KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 

KurdWatch, 24ê hizêrana (June) 2017ê – Nûçeyên 2009ê

Di vê lîsteyê de girtin, cezakirin, binpêkirin û tedbîrên din ên dewletê li dijî Kurdan hene, ku li Sûriyê ji çileya paşîn a sala 2009ê ji ber sedemine siyasî hatine pêkanîn. Bûyerên ji salên buhurî tenê tên behskirin, eger ew hîn bi dawî nehatibin. Weke mînak, eger kesek di sala 2008ê de hatibe girtin, lêbelê di sala 2009ê de hatibe cezakirin, hingî ev bûyer li jêr dema cezakirinê tê weşandin.
Hemû agahî bi kêmanî ji aliyê du çavkaniyên ji hev cuda ve hatine piştrastkirin. Di piraniya bûyeran de me bi kesên peywendîdar, endamên malbatên wan an parêzerên wan re bi xwe têkilî kirin. Ti bûyer tune ye, ku bêyî lêkolînê ji raportên mafên mirovan ên heyî yan çavkaniyên nivîskî yên din hatibin stendin. Komek ji bûyerên ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve hatine weşandin, li vir nehatine weşandin, çimkî derfet tune bû ku mirov wan teqez bike. Herweha bûyerên mirina leşkerên kurd di dema pêkanîna erkê leşkeriyê de di sala 2009ê de ne di lîsteyê de ne. Me biryar da ku em pêşî li ser van bûyeran lêkolînên berfireh pêk bînin û piştre wan di raporteke cuda de biweşînin.
Di heman demê de dive mirov bizanibe ku hejmareke nediyar a girtin û binpêkirinên mafên mirovan ên din di dema raportê de heye. Kesên ku behsa wan nayê kirin, an peywendiyên wan bi partiyên siyasî re tunene, yan jî kesekî li derveyî Sûriyê nas nakin ku behsa wan bike.



Çileya pêşîn (December)

31ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Ibrahîm Xelîl Biro, endamê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, di 29ê çileya pêşîna (December) 2009ê de li Qamişloyê ji zindanê derket. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

31ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Dadwerê leşkerî li Qamişloyê di 29ê çileya pêşîna (December) 2009ê de dadgehkirina Xalid Mio Kenco dîsa bi paş xist. Gerek ew di 8ê şibata 2010ê de pêk were. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

31ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Dadwerê leşkerî li Qamişloyê di 29ê çileya pêşîna (December) 2009ê de Rojîn Cumaa Remo, Feleknaz Xelîl, Efra Musa Mihemed û Mihemed Xelîl Xelîl, ku tevde çalakvanên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) in, ji zindanê derxistin. Biryara dawî di vê dozê de hîn nehatiye dan. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

28ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Hesen Ibrahîm Salih (1947, zewicî ye û bavê heft zarokan e), Mihemed Ehmed Mistefa (1962, parêzer, zewicî ye û bavê zarokekê ye), Meerûf Mele Ehmed (1954, zewicî ye û bavê çar zarokan e), û Enwer Naso (1962, karmendê dewletê, zewicî ye û bavê sê zarokan e) di 26ê çileya pêşîna (December) 2009ê de li Qamişloyê ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve hatin girtin û şandin ji bo ciyek nenaskirî. Hersî kesên pêşî endamên polîtbîroya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ne, yê dawî jî endamek çalak ê partiyê ye. Li gorî agahiyên şahidan herçar çalakvan hatin girtin dema wan li ser daxwaza mûdîrê mentîqeya Qamişloyê serî lê dabû. Ta niha agahiyên berfireh li ser vê dozê peyda nabin.

25ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Dadwerê leşkerî li Qamişloyê roja 20ê çileya pêşîna (December) 2009ê biryara li dijî Rojîn Cumaa Remo, Feleknaz Xelîl, Efra Musa Mihemed û Mihemed Xelîl Xelîl, ku tevde çalakvanên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ne, bi paş xist ji bo 17ê çileya paşîna (January) 2010.
Rojîn Cumaa Remo di 29ê tîrmeha (July) 2009ê de li Kobanî ji aliyê polîsan ve hatibû girtin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]
Feleknaz Xelîl, Efra Musa Mihemed û Mihemed Xelîl Xelîl di 3ê tebaxa 2009ê de ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve di mala Mihemed Xelîl Xelîl (1960) de hatibûn girtin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

17ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî roja 14ê çileya pêşîna (December) 2009ê xwendekar Hevraz Mihemed Emîn Hesen di mala wî de li Girkê Legê li mentîqeya Dêrikê girt. Hingî wan dest danîn ser hin tiştê wî, di nav de kompûtera wî jî. Ji hingî ve çarenivîsa wî ne diyar e.

17ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Dadwerê leşkerî li Qamişloyê di 9ê çileya pêşîna (December) 2009ê de biryara li dijî Ehmed Ebdela Tacidîn, Mihemed Şerîf Silêman Mihemed, Fuad Murad Ehmed und Yasîn Mihemed Şêxmûs bi paş xist ji bo 17ê çileya paşîna (January) 2010ê.
Ehmed Ebdela Tacidîn di 4ê çileya paşîna (January) 2009ê de hatibû girtin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê] Mihemed Şerîf Silêman Mihemed, Fuad Murad Ehmed û Yasîn Mihemed Şêxmûs di 25ê îlona (September) 2009ê de hatibûn girtin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]
Li gorî agahiyên hersî alîgerên dawî yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ew di dema girtina wan de bi berhevkirina navên Kurdên biyanî ji bo şandina wan ji bo Ewropayê dihatin gunehkarkirin. Lê ew dibêjin ku wan ev yek nekiriye. Ew herweha dibêjin ku di dema girtina li Hisiçayê de, ku mehekê dirêj kir, ew berdewam bi lêdanên li ser hemî beşên canên wan dihatin işkencekirin.

16ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Parêzer û nivîskar Mistefa Ismaîl (1973) ji bajarê Kobanî di 12ê çileya pêşîna (December) 2009ê hat girtin dema wî serî li Dezgeha Muxaberatên Hêza Ezmanî li Helebê dabû. Ji hingî çarenivîsa wî ne diyar e. Nivîsarên Mistefa Ismaîl di malperên kurdî û erebî de hatine weşandin.

15ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Endamên Dezgeha Ewlekariya Dewletê di 23ê çiriya paşîna (November) 2009ê de Nûrî Ibrahîm Şêxo (1964) di mala wî ya li taxa Şêx Meqsûd li Helebê girt. Şêxo, ku zewicî ye û bavê pênc zarokan e, alîgerê PYDê ye. Ji roja girtina wî ve çarenivîsa wî ne diyar e.

11ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Dadwerê leşkerî li Qamişloyê do biryara di doza Welîd Mihemed Elî Hisên de bi paş xist ji bo roja 31ê çileya paşîna (January) 2010ê. Hisên, xwendekar û endamê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê, di 7ê adara 2008ê de hatibû girtin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

11ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Ciyê ku Behcet Elî Ibrahîm lê girtî ye, hat naskirin: Ew ji 23ê cotmeha 2009ê ve li Helebê di zindanê de ye. Ibrahîm di 20ê cotmehê de li Amûdê hatibû girtin. Dozgeriya Giştî ya Leşkerî li Helebê doza wî veguhest cem dadwerê leşkerî li Qamişloyê. Gerek e Ibrahîm di rojên bê de bê şandin Qamişloyê. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

10ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Dadwerê leşkerî li Qamişloyê do biryara di doza Silêman Ebdilmecîd Oso de bi paş xist ji bo roja 17ê çileya paşîna (January) 2010ê. Oso, ku endamê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ye, di 20ê adara 2009ê de li Hisiçayê ji aliyê endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ve hatibû girtin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

7ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Mehekê piştî girtina nivîskar Ehmed Mihemed Mistefa (1963), ku bi navê Pîr Rustem hatiye naskirin, zewicî ye û bavê du zarokan e, çarenivîsa wî hîn ne naskirî ye. Mistefa di 5ê çiriya paşîna (November) 2009ê de li Cindirêsê li navçeya Efrînê ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Helebê ve hatibû girtin. Beriya wê bi çend rojan ew ji Kurdistana Iraqê vegeriyabû, ku wî li wê derê çend meh derbas kiribûn. Ji bilî xebata wî wek nivîskar – çar pirtûkên wî yên çîrokan bi zimanê kurdî hene – Mistefa herweha endamê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el‑Partî) ya Dr. Ebdilhekîm Beşar e. Ew herweha endamê Encûmena Niştimanî ya Daxuyaniya Şamê ye. Mistefa komek nivîsar di internêtê de weşandine.

4ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Piştî nozdeh rojan ji derketina wan ji zindanê xwendekarê kurd Şivan Mihemed Hesen Ebdo (1981) û alîkerê endezyar Kadar Mihemed Nûrî Ismaîl (1985) mecbûr in li bendî dadgehkirina xwe bimînin. Ebdo û Ismaîl di 21ê hizêrana (June) 2009ê de nêzîkî gundê Girbalatê (navçeya Dêrikê) ji aliyê polîsên sûrî ve hatin girtin piştî ku ew di rêyeke neqanûnî re ji Iraqê derbasî Sûriyê bûbûn. Piştî mayina di zindanên Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Qamişlo (bîstûsê rojan) û Şamê (bîstûdu rojan) de û di zindana el‑Fayhaayê ya Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê de (sê mehan) û herweha di zindanên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî li Şam (sê rojan), Hums (rojekê) û Helebê (rojekê) ew di 8ê çiriya paşîna (November) 2009ê de bi biryareke dadwerê leşkerî li Helebê serbest hatin berdan. Li Helebê ew ji bilî tawana derketin û ketina dewletê di rêyeke neqanûnî re herweha bi tawanên li gorî bendê 307ê yê qanûna tawanan hatin gunehkarkirin. Herweha dadwer ew bi karê ji bo dezgeha asayîşê li Kurdistana Iraqê gunehkar kir. Doza herduyan niha li cem dadwerê leşkerî li Qamişloyê ye. Ta roja îroj tiştên wan (weke mînak pere û bêrîkfon), ku ji roja girtina wan li cem dezgehên ewlekariyê ne, radestî wan nehatine kirin. Piştî girtina Şivan Mihemed Hesen Ebdo di 29ê adara 2004ê de Dadgeha Bilind a Ewlekariya Dewletê ji ber »weşandina agahiyên sexte« sê sal zindan li wî birîn, ku ceza hat daxistin ji bo du sal û nîvê. Ebdo di dema bûyerên adara (March) 2004ê de di internêtê de nivîsarek li ser çewisandina xwendekarên kurd li Zanîngeha Şamê weşandibû. Piştî heft mehan ji girtina wî malbata wî nas kir bê kurê wê li kû girtî bû. Xwendekarê beşê endezyariyê di girtina wî ya ta 30ê îlona (September) 2006ê de dihat işkencekirin. Hingî ew li gorî bendê 49ê yê qanûna tawanan ji hemû mafên medenî hat bêparkirin û berdewamkirina xwendinê û herweha derketina ji dewletê lê hatin qedexekirin. Piştî derketina wî ji zindanê ew di rêyeke qaçax re derbasî Kurdistana Iraqê bû û di sala 2008ê de li Zanîngeha Hewlêrê dest bi xwendina psîkolociyê kir. Ew ji ber miriona bavê xwe vegeriya Sûriyê. Kadar Mihemed Nûrî Ismaîl yek ji Kurdên bênifûs e. Ew di 4ê adara (March) 2008ê de di rêyeke qaçax re derbasî Kurdistana Iraqê bûbû û li Hewlêrê wek alîkarê endezyar dixebitî.

4ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Dadwerê leşkerî li Qamişloyê roja yekemîn civîna dadgehkirina çar hunermendên kurd eşkere kir: Ewê di 17ê çileya paşîna (January) 2009ê de pêk were. Herdu stranbêj Cemal Elî Seedun û Nîhad Hisên Yûsiv û herweha mûzîkjenên wan Dijwar û Ciwan Munîr Ebdela di 3ê cothema (October) 2009ê de di zemawendekê de li Dêrikê hatibûn girtin. Ew bi tawanên li gorî bendê 307ê yê qanûna tawanan tên gunehkarkirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

4ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Remedan Hesen Ehmed (1930), Hesen Ebdilkerîm Hacî (1948) û Ciwan Ebdilselam Hesen (1997) do serbest hatin bedan. Ew di 26ê çiriya paşîna (November) 2009ê de li gundê Celo (navçeya Dêrikê) hatin girtin piştî ku wan di êvara cejna qûrbanê ya musilmanan de mîna her sal agirê bixêrhatina cejnê dadabû. Piştî ku polîsên deverê bi wan hisiya, hersî kes hati bi alîgiriya PKKê hatin gûmankirin û girtin. Doza wan çû pêşiya dadgeha tawanan li Dêrikê. Li wir eşkere bû ku ti îşê wan bi PKKê ve tuneye û ew serbest hatin berdan.

Çiriya paşîn (November)

25ê çiriya paşîna (November) 2009ê
Dadwerê leşkerî li Qamişloyê biryara di doza Xalid Mio Kenco de bi paş dixîne roja 29ê çileya pêşîna 2009ê. Ew doza parêzeran ji bo serbestberdana Kenco red dike.
Xalid Kenco di 1ê îlona (September) 2009ê de ji Elmanyayê hat derkirin û di 13ê îlonê de ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Qamişloyê ve hat girtin. Ew ji hingî ve di zindanê de ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

25ê çiriya paşîna (November) 2009ê
Dadwerê leşkerî li Qamişloyê biryara di doza Ebdilselam Mehmûd, Ramî Şêxmûs el‑Hesen, Xelîl Ibrahîm Mihemed û Mihemed Şêxo Îsa bi paş dixîne roja 17ê çireya paşîna 2010ê. El‑Hesen, Mihemed û Îsa di 16ê adara (March) 2009ê de hatibûn girtin, çimkî ew ji bo bîranîna Helebçeyê çend deqeyan bêdeng rawestiyabûn. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê] Ebdilselam Mehmûd hatibû girtin, çimkî wî di stûdyoya xwe de ji bo heman helkeftê straneke hunermendê kurd Şivan Perwer pêxistibû. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

18ê çiriya paşîna (November) 2009ê
Bêrîvan Farûq Mihemed (1988), bi Fewzî Şingalî re zewicî ye, sekretêrê Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê, û dêya zarokeke çarmehî, û Selîm Ezîz (1975), birayê sekretêrê Rêkeftin, ji zindana el‑Fayhaayê ya Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê serbest tên berdan. Li Ezîz tê qedexekirin ku ji Şamê derkeve. Mihemed destûrê distîne ku ligel zaroka xwe biçe Qamişloyê.
Bêrîvan Farûq Mihemed û Selîm Ezîz di 18ê cotmeha (October) 2009ê de ji Silêmaniyê vegeriyabûn Şamê. Ew li balafirgehê bi seetan rastî lêpirsînan hatin û pasportên wan ji wan hatin stendin. Di rojên li pey de divabû ku ew çend caran serî li Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê bidin, ku di 17ê çiriya paşîna (November) 2009ê de li wir hatin girtin.
Bêrîvan Farûq Mihemed welatiya Sûriyê ye û bi hevjînê xwe re li Silêmaniyê dijî. Wê ji bo çûna cem textor serdana Sûriyê kiribû. Selîm Ezîz jî welatiyê Sûriyê ye û heşt mehan li herêma Kurdistana Iraqê kar dikir. Ta niha pasportên herduyan li wan nehatine vegerandin.

18ê çiriya paşîna (November) 2009ê
Yûsiv Hacî Yûsiv, nişteciyê Dêrikê, zewicî ye û bavê sê zarokan e, û Ebdela Mihemed Domo (1975), nişteciyê Dêrikê, zewicî ye, li Qamişloyê serbest tên berdan. Doza wan li pêşiya dadwerê leşkerî li Qamişloyê didomîne, rûniştina dadgehê ya bê gerek di 29ê çileya pêşîna 2009ê pêk were.
Herdu alîgirên PYDê di 16ê tebaxê de ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê ve hatibûn girtin û di 17ê îlonê de ji aliyê dadwerê leşkerî li Qamişloyê, ku doz hat veguhestin cem wî, li gorî bendê 336 ê yê qanûna tawanan doz li dijî wî hat vekirin.

15ê çiriya paşîna (November) 2009ê
Duyemîn Dadgeha Tawanan li Şamê van biryaran dide: Li Mistefa Cumaa Bekir (1948), Mihemed Seîd Hisên el‑Umer (1955) û Seedûn Mehmûd Şêxo (1966), endamên birêvebir ên Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê, li gorî bendê 285ê yê qanûna tawanan sê sal zindan û li gorî bendê 307ê yê qanûna tawanan şeş meh zindan ji bo heryekî ji wan tên birîn. Herweha ew li gorî bendê 288ê yê qanûna tawanan ji hemû mafên medenî tên bêparkirin. Herdu ceza tevî hev tên kirin û ya girantir tê pêkanîn. Kesên jorîn ji binpêkirinên li gorî bendên 267ê û 307ê yên qanûna tawanan tên azakirin.
Mistefa Cumaa Bekir di 10ê çileya paşîna (January) 2009ê de di zindana Firaa Filestîn, ku girêdayî Dezgeha Muxaberatên Leşkerî li Şamê ye, hatibû girtin. Hevalên wî yên partiyê di 26ê cotmeha (October) 2008ê de li Rimêlan û di 26ê cotmeha (October) 2008ê de li Serê Kaniyê hatibûn girtin.

11ê çiriya paşîna (November) 2009ê
Mihemed Salih Xelîl (1953), endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el‑Partî) ya Dr. Ebdilhekîm Beşar, zewicî ye û bavê çar zarokan e, ji aliyê endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ve li gundê Nazoşaxî, navçeya Efrînê, tê girtin û tê şandin Helebê. Di 19 û 20ê tebaxa (August) 2009ê de du hevalên partiyê yên Mihemed Salih Xelîl li Helebê hatibûn girtin piştî ku li cem wan belavokên partiyê hatibûn dîtin. Di dema pêkanîna lêpirsînan de, wan got ku Mihemed Salih Xelîl ew belavok dabûn wan. Ji hingî ve wî xwe dabû alî.

8ê çiriya paşîna (November) 2009ê
Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Bilind li Şamê van biryaran dide:
Li Nasir Ehmed Mihemed (1987), xwendekarê tibê û endamê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ji ber endametiya rêxistineke neqanûnî û li gorî bendê 267ê yê qanûna tawanan şeş sal zindan tên birîn. Ew di 6ê tebaxa (August) 2008ê de ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê ve hatibû girtin.
Li Raid Fewaz Elî, endamê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ji ber endametiya rêxistineke neqanûnî û li gorî bendê 267ê yê qanûna tawanan şeş sal zindan tên birîn. Ew di 19ê tîrmeha (July) 2008ê de hatibû girtin.
Siûd Şêxmûs Ibrahîm, endamê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ji ber endametiya rêxistineke neqanûnî û li gorî bendê 267ê yê qanûna tawanan şeş sal zindan tên birîn. Ew di 25ê çileya paşîna (January) 2008ê de hatibû girtin.
Ebdilrehman Mistefa Mihemed (1974), endamê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ji ber endametiya rêxistineke neqanûnî û li gorî bendê 267ê yê qanûna tawanan şeş sal zindan tên birîn. Ew di 26ê çiriya paşîna (November) 2008ê de hatibû girtin.

3ê çiriya paşîna (November) 2009ê
Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Bilind li Şamê van biryaran dide: Ji ber endametiya rêxistineke neqanûnî (îlegal) û li gorî bendê 267ê yê qanûna tawanan pênc sal zindan ji bo Ceger Mihemed Ekrem Şêxo (1989) û Sefqan Reşîd Xelo (1990), endamên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), tên birîn. Herweha li gorî bendê 298ê yê qanûna tawanan deh sal zindan û karê giran ji bo her yekî ji wan tên birîn. Herdu ceza tevî hev tên kirin û ya girantir tê pêkanîn.
Ceger Mihemed Ekrem Şêxo di 15ê çileya paşîna (January) 2007ê de hatibû girtin û Sefqan Reşîd Xelo di 30ê çiriya paşîna (November) 2006ê de.
Ji ber endametiya rêxistineke neqanûnî (îlegal), Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), û li gorî bendê 267ê yê qanûna tawanan deh sal zindan li Ferhad Mihemed Mihemed tên birîn. Mihemed di 29ê çiriya paşîna (November) 2006ê de hatibû girtin. Ji ber endametiya rêxistineke neqanûnî (îlegal), Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), û li gorî bendê 267ê yê qanûna tawanan heft sal û nîv zindan li Reşîd Reşîd Xelo (1958) tên birîn. Xelo di 19ê şibata (February) 2006ê de hatibû girtin.
Ji ber endametiya rêxistineke neqanûnî (îlegal), Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), û li gorî bendê 267ê yê qanûna tawanan pênc sal zindan li Şukrî Xalid Umer (1988) tên birîn. Herweha li gorî bendê 298ê yê qanûna tawanan cezaya zindana heta-hetayê lê tê birîn. Herdu ceza tevî hev tên kirin û ya girantir tê pêkanîn. Herweha ji ber mercên sivikker ceza tê daxistin diwanzdeh salan. Umer di 19ê çileya pêşîna 2006ê de hatibû girtin.

1ê çiriya paşîna (November) 2009ê
Li gorî bendên 288 û 307ê yên qanûna tawanan dadwerê leşkerî li Qamişloyê şeş meh zindan û 100 lîrayên sûrî cezaya diravî li Mihemed Seyfidîn el‑Xedo (1986) û Nadir Newaf Xelîl (1981), endamên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û Koma Zîlan a Folklora Kurdî, birîn. Herdu kes di 13ê cotmeha (October) 2008ê de li Dirbêsiyê ji aliyên endamên Dezgeha Ewlekariya Dewletê ve hatibûn girtin, çimkî wan afîşên PYDê li dîwaran daliqandibûn. Ew hatin veguhestin zindana navendî li Hisiçayê û li wê derê ta 13ê nîsana (April) 2009ê de hatibûn girtin. Bi vî awayî cezaya şeş meh zindan pêk hatiye.

Cotmeh (October)

30ê cotmeha (October) 2009ê
Ji Enter Şewket Elî (1990), xwendekarê Hunera Ciwan li Zanîngeha Helebê, û Mistefa Neesan, xwendekarê Zanîngeha Beyrûtê, tê xwestin ku serî li Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Kobanî bidin. Ew li wir tên girtin û tên şandin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Helebê. Sedema girtina wan ne naskirî ye.

28ê cotmeha (October) 2009ê
Welat Eyub Mihemed (1988), xwendekarê beşê werzişê li Zanîngeha Şamê, li rawestgeha autobûsan a Dêrikê ji aliyê polîsan ve tê girtin, dema di çenteyê wî yê rêwîtiyê de nivîsên bi zimanê kurdî dibînin. Mihemed tê veguhestin zindana Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê. Piştî du rojan birayê wî Selah Eyub Mihemed (1969), mamoste û kadirek Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el‑Partî) ya Dr. Ebdilhekîm Beşar, jî li mala wî tê girtin. Li wir dest tê danîn li ser hejmareke kovara Metîn, ku li Kurdistana Iraqê tê weşandin, salnameyeke kurdî û çend CDeyên komeke folklora kurdî ji Dêrikê. Bira jî tê veguhestin Hisiçayê.

27ê cotmeha (October) 2009ê
Mistefa Henan (1954), karmendê Wezareta Berevaniyê, li ciyê karê wî ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Helebê ve tê girtin. Li gorî agahiyên malbata wî ew li Şamê ye. Tê gotin ku Henan alîgirê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê ye.

22ê cotmeha (October) 2009ê
Rojhat Mihemed Mihemed (1989), xwendekarê bakaloryayê ya dibistaneke bazirganiyê li Dêrikê, li dibistanê ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Dêrikê ve tê girtin. Ew li pêşiya çavên hevalên wî yên xwendinê rastî lêdan û xeberan tê. Mihemed tê şandin zindana Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê.

20ê cotmeha (October) 2009ê
Behcet Elî Ibrahîm (1958), zewicî ye û bavê şeş zarokan e, ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve li Amûdê tê girtin û veguhestin Hisiçayê. Ibrahîm endamê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtî) ye. Sedema girtina wî ne diyar e û ta niha ti têkilî pê re nehatine çêkirin.

15ê cotmeha (October) 2009ê
Menal Ibrahîm Ibrahîm ( 1981) û Rojhat Subhî Mistefa (1992) ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Helebê ve tên girtin. Menal Ibrahîm endama rêxistina neqanûnî ya Yekîtiya Star e, ku rêxistina jinan a Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) e.

8ê cotmeha (October) 2009ê
Piştî berdana wan ji Elmanyayê û gihiştina wan balafirgeha Şamê Şêxa Cindo (1953) û zarokên wê Fatîma Cindo (1987), Azad Cindo (1988), Welîd Cindo (1989) û Îmad Cindo (1990) tên girtin. Ew çend caran tên veguhestin - wek mînak ew di zindana el‑Fayhaayê de tên girtin - û demekê ji dema girtina xwe di odeyên bê roniya rojê de derbas dikin, dibe ku li jêrzemînê bû. Malbat bi lêdanan tên tehdîdkirin û xeber jê re tên dan, çimkî zarok bi erebî nizanin. Peywendiya malbatê bi derve re hema bêje tune ye, tenê carekê mirovekî Şêxa Cindo dikare wê çend deqeyan bibîne. Dema rewşa Şêxa Cindo ji ber nexweşiya şekir xerab dibe, ew tê veguhestin nexweşxaneyê. Ji endamên malbatê pir tên kirin bê çawa ew ji Sûriyê derketibûn, çima ew çûn Elmanyayê û wan li wir çi dikir, tevî ku ti endamekî malbatê li Elmanyayê karê siyasî nedikir. Di 22ê cotmeha (October) 2009ê de Şêxa, Fatîma, Azad û Welîd Cindo ji zindanê hatin derxistin, Îmad Cindo di 24ê cotmehê de derket. Di 29ê cotmehê de doza wan tê pêşiya Sêyemîn Dadgeha Tawanan li Şamê. Ew bi derketina neqanûnî ji Sûriyê tên gunehkarkirin. Li her endamekî malbatê 525 lîrayên sûrî cezaya diravî tên birîn. Di 3ê çiriya paşîna (November) 2009ê de endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Amûdê têkiliya malbatê dike û eşkere dike ku ewê careke din lêpirsînan pêk bînin.

5ê cotmeha (October) 2009ê
Li gorî bendên 288, 307 û 336ê yên qanûna tawanan dadwerê leşkerî li Qamişloyê şeş meh zindan û 100 lîrayên sûrî cezaya diravî li Ebdilcebar Silêman Meemê (1976), zewicî ye û nişteciyê Hisiçayê ye, dibire. Ew bi endametiya rêxistineke neqanûnî, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), tê gunehkarkirin. Meemê di 16ê cotmeha (October) 2008ê de li ser rêya di navbera Qamişlo û Çil Axayê de bi fermana Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Qamişloyê ji aliyê polîsên hatinûçûnê yên Çil Axayê ve hatibû girtin. Ew di 16ê nîsana (April) 2009ê de ji zindana li Qamişloyê serbest hat berdan. Li gorî agahiyên parêzera wî Meemê di dema girtinê de dihat işkencekirin (lêdan, elektrîk û dûlab).

4ê cotmeha (October) 2009ê
Bi fermana serokê Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Dêrikê polîs di zemawendekê de heft kesan digirin. Ew kes jî ev in: stranbêjên dawetê Cemal Elî Seedun (1958, Kurdek bênifûs) û Nîhad Hisên Yûsiv (1989, Kurdek bênifûs), herdu muzîkjen Dijwar û Ciwan Munîr Ebdela (1977 û 1986), kameraman Zahid Elî Yûsiv (1963), xwediyê salonê Ebdilletîf Yeekub Melek (1946) û birayê zavê Hozan Ibrahîm Mihemed Seîd (1989), ku ruxseta pêkanîna zemawendê ser navê wî bû. Girtin pêk hatin, çimkî Cemal Elî Seedun straneke kurdî ya neteweyî gotibû.
Polîs kesên jorîn dibin Hisiçayê û ew li wê derê di zindana Dezgeha Ewlekariya Siyasî de tên girtin. Ji bilî Cemal Elî Seedun girtiyên din roja 5ê cotmeha (October) 2009ê tên pêşiya parêzerê dewletê li Hisiçayê. Ew biryar dide ku ew bên şandin ji bo zindana navendî li Hisiçayê. Di 7ê cotmeha (October) 2009ê de ew mecbûr dibin ku careke din bên pêşiya parêzerê dewletê, ku di 8ê cotmeha (October) 2009ê de doza wan vediguhesîne dadwerê leşkerî li Qamişloyê. Di 8ê cotmeha (October) 2009ê de polîsên leşkerî hemû girtiyan – dîsa ji bilî Cemal Elî Seedun – dibin Qamişloyê. Li wir dadwerê leşkerî biryarê dide ku ew ta 10ê cotmeha (October) 2009ê de di zindana Dezgeha Muxaberatên Leşkerî li Qamişloyê de bên girtin.
Di 10ê cotmeha (October) 2009ê de dadwerê leşkerî li Qamişloyê pirsan ji kesên girtî dike û biryarê dide ku Zahid Elî Yûsiv, Ebdilletîf Yeekub Melek û Hozan Ibrahîm Mihemed Seîd serbest bên berdan. Di heman demê de li dijî Nîhad Hisên Yûsiv û Dijwar û Ciwan Munîr Ebdela li gorî bendê 307ê yê qanûna tawanan doz tê vekirin. Ew ji hingî ve li Qamişloyê di zindana navendî de (taxa Elaya) girtî ne.
Di 27ê cotmeha (October) 2009ê de endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê Cemal Elî Seedun tînin pêşiya dadwerê leşkerî li Qamişloyê. Ew pirsan jê dike li gorî bendê 307ê yê qanûna tawanan dozê li dijî wî vedike. Ew jî ji hingî ve li Qamişloyê di zindana navendî de (taxa Elaya) girtî ye.

Îlon (September)

25ê îlona (September) 2009ê
Mihemed Şerîf Silêman Mihemed (1968), Fuad Murad Ehmed (1962) û Yasîn Mihemed Şêxmûs (1968) li Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Qamişloyê tên girtin, piştî ku berê ji wan hatibû xwestin ku serî lê bidin. Piştî mayina di zindanên li Hisiça û Şamê de ew di 3ê adara (March) 2009ê de serbest hatin berdan. Gerek bû di 8ê cotmeha (October) 2009ê de doza wan li pêşiya dadwerê leşkerî li Qamişloyê bihata guftûgokirin, lê civîna dozê li pêşiya dadgehê hat bipaşxistin ji bo 9ê çileya pêşîna 2009ê. Herdu li gorî bendê 288ê yê qanûna tawanan bi endametiya rêxistineke neqanûnî, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), tê gunehkarkirin. Li gorî agahiyên parêzera wî Mihemed di dema girtinê de dihat işkencekirin (lêdan, elektrîk û dûlab).

25ê îlona (September) 2009ê
Li parêzer Ebdilselam Şakir Ehmed (1961) tê qedexekirin ku ji Sûriyê biçe Tirkiyê. Li gorî agahiyên wî li qapiyê Nisêbînê jê re tê gotin ku çênabe ew ji Sûriyê derkeve û dive ew serî li Dezgeha Muxaberatên Leşkerî li Şamê bide. Ehmed parêzerê hin girtiyên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) e.

13ê îlona (September) 2009ê
Xalid Mio Kenco (1977) li Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Qamişloyê tê girtin. Piştî sê rojan ew tê veguhestin Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Şamê, ku ji aliyê xwe ve doza wî vedigerîne Ewlekariya Dewletê li Qamişloyê. Di 5ê cotmeha (October) 2009ê de dadwerê leşkerî li Qamişloyê xwe dispêre bendê 287ê yê qanûna tawanan û ji ber belavkirina bi mebest a agahiyên şaş an mezinkirî li derve dozê li dijî Kenco vedike. Kenco li Elmanyayê beşdarî komek ji xwenîşandanên dijî rêjîma Sûriyê bûbû, lê ew ne endamê ti partiyê bû û ne jî nivîsarên li dijî rêjîma Sûriyê weşandine. Ew hîn jî li Qamişloyê di zindanê de ye. Kenco di 1ê îlona (September) 2009ê de ji Elmanyayê hat berdan; dema ew giha balafirgeha li Şamê, jê hat xwestin ku serî li Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Qamişloyê bide. Kenco di rêya parêzerê xwe re diyar kir ku ew nehatiye işkencekirin.

11ê îlona (September) 2009ê
Dora nîvê şevê Polîsên tawankariyê xwendekarê bekeloryayê Mehmûd Zibêr Mehmûd (1989) û Ebdilwehab Şêxmûs el‑Faris (1989) di dikanekê de li Qamişloyê digirin. Mehmûd Zibêr Mehmûd endamê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el‑Partî) ya Dr. Ebdilhekîm Beşar e. Ebdilwehab Şêxmûs el‑Faris ne çalakvanek siyasî ye. Dema Mehmûd hat girtin, du hejmarên kovara Dengê Kurd a partiyê pê re bûn. Dema herdu xwendevan tên girtin, rastî lêdanan tên. Piştî dora nîv seetê polîs êrîşî mala Mehmûd Zibêr Mehmûd li taxa Hilêliyê dikin. Ew destên xwe datînin set çend CDeyên Koma Narîn a Folklora Kurdî û çend kovaran. Herweha Zibêr Hesen Mehmûd (1963), bavê Mehmûd Zibêr Mehmûd, tê girtin. Piştî çend rojan hersê kes tên veguhestin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê.

9ê îlona (September) 2009ê
Jîndar Ebdilselam Berekat (1988) di mala xwe de ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve li Hisiçayê tê girtin. Berekat endamê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî) û Koma Zemîn a Folklora Kurdî ye. Bi girtinê re dest tê danîn ser belavokên siyasî û çandî, kovar û pirtûkên bi zimanên kurdî û erebî. Ji ber ku Berekat çûna xwe ya leşkeriyê tim bi paş dixist, ew di 12ê îlona (September) 2009ê de tê veguhestin polîsên leşkerî li Qamişloyê. Roja 17ê îlonê ew tê veguhestin erkê leşkeriyê li Şamê.

Tebax (August)

20ê tebaxa (August) 2009ê
Memo [paşnav ne naskirî ye] ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Helebê ve tê girtin. Li gorî agahiyên Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el‑Partî) ya Dr. Ebdilhekîm Beşar ew endamê partiyê ye. Ew bi wê yekê tê gunehkarkirin, ku wî belavokên partiyê dane hevalê xwe yê partiyê Berzan Hamid (di 19ê tebaxa (August) 2009ê de hat girtin). Memo dora du mehan di zindana lêkolînê de derbas dike. Doza wî hîn li pêşiya dadgehê ye. Memo ne amade ye li ser xwe û girtina xwe biaxive.

19ê tebaxa (August) 2009ê
Berzan Hamid ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Helebê ve tê girtin. Berî girtinê polîsan, ku ji ber giliyekî bi sedema kêşeyên malbatî lê digeriya, belavokên Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el‑Partî) ya Dr. Ebdilhekîm Beşar di mala wî de dîtibûn. Li gorî agahiyên Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el‑Partî) Hamid endamê partiyê ye. Ew dora du mehan di zindana lêkolînê de derbas dike. Doza wî hîn li pêşiya dadgehê ye. Hamid ne amade ye li ser xwe û girtina xwe biaxive.

16ê tebaxa (August) 2009ê
Esma Murad Samî (1960) ji Girkê Legê, navçeya Dêrikê, zewicî ye û dêya heyşt zarokan e, û Eyhan Murad Samî (1973), ew jî ji Girkê Legê ye, zewicî ye û dêya pênc zarokan e, li Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê tên girtin. Herdu bi danheva pereyan ji bo Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û endametiya rêxistineke neqanûnî tên gunehkarkirin. Di 17ê îlona (September) 2009ê de dadwerê leşkerî li Qamişloyê, ku doza herdu xuşkan tê cem wî, biryarê dide ku herdu serbest bên berdan. Doza wan hîn nehatiye girtin. Di destpêka tebaxê de ji wan hatibû xwestin ku dive ew di nava hefteyekê de serî li Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê bidin.

9ê tebaxa (August) 2009ê
Mihemed Mûsa Mihemed (1952), sekretêrê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê, zewicî ye û bavê pênc keçan e, li Dirbêsiyê tê girtin û tê şandin dadgeha leşkerî li Qamişloyê. Dadwerê berpirsyar di heman rojê de biryarê dide, ku siyasetvanê kurd dive bikeve zindana Qamişloyê û cezaya xwe ya mayî, ku ji çardeh rojan pêk tê, bi cî bîne. Li gorî bendên 288 û 307ê yên qanûna tawanê dadwerê leşkerî li Qamişloyê di 3ê çileya pêşîna 2008ê de sê meh zindan li Mihemed Mûsa Mihemed birîn. Ew ji 19ê tîrmehê ta 5ê cotmeha (October) 2008ê hatibû girtin - du hefteyan kêmî dirêjahiya cezaya xwe.

3ê tebaxa (August) 2009ê
Feleknaz Xelîl (1968) û Efra Mûsa Mihemed (1975) ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê ve li mala hevalên wan tên girtin. Ew bi endametiya rêxistina neqanûnî ya Yekîtiya Star, ku rêxistina jinan a Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) e, tên gunehkarkirin. Li gorî bendê 288ê yê qanûna tawanan doz li dijî wan tê vekirin; ew niha li Helebê di zindanê de ne.

Tîrmeh (July)

29ê tîrmeha (July) 2009ê
Rojîn Cumaa Remo (1970) li Kobanî ji aliyê polîsan ve tê girtin. Ev hivdeh salên Remo ne ku di nav rêzên hêzên çekdar ên PKKê de ye û herweha çalakvana rêxistina jinan Yekîtiya Star a Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) e. Demeke kurt berî girtina wê ew ji ber sedemine nediyar ji Iraqê vegeryabû Sûriyê. Rojîn Cumaa Remo bi nexweşiya asthma (rebû) ketiye.

29ê tîrmeha (July) 2009ê
Şemsidîn Hemo (1958), endamê Polîtbîroya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî), li Helebê li Dezgeha Ewlekariya Siyasî rastî lêpirsînan tê û piştre tê girtin. Ew bi peywendiyên bi derve re tê gunehkarkirin. Hemo di 12ê tebaxa (August) 2009ê de serbest tê berdan. Li gorî agahiyên wî wî dema xwe ya zindanê di hicreyeke bitenê de (mezinbûn 180 x 110 cm) derbas kiriye. Li gorî wî ji derve deng nedihat hicreyê, ku dibû sedema ku wî nema hest bi demê dikir. Wî herweha got ku ew mecbûr dibû ku li ser zemînê xew bike, ku dibû sedema birînên di laşê wî de.

23ê tîrmeha (July) 2009ê
Avdar Ismet Mixso (1994) li Qamişloyê winda dibe. Dê û bavê wî di nameyekê de ji bo KurdWatchê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi revandina kurê xwe û şandina wî nav rêzên hêzên çekdar ên PKKê li çiyayên Qendîlê li Kurdistana Iraqê gunehkar dikin. Li wir gerek e ew di warê leşkerî de bê perwerdekirin û êdî ji bo PKKê şer bike. Herweha tê gotin ku kurê xalê wî Sîpan Îsa Hiso (1994) jî hatiye revandin.

Hizêran (June)

27ê hizêrana (June) 2009ê
Piştî berdana wî ji Qubrisê li jêr çavdêriya karmendên ewlekariyê yên qubrisî Barzanî Kerro (1989) li balafirgeha Şamê tê girtin. Wî di rêya telefonê re ji mirovekî xwe re got ku ew tê veguhestin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê.

20ê hizêrana (June) 2009ê
Cegerxwîn Şêxo Elî (1981), zewicî ye, bavê sê zarokan e û endamekî birêvebir ê Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê ye, ji aliyê Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ve li taxa Şêx Meqsûd li Helebê tê girtin. Piştî 55 rojan di zindanê de li Şamê (54 ji wan rojan di zindana Firaa Filestîn de, ku girêdayî Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ye), ew di 3ê  cotmeha (October) 2009ê de serbest tê berdan, bêyî ku doz li dijî wî hatibe vekirin. Elî dibêje ku ew ji ber xebata wî siyasî hatiye girtin û di zindanê de çend caran hatiye işkencekirin.

7ê hizêrana (June) 2009ê
Li gorî bendê 288ê yê qanûna tawanan dadwerê leşkerî li Qamişloyê salek zindan û 100 lîreyên sûrî cezaya diravî û li gorî bendê 307ê yê qanûna tawanan şeş meh zindan li Selah Mihemed Seîd Yûnis (1968), zewicî ye û bavê pênc zarokan e, tên birîn. Ceza ji bo şeş meh zindan û 50 lîreyên sûrî cezaya diravî tên kêmkirin. Li biryarê gilî dikare bê kirin. Yûnis di 31ê cotmeha (October) 2008ê li Amûdê ji aliyê endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ve hatibû girtin û di 5ê şibata (February) 2009ê de hatibû veguhestin dadwerê leşkerî li Qamişloyê.

7ê hizêrana (June) 2009ê
Li gorî bendê 288ê yê qanûna tawanan û ji ber endametiya rêxistineke neqanûnî, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), dadwerê leşkerî li Qamişloyê sê meh zindan û 100 lîrayên sûrî cezaya diravî li Rêzan Nûridîn Ibrahîm dibire. Ibrahîm roja 19ê îlona (September) 2008ê li Qamişloyê ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve hatibû girtin û di 20ê çiriya paşîna (November) 2008ê de serbest hatibû berdan.

Gulan (Mai)

17ê gulana (Mai) 2009ê
Rojnamevan Emced Ebdilrehman Osman (1982) tê girtin dema ew li dezgeha koçberiyê û nasnameyan li Hisiçayê pirsa qaxezên xwe dike. Ew dikeve zindana el‑Fayhaayê û roja 10ê tebaxa (August) 2009ê serbest tê berdan. Osman berî girtina xwe çend caran serdana Kurdistana Iraqê kiribû.

11ê gulana (Mai) 2009ê
Yekemîn Dadgeha Tawanan li Şamê li gorî bendê 286ê yê qanûna tawanan sê sal zindan û li gorî bendê 285ê yê qanûna tawanan sê salên din zindan li peyvdarê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê Mişeel Temo (1957) dibire. Ceza tê daxistin sê sal û nîvê û dema ku wî ta niha di zindanê de derbas kiriye, tê hesibandin. Herweha ew li gorî bendê 288ê yê qanûna tawanan ji bo deh salan ji hemû mafên medenî tê bêparkirin. Temo di 15ê tebaxa (August) 2008ê de nêzîkî bajarê Kobanî hatibû girtin. Li biryara dadgehê biner]

Nîsan (April)

29ê nîsana (April) 2009ê
Ji endamê Polîtbîroya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî) Ibrahîm Xelîl Biro (1965) di rêya telefonê re tê xwestin ku ew serê Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Qamişloyê bide û li wir tê girtin. Ev du sal in ku Biro berpirsyarê çalakiyên Yekîtî li Qamişloyê ye. Di 21ê cotmeha (October) 2009ê de dadwerê leşkerî li Qamişloyê li gorî bendê 288ê yê qanûna tawanan û ji ber endametiya rêxistineke neqanûnî salek zindabn li Biro birî. Dema zindanê tê daxistin şeş mehan. Biro niha li Qamişloyê di zindanê de ye.

28ê nîsana (April) 2009ê
Birêvebiriya Zanîngeha Helebê biryara avêtin Alan el‑Huseynî (1986), Kawa Betal Dîko (1988) û Ebdê Remê (1984) ji zanîngehê dide. Beşdarbûna di çalakiyên siyasî de, ku li gorî rêbaza zanîngehê qedexe ye, wek sedemên vê biryarê tên eşkerekirin. Xwendekaran bi hev re ligel hevalên xwe yên din di avahiya zanîngehê de beşdarî çalakiya deqeyên bêdeng ji bo goriyên bûyerên adara (March) 2004ê bûbûn, ku partiyên kurdî bangî vê çalakiyê kiribû (herweha biner li 12ê adara (March) 2009ê). Di 21ê gulana (Mai) 2009ê de serokatiya zanîngehê biryara xwe serast dike û biryarê dide ku xwendekar xwendina xwe bidomînin. Li belgeyê biner]

18ê nîsana (April) 2009ê
Hozan Seyid Taha Osman (1988) ji zindanê serbest tê berdan. Di 30ê nîsana (April) 2009ê de li gorî bendê 288ê yê qanûna tawanan sê meh zindan û 100 lîreyên sûrî cezaya diravî lê tên birîn. Osman di 18ê çiriya paşîna (November) 2008ê de li Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Helebê hatibû girtin. Piştî girtinên di zindanên Şam, Heleb û Hisiçayê de divabû ku ew biçe pêşiya dadwerê leşkerî li Qamişloyê, ku ji ber endametiya rêxistineke neqanûnî, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), doz li dijî wî vekir.

14ê nîsana (April) 2009ê
Pêncemîn dadwerê leşkerî li Şamê li kesên li jêrê li gorî bendê 288ê yê qanûna tawanan salek zindan dibire: Fuad Reşad Elîko (1950), sekretêrê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî). Cezaya wî tê daxistin heyşt mehan. Li gorî bendên 288, 336, 371, 372 û 374ê doz li dijî Elîko hatibû vekirin.
Hesen Ibrahîm Salih (1947), endamê polîbîroya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî). Cezaya wî tê daxistin heşt mehan. Ji ber ku dadgehê pênc mehên din lê birîn, bi tevayî cezaya wî dibe sêzdeh meh. Li gorî bendên 288, 336, 371, 372 û 374ê doz li dijî Salih hatibû vekirin. Herweha salek zindan li Faris Xelîl Iniz, Xesan Mihemed Salih Osman, Bedirxan Ibrahîm Ehmed, Merwan Hemîd Osman, Mehmûd Şêxmûs Şêxo, Şiyar Elî Xelîl, Bîlal Hisên Hesen Salih, Mihyedîn Şêxmûs Hisên, Şêxmûs Ebdê Şêxmûs, Fîras Faris Yûsiv, Mazin Findyar Hemo, Ebdê Kemal Murad, Mûsa Sebrî Egîd, Şeelan Muhsin Ibrahîm, Cemîl Ibrahîm Umer, Welîd Hisên Hesen, Mihemed Ebdilhelîm Ibrahîm, Îsa Ibrahîm Hiso, Ebdilkerîm Hisên Ehmed, Ebas Xelîl el‑Seyid, Muslim Selîm Hadî Ibrahîm û Ebdilrehman Silêman Remo hat birîn. Ji ber ku kesên jorîn di civîna ragihandina biryara dadwer de li dadgehê ne amade bûn, dadwer bendên ku wî ew li gorî wan hikûm kirine, bi nav nake. Li gorî bendên 288, 336, 371, 372 û 374ê doz li dijî wan hatibû vekirin.
Ji ber ku li dijî biryaran gilî hat kirin, kesên jorîn hîn azad in.
Piraniya kesan alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ne. Ew - Fuad Reşad Elîko û Hesen Ibrahîm Salih ne di nav wan de - di 2ê tîrmeha (July) 2007ê de beşdarî xwenîşandaneke li dijî êrîşên artêşa tirkî li dijî Kurdistana Iraqê bûbûn û ji ber vê yekê hatibûn girtin. Elîko û Salih beşdarbûna xwe di xwenîşandana jorîn de inkar dikin û dibêjin ku ew nizanin bê çima doz li dijî wan hatiye vekirin.

11ê nîsana (April) 2009ê
Welîd Mihemed Elî Hisên (1986), xwendekar û endamê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê, bi fermana dadwerê leşkerî yê lêkolînê li Helebê serbest tê berdan. Doza wî tê veguhestin dadwerê leşkerî li Qamişloyê, ku jê tê xwestin ku di 7ê cotmeha (October) 2009ê de biçe pêşiya wî. Dadwer biryarê dide ku civînê bi paş bixîne ji bo 10ê çileya pêşîna 2009ê. Hisên niha azad e. Ew di 7ê adara (March) 2008ê de li Girbeşkê nêzîkî Dirbêsiyê hatibû girtin. Du rojan berî girtinê ew li Dirbêsiyê beşdarî semînarekê bûbû, ku ji aliyê Partiya Komunîst a sûrî ve hatibû amadekirin. Li wê derê wî li ser rewşa Kurdan li Sûriyê axivîbû. Piştî girtina wî ew şeş rojan di zindanekê de li Hisiçayê ma, piştre ew hat veguhestin zindana el‑Fayhaayê li Şamê. Li gorî gotinên wî ew li wê derê dihat işkencekirin û ta roja îroj ji ber encamên işkenceyê dinale. Piştî şeş mehan ew hat veguhestin zindana Edra li Şamê. Ew dibêje ku ew li wê derê jî carcaran dihat işkencekirin. Ta niha ew nikare xwendina xwe ya Wêjeya Erebî li Zanîngeha Şamê bidomîne.

8ê nîsana (April) 2009ê
Endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî bi şev êrîşî çend xaniyên li Serê Kaniyê dikin û kesên jêrîn ji ber beşdarbûna di ahengên Newrozê de roja 21ê adarê digirin: Kanîwar Bubê Iyana, Xelîl Hemdî, Emîr Mihemed Remo, Ferhan Salih, Ebdela Umer Ataş, Mihemed Umer Ataş, Fehed Salim Seydo, Mecdî Yûsiv Derwîş û Mihemed Yûsiv Derwîş. Hemû di 16ê nîsana (April) 2009ê de ji zindana li Hisiçayê serbest tên berdan.

8ê nîsana (April) 2009ê
Serokê Zanîngeha Helebê doza 123ê xwendekarên kurd, ku bi pêkanîna tevliheviyê di avahiya zanîngehê de tên gunehkarkirin, dişîne ji komîteya dîsîplînê ya zanîngehê re. Ji bo civîna komîteyê roja 25ê gulana (Mai) 2009ê tê destnîşankirin. Komîteya dîsîplînê di vê civînê de biryarê dide ku xwendekaran inzar bike û dozê digire. Paşxaneya vê meseleyê çalakiyek bû di 12ê adara (March) 2009ê de bi helkefta salvegera bûyerên Qamişloyê. Li belgeyê biner]

5ê nîsana (April) 2009ê
Bafil Elî (1987), xwendekar û çalakvanek internêtê, li Qamişloyê ji aliyê endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ve tê girtin û tê şandin zindana wê li Şamê. Ew di 24ê gulana (Mai) 2009ê de serbest tê berdan. Ew bi »çêkirina malperên kurdî« û »weşandina materyalên li ser çalakiyên kurdî li Sûriyê di internêtê de« tê gunehkarkirin. Di 5ê cotmeha (October) 2009ê de ew ji bo salekê ji zanîngehê tê avêtin.

5ê nîsana (April) 2009ê
Farûq Hecî Mistefa (1968), rojnamevan, li Helebê tê girtin. Ew di 17ê hizêrana (June) 2009ê de serbest tê berdan. Ew bi kombûna ligel rojnamevaneke elmanî û weşandina komek ji nivîsaran di rojnameyên libnanî de tê gunehkarkirin. Doza wî hîn li dadgeha leşkerî li Helebê ye.

1ê nîsana (April) 2009ê
Şahbaz Nezîr Umer (1978), endamê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî), û Siwar Şêxmûs (1983) serbest tên berdan. Doza wan hîn li dadgehê ye. Umer û Şêxmûs di 20ê îlona (September) 2008ê de li Qamişloyê di dikanên wan de ji ber hewandina belavokên Yekîtî û li gorî bendê 307ê yê qanûna tawanan hatibûn girtin.

Adar (March)

31ê adara (March) 2009ê
Dezgeha Perwerdeyê li Hisiçayê biryara veguhestina mamosteyên jêrîn dide:
Ebdilqadir el‑Xeznewî, alîgirek Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî). El Xeznewî, ku ev 28 salên wî ne ku li Qamişloyê wek mamoste kar dike, tê veguhestin karekî li îdareya perwerdeyê li Tel Koçer, ku dora 100 kîlometrî dûrî Qamişloyê ye. Ebdilselam Osman, ku ta niha wek karmendê îdareya perwerdeyê li Qamişloyê kar dikir, tê veguhestin karekî li îdareya perwerdeyê li Dirbêsiyê, dora 60 kîlometrî dûrî Qamişloyê.
Îsam Huç, endamê Partiya Komunîst a Sûrî (şaxê Qedrî Cemîl). Huç, ku ta niha wek mamosteyê dibistanên destpêkê li Qamişloyê kar dikir, tê veguhestin karekî li îdareya perwerdeyê li Tel Koçer, ku dora 100 kîlometrî dûrî Qamişloyê ye. Huç biryara veguhestinê di rêya mudîrê dibistana xwe re dibihîse. Tevî hewildanên cuda ji bo bidestxistina biryara nivîskî, ew wê bi dest naxîne.
Nesrîn Têlo, nivîskar. Têlo, ku ta niha wek mamoste li Qamişloyê kar dikir, tê veguhestin karekî li îdareya perwerdeyê li Çil Axa, dora 60 kîlometrî dûrî Qamişloyê.
Usama Edwar Qeryo, Aşûrî û çalakvanek siyasî ye. Qeryo, ku ta niha wek mamoste li Tel Temirê kar dikir, tê veguhestin karekî li îdareya perwerdeyê li Qamişloyê, dora 100 kîlometrî dûrî Tel Temirê.
Menal Ebdilwehab el‑Huseynî, alîgireke Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî). El Huseynî, ku ta niha wek mamoste li Amûdê kar dikir, tê veguhestin karekî li îdareya perwerdeyê li Hisiçayê, dora 80 kîlometrî dûrî Amûdê. Di 30ê gulana (Mai) 2009ê de el Huseynî dîsa tê veguhestin, vê carê ji bo dibistanekê li Qamişloyê.
Ebdilîlah Ucê, alîgirekî Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî). Ucê, ku ta niha wek mamoste li Amûdê kar dikir, tê veguhestin karekî li îdareya perwerdeyê li Serê kaniyê, dora 60 kîlometrî dûrî Amûdê.
Heyfaa Xelîl Hec Qasim, çalakvanek mafê jinan. Qasim, ku ta niha wek mamoste li Amûdê kar dikir, tê veguhestin karekî li îdareya perwerdeyê li Hisiçayê, dora 80 kîlometrî dûrî Amûdê.
Mihemed Xêr Bengo, alîgirekî Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî). Bengo, ku ta niha wek mamoste li Tel Hemîs kar dikir, tê veguhestin karekî li îdareya perwerdeyê li Tel Temirê, dora 120 kîlometrî dûrî bajarê wî Amûdê. Ew berî salekê ji Amûdê hatibû veguhestin Tel Hemîs.
Yûnis Hisên Esed, alîgirekî Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê. Esed, ku ta niha wek mamoste li Ceweriya nêzîkî Amûdê kar dikir, tê veguhestin karekî li îdareya perwerdeyê li Tel Barak, dora 120 kîlometrî dûrî Amûdê.
Xidir Yûsiv Îsa, alîgirekî Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî). Îsa, ku ta niha wek mamoste li Dîkê nêzîkî Amûdê kar dikir, tê veguhestin karekî li îdareya perwerdeyê li Serê kaniyê, dora 60 kîlometrî dûrî Amûdê.
Seed Ebdilrehman Ibrahîm, alîgirekî Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî). Ibrahîm, ku ta niha wek mamoste li Amûdê kar dikir, tê veguhestin karekî li îdareya perwerdeyê li Tel Hemîs, dora 70 kîlometrî dûrî Amûdê.
Di hemû meseleyan de »berjewendiya giştî« wek sedema veguhestinan tê binavkirin.

31ê adara (March) 2009ê<br> Rodî Seîd (1968), alîgirê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), û Yûsiv Ferman (1980), endamê Koma Xunav a Folklora Kurdî ya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî), ji ber beşdarbûna di ahengên Newrozê de li Amûdê tên girtin û piştî çend rojan serbest tên berdan.

30ê adara (March) 2009ê
Enwer Naso (1962), helbestvan, stranbêj û endamê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî), Ehmed Kîkî (1951), endamê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û Fewaz Mihyedîn, ew jî endamê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Amûdê tên girtin. Ew pêşî tên veguhestin Qamişloyê û piştre Şamê. Ew di 30ê hizêrana (June) 2009ê de li Şamê ji zindana Firaa Filestîn, ku girêdayî Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ye, serbest tên berdan. Çalakiyên çandî û siyasî wek sedemên girtinan tên binavkirin.

30ê adara (March) 2009ê
Egîd Ebdilhekîm Hesen (1987) û Mêvan Ebdilrehman Silêman (1987), herdu ji Dêrikê, ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve li Dêrikê tên girtin. Di 1ê hizêrana (June) 2009ê de dadwerê leşkerî li Qamişloyê li gorî bendên 307 û 336ê yên qanûnên tawanan li her yekî ji wan sê meh zindan dibire. Di 30ê hizêrana (June) 2009ê de Hesen û Silêman serbest tên berdan. Hesen û Silêman di 21ê adara (March) 2009ê de di ahengeke Newrozê de li Dêrikê wêneyên serokê PKKê Ebdela Ocalan bilind kiribûn.

29ê adara (March) 2009ê
Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Bilind li Şamê li dijî endamên jêrîn ên Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê van biryaran dide:
Li gorî bendê 267ê yê qanûna tawanan pênc sal zindan li Salih Mihemed Ebdo (1977) tên birîn, ku li gorî bendê 243ê tên daxistin çar sal zindan. Herweha ew li gorî bendê 49ê ji hemû mafên medenî tê bêparkirin.
Li gorî bendê 267ê yê qanûna tawanan pênc sal zindan li Hisên Hemîd Mihemed (1980) tên birîn, ku li gorî bendê 243ê tên daxistin çar sal zindan. Herweha ew li gorî bendê 49ê ji hemû mafên medenî tê bêparkirin.
Li gorî bendê 267ê yê qanûna tawanan pênc sal zindan li Cîhad Salih Ebdo (1967) tên birîn, û li gorî bendê 285ê sê sal zindan lê tên birîn. Li gorî bendê 204ê yê qanûna tawanan ceza tê daxistin pênc sal zindan. Herweha ew li gorî bendê 49ê ji hemû mafên medenî tê bêparkirin.
Li gorî bendê 267ê yê qanûna tawanan pênc sal zindan li Ebdilaqadir Seydo Ehmed (1974) tên birîn, û li gorî bendê 285ê sê sal zindan lê tên birîn. Li gorî bendê 204ê yê qanûna tawanan ceza tê daxistin pênc sal zindan. Herweha ew li gorî bendê 49ê ji hemû mafên medenî tê bêparkirin.

Kesên jorîn di 19ê tebaxa (August) 2007ê de hatibûn girtin.

29ê adara (March) 2009ê
Mihemed Xelef Remo (berdestê pijîşk û berpirsê beşê kirînê) û Mehmûd Ebdo Ebdo (çavdêrê tenduristiyê) bi fermana Dezgeha Tenduristiyê li Hisiçayê ji navenda tenduristiyê li Dêrikê tên veguhestin navenda tenduristiyê li Merkedê, ku dora 300 kîlometran dûrî Dêrikê ye. Dema ku di 12ê adarê de li ciyê karê wan kontrolek pêk hat, herdu kes ne amade bûn. Ev yek bû sedema îdîaya ku herdu li Dêrikê beşdarî çalakiya deqeyên bêdengiyê bûbûn, ku ji aliyê partiyên kurdî ve ji bo bibîranîna goriyên bûyerên adara (March) 2004ê hatibû amadekirin. Lê herdu kes vê îdîayê yekê red dikin.

27ê adara (March) 2009ê
Ev alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li dêribêsiyê tên girtin: Ebdilhemîd Ehmed el‑Erbo (1977), Cîhad Ebdilqadir el‑Erbo (1983), Ferhad Ebdilqadir el‑Erbo (1982), Kamiran Seedun el‑Erbo (welatiyê Tirkiyê). Di 29ê adara (March) 2009ê de Ehmed Mihemed Beşîr el Erbo (1982) û Ehmed Osman el Erbo (1982) û di 31ê adara (March) 2009ê de Ehmed Izedîn el Erbo (1989) hatin girtin. Hemû dikevin zindana navendî li Hisiçayê, di 31ê gulana (Mai) 2009ê de tên şandin pêşiya dadwerê leşkerî li Qamişloyê û di heman rojê de serbest tên berdan. Di 12ê tîrmeha (July) 2009ê de dadwerê leşkerî li gorî bendê 307ê yê qanûna tawanan şeş meh zindan û 100 lîreyên sûrî cezaya diravî û li gorî bendê 336ê yê qanûna tawanan mehek zindan li her yekî ji wan dibire. Li gorî bendê 204ê yê qanûna tawanan cezayên wan tên komkirin ji bo şeş meh zindan û 100 lîreyên sûrî cezaya diravî û li gorî bendê 244ê yê qanûna tawanan ew tên daxistin du meh zindan û 40 lîreyên sûrî cezaya diravî.
Ji ber ku tevde bêtirî du mehan di zindanê de bûn, cezaya wan hatiye pêkanîn.
Kesên jorîn di êvara Newrozê de dûlab şewitandin û bi wan li ser girekî peyva »Apo« (navê serokê PKKê Ebdela Ocalan) çêkir.

20 û 23ê adara (March) 2009ê
Kesên jêrîn li gorî bendên 307 û 336ê yên qanûna tawanan tên girtin:
Folgende Îwan Ezîz Ebdela (1989), Hevend Salih Hisên (1989), Dilxwaz Zeynilabidîn Mihemed (1988), Ebdilkerîm Mihemed Ebdo (1962), Riyad Kemal Hopan (1977), Eymen Salih el‑Mehmûd, Bendewar Behrî Şêxê (1986), Siwar Behrî Şêxê (1984), Mesûd Ferhan Biro (1984), Dilxwaz Mehmûd Derwîş (1982), Reşo Mihemed Şerîf Mîrxan (1990), Riyad Mihemed Ehmed (1952), Salar Barzan Ebdilrehman (1973), Deham Hesen Şêxê (1968), Ebdilkerîm Hamid Ehmed (1979), Reşîd Remedan Osman (1991), Ciwan Celal Seîd (1994), Malik Ferhan Şêxê (1992), Ismaîl Bekir Ismaîl (1992), Nêçîrvan Ebdilselam Ehmed (1991), Mezlûm Ebdilkerîm Kafî (1991), Şepal Umer Derwîş (1993) û Roder Ebdilselam Ehmed (1993). Panzdeh kesên pêşî di 31ê gulana (Mai) 2009ê de li Qamişloyê serbest hatin berdan. Doza wan hîn li dadgeha leşkerî ya li Qamişloyê ye. Şeş kesên dawî biçûk in û ji ber vê yekê di 7ê gulana (Mai) 2009ê de bi kefaleta 5000 lîreyên sûrî ji bo heryekî ji wan li Qamişloyê serbest hatin berdan.
Kesên jorîn di êvara Newrozê de dûlab şewitandin û bi wan li ser girekî peyva »Apo« (navê serokê PKKê Ebdela Ocalan) çêkir.

20ê adara (March) 2009ê
Polîs li Dêrik, Tirbesipî û Amûdê dikên ahengên Newrozê têk dibin.

20ê adara (March) 2009ê
Silêman Ebdilmecîd Oso (1958), endamê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, di dema pêkanîna amadekariyên ji bo ahenga Newrozê li Hisiçayê ji aliyê endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ve tê girtin. Ew tê şandin pêşiya dadwerê leşkerî li Qamişloyê û bi tawanên li gorî bendên 307 û 306ê yên qanûna tawanan tê gunehkarkirin. Di 7ê hizêrana (June) 2009ê de Oso serbest tê berdan. Doza wî hîn li dadgehê ye. Oso hewil dida ku nehêle hêzên ewlekariyê yên sûrî dika Newrozê têk bibin.

16ê adara (March) 2009ê
Ibrahîm Ebdilmecîd Ferman (1987) li Qamişloyê piştî çend seetan girtinê dîsa serbest tê berdan. Ferman beşdarî çalakiya deqeyên bêdeng ji bo goriyên êrîşa xazê li dijî bajarê Helebçe li Kurdistana Iraqê (16ê adara (March) 1988ê) bûbû, ku ji aliyê partiyên kurdî ve hatibû amadekirin.

16ê adara (March) 2009ê
Ebdilselam Şêxmûs Mehmûd (1972), xwediyê Stûdoya es Selam li Amûdê, tê girtin û veguhestin zindana Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê û dest tên danîn ser misecele û kasêtan. Mehmûd di 3ê gulana (Mai) 2009ê de serbest tê berdanm lê doza wî hîn li cem dadwerê leşkerî li Qamişloyê ye. Ew bi tawanên li gorî bendê 307ê yê qanûna tawanan tê gunehkarkirin. Mehmûd di stûdyoya xwe de bi helkefta salvegera êrîşa xazê li dijî bajarê Helebçe li Kurdistana Iraqê (16ê adara (March) 1988ê) strana »Helebçe« ya Şivan Perwer lîstibû.

16ê adara (March) 2009ê
Ramî Şêxmûs el‑Hesen (1982), Xelîl Ibrahîm Mihemed (1977) û Mihemed Şêxo Îsa (1957) ji ber beşdarbûna di çalakiya deqeyên bêdeng ji bo goriyên êrîşa xazê li dijî bajarê Helebçe li Kurdistana Iraqê (16ê adara (March) 1988ê) de, ku ji aliyê partiyên kurdî ve hatibû amadekirin, tên girtin. Ew di 3ê gulana (Mai) 2009ê de serbest tên berdan. Doza wan hîn li cem dadwerê leşkerî li Qamişloyê ye.

16ê adara (March) 2009ê
Setam Hisên Mahir (1989), xwendekar, ligel pismamê xwe Fuad Hesen Hisên (1983), endamê komeke folklora kurdî ya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî), di avahiya Zanîngeha Şamê de tê girtin. Ew ta roja serbestberdana wan di 4ê nîsana (April) 2009ê de ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve tên girtin. Herdu beşdarî çalakiya deqeyên bêdeng ji bo goriyên êrîşa xazê li dijî bajarê Helebçe li Kurdistana Iraqê (16ê adara (March) 1988ê) bûbûn, ku ji aliyê partiyên kurdî ve hatibû amadekirin.

12ê adara (March) 2009ê
Kawa Betal Dîko (1988), xwendekar, ligel hevalên xwe yên xwendinê li Zanîngeha Helebê Ebdilrehman Mistefa Elî, Dara Ibrahîm, Rêzan Mihemed, Sêvîn Ibrahîm, Roz Xelîl, Mihemed Seîd, Seyfeldîn Mihemed, Behzad Muslim, Alan el‑Huseynî, Cîhan Silo û Ebdê Remê ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve tê girtin. Xwendekarên din di heman rojê de serbest tên berdan, lêbelê Dîko ta 24ê adara (March) 2005ê di zindanê de dimîne. Xwendekarên jorîn beşdarî çalakiya deqeyên bêdeng ji bo goriyên êrîşa xazê li dijî bajarê Helebçe li Kurdistana Iraqê (16ê adara (March) 1988ê) bûbûn, ku ji aliyê partiyên kurdî ve hatibû amadekirin.

10ê adara (March) 2009ê
Mihemed Seîd Ehmed Palo (1961), alîgirê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), tê girtin û piştî mehekê di zindanê de li Şamê serbest tê berdan.

9ê adara (March) 2009ê
Fêsel Sebrî Neeso (1955, zewicî ye û bavê du zarokan e), endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el‑Partî) ya Dr. Ebdilhekîm Beşar, û Fener Cemîl Seedûn (1963, zewicî ye), endamê Komîteya Herêmî ya heman partiyê, tên girtin dema polîs piştî nîvro êrîşî ahengeke partiyê bi helkefta Roja Jinan a Cîhanî li taxa Qenat es Siwês li Qamişloyê dikin. Kesên jorîn bi endametiya rêxistineke neqanûnî li gorî bendê 288ê yê qanûna tawanan tên gunehkarkirin û di 20ê nîsana (April) 2009ê de li Qamişloyê serbest tên berdan. Di 9ê tebaxa (August) 2009ê de dadwerê leşkerî li Qamişloyê ji ber endametiya rêxistineke neqanûnî sê meh zindan li her yekî ji herdu siyasetvan dibire.

9ê adara (March) 2009ê
Polîsên sûrî rê li ber hezkiriyên stranbêjê kurd ê mirî Mihemed Şêxo digirin, ku bi helkefta bîstemîn salvegera mirina wî serdana gora wî li goristana Qudurbeg li Qamişloyê bikin. Di heman demê de li malbata hunermend tê qedexekirin, ku bi helkefta vê rojê çalakiyan pêk bîne. Di salên dawî de qedexeyên bi vî şêweyî tune bûn.

2ê adara (March) 2009ê
Nesridîn Mihemed Berhik (1960, zewicî ye û bavê 14 zarokan e), endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el‑Partî) ya Dr. Ebdilhekîm Beşar, li mala wî ya li Çil Axa ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê ve tê girtin. Berhik beriya girtinê bi rojekê beşdarî çalakiyekê bi helkefta roja mirina serokê kurd ê iraqî Mele Mistefayê Barzanî bûbû. Berhik bi endametiya rêxistineke neqanûnî li gorî bendê 288ê yê qanûna tawanan tên gunehkarkirin û di 20ê nîsanê de serbest tê berdan. Di 9ê tebaxa (August) 2009ê de sê meh zindan û 100 lîreyên sûrî cezaya diravî lê tên birîn. Berhik li vê biryarê gilî kiriye û niha azad e. Wî diyar kir ku ew li Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê hatiye işkencekirin.

1ê adara (March) 2009ê
Ebdilselam Ismaîl Ehmed, ta niha mamosteyê erdnîgariyê li Hisiçayê, bi biryara Dezgeha Perwerdeyê li Hisiçayê tê veguhestin Dezgeha Xizmetguzariyên Teknîkî li Hisiçayê û Mihemed Dawud el‑Abtan, ta niha mamosteyê fîzîkê li Hisiçayê, tê veguhestin Dezgeha Tenduristiyê li Hisiçayê. Ehmed û el Abtan di wê baweriyê de ne ku sedema veguhestina wan guftûgoyeke li ser meseleya rojnamevanê iraqî ye, ku bi solên xwe êrîşî serokê emerîkî George W. Bush kir û ji ber vê yekê mîna »lehengekî« hat pîrozkirin. Ehmed û el Abtan vekirî nerîna xwe li dijî vê meseleyê eşkere kir û li gorî wan hinekan ev yek gihandiye dezgehên ewlekariyê.
Herweha bi biryara Dezgeha Perwerdeyê li Hisiçayê Seed Silêman Hisên, ta niha mamoste li Hisiçayê, tê veguhestin Dezgeha Çandiniyê li Qamişloyê. Hisên ji mudîra dibistana xwe re behsa xewneke xwe kiribû, ku tê de wî didît bê çawa Sûrî û Iraq dibin yek û Partiya Bees tê hilweşandin. Ew di wê baweriyê de ye ku mudîra wî dezehên ewlekariyê agahdar kirine.

Şibat (February)

28ê şibata (February) 2009ê
Endamên dezgehên ewlekariyê yên sûrî li komek bajaran êrîşî Kurdan dikin, ku beşdarî çalakiyeke deh deqeyên bêdengiyê dibin, ku ji aliyê partiyên kurdî ve hatiye amadekirin. Protestoya Kurdan li dijî mersûmê jimar 49 ê ku di 10ê îlona (September) 2008ê de derket. Bi giştî 23 kes tên girtin: Dr. Ebdilmecîd Mehmûd Sebrî (Hisiça), Silêman Mecîd Oso (Hisiça), Bafil Elî (Qamişlo), Mihemed Îsa Ibrahîm (Hisiça), Dr. Fewaz Henîfe (Hisiça), Dr. Ibrahîm Hisên Ebas (Hisiça), parêzer Behaidîn Îsa (Hisiça), parêzer Mesûd Umer Kaso (Dirbêsî), parêzer Silêman Mihemed Ismaîl (Dirbêsî), Elî Ibrahîm (Dêrik), Umer Ismaîl (Dêrik), Mihemed Îsa (Dêrik), Hesen Ismaîl (Dêrik), Mihemed Îsa Hec Elî el‑Ehmed (Dirbêsî), parêzer Mehmûd Umer (Qamişlo), Hisên Ibrahîm Mihemed (Hisiça), Elaidîn Hemamê Ehmed (Kobanî), Nesridîn Ehmê (Qamişlo), Fethelah Ehmed Mihemed (Hisiça), Dr. Ebdilselam Îsa Osman (Hisiça), Ekrem Silêman Keneeo (Tirbesipî), Osman Silêman Elî (Tirbesipî), Kêfxweş Îsa (Dêrik). Kesên jorîn tên veguhestin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê û li wir ta nîvê şevê rastî lêpirsînan tên. Li gorî agahiyên hin kesên beşdar hêzên ewlekariyê di tirimbêlên xwe de bi kamîreyên vîdyoyê dîmenên beşdarvanên çalakiya protestoya bêdeng dikişandin û hin kes bi zanebûn dihatin hilbijartin û girtin.

14ê şibata (February) 2009ê
Mihemed Mehmûd Beşar (1954, zewicî ye û bavê heft zarokan e), endamê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el‑Partî) ya Dr. Ebdilhekîm Beşar, ji aliyê endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ve tê girtin û piştî mayinên di zindanên li Şam, Hisiça û Qamişloyê ew di 22ê nîsana (April) 2009ê de serbest tê berdan. Di 24ê gulana (Mai) 2009ê de dadwerê leşkerî li Qamişloyê li gorî bendê 307ê yê qanûna tawanan şeş meh zindan û 100 lîreyên sûrî cezaya diravî û li gorî bendê 288ê yê qanûna tawanan sê meh zindan li Beşar birî. Ceza tê daxistin sê meh zindan û 50 lîreyên sûrî. Hîn hivdeh rojên di zindanê de mane, lê li biryarê gilî hat kirin.

18ê şibata (February) 2009ê
Mihyedîn Îso (1980), çalakvanek mafê mirovan, di qehweyeke internêtê de li bajarê xwendina wî Homsê tê girtin dema e-mailên xwe dixwîne. Piştî diwanzdeh seetan ew serbest tê berdan. Îso di wê baweriyê de ye ku xwediyê qehweyeke internêtê dezgehên ewlekariyê agahdar kiriye.

18ê şibata (February) 2009ê
Ev ciwanên jêrîn li Hisiçayê tên girtin: Aldar Ebdilselam Ehmed (1993), Ebdilezîz Cemîl Hiso (1994) û Kawa Ebdilrezaq Mihemed (1991). Dozger wan li gorî bendên 288, 308 û 576ê yên qanûna tawanan bi pêkanîna tawanan gunehkar dike. Herdu kesên pêşî di 23ê adara (March) 2009ê de bi kefaletê serbest hat berdan, yê dawî di 19ê adara (March) 2009ê de serbest hatibû berdan. Di 14ê hizêrana (June) 2009ê de Dadgeha Tawanan a Ciwanan li Hisiçayê dozê ji ber biçûkbûna wan kesan digire. Parêzerê kesên jorîn eşkere kir, ku miwekilên wî hatine işkencekirin. Ew kes di 22ê çileya paşîna (January) 2009ê de beşdarî xwenîşandaneke bi şev a Tevgera Ciwanan a Demokrat bûbûn, ku rêxistina ciwanan a Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ye.

Çileya paşîn (January)

30ê çileya paşîna (January) 2009ê
Cîhad Elaidîn Hisên, Rêber Nûridîn Ibrahîm Gêlo, Felemez Seîd Seedûn û Ebdilqidûs Ebdilletîf Hisên ji aliyê polîsên li Qamişloyê ji ber endametiya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û herweha ji ber beşdarbûna di çalakiyeke protestoyê ya PYDê de digire. Piştî şeş mehan di zindana navendî li Hisiçayê de di 8ê tebaxa (August) 2009ê de dadwerê leşkerî li Qamişlo biryarê dide ku ew dikarin ta civîna dadgehê ya biryardnînê serbest bên berdan. Parêzerê kesên jorîn diyar kir ku miwekilên wî hatine işkencekirin.

28ê çileya paşîna (January) 2009ê
Ev ciwanên jêrîn li Hisiçayê tên girtin: Beydar Ebdilselam Ehmed (1991), Ebdilezîz Ebdilrehman Şêxo (1992) û Egîd Ehmed Xelîl (1993). Ev kes roja 2ê adara (March) 2009ê li Hisiçayê serbest tên berdan. Dadwerê lêkolînê yê medenî li Hisiçayê doza wan vediguhesîne dadgeha ciwanan li Hisiçayê, ku doz hîn li wir e. Parêzerê kesên jorîn diyar kir ku miwekilên wî hatine işkencekirin. Kesên jorîn di 22ê çileya paşîna (January) 2009ê de beşdarî xwenîşandaneke bi şev a Tevgera Ciwanan a Demokrat bûbûn, ku rêxistina ciwanan a Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ye.

22ê çileya paşîna (January) 2009ê
Ev ciwanên jêrîn li Hisiçayê tên girtin: Xalid Cumaa Xelîl (1996), Ebdilezîz Hiso Cemîl (1993), Şiyar Mesûd Bozo (1992), Serdar Ebdilrehman Umer (1998), Fewaz Mihemed (1992), Şahîn Ibrahîm Abî (1994) û Dilxwaz Mihemed Mihemed (1992). Ev heft ciwan roja 9ê şibata (February) 2009ê li Hisiçayê serbest tên berdan. Dadwerê lêkolînê yê medenî li Hisiçayê doza wan vediguhesîne dadgeha ciwanan li Hisiçayê, ku doz hîn li wir e. Parêzerê kesên jorîn diyar kir ku miwekilên wî hatine işkencekirin. Kesên jorîn di 22ê çileya paşîna (January) 2009ê de beşdarî xwenîşandaneke bi şev a Tevgera Ciwanan a Demokrat bûbûn, ku rêxistina ciwanan a Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ye.

19ê çileya paşîna (January) 2009ê
Elî Mihemed Meesûm Meemo (1959) ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ji Hisiçayê ve li gundê Berkevirê (nahiya Dirbêsiyê) tê girtin û veguhestin zindana navendî li Hisiçayê. Ew li gorî bendên 288 û 307ê yên qanûnên tawanan tê gunehkarkirin, doza wî tê veguhestin dadwerê leşkerî li Qamişloyê. Di 22ê tebaxa (August) 2009ê de dadwer Meemo ji girtina lêkolînê derdixîne. Doz hîn li cem dadgehê ye.

18ê çileya paşîna (January) 2009ê
Dadwerê leşkerî li Qamişloyê li gorî bendên 288 û 307ê yên qanûna tawanan çar meh zindan li Omran Umer el‑Seyid (1961), endamê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê, dibire. El Seyid di 21ê tebaxa (August) 2008ê de li Amûdê hatibû girtin.

17ê çileya paşîna (January) 2009ê
Fewaz Ferhan Kano (1966), karmendê Dezgeha Çandiniyê li Hisiçayê û endamê »Komîteya Zimanê Kurdî«, ku dersên zimanê kurdî dide zarokan, ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê ve tê girtin. Ew bi binpêkirina qanûna ragihandinê tê gunehkarkirin. Kano di 24ê çileya paşîna (January) 2009ê de serbest tê berdan.

17ê çileya paşîna (January) 2009ê
Zekî Ismaîl Xelîl (1966) ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê ve tê girtin. Ew bi binpêkirina qanûna ragihandinê tê gunehkarkirin. Kano di 24ê çileya paşîna (January) 2009ê de serbest tê berdan û di 22ê adara (March) 2009ê de Dadgeha Îhala Pêşî li Qamişloyê 50 000 lîreyên sûrî cezaya diravî û cezayeke zindanê li gorî dema girtina lêkolînê lê dibire. PDFê daxîne]

17ê çileya paşîna (January) 2009ê
Derwêş Xalib Derwêş (1948), endamê »Komîteya Zimanê Kurdî«, li Qamişloyê ji aliyê endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ve tê girtin. Dema ew tê girtin, weşaneke »Komîteya Zimanê Kurdî«, ku dersên zimanê kurdî dide zarokan, bi Derwêş re ye. Ew bi binpêkirina qanûna ragihandinê tê gunehkarkirin. Ew di 25ê çileya paşîna (January) 2009ê de serbest tê berdan û di 22ê adara (March) 2009ê de Dadgeha Îhala Pêşî li Qamişloyê 50 000 lîreyên sûrî cezaya diravî û cezayeke zindanê li gorî dema girtina lêkolînê lê dibire. PDFê daxîne]

11ê çileya paşîna (January) 2009ê
Nasir Deqorî (1962) li Amûdê ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve tê girtin û veguhestin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê. Ew bi çalakiyên ji bo PKKê tê gunehkarkirin. Piştî çend rojan ew serbest tê berdan. Deqorî naxwaze qet li ser paşxaneya vê bûyerê biaxive.

10ê çileya paşîna (January) 2009ê
Mistefa Cumaa Bekir (1948), endamek birêvebir ê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê, di zindana Firaa Filestîn de tê girtin, ku zindana Dezgeha Muxaberatên Leşkerî li Şamê ye. Ligel hevalên xwe yê partiyê Mihemed Seîd Hisên el‑Umer (1955), ku di 26ê cotmeha (October) 2008ê de li Rimêlan hatibû girtin, û Seedûn Mehmûd Şêxo (1966), ku di 26ê cotmeha (October) 2008ê de li Serê Kaniyê hatibû girtin, ew ji hingî ve li bendî hûkimê xwe ye. Kesên jorîn bi binpêkirina bendên li gorî bendên 285, 306 û 307ê yê qanûna tawanan tên gunehkarkirin.

4ê çileya paşîna (January) 2009ê
Ehmed Ebdela Tacidîn (1966), zewicî ye û bavê pênc zarokan e, li Qamişloyê ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve tê girtin. Piştî mayinên di zindanên li Heleb, Şam û Qamişloyê de, dadwerê leşkerî li Qamişloyê di 25ê gulana (Mai) 2009ê de biryara serbestberdana Tacidîn dide. Doz hîn li cem dadgehê ye. Gerek civîna bê di 9ê çileya pêşîna 2009ê de li dar keve. Tacidîn bi binpêkirinên li gorî bendê 288ê yê qanûna cezayan (endametiya rêxistineke neqanûnî, Partiya Yekîtiya Demokrat, PYD) tê gunehkarkirin.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]