KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 

KurdWatch, 26ê gulana (May) 2017ê – Bajar

Amûdê bajarek navçeya Qamişloyê ye, li parêzgeha Hisiçayê ye û dora 30 kîlometran rojavayî Qamişloyê û 80 kîlometran bakurê‑rojhilatî Hisiçayê ye. Hejmara nişteciyên bajarê Amûdê (tevî 156 gundên wê) dora 200 000 e. Li gundên başûrî bajêr hejmareke mezin ji Êzîdiyan dijîn. Di 13ê çiriya paşîna 1960î de di şewata sînema Amûdê de, ku hikûmeta Sûriyê wek berpirsyarê wê hate gunehkarkirin, dora dused şagirtên dibistanê mirin.

Çil Aaxa bajarek navçeya Dêrikê ye, li parêzegah Hisiçayê ye û ew dora 40 kîlometran rojavayî Dêrikê û 30 kîlometran rojhilatî Tirbesipiyê ye. Li Çil Aaxa dora 5 000 kes dijîn, ku nîvê wan Kurd in û nîvê din jî Ereb in.

Dêrik bajarek navçeya Dêrikê ye, li parêzgeha Hisiçayê ye û dora 185 kîlometran bakur‑rojhilatî Hisiçayê û 98 kîlometran rohilatî Qamişloyê ye. Hejmara nişteciyên navçeya Dêrikê 175 000 e, li bajêr bi xwe dora 50 000 kes dijîn, ku 15 000 ji wan Fileh in. Navçeya Dêrikê ji wan navçeyên parêzgeha Hisiçayê ye, ku hikûmetê malbatên ereb lê bi cî kirin.

Dirbêsî bajarek navçeya Serê Kaniyê ye, li parêzgeha Hisiçayê ye û dora 85 kîlometran bakurî Hisiçayê û 26 kîlometran rojavayî Amûdê ye. Hejmara nişteciyên navçeya Dirbêsiyê dora 120 000 e, li bajêr bi xwe dora 30 000 kes dijîn.

Efrîn bajarek navçeya Efrînê ye, li parêzgeha Helebê ye û dora 15 kîlometran başûrî sînorê Tirkiyê ye û 65 kîlometran bakur‑rojavayî Helebê ye. Hejmara nişteciyên navçeya Efrînê dora 470 000 e, li bajêr bi xwe dora 80 000 kes dijîn. Piraniya xelkên Efrînê Kurd in, di nav wan de gelek Êzîdî hene, tenê yek ta du ji sedî ji tevaya nişteciyên navçeya Efrînê Ereb in. Efrîn bi taybetî bi zeytûnên xwe û herweha bi keleha St. Simeon hatiye naskirin.

Eyndîwer gundek navçeya Dêrikê ye, li parêzegah Hisiçayê ye û ew li bakur‑rojhilatê bajarê Dêrikê ye, li ser çemê Dicle ye. Ev dever bi şûnmayinên pireke romanî hatiye naskirin, ku îro wek devereke serdanê ya hezkirî tê dîtin. Li Eyndîwerê dora bîst malbat dijîn.

Hisiça paytexta parêzgeha bi heman navî ye û herweha navçeya bi heman navî ye. Ew dora 600 kîlometran bakur‑rojhilatî Şamê ye li ser çemên Xabûr û Ceqceq e. Hejmara nişteciyên Hisiçayê 180 000 e, ku ji Ereb, Kurd, Fileh û Ermeniyan pêk tê. Li bajêr û herweha li gundên bakurî wê gelek Êzîdî dijîn.

Kobanî bajarek navçeya Kobanî ye, li parêzgeha Helebê ye û dora 165 kîlometran rojhilatî Helebê û 60 kîlometran rojhilatî çemê Firat e. Hejmara nişteciyên navçeya Kobanî dora 250 000 e, li bajêr bi xwe dora 75 000 kes dijîn.

Qamişlo bajarek navçeya Qamişlo ye, li parêzgeha Hisiçayê ye û dora 80 kîlometran bakur‑rojhilatî Hisiçayê ye. Bi dora 400 000 niştecî Qamişlo mezintirîn bajarê kurdî li Sûriyê ye, lê qeyda gelek nişteciyan li deverine din e û ew di salên dawî de li Qamişloyê bi cî bûne. Piraniya nişteciyên wê Kurd in (dora 70 ji sedî), piştre ji Ereb (dora 20 ji sedî) û Fileh (dora 10 ji sedî) tên. Ta 1994 li Qamişloyê komelgeheke cihû hebû. Malbata cihû ya dawî di havîna 2009ê de ji Sûriyê derket. Di asta navneteweyî de Qamişlo di rojên piştî 12ê adara 2004ê de hat naskirin, dema piştî leystikeke gokê bi rojan bûyer qewimîn û li seranserî Sûriyê belav bûn. Li Qamişloyê balafirgehek ji bo hundirê Sûriyê heye. Navçeya Qamişlo ji wan navçeyên parêzgeha Hisiçayê ye, ku hikûmetê malbatên ereb lê bi cî kirin.

Serê Kaniyê bajarek navçeya Serê Kaniyê ye, li parêzgeha Hisiçayê ye û dora 80 kîlometran bakur‑rojavayî bajarê Hisiça û 100 kîlometran rojavayî bajarê Qamişlo ye. Hejmara nişteciyên Serê Kaniyê 50 000 e. Li gundên başûrî bajêr gelek Êzîdî dijîn. Navçeya Serê Kaniyê ji wan navçeyên parêzgeha Hisiçayê ye, yên ku hikûmetê malbatên ereb lê bi cî kirin. Serê Kaniyê bi kaniyên xwe yên avê navdar e.

Tirbesipî bajarek navçeya Qamişlo ye, li parêzgeha Hisiçayê ye û dora 18 kîlometran rojhilatî bajarê Qamişlo ye, di nav deşteke fireh a gelekî zengîn de ye. Hejmara nişteciyên bajêr dora 25 000 e, ku ji Kurd, Aşurî, Ermenî û Ereban pêk tê. Hejmara nişteciyên Tirbesipiyê (tevî 140 gundên wê) dora 120 000 e. Li bajarê Tirbesipiyê û herweha li gundên bakurî bajêr gelek Êzîdî dijîn.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]