KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 

KURDWATCH, 29ê çileya pêşîna (December) 2010ê - Li dijî nivîskar Ebdilselam Ebdela Hecî Ibrahîm, ku bi navê Siyamend Ibrahîm tê naskirin, li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan doz hatiye vekirin. Dadkirina wî wê di 16ê çileya paşîna (January) 2011ê de dest pê bike. Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê doza parêzerên wî, ku wî serbest berde, nepejirand. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 29ê çileya pêşîna (December) 2010ê - Dadgeha Tawanan li Qamişloyê di 26ê çileya pêşîna (December) 2010ê de dadkirina Mehmûd Mehmûd Zibêr, Zibêr Mehmûd Hesen, Hisên Şeref Ebdela, Ebdilqadir Xelo Mihemed, Ehmed Şêxo Mihemed Elî û Mihemed Elî Şêxo Îsa bi paş xist. Ta niha ne diyar e bê rûniştina bê wê kînga li dar keve. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 29ê çileya pêşîna (December) 2010ê - Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 26ê çileya pêşîna (December) 2010ê de rûniştina dadkirina Welîda Şêxmûs Botî bi paş xist. Ta niha ne diyar e bê rûniştina bê wê kînga li dar keve. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 28ê çileya pêşîna (December) 2010ê – Endamên Dezgeha Istixbaratên Leşkerî li Qamişloyê di 23ê çileya pêşîna (December) 2010ê de dermanzan Welîd Mehmûd Yûsiv (1971, zewicî ye, sê zarok) girt. Yûsiv endamê komîteya birêvebir a Rêxistina Kurdî ji bo Berevaniya Mafên Mirovan û Azadiyên Giştî li Sûriyê (DAD) e.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê çileya pêşîna (December) 2010ê - Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 20ê çileya pêşîna (December) 2010ê de biryara serbestberdana Welîda Şêxmûs Botî da. Li dijî endama PYDê li gor bendê 288ê doz hatiye vekirin. Rûniştina dadkirinê ya bê wê di 26ê çileya pêşîna (December) 2010ê de li dar keve. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 26ê çileya pêşîna (December) 2010ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 21ê çileya pêşîna (December) 2010ê de biryar da ku Umer Ebdî Islamîl (1970, zewicî ye, çar zarok, helbestvan), Ebdilsemed Hisên Mehmûd (1962, zewicî ye, şeş zarok, helbestvan) û Ehmed Fetah ismaîl (1969) di zindanê de bimînin. Li dijî wan li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan doz hatiye vekirin.
Dezgeha Ewlekariya Siyasî di 18ê çileya pêşîna (December) 2010ê de ji van kesan xwestibû ku serî lê bidin û ew hingî girtin. Girtin ji ber beşdarbûna di Festîvala Helbesta Kurdî de di 19ê çiriya paşîna (November) 2010ê de li gundekî nêzîkî Çilaxa pêk hat. Hîn berî ku festîvala ku her sal li dar dikeve, dest pê bike, endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî êrîşî ciyê festîvalê - xaniyê Ehmed Fetah ismaîl - kir û nasnameyên kesên amade qeyd kirin. Tê gotin ku Umer Ebdî Ismaîl û Ebdilsemed Hisên Mehmûd ev çalakî amade kiribû.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê çileya pêşîna (December) 2010ê – Dadgeha Tawanan li Qamişloyê di 19ê çileya pêşîna (December) 2010ê de biryar da ku Mehmûd Mehmûd Zibêr (1987, mektûm), bavê wî Zibêr Mehmûd Hesen (1965, zewicî ye, heyşt zarok, mektûm) û Hisên Şeref Ebdela (1973, zewicî ye, sê zarok) bi kefaletekê ji hezar lîrayên sûrî serbest bên berdan.
Endamên Polîsên Leşkerî di 4ê çiriya paşîna (November) 2010ê de ev kes ligel Ehmed Şêxo Mihemed Elî (1988), bavê wî Mihemed Elî Şêxo Îsa (1945, zewicî ye) û Ebdilqadir Xelo Mihemed (1975, zewicî ye) li Rimêlan girtibûn bi gumana ku wan dixwest bi qaçaxî ji dewletê derkevin. Di 11ê çiriya paşîna (November) 2010ê de ew hatin radestkirin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê. Dema ku li wir tehqîq bi wan re hat kirin, ew rastî lêdana di dulab de hatin. Di heman rojê de ew hatin radestkirin dozgerê dewletê li Hisiçayê, ku ji aliyê xwe ve doza wan veguhest dozgeriya dewletê li Qamişloyê. Wî biryar da ku Ehmed Şêxo Mihemed Elî, Mihemed Elî Şêxo Îsa û Ebdilqadir Xelo Mihemed serbest bên berdan.
Li dijî Mehmûd Mehmûd Zibêr, Zibêr Mehmûd Hesen, Hisên Şeref Ebdela û Ebdilqadir Xelo Mihemed li gor bendê 33ê li ser esasê bendê 2ê yê mersûmê jimar 29 di sala 1970ê de (mersûmê li ser hatin û çûnya biyaniyan) doz hatiye vekirin. Mehmûd Mehmûd Zibêr bi derketina qaçax ji dewletê tê gunehkarkirin, û yên din bi alîkariya wî. Li dijî Ehmed Şêxo Mihemed Elî û Mihemed Elî Şêxo Îsa li gor qanûna jimar 42 di sala 1975ê de (qanûna paseportê) doz hatiye vekirin. Ew jî bi derketina qaçax ji dewletê tên gunehkarkirin. Di rastiyê de tikes ji wan sînorê Sûriyê derbas nekiriye û ji dewletê derneketiye. Rûniştina dadkirinê ya bê wê di 26ê çileya pêşîna (December) 2010ê de pêk bê.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê çileya pêşîna (December) 2010ê – Dadgeha pîşeyî ya Sendîqaya Parêzeran li Helebê parêzer û çalakvanê mafê mirovan Redîf Enwer Mistefa (1967, zewicî ye, çar zarok) bi endametiya rêxistineke neqanûnî gunehkar dike. Ew herweha wî gunehkar dike ku wî di rêya xebata xwe ya di warê mafê mirovan de û di rêya weşanên xwe re pêşhikumên li dijî hikûmeta sûrî gurr dike. Di 19ê çileya pêşîna (December) 2010ê de li ser van tawanên ku ew pê tê gunehkarkirin, pirs ji Mistefa hatin kirin. Parêzer di Hevbendiya Sûrî li dijî Cezaya Mirinê de çalak e û serok û damezirênerê KOmîteya Kurdî ji bo Mafên Mirovan (el‑Rasid) e. Li gor Sendîqaya Parêzeran ev çalakî û qanûna jimar 39 a îdarekirina pîşeya parêzvaniyê ji sala 1981ê li hev nakin. Li ser Redîf Enwer Mistefa, ku ji sala 1997ê ve parêzer e, metirsiya qedexekirina pêkanîna kar heye. Rûniştina dadkirinê ya bê wê di 30ê çileya paşîna (January) 2011ê de pêk bê.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê çileya pêşîna (December) 2010ê – Sêyemîn Dadwerê Leşkerî li Helebê di 16ê çileya pêşîna (December) 2010ê de li gor bendê 288ê yê qanûna tawanan sê meh zindan li Dr. Mihemed Xelîl Ebdî birîn. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 18ê çileya pêşîna (December) 2010ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 13ê çileya pêşîna (December) 2010ê de ji Cemal Ibrahîm Mencê pirsên li ser tawana ku ew pê tê gunehkarkirin, kirin. Rûniştina dadgehê ya bê wê di 20ê çileya pêşîna (December) 2010ê de pêk bê. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 17ê çileya pêşîna (December) 2010ê – Endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê di 4ê çileya pêşîna (December) 2010ê de Ciwan Yûsiv Mihemed (1982) girt. Berî girtinê jê hatibû xwestin ku serî li vê dezgehê bide. Piştî dersînorkirina wî ji Qubrisê di hizêrana 2010ê de ew hatibû mecbûrkirin ku nasnameya xwe radest bike. Êdî çend tehqîq li cem çend dezgehên ewlekariyê pêk hatin. Mihemed li Qubrisê ligel penaberên kurd ên din li dijî dersînorkirinê protesto kiribû û beşdarî greveke birçîbûnê bûbû ku çend rojan dirêj kiribû.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê çileya pêşîna (December) 2010ê – Dezgehên dewletê yên sûrî li Dr. Ebdilhekîm Beşar (1958, zewicî ye, sê zarok), ku sekretêrê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ye, û Mihemed Salih Gedo (1946, zewicî ye, şeş zarok), ku endamê polîtbîroya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê ye, qedexe kir ku derbasî Iraqê bibin. Herduyan dixwest beşdarî kongira Partiya Demokrat a Kurdistanê/Iraq bibin. Berî derketina wan di 9ê çileya pêşîna (December) 2010ê de ji wan re hat gotin ku li dijî wan qedexeya derketina ji welêt heye.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê çileya pêşîna (December) 2010ê – Di 18ê çileya pêşîna (December) 2010ê de parêzgerê Hisiçayê biryar da ku Behzad Xelîl Mihemed (1964, zewicî ye, sê zarok) ji nexweşxaneya dewletê li Dêrikê bê veguhestin nexweşxaneya dewletê li Hisiçayê. Hisiça dora dused kîlometer ji bajarê Dêrikê, ku Mihemed lê niştecî ye, dûr e. Veguhestina ciyê kar bi biryara çend dezgehên ewlekariyê pêk hat piştî ku berpirsekî Partiya Bees li Dêrikê raporteke neyinî li ser Behzad Xelîl Mihemed nivîsandibû. Ev 26 salên Behzad Xelîl Mihemed in ku karmendê dewletê ye.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê çileya pêşîna (December) 2010ê – Dadwerê Leşkerî li Helebê di 9ê çileya pêşîna (December) 2010ê de dadkirina pêncî alîgirên PYDê bi paş xist roja 11ê çileya paşîna (January) 2011ê. Hin tawanbarên gumankirî di rûniştina 14ê cotmehê (Oktober) de dîsa ne amade bûn. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 7ê çileya pêşîna (December) 2010 - Dadgeha Ewlekariya Dewletê li Şamê di 30ê çiriya paşîna (November) 2010ê de rûniştina dadkirina Hesen Ibrahim Salih, Meerûf Ehmed Mele Ehmed û Mihemed Ehmed Mistefa bi paş xist ji bo demeke nediyar. Berî hingî dozên dozgeriya dewletê, ku gerek hatibana pêşkêşkirin, pêk nehatin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 6ê çileya pêşîna (December) 2010 - Di 22ê çiriya paşîna (November) 2010ê de parêzgerê Hisiçayê biryar da ku Mihemed Xêr Silêman Bengo (1966, zewicî ye, heft zarok) ji Dezgeha Tenduristiya Dibistanan li Dirbêsiyê bê veguhestin Dezgea Perwerdeyê li Hisiçayê, ku şêst kîlometer ji bajarê wî Amûdê dûr e. Ji bo Bengo, ku çalakvanek siyasî û alîgirek Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ye, ev çaremîn car e di du salan de ku ew tê veguhestin. Di 7ê çiriya paşîna (November) 2010ê de parêzgerê Hisiçayê herweha biryar da ku Hozan Emîn Hec Hemo (1981, zewicî ye, du zarok), ku çalakvanek siyasî û alîgirek Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ye, ku ji Dezgeha Berîdê li Amûdê bê veguhestin Dezgea Berîdê li Hisiçayê, ku şêst kîlometer ji Amûdê dûr e. Veguhestinên ji ber sedemên siyasî li gor biryarên dezgehên ewlekariyê yên cuda pêk tên, ku parêzger van biryaran tenê pêk tîne.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê çileya pêşîna (December) 2010ê - Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 28ê çiriya paşîna (November) 2010ê de li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan şeş meh zinda û sed lîrayên sûrî cezaya diravî li Welîd Mihemed Elî Hisên birîn. Cezaya niha ji ya berê siviktir e. Herweha li gor bendê 65ê yê qanûna tawanan ji bo tevaya dema girtinê ew ji mafên welatîbûnê tê bêparkirin. Doz ji ber biryareke Dadgeha Gilîkirinê li Şamê dîsa hatibû vekirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 2ê çileya pêşîna (December) 2010ê - Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 28ê çiriya paşîna (November) 2010ê de li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan şeş meh zinda û sed lîrayên sûrî cezaya diravî li Ramî Şêxmûs el-Hesen, Xelîl Ibrahîm Mihemed, Mihemed Şêxo Îsa û Ebdilselam Şêxmûs Mehmûd birîn. Ceza ji ber mercên sivikker hat daxistin sê mehan ji bo her yekî ji wan. Herweha li gor bendê 65ê yê qanûna tawanan ji bo tevaya dema girtinê ew ji mafên welatîbûnê tên bêparkirin. Doz ji ber biryareke Dadgeha Gilîkirinê li Şamê dîsa hatibû vekirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 1ê çileya pêşîna (December) 2010ê - Endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Qamişloyê di 25ê çiriya paşîna (November) 2010ê de nivîskar Ebdilselam Ebdela Hecî Ibrahîm (1955, zewicî ye, çar zarok), ku bi navê Siyamend Ibrahîm tê naskirin, girt. Berî hingî ji Ibrahîm hatibû xwestin ku serî li Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Qamişloyê bide. Ji wir ew hat veguhestin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê, ku ew ji aliyê xwe ve doza wî veguhest Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê. Di tehqîqa ku di 28ê çiriya paşîna (November) 2010ê de pêk hat, Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê biryara girtina Ebdilselam Ebdela Hecî Ibrahîm da û doza wî şand ji Dozgeriya Leşkerî li Helebê. Ibrahîm niha li Qamişloyê di zindanê de ye. Doza parêzerên wî ku serbest bê berdan, nehat pejirandin. Çend hefteyan berî girtina Ibrahîm di kontrolekê de di dergehê Qamişloyê/Nisêbînê li ser sînorê sûrî-tirkî de wergera kurdî ya destana Gelgamêş pê re hatibû girtin, ku Ibrahîm ew li Tirkiyê kirîbû.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê çiriya paşîna (November) 2010ê – Di 12ê çiriya paşîna (November) 2010ê de Ayid Mihemed Osman (1974, zewicî ye, çar zarok) hat girtin. Ta nihe ne naskirî ye bê kê ew girt û ew li kû ye. Ayid Mihemed Osman endamê Partiya Komûnîst a Sûrî ye.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê çiriya paşîna (November) 2010ê – Panzdeh polîsên bi cilên medenî yên nahiya Şiyê nêzîkî Efrînê di 9ê çiriya paşîna (November) 2010ê de piştî nîvê şevê bi pêkanîna zordariyê êrîşî mala Mihemed Wehîd Şêxo (1936, zewicî ye, heft zarok) kir. Bêyî ku tiştekî bêjin wan yekser li wî, li heru keçên wî Hindirîn (1986) û Kurda (1971) û herweha li kurên wî Mistefa (1971, zewicî ye, du zarok) û Mehabad (1979) xistin. Mihemed Wehîd Şêxo di serî de bi giranî birîndar bû û mecbûr bû bikeve nexweşxaneyê. Ew ji ber êşên serî û piştê dinale. Herweha keça wî Hindirîn birîndar bû û divyabû bê dermankirin. Ew jî ji ber serêşê dinale. Mistefa û Mehabad bi liberxwedana li dijî hêza dewletê hatin gunehkarkirin û ji ber vê yekê hatin girtin. Ew niha li Efrînê di zindanê de ne. Ta îroj malbata Şêxo sedemên êrîşê nas nekirine. Tevî ku mûdîrê nahiya Şiyê malbat tehdîd kiribû ger ew li dijî polîsan gilî bike, Mihemed Wehîd Şêxo, herdu keçên wî û xanima Mistefa, Xedîca Silêman Ebdilrehman (1972), li cem dozegê dewletê li Efrînî gilî kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê çiriya paşîna (November) 2010ê – Ji ber dadkirina wî ya di 20ê hizêrana (June) 2010ê de li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan Selah Eyûb Mihemed ji karê wî yê mamostetiyê hat avêtin. Dema ku mala wî hat fetişandin pirtûk û CDeyên kurdî hatibûn dîtin. Dadwerê leşkerî li Qamişloyê hingî çar meh zindan lê birîbûn. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 23ê çiriya paşîna (November) 2010ê – Endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Serê Kaniyê di 17ê cotmeha (October) 2010ê de Şukrî Hisên Ferhan (1960, zewicî ye, şeş zarok) girt. Ferhan, ku alîgerê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê ye, niha li Hisiçayê di zindanê de ye û li bendî dadkirina xwe ya li cem Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê ye.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê çiriya paşîna (November) 2010ê – Piştî vegerandina wî ji Danmarkayê Kurdê bê nasname Emîr Mihemed Jan Eto (1982) di 15ê çiriya paşîna (November) 2010ê de li Balafirgeha Şamê hat girtin. Ew li cem Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê girtî ye. Eto li Danmarkayê çalakvanek siyasî bû.

ShareThis

KURDWATCH, 19ê çiriya paşîna (November) 2010ê – Yekemîn Dadwerê Îhaleyê li Şamê di 11ê çiriya paşîna (November) 2010ê de biryar da ku di doza Ismaîl Ebdî dadgeha leşkerî berpirsyar e. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 18ê çiriya paşîna (November) 2010ê – Dezgeha Ewlekariya Dewletê di 12ê cotmeha (October) 2010ê de Yûsiv Amad Mircan (1961, zewicî ye, çar zarok) li mala wî li bajarê Tirbesipiyê girt. Herweha dest hat danîn ser kompûtera wî. Mircan mamoste ye û ta niha bi ti çalakiyên siyasî ranebûye.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê çiriya paşîna (November) 2010ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 11ê çiriya paşîna (November) 2010ê de dîsa pirs ji Welîd Mihemed Elî Hisên kirin. Di 23ê adara (Marcg) 2010ê de dadwerê leşkerî li Qamişloyê li li xwendekar û endamê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan salek zindan û 100 lîrayên sûrî cezaya diravî birîbûn. Doza wî dîsa hat dadgehê, çimkî Dadgeha Gilîkirinê li Şamê biryar da ku divê li dijî wî li gor bendê 65ê yê qanûna tawanan jî doz hatiba vekirin. Biryara nû gerek di 28ê çiriya paşîna (November) 2010ê de bê stendin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 17ê çiriya paşîna (November) 2010ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 11ê çiriya paşîna (November) 2010ê de dîsa pirs ji Ramî Şêxmûs el-Hesen, Xelîl Ibrahîm Mihemed, Mihemed Şêxo Îsa û Ebdilselam Şêxmûs Mehmûd kirin. Di 17ê çileya paşîna (January) 2010ê de ji ber gurkirina hestên mezhebî li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan şeş meh zindan ji bo her yekî ji herçar zilam hatibûn birîn biryarê daxîne]. Doza wan dîsa hat dadgehê, çimkî Dadgeha Gilîkirinê li Şamê biryar da ku divê li dijî van kesan li gor bendê 65ê yê qanûna tawanan jî doz hatiba vekirin. Biryara nû gerek di 28ê çiriya paşîna (November) 2010ê de bê stendin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 13ê çiriya paşîna (November) 2010ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 9ê çiriya paşîna (November) 2010ê de li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan şeş meh zindan û li gor bendê 288ê yê qanûna tawanan sê meh zindan li Muslim Hisên Ebas birîn. Li gor bendê 204ê yê qanûna tawanan ceza tevî hev tên kirin û ya girantir tê pêkanîn. Ji ber mercên sivikker li gor bendê 244ê yê qanûna tawanan ceza tê daxistin çar mehan. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 11ê çiriya paşîna (November) 2010ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 9ê çiriya paşîna (November) 2010ê de li gor bendê 336ê yê qanûna tawanan mehek zindan li Luqman Ibrahîm Hisên, Seed Ferhan el‑Hesen, Ebdilxefûr Hisên Hisên û Selah Seîd Şêxmûs birî. Ji ber ku kesên jorîn ji 15ê îlona (September) 2010ê ta 23ê cotmeha (Oktober) 2010ê de di zindanê de bûn, cezaya wan pêk hatiye.[Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 10ê çiriya paşîna (November) 2010ê - Duyemîn Dadwerê Lêkolînê li Şamê biryar da ku ne dadgeha sîvîl di doza Ismaîl Ebdî de berpirsyar e, lêbelê dadgeha leşkerî. Dozgerê dewletê ev biryar nepejirand û bi vî awayî doza Ismaîl Ebdî niha li cem Yekemîn Dadwerê Îhaleyê li Şamê ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 9ê çiriya paşîna (November) 2010ê – Dadwerê Cezayê yê Leşkerî li Helebê di 7ê çiriya paşîna (November) 2010ê de li gor bendên 267 û 278ê yên qanûna tawanan heft sal zindan li parêzer û nivîskar Mistefa Ismaîl birîn. Ji ber sedemên sivikker ceza hat daxistin du sal û nîv zindan. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 9ê çiriya paşîna (November) 2010ê – Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Dêrikê di 20ê cotmeha (Oktober) 2010ê de li Hisiçayê Welîda Şêxmûs Botî (1967, zewicî ye, pênc zarok) girt. Botî endama Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) e.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê çiriya paşîna (November) 2010ê – Di 27ê cotmeha (October) 2010ê de Mesûd Hawas Silo ji Zindana Edrayê nêzîkî Şamê serbest hat berdan. Ew di 13ê îlona (September) 2010ê de li ser sînorê sûrî-tirkî hatibû girtin dema wî dixwest vegere Elmanyayê. Silo ji KurdWatchê re diyar kir ku ew li cem Dezgeha Ewlekariya Siyasî hatibû girtin tehqîq pê re hatibû kirin. Ew niha li Sûriyê ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 6ê çiriya paşîna (November) 2010ê – Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Dêrikê di 28ê cotmeha (Oktober) 2010ê de Silêman Elî Şawîş (1946, zewicî ye, neh zarok) girt. Behrem alîgirê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) e.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê çiriya paşîna (November) 2010ê – Dezgeha Polîsên Leşkerî di 26ê cotmeha (Oktober) 2010ê de Hesen Ibêd Behrem (1972, zewicî ye, du zarok) nêzîkî bajarê Dêrikê girt. Behrem alîgirê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) e.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê çiriya paşîna (November) 2010ê – Dezgeha Ewlekariya Dewletê di 26ê cotmeha (Oktober) 2010ê de Sadiq Mihemed Mele Hisên (1954, zewicî ye, dwanzdeh zarok) nêzîkî bajarê Dêrikê girt. Hisên alîgirê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) e.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê çiriya paşîna (November) 2010ê – Dadwerê Leşkerî li Helebê di 14ê cotmeha (Oktober) 2010ê de dadkirina pêncî alîgirên PYDê bi paş xist roja 11ê çiriya paşîna (November) 2010ê. Hin tawanbarên gumankirî di rûniştina 14ê cotmehê (Oktober) de ne amade bûn. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 3ê çiriya paşîna (November) 2010ê – Dadgeha Cezayê ya Leşkerî li Helebê di 26ê cotmeha (Oktober) 2010ê de li gor bendê 278ê yê qanûna tawanan du sal zindan li Menal Ibrahîm Ibrahîm birîn. Endama Yekîtiya Star, ku rêxistina jinan a Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) e, di 15ê cotmeha (Oktober) 2009ê de li Helebê hatibû girtin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 2ê çiriya paşîna (November) 2010ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 31ê cotmeha (Oktober) 2010ê de dadkirina Muslim Hisên Ebas bi paş xist roja 10ê çiriya paşîna (November) 2010ê. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 1ê çiriya paşîna (November) 2010ê – Endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê di 17ê cotmeha (October) 2010ê de li gundê Feqîra nêzîkî Serê Kaniyê Siûd Memdûh Hec Xelîl (1972, zewicî ye, du zarok), Newaf Ehmed ferhan (1948, zewicî ye, heyşt zarok), Şukrî Hisên Ferhan (1966, zewicî ye, du zarok), Ebilrehîm Mehmûd Ferhan (1977, zewicî ye, sê zarok), Ferhan Enter el-Mihemed (1959, zewicî ye, şeş zarok) û Kamiran Sedîq Ferhan (1971, zewicî ye, çar zarok) girtin. Ew bi dayina alîkariya diravî ji bo PKKê tên gunehkarkirin. Doza wan li cem Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê ye.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê cotmeha (Oktober) 2010ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 23ê cotmeha (Oktober) 2010ê de biryar da ku Luqman Ibrahîm Hisên, Seed Ferhan el‑Hesen, Ebdilxefûr Hisên Hisên û Selah Seîd Şêxmûs serbest bên berdan. Doza wan hîn li cem Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 26ê cotmeha (Oktober) 2010ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 21ê cotmeha (Oktober) 2010ê de ji Muslim Hisên Ebas (1975, zewicî ye, pênc zarok) pirs li ser tawanên ku ew li gor bendên 288ê û 307ê yên qanûna tawanan bi wan tên gunehkarkirin, kirin. Tawanbarê gumankirî ev tawan red kirin. Rûniştina bê ya dadgehê wê di 31ê cotmeha (Oktober) 2010ê de pêk bê. Endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî di 12ê îlona (September) 2010ê de Muslim Hisên Ebas, ku endamê Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê ye, li mala wî ya li gundê Tel Kerem nêzîkî Dirbêsiyê girtibû.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê cotmeha (Oktober) 2010ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 21ê cotmeha (Oktober) 2010ê de ji Luqman Ibrahîm Hisên, Seed Ferhan el‑Hesen, Ebdilxefûr Hisên Hisên û Selah Seîd Şêxmûs pirs li ser tawanên ku ew li gor bendê 335ê yê qanûna tawanan bi wan tên gunehkarkirin, kirin. Tawanbarên gumankirî ev tawan red kirin. Rûniştina bê ya dadgehê wê di 31ê cotmeha (Oktober) 2010ê de pêk bê. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 21ê cotmeha (Oktober) 2010ê – Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Qamişloyê di 16ê cotmeha (Oktober) 2010ê de Îsa Ibrahîm Hiso (1952, zewicî ye, neh zarok) girt. Berî girtinê ji Hiso hatibû xwestin ku serî li Dezgeha Ewlekariya Dewletê bide. Hiso berpirsek Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) e.

ShareThis

KURDWATCH, 22ê cotmeha (Oktober) 2010ê – Dadgeha Ewlekariya Dewletê li Şamê di 19ê cotmeha (Oktober) 2010ê de rûniştina dadkirina Hesen Ibrahim Salih, Meerûf Ehmed Mele Ehmed û Mihemed Ehmed Mistefa hat bipaşxistin ji bo 30ê çiriya paşîna (November) 2010ê. Hîn jî qedexe ye ku tawanbarên gumankirî ligel parêzerên xwe biaxivin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 20ê cotmeha (Oktober) 2010ê – Dadwerê Cezayê yê Leşkerî li Helebê di 17ê cotmeha (Oktober) 2010ê de rûniştina di doza parêzer Mistefa Ismaîl de bi paş xist ji bo 7ê çiriya paşîna (November) 2010ê. Berî hingî parêzerê wî doznameya xwe pêşkêşî dadwer kiribû. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 19ê cotmeha (Oktober) 2010ê – Sê sal û heyşt mehan piştî girtina wî hîn jî Tehsîn Xeyrî Memo »windayî« ye. Malbata wî ji KurdWatch re diyar kir ku tevî wê çend caran li cem Muxaberatên Leşkerî li Şamê pirsa kurê xwe kiriye, wê ta niha ti bersiv li ser ciyê mayina wî bi dest nexistiye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 18ê cotmeha (Oktober) 2010ê – Parêzer û çalakvanê mafê mirovan Ismaîl Ebdî, ku niha di zindana Edrayê ya 70 km dûrî Şamê de ye, di rewşeke nefsî û tenduristî ya xerab de ye. Berî ku ew bikeve zindana Edrayê, Ebdî çil roj li cem Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Şamê bû, bîst roj ji wan di hucreya bitenê de. Di tehqîqên li wê derê de jê re behsa e‑mailan hat kirin ku wî di dema pêkanîna xebata xwe ya mafê mirovan de şandibûn Sûriyê. Ne diyar e bê çawa ev e‑mail gihane dezgeha ewlekariyê. Di 2ê cotmeha (Oktober) 2010ê de Duyemîn Dadwerê Lêkolînê li Şamê pirs ji Ebdî kiribûn. Li dijî wî li gor bendên 287 û 288ê doz hatiye vekirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 15ê cotmeha (Oktober) 2010ê – Dozgeriya leşkerî li Helebê li gor bendê 335ê yê qanûna tawanan doz li dijî Luqman Ibrahîm Hisên, Seed Ferhan el‑Hesen, Ebdilxefûr Hisên Hisên û Selah Seîd Şêxmûs vekir û dosyaya wan dîsa şand ji Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê re, ku wê di rojên bê de dema ji bo rûniştina yekemîn a dadkirina beşdarvanên deqeya bêdeng eşkere bike. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 14ê cotmeha (Oktober) 2010ê – Ehmed Reşo Mihemed (1968) di 13ê îlona (September) 2010ê de serbest hat berdan. Mihemed di 25ê cotmeha (October) 2009ê de li Helebê hatibû girtin û li gor bendê 288ê yê qanûna tawanan doz li dijî wî hatibû vekirin. Ew bi çapkirina belavokên partiyên kurdî hatibû gunehkarkirin. Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 6ê îlona (September) 2010ê biryara rawestandina dozê da, çimkî ew dikeve bin mersûmê jimar 22 ji 24ê şibata (February) 2010ê. [Agahiyên bêtir li ser vî mersûmî]

ShareThis

KURDWATCH, 11ê cotmeha (Oktober) 2010ê – Parêzer û çalakvanê mafê mirovan Ismaîl Ebdî niha li Şamê di zindana Edrayê de ye. Li dijî wî li gor bendê 287ê yê qanûna tawanan doz hatiye vekirin. Doza wî li cem Duyemîn Dadwerê Lêkolînê li Şamê ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 9ê cotmeha (Oktober) 2010ê – Dadgeha Cezayê ya Leşkerî li Helebê di 26ê îlona (September) 2010ê de li gor bendê 278ê yê qanûna tawanan salek û nîv zindan li Teymûr Ibrahîm Ibrahîm (1954, pênc zarok) birîn. Ibrahîm, ku alîgirê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) e, di 17ê adara (March) 2009ê de li Qamişloyê ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Dewletê ve hatibû girtin. Di dema girtina lêkolînê de, ku bîst rojan dirêj kir, ew ewqasî rastî lêdana binlingan dihat ku wî nema dikarî bimeşe. Piştre Ibrahîm hat şandin cem Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Şamê, ku li wir ji ew rastî lêdan û işkencekirina bi elektrîkê dihat. Ew di 5ê gulana (May) 2009ê de hat şandin Helebê. Ji ber ku Teymûr Ibrahîm bêtirî dema cezaya xwe di zindanê de maye, ew piştî biryara dadgehê di 26ê îlona (September) 2010ê de serbest hat berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê cotmeha (Oktober) 2010ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 5ê cotmeha (October) 2010ê de biryara serbestberdana Reşo Ebas Ibrahîm da. Rûniştina dadgehê ya bê wê di 24ê cotmeha (Oktober) 2010ê de pêk bê. Li dijî Ebas, ku alîgirê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) e, li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan doz hatiye vekirin. Piştî mayaina di zindanên li Şamê û Helebê de ew di 21ê îlona (September) 2010ê de hat veguhestin zindana li Qamişloyê. Di dema girtina lêkolînê li cem Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Qamişloyê de ew rastî îşkenceyan dihat - ew di dûlaban de rastî lêdana binlingan dihat. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 7ê cotmeha (Oktober) 2010ê – Dadwerê Leşkerî li Helebê wê di 14ê cotmeha (Oktober) 2010ê de rûniştinekê di doza van alîgirên PYDê de pêk bîne: Kewser Ehmed Sîdî (1957), Eyşa Ehmed Efendî (1959), Mehmûd Ebdilrezaq Mîrî (1988), Mistefa Daban Hemdo (1984), Hisên Mihemed Qadir (1984), Ferhad Ibrahîm Xalid (1989), Xalid Osman Ehmed (1989), Mihemed Mistefa Remedan (1979), Ezîz Ehmed Xelîl (1977), Mihemed Ebdela Ebdilrehman (1979), Nîdal Ehmed Cumaa (1978), Mistefa Ibrahim Şêx Bozan (1988), Mihemed Muslim Husain (1972), ʿUthman ʿAbdu Salih (1980), Schadman Mahmud Mistu (1979), Necîb Weyso Mihemed (1981), Umer Mehmûd Ibrahîm (1976), Azad Berkal Hisên (1985), Bozan Mistefa Şêx Bozan (1968), Mihemed Newaf Ebdilrehman (1988), Weyso Nebo Muslim (1967), Mihemed Mistefa Derwîş (1969), Ismaîl Ehmad Ibrahîm (1978), Şêx Nebî Cumaa Mihemed Elî (1985), Ehmed Ibrahîm Cabir (1966), Mistefa Mihemed Mihemed (1977), Elî Hemo Subhî (1973), Subhî Mihemed Şêx Demîr (1985), Mihemed Emîn el‑Elî (1966), Şahîn Ehmed Cumaa (1980), Mihyedin Şahîn Ehmê (1984), Ebdilqadir Ehmed Hasî (1982), Kanîwar Ehmed Cumaa (1987), Ehmed Qahraman Osman (1982), Hesen Şêx Mistefa Ehmed (1969), Ebdilrehman Hesen Mihemed (1985), Mihemed Hesen Salih (1988), Xidir Şêxê Ebdilrehman (1960), Remedan Şêxi Mihyedin (1960), Besam Nebî Ibrahîm (1985), Mihemed Ehmed Bozan (1988), Deham Cezair Ismaîl (1987), Eseed Elî Nebo (1972), Mistefa Hemza Xatî Kur (1973), Nîhad Hiso Elî (1988), Ebdilqadir Yûnis Mihemed (1977), Şêx Nebî Ebdilrehman Xelîl (1986), Elaidîn Şukrî Xelîl (1986), Adil Kano Ibrahîm (1984) û Qasim Yûnis Hec Qasim (1985). Parêzerên tawanbarên gumankirî ji KurdWatchê re diyar kir ku miwekilên wî di 2ê çiriya paşîna (November) 2007ê de li Kobanî hatibûn girtin. Berî girtinê wan di xwenîşandanekê de, ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) a nêzîkî PKKê ve hatibû amadekirin, li dijî êrîşa tirkî dijî Kurdistana Iraqê protesto kiribû. Piştî şeş mehan, ango di 2ê gulana (Mai) 2008ê de, ew li Helebê serbest hatibûn berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê cotmeha (October) 2010ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 3ê cotmeha (October) 2010ê de li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan şeş meh zindan li Hozan Hesen Mihemed (1986) birîn. Mihemed di 15ê hizêrana (June) 2010ê de li Qamişloyê hatibû girtin piştî ku di bêrîkfona wî de wêneyên serokên kurd ên irqaî hatibûn dîtin.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê cotmeha (October) 2010ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 3ê cotmeha (October) 2010ê de li gor bendê 308ê yê qanûna tawanan salek zindan û sed lîrayên sûrî cezaya diravî li Mihemed Ebdî Seedûn birîn. Wî herweha li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan şeş meh zindan û sed lîrayên sûrî cezaya diravî li wî birîn. Herdu ceza li gor bendê 204ê yê qanûna tawanan tevî hev tên kirin ji bo salek zindan û sed lîrayên sûrî cezaya diravî. Herweha Seedûn ji hemû mafên li gor bendê 49ê yê qanûna tawanan tê bêparkirin. Mihemed Ebdî Seedûn, ku endamê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ye, di 20ê gulana (May) 2010ê de li Qamişloyê hatibû girtin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 4ê cotmeha (October) 2010ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 30ê îlona (September) 2010ê de biryara serbestberdana Cemal Ibrahîm Mencê da. Doza wî hîn li cem dadgehê ye. Doseya Mencê hat şandin ji dozgeriya leşkerî li Helebê re. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 2ê cotmeha (October) 2010ê – Di 13ê îlona (September) 2010ê de Mesûd Hawas Silo (1972, zewicî ye, çar zarok), ku bi navê Ayid tê naskirin, li ser sînorê sûrî-tirkî li Qamişloyê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên sûrî ve hat girtin. Silo ji sala 1995ê ve li Elmanyayê dijî û ligel malbata xwe ji bo serdanekê çûbû Sûriyê. Malbata wî ji KurdWatch re diyar kir ku ew li Şamê di zindana Edrayê de ye. Sedemên girtinê ji malbata wî re nehatine eşkerekirin. Ta niha ne malbata wî ne jî parêzerê wî dikarî serdana wî di zindanê de bikin.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê îlona (September) 2010ê – Sêyemîn Dadwerê Leşkerî li Helebê di 29ê îlona (September) 2010ê de li gor bendê 288ê yê qanûna cezayê salek zindan li Ebdilhefîz Ebdilrehîm Ebdilrehman birî. Ebdilrehman bi endametiya Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyê (MAF) a kurdî hat tawanbarkirin. Mirov dikare li dijî biryarê gilî bike. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 29ê îlona (September) 2010ê – Dadwerê Cezayê yê Leşkerî li Helebê di 26ê îlona (September) 2010ê de rûniştina di doza parêzer Mistefa Ismaîl de bi paş xist ji bo 17ê cotmeha (October) 2010ê. Berî hingî ji Ismaîl li ser tawanên ku ew li gor bendên 267 û 278ê yên qanûna tawanan bi wan tê gunehkarkirin, pirs hatibûn kirin. Mistefa Ismaîl ew tevde red kirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 28ê îlona (September) 2010ê – Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Hisiçayê di 21ê îlona (September) 2010ê de Cemal Ibrahîm Mencê (1958, zewicî ye, heft zarok) girt. Berî hingî Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Qamişloyê jê xwestibû ku serî li dezgeha li Hisiçayê bide. Mencê hat girtin, çimkî ew beşdarî deqeyeke bêdeng li dijî Mersûmê 49ê bûbû, ku bi inîtsyatîva Encûmena Siyasî ya Kurdî li Sûriyê di 10ê îlona (September) 2010ê de li Qamişloyê pêk hatibû. Ta niha ne diyar e bê Cemal Ibrahîm Mencê li kû ye, malbata wî jî tiştekî ser wî nizanin.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê îlona (September) 2010ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 21ê îlona (September) 2010ê de pirs ji Dr. Luqman Ibrahîm Hisên, Seed Ferhan el‑Hesen, Ebdilxefûr Hisên Hisên û Selah Seîd Şêxmûs kirin û doza wan şand ji dozgeriya leşkerî li Helebê re. Kesên jorîn niha di zindana Qamişloyê de ne. Piştî girtina wan di 15ê îlona (September) 2010ê de ew du rojan li cem Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Qamişloyê hatibûn girtin. Piştre wan sê roj li cem polîsên Hisiçayê qedandin. Ji wir ew pêşî hatin şandin ji bo Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê û dûra di rêya polîsên leşkerî ve hatin şandin cem Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 22ê îlona (September) 2010ê – Sêyemîn Dadwerê Leşkerî li Helebê di 19ê îlona (September) 2010ê de dadkirina Ebdilhefîz Ebdilrehîm Ebdilrehman bi paş xist ji bo 29ê îlona (September) 2010ê. Berî hingî parêzerên wî parêznameya xwe radestî dadwer kir. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 22ê îlona (September) 2010ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 19ê îlona (September) 2010ê de dadkirina Mihemed Ebdî Seedûn bi paş xist ji bo 3ê cotmeha (October) 2010ê. Berî hingî parêzerên wî parêznameya xwe radestî dadwer kir. Di parêznameya xwe de parêzer doza »bêgunehbûn« û serbestberdana miwekilê xwe dikin. Li ser pirsa dadgehê bê ma ew dixwaze çi bêje, Seedûn diyar kir ku ew doza dadmendiyê û pêkanîna qanûnê dike. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 21ê îlona (September) 2010ê – Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Qamişloyê di 15ê îlona (September) 2010ê de Dr. Luqman Ibrahîm Hisên (1968, zewicî ye, çar zarok), Seed Ferhan el‑Hesen (1972, zewicî ye, pênc zarok), Ebdilxefûr Hisên Hisên (1956, zewicî ye, heyşt zarok) û Selah Seîd Şêxmûs (1968, zewicî ye, pênc zarok) girtin. Berî girtina wan bi rojekê Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Amûdê ji wan xwestibû ku serî li dezgeha li Qamişloyê bidin. Sedema girtina wan beşdarbûna di deqeyeke bêdeng de li dijî Mersûmê 49ê bû, ku bi inîtsyatîva Encûmena Siyasî ya Kurdî li Sûriyê di 10ê îlona (September) 2010ê de li Amûdê pêk hatibû.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê îlona (September) 2010ê - Di 28ê tebaxa (August) 2010ê de Riyad Ehmed Xelîl (1968) li Helebê di zindana Dezgeha Ewlekariya Siyasî de mir. Ta niha ne naskirî ye bê ma mirina wî sirûştî bû yan encama işkencekirinê bû. Xelîl di 4ê tîrmeha (July) 2010ê de ligel kurê xwe Demhat hatibû girtin. Girtina wan jî girêdayî bû bi girtina kurê wî yê din Ehmed, ku şervanek PKKê bû. Piştî ku Ehmed Xelîl vegeriyabû Sûriyê, wî xwe teslîmî dezgehên sûrî kiribû. Ew hîn jî di zindanê de ye. Demhat Xelîl piştî mirina bavê wî serbest hat berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 17ê îlona (September) 2010ê - Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê di 2ê îlona (September) 2010ê de Ebdilkerîm Hisên Hisên serbest berda. Li gor Hisên gerek bû ew di nava 24 seetan de serî li Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Helebê bide. Lê ew di 3ê îlona (September) 2010ê de bi qaçaxî derbasî Tirkiyê bû. Ew ta niha li wê derê dimîne. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 16ê îlona (September) 2010ê - Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 15ê îlona (September) 2010ê de rûniştina di doza Mihemed Ebdî Seedûn de bi paş xist ji bo roja 19ê îlona (September) 2010ê. Seedûn dîsa ji zindanê nehatibû anîn ji bo dadghê. Di rûniştina bê de wê parêznameya ji aliyê parêzerên wî ve bê pêşkêşkirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 11ê îlona (Septembet) 2010ê – Dozgeriya Leşkerî li Helebê di 8ê îlona (September) 2010ê de Ismet Hesen Şêx Hesen (1961, zewicî ye, bavê neh zarokan e) ji zindanê serbest berda. Endamên Dezgeha Muxaberatên Hêza Ezmanî alîgirê PYDê di 30ê adara (March) 2010ê de girtibû. Piştî çar meh zindan di hucreya bitenê de li cem Dezgeha Muxaberatên Hêza Ezmanî Hesen hat radestkirin ji bo Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Helebê. Doza wî hîn li cem dadgeha leşkerî ye.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê îlona (Septembet) 2010ê – Parêzer û çalakvanê mafê mirovan Ismaîl Ebdî (1960, zewicî ye, çar zarok) di 23ê tebaxa (August) 2010ê de li Helebê hat girtin dema wî dixwest ji bêhnvedana li Sûriyê ligel malbata xwe ji Sûriyê derkeve. Hingî ji wî re hat gotin ku divê ew serî li dezgeheke ewlekariyê bixîne, bêyî ku ev yek bê zelalkirin. Ji hingî ve ne diyar e bê Ismaîl Ebdî, ku ji sala 1997ê ve li Elmanyayê dijî, li kû derê ye. Ne Wezareta Derve ya elmanî ne jî malbata wî li Sûriyê dikarî ta niha agahiyan li ser ciyê mayina wî yan sedema girtina wî bi dest bixin. Malbata wî di wê baweriyê de ye ku girtina Ebdî bi xebata wî wek serokê rêxistina Elmanyayê ya Komîteya ji bo Paraztina Azadiyên Demokratî û Mafên Mirovan li Sûriyê  (CDF) û herweha weşanên li dijî rêjîmê ve girêdayî ye. Ebdî nexweşê rebû (astma) ye û pêwîstiya wî ya berdewam bi dermanan heye.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê îlona (September) 2010ê - Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 5ê îlona (September) 2010ê de rûniştina di doza Mihemed Ebdî Seedûn de bi paş xist ji bo roja 15ê îlona (September) 2010ê. Seedûn ji zindanê nehatibû anîn ji bo dadghê. Di rûniştina bê de wê parêznameya ji aliyê parêzerên wî ve bê pêşkêşkirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 7ê îlona (September) 2010ê - Di 24ê tebaxa (August) 2010ê de Hemza Hesen li Şamê ji zindanê derket. Ew di 27ê tîrmeha (July) 2010ê de ligel pismamê xwe Xalid Hesen piştî berdana wan ji Elmanyayê li Balafirgeha Şamê hatibû girtin. Li gor Hesen ew li sê deverên cuda hatibû girtin - Kurdê ku li Elmanyayê çêbûye, nizanîbû bê ji aliyê kîjan dezgehên ewlekariyê ve ew hatibû girtin. Wek sedema girtina wî jê re hatibû gotin ku ew li Elmanyayê ji ber diziyê hatiye tawanbarkirin û divê ew cezaya xwe li Sûriyê bistîne. Lê Hesen dibêje ku di rastiyê de pêkanîna cezaya wî hatibû rawestandin. Herweha jê re hatiye gotin ku li gor dosyaya wî ya ji Elmanyayê ew mudminê muxederatan e. Hemza Hesen bawer dike ku doza wî hîn li cem dadgehê ye - lê ew dibêje ku ew nizane bê kîjan dadgeh û kînga wê rûniştina pêşî pêk bê. Ta niha ne diyar e bê pismamê wî Xalid Hesen li kû ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 4ê îlona (September) 2010ê – Sêyemîn Dadwerê Leşkerî li Helebê di 1ê îlona (September) 2010ê de Ebdilhefîz Ebdilrehîm Ebdilrehman ji zindanê serbest berda. Piştî girtina wî di 2ê adara (March) 2010ê de ew yazdeh rojan li cem Muxaberatên Leşkerî girtî bû. Piştre ew şeş rojan li cem Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Helebê û meh û nîvekê li cem Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê girtî bû. Ebdilrehman ragihand KurdWatch ku ew mecbûr bû tevaya demê di zindaneke bitenê ya tarî de derbas bike. Wî got ku ev yek bû sedema ku hêza dîtinê li cem wî xerabtir bibe. Wî herweha got ku gelek caran gotinên xerab jê re dihatin gotin. Çar mehên dawî berî serbestberdana wî Ebdilrehman di zindana medenî li Helebê de bû. Doza wî hîn li cem dadgehê ye. Rûniştina dadgehê ya bê wê di 19ê îlona (September) 2010ê de li dar keve. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 1ê îlona (September) 2010ê – Endamên Dezgeha Ewlekariya Dewletê di 27ê tebaxa (August) 2010ê de li Tenûriyê ya girêdayî Qamişloyê Îmad Iskan Ehmed (1975, zewicî ye, şeş zarok) girt. Ta niha sedemên girtinê ne diyar in.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê tebaxa (August) 2010ê – KurdWatch protokola tehqîqa bi Xalid Meemo Kenco re ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Dewletê ve bi dest xist PDFê daxîne]. Wê herweha nameya Dezgeha Ewlekariya Dewletê ji bo dozgeriya dewletê li Şamê PDFê daxîne] û biryara dadgehê li dijî Kenco PDFê daxîne] bi dest xistin. Kenco di 1ê îlona (September) 2009ê de ji Elmanyayê hatibû vegerandin Sûriyê, lê ew div ê navberê de dîsa vegeriya. Ji belgeyan eşkere dibe ku Kenco ji ber çalakiyên wî yên li koçberiyê hatiye dadkirin. Herweha ji protokola dezgeha ewlekariyê diyar dibe ku Kenco navên dost û nasên xwe dane, ku li Elmanyayê beşdarî çalakiyên li dijî rêjîma Sûriyê bûne. Di hevpeyvînekê de ligel KurdWatch Kenco diyar kir ku wî nav li jêr işkenceyê dane. Wî herweha ragihand ku Dezgeha Ewlekariya Dewletê agahiyên ji dosyaya wî ya penaberiyê ya elmanî jê re eşkere kirine. Wî got ku dezgeha ewlekariya berê zanîbû ku wî di hevpeyvîna ligel Dezgeha Federal ji bo Koçberiyê û Penaberan de gotiye ku wî di dema pêkanîna erkê leşkeriyê de agahiyên nihênî gihandine balyozxaneya emerîkî li Şamê. Wî berdewam kir û got ku ew li cem Dezgeha Ewlekariya Dewletê li jêr işkenceyan li van agahiyan mûkir hatiye. Kenco texmîn dike ku dezgeha biyaniyan a parêzgeha wî ev agahî ji dosyaya wî ya penaberiyê gihandine balyozxaneya sûrî. [Agahiyên berfirehtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 26ê tebaxa (August) 2010ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 24ê tîrmeha (August) 2010ê de pirs ji Mihemed Ebdî Seedûn kirin. Seedûn got ku ew endamê polîtbîroya Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ye. Wî herweha eşkere kir ku armanca nivîsarên wî yên di internêtê û belavoka navendî ya partiyê de ne ew bû ku kêşeyan di nav milet de çêbikin, lêbelê armanca wan ew bû ku balê bikişînin ser mafên Kurdan. Rûniştina dadgehê hat bipaşxistin ji bo roja 5ê îlona (September) 2010ê. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 25ê tebaxa (August) 2010ê – Duyemîn Dadwerê Lêkolînê yê Leşkerî li Helebê di 22ê tîrmeha (August) 2010ê de doza Ebdilhefîz Ebdilrehîm Ebdilrehman de şand cem Sêyemîn Dadwerê Leşkerî li Helebê. Li dijî Ebdilrehman li gor bendê 288ê yê qanûna tawanan doz hatiye vekirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 24ê tebaxa (August) 2010ê – Piştî berdana wî ji Nerwicê Ebdilkerîm Hisên Hisên (1956, zewicî ye, çar zarok) di 19ê tîrmeha (August) 2010ê de li Balafirgeha Şamê hat girtin. Pêşî ew hat radestkirin Dezgeha Koçberiyê û Paseportan û ji wir ew hat radestkirin Dezgeha Ewlekariya Siyasî. Hisên, ku nexweşê şekir e, niha li Şamê di zindana el‑Fayhaayê de ye, ku girêdayî Dezgeha Ewlekariya Siyasî ye. Berî ku ew ji Nerwicê bê derxistin, ew endamê komîteya birêvebir a Komeleya Kurdên Sûrî li Nerwicê (KKSN) bû.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê tebaxa (August) 2010 an – Mihemed Bozan (1958, zewicî ye, heyşt zarok) di 14ê tîrmeha (August) 2010 an de, ji zindana li Helebê serbest hate berdan. Bozan di 13ê şibata (February) 2010 an de ligel pênc kesên din li Kobanî hatibû girtin, hîn berî ku ew ligel alîgerên din ên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) beşdarî xwenîşandanekê ji bo girtina serokê PKKê Ebdela Ocalan bibin. Pêşî Mihemed Bozan li cem Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Helebê hatibû girtin, piştre ew ketibû zindana medenî li Helebê.

ShareThis

KURDWATCH, 19ê tebaxa (August) 2010ê – Pijîşkê çavan Mistefa Ebdilfetah Ucê (1975, zewicî ye, du zarok) di destpêka tîrmeha (July) 2010ê de li cem dergehê Bab el-Hewa yê sînorê tirkî-sûrî hat agahdarkirin, ku derketina ji Sûriyê lê hatiye qedexekirin û gerek ew serî li Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Hisiçayê bide. Di heman demê de ʿUcê bihîst ku herweha derketin li pijîşkê diranan Îsa Ebdilhelîm Şêxo (1974, zewicî ye, du zarok) hatiye qedexekirin. Herdu ligel komek ji pijîşkên kurd ji Sûriyê di 22 ta 24ê cotmeha (October) 2009ê de beşdarî Rojên Tenduristiyê yên Mezopotamyayê li Diyarbekirê bûbûn. Rojên Tenduristiyê yên Mezopotamyayê kongirek pîşeyî yên pijîşkên kurd ji Iraq, Tirkî, Sûrî, Îran û Ewropayê bû. Endamên Dezgeha Ewlekariya Dewletê di adara 2010ê de li Hisiçayê li ser mijara jorîn lêkolînek ligel Mistefa Ebdilfetah Ucê pêk anîbû.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê tebaxa (August) 2010ê – Wek ku berê hatibû ragihandin, di destpêka gulanê de lîsteyên bi navên kesên ku li derveyî Sûriyê dijîn, hatine şandin ji dezgehên nifûsê li parêzgeha Hisiçayê re. Ligel van lîsteyan ji dezgehên nifûsê re ferman hatiye şandin, ku bêyî erêkirina Dezgeha Ewlekariya Dewletê nabe ku ew belgeyên nasnameyê bidin wan kesên ku navên wan di lîsteyan de ne. KurdWatch niha nisxeyek ji tevaya lîsteya navên hemû kesên peywendîdar li parêzgeha Hisiçayê – bi tevayî 287 kes in – û herweha nisxeyek ji nameya Wezareta Hundir a sûrî bi dest xist. Ji vê nameyê eşkere dibe ku kesên ku navên wan di lîsteyê de ne, ti belgeyên nasnameyê nastînin, ne bi şêweyekî şexsî, ne jî di rêya mirov û parêzeran re. Ev herweha tê wê wateyê, ku ew nikarin di rêya nûnerîtiyên Sûriyê li derve doza paseportan bikin an nikarin belgeyên ji dezgehên nifûsê bi dest bixin, ger bixwazin bizewicin.
Berevajî baweriya te niha, lîste ne ya Dezgeha Ewlekariya Dewletê ye, lêbelê ya Wezareta Hundir e. Lê piraniya kesên di lîsteyê de mecbûr in serî li Dezgeha Ewlekariya Dewletê bixin, dezgehên ewlekariyê yên din pir kêm hatine behskirin. Di nameya Wezareta Hundir de hatiye nivîsandin, ku ew kesên di lîsteyê de, ku ji Sûriyê reviyane û xwe dane alî, ji ber »tawanên li dijî dewletê« li wan tê gerîn. Di rastiyê de piraniya kesên di lîsteyê de çalakvanên siyasî ne – bi taybetî behsa Kurdan, lêbelê ya Ereb û Filehan jî tê kirin. Beşek ji wan di zaroktiya xwe de ji Sûriyê derketine. Ji ber vê yekê divê fermana nehiştina dana belgeyan ji bo van kesan mîna cezakirina kesên ku wek dijber tên dîtin, bê fêmkirin.
Balkêş e ku ne hemû kesên ku navên wan di lîsteyên xweser ên Amûdê, Tirbesipî û Qamişloyê de hene, di lîsteya giştî de ne. Dibe ku ev yek ji wê yekê be, ku lîste di demine cuda de, ku ji bo me ne naskirî ne, hatine amadekirin. Ji ber ku lîste berdewam tên nûkirin, »tenaqud« dikarin pêk werin, wek ku li jor hatiye behskirin.
Wergera nameya Wezareta Hindir û tevaya lîsteya navan dikarin wek fayleke PDFê de bên daxistin: PDFê daxîne].

ShareThis

KURDWATCH, 13ê tebaxa (August) 2010ê – Siyemîn Dadwerê Leşkerî li Helebê di 9ê tebaxa (August) 2010ê de biryara da, ku Dr. Mihemed Xelîl Ebdî serbest bê berdan. Li dijî Ebdî li gor bendê 288ê yê qanûna tawanan gilî hatiye kirin. Doza wî hîn li cem dadgehê ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 8ê tebaxa (August) 2010ê – Dezgeha Biyaniyan li bajarê Essen di beyaniya 27ê tîrmeha (July) 2010ê de hişt ku malbateke ji şeş kesan pêkhatî bê şandin Şamê. Dema Hemza Hesen (1984) û Xalid Hesen (1967) gihan balafirgeha Şamê ew ji aliyê hêzên ewlekariyê yên sûrî ve hatin girtin. Ji nav kesên ku hatin zivirandin, sê – Hemze, Meryem (1989) û Îmad Hesen (1988) - li Elmanyayê çêbûne. Dê û bavê wan li Elmanyayê bi nasnameyeke çewt doza mafê penaberiyê kiribû. Wan pêşî îdîa kiribû ku ew bi eslê xwe ji Libnanê ne, lê piştre li nasnameya xwe ya sûrî mûkir hatibû. Wilo diyar e ku Hemze û Xalid Hesen hatibûn girtin, çimkî ew li Elmanyayê tawanbar bûbûn. Ne diyar e bê ma çawa hêzên ewlekariyê yên sûrî ji tawanbarbûna wan agahdar bûbûn.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê tebaxa (August) 2010ê – Fewaz Mihyedîn Hesen (1979, zewicî ye, şeş zarok) di 28ê tîrmeha (July) 2010ê de piştî dozkirina vê yekê berî dawiya dema girtinê serbest hat berdan. Dadgeha Tawanan a Leşkerî li Helebê di 21ê hizêrana (June) 2010ê de ji ber endametiya rêxistineke neqanûnî di girêdanekê de bi bendê 267ê yê qanûna tawanan salek û sê meh zindan lê birîbûn. Yek ji sedemên cezakirinê ew bû, ku ew di 21ê adara (March) 2009ê de beşdarî ahenga Newrozê ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bûbû.
Piştî girtina wî ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve di 8ê tebaxa (August) 2009ê de li Amûdê Hesen pêşî hatibû şandin Hisiçayê - li wê derê ew bi lêdanên li binlingan (feleqe) dihat işkencekirin. Piştre ew hat veguhestin Şamê, ku pêşî di Zindana el-Fayhaayê ya Dezgeha Ewlekariya Siyasî de û piştre di Zindana Adrayê de girtî bû. Hesen her pênc mehên dawî di zindana Helebê de derbas kirin. Li wê derê peywendiya berdewam ligel malbata wî gengaz bû.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê tebaxa (August) 2010ê – Dadwerê leşkerî li Qamişloyê biryar da ku yekemîn rûniştina di doza Mihemed Ebdî Seedûn de di 24ê tebaxa (August) 2010ê de pêk were. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 4ê tebaxa (August) 2010ê – Dozgeriya Leşkerî li Helebê di 1ê tebaxa (August) 2010ê de pirs ji Dr. Mihemed Xelîl Ebdî kirin. Ta niha ne diyar e bê Ebdî bi çi tê gunehkarkirin. Ew niha di zindana navendî li Helebê ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 3ê tebaxa (August) 2010ê – Endamên Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Helebê di 27ê tîrmeha (July) 2010ê de Ehmed Mihemed Elî Qilêç (1986, xwendekarê rojnamevaniyê li Zanîngeha Şamê) û Mistefa Mihemed Şêxo (1970, zewicî ye, du zarok) girtin. Herdu endamên Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdistanî - Sûrî ne. Berî girtina wan ew çend caran rastî lêpirsînan hatibûn.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê tîrmeha (July) 2010ê – Dadgeha Ewlekariya Dewletê li Şamê di 20ê tîrmeha (July) 2010ê de ji Hesen Ibrahim Salih, Meerûf Ehmed Mele Ehmed û Mihemed Ehmed Mistefa li ser tawanên ku ew li gor bendê 267ê yê qanûna tawanan pê tên gunehkarkirin, pirs kirin. Piştre rûniştina dadgehê hat bipaşxistin ji bo 19ê cotmeha (October) 2010ê - hingî dozger wê helwesta xwe pêşkêş bike. Di dema rûniştina dadgehê de qedexe bû ku tawanbarên gumankirî ligel parêzerên xwe biaxivin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 19ê tîrmeha (July) 2010ê – Hesen Ibrahîm Şêx Ehmed (1964, zewicî ye û bavê heft zarokan e, karê wî şufêrtî ye) di 8ê tîrmeha (July) 2010ê de ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Dewletê ve li Helebê li mala wî hat girtin. Sedema girtina wî ne naskirî ye. Kesên ku wî nas dikin, dibêjin ku ew çalakvanek siyasî ye.

ShareThis

KURDWATCH, 17ê tîrmeha (July) 2010ê – Îro berî deh salan Beşar el-Esedê ku hingî 34-salî bû, wek serokê nû yê Sûriyê sund xwar. Serokatiya wî hêviyine ji bo guhertinê çêkirin, ne tenê li cîhana rojava. Tevî ku ew wek kurê Hafiz el-Esed ê mirî ligel berdewamkirina siyaseta bavê xwe bû, lê di heman demê de mirov bawer dikir ku teknoratê ciwan ê ku li Londonê hatiye perwerdekirin, wê bikaribe di dewletê de guhertinekê pêk bîne.
Lê ev hêvî bi cî nehatin – hêviyên gelê kurd li Sûriyê jî bi cî nehatin. Tenê di sala 2009ê de KurdWatch 175 doz lêkolîn kirin, ku Kurd ji ber sedemine siyasî hatin girtin. Di not ji van dozan de doz hatin vekirin. Li dijî tawanbarên gumankirî bi taybetî bendê 307 (gurkirina pêşhikumên nijadî û mezhebî) an bendê 336ê yê qanûna tawanan (beşdarbûna di xwenîşandanan de) hatin bikaranîn. Da ku li dijî mirovî li gor van bendan doz bê vekirin, têr dike ku mirv di zemawendekê de mûzîka kurdî bilîze yan jî beşdarî xwenîşandaneke aşityane ya li dijî rêjîmê bibe. Li dijî alîgir û endamên partiyên kurdî yên sûrî gelek caran li gor bendê 288ê (endametiya komeleyeke siyasî yan civakî ya xwedî nasnameyeke navneteweyî bêyî pêşpejirandinekê) doz tên vekirin. Ev partî hîn jî qedexe ne, tevî ku ew tenê doza guhertinên di çarçeweya sîstema heyî de dikin. Di zindanê de bi şêweyekî berdewam tê işkencekirin – ji bo sala 2009ê KurdWatch bi giştî 23 doz lêkolîn kirin, ku bi kêmanî kesek ji ber işkencekirinê miriye. Bi taybetî endam û alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) a nêzîkî PKKê rastî işkenceyan tên. Ne diyar e bê derketina ji Sûriyê li çend kesan ji ber sedemine siyasî hatiye qedexekirin – lê ev yek pirê caran wek alaveke ji bo dîsîplînkirina çalakvanên dijber tê bikaranîn.
Herweha di dema Beşar el-Esed de ti »kêşeyên kurdî« yên mezin nehatiye çareserkirin: Wek mînak ta niha dora 300 000 Kurdên bê nasname li Sûriyê dijîn, ku mafê wan ê perdeweyê, hilbijartina azad a pîşeyê, milkiyet û çûn û hatina bi azadî bi şêweyekî mezin sînorkirî ne. Piraniya wan li Sûriyê çêbûne û li gor qanûnê nasnmaeya sûrî ji mafê wan e. PDFê daxîne]. Li şûna peydakirina çareseriyan kêşeyên nû hatin çêkirin: Bi stendina biryara derxistina mersûmê 49ê di îlona (September) 2008ê de PDFê daxîne] firotina malûmilkên di hindirê bajaran de li herêmên sînor bêyî ruxsetan nema dikare bê kirin. Vê yekê ji ber danûstandina hişk a dezgehên cuda yên ewlekariayê derbeyeke mezin bi taybetî li parêzgeha Hisiçayê xist.
Herweha rûbirûbûna di navbera Kurdan û hêzên ewlekariyê yên sûrî de, ku ta niha xwedî mezintirîn encam, di dema serokatiya Beşar el-Esed de pêk hat: Di adara 2004ê de li Qamişloyê xwenîşandanên zordaryane yên mezin dest pê kirin û li seranserî Sûriyê belav bûn, ku dewletê ew bi hemî hêza xwe çewisandin. Encam 32 kuştî û hejmareke nenas ji birîndar û girtiyan bûn PDFê daxîne]. Piştî bûyerên Qamişlo di gulana 2005ê de şêx Xeznewî hat kuştin, ku bi ihtîmaleke pir mezin hêzên ewlekariyê yên sûrî li pişt kuştinê bûn. Herweha di çarçeweya ahengên Newrozê de kuştî hebûn, cara dawî di adara 2010ê de li Reqayê dema hêzên ewlekariyê yên sûrî gule berdan girseyê [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]. Hîn jî rêzek ji kuştinên leşkerên kurd di artêşa Sûriyê de nehatine zelalkirin.
Mirov dikare bi kurtî bêje ku deh salan piştî ku Beşar el-Esed bû serok, ew guhertinên ku wî di axavtina xwe ya sundxwarinê de soza wan dabû, ta niha negihane gelê kurd li Sûriyê.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê tîrmeha (July) 2010ê – Sêyemîn Dadwerê Lêkolînê yê Leşkerî li Helebê di 11ê tîrmeha (July) 2010ê de ligel Mihemed Ebdî Seedûn lêpirsînek pêk anî. Piştî du rojan doza wî hat veguhestin cem dadwerê leşkerî li Qamişloyê. Seedûn bi tawanên li gor bendên 278 û 288ê yên qanûna tawanan tê gunehkarkirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 13ê tîrmeha (July) 2010ê – Dadwerê leşkerî li Qamişloyê di 11ê tîrmeha (July) 2010ê de di doza Silêman Ebdilmecîd Oso, Îwan Ezîz Ebdela, Hevend Salih Hisên, Dilxwaz Zeynelabidîn Mihemed, Ebdilkerîm Mihemed Ebdo, Riyad Kemal Hopan, Eymen Salih el‑Mehmûd, Bendewar Behrî Şêxê, Siwar Behrî Şêxê, Mesûd Ferhan Biro, Dilxwaz Mehmûd Derwîş, Reşo Mihemed Şerîf Mîxan, Riyad Mihemed Ehmed, Salar Barzan Ebdilrehman, Deham Hesen Şêxê û Reşîd Remedan Osman de ev biryar stend:
1. Dozên li gor bendên 288 û 335ê yên qanûna tawanan ji ber mersûmê serokatiyê jimar 22 di 24ê şibata (February) 2010ê de tên rawestandin. [Agahiyên bêtir li ser vî mersûmî]
2. Hevend Salih Hisên, Îwan Ezîz Ebdela, Mesûd Ferhan Biro, Reşo Mihemed Şerîf Mîxan, Bendewar Behrî Şêxê, Siwar Behrî Şêxê û Dilxwaz Mehmûd Derwîş ji gunehkariya bi tawana li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan bêguneh in.
3. Li Silêman Ebdilmecîd Oso, Ebdilkerîm Mihemed Ebdo, Salar Barzan Ebdilrehman, Dilxwaz Zeynelabidîn Mihemed, Deham Hesen Şêxê, Riyad Mihemed Ehmed, Eymen Salih el‑Mehmûd, Reşîd Remedan Osman û Riyad Kemal Hopan li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan şeş meh zindan tên birîn, ku ji ber mercên sivikker tên daxistin çar mehan. Herweha dema ku ta di zindanê de derbas kirine, ji wan re tê hesibandin. Ev kes êdî nema dikarin di dezgehên hikûmetê de kar bikin.
4. Mirov dikare li biryarê gilî bike. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 12ê tîrmeha (July) 2010ê – Berî mehekê Dr. Mihemed Xelîl Ebdî (1961) di şeveqê de li mala wî ji aliyê endamên hêzên ewlekariyê yên cuda ve hatiye girtin. Ji hingî ve rewşa pijîşkê hestiyan ne diyar e. Dr. Mihemed Xelîl Ebdî wek mirovek ku di warê siyasî de ne çalak e, hatiye naskirin.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê tîrmeha (July) 2010ê – Xalid Meemo Kenco di 6ê tîrmeha (July) 2010ê de di rêya balafirgeha Düsseldorfê vegeriya Elmanyayê. Kenco di 1ê îlona (September) 2009ê de di çarçeweya peymana vegerandinê ya elmanî-surî ji Komara Federal a Elmanyayê hatibû şandin Sûriyê  û li wir hatibû girtin û işkencekirin. Di 8ê şibata (February) 2010ê de Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê li gor bendê 287ê yê qanûna tawanan ji ber belavkirina bi mebest a nûçeyên çewt û mezinkirî li derve çar meh zindan lê birîbûn. Ew di çileya paşîna (January) 2010ê de reviya Tirkiyê, û ji wê derê vegera wî ya Elmanyayê hat pejirandin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 6ê tîrmeha (July) 2010ê – Dadwerê leşkerî li Qamişloyê di 24ê hizêrana (June) 2010ê de doza Silêman Ebdilmecîd Oso, Îwan Ezîz Ebdela, Hevend Salih Hisên, Dilxwaz Zeynelabidîn Mihemed, Ebdilkerîm Mihemed Ebdo, Riyad Kemal Hopan, Eymen Salih el Mehmûd, Bendewar Behrî Şêxê, Siwar Behrî Şêxê, Mesûd Ferhan Biro, Dilxwaz Mehmûd Derwîş, Reşo Mihemed Şerîf Mîxan, Riyad Mihemed Ehmed, Salar Barzan Ebdilrehman, Deham Hesen Şêxê û Reşîd Remedan Osman bi paş xist roja 10ê tîrmeha (July) 2010ê. Gerek e biryar di vê rojê de bê ragihandin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 3ê tîrmeha (July) 2010ê –  Mîna lîsteya kesên ji Tirbesipiyê yên li derve dijîn û Dezgeha Ewlekariya Dewletê li wan digere, li lîsteya ji Qamişloyê jî nav hatin zêdekirin. Ev nav li lîsteyê hatine zêdekirin: Mihemed Salih Ibrahîm Usman, Mihemed Selîm Mele Hisên û Silêman Selîbê. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 1ê tîrmeha (July) 2010ê – Duyemîn Dadwerê Lêkolînê yê Leşkerî li Helebê di 22ê hizêrana (June) 2010ê de doza Ebdilhefîz Ebdilrehîm Ebdilrehman bi paşxist roja 24ê tebaxa (August) 2010ê. Berî ku ev biryar bê stendin, dadwer bi berfirehî ji Ebdilrehman pirsên li ser xebata wî di Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyê (MAF) de kirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 2ê tîrmeha (July) 2010ê – Di 28ê hizêrana (June) 2010ê de di Nexweşxaneya Tişrîn a Leşkerî de laşê Henan Ebdo Ebdilqadir (1983, zewicî ye, zarokek) hat radestkirin malbata wî. Ji malbatê re hat gotin ku Ebdilqadir ji ber celtayê miriye. Endamên Dezgeha Istixbaratên Ezman heftiyekê piştî Newroza îsal li bajarê Reqayê girtibû. Ta niha li ser sedemên girtinê tiştek ne diyar e. Herweha ne diyar e bê ma Ebdilqadir ji ber işkenceyan miriye. Ta niha malbata wî nexwest tiştekî li ser mirina kurê xwe bêje.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê hizêrana (June) 2010ê – KurdWatch lîsteyeke serastkirî û lêzêdekirî ya navên Kurdên ji Tirbesipiyê yên li derve dijîn bi dest xistiye, ku Dezgeha Ewlekariya Dewletê li wan digere. Li lîsteya ku KurdWatch di 27ê gulanê (Mai) de weşandibû, navên heft kesên din hatine zêdekirin.

Lîsteya navên ji Tirbesipiyê:

Aslan Xaçik
Bedridîn Elî Elî
Bercez el‑Şiwêş
Cengîzxan Şêx Umer
Dara Mehmûd Mûsa
Dara Mistefa Mihemed
Ebdilbaqî Salim Yûsiv
Ebdilbasit Hesen Hesen
Ebdilxefûr Yûsiv Usman
Ehmed Ibrahîm Reşîd
Ehmed Ilwan Miaz
Emîna Ibrahîm Kendî
Fehîm Ebas Mihemed
Hemze el‑Şiwêş
Ilyas Xelef
Îmad Iskan Ehmed
Kamîran Ebdilmecîd Haco
Mesûd Mihemed Xelef
Mihemed Ibrahîm Reşîd
Mihemed Salih Deham el‑Xeyda
Mihemed Salih Nûri el‑Umer
Mihemed Sefaa
Mihemed Silêman Yûsiv
Mihemed Xêr Remedan Yûsiv
Mutesem Şêxmûs Ceelo
Nadiya Mihemed Cemîl
Nebîl Hesen
Rebîaa Silêman Mihemed Tahir
Rênas Emo Sebrî
Ridwan Ebdî Mihemed
Riyad Mihemed el‑Hesen
Seeb Ebas
Serdar Sebrî el‑Mîro
Şêrko Ebdilkerîm Ebas
Şêrko Xerbî Ebas
Tayis Mehmûd Yûnis
Xalid Ilwan Heqî

ShareThis

KURDWATCH, 29ê hizêrana (June) 2010ê – Xwendekar, rojnamevan û çalakvanê mafê mirovan Kemal Hisên Şêxo (1978) di 23ê hizêrana (June) 2010ê de li ser sînorê sûrî-libnanî hat girtin û radestkirin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê (zindana el-Fayhaa). Birayê wî Ciwan Hisên Şêxo jî hat girtin. Kemal Hisên Şêxo hat girtin dema wî hewil dida ku bi namsnameya birayê xwe sînor derbas bike. Ji ber çalakiyên wî yên di warê mafê mirovan de derketina Sûriyê li Kemal Hisên Şêxo hatiye qedexekirin.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê hizêrana (June) 2010ê – Dozgeriya Leşkerî li Helebê di 21ê hizêrana (June) 2010ê ligel Mihemed Ebdî Seedûn lêpirsînek pêk anî. Seedûn, ku endamê polîtbîroya Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ye, bi tawanên li gor bendên 278 û 288ê yên qanûna tawanan tê gunehkarkirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 24ê hizêrana (June) 2010ê – Dadgeha Tawanan a Leşkerî li Şamê di 20ê hizêrana (June) 2010ê de biryara li dijî Berzanî Kerro ya di 14ê adara 2010ê de çesipand. Li gor bendê 267ê yê qanûna tawanan pênc sal zindan li Barzanî Kerro hatibûn birîn. Ji ber mercên sivikker ceza hatibû daxistin ji bo du sal û nîvê. Herweha dadgehê biryar dabû ku Kerro ji hemû mafên medenî bê bêparkirin. Piştre parêzerê wî li cem dadgeha temyîzê li dijî biryarê gilî kiribû. Giliyê wî hatibû pejirandin û doz ji bo biryareke nû hatibû vegerandin ji bo Dadgeha Tawanan a Leşkerî li Şamê. Parêzerê Kerro eşkere kir ku ewê li dijî biryara nû jî gilî bike. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 23ê hizêrana (June) 2010ê – Dadwerê leşkerî li Qamişloyê di 20ê hizêrana (June) 2010ê de li Welat Eyûb Mihemed uû Selah Eyûb Mihemed li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan şeş meh zindan birîn. Ceza ji ber mercên sivikker hat daxistin çar mehan. Doza li gor bendê 288ê yê qanûna tawanan ji ber mersûmê jimar 22 di 24ê şibata (February) 2010ê de hat rawestandin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê] Herdu kesên ku ji ber bidestxistina weşanên bi zimanê kurdî hatibûn girtin, mecbûr in du mehên mayî ji cezaya xwe bikevin zindanê. Parêzerên wan eşkere kir ku ewê li biryara dadgehê gilî bikin. Dema ku dadwer biryar ragihand Welat Eyûb Mihemed ji bo demeke kurt ser hişê xwe çû. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 22ê hizêrana (June) 2010ê – Dadwerê leşkerî li Qamişloyê di 20ê hizêrana (June) 2010ê de li Mehmûd Xelef Sefo li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan salek zindan û li gor bendê 288ê yê qanûna tawanan şeş meh zindan birîn. Mersûmê jimar 22 di 24ê şibata (February) 2010ê de nehat pêkanîn, çimkî Sefo piştî derketina wî hatibû girtin. Herdu ceza tevî hev tên kirin û ya girantir tê pêkanîn. Dadgehê mercên sivikker, ku di rewşên wiha de pêk tên, nepejirandin. Parêzeran eşkere kir ku ewê li biryara dadgehê gilî bikin. Mehmûd Xelef Sefo endamê polîtbîroya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 18ê hizêrana (June) 2010ê – Yekemîn rûniştina dadkirina Ebdilhefîz Ebdilrehîm Ebdilrehman wê di 22ê hizêrana (June) 2010ê de li cem Duyemîn Dadwerê Lêkolînê yê Leşkerî li Helebê pêk bê. Li dijî Ebdilrehman, ku endamê Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyê (MAF) e, li gor bendê 267ê yê qanûna tawanan doz hatiye vekirin. Ew ji 2ê adara (March) 2010ê ve di zindanê de ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 17ê hizêrana (June) 2010ê – Endamên hêzên ewlekariyê yên cuda di 14ê hizêrana (June) 2010ê de li Qamişloyê êrîşî çalakiyeke Encûmena Siyasî ya Kurdî kir û bû sedema têkbirina çalakiyê. Bi helkefta 53-emîn salvegera damezirandina yekemîn partiya kurdî li Sûriyê Encûmena Siyasî ya Kurdî, ku ji heyşt partiyên kurdî yên sûrî pêk tê, ev çalakî amade kiribû.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê hizêrana (June) 2010ê – Dadwerê leşkerî li Qamişloyê di 14ê hizêrana (June) 2010ê de doza Silêman Ebdilmecîd Oso, Îwan Ezîz Ebdela, Hevend Salih Hisên, Dilxwaz Zeynelabidîn Mihemed, Ebdilkerîm Mihemed Ebdo, Riyad Kemal Hopan, Eymen Salih el Mehmûd, Bendewar Behrî Şêxê, Siwar Behrî Şêxê, Mesûd Ferhan Biro, Dilxwaz Mehmûd Derwîş, Reşo Mihemed Şerîf Mîxan, Riyad Mihemed Ehmed, Salar Barzan Ebdilrehman, Deham Hesen Şêxê û Reşîd Remedan Osman bi paş xist roja 24ê hizêrana (June) 2010ê. Berî ragihandina biryarê parêzeran parêznameyên xe pêşkêş kirin. Gerek e biryar di 24ê hizêranê (June) de bê ragihandin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 15ê hizêrana (June) 2010ê – Dadwerê leşkerî li Qamişloyê di 14ê hizêrana (June) 2010ê de doza Mehmûd Xelef Sefo bi paş xist roja 20ê hizêrana (June) 2010ê. Berî ragihandina biryarê parêzeran parêznameyên xe pêşkêş kirin. Gerek e biryara li dijî Sefo di 20ê hizêrana (June) 2010ê de bê ragihandin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 14ê hizêrana (June) 2010ê – Dadwerê leşkerî li Qamişloyê di 14ê hizêrana (June) 2010ê de bêyî eşkerekirina sedeman doza Welat Eyûb Mihemed û Selah Eyûb Mihemed bi paş xist roja 20ê hizêrana (June) 2010ê. Li dijî herduyan li gor bendên 288 û 307ê yên qanûna tawanan doz hatiye vekirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 10ê hizêrana (June) 2010ê – Piştî Tirbesipî û Amûdê KurdWatch navên kesên ji derve yên ji Qamişloyê, ku Dezgeha Ewlekariya Dewletê li wan digere, peyda kirin. Di vê lîsteyê de balkêş e ku gelek kesên ku navên wan tê de ne, fileh in. Li gor agahiyên çavkaniyeke ji Qamişloyê lîsteyên Dezgeha Ewlekariya Dewletê ne temam in, çimkî gengaz e ku navên kesine din li derve ku dezgehên ewlekariyê yên din li wan digerin, ne di lîsteyê de bin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

Lîsteya navên ji Qamişloyê:

Yûsiv Mîxaêl Afram
Yûsiv Yasîn Ebdilezîz
Yûsiv Melkî Gewriyê
Noşîn Faris Iniz
Ibrahîm Cibraîl Qaso
Ibrahîm Cemîl Elî
Ehmed Ismaîl Usman
Enwer Yûsiv Amaîl
Ekrem Mûsillî
Ferhad Ehmed Ehmed
Izedîn Ferîd Xelîl
Ebdilbarî Elî Elî
Ebdilwehab Tewfîq Çelebî
Emar Silêman el‑Hîlalî
Ebdilxaliq Mihemed Mehmûd
Ebdilreûf Hisên Elî
Ebid Elî Elî
Şêro Ebdilletîf Silêman
Ebdilehed Îlya Îlya
Şukrî Ismaîl Mihemed
Mîlad Cozêf Hilmî
Cozêf Hilmî
Cak Lehdo
Gibraîl Tûma
Gewriyê Eblehd
Mihemed Hisên
Umer Celal
Ebdilminim Xeldûn
Dawûd Gorgîs
Xalid Reşîd
Behaeldîn Ebdilwehab
Can Îsa

ShareThis

KURDWATCH, 7ê hizêrana (June) 2010ê – Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Bilind di 6ê hizêrana (June) 2010ê de biryara di doza Hesen Salih, Meerûf Mele Ehmed û Mihemed Mistefa bi paşxist roja 20 tîrmeha (July) 2010ê. Ji ber ku Mihemed Mistefa parêzer e, divê nûnerek Sendîqaya Parêzerên Sûrî beşdarî civîna dadkirinê bibe. Ji ber ku ev ne amade bû, dadkirin hat bipaşxistin. Li dijî hersê endamên polîtbîroya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê li gor bendê 267ê yê qanûna cezayan doz hatiye vekirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 5ê hizêrana (June) 2010ê – Wek ku berê hatibû behskirin, Dezgeha Ewlekariya Dewletê di destpêka gulanê de lîsteyên bi navên kesên ku li derveyî Sûriyê dijîn, şandine ji dezgehên nifûsê li parêzgeha Hisiçayê re. Ligel van lîsteyan ji dezgehên nifûsê re ferman hatiye şandin, ku bêyî erêkirina Dezgeha Ewlekariya Dewletê nabe ku ew belgeyên nasnameyê bidin wan kesên ku navên wan di lîsteyan de ne. Piştî ku KurdWatch navên ji Tirbesipiyê weşandibûn, ew niha navên di lîsteya dezgeha nifûsê ya Amûdê de diweşîne. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

Lîsteya navên ji Amûdê:

Ehmed Tewfîq el‑Huseynî
Ehmed Hesen Mehmûd
Emîne Ismaîl Hiso
Emîn Ehmed Emîn Bengo
Ehmed Hesen Elî
Ehmed Ebdilhelîm Ismaîl
Emîn Mistefa el‑Umerî
Istêr Ibrahîm Ehmed
Sîrwan Silêman Hec Hisên
Seed Mehmûd Ehmed
Silêman Hesen Hisên
Eythem Mihemed Eyhmed
Ebdilbaqî Salih el‑Yûsiv
Ebdilhelîm Yûsiv el‑Mehmûd
Xezala Ismaîl Hiso
Wesmiya Ismaîl Hiso
Ezîz Mihemed Nayif
Ûdey Mehmûd Eseed
Ebdilhelîm Hisên Mele Mihemed
Ebdilbasit Ibrahîm Seyda
Ebdilbaqî Cemîl Eseed
Adil Hisên Mihemed
Ebdilezîz Ebdela Enter
Luqman Hisêb Dawud
Beşîr Zibêr Gewrê
Beşîr Şêxmûs Hiso
Bêrîvan Ebdilrehman Ehmed
Hisên Hec Mûsa Elî
Hesen Ibrahîm Umer
Hesen Hacî Hacî
Xalid Welî Îsa
Danîş Fêsel Seedûn
Danîş Yûsiv Cumaa
Rakan Ekrem Hiso
Seededîn Mele Ismaîl
Ilyas Kenco Meemo
Azad Mistefa el‑Umerî
Mistefa Behcet Elî
Luqman Hesen Ibrahîm
Nûbar Ibrahîm Mûsa
Nîzar Ibrahîm
Mehmûd Mihemed Gêlo
Mehmûd Şeebo Mehmûd
Merwan Şêxmûs Osman
Mihsin Hisên Mihemed
Faris Ibrahîm Hec Hisên
Ferhan Salih Zoro
Ferhan Ehmed Hesen
Fêsel Eyo Yûsiv
Kadar Salih Pîrê
Mihemed Salih Mistefa
Mihemed Ebdilezîz Mele Ibrahîm
Mihemed Efîf el‑Huseynî
Mihemed Elî Ehmed
Mistefa Behcet Elî
Nadir Seîd Hiro
Yasir Ferhan Oso
Mihemed Elî Mistefa Salih

ShareThis

KURDWATCH, 4ê hizêrana (June) 2010ê – Bi kêmanî du nexweşxane li Şamê, nexweşxaneya taybetî el-Beyrunî û nexweşxaneya zanîngehê el-Miwasat, dermankirina kesên mektûm (welatiyên bê nasname yên li Sûriyê neqeydkirî) napejirînin. Herweha bûyerek eşkere bû, ku nexweşxaneya el-Beyrunî, ku nexweşxaneyeke taybetî ye ji bo nexweşiyên penceşêrê, nexwestiye welatiyekî ecnebî (welatiyê bê nasname yê li Sûriyê qeydkirî) derman bike. Ji bo agahiyên berfireh li ser rewşa Kurdên bê nasname li nivîsara »Kurdên bê nasname li Sûriyê - Koçberên neqanûnî yan goriyên siyaseteke neteweperest?« biner. PDFê daxîne]

ShareThis

KURDWATCH, 1ê hizêrana (June) 2010ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 30ê gulanê (May) de biryara di doza Mehmûd Xelef Sefo de bi paş xist roja 14ê hizêrana (June) 2010ê. Sefo endamê polîtbîroya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 27ê gulana (May) 2010ê – Dezgeha Ewlekariya Dewletê di destpêka gulanê de lîsteyên bi navên welatiyên li derveyî Sûriyê şandine ji dezgehên nifûsê li parêzgeha Hisiçayê re. Ligel van lîsteya ji dezgehên nifûsê re ferman hatiye şandin, ku bêyî erêkirina Dezgeha Ewlekariya Dewletê nabe ku ew belgeyên nasnameyê bidin wan kesên ku navên wan di lîsteyan de ne. Herweha nabe belge bên dayin ji bo malbatên van kesan jî, ger navên kesên di lîsteyê de li ser wan belgeyan hatibe nivîsandin, mîna nifûsa malbatê. Piraniya kesên ku navên wan di lîsteyan de peyda dibin, Kurd in; çend Ereb û Fileh jî hene.
KurdWatch karî 30 ji 37 navan bi dest bixe, ku di lîsteya dezgeha nifûsê de li bajarê Tirbesipiyê hatine bicîkirin. Kesên di vê lîsteyê de bi eslê xwe li bajarê Tirbesipiyê hatine qeydkirin. Beşek ji wan çalakvanên siyasî ne, beşê din ta niha di warê xebata oposîtsyonê de hema bêje nehatine xuyakirin. KurdWatch niha hewil bide ku agahiyên berfirehtir bi dest bixe û di demeke nêzîk de navên ji bajarên din jî bi dest bixe û di malpera KurdWatchê de biweşîne.

Lîsteya navên ji Tirbesipiyê:

Aslan Xaçik
Bengî Haco
Bercez el-Şiwêş
Cengîzxan Şêx Umer
Dara Mihemed Mistefa
Dara Mihemed Mûsa
Ebdilbaqî Salih el-Yûsif
Ebdilbasit Hesen Hisên
Ebdilxefûr Usman
Ehmed Ibrahîm Raşîd
Emîna Ibrahîm Kendî
Hemza el-Şiwêş
Iliyas Xelef
Îmad Iskan Ehmed
Kamîran Haco
Mehaz Elwan Heqî
Mesûd Xelef
Mihemed Ibrahîm Reşîd
Mihemed Salih Nûrî el-Umer
Mihemed Sefa Heqî
Mihemed Xêr Remedan
Muhtesim Şêxmûs Çelho
Rênas Umer
Ridwan Ebid Mihemed
Riyad Mihemed el-Hisên
Serdar Sebrî
Şêrko Ebdilkerîm Ebas
Şêrko Xerbî Ebas
Xalid Elwan Heqî
Xelîl Hesen

ShareThis

22ê gulana (May) 2010ê – Hesen Salih, Meerûf Mele Ehmed û Mihemed Mistefa, hersî endamên polîtbîroya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, wê roja 6ê hizêrana (June) 2010ê biçin pêşiya Dadgeha Bilind a Ewlekariya Dewletê li Şamê. Li dijî wan li gor bendê 267ê yê qanûna tawanan doz hatiye vekirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

22ê gulana (May) 2010ê – Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Qamişloyê di 20ê gulana (May) 2010ê de Mihemed Ebdî Seedûn (160 zewicî ye, heft zarok), endamê polîtbîroya Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê girt. Berî wê ji Seedûn hatibû xwestin ku serî li Dezgeha Ewlekariya Dewletê bide. Ta niha sedema girtinê ne naskirî ye.

ShareThis

20ê gulana (May) 2010ê – Di şibata (February) 2010ê de li Ebdilfetah Nûrî Dihêr (1953, zewicî ye, şeş zarok), berpirsê inîtsyatîva kurdî »Yêkîtiya Niştimanî ya Azad«, derketina ji Sûriyê hat qedexekirin. Li gor agahiyên wî ew li dergehê sînor ê Qamişlo/Nisêbînê hatiye agahdarkirin, ku ew nikare derkeve derveyî welêt. Herweha jê re hatiye gotin ku serî li Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Qamişloyê bide. Tevî ku wî çend caran – cara dawî di 10ê gulana (May) 2010ê de – serî li wê dabû, wî ne civanek distend, ne jî agahiyên li ser sedema qedexekirina derveyî welêt bi dest dixistin.

ShareThis

15ê gulana (Mai) 2010ê – Dadgeha Bilind a Ewlekariya Dewletê li Şamê di 4ê gulana (Mai) 2010ê de li gor bendê 278ê yê qanûna tawanan çar sal cezaya zindanê li Hafiz Micwel Şindî (1975, zewicî ye) birîn. Şindî di 1ê hizêrana (June) 2008ê de li Hisiçayê hatibû girtin. Ji ber ku parêzerê wî tunebû, sedemên girtin û dadkirina wî ne naskirî ne. Herweha li cem malbata wî, ku ta niha nekarî xwe bigihîne Şindî, ti agahiyên li ser vê yekê peyda nabin. Ji ber vê yekê ne diyar e bê girêdanek di navbera girtina wî çalakiyên gengaz li Sûriyê yan jî mayina wî ya li Qubirisê de, ku Şindî ta havîna 2007ê li wir kar dikir, heye yan na.

ShareThis

13ê gulana (Mai) 2010ê – Bi biryara Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê Siûd Ebdilqadir Ibrahîm (1975, zewicî ye) di 5ê nîsana (April) 2010ê de serbest hat berdan. Li dijî wî li gor bendê 288ê yê qanûna tawanan doz hatiye vekirin. Endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî di 4ê çiriya paşîna (November) 2009ê Ibrahîm, ku çalakvanê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ye, li Qamişloyê girtibû. Piştî neh rojan di hicreya bitenê de li cem Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê ew hat veguhestin zindana navendî ya bajêr. Di dema girtina di hicreya bitenê de Ibrahîm rastî lêdanên di rû de û herweha yên bi boriyeke avê li ser lingan dihat.

ShareThis

8ê gulana (Mai) 2010ê – Di 22ê nîsana (April) 2010ê de endamê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî), Enwer Naso, ji zindanê serbest hat berdan. Naso di 26ê çileya pêşîna (December) 2009ê de ligel Hesen Salih, Meerûf Mele Ehmed û Mihemed Mistefa, ku hersî endamên polîtbîroya Yekîtî ne, di nivîsgeha Mûdîrê Navçeyê yê Qamişloyê ji aliyê endamên çekdar ên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve hatibû girtin û veguhestin Hisiçayê. Ew li wê derê deh rojan di zindanê de man, ku neh ji wan di hicreya bitenê de bûn. Di vê demê de wan tenê carekê di rojê de xwarin distend, di çend rojan de qet xwarin nedigiha wan. Di zindana li Hisiçayê de Enwer Naso hatibû işkencekirin. Dema ku pirs jê dihatin kirin, ew rastî lêdana di rû de dihat û piştre jî lingên wî rastî lêdanên bi boriyeke avê dihatin. Herçar girtî hatin mecbûrkirin ku bi şêweyekî nivîskî eşkere bikin bê ma ew ji bo mafê çarenivîsê ji bo Kurdan in û çima.
Di 4ê çileya paşîna (January) 2010ê de Hesen Ibrahîm Salih, Mihemed Ehmed Mistefa, Meerûf Mele Ehmed û Enwer Naso hatin veguhestin zindana el‑Fayhaayê ya Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê. Meeruf Mele Ehmed und Enwer Naso bi hevre di hicreyekê de bûn, ku dora pênc metreçarqorzî mezin bû. Hicre sar û şil bû, lê berevajî hicreyên li Hisiçayê destavxaneyek tê de hebû. Ehmed û Naso ji ber bi êşên di warê sîngê de ketibûn, ku xwe avêtin guhan û bûn sedema pirsgirêkên hevsengiyê û herweha dilxelandinê. Mihemed Mistefa ligel sê girtiyên nenas di hicreyeke din de bû. Hesen Salih di destpêkê de di odeya pijîşkê zindanê de bû, lê di 10ê nîsana (April) 2010ê de hat xistin hicreya Mihemed Mistefa. Ji derveyî zindanê tenê cil digihan girtiyan, ku malbatên wan ji wan re anîbûn. Lê ji ber gerîna ji bo tiştên qedexe ew cil ewqasî dihatin qetandin, ku mirov nema dikarî wan bi kar bîne. Li girtiyan dihat qedexekirin ku cilên xwe bidirûn. Di dema pêşî de girtî dikarî di rojê de pênc deqeyan derkevin hewşa zindanê, lê piştre wan dikarî her du hefteyan carekê derkevin. Çûna cem pijîşkê zindanê di hefteyê de du caran pêk dihat. Girtî gelek caran bi destên di kelepçeyan de rastî pirsên lêkolînê dihatin, pirê caran çavên wan jî girtî bûn. Hemû dozên ji bo veguhestina zindaneke normal nedihatin pejirandin.
Di 19ê nîsana (April) 2010ê de Hesen Ibrahîm Salih, Mihemed Ehmed Mistefa, Meerûf Mele Ehmed û Enwer Naso hatin veguhestin Dadgeha Bilind a Ewlekariya Dewletê. Dadwer li beşekê ji axavtinên di protokolên lêkolînê nerî. Piştî vê rûniştinê Enwer Naso di 22ê nîsanê (April) de serbest hat berdan bêyî ku li dijî wî doz bê vekirin. Wî gotibû ku ew çalakvanek siyasî, hunermend û helbestvan û herweha alîgirik Partiya Yekîtî ye. Hesen Ibrahîm Salih, Mihemed Ehmed Mistefa û Meerûf Mele Ehmed hîn jî di zindanê de ne.
Ji ber lêdanan û mercên xerab di zindanê de Naso ta îro diêşe, di guhê wî yê çepê de deng peyda dibin û gurcikên wî diêşin. Herweha ew ji ber şikandina diranekî wî rastî kêşeyên axavtinê tê. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

9ê gulana (Mai) 2010ê – Reşo Ebas Ibrahîm (1990) li cem Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Şamê girtî ye. Şagirtê bakaloryayê û alîgirê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di 29ê adara (March) 2010ê de ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Dewletê ve li ciyê karê wî di dikaneke bêrîkfonan de li Qamişloyê hatibû girtin û dest hatibû dayin ser kompûterekê. Hayê malbata Reşo Ebas Ibrahîm ji kurê wê tuneye.

ShareThis

5ê gulana (Mai) 2010ê – Bêyî destûra Firaa Filestîn, ku beşek ji Dezgeha Muxaberatên Leşkerî li Şamê ye, Viyan Ebdilhekîm Beşar nema dikare ji Sûriyê derkeve. Dezgeha Muxaberatên Leşkerî li Şamê ev yek di 29ê nîsana (April) 2010ê de ji keça sekretêrê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el Partî) Dr. Ebdilhekîm Beşar re got. Herweha jê re hatiye gotin ku piştî ku ew xwendina xwe ya li zanîngehê biqedîne, ewê nikaribe di dezgehên dewletê de bixebite. Jê re hatiye gotin ku sedema vê yekê xebata siyasî ya bavê wê ye, ku wê hîn bêtir ziyanê bigihîne wê û malbata wê. Herweha Dezgeha Muxaberatên Leşkerî li Şamê jê re gotiye ku ew dikare bavê wê »winda bikin«, lê ew vê yekê nakin, çimkî ji vê yekê re dem ne munasib e û ew naxwazin wî bikin qehremanek. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

5ê gulana (Mai) 2010ê – Siyasetvan û nivîskar Ehmed Mihemed Mistefa, ku bi navê Pîr Rustem hatiye naskirin, di 27ê nîsana (April) 2010ê de ji zindana navendî li Helebê serbest hat berdan. Li dijî wî li gor bendên 267, 288 û 307ê yên qanûna tawanan li cem Dadwerê Leşkerî li Helebê doz hatiye vekirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

29ê nîsana (April) 2010ê – Viyan Ebdilhekîm Beşar (1988), keça Dr. Ebdilhekîm Beşar, sekretêrê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el‑Partî), di 25ê nîsana (April) 2010ê de çûbû Hisiçayê da ku paseporta xwe dirêj bike. Li wir jê re hat gotin ku divê ew serî li Firaa Filestîn bixe, ku girêdayî Dezgeha Muxaberatên Leşkerî li Şamê ye. Di 27ê nîsana (April) 2010ê de li wir çar seetan pirs ji Viyan Ebdilhekîm Beşar hatin kirin. Herweha jê hat xwestin ku di 28ê nîsana (April) 2010ê de dîsa serî li wê dezgehê bide. Ta niha paseporta wê nehatiye dirêjkirin. Li bavê wê hatiye qedexekirin ku ji Sûriyê derkeve.

ShareThis

28ê nîsana (April) 2010ê – Henadî Temo Mihemed, Ronak Ebdilrehman Mihemed û Siamend Mihemed Etê, ku hersî xwendekarên Zanîngeha Helebê ne, û herweha şagirt Ebdilezîz Mihemed Etê di 24ê nîsana (April) 2010ê de li Helebê ji zindanê derketin. Piştî girtina wan di 16ê adara (March) 2010ê de ew li cem Polîsên Leşkerî ve hatibûn girtin. Piştî deh rojan ew hatin veguhestin Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Helebê û li wir rastî lêpirsînên li ser beşdarbûna wan di çend deqeyan bêdeng de ji bo bîranîna Helebçeyê hatin. Ta niha li ser rewşa Ferman Hisên Mihemed Elî, ku ew jî di 16ê adara (March) 2010ê de hatibû girtin, tiştek ne dyair e. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

21ê nîsana (April) 2010ê – Endamên Dezgeha Ewlekariya Dewletê di 18ê nîsana (April) 2010ê de li Helebê xwendekar Azad Ebdilrezaq Welî (1985) di mala wî de girt. Welî xwendekarê beşê înformatîkê yê Zanîngeha Helebê û berpirsê koma xwendekarên a wir a Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ye. Ta niha li ser sedemên girtina wî tiştek nehatiye naskirin.

ShareThis

19ê nîsana (April) 2010ê – Dadgeha Ewlekariya Dewletê li Şamê di 18ê nîsana (April) 2010ê de li gor bendê 267ê yê qanûna tawanan pênc sal zindan li Nezmî Ebdilhenan Mihemed, Ehmed Xelîl Derwîş, Yaşa Xalid Qadir û Dilgeş Şemo Memo birîn. Endamên Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê di 29ê çileya paşîna (January) 2010ê de li Helebê ji aliyê endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ve hatibûn girtin. Hingî herweha Tehsîn Xeyrî Memo hatibû girtin. Ew ta roja îroj »windayî« ye, tikes tiştekî li ser rewşa wî û ciyê mayina wî nizane. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

15ê nîsana (April) 2010ê – Heft mehan piştî girtina wî ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve li dijî Elî Hesen Hisên (1983) li gor bendê 267ê yê qanûna tawanan doz hat vekirin. Yekemîn Dadwerê Lêkolînê yê Leşkerî li Helebê doza wî veguhest Dadgeha Cezayê ya Leşkerî li Helebê. Çalakvanê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Elî Hesen Hisên li Helebê di zindanê de ye. Rewşa wî ya tenduristî nenaskirî ye.

ShareThis

12ê nîsana (April) 2010ê – Ednan Bozan (1969) ji 13ê adara (March) 2010ê ta 7ê nîsana (April) 2010ê li Kobanî cezaya xwe ya zindanê ya mayî pêk anî. Di şibata 2008ê dadgeha leşkerî li Helebê li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan şeş meh zindan li Bozan birîbûn. Hingî dema di zindana lêkolînê de ji 17ê hizêrana (June) 2007ê ta 24ê çiriya paşîna (November) 2010ê hatibû hesibandin. Di 13ê adara (March) 2010ê de Bozan ji aliyê polîsên Kobanî ve hatibû girtin, da ku 24 rojên mayî di zindanê de derbas bike. Ew piştî 26 rojan serbest hat berdan.

ShareThis

13ê nîsana (April) 2010ê – Parêzer û nivîskar Mistefa Ismaîl li Helebê di zindanê de ye. Li dijî wî li gor bendên 267, 278 û 288ê yên qanûna tawanan doz hatiye vekirin. Doza wî li cem Duyemîn Dadwerê Lêkolînê yê Leşkerî li Helebê ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

9ê nîsana (April) 2010ê – Di 1ê nîsana (April) 2010ê de endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê Mehmûd Xelef Sefo radestî Polîsên Leşkerî kir. Piştî ku dadwerê leşkerî li Qamişloyê pirs jê kirin, wî di 5ê nîsana (April) 2010ê de doza Sefo veguhest dozgeriya dewletê li Helebê. Sefo ji 1ê nîsana (April) 2010ê ve li Qamişloyê di zindanê de ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

9ê nîsana (April) 2010ê – Çar xwendekarên Zanîngeha Helebê û şagirtek ji 16ê adara (March) 2010ê ve li Helebê di zindanê de ne. Ferman Hisên Mihemed Elî (1991, xwendekarê beşê perwerdeyê, sala yekê), Henadî Temo Mihemed (1989, xwendekarê endezyariya makîneyan, sala duyem), Ronak Ebdilrehman Mihemed (1989, xwendekarê endezyariya elektrîkê, sala duyem), Siamend Mihemed Etê (1986, xwendekarê wêjeya fransî, sala yekem) û Ebdilezîz Mihemed Etê (1993, şagirtê pola nehê) di avahiya Zanîngeha Helebê de ji aliyê endamên zanîngehê yên endamê Partiya Bees ve hatin girtin, çimkî ew ji bo bîranîna Helebçeyê çend deqeyan bêdeng rawestiyabûn. Ew hatin radestkirin ji bo polîsên leşkerî li Helebê.

ShareThis

8ê nîsana (April) 2010ê – Îsal pîrozbahiyên Newrozê li parêzgeha Hisiçayê kêm-zêde aram derbas bûn, lêbelê li bajarê Reqa (parêzgeha Reqayê) bi kêmanî kesek di pevçûnên bi hêzên ewlekariyê re hat kuştin. KurdWatch bûyeran li gor dema pêkhatina wan diweşîne: Di 20ê adara (March) 2010ê de karmendên şaredariya Amûdê li gundê Dugirê (nahiya Amûdê) dik û konên ku ji bo ahenga Newrozê hatibûn amadekirin, têk birin. Heyşt partiyên kurdî yên sûrî, ku di çileya pêşîna (December) 2009ê de di Encûmena Siyasî ya Kurdî de gihan hev, bangî pîrozkirina Newrozê kiribû. Ahenga Newrozê di 21ê adara (March) 2010ê de bi şêweyekî aram derbas bû.
Herweha li bajarê Dêrikê di 20ê adara (March) 2010ê de dika Newrozê hat têkbirin, li vir jî ahenga Newrozê bi şêweyekî aram derbas bû.
Di beyaniya 21ê adara (March) 2010ê de, di navbera seet neh û deh de, nêzîkî dika Newrozê ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ku nêzîkî embera genim bakurî bajarê Reqayê hatibû amadekirin, pevçûn di navbera komeke ji welatiyên ereb û alîgerên PYDê pêk hatin: Grûpa Ereban ji wêneyê serokê PKKê Ebdela Ocala ne razî bûn, ku li ser dika Newrozê hatibû daliqandin. Dema pevçûn pêk hat, hêzên ewlekariyê yên amade dest bi reşandina avê kir. Alîgerên PYDê bi avêtina keviran ji bo tirimbêlên hêzên ewlekariyê bersiv da, ku bû sedema ku hêzên ewlekariyê bi guleyan êrîşî girseyê bikin. Mihemed Heyder Ûmer (1992) bi guleyeke di serî de hat kuştin, hin kesên din hatin birîndarkirin û piştre di nexweşxaneyên dewletê de hatin dermankirin. Tê gotin ku herweha di nav hêzên ewlekariyê de jî birîndar hebûn. Ta niha mirov nekarî teqez bike, ku xanimeke ciwan bi navê Medya Qewas Mesî (tê gotin ku ew 22-salî ye) û herweha keseke din hatine kuştin.
Di bûyerên Reqayê de komek kes hatin girtin, li dijî beşekî ji wan ji ber gurkirina hestên nijadî û mezhebî doz hat vekirin. Hin ji wan piştî demeke kurt serbest hatin berdan, lêbelê dozên wan hîn li cem dadgehê ne.
Tevî lêkolînên berfireh ji KurdWatch re ne gengaz bû ku agahiyên berfirehtir bi dest bixîne – bi taybetî agahiyên teqezkirî li ser kesên birîndar û girtî. Ev bi wê yekê ve girêdayî ye, ku hêzên ewlekariyê li Reqayê rêyên derbasbûna nexweşxaneyên dewletê û bi vî awayî dîtina şahidan girtine. Ji aliyekî din ve raya giştî li ser hejmara kuştî, birîndar û girtiyan nehatiye agahdarkirin. Rastiya ku Reqa li derveyî wan herêman e ku bi piranî Kurd lê niştecî ne, lêkolîn hîn bêtir dijwartir kir.
Di 21ê adara (March) 2010ê de li Hisiçayê çend kes li ser rêya ahengên Newrozê hatin girtin: ji aliyekî ve Qehreman Ibrahîm Elî (1974) û Nuʿman Silêman Ehmed (1971). Herdu ta roja îroj li Qamişloyê di zindanê de ne. Ji aliyekî din ve Lezgîn Hesno, Bengîn Hesno, Fêsel Xelîl, Mihemed Xelîl û Kanîwar Xelîl hatin girtin. Ew bi gurkirina hestên nijadî û mezhebî tên gunehkarkirin. Ew jî li Qamişloyê di zindanê de ne.

ShareThis

7ê nîsana (April) 2010ê – Endamên Dezgeha Ewlekariya Dewletê di 12ê adara 8March) 2010ê de Fatma Ehmed Hawul (1976), ku endama rêxistina Yekîtiya Star, ku rêxistina jinan a Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ye, û şufêrê wê Besam Ebdilcelîl Şakir (1982) girtin. Hawul û Şakir li ser rêya di navbera Tirbesipî û Qamişloyê de rastî dewriyeyeke teftîşê. Dema wan hewil da ku ji dewriyeya teftîşê bifilitin, endamên Dezgeha Ewlekariya Dewletê da dû wan. Hawul und Şakir niha li Şamê di zindana el‑Fayhaayê ya Dezgeha Ewlekariya Siyasî de ne.

ShareThis

30ê adara (March) 2010ê – Endamên Muxaberatên Leşkerî di 12ê adara (March) 2010ê de li gundê Xezna (navçeya Qamişloyê) Mihyedîn Ehmed Mehmûd (1991, xwendekarê bakaloryayê), Egîd Înad Xelef (1994, xwendekarê pola 9ê), Mihemed Fewaz Xelef (1991, xwendekarê bakaloryayê) û Mihemed Ebas Xelef (1992, xwendekarê bakaloryayê) girtin. Ew di heman rojê de hatin veguhestin cem Muxaberatên Leşkerî li Qamişloyê û li wir rastî lêdanên bi dest û lingan hatin.
Hîn berî ku nişteciyên gund bi deqeyên bêdeng goriyên bûyerên adara 2004ê bi bîr bînin, endamên Muxaberatên Leşkerî di 12ê adara (March) 2010ê hatibûn Xezna. Wan bi çekên xwe gule bera ezmên dan û ji nişteciyan xwest ku herçar şagirtan radestî wan bikin. Mihyedîn Ehmed Mehmûd, Egîd Înad Xelef, Mihemed Fewaz Xelef û Mihemed Ebas Xelef bi amadekirina şewitandina dezgeha postê li Xezna hatin gunehkarkirin.
Mihemed Ebas Xelef di 21ê adara (March) 2010ê de serbest hat berdan. Ew di 12ê adara (March) 2010ê de ne li gund bû, wî li derveyî gund xwe ji bo ezmûnên bakaloryayê amade dikir. Mihyedîn Ehmed Mehmûd, Egîd Înad Xelef û Mihemed Fewaz Xelef ji 22ê adara (March) 2010ê ve li Şamê li cem Muxaberatên Leşkerî ne. Hersî şagirtên ku niha di dema amadekirina ji bo ezmûnên giring de ne, di 11ê adara (March) 2010ê de bi mûmiyan goriyên bûyerên adara 2004ê bi bîr anîbûn. Ji sala 2005ê ve partiyên kurdî li Sûriyê bangê vî şêweyê bibîranînê dikin.

ShareThis

31ê adara (March) 2010ê – Sê mehan piştî girtina wan hîn jî peywendiya Hesen Ibrahîm Salih, Mihemed Ehmed Mistefa, Meerûf Mele Ehmed û Enwer Naso bi cîhana derve re tuneye. Herçar endamên Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê di zindana el‑Fayhaayê ya Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê de ne. Ta niha serdana wan ji aliyê parêzer û malbatên wan ve qedexe bû. Mirov tenê dikare ji wan re cilan bişîne. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

30ê adara (March) 2010ê – Endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Dêrikê roja 28ê adara (March) 2010ê Mehmûd Xelef Sefo (1958, zewicî ye, sê zarok) girt piştî ku jê hatibû xwestin ku serî lê bide. Sefo endamê polîtbîroya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê ye. Ew di 29ê adara (March) 2010ê de hat veguhestin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê. Ta niha sedemên girtina wî ne diyar in.

ShareThis

19ê şibata (February) 2010ê – Dadwerê leşkerê li Qamişloyê di 17ê şibata (February) 2010ê de li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan şeş meh zindan li Elî Mihemed Meesûm Meemo (1959), Salar Hisên Ehmed (1990), Mihemed Newaf el‑Mihemed (1991) û Bengî Şêx Mûsa Şêxmûs (1978) birîn. Herweha ji ber endametiya rêxistineke neqanûnî (Partiya Yekîtiya Demokrat, PYD) li gor bendê 288ê yê qanûna tawanan sê meh zindan û 100 lîreyên sûrî cezaya diravî li hemûyan hatin birîn. 9,75 lîreyên sûrî risûm û pereyên ji bo şer dikevin ser. Li gor bendê 204ê yê qanûna tawanan ceza dikevin nav hev û ya herî giran tê pêkanîn, ango şeş meh zindan ji bo her yekî ji wan. Salar Hisên Ehmed, Mihemed Newaf el‑Mihemed û Bengî Şêx Mûsa Şêxmûs di dema biryardayinê de ne amade bûn. Ji ber ku Elî Mihemed Meesûm Meemo ji 19ê çileya paşîna (January) 2009ê ta 20ê tebaxa 2009ê şeş mehan û rojekê di zindanê de bû, li cezaya wî ya zindanê wek pêkhatî tê nerîn. Ji bo roja zêde ya di zindanê de 10 lîreyên sûrî ji cezaya wî ya diravî tên kêmkirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]
Salar Hisên Ehmed û Bengî Şêx Mûsa Şêxmûs ji 17ê şibata (February) 2009ê ta 17ê gulana (Mai) 2009ê de dzindanê de bûn, ew mecbûr in sê mehên din bikevin zindanê.
Mihemed Newaf el‑Mihemed ji 18ê şibata (February) 2009 ta 17ê gulana (Mai) 2009ê de di zindanê de bû û mecbûr e sê mehan û rojekê bikeve zindanê.
Li biryaran gilî dikare bê kirin.

ShareThis

22ê şibata (February) 2010ê – Dadwerê leşkerî li Qamişloyê roja 18ê şibata (February) 2010ê biryara di doza Mehmûd Zibêr Mehmûd, Zibêr Hesen Mehmûd û Ebdilwehab Şêxmûs el‑Faris de bi paş xist ji bo roja 1ê adara (March) 2010ê. Di vê rûniştinê de dadwer pirsên li ser gunehaên ku ew bê tên gunehkarkirin, ji wan kirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

24ê şibata (February) 2010ê – Dadwerê leşkerî li Qamişloyê roja 22ê şibata (February) 2010ê biryara di doza Welîd Mihemed Elî Hisên de bi paş xist ji bo roja 1ê adara (March) 2010ê. Di vê rûniştinê de parêzerê wî parêznameya xwe pêşkêş kir. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

25ê şibata (February) 2010ê – Endamên Dezgeha Ewlekariya Dewletê roja 18ê şibata (February) 2010ê li bajarê Amûdê Alan Ehmed Hisên (1984) û Munteser Ehmed Xelef (1977, Kurdek bênifûs e) girtin. Hisên, ku xwediyê dikaneke gulan e, ji Xelef, ku di dikaneke kompûteran de kar dike, xwestibû ku ji bo gurzek gulan ji bo zemawendekê afîşeke bi zimanê kurdî amade bike. Ji ber ku afîş ne bi xeta destan, lê bi kompûterê hate amadekirin, herdu kes hatin girtin û veguhestin Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Qamişloyê. Ji hingî ve çarenivîsa wan ne diyar e.

ShareThis

26ê şibata (February) 2010ê – Bi mersûmê jimar 22 ji 24ê şibata (February) 2010ê serok Beşar el-Esed ew kes efû kirin, ku berî 23ê şibata (February) 2010ê tawan pêk anîbin ku ji bo wan ta sê sal cezayên zindanê tên birîn. Lê bi taybetî ew tawan nakevin bin vê efûyê, ku li gor bendên 307 û 308 yên qanûna cezayan tên cezakirin. Ji ber ku hejmareke mezin ji çalakvanên kurd li gor van bendan tên gunehkarkirin, hejmra wan Kurdên ku ji ber sedemine siyasî soz li dijî wan hatine vekirin û ji efûyê sûdê sigirin, hindik e. Tenê ew çalakvanên ku li gor bendê 288ê doz li dijî wan hatine vekirin, ji vê mersûmê sûdê digirin. Ji ber vê yekê ev kesên jêrîn ji zindanê serbest hatin berdan an jî dozên wan hatin rawestandin:
Mihemed Salih Xelîl [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]
Fêsel Sebrî Neeso, Fener Cemîl Seedun und Nesridîn Mihemed Berhik [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]
Behcet Elî Ibrahîm [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]
Rojîn Cumaa Remo, Feleknaz Xelîl, Efra Musa Mihemed und Mihemed Xelîl Xelîl [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]
Ehmed Ebdela Tacidîn, Mihemed Şerîf Silêman Mihemed, Fuad Murad Ehmed und Yasîn Mihemed Şêxmûs [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]
Lokan Silêman Xidir, Idrîs Mihemed Mihemed, Rêwan Cemîl Cemîl und Enwer Ebdilrehman Elî [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]
Fuad Elîko und Faris Xelîl Iniz [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

26ê şibata (February) 2010ê – Dadgeha Tawanan a Leşkerî li Şamê roja 25ê şibata (February) 2010ê biryara di doza Barzanî Kerro de bi paş xist ji bo roja 14ê adara (March) 2010ê. Dadgehê ragihand ku ji bo xwendina paraznameyê dem jê re pêwîst e. Tê gumankirin ku di 14ê adara (March) 2010ê de wê biryara li dijî Kerro, ku hîn jî di zindanê de ye, bê eşkerekirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

13ê adara (March) 2010ê – Endamên polîsên sûrî roja 12ê adara (March) 2010ê li Qamişloyê rê li ber nûnerên partiyên kurdî girt ku serdana gorên goriyên bûyerên adara (March) 2004ê bikin. Encûmena Siyasî ya Kurdî, ku di 30ê çileya pêşîna (December) 2009ê de hat damezirandin û ji nûnerên heyşt partiyên kurdî pêk tê, bi helkefta şeşemîn salvegera destpêka bûyerên adara (March) 2004ê bangî serdana goristana li taxa Qudurbegê kiribû. Di vê goristanê de piraniya goriyên bûyeran hatine binaxkirin. Dema ku endamên Encûmena Siyasî ya Kurdî ligel kesine din xwest derbasî goristanê bibin, rê li ber wan hat girtin. Ev yek bû sedem ku axavtina amadekirî li pêşiya goristanê bê xwendin. Li Dêrikê jî polîsên sûrî rê li ber xelkên bajêr girt ku serdana goristanê bikin.

ShareThis

26ê adara (March) 2010ê – Dadwerê leşkerî li Qamişloyê roja 23ê adara (March) 2010ê li xwendekar Welîd Mihemed Elî Hisên li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan salek zindan û 100 lîrayên sûrî cezaya diravî birîn. Doza ji bo tawana heqaretkirina li serokê dewletê û herweha tawanên li gor bendên 374 û 378ê yên qanûna tawanan hat betalkirin. Ji ber ku zindana lêkolînê ji 7ê nîsana (April) 2008ê ta 11ê nîsana (April) 2009ê pêk tê hesibandin, cezaya zindanê wek pêkhatî tê dîtin. Mirov dikare li dijî biryarê gilî bike. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

24ê adara (March) 2010ê – Sêyemîn dadwerê leşkerî li Helebê di 22ê adara (March) 2010ê de li Neşet Henan Mistefa li gor bendê 307ê şeş meh zindan birîn. Cezaya zindanê ji ber mercên sivikker hat daxistin ji bo pênc mehan. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

23ê adara (March) 2010ê – Dadwerê leşkerî li Qamişloyê di 17ê adara (March) 2010ê de biryara di doza van kesan de bi paş xist ji bo 28ê nîsana (April) 2010ê: Cemal Elî Seedun, Nîhad Hisên Yûsiv, Dijwar und Ciwan Munîr, Zahid Elî Yûsiv, Ebdilletîf Yeeqûb Melek û Hozan Ibrahîm Mihemed Seîd. Berî vê biryarê parêzeran parêznameya xwe radestî dadwerî kiri û li gotinên şahidan hat guhdarkirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

24ê adara (March) 2010ê – Dadwerê leşkerî li Qamişloyê di 22ê adara (March) 2010ê de biryara di doza Silêman Ebdilmecîd Oso, Îwan Ezîz Ebdela, Hevend Salih Hisên, Dilxwaz Zeynelabidîn Mihemed, Ebdilkerîm Mihemed Ebdo, Riyad Kemal Hopan, Eymen Salih el‑Mehmûd, Bendewar Behrî Şêxê, Siwar Behrî Şêxê, Mesûd Ferhan Biro, Dilxwaz Mehmûd Derwîş, Reşo Mihemed Şerîf Mîxan, Riyad Mihemed Ehmed, Salar Barzan Ebdilrehman, Deham Hesen Şêxê û Reşîd Remedan Osman bi paş xist ji bo 5ê gulana (Mai) 2010ê. Berî ku ev biryar bê ragihandin, parêzer doza bipaşxistinê kiribû, çimkî ne hemû şahid amade bûn. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

21ê adara (March) 2010ê – Endamên Polîsên Leşkerî di 17ê adara (March) 2010ê de li Amûdê Mihemed Seîd Çolî (1979) girt. Ji wir ew hat veguhestin cem Polîsên Leşkerî li Qamişloyê. Rojekê berî girtina wî Salar Mihemed Seîd Çolî li Helebê bi biryara dadwerê leşkerî li Helebê ji zindanê serbest hat berdan. Endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Amûdê di 12ê îlona (September) 2009ê de Çolî girtibû û ew xistbû zindana lêkolînê li Hisiçayê. Ji wir ew hatibû veguhestin Şamê û ji wir jî hatibû veguhestin Helebê. Salar Mihemed Seîd Çolî bi endametiya rêxistineke neqanûnî, ango Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), dihat gunehkarkirin.

ShareThis

21ê adara (March) 2010ê – Sêyemîn dadwerê leşkerî li Helebê di 18ê adara (March) 2010ê de li Munîra Henan Hemo li gor bendê 307ê şeş meh zindan birîn. Cezaya zindanê ji ber mercên sivikker hat daxistin ji bo pênc mehan. Hemo, ku çalakvana Partiya Yekîtiya Demokrat e, ji 15ê çileya paşîna (January) 2010ê de di zindanê de ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

16ê adara (March) 2010ê – Dadgeha Tawanan a Leşkerî li Şamê di 14ê adara 2010ê de li gor bendê 267ê yê qanûna tawanan pênc sal zindan li Barzanî Kerro birîn, ku ji ber mercên sivikker hatin daxistin bo du sal û nîvan. Dema zindana lêkolînê tê hesibandin. Herweha dadgehê biryar da ku Kerro ji hemû mafên wî yên medenî bê bêparkirin. Mirov dikare li dijî biryarê gilî bike. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

10ê şibata (February) 2010ê – Dadwerê leşkerî li Qamişloyê roja 8ê şibata (February) 2010ê li gor bendê 287ê yê qanûna tawanan ji ber belavkirina bi mebest a agahiyên çewt û mezinkirî (mubalexekirî) li derve çar meh zindan û 80 lîreyên sûrî cezaya diravî li Xalid Mio Kenco birîn. Ji ber ku Kenco berê 113 roj di zindanê de derbas kirin, dimîne ku ew heft rojan bikeve zindanê. Jiber neamadebûna Kenco rê li ber parêzerên wî hat girtin ku di dema ragihandina biryarê de amade bin. Wan eşkere kir ku ewê li dijî biryarê gilî bikin. Xalid Mio Kenco ji 19ê çileya paşîna (January) 2010ê ve wek penaber li Tirkiyê ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

12ê şibata (February) 2010ê – Dadwerê leşkerî li Qamişloyê roja 10ê şibata (February) 2010ê biryara di doza Zibêr Mehmûd, Zibêr Hesen Mehmûd û Ebdilwehab Şêxmûs el‑Faris de bi paş xist ji bo roja 18ê şibata (February) 2010ê. Ev biryar hat stendin, çimkî herdu kesên pêşî ji ber sedemine nediyar ji zindana li Qamişloyê nehatibûn anîn ji bo rûniştina dadgehê. Kesê dawî ne di zindanê de ye.
KurdWatch agahî bi dest xistine ku Mehmûd Zibêr Mehmûd û Zibêr Hesen Mehmûd di dema zindana lêkolînê de li cem polîsên tawanan li Qamişlo û Hisiçayê rastî işkenceyan dihatin. Mehmûd Zibêr Mehmûd herweha ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiça û Şamê (zindana el‑Fayhaa) ve dihat işkencekirin. Herdu kes berdewam rastî lêdan û sixêfan dihatin. Ew bi kabilên hesinî rastî lêdana li ser binlingan (feleqe) dihatin û dest û lingên wan dihatin girêdan û li tevaya laşên wan dihat xistin û ew herweha bi elektrîkê dihatin işkencekirin, ku ji vî şêweyî işkenceyê re »bîsat el-rîh« tê gotin. Herweha qirika Mehmûd Zibêr Mehmûd hat girêdan û bi bakêşkeke (ventîlator) bi seqf ve girêdayî hat daliqandin, ku bû sedema ku ew piştî demeke kurt ji hiş biçe. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

13ê şibata (February) 2010ê – Dadwerê leşkerî li Qamişloyê roja 9ê şibata (February) 2010ê biryara di doza Mihemed Selahedîn el‑Moso (1985) de bi paş xist ji bo roja 12ê nîsana (April) 2010ê. Ev biryar hat stendin, çimkî el‑Moso ji ber sedemine nediyar ji zindana li Qamişloyê nehatibûn anîn ji bo rûniştina dadgehê.
Piştû du sala ji endametiya PKKê kevneşervanek PKKê el‑Moso di sala 2002ê de dev ji partiyê berda û ji Iraqê dîsa vegeriya Sûriyê. Li wir wî soz da çend malbatan ku ewê beramberî hinek pere xort û keçên wan ji çiyayê Qendîlê (Kurdistana Iraqê) vegerîne Sûriyê. Li çiyayê Qendîlê bingehên leşkerî yên PKKê hene. Piştre eşkere bû ku wî ew malbat xapandine. Ew di 23ê tebaxa (August) 2009ê de li Hisiçayê ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Dewletê ve hat girtin. Ji ber endametiya wî ya berî di PKKê de li dijî el‑Moso li gor bendên 307 û 308ê yên qanûna tawanan ji ber endametiya partiyeke neqanûnî doz hat vekirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

15ê şibata (February) 2010ê – Dadgeha Tawanan a Leşkerî li Şamê roja 15ê şibata (February) 2010ê biryara di doza Barzanî Kerro de bi paş xist ji bo roja 17ê şibata (February) 2010ê. Di rûniştineke ji bo raya giştî girtî ji Kerro, ku di hizêrana 2009ê de ji Qubrisê hatibû derxistin, pirsên li ser wan gunehan jê hatin kirin, ku ew li gor bendê 267ê yê qanûna tawanan bi wan tê gunehkarkirin. Wî tevaya îdîayên li dijî wî red kirin. Rûniştina bê ya dadgehê wê ji bo axavtina parêzerê wî pêk bê. Li gor agahiyên ku KurdWatch bi dest xistine, Kerro di zindana lêkolînê de rastî işkenceyan dihat. Ew rastî lêdana li ser binlingan (feleqe) dihat, ku hefziyekê hest di lingên wî de nebûn. Barzanî Kerro hîn jî di zindanê de ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

15ê şibata (February) 2010ê – Dadwerê leşkerê li Qamişloyê di 13ê şibata (February) 2010ê de Mehmûd Zibêr Mehmûd û Zibêr Hesen Mehmûd serbest berdan. Doza wan hîn li pêşiya dadgeha leşkerî ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

17ê şibata (February) 2010ê – Dadwerê leşkerê li Qamişloyê di 15ê şibata (February) 2010ê de cezayên zindanê li Hesen Ibrahîm Salih, Şahbaz Nezîr Umer û Siwar Şêxmûs birîn. Li Salih, ku endamê polîtbîroya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ye, ji ber endametiya rêxistineke neqanûnî li gor bendê 288ê yê qanûna tawanan û herweha li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan salek zindan hat birîn, ku ji ber mercên sivikker ceza hat daxistin heyşt mehan. Li Şahbaz Nezîr Umer û li Siwar Şêxmûs li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan şeş meh zindan hatin birîn, ku ji ber mercên sivikker cezaya her yekî ji wan hat daxistin çar mehan. Umer und Şêxmûs, ku di 20ê çileya pêşîna (December) 2008ê de li Qamişloyê ji ber hewandina belavokên Yekîtî hatibûn girtin, li pêşiya dadgehê eşkere kiribû ku wan ew belavok ji Hesen Ibrahîm Salih stendibûn. Salih ev yek li pêşiya dadgehê eşkere teqez kiribû. Li biryara dadgehê gilî hatiye kirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]
Umer û Şêxmûs azad in, lê Hesen Ibrahîm Salih ji ber dozek din di zindana el‑Fayhaayê ya Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê de ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

19ê şibata (February) 2010ê – Dadgeha Tawanan a Leşkerî li Şamê roja 17ê şibata (February) 2010ê biryara di doza Barzanî Kerro de bi paş xist ji bo roja 125ê şibata (February) 2010ê. Tê gumankirin ku di vê rojê de wê biryara li dijî wî bê eşkerekirin. Kerro hîn jî di zindanê de ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

13ê adara (March) 2010ê – Endamê polîsên sûrî roja 9ê adara (March) 2010ê rê li ber hezkiriyên hunermendê kurd Mihemed Şêxo, ku di sala 1989ê de miriye, girt ku serdana gora wî li goristana Hilêlîkê li Qamişloyê bikin. Plan ew bû ku bi helkefta 21emîn salvegera mirina hunermendê kurd li wê derê çalakiyeke bibîranînê pêk were. Di sala buhurî de jî polîsan nehişt ku xelk biçin goristanê.

ShareThis

11ê adara (March) 2010ê – Nadîra Ebdo, Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyê (MAF), roja 06ê adara (March) 2010ê ji zindanê serbest hat berdan. Ew bi endametiya rêxistineke neqanûnî dihat gunehkarkirin. Li gor agahiyên ku KurdWatch bi dest xistine, dema ku endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî li Helebê Nadîra Ebdo û hevalê wê Ebdilhefîz Ebdilrehîm Ebdilrehman girtin, wan dest danîn ser kompûter û kompûtereke destan û herweha komek ji belavokên MAF. Ta niha çarenivîsa Ebdilrehman ne naskirî ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

8ê adara (March) 2010ê – Endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî li Helebê roja 2ê adara (March) 2010ê herdu endamên Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyê (MAF), Ebdilhefîz Ebdilrehîm Ebdilrehman (1965, zewicî ye, deh zarok) û Nadîra Ebdo (1982), girtin. Girtin di mala Ebdilhefîz Ebdilrehîm Ebdilrehman de pêk hat. Kesên jorîn ji aliyê rêxistineke mafên mirovan a erebî ve ji bo çavdêriya hilbijartinên parlamenta Iraqê li Sûriyê – welatiyên iraqî yên nişteciyên Sûriyê dikarin li wir beşdarî hilbijartinan bibin – hatibûn kelifandin. Ta niha çarenivîsa Ebdilrehman û Ebdo ne diyar e.

ShareThis

10ê adara (March) 2010ê – Dadwerê leşkerî li Qamişloyê roja 9ê adara 2010ê li Zibêr Hesen Mehmûd û kurê wî Mehmûd Zibêr Mehmûd li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan şeş meh zindan û 100 lîrayên sûrî cezaya diravî birîn. Ji ber mercên sivikker cezaya zindanê hat daxistin pênc mehan. Dadwer herweha biryar da ku Ebdilwehab Şêxmûs el‑Faris, ku li dijî wî jî doz hatibû vekirin, bêguneh e. Ji ber ku bav û kurê wî pênc meh û du rojan di zindanê de bûn, wan cezaya xwe xwariye. Parêzerên wan ragihand ku ewê li vê biryarê gilî bike. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

10ê adara (March) 2010ê – Dadwerê leşkerî li Qamişloyê roja 9ê adara 2010ê doza Welat Eyûb Mihemed û Selah Eyûb Mihemed bi paş xist roja 27ê nîsana (April) 2010ê. Li dijî herduyan li gor bendên 288 û 307ê yên qanûna tawanan doz hatiye vekirin.
Welat û Selah Eyûb Mihemed bi biryara dozgerê li Helebê di 20ê çileya pêşîna (December) 2009ê de ji zindana li Qamişloyê serbest hatibûn berdan, ku ew ji 1 an jî 2ê çileya pêşîna (December) 2009ê ve tê de bûn. Berî hingî herdu birader li Hisiçayê di zindana navendî de bûn. Li gor agahiyên ku KurdWatchê bi dest xistine, Welat Eyûb Mihemed di dema zindana lêkolînê de li Hisiçayê hatibû işkencekirin. Ew hatibû xistin dulabekî û rastî lêdanan dihat. Herweha ew bi dest û lingên girêdayî hatibû danîn ser kursiyeke hesinî, ku piştê ber bi dawî ve ditewîne (»Kursiya Elmanî«).
Gerek biryara li dijî biraderan di 27ê nîsanê de bê ragihandin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

3ê adara (March) 2010ê – Dadwerê leşkerî li Qamişloyê roja 1ê adara (March) 2010ê biryara di doza Mehmûd Zibêr Mehmûd, Zibêr Hesen Mehmûd û Ebdilwehab Şêxmûs el‑Faris de li ser daxwaza parêzerê wan bi paş xist ji bo roja 9ê adara (March) 2010ê. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

1ê şibata (February) 2010ê – Munîra Henan Hemo (1967), zewicî ye û diya şeş zarokan e, roja 15ê çileya paşîna (January) 2010ê ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Helebê ve hat girtin. Çalakvana Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di çarçeweya amadekirinên ji bo ahengekê bi helkefta pêncemîn salvegera damezirandina rêxistina Yekîtiya Star, ku rêxistina jinan a PYDê ye, hatibû girtin. Ta niha ti agahiyên din li ser vê dozê peyda nabin.

ShareThis

2ê şibata (February) 2010ê – Piştî ku jê hat xwestin ku serî li Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê bide, Bedirxan Xelîl Ibrahîm (1962) roja 20ê çileya paşîna (January) 2010ê hat girtin. Ibrahîm, ku nişteciyê Dêrikê ye, yek ji Kurdên bênifûs (ejnebî) ye. Ta niha ti agahiyên berfireh li ser vê dozê peyda nebûne.

ShareThis

3ê şibata (February) 2010ê – Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Bilind di 26ê çileya paşîna (January) 2010ê de biryara di doza pênc siyasetvanên kurd de ji bo demeke nediyar bi paş xist. Nezmî Ebdilhenan Mihemed (1960), zewicî ye, çar zarok, Ehmed Xelîl Derwîş (1972), zewicî ye, sê zarok, Yaşa Xalid Qadir (1973), zewicî ye, du zarok, Dilgeş Şemo Memo (1982), zewicî ye, û Tehsîn Xeyrî Memo (1980), zewicî ye, zarokek, ku tevde endamên Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ne, di 29ê çileya paşîna (January) 2007ê de ji aliyê endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ve li Helebê di xaniyê Yaşa Xalid Qadir hatibûn girtin. Ew li wê derê beşdarî semînarekê bûbûn. Piştî du mehan ji zindana lêpirsînê li Heleb û Şamê doza wan hat veguhestin Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Bilind li Şamê. Kesên jorîn hatin şandin Zindana Saydnayayê, 30 kîlometer bakurî Şamê. Dema ku malbatên girtiyan berî şeş mehan ji bo cara pêşî derfet bi dest xistibû ku serdana girtiyên xwe di zindanê de bikin, wan bihîst ku Tehsîn Xeyrî Memo berî salekê hatiye veguhestin devereke nenaskirî. Ew ta roja îroj »windayî« ye, ti agahî li ser rewşa wî ya tenduristî û ciyê mayina wî peyda nabin. Di rûniştina xwe ya roja 26ê çileya paşîna (January) 2010ê de Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Bilind biryar da, ku doza Tehsîn Xeyrî Memo ji ya endamên partiyê yên din cuda bike.

ShareThis

6ê şibata (February) 2010ê – Dadwerê leşkerî li Qamişloyê roja 4ê şibata (February) 2010ê stranbêj Cemal Seedun serbest berda. Seedun di çar mehên di zindanê de rastî ledana li ser binlingan (feleqe) dihat û ji ber vê yekê lingên wî pir diêşin. Wî nexwest agahiyên din li ser işkenceyên din bide. Doza wî hîn li pêşiya dadgeha leşkerî ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

26ê şibata (February) 2010ê – Li parêzer û çalakvanê mafên mirovan Redîf Enwer Mistefa (1967) derketina ji Sûriyê hat qedexekirin. Mistefa, ku serokê Komîteya Kurdî ji bo Mafên Mirovan li Sûriyê (el-Rasid) û herweha munesiqê Hevbendiya Sûrî li dijî Cezaya Mirinê ye, doza mafê derketina ji Sûriyê kiribû, ta ku dawiya şibata (February) 2010ê li Genevê beşdarî kongirekî li dijî cezaya mirinê bib. Li gor agahiyên ku KurdWatchê bi dest xistine, Dezgeha Ewlekariya Siyasî û Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Helebê li dû qedexeya derketinê ne. Ev sê sal in ku Mistefa berdewam doza mafê derketinê dike, eger ew bixwaze ji Sûriyê derkeve. Ta niha tevaya xweztekên wî nehatine pejirandin.

ShareThis

1ê şibata (February) 2010ê – Dadwerê leşkerî li Qamişloyê roja 31ê çileya paşîna (January) 2010ê biryara di doza Welîd Mihemed Elî Hisên de bi paş xist ji bo 22ê şibata (February) 2010ê. Hisên, xwendekar û endamê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê, di 7ê adara 2008ê de hatibû girtin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

28ê çileya paşîna (January) 2010ê – Xalid Mio Kenco di 19ê çileya paşîna (January) 2010ê de xwe li sînorê di navbera Sûrî û Tirkiyê xist û bi qaçaxî koçberî Tirkiyê bû. Wî li Enqereyê li cem Komîsarê Penaberan ê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) doza mafê penaberiyê kir, ku gerek ta 7ê nîsanê (April) biryara doza bê stendin. Ew dikare ta hingî li Tirkiyê bimîne.
Di axavtineke telefonê de bi KurdWatchê re di 28ê çileya paşîna (January) 2010ê de Kenco diyar kir ku ew di destpêka girtina xwe ya li Qamişloyê de heft rojan di zindaneke bitenê de mabû. Wî got ku ew zindan ewqas teng bû ku wî dema xewê nekarî xwe tê de dirêj bike. Wî herweha got ku zindan tarî bî, ku wî nedikarî şuşa avê û ya mîzê ji hev derxîne. Wî di rojê te tenê carekê destûr distend ku derkeve destava mezin bike. Wî diyar kir ku bi tevayî endamên Dezgeha Ewlekariya Dewletê çar rojan tehqîq pê re dikir. Kenco got ku di tevaya dema tehqîqê de çavên wî hatibûn girtin û destên wî jî li ser pişta wî girêdayî bûn. Wî eşkere kir ku gotinên xerab jê re dihatin gotin, şeqam lê dihatin xistin û bi kabilan li ling û derevine din ên laşê wî dihat xistin. Wî got ku di dema theqîqa li cem Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Şamê jî, ku du rojan dirêj kir, çavên wî girtî bûn û destên wî girêdayî bûn û ew rastî lêdanan dihat. Kenco got ku xala bingehîn di theqîqê de ew bû bê ma ew beşdarî xwenîşandana di 10ê çileya pêşîna (December) 2008ê de li Berlînê li dijî Peymana Vegerê di navbera Elmanya û Sûriyê de bûbû yan na. Da ku li wî nexin, wî gotiye ku ew beşdarî xwenîşandanê bûye. Li pêşiya dadgehê jî ev pirs jê hatiye kirin û li wir wî gotiye ku ew beşdar nebûye. Herweha wî li ser pirsa bê ma wî li Elmanyayê doza mafê penaberiyê kiriye yan na, wî bersiv daye û gotiye na. Yek ji parêzerên Kenco berî niha em agahdar kiribû ku beşdarbûna wî di xwenîşandana 10ê çileya pêşîna (December) 2008ê de mijara rûniştina 5ê cotmeha (October) 2009ê bû.
Di 1ê îlona (September) 2009ê Elmanyayê bera Xalid Mio Kenco da û ew vegerand Sûriyê. Ew li wir hat girtin û li gor bendê 287ê yê qanûna cezayan ji ber belavkirina bi mebest a nûçeyên şaş an mezinkirî (mubalexekirî) li derve doz li dijî wî hatibû vekirin. Rûniştina dadgehkirina wî ya bê li pêşiya dadwerê leşkerî li Qamişloyê wê di 8ê şibata (February) 2010ê de pêk bê. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

26ê çileya paşîna (January) 2010ê – Mehmûd Zibêr Mehmûd, Zibêr Hesen Mehmûd û Ebdilwehab Şêxmûs el‑Faris mecbûr in roja 10ê şibata (February) 2010ê biçin pêşiya dadwerê leşkerî li Qamişloyê. Piştî girtina wan di 11ê îlona (September) 2009ê de, ku hingî dest hatibû danîn ser belavokên partiyê yên Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el‑Partî) ya Dr. Ebdilhekîm Beşar, ew di 14ê îlona (September) 2009ê de hatin veguhestin zindana Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê. Di 16ê çileya pêşîna (December) 2009ê de ew hatin veguhestin Dozgeriya Leşkerî li Şamê. Ji ber ku hingî dozger diyar kiribû ku ti îşê wî bi meseleyê tuneye, kesên jorîn di heman demê de hatin veguhestin Dozgeriya Leşkerî li Helebê û di 20ê çileya pêşîn (December) de li wê derê rastî lêpirsînan bûn. Piştî lêpirsînan Ebdilwehab Şêxmûs el‑Faris serbest hat berdan. Di 22ê çileya pêşîn (December) de li gor bendê 307 yê qanûna cezayan ji ber rahiştina belavokên partiyê li dijî hersî kesan doz hat vekirin. Mehmûd Zibêr Mehmûd û bavê wî Zibêr Hesen Mehmûd hîn jî li Helebê di Zindana Navendî de ne. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

26ê çileya paşîna (January) 2010ê – Mihemed Selahedîn el‑Moso mecbûr e roja 9ê şibata (February) 2010ê biçe pêşiya dadwerê leşkerî li Qamişloyê. El‑Moso di 23ê tebaxa (August) 2009ê de li Hisiçayê ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Dewletê ve hatibû girtin. Di 16ê îlona (September) 2009ê de ew hat veguhestin ji bo Yekemîn Dozgerê Dewletê li Şamê û di 20ê çileya pêşîna (December) 2009ê de hat veguhestin ji bo Dozgerê Dewletê yê Leşkerî li Helebê. Li wê derê ji ber endametiya partiyeke neqanûnî – mebest PKKê ye – li gor bendên 308ê yên qanûna cezayan doz li dijî wî hat vekirin. Mihemed Selahedîn el-Moso di Zindana Navendî ya Helebê de girtî ye.

ShareThis

21ê çileya paşîna (January) 2010ê – Dadwerê leşkerî li Qamişloyê di 19ê çileya paşîna (January) 2010ê de Behcet Elî Ibrahîm serbest berda. Ibrahîm di 20ê cotmeha (October) 2009ê de li Amûdê hatibû girtin. Siyasetvanê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtî) bi endametiya rêxistineke neqanûnî tê gunehkarkirin. Dadgehkirina wî wê roja 19ê adara (March) 2010ê pêk bê. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

22ê çileya paşîna (January) 2010ê – Dadwerê leşkerî li Qamişloyê di 20ê çileya paşîna (January) 2010ê de Nîhad Hisên Yûsiv, Dijwar û Ciwan Munîr Ebdela serbest berdan. Stranbêj Cemal Elî Seedun mecbûr e di zindanê de bimîne. Doza kesên jorîn hîn li pêşiya dadgehê ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

18ê çileya paşîna (January) 2010ê – Dadwerê leşkerî li Qamişloyê roja 17ê çileya paşîna (January) 2010ê li Ramî Şêxmûs el-Hesen, Xelîl Ibrahîm Mihemed, Mihemed Şêxo Îsa û Ebdilselam Şêxmûs Mehmûd ji ber gurkirina hestên mezhebî şeş meh zindan ji bo her yekî ji wan birîn. Dadwer herweha li Ebdilselam Şêxmûs Mehmûd û Ramî Şêxmûs el-Hesen herweha ji ber pêkanîna tevliheviyê mehek zindan ji bo her yekî ji wan birî. Cezayên herdu kesên dawî hatin komkirin – a giran herî giran tê pêkanîn – û ji ber mercên sivikker tên daxistin ji bo sê meh û nîvê. Cezayên Xelîl Ibrahîm Mihemed û Mihemed Şêxo Îsa jî ji ber mercên sivikker hatin daxistin ji bo sê mehan. Mirov dikare li dijî biryara dadgehê gilî bike. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

18ê çileya paşîna (January) 2010ê – Dadwerê leşkerî li Qamişloyê roja 17ê çileya paşîna (January) 2010ê komek biryar bi paş xistin:
Biryara di doza Silêman Ebdilmecîd Oso [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê], Îwan Ezîz Ebdela, Hevend Salih Hisên, Dilxwaz Zeynelabidîn Mihemed, Ebdilkerîm Mihemed Ebdo, Riyad Kemal Hopan, Eymen Salih el-Mehmûd, Bendewar Behrî Şêxê, Siwar Behrî Şêxê, Mesûd Ferhan Biro, Dilxwaz Mehmûd Derwîş, Reşo Mihemed Şerîf Mîxan, Riyad Mihemed Ehmed, Salar Barzan Ebdilrehman, Deham Hesen Şêxê û Reşîd Remedan Osman de [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê] hat bipaşxistin ji bo 22ê adara (March) 2010ê.
Biryara di doza Behcet Elî Ibrahîm de hat bipaşxistin ji bo 19ê adara (March) 2010ê. Ibrahîm bi endametiya endametiya rêxistineke neqanûnî tê gunehkarkirin û hîn jî di zindanê de ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]
Biryara di doza Rojîn Cumaa Remo de hat bipaşxistin ji bo 18ê adara (March) 2010ê. Ji ber ku tawanbara gumankirî bi zimanê erebî nizane, gerek e di rûniştina dadgehê ya bê de wergêrek kurdî alîkariya wê bike. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]
Biryara di doza Feleknaz Xelîl, Efra Musa Mihemed û Mihemed Xelîl Xelîl de hat bipaşxistin ji bo 22ê çileya paşîna (January) 2010ê. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]
Biryara di doza Cemal Elî Seedun, Nîhad Hisên Yûsiv, Dijwar û Ciwan Munîr Ebdela, Zahid Elî Yûsiv, Abdillatif Yaʿkub Malak û Hozan Ibrahîm Mihemed Seîd de hat bipaşxistin ji bo 17ê adara (March) 2010ê. Cemal Elî Seedun, Nîhad Hisên Yûsiv, Dijwar û Ciwan Munîr Ebdela hîn jî li Qamişloyê di zindanê de ne. Kesên din di 10ê cotmeha (October) 2009ê de serbest hatin berdan. Cemal Elî Seedun ji ber êşên mezin ên piştê dinale. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]
Biryara di doza Ehmed Ebdela Tacidîn, Mihemed Şerîf Silêman Mihemed, Fuad Murad Ehmed û Yasîn Mihemed Şêxmûs de bipaşxistin ji bo 4ê şibata (February) 2010ê. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]
Biryara di doza Elî Mihemed Meesûm Meemo de hat bipaşxistin ji bo 17ê şibata (February) 2010ê. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

14ê çileya paşîna (January) 2010ê – Dadwerê leşkerî li Helebê roja 12ê çileya paşîna (January) 2010ê Lokan Silêman Xidir (1980, zewicî ye û bavê keçekê ye) û Idrîs Mihemed Mihemed (1983) serbest berda. Herdu di 10ê tebaxa 2009ê de li Qamişloyê ligel Rêwan Cemîl Cemîl (1985, zewicî ye û bavê kurekî ye) û Enwer Ebdilrehman Elî (1977, zewicî ye û bavê sê zarokan e) ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Dewletê ve hatibûn girtin. Girtin pêk hat piştî ku kesine nenaskirî dirûşmên PKKê li ser dîwaran nivîsandibûn. Di dema zindana li Qamişloyê de bi kêmanî yek ji wan bi feleqeyan dihhat işkencekirin. Deh rojan piştî girtina wan herçar alîgerên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hatin şandin zindana el‑Fayhaayê ya Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê. Ew li wê derê bîst rojan girtî man, berî ku ew bên veguhestin zindana Edrayê li Şamê. Di 10ê çileya paşîna (January) 2010ê de doza wan hat veguhestin Dozgeriya Giştî ya Leşkerî li Helebê, herçar girtî jî hatin şandin Helebê. Ew bi endametiya rêxistineke qedexe li gor bendê 288ê yê qanûna cezayan tên gunehkarkirin – mebest Tevgera Ciwanên Demokrat e, ku rêxistina ciwanan a PYDê ye. Rêwan Cemîl Cemîl û Enwer Ebdilrehman Elî hîn jî di zindanê de ne.

ShareThis

8ê çileya paşîna (January) 2010ê – Endamên hêzên Muxaberatên Hêza Ezmanî di 1ê çileya paşîna (January) 2010ê de Şêx Ebdilrezaq Cengo (1948) li balafirgeha Helebê girt dema wî dixwest ber bi Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî ve bifire. Cengo berê li Qamişloyê û Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî wekî mamosteyê ola islamî kar dikir. Ew wek kesayetiyeke musilman a lîberal tê naskirin. Ta niha ne naskirî ye bê ew li kû derê hatiye girtin.

ShareThis

4ê çileya paşîna (January) 2010ê – Xalid Mio Kenco roja 3ê çileya paşîna (January) 2010ê li Qamişloyê bi biryara dadwerê leşkerî ji zindanê derket. Biryara dawî di doza wî de hîn nehatiye stendin. a Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]