KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 

Nivîsar

Pakkirina neteweyî li Girê Sipî? Nîşanên desthilata YPG û PYD li deverên ji DI hatin standin

Di hizêrana 2015ê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) karîn bi piştgiriya hêza ezmanî ya WY, bajarê Girê Sipî û deverên hawîrdor ji Dewleta Islamî (DI) bistînin. Di vê çarçoveyê de PYD û Yekîneyên Parastina Gel yên wê hatî tawanbarkirin mafên mirov bi giranî bipêkiribin û heta bi pakkirina netewî pêk anîbe. Ev nivîsa han xwe mijûl dike bi pirsa, bê çawa PYD û YPG li deverekê kar dikin, ya ku ji deverên Cizîr, Efrîn û Kobanî, yên ku ji 2012ê ve ji aliyê wê ve tên bi rê ve birin bi wê yekê cuda ye, ku bêhtir Ereb li wê dijîn. Li deverên hatin sitandin li hawîrdorî Girê Sipî tenê deh ji sedî ji gel Kurd in. Panzdehên din ji sedî Tirkmen in. Bi çi awayî û bi çi alavan PYD dikare van deveran bi rê ve bibe? Encama mafên mirovan li wir çawa ye? Gelo pakkirinên mezin yên netewî ji wê deverê hebûn?

PDF [PDFê daxîne]


Leşkerkirina bi zorê û bikaranîna leşkerên zarok ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat li Sûriyeyê ve

Di 13ê tîrmeha 2014ê rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, yasayeke leşkerkirina bizorê bi sernivîsa »Erka xwebergiriyê« derxist. Ev nivîsera han wê yasayê analîz dike û bi kiryarên leşkerkirinê yên milîsên partiya PYD, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ji dema derketina yasayê mijûl dibe.

PDF [PDFê daxîne]


Rikberiya kurdî ya sûrî ҫi dixwaze?
Siyaset di navbera Hewlêr, Silêmanî, Şam û Qendîlê de 
 

Li destpêka xwenîşandanan li Sûriyê di destpêka sala 2011ê de gelek ҫavdêr di wê baweriyê de bûn ku Kurd dê roleke sereke di herifandina rêjîmê de bilîzin. Li gel ku rikeberiya kurdî di nav zêdeyî destek partiyên siyasî de parҫebûyî ne jî, lê ew bi tevayî parҫeya opozisyona sûrî ya herî baş bi rêxistin bû. Bi rastî jî Kurd heta niha tenê roleke ne bingehîn dilîzin di berxwedanan de. Sedemên vê yekê di vê raportê de dê werin şirovekirin. Ji aliyekî din ve ev raport dê tev li raporta me ya ҫileya pêşîn a 2011ê hatî belavkirin »Rikebiriya kurdî sûrî kîye? Pêşveҫûna partiyên kurdî di navbera 1956-2011 de« bibe û dê pêşveҫûnên ji ҫireya pêşîna 2011ê destnîşan bike. Hêjayî gotinê ye ku term û têgehê »opozisyon« di vê raportê de dê bi awayekî ji berê ferehtir were bikaranîn ku komên ciwanan û yekîneyên kurdî yên di nav Artêşa Azad ya Sûrî de wekû aliyên nû ne ji opozisyonê ku hatine ser sahneya siyasî.

PDF [PDFê daxîne]


Kî ye oposîtsyona kurdî ya sûrî?
Rewşa partiyên kurdî ji sala 1956ê ta 2011ê


Armanca vê nivîsarê ew e ku partiyên kurdî li Sûriyê yên vê demê, kesayetiyên wan, armancên wan ên siyasî, tevgera wan a siyasî û wateya wan a civakî bên şirovekirin. Bi taybetî di vê dema niha de şiroveyeke siyasî ya partiyên kurdî, ku pêkhatiyeke bingehîn a oposîtsyona sûrî ye, gelekî giring e.

PDF [PDF 1 daxîne]
PDF [PDF 2 daxîne]


Êzîdiyên li Sûriyê: Di navbera pejirandin û piştguhkirinê de

Gelo Êzîdî ji ber baweriya wan ji aliyê dewleta Sûriyê ve tên çewisandin? Gelo Êzîdî dikarin ola xwe di deverên vekirî de bijîn? Peywendiya piraniya islamî û kêmahiya êzîdî çawa ye? Piştî destpêkeke kurt li ser ola êzîdî û dana hin agahiyên li ser herêmên Êzîdiyan li Sûriyê ev nivîsar hewil dide bersiva van pirsan û yên din dide.

PDF [PDFê daxîne]


Mersûmê 49ê ‒ Misaderekirina gelê kurd?
Hin têbînî li ser bandorên siyasî û encamên aborî yên mersûmekî

Di 10ê îlona 2008ê de serokê sûrî biryara mersûmê 49ê da. Vî mersûmî qanûna 41ê ya di 26ê cotmeha (October) 2004ê de guherand, ku milkiyet, firotin û kirêkirina malûmilkên li herêmên sînor bi qaîde dikir.1 Di nav Kurd û alîgirên pirsa wan de mersûm wek mersûmekî »dijkurd« hat binavkirin.

PDF [PDFê daxîne]


Kurdên bê nasname li Sûriyê - Koçberên neqanûnî yan goriyên siyaseteke neteweperest?

Di 23ê tebaxa 1962ê de hikûmeta Sûriyê bi mersûmê jimar 93 biryara serjimartineke awarte ji bo parêzgeha Hisiçayê da, ku di 5ê cotmeha 1962ê de pêk hat. Di encama wê de 120 000 Kurd nasnameya sûrî winda kir û bi wê re mafên bingehîn ên welatiyan jî windabûn.

PDF [PDFê daxîne]


»Serhildana Qamişlo« - Destpêka »serdemeke nû« ji bo Kurdên Sûriyê?

Di adara 2004ê de li herêmên kurdî Cezîr, Efrîn (Çiyayê Kurmênc) û Kobanî, lê li Heleb û Şamê jî, xwenîşandanên girseyî yên zordaryane û çalakiyên protestoyê li dijî rêjîma Sûriyê pêk hatin, ku di bi vî şêweyî di dîroka Kurdên Sûriyê de tucarî pêk nehatibû.

PDF [PDFê daxîne]


»Kalikê te wê emeliyê bi selametî derbas bike, lê ewê di beşê me yê intensîvê de bi saxî nefilite.« - Hin têbînî li ser sîstema tenduristiyê ya sûrî

Ji salên 1970ê de û vir de rewşa tenduristiyê li Sûriyê bi şêweyekî berbiçav baştir bûye - ev yek di nîşandekên mîna jiyana hêvîkirî ya navencî de xuya dibe.

PDF [PDFê daxîne]


Şewata sînema Amûdê di çiriya paşîn a 1960î de

Şewata Sînema Amûdê di 13ê çiriya paşîn a 1960î de, ku tê de bi sedan şagirtên kurd mirin, yek ji wan bûyeran e ku tim tên behskirin dema mijar li ser dîroka cudayîkirina (dîskrîmînekirina) gelê kurd li Sûriyê ye.

PDF [PDFê daxîne]


Siyaseta Kurdan a hikûmeta Sûriyê û rewşa tevgera kurdî ji sala 1920ê ve

Kurdên li Sûriyê, ku hejmara wan dike dor du milyonan , piştî Ereban di nav tevaya welatiyan de (jimara niştevanên sûrî li derdora bîst milyonan e) grûpa etnîkî ya diduyan e.

PDF [PDFê daxîne]

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]