêzên leşkerî xwe tevlî karên wê bikin. 6. Danîna nuqteyên kontrolê yên hevbeş ji YPG û AAS li ser rêyên derbasbûna bajêr. 7. Asankirina prosesan û parastina kes, eşya û hêzên çekdarî yên herdu aliyan, gava di nuqteyên kontrolê yên aliyê din re derbas bibin. 8. Hevkariya AAS û YPG di azadkirina bajarên ku hîn di bin destê rejîmê de ne. 9. Bajar û bajarokên ku rejîm ji wan derketiye, mîna Dirbêsî, Amûdê, Tel Temir, Girkê Legê û Dêrikê, bajarên azad in. Ewê di ragehandineke hevbeş de ji aliyê herdu aliyan ve wisa bên ragehandin. 10. Bidawîkirina êrişên medyayî ji herdu aliyan ve. 11. Pêşgotin [ya ku li dijî nijadperestiyê diaxive û ji bo herifandina rejîma sûrî] parçeyekî bingehîn yê vê lihevkirinê ye.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê şibata (February) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê û hêzên desthilatdariyê de, di heftiya ji 9 heta 15ê şibata 2013ê de, li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Pevçûn bi giranî li metrepola aborî Heleb û li Şama paytext, herwiha li hawîrdora Hums û Idlibê hebûn. Xwenîşanderan di 15ê şibatê de, ku li seranserî Sûriyê di bin dirûşma »Ew xweda wekû piştgir bes dibîne« de derketin ser kolanan, doza hilweşandina rejîmê kirin. Alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên çûyî daxwaza pejirandina mafên Kurdan û vekişandina hêzên leşkerî ji Serê Kaniyê kirin. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di bin dirûşma »Şermezarkirina komploya navnetewî« girtina rêberê PKK Abdulah Ocalan ya sala 1999ê bi bîr anîn. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin), li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) û li Qanat Swês (ji aliyê PYD ve) xwenîşandanek hebû. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve, di nav wan de Avahî, hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê sê xwenîşandan hebûn, yek ji wan ji aliyê PYD ve hatibû amade kirin. Li her yekî ji bajarên Dirbêsiyê, Tirbesipî û Kobaniyê du xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD ve hatibûn amade kirin. Li Girkê Legê alîgirên PYD xwenîşandanek li dar xistin. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê di şemiyê de li dar ketin, lê ne di înê de. Li Serê Kaniyê û Çil Axa, herwiha li taxên kurdî yên li Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê şibata (February) 2013ê - Di 2yê şibata 2013ê de heftê û pênc nûnerên sih û pênc rêxistinên ciwanan yên kurdî, di nav wan de tenê du jin, li Qamişloyê deh nûner ji bo Encûmena Niştimanî ya Kurdî hilbijartin. Yekîtiya Hevrêzên Ciwanên Kurd li Sûriyê wekû mezintirîn rêxistin bi neh nûneran di kongreyê de beşdar bûbû. Komên ciwanan yên nêzîkî PYD beşdar nebûbûn. Herweha hevbendiya SAWA û Avahî beşdar nebûbûn, ji ber herdu endamên Encûmena Niştimanî ya Sûrî ne û gerek bû dev ji wê berdaban ji bo ku karîbûne tevlî hilbijartinê bibin. Kongreya ciwanan ji aliyê komîteyeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibû lidarxistin, ku tê de serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî, Feysel Yûsif, herweha, sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî), Ismaîl Hemê, jî hebûn. Hemû nûnerên ku di kongreya ciwanan de hatin hilbijartin nêzîkî Yekîtiya Siyasî ya Demokrat ya Kurdî - Sûriye ne. Ev komik, li gor çalakvanekî, ji komên ciwanên serbixwe baştir amadekirî bû, yên ku nûnerên wan hevdu baş nasnedikirin û ti lihevkirinên ji bo hilbijartina berendamên hevbeş amade nekiribûn. Lewra gelek nûnerên komên biçûk berendamên Yekîtiya Siyasî hilbijartin. »Eger me nûnerên Yekîtiya Demokrat yan yên Partiya Pêşverû hilbijartiba, weke ku me dengê xwe daba PYD«, wisa çalakvanekî din yê serbixwe ji KurdWatch re ragehand. Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê û Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê gelek caran tên tawanbarkirin ku nêzîkî PYD yan nêzîkî rejîmê ne. Armancên siyasî yan stratejîk di kongreyê de nehatin gengeşekirin. Berî kongreyê astengî peyda bûbûn, ji ber dem û cihê kongreyê berî rojekê hatin guhertin, bêyî ku hemû kesên beşdar bên agahdarkirin. Hemû kesên amadebûyî biryar dan ku li benda kesên derengmayî bimînin ji bo ku rê li ber biserneketineke din ya hilbijartinên nûnerên ciwanan bigirin. Kongre destpêkê gerek bû di 28ê çileya paşîna 2013ê de bihata lidarxistin. Ji ber nakokiyên di navbera partiyên Yekîtiya Siyasî ya Demokrat ya Kurdî – Sûriye de, yên ku hevdu tewanbar dikirin ku dixwazin bi rêya lihevkirinên beriya hilbijartinan destwerdanê di hilbijartinan de bikin, kongreya yekê hatibû qutkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 19ê şibata (February) 2013ê - Di 28ê çileya paşîna 2013ê de, di encama teqîna erebeyeke bombekirî de li Hisiçayê şofêrê erebeyê jiyana xwe ji dest da. Kuştî yan birîndarên din çênebûn, herçiqasî teqîn li nêzîkî dibistanekê û çendîn daîreyên fermî rûda. Sedemên teqînê ne diyar in.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê şibata (February) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê û hêzên desthilatdariyê de, di heftiya ji 2 heta 8ê şibata 2013ê de, li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Pevçûn bi giranî li metrepola aborî Heleb û li Şama paytext, herwiha li hawîrdora Hums û Idlibê hebûn. Xwenîşanderan di 8ê şibatê de, ku li seranserî Sûriyê di bin dirûşma »Û hûn hemû xwe girêdayî werîsê xweda bihêlin û nebin parçexwaz« de derketin ser kolanan, doza hilweşandina rejîmê kirin. Alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên çûyî daxwaza pejirandina mafên Kurdan û vekişîna hêzên leşkerî ji Serê Kaniyê kirin. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di bin dirûşma »Hevkariya Gelê Kurd« derketin ser kolanan. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Qanat Swês, Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin) û li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) xwenîşandanek hebû. Alîgirên PYD kombûnek jî li ber deriyê sînor yê tirkî-sûrî li Qamişloyê pêkanîn. Di dema kombûnê de yazdeh qemyonan derî derbas kirin, yên ku bi firax û xwarinên alîkariyê hatibûn dagirtin, yên ku rêxistinên kurdî li Tirkiyê kom kiribûn; ew alîkarî radestî nûnerên Saziya Kurdî ya Bilind hatin kirin. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê du xwenîşandan hebûn. Li her yekî ji bajarên Dirbêsiyê, Tirbesipî û Kobaniyê du xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD ve hatibûn amade kirin. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê di şemiyê de li dar ketin, lê ne di înê de. PYD jî şemiyê li Girkê Legê xwenîşandanek li dar xist. Li Serê Kaniyê û Çil Axa, herwiha li taxên kurdî yên li Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê şibata (February) 2013ê - Di 30ê çileya paşîna 2013ê de endamên Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) Ehmed Şêx Sînan (jidayikbûn 1945 li Serê Kaniyê, zewicî, endamê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar) revandin. Çend seetan piştî revandinê laşê Sînan hate dîtin, şikandina hestiyan û şopên fîşekan di laş de diyar bûn. Mirovên kesê kuştî, yên ku dixwestin laş ligel endamên Yekîtiya Siyasî ya Demokrata Kurd – Sûrî bibin ser doktorekî dadwerî li Dirbesiyê, li nuqteyeke kontrolê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hatin rawestandin û destûr nehat dayîn ku rêwîtiya xwe berdewam bikin. Sînan di 31ê çileya paşîn de li Feqîrê li nêzîkî Serê Kaniyê hat veşartin.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê şibata (February) 2013ê - Di 7ê şibata 2013ê de endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Elaûdîn Hanan, endamekî rêber di Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ya Mustefa Cuma de, kurê wî Serdar û herwiha Selah Şahîn Dawo (ew jî endamê Azadî) li Kobaniyê revandin.

ShareThis

KURDWATCH, 11ê şibata (February) 2013ê - Di 5ê şibata 2013ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) dorpêçkirina gundê Banê Şikeftê (sih kîlometr li başûrê rojavayê Dêrikê) yê ku ji 2ê şibatê ve berdewamdibû, piştî navberkariya Encumena Niştimanî ya Kurdî bidawî kirin. Pevçûnên çekdar çênebûn. YPG sedemên dorpêçkirina gundê eşîreya kurdî Xêrikan wisa daxuyakirin, ku kesekî nenas fîşek bi aliyê endamên YPG ve teqand û xwe di gund de veşart. Bi dorpêçkirinê re nuqteyên kontrolê yên YPG ne tenê li dor Banê Şikeftê hatibûn danîn, lê li hawîrdorê gundên dî jî, yên ku endamên eşîreya Xêrikan lê wan dijîn. Çalakvanekî ji KurdWatch re ragehand: »Ev cara sêyan bû di du salan de, ku YPG êrîşî gundê me dike. Vê carê wan dixwest bikevin gund de û hemû mêran bê çek bikin. Evê şaşiyeke mezin ba. Rûniştiyên gund alîgirên Barzanî yên kevnin, wan dê ev qet nepejirandiban. Di dema dorpêçkirinê de kesî nedikarî dev ji gund berde, heta kesên navberîtî dikirin jî ne dikarîn derbasî gund bibin.«

ShareThis

KURDWATCH, 9ê şibata (February) 2013ê - Di 28ê çileya paşîna 2013ê de endamên çend eşîrên erebî êrişî xaniyên Xiristiyaniyên ermen û asûrî li Delawiyê kirin (bîstûpênc kîlometre li başûrê Qamişloyê), herwiha wan hewl da ku berhemên zeviyên wan bidizin. Rêxistina Asûrî ya Demokrat (RAD) daxwaza bidawîkirina »kiryarên biyanî« kir. Di heman demê de diwazdeh rêxistinên mafên mirovan yên sûrî êrişên li ser dêreke Xiristiyaniyan li Helebê, herwiha revandina Xiristiyaniyan li parêzgeha Hisiçayê protesto kirin. Revandina kesan bêhtiriya caran daxwazkirina pereyên serbestberdanê li pey xwe tîne. Komên îslamî yên çekdar gelek caran ji malbatên xiristiyanî yên li Hisiçayê dijîn daxwaz kirin ku gundên xwe biterikînin.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê şibata (February) 2013ê – Di 31ê çileya paşîna 2013ê de Kemal Mustefa Henan (jidayikbûn 1954 li Efrînê, zewicî, sê zarok) li nêzîkî mala xwe li taxa Kurdan Eşrefiyê li Helebê bi fîşekan hat kuştin. Henan sernivîserê kovara Newroz ya bi zimanê kurdî û endamê berê yê rêberiya Partiya Yekîtiya Demorkata Kurd li Sûriyê bû. Di 1ê şibatê de Yekîtiya Demokrat ji bo binaxkirinê şinîyek li nêzîkî Efrînê li darxistin. Nûnerên gelek partiyên Encumena Niştimanî ya Kurdî herweha yên PYD di şîniyê de beşarbûn. Nexuyaye, eger kuştin plankirî bû, yan eger fîşek bêhemdî li Henan ketibû.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê şibata (February) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê û hêzên desthilatdariyê de, di heftiya ji 26ê çileya paşîn heta 1ê şibata 2013ê de, li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Pevçûn bi giranî li metrepola aborî Heleb û li Şama paytext, herwiha li hawîrdora Hums û Idlibê hebûn. Xwenîşanderan di 1ê şibatê de, ku li seranserî Sûriyê di bin dirûşma »Civaka Navnetewî şirîka Esad e di kuştarên wî de« de derketin ser kolanan, doza hilweşandina rejîmê kirin. Alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên çûyî daxwaza pejirandina mafên Kurdan û vekişandina hêzên leşkerî ji Serê Kaniyê kirin. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di bin dirûşma »YPG hêza me ye, Desteya Kurdî ya Bilind nûnera me ye« derketin ser kolanan. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Qanat Swês, Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin), li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) û li ber mizgefta Qasimo li taxa rojava (ji aliyê PYD ve) xwenîşandanek hebû. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê du xwenîşandan hebûn. Li her yekî ji bajarên Dirbêsiyê, Tirbesipî û Kobaniyê du xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD ve hatibûn amade kirin. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê di şemiyê de li dar ketin, lê ne di înê de. Li Serê Kaniyê û Çil Axa, herwiha li taxên kurdî yên li Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 5yê şibata (February) 2013ê - Di 23yê çileya paşîna 2013ê de hin endamên opozisyona sûrî »Komîteya Niştimanî ji bo Parastina Aştiya Sîvîl û Şoreşê« damezradin. Komîteya ji heşt endaman, ya ku nûnerekî Encûmena Niştimanî ya Kurdî jî tê de heye, dixwaze di navbera aliyên ku li Serê Kaniyê şer dikin [agahiyên bêhtir] navberîkariyê bike û bidawîkirineke bê merc ya pevçûnan bi dest bixe.

ShareThis

KURDWATCH, 3yê şibata (February) 2013ê - Di 25ê çileya paşîna 2013ê de şervanên Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) Hikmet Ehmed Mihemed, endamekî rêber di Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ya Mustefa Oso de, kurê wî Ehmed (ew jî endamê Azadî), herwiha du mirovên wan, Hesen Cuma Mihemed û Serbest Sultan Mihemed, revandin. Di ragehandineke Azadî de tê gotin ku kesên ew revandin gotine her çar wê bên berdan piştî ku YPG şervanê AAS Ehmed Kamil al-Rûmî serbest berdin.

ShareThis

KURDWATCH, 3yê şibata (February) 2013ê - Di 21ê çileya paşîna 2013ê de pevçûnên di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û artêşa sûrî ji bo zeviya petrolê li cem Gir Zîro [agahiyên bêhtir] bi dawî bûn. Artêşa sûrî dev ji zeviya petrolê berda, pişî ku hejmarek mezin ji leşkeran reviyan û Şamê ti piştgiriya leşkerî rênekiribû.

ShareThis

KURDWATCH, 1ê şibata (February) 2013ê - Di 28ê çileya paşîna 2013ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Qamişloyê çalakvan Şêrîn Ehmed (jidayikbûn li Qamişloyê, zewicî, zarokek) ji cihê karê wê revandin. Sedemên revandinê heta niha ne diyar in. Li gor agahiyên mirovên wê, bi awayekî baş ligel Şêrîn Ehmed tê tevgerîn.

ShareThis

KURDWATCH, 1ê şibata (February) 2013ê - Di 28ê çileya paşîna 2013ê de kesên nenas bi şûşeyên molotovê agir bi dikana malbata al-Hîlalî li nêzîkî mizgefta Qasimo li tarika rojava ya Qamişlo xistin. Dikan bi temamî şewitî. Usama al-Hîlalî endamekî rêber e di lîwaya Mişel Temo de, ya bi komên dî yên çekdar re li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) şer dikin [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 31ê çileya paşîna (January) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê û hêzên desthilatdariyê de, di heftiya ji 19ê heta 25ê çileya paşîna 2013ê de, li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Pevçûn bi giranî li metrepola aborî Heleb û li Şama paytext, herwiha li hawîrdora Hums û Idlibê hebûn. Xwenîşanderan di 25ê çileya paşîn de, ku li seranserî Sûriyê di bin dirûşma »Rêberê me heta hetayê, seyidê me [pêxember] Muhemed e« de derketin ser kolanan, doza hilweşandina rejîmê kirin. Alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî xwe ji vê dirûşmê dûrkirin û îna heftiyên çûyî daxwaza pejirandina mafên Kurdan û bidawîbûna pevçûnên li Serê Kaniyê kirin. Hin komên ciwanan xwenîşandan ji bo rexnekirina amadekarên kongreya fereh ya duyem ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi kar anîn. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di bin dirûşma »Şehîdên Serê Kaniyê« derketin ser kolanan. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Qanat Swês, Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin), li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) û li ber mizgefta Qasimo li taxa rojava (ji aliyê PYD ve) xwenîşandanek hebû. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Komeke ji nêzîkî bîst endamên YPG êrişî xwenîşandana komên ciwanan li Amudê kirin, kes birîndar nebû. Li Hisiçayê du xwenîşandan hebûn. Li her yekî ji bajarên Tirbesipî û Kobaniyê du xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD ve hatibûn amade kirin. Li Dirbêsiyê Desteya Kurdî ya Bilind (DKB) xwenîşandanek lidarxist, beşdaran daxwaza bidawîhatina pevçûnên li Serê Kaniyê û vekişîna Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û komên îslamîst ji bajêr kirin. Li Efrînê PYD di 24e çileya paşîn de piştî navbereke dirêj dîsa xwenîşandanek li dar xist. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê di şemiyê de li dar ketin, lê ne di înê de. Li Serê Kaniyê û Çil Axa, herwiha li taxên kurdî yên li Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê çileya paşîna (January) 2013ê - Di 17ê çileya paşîna 2013ê de çend otobûsên biçûk yên ji Kobaniyê ji aliyê endamên çekdar yên rêxistina îslamî Cebhet al-Nesra ve li nêzîkî Serê Kaniyê hatin rawestandin, çil û pênc rêwingiyên kurd hatin revandin. Di 20ê çileya paşîn de heşt kes ji girtiyan serbest hatin berdan. Di 22ê çileya paşîn de sih û heft kesên mayî piştî navbeynkariya ketîbeya Ehrarên Kurd ji Kobaniyê ya ser bi Artêşa Azad ya Sûriyê serbest hatin berdan, sê ji wan bi fîşekan birîndar bibûn. Di hevpeyvînekê de çend kesên serbestberdayî ragehandin ku ew hatine işkencekirin.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê çileya paşîna (January) 2013ê - Di 16ê çileya paşîna 2013ê de endamên çekdar yên Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) di dema pevçûnên bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Serê Kaniyê hejmarek mezin ji Kurdên sivîl revandin û bi endametiya PYD tawanbar kirin. Di vîdyoyeke di înternetê de belavkirî tê dîtin ku çawa kesên revandî di xaniyekî de ji aliyê çend kesên çekdar ve tên lêpirsîn û pê re bi daran herwiha bi pehînan tên lêdan.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê çileya paşîna (January) 2013ê - Di 6ê çileya paşîna 2013ê de dîsa bêdengiya çekan [agahiyên bêhtir] di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û yekîneyên Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) de li Serê Kaniyê bi dawî bû. Ji wê demê ve pevçûn ligel bikaranîna çekên giran berdewam dibin. Çalakvan diyar dikin ku çend komên kurdî yên çekdar jî ligel Artêşa Azad ya Sûriyê tevlî pevçûnan dibin, di nav wan de Lîwaya Meşel Temo. Çend ketîbeyên koma Cebhet al-Nasra ya îslamî jî di nav rêzên AAS de şer dikin. Siyasetmedarên rêber yên çend partiyên endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî - mîna Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar û Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê, amadekariya xwe nîşan dan ku piştgiriya YPG bikin. Endamên Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê, herwiha yên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtiya Demokrat) ji demekê ve tevlî pevçûnan bûne, di van pevçûnan de ji kêmayî yazdeh endamên YPG û herwiha şeş kesên sivîl hatine kuştin. Çalakvan herwiha radigihînin ku bi dehan çekdarên AAS hatine kuştin. Encûmena Niştimanî ya Kurdî di 18ê çileya paşîn de daxwaza bidawîkirina pevçûnan û serbestberdana girtiyan kir, herwiha daxwaz kir ku rêberên Artêşa Azad ya Sûriyê û Hevbendiya Niştimanî êrişan şermezar bikin. Encûmena Niştimanî ya Sûrî jî di ragehandinekê de daxwaza bidawîkirina pevçûnan kir, bêyî ku alîgiriya xwe bo aliyekî diyar bike.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê çileya paşîna (January) 2013ê - Ji 9ê çileya paşîna 2013ê ve endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) zeviyeke petrolê li nêzîkî Gir Zîro (deh kîlometr li rojhilatî Girkê Legê) dorpêçdikin. Zevî ji aliyê leşkêrên sûrî ve tê parastin. Di 14, 17 û 19ê çileya paşîna pevçûn di nav herdû aliyan de çêbûn. Pêre çend leşker birîndar bûn, hinekên din ji aliyê YPG ge hatin êsîrkirin. Piştî hevdîtinekê di nav nûnerên Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistan, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û serokeşîrên ereb kesên êsîr serbest hatin berdan. Çalakvanekî ji KurdWatch re ragehand: »Em texmîn dikin, ku YPG bi berdana leşkerên rêjîmê dixwaze rê li ber Artêşa Azad bigre û hicetê ji dest wê derxe ku êrîşî zeviya petrolê bike yan destê xwe deyne ser«.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê çileya paşîna (January) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê û hêzên desthilatdariyê de, di heftiya ji 12ê heta 18ê çileya paşîna 2013ê de, li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Pevçûn bi giranî li metrepola aborî Heleb û li Şama paytext herweha li hawîrdora Hema û Idlibê hebûn. Xwenîşanderan di 18ê çileya paşînê de, ku li seranserî Sûriyê di bin dirûşma »Zanîngeha şoreşê, endezyariya şehîdbûnê« de derketin ser kolanan, doza hilweşandina rejîmê kirin. Duruşmê nêzîkî not xwendekar bibîrtanî, yên ku di êrîşeke ezmanî de li ser zanîngeha Helebê hatibûn kutştin. Alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî dirûşmên bi naveroka xwe nêzîkî wê hildan û di heman demê de daxwaza pejirandina mafên Kurdan û bidawîbûna pevçûnên li Serê Kaniyê kirin. Hin komên ciwanan xwenîşadan ji bo rexnekirina amadekarên kongreya fereh ya duyem ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi kar anîn. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di bin dirûşma »Dadkirina Kujerên çalakvanên kurdî« derketin ser kolanan. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Qanat Swês, Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin), li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) û li ber mizgefta Qasimo li taxa rojava (ji aliyê PYD ve) xwenîşandanek hebû. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê du xwenîşandan hebûn. Li her yekî ji bajarên Dirbêsî, Tirbesipî û Kobaniyê du xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD ve hatibûn amade kirin. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê di şemiyê de li dar ketin, lê ne di înê de.Li Efrîn, Serê Kaniyê û Çil Axa herwiha li taxên kurdî yên li Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH 24ê çileya paşîna (January) 2013ê - Di 10 û 11ê çileya paşîna 2013ê de 211 nûneran kongireyê diwan yê Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi rêve birin. Nûnerên bi tevahî pazdeh partiyên kurdî, û kesên bi partiyan ve ne girêdayî herweha nûnerên hin komên jin û ciwanan beşdar bûb. Ji ber tenê panzedh ji dêvla wekû berê sih ji sedî ji cihên Encumena Niştîmanîyê ji ciwanan re hatibûn terxankirin, Tevgera Ciwanên Kurd, Tevgera Ciwanên Şoreşê, Yekîtiya Hevrêzên Ciwanên Kurd li Sûriyê herweha Encumen Komîteya Giştî ya Ciwanên Kurd beşdarî kongirê nebûn. Herweha wan partî tawanbarkirin, endamên komên ciwanan yên nêzîkî partiyan tevlî kongireyê kirbin û wisa cihên zêde ji bo partiyan bi dest xistibin. Kesên kombûyî bi tevayî 65 nûner hilbijartin nav Encûmena Niştimanî ya Kurdî, deh endamên dî gereke di kongireyekê ciwanan de ji nav rêzên nûnerên ciwanan bên hilbijartin. Wisa hejmara endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji 333yan bi tevahiya 258an dadkeve 75 kesan, Di ragehandina dawî de kesên kombûyî daxwaza Sûriyeke demokrat û federal kirin û xêza xwe ya siyasî ya berê piştrast kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê çileya paşîna (January) 2013ê - Di 11ê çileya paşîna 2013ê de endamên çekdar yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi çend erebeyan êrişî meydana fêrkirina leşkerî »Newroz« ya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê li nêzîkî Elî Firo (deh kîlometre li rojavayê Qamişloyê) kirin, ya ku destpêka çileya pêşînê hatibû vekirin. Hemû alên kurdî herwiha yên serxwebûna sûrî hatin daxistin. Endamekî Yekîtî ji KurdWatch re ragehand: »Kes li meydanê tine bû. YPG sedemên kiryara xwe ji hin şahidan re wisa diyar kir, ku al wê bibin hincetek ji rêjimê re ji bo êrişên ezmanî.« Yekîtî kiryara YPG di ragehandinekê de şermezar kir.

ShareThis

KURDWATCH, 19ê çileya paşîna (January) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê û hêzên desthilatdariyê de, di heftiya ji 5ê heta 11ê çileya paşîna 2013ê de, li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Pevçûn bi giranî li metrepola aborî Heleb û li Şama paytext hebûn. Xwenîşanderan di 11ê çileya paşînê de, ku li seranserî Sûriyê di bin dirûşma »Penabergehên mirinê« de derketin ser kolanan, doza hilweşandina rejîmê kirin. Alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî dirûşmên bi naveroka xwe nêzîkî wê hildan û di heman demê de daxwaza pejirandina mafên Kurdan kirin. Hin komên ciwanan xwenîşadan ji bo rexnekirina amadekarên kongreya fereh ya duyem ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi kar anîn. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di bin dirûşma »Şehîd Xebat Dêrik, serokê YPG« [hevpeyvînê daxîne] derketin ser kolanan û pê re li dijî kuştina sê çalakvanên PKK li Parîsê protesto kirin. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Qanat Swês, Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin), li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) û li ber mizgefta Qasimo li taxa rojava (ji aliyê PYD ve) xwenîşandanek hebû. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê du xwenîşandan hebûn. Li her yekî ji bajarên Dirbêsî, Tirbesipî û Kobaniyê du xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD ve hatibûn amade kirin. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê di şemiyê de li dar ketin, lê ne di înê de. Li taxa Kurdan Zorava li Şamê PYD xwenîşandanek li dar xist. Li Efrîn, Serê Kaniyê û Çil Axa herwiha li taxên kurdî yên li Heleb xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê çileya paşîna (January) 2013ê - Di 13ê çileya pêşîna 2012ê de Munzir Iskan Ehmed, Firas Cuma el-Ehmed, Ciwan Yûsif Yûsif [agahiyên bêhtir] û Hisên Ebdulxaliq Elî ji aliyê dadgeha ceza li Hisiçayê ji tawanbariya kuştina polîsekî hatin azadkirin. Li gor bendên 287, 267 û 305ê ya qanûna tawanan şeş sal û nîv ceza li wan hat birîn. Cezayê Ehmed û el-Ehmed ji ber sedemên sivikker û ji ber biryara lêborînê ya hejmar 10 ya 15ê çileya paşîna 2012ê bo sê salan hate daxistin. Herdu di heman rojê de ji girtîgehê serbest hatin berdan. Dema zindankirina Yûsif û Elî ji ber heman sedeman hate daxistin, lê ji ber ew reviyane, tenê daket pênc salan. Dema mayî ji cezayê xwe divê ew bên zindankirin.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê çileya paşîna (January) 2012ê - Ji 1 heta 5ê çileya paşîna 2013ê 336 endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), herwiha yên rêxistinên nêzîkî wê, beşdarî kombûna yekê ya fereh ya encûmenên leşkerî yên YPG li Dêrikê bûn. Di ragehandina dawî de kombûna fereh wekû »gaveke bingehîn li ser rêya sazkirina artêşeke niştimanî ji bo Kurdistana Rojava« hat binavkirin. Kesên kombûyî biryar dan ji bo damezrandina komîteyeke giştî ya leşkerî û sê navendên rêveberiya leşkerî li Efrîn, Kobanî û Cizîrê, herwiha sazkirina komîteyên din yên herêmî. Wan tekîd li ser »yekbûna berxwedana gelên sûrî« kirin, herwiha li ser giringiya avakirina têkiliyên baş di navbera YPG û hêzên çekdar yên opozisyona sûrî de. Kuştiyên şoreşa sûrî wekû şehîd û bi taybetî zarokên kuştî wekû sembolên biratiya erebî-kurdî hatin destnîşankirin. Li kêleka ala xwe YPG ala serxwebûna sûrî jî, ku sembola Artêşa Azad ya Sûriyê ye, hildabû. Di mehên dawî de endamên YPG û yên PYD hertim çalakvan direvandin yan jî êrişî wan dikirin, gava wan ala serxwebûnê di xwenîşandanan de nîşan didan, yan jî di nivîsgehên partiyan de hildidan. Wekî sedemên vê yekê wisa dihat gotin ku ev al sembola dijminên Kurdan e.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê çileya paşîna (January) 2013ê – Di 3yê çileya paşîna 2013ê de li ber nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê li Dirbêsiyê pevçûnek di navbera endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û endamên Ketîbeya Ciwan Qetna ya nû damezrandî ya ser bi partiya Yekîtî de çêbû. Herdu aliyan fîşek ber bi ezmanan ve teqandin. Herwiha Nizamedîn Elîko, Silêman Mîzar el-Îsa, Ciwan Mîrxan û Îsmaîl Ebdulbaqî Elî ji aliyê YPG ve hatin revandin. YPG ew bi endametiya di komên îslamîst de tewanbar kirin. Çalakvanekî nêzîkî Yekîtî ji KurdWatch re ragehand: »Endamên Ketîbeya Ciwan Qetna li ser meydaneke fêrkirinê di navbera Serê Kaniyê û Dirbêsiyê de ji aliyê endamên Ketîbeya Şehîd Tehsîn Memo ve di bikaranîna çekan de dihatin fêrkirin. PYD napejirîne ku komên kurdî yên din jî xwe çekdar bikin, heta eger ji bo parastina Kurdan be jî«. Alîgirên Yekîtî kombûnek li Dirbêsiyê li dar xistin, ji bo li dijî revandinê protesto bikin. Piştî navbeynkariya Encûmena Niştimanî ya Kurdî kesên revandî di heman rojê de serbest hatin berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê çileya paşîna (January) 2013ê – Di 2yê çileya paşîna 2013ê de li nêzîkî midûriyeta herêmê ya Qamişloyê bombeyek teqiya, di encamê de çar endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn. Agahiyên derdarê qurbaniyên kuştî de nikarîbûn bên piştrast kirin. Sedemên teqînê heta niha ne diyar in.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê çileya paşîna (January) 2013ê – Di 3yê çileya paşîna 2013ê de alîgirên çekdar yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Qamişloyê ji erebeyekê fîşek li nivîsgeha Partiya Yekîtiya Kurdî li Sûriyê teqandin. Endamên Yekîtî jî bi teqandina fîşekan bersiv dan, di encamê de êrişvanek ji milê xwe birîndar bû.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê çileya paşîna (January) 2013ê – Di pevçûnên çekdarî yên berdewam di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê û hêzên desthilatdariyê de, di heftiya ji 29ê çileya pêşîna 2012ê heta 4ê çileya paşîna 2013ê de, li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Pevçûn bi giranî li metrepola aborî Heleb û li Şama paytext hebûn. Xwenîşanderên di 4ê çileya paşînê de, ku li seranserî Sûriyê di bin dirûşma »Homs bangî azadan dike, ji bo dorpêçkirinê bi dawî bikin« derketin ser kolanan, doza hilweşandina rejîmê kirin. Alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi dirûşmên ji hev cuda derketin ser kolanan, hinekan daxwaza naskirina mafên Kurdan kirin, hinekên din bal kişandin ser xwedêgiravî kiryarên ne durust di hilbijartinên komîteyên herêmî yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî de. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di bin dirûşma »Yekîtiya Ciwanên Azadiyê« derketin ser kolanan. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Qanat Swês, Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin) û li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) xwenîşandanek hebû. Wekî din li Enteriyê alîgirên PYD di »Kombûna Sedhezarî« ya sêrojî [agahiyên bêhtir] de beşdar bûn. Lê wan heta 4ê çileya paşînê tenê dora deh hezar beşdarvan kom kirin. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê du xwenîşandan hebûn. Li her yekî ji bajarên Dirbêsî û Kobaniyê du xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD ve hatibûn amade kirin. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê di şemiyê de li dar ketin, lê ne di înê de. Li Efrîn, Serê Kaniyê, Çil Axa û Tirbesipiyê, herwiha li taxên kurdî yên li Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê çileya paşîna (January) 2013ê – Ji 2 heta 4ê çileya paşîna 2012ê alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li taxa Enteriyê li Qamişloyê kombûnek bi rêve birin, wan daxwaza azadî û demokratiyê ji bo gelê kurd, herwiha yê sûrî kirin. Amadekaran kon vedan, gelek xwenîşander şevan li cihê kombûnê razan. Bêhtirê beşdaran endamên komên ciwanan yên nêzîkî PYD bûn, lê di nav beşdaran de endamên komên ciwanan yên Partiya Demokrata Pêşverû li Sûriyê, yên Partiya Demokrata Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Nesredîn Îbrahîm û yên Partiya Yekîtiya Kurdistanî li Sûriyê, herwiha komên ciwanan yên ne girêdayî partiyan hebûn. Di çalakiyê de, ya bi navê »Kombûna Sedhezarî«, di 4ê çileya paşînê de dora deh hezar mirov beşdar bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê çileya paşîna (January) 2012ê – Dawiya çileya pêşîna 2012ê biryareke serokwezîrê sûrî yê li ser kar, Wail Nadir El-Helqî, diyar bû, li gor wê not kes ji karmendiya dewletê tên dûrxistin. Di biryara hejmar 16488, ya 18ê çiriya pêşîna 2012ê, di serî de mamosteyên parêzgeha Hisiçayê, lê karmendên dewletê yên karên din û ji parêzgehên din jî tên bi nav kirin. Kopiyeke biryarê di 11ê çileya pêşîna 2012ê de ji aliyê Rêveberiya Perwerdeyê ya Hisiçayê ve hatiye imze kirin. Ka ew kes ji ber sedemên siyasî ji kar hatine dûrxistin, ne diyar e. Biryar bi xwe sedemên ji kar dûrxistinê diyar nake.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê çileya paşîna (January) 2012ê – Di 28ê çileya pêşîna 2012ê de hêzên ewlekariyê yên sûrî fîşek li ser endamên xwenîşandanekê teqandin, ya ku ji aliyê alîgirên Artêşa Azad ya Sûriyê ve hatibû amadekirin, çend kuştî û birîndar hebûn. Endamên çekdar yên çend eşîrên ereb piştî teqandinê êrişî cihên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) kirin. Wan PYD bi hevkariya ligel rejîmê tewanbar kirin. Endamên PYD jî bi fîşekan bersiv dan. Sê kes hatin kuştin, lê ne xuya ye ew bi fîşekên alîgirên PYD yan yên hêzên ewlekariyê yên sûrî hatin kuştin.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê çileya paşîna (January) 2013ê – Di 15ê çileya pêşîna 2012ê de Partiya Demokrata Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar, Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê, Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ya Mustefa Xidir Oso, herwiha Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ya Mustefa Cuma damezrandina »Yekîtiya Siyasî ya Demokrata Kurdî – Sûriye « ragehandin. Di şahiya damezrandinê ya li Qamişloyê de nêzîkî hezar û pêncsed kes amade bûn. Yekîtî wekû projeyekê li ser rêya sazkirina partiyeke nû hat nîşandan. Li ser pirsa gelo herdu partiyên Azadî di hundurê Yekîtiya Siyasî de dibin yek, Dewran Melkê yê endamê komîteya herêmî ya Partiya Azadî ya Mustefa Xidir Oso li Qamişloyê ji KurdWatch re ragehand: »Helbet em dixwazin ku herdu partiyan gelekî zû bikin yek, lê her partiyeke Azadî wê destpêkê wekû partiyeke bi serê xwe bê dîtin, mîna herdu partiyên din. Hemû gavên ji bo yekkirinê emê di çarçoveya Yekîtiya Siyasî de pêk bînin.«

ShareThis

KURDWATCH, 4yê çileya paşîna (January) 2013ê – Di pevçûnên çekdarî yên berdewam di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê û hêzên desthilatdariyê de, di 28ê çileya pêşîna 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Pevçûn bi giranî li metrepola aborî Heleb û li Şama paytext hebûn. Xwenîşanderên ku li seranserî Sûriyê di bin dirûşma »Nanê xwînê« derketin ser kolanan, doza hilweşandina rejîmê kirin. Alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî jî dirûşmên bi naveroka xwe nêzîkî wê hildan û qurbaniyên êrişeke ezmanî li ser nanpêjxaneyekê li nêzîkî Hemayê bibîranîn. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di bin dirûşma »Azadiya Cizîrê di yekîtiya komên wê yên civakî de ye« derketin ser kolanan. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Qanat Swês, Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin), li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) û li ber mizgefta Qasimo li taxa rojava (ji aliyê PYD ve) xwenîşandanek hebû. Alîgirên PYD xwenîşanderên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Munîr Hebîb provoke kirin, gava ku bi çend erebeyan bi xurtbûna meşa mirovan ajotin nav koma xwenîşanderan. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê sê xwenîşandan hebûn. Li her yekî ji bajarên Dirbêsî, Kobanî, Çil Axa û Tirbesipiyê du xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD ve hatibûn amade kirin. Li Dêrikê xwenîşandaneke ji aliyê PYD ve amadekirî hebû. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê di şemiyê de li dar ketin, lê ne di înê de. Li Efrîn û Serê Kaniyê, herwiha li taxên kurdî yên li Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 4yê çileya paşîna (January) 2013ê – Piştî danûstandinên du rojan di navbera nûnerên Artêşa Azad ya Sûriyê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de, herdu aliyan di 16ê çileya pêşîna 2012ê de lihevkirinek imze kirin, ji bo ku pevçûnên li Serê Kaniyê [agahiyên bêhtir] bi dawî bikin. Hûriyên lihevkirinê ji bo raya giştî nehatin diyarkirin. Li gor agahiyên KurdWatch, herdu aliyan li ser wê yekê li hev kirin ku hemû girtiyan serbest berdin, xwe ji bajêr bikişînin û birêvebirinê ji komên civaka bajêr yên kurdî, erebî, çeçenî û xiristiyanî re bihêlin. Herwiha divê li derveyî bajêr tenê nuqteyên kontrolê yên hevbeş hebin. Vê gavê pevçûn nînin, lê aliyên dijber dev ji cihên xwe yên şerkirinê bernedane. Çalakvanekî ji Serê Kaniyê di dawiya çileya pêşîn de ji KurdWatch re ragehand: »Herdu alî siyaseteke ji bo aramkirina rewşê birêve nabin. Em ditirsin ku ew di demeke nêzîk de dîsa êrişî hevdu bikin.«

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]