KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 

KurdWatch, 23ê cotmeha (October) 2017ê – Qanûna tawanan

Bendê 43ê
1. Bêyî stendina nerîna Komîteya Lêbûrînê û pejirandina serokê dewletê nabe ku hukimê bidarvekirinê bê pêkanîn.
2. Kesê ku bi bidarvekirinê hatibe cezakirin, di hundirê avahiya zindanê de tê şeniqandin, an jî li ciyekî din ku di mersûmê ji bo pêkanîna cezayê de hatibe destnîşankirin.
3. Nabe ku bidarvekirin di rojên înî, yekşem û cejnên niştimanî yan olî de pêk bên.
4. Eger xanim avis be, pêkanîna bidarvkirinê ta çêbûna zarokê tê bipaşxistin.

Bendê 44ê
Eger di qanûnê de deqek taybetî tune be, dema herî kêm ji bo karên dijwar ên demî û girtina demî, sirgûnkirin, îqama cebrî û bêparkirina ji mafên medenî sê sal in û dema herî zêde jî panzdeh sal in.

Bendê 45ê
Kesên ku bi pêkanîna karên dijwar hatibin hukimkirin, mecbûr in ku karên giran ê li gorî zayend û temenên wan bikin, çi di hundirê zindanê de yan li derveyî wê.

Bendê 46ê
Kesên ku hukimê girtinê li wan hatibe birîn, divê di yek ji wan kargehan de kar bike, ku ji aliyê birêvebiriya zindanê ve tên birêvebirin, li gorî bê wan di destpêka hukimê xwe de çi ji xwe re hilbijart. Bêyî razîbûna wan nabe ew li derveyî zindanê bên bikaranîn û nabe ku ew bên mecbûrkirin ku cilên zindanê li xwe bikin.

Bendê 49ê
Bêparkirina ji mafên medenî tê wateya:
1. Bidûrxistina ji hemû wezîfe û xizmetên giştî û bêparkirina ji hemû mûçeyên ku ji dewletê tên.
2. Bidûrxistina ji hemû wezîfe û xizmetên di birêvebiriya ol an sendîqayê de ku kesê ku hikum lê hatiye birîn, tê de endam e, û bêparkirina ji mûçe û teqwidiya ku ev ol an sendîqa dide.
3.  Bêparkirina ji mafê bûna xwedî imtiyaz an xwedî doza ji dewletê.
4.  Bêparkirina ji mafê dengdanê yan bûna berbijêr û ji hemû mafên medenî, siyasî, olî û yên sendîqayê.
5. Windakirina mafê ku bibe xwedî, weşanger an edîtorê rojnameyekê yan çi weşaneke din jî be.
6. Bêparkirina ji mafê birêvebirina dibistanekê û çi wezîfeya di warê perwerdeya giştî û taybetî de.
7. Bêparkirina ji mafê rahiştina nîşan û leqebên rûmetê yên sûrî û biyanî.
Ji bilî van tiştan li kêleka bêparkirina ji mafên medenî birîna cezaya zindanê ji sê mehan ta sê salan gengaz e; eger kesê ku hukim lê hatibe birîn, biyanî be, çare ji girtinê re tune ye.

Bendê 63ê
1. Birîna cezaya karên dijwar ên heta hetayê yan girtina heta hetayê bêparkirina mafên medenî heta hetayê dixwaze.
2. Birîna cezaya karên dijwar ên demî, girtina demî, sirgûnkirin an îqama cebrî bêparkirina ji mafên medenî dixwaze, ji roja ku hukim bû fermî ta sala dehê ji pêkanîna cezaya bingehîn.

Bendê 65ê
Her kesê ku di dozên biçûk de cezaya girtinê yan îqama cebrî lê hatibe birîn, di dema pêkanîna cezaya wî de ji bikaranîna van mafên medenî tê bêparkirin: a. Mafê kirina wezîfe û xizmetên giştî:
b. mafê kirina wezîfe û xizmetên giştî di birêvebiriya karûbarên komelgeha medenî yan birêvebiriya sendîqayê de, ku ew tê de endam e; c.  mafê ku beşdarî dengdanê bibe yan bibe berbijêr di hemû encûmenên dewletê de;
d. mafê ku beşdarî dengdanê bibe yan bibe berbijêr di hemû rêxistinên olî û sendîqayan de;
e. mafê rahiştina nîşanên rûmetê yên sûrî û biyanî.

Bendê 109ê
Hilweşandina rêxistinên ku di rewşên di bendê buhurî de behsa wan hatiye kirin, gengaz e:
a. eger ew pîvanên qanûnî yên damezirandinê binpê bikin;
b.  eger armanca damezirandina wan li dijî qanûnê be;
c.  eger ew biryarên qanûnî ku doza hilweşandina wan dikin, binpê bikin;
d. eger damezirandina wan bi biryareke ku mirov nema dikare li dij derkeve, ku pênc sal di ser re derbas nebûbin, hatibe rawestandin.

Bendê 204ê
1. Eger mirovekî komek tawanên mezin û biçûk kiribin, her tawanek bi serê xwe tê cezakirin, lêbelê tenê cezaya herî giran tê pêkanîn.
2. Gengaz e ku mirov hemû cezayan kom bike, lê nabe ku encama wan bi taqûnîvekî ji cezaya herî bilind, ku mirov nema dikare li dij derkeve, zêdetir be.
3. Eger mirov derfeta komkirina cezayê bi kar neanîbe, mesele dîsa vedigere ji heman dadwerî re, da ku biryarê bide.

Bendê 216ê
1. Ew kes dibe hander (muherid) ku mirovek din bi çi şêweyî jî be ji bo pêkanîna tawanekê sor kiribe yan jî hewil dabe ku wî sor bike.
2. Cezakirina gunehê hander cuda ye ji ya wî kesî ku ji bo pêkanîna tawanekê hatiye sorkirin.

Bendê 217ê
1. Hander cezaya wê tawanê ku wî dixwest ku bê kirin, distîne; ne giring e bê ma tawan pêk hatiye, di dema kirinê de ye yan tiştek jê kêm e.
2. Eger sorkirina ji bo tawaneke mezin an biçûk ne serketî bû, ceza li gorî xalên 2, 3 û 4 ên di bendê 219ê de destnîşankirî de tê kêmkirin.
3. Eger sorkirina kesekî ji bo pêkanîna tawaneke biçûk ji aliyê wî kesî ve neyê pejirandin, hingî ew nayê cezakirin.
4. Li dijî hander heman tedbîrên paraztinê tên kirin mîna ku tawanbar be.

Bendê 218ê
Ew kes wek beşdarê di tawaneke mezin an biçûk de tê dîtin
a. ku ji bo pêkanîna tawanê agahî dabin, tevî ku ev agahî ji bo pêkanîna tawanê ne alîkar bûn;
b. ku bi şêweyekî ji şêweyan tawanbar germ kiribe;
c. ku ji ber berjewendiyeke diravî yan meenewî teklîfeke tawanbarekî ji bo pêkanîna tawanekê pejirandiye;
d. ku alîkariya tawanbar kiriye yan piştgiriya pêkanîna karinan kiriye ku tawan amade- , heasn- an jî temam kiriye;
e. ku bi tawanbar an beşdarvanekî din ê tawanê berî pêkanîna wê li hev kiribe û di veşartina nîşanên wê de yan veşartin û guhertina tiştên ku jê derketibin de beşdar bûbe, yan alîkarî kiribe ku bi kêmanî kesek beşdar xwe ji ber edaletê dabe alî; f. ku hayê wî ji çalakiyên tawanbaran hebû, ku xelk di kolanan de talan kiribin an bi karên tundûtujiyê li dijî ewlekariya dewletê, aramiya giştî yan kesan an malûmilkên wan rabûbin, û xwarin an ciyek ji bo starê, xweveşartinê yan kombûnê dabe wan.

Bendê 219ê
1. Kesek ku di tawanekê de beşdar bûbe, ku bêyî alîkariya wî tawan nedikarî bê kirin, mîna tawanbar tê cezakirin.
2. Eger tawanbar bi bidarvekirinê bê cezakirin, hingî beşdarvanên din bi karên dijwar ên heta hetayê yan yên demî ji duwanzdeh ta bîst salan tên cezakirin.
Eger tawanbar bi karên dijwar ên heta hetayê yan girtina heta hetayê bê cezakirin, hingî beşdarvan heman cezayê distînin, lê ne kêmî bîst salan.
Di rewşên din de cezaya tawanbar kêm dibe piştî ku dema wê hatibe daxistin ta nêvî.
Gengaz e ku mirov heman tedbîrên parastinê ji bo wan bike, mîna ku ew bi xwe tawanbar bin.

Bendê 244ê
1. Eger dadgehê ji bo berjewendiya kesekî ku tawaneke biçûk kiribe, mercên sivikker dibîne, hingî ew dikare cezayê daxîne asta herî nizim, wek ku di bendên 51, 52 û 53ê de hatiye destnîşankirin.
2. Dadgeh herweha dikare bi biryareke baş şirovekirî cezaya girtinê û îqama cebrî biguhere û bike cezaya girtina ta deh rojan, eger tawan berî niha nehatibe kirin.

Bendê 262ê
1. Kesê ku beşdarî komployeke li dijî ewlekariya dewletê bûbe û berî ku karên ji bo pêkanîna komployê hatibin kirin, dezgehên dewletê agahdar bike, cezaya wî tê kêmkirin.
2. Eger karekî wiha hatibe kirin an jî hatibe destpêkirin, li gorî mercên sivikker li meselê tê nerîn.
3. Herweha ew tawanbarî ji mercên sivikker sûdê digire, ku desthilat agahdarî komployek an tawaneke din li dijî ewlekariya dewletê kiribe berî ku ew hatibe temamkirin an di - tevî ku tedbîrên girtina tawanbaran hatibin destpêkirin - girtina tawanbarên din an tawanbarên ku ew ciyên xweveşartina wan nas dike de, alîkar bû.
4. Biryarên vê bendê ji bo hander (muherid) nayên bikaranîn.

Bendê 267ê
1. Her welatiyekî sûrî ku di rêya kiryar, axaftin an jî nivîsandinan an awane din re hewil dabe ku beşekî ji xaka Sûriyê cuda bike, da ku wî bi dewleteke biyanî ve girêbide yan mafê imtiyazeke taybetî ya dewleta Sûriyê bide vê dewletê, bi kêmanî pênc sal zindan lê tên birîn.
2. Eger tawanbar di dema pêkanîna kiryara xwe de endamê yek ji komele û rêxistinên di madeyên 288 û 308 de behskirî bû, cezaya girtina heta-hetayê distîne.

Bendê 285ê
Kesê ku li Sûriyê di dema şer de yan jî dema ku mirov texmîn dike ku ewê biqewime, îdîayan bike ku hestê neteweyî qels bike yan pêşhukimên nijadî yan mezhebî şiyar bike, bi girtinê tê cezakirin.

Bendê 286ê
1. Heman ceza digihe wî kesî, ku li Sûriyê di heman rewşê de bi mebest nûçeyên şaş an mezinkirî (mubalexekirî) belav bike, ku dibin sedema qelskirina hestê neteweyî.
2. Eger kesê ku ev yek pêk anîbe, di wê baweriyê de be ku nûçe rast in, hingî cezaya girtinê bi kêmanî sê meh in.

Bendê 287ê
1. Her welatiyekî sûrî, ku li derve bi zanebûn nûçeyên şaş an mezinkirî (mubalexekirî) belav bike, ku dibin sedema birîndarkirina rûmeta dewletê yan mekaneta wê ya diravî, bi kêmanî şeş meh zindan û cezayeke diravî di navbera sed û pêncsed lîreyên sûrî de lê tên birîn.
2. Dadgeh dikare biryara weşandina hûkim bide.

Bendê 288ê
1. Kesê ku li Sûriyê bêyî destûra hikûmetê bibe endamê komeleyeke siyasî yan civakî ya xwedî taybetmendiyeke navneteweyî yan jî bibe endamê rêxistineke bi vî şêweyî, bi cezaya girtinê yan îqama cebrî ji sê mehan ta sê salan û bi cezayeke diravî di navbera sed û dused û pêncî lîreyan de tê cezakirin.
2. Kesê ku di komele yan rêxistineke behskirî de xwedî wezîfeyeke fermî bû, nabe ku cezaya wî ya girtinê yan îqama cebrî kêmî salekê û cezaya diravî kêmî sed lîreyan be.

Bendê 306ê
1. Her komeleyeke ku bi armanca guhertina bingeha aborî yan civakî ya dewletê yan rewşên bingehîn ên civakê bi şêweyekî ji şêweyên di bendê 304ê de behskirî hatibe damezirandin, tê hilweşandin û endamên wê bi karên dijwar ên demî tên cezakirin.
2. Cezaya damzirêner û birêvebiran ne kêmî heft salan e.
3. Kêmkirina cezayê yan mercên sivikkirî ku li gorî bendê 262ê hander (muherid) sûdê jê digirin, ji bo tawanbarên di xalên 1 û 2ê de behskirî jî dikarin bên bikaranîn.

Bendê 307ê
1. Her kiryar, her nivîs û her axaftin, ku bi niyet e yan jî dibe sedema ku pêşhûkimên mezhebî yan nijadî bên gurkirin an jî kêşeyên di navbera olan û endamên cuda yên milet de bên tevdan, bi cezaya girtinê ji şeş mehan ta du salan û bi cezaya diravî ji sed ta dused lîreyan û herweha bi qedexekirina pêkanîna wan mafan tê cezakirin, ku di xalên 2 û 4ê yên bendê 65ê de behsa wan tê kirin.
2. Dadgeh dikare biryara weşandina hûkim bide.

Bendê 308ê
1. Her kesek ku endamê komeleyekê ye, ku ji bo armanca di bendê buhurî de behsa wê hatiye kirin, heman cezayê distîne.
2. Girtin ne kêmî salekê ye û cezaya diravî ne kêmî sed lîreyan e, eger kesê binavkirî di komeleyê de xwedî wezîfeyekê bû.
3. Ji bilî van yekan komele tê hilweşandin û li gorî madeyên 109 û 69ê dest tê danîn ser milkên wê.

Bendê 325ê
1. Eger bi kêmanî du kesan komeleyekê damezirînin an li hev kiribin ku tawanên biçûk li dijî xelkê û malûmilkan bikin, bi karên dijwar ên demî tên cezakirin; eger ev kiryar bi mebesta ziyangihandina jiyana kesekî din hatibe kirin, nabe ku cezaya girtinê kêmî heft salan be.
2. Eger kesek meseleya komeleyê yan lihevkirinê û hemû agahiyên li cem xwe eşkere bike, ew nayê cezakirin.

Bendê 326ê
1. Her komek ji bi kêmanî sê kesan ku wekî çeteyên çekdar li kolan û gundan bigerin bi armanca talankirin û êrîşkirina xelkê û ziyangihandina malûmilkan an kiryareke din ji kiryarên diziyê, bi karên dijwar ên demî ji bo bi kêmanî heft salan tên cezakirin.
2. Û ew bi karên dijwar ên heta hetayê tên hûkimkirin, eger ew bi kiryarên berê behskirî rabûbin.
3. Kesê ku ji wan ji bo pêkanîna tawanê kesek kuştibe yan hewil dabe ku wî bikuje, yan jî li dijî goriyan işkence û kiryarên hovane pêk anîbin, bi cezaya bidarvekirinê tê cezakirin.

Bendê 327ê
1. Her komele yan jî her komeke ku di rastiyê de mîna komleyê ye, wek nehênî tê dîtin, eger armancên wê li dijî qanûnê bin û wê çalakiyên xwe yan jî hinek ji wan bi şêweyekî nehênî kiribin.
2. Heman komele yan jî kom wek nehênî tên dîtin, eger hatibe peyitandin (isbatkirin) ku armancên wê li dijî qanûnê ne û agahiyên li ser rêbazên wan, navên endamên wan û wezîfeyên wan, mijarên civînên wan û milk û çavkaniyên dahatinên wan nehatibin şandin ji dezgehên berpirsyar re, tevî ku ji wan hatibe xwestin.

Bendê 328ê
1. Her komeleyeke nehênî tê hilweşandin û dest tê danîn ser milkên wê. 2. Her kesê ku di komeleyeke wiha de xwedî wezîfeyeke îdarî yan jî tenfîzî bû, bi girtinê ji şeş mehan ta du salan û bi cezaya diravî ji sed ta dused lîreyan tê cezakirin. Endamên din rastî nîvê van cezayan tên.

Bendê 329ê
1. Eger endamê komeleyeke nehênî tawanek li gorî rêbaza komeleyê kiribe, hingî ew endamê ku di wê civînê de amade bû, ku tê de tawan hatibe plankirin, wek mirovekî tê dîtin ku tawan gur kiribe û li gorî bendê 217ê tê cezakirin.
2. Endamê ku dema pêkanîna tawanê li ciyê tawanê bû, wek kesekî beşdar tê dîtin û li gorî cezaya beşdarbûnê di bendê 219ê de tê cezakirin.

Bendê 335ê
Kesê ku beşdarî civînekê bûbe, ku nakeve asta civîneke taybetî, hem ji ber nêt, armanc, hejmara kesên vexwendî yan kesên ku ew ji wan pêk tê, hem jî ji ber ciyê pêkanîna wê, yan ew li ciyekî giştî bû yan jî li devereke ji xelkê re yan ji çavên wan re vekirî, û bi dengekî bilind dirûşmên ajawegêr bang kiribin an yek ji nîşanan pêşkêş kiribin, ku dikarin ewlekariya giştî bixin metirsiyê, yan jî bi xwenîşandaneke din a ajawegêr rabûbe, mehek ta salek girtin û cezayeke diravî ji sed lîreyan lê tên birîn.

Bendê 336ê
Her xwenîşandanek an kombûnek li ser kolanên giştî yan li ciyekî ji bo xelkê re vekirî wek civîneke ajawegêr tê dîtin û bi girtina ji mehekê ta salekê tê cezakirin:
- eger ew bi kêmanî ji sê kesan pêk hatibe û armanca wê pêkanîna tawaneke biçûk be û bi kêmanî yek ji wan çekdar bû;
- eger bi kêmanî ji heft kesan pêk hatibe bi armanca protestokirina biryar yan jî tedbîreke dezgehên giştî, da ku bi vî şêweyî dextê li wan bikin;
- eger hejmara beşdaran zêdeyî bîstan bû û ew bi şêweyekî derketibin, ku dikare aramiya giştî tevlihev bike.

Bendê 338ê
1. Eger kesên kombûyî bêyî bikaranîna zordariyê ji hev belav nebin, hingî cezaya wan ji du mehan ta du salan e.
2. Kesê ku çek bi kar anîbe, ji salekê ta sê salan girtin lê tên birîn, ji bilî cezayeke girantir ku dibe ji wî re heq bike.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]