KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 

KURDWATCH, 30ê çileya pêşîna (December) 2011ê - Dadgeha Cezayê li Hisiçayê di 18ê îlona (September) 2011ê de ji ber banga ji bo xwenîşandaneke li dijî rêjîmê mehek zindan li Ebdilrehman Reşad Hemê birî. Piştî girtina wî di 3ê îlonê de ji aliyê polîsan û herweha endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê ve hefteyekê tehqîq bi Hemê re hatibû kirin. Hefteyekê piştî girtina wî ew serbest hatibû berdan. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 30ê çileya pêşîna (December) 2011ê - Dadgeha Destpêka Cezayê li Hisiçayê di 28ê çileya pêşîna (December) 2011ê de biryar da ku Jîndar Ebdilselam Barakat û Ehmed Ecîl Ehmed ji tawanên li gor bendên 374 û 376ê yên qanûna tawanan ne gunehkar in. Ev biryar piştî guhdana li şahidan hat stendin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 30ê çileya pêşîna (December) 2011ê - Duyemîn Dadgeha Cezayê li Şamê di 7ê çileya pêşîna (December) 2011ê de ji ber derbaskirina sînor bi awayekî qedexe du meh zindan li çalakvan Kemal Şêxo birîn. Dadgehê herweha biryar da ku ew ji tawanên li gor bendên 286 û 287ê yên qanûna tawanan bêguneh e. Ji ber ku Şêxo bêtirî heyşt mehan di zindanê de maye, cezaya wî pêk hatiye. [Agahiyên berfireh li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 29ê çileya pêşîna (December) 2011ê - Di kongirê xwe yê di 23ê çileya pêşîna (December) 2011ê de Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê serokatiyeke nû hilbijart. Parêzer û çalakvanê mafê mirovan Mistefa Xidir Oso bû sekretêrê partiyê. Sekretêrê berê, Xeyridîn Murad, dimîne endamê Komîteya Navendî. Ta niha Oso serokê Rêxistina Kurdî ji bo Berevaniya Mafên Mirovan û Azadiyên Giştî li Sûriyê (DAD) bû. Parêzer Mihemed Xelîl bû serokê nû yê DAD.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê çileya pêşîna (December) 2011ê - Di şeva di navbera 25 û 26ê çileya pêşîna (December) 2011ê de Ferhad Ehmê di mala xwe ya li Berlînê de rastî lêdanan hat. Ehmê endamê Civata Ciwanên Kurd ên Sûrî li Derve ye, ku di 4ê îlona (September) 2011ê de li Stockholmê hat damezirandin, û ew herweha endamê Encûmena Niştimanî ya Sûrî ye. Seet dora 2ê sibehê bû dema li zingilê mala Ehmê hat xistin. Dema wî pirs kir bê ma kî ye, jê re hat gotin ku ew polîs in. Dema Ehmê derî vekir, du kes derbasî mala wî bûn, di destên wan de dar hebûn, û yekser wan dest bi lêdana wî kir. Ehmê ji axavtina wan kesan texmîn dike ku ew Ereb bûn. Wî ji KurdWatchê re diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ku ew kes alîgerên hikûmeta sûrî ne, ku wan ji ber xebata wî ya li dijî rêjîmê xwestiye wî bitrsînin. Ehmê li wan kesan gilî kir.
Di raporteke xwe de, ku di 3ê cotmeha (Octiber) 2011ê de hat weşandin, Amnesty International behsa komek ji rewşan kir ku ji aliyê alîgerên rêjîmê ve, bi taybetî karmendên balyozxaneyên sûrî, gef li çalakvanên oposîtsyona sûrî yên ku li derve dijîn, hatine xwarin.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê çileya pêşîna (December) 2011ê - Di xwenîşandanên 23ê çileya pêşîna (December) 2011ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir. Xwenîşandan li jêr dirûşma »Protokola Mirinê« pêk hatin. Mebesta wan protokola di navbera Komkara Erebî û hikûmeta Bees de bû li ser şandina çavdêran ji bo Sûriyê. Li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî, Serê Kaniyê û Kobanî jî xwenîşandan pêk hatin. tevî ku hêzên ewlekariyê kolan girtin û komek çalakvan hatin girtin, li Qamişlo xwenîşandan pêk hat. Li Qamişlo polîsan xaza rondikrij li dijî xwenîşanderan bi kar anî û hin kes hatin girtin. Mîna hefteya buhurî vê carî jî li Amûdê sê xwenîşandan di heman demê de pêk hatin. Partiya Yekîtiya Demoqrat li jêr dirûşma »Vîna kurdî« xwenîşandan pêk anîn.

Xwenîşandana li Qamişlo:

http://www.youtube.com/v/dyl6V_jQAOQ

ShareThis

KURDWATCH, 25ê çileya pêşîna (December) 2011ê - Ji bo protestokirina qutkirina elektrîkê komek ji ciwanan di 22ê çileya pêşîna (December) 2011ê de li Amûdê bi keviran êrîşî navenda Partiya Bees, avahiya şaredariyê û navenda Dezgeha Muxaberatên Leşkerî kir. Wek encama cezayên navneteweyî li dijî Sûriyê ev çend hefte ne ku elektrîk tê qutkirin. Li herêmên kurdî jî berdewam elektrîk tê qutkirin. Li Amûdê welatî mecbûr in ji seet 8 ta 9ê berî nîvro, ji seet 13 ta 15 piştî nîvro û ji seet 20 ta 22 bi şev bêyî elektrîkê bijîn.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê çileya pêşîna (December) 2011ê - Di 7ê çileya pêşîna (December) 2011ê de komek ji xwendekarên Zanîngeha Helebê piştî xwenîşandaneke li dijî rêjîmê li zanîngehê hatin girtin. Hinek ji wan piştî tehqîqê serbest hatin berdan, hinên din hîn di zindanê de ne: Rênas Mûsa Kino (1990), Ferhad Mehmûd Hisî, Mehmûd Xelîl û Mehmûd Hecî Birgel. Pêncemîn Dadwerê Lêkolînê li Helebê di 12ê çileya pêşîna (December) 2011ê de pirs ji Birgel kirin û biryar da ku divê ew di zindanê de bimîne. Ta niha li ser rewşa xwendekarên din tiştek nehatiye naskirin.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê çileya pêşîna (December) 2011ê - Endamê Polîtbîroya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê, Salih Gedo, di 18ê çileya pêşîna (December) 2011ê xwe ji Komîteya Bicîanînê ya Konferensa Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê vekişand. Gedo ji KurdWatchê re diyar kir ku endamên şanda Konferensa Niştimanî ya Kurdî ku di dawiya meha buhurî de li ser daxwaza serok Mesûd Barzanî seredana Kurdistana Iraqê kiribû, pere ji Partiya Demoqrat a Kurdistanê stendibûn bêyî ku behsa vê yekê bikin. Gedo herweha rexne kir ku ew endam nikarin daxwaz û helwesta xwe bikin yek û pereyan ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar tînin, tevî ku li gor wî gerek ev pere bigihên Konferensa Niştimanî ya Kurdî. Ji endamên şandê tenê sekretêrê Partiya Pêşverû ya Demoqrat a Kurdî li Sûriyê, Ebdilhemîd Hec Derwîş, ku nêzîkî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye, pere qebûl nekiribû. Stendina pereyan ji aliyê endamên şandê ve teqez e, lê ne diyar e bê wan çiqas stendiye.

ShareThis

KURDWATCH, 22ê çileya pêşîna (December) 2011ê - Di yekemîn kongirê xwe de ji 17 ta 18ê çileya pêşîna (December) 2011ê li Tûnisê Encûmena Niştimanî ya Sûrî, ku hevbendiyeke oposîtsyona sûrî ye ku di 2ê cotmeha (October) 2011ê de li Stenbolê hat damezirandin, doza pejirandina nasnameya kurdî ya neteweyî di destûrê de kir. Encûmenê herweha teqez kir ku Pirsa Kurdî »beşek e ji pirsa niştimanî ya giştî li Sûriyê« ye. Encûmena Niştimanî ya Sûrî doza çareserkirina Pirsa Kurdî kir li ser esasê »rakirina nedadmendiyê« beramberî Kurdan û dana tezmînatan ji bo goriyan û herweha »pejirandina mafên neteweyî yên gelê kurd di çarçeweya yekîtiya xak û gelê sûrî de«. Herweha dîskrîmînekirina komên olî, mezhebî û neteweyî di nav civaka sûrî de hat redkirin, çi dîskrîmînekirina Ereban, Kurdan, Aşûrî, Suryaniyan û Turkmenan û yên din bin, di çarçeweya dewleta welatîbûnê de.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê çileya pêşîna (December) 2011ê - Berî û dema pêkanîna xwenîşandana dijî rêjîmê li Qamişlo bêtirî pêncî kes ji aliyê polîs û endamên hêzên ewlekariyê yên cuda ve hatin girtin. Çalakvanên ku wek tê gotin, rastî işkenceyan hatine, hîn di zindanê de ne. Ta niha tenê navê girtiyekî gihaye KURDWATCHê: Şivan Mihdî Hasan (1989).

ShareThis

KURDWATCH, 19ê çileya pêşîna (December) 2011ê - Di xwenîşandanên 16ê çileya pêşîna (December) 2011ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir. Xwenîşandan li jêr dirûşma »Komkara Erebî min dikuje« pêk hatin. Li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî û Serê Kaniyê jî xwenîşandan pêk hatin. tevî ku hêzên ewlekariyê kolan girtin û komek çalakvan hatin girtin, li Qamişlo xwenîşandan pêk hat. Li Kobanî hêzên ewlekariyê rê li ber pêkanîna xwenîşandanê girt, komek çalakvan hatin girtin û hinên din ji bo çend seetan hatin girtin.Mîna hefteya buhurî vê carî jî li Amûdê sê xwenîşandan di heman demê de pêk hatin.

Xwenîşandana li Qamişlo:

http://www.youtube.com/v/ca7ivmgn_qc

ShareThis

KURDWATCH, 16ê çileya pêşîna (December) 2011ê - Partiya Rêkeftin a Demoqrat a Kurdî ya Sûrî di 13ê çileya pêşîna (December) 2011ê de ragihand ku ew tevlî Konferensa Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê [agahiyên bêtir] bûye. Di amadekirinên ji bo damezirandina vê hevbendiya partiyan Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) nedihişt ku Rêkeftin tevlî konferensê bibe. Ji ber ku dawî PYD tevlî konferensê nebû, rê ji bo endametiya Rêkeftinê vebû.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê çileya pêşîna (December) 2011ê - Partiyên Konferensa Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ligel partiyên kurdî yên din û komên ciwanan doza nebeşdarbûna di hilbijartinên herêmî yên di 12ê çileya pêşîna (December) 2011ê de kir. Di hilbijartinan de encûmenên şaredarî û parêzgehan hatin hilbijartin.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê çileya pêşîna (December) 2011ê - Wek protêst li dijî hikûmetê di 11ê çileya pêşîna (December) 2011ê de li gelek bajarên Sûriyê greveke giştî pêk hat. Li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî, Dêrik, Tirbesipî û Serê Kaniyê jî piraniya dikanan girtî man.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê çileya pêşîna (December) 2011ê - Di 8ê çileya pêşîna (December) 2011ê de li Tirbesipiyê di xwenîşandanekê de xwenîşanderan doz kir ku Kurdên ku nû nasnameya sûrî bi dest xistin, neçin leşkeriyê. Wan herweha doza tawîdkirina wan ji bo dema ku nasname ji wan hatibû stendin, kir.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê çileya pêşîna (December) 2011ê - Di xwenîşandanên 9ê çileya pêşîna (December) 2011ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir. Xwenîşandan li jêr dirûşma »Greva rûmetê« pêk hatin. Li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî û Serê Kaniyê jî xwenîşandan pêk hatin. Li Amûdê sê xwenîşandan di heman demê de pêk hatin: xwenîşadaneke ji aliyê komên ciwanan ên serbixwe ve amadekirî, yek ji aliyê partiyên Konferensa Niştimanî ya Kurdî ve û ya din ji aliyê PYDê ve amadekirî. Di 8ê çileya pêşîna (December) 2011ê de li Dêrikê jî xwenîşandanek li dijî rêjîmê ji aliyê şagirtên dibistanên bajêr ve hatibû pêkanîn.

Xwenîşandana li Qamişlo:

http://www.youtube.com/v/Kb3_YbxbbnQ

ShareThis

KURDWATCH, 11ê çileya pêşîna (December) 2011ê - Dadgeha Cezayê li Qamişlo di 1ê çileya pêşîna (December) 2011ê de biryar da ku ev kesên jêrîn bêguneh in. Li dijî van kesan ji ber beşdarbûna di xwenîşandanên dijî rêjîmê de li gor bendên 335 û 336ê yên qanûna cezayan doz hatibû vekirin, li hinan ji wan çend caran. Ew les jî ev in: Ebdilrezaq Nîhayat Temo, Ebdilselam Ebdela Hacî, Ebdilselam Mihemed Umer, Ebdilsalam Mihemed Elî Umer, Adil Izedîn Xelef, Cemal Nasir Mihemed, Ciwan Hesen Qiri, Ciwan Luqman Ibrahîm, Hejar Mihemed Elî, Hejar Mihemed Ibrahîm, Hesen Ebdela Mihemed, Hesen Salih Ibrahîm, Kadar Ferhan Xidir, Kawa Mihemed Elî, Xelîl Ferhan Hiso û Raman Mihemed Hafiz Hecî Mûsa. Tikes ji van kesan nehatibû girtin.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê çileya pêşîna (December) 2011ê - Dadwerê Îhalê li Şamê di 30ê çiriya paşîna (November) 2011ê de biryar da ku Ciwan Silêman Eyo [agahiyên bêtir li ser vê meseleyê], Rodî Osman, Sirûr Şêx Mûsa û Gîvara Seîd bi kefaleteke 5 000 lîrayên sûrî serbest bên berdan. Li dijî xwenîşanderên li dijî rêjîmê li gor bendên 306, 285 û 28ê yên qanûna tawanan doz hatiye vekirin.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê çileya pêşîna (December) 2011ê - Dadgeha Detpêka Cezayê li Serê Kaniyê di 30ê çiriya paşîna (November) 2011ê li van xwenîşanderan li gor bendên 374 û 376ê yên qanûna tawanan sal û nîvek cezaya zindanê birî: Mihemed Silêman Xelîl (parêzer û sekretêrê rêxistina mafên mirovan a kurdî DAD), Silêman Mihemed Ismaîl (parêzer û endamê Komîteya Birêvebir a rêxistina mafên mirovan a kurdî el-Rasid), Elî Ebdela Kolo (parêzer), Ebdilwehab Cemîl Mihemed (parêzer), Ebdilmecîd Ibrahîm Elo, Ismaîl Mehmûd Elîko, Ekrem Mihyedîn Meemo û Mihemed Îsa Mihemed Elî Ehmed. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 5ê çileya pêşîna (December) 2011ê - Di xwenîşandanên 2ê çileya pêşîna (December) 2011ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir. Xwenîşandan li jêr dirûşma »Em doza herêmeke ewle dikin« pêk hatin. Li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî û Serê Kaniyê jî xwenîşandan pêk hatin. Li Qamişlo komek ji xwenîşanderên jin beşdarî xwenîşandanê bûn û wan doza bêtir maf ji bo jinan dikir. Herweha beşdarbûna ereb û Aşûriyan ji berê bêtir bû. Li Amûdê dîsa du xwenîşandan di heman demê de pêk hatin. Alîgerên PYD bi alên xwe beşdarî xwenîşandana partiyên kurdî bûn.

Xwenîşandana li Qamişlo:

http://www.youtube.com/v/HCxztj0f6eQ

ShareThis

KURDWATCH, 1ê çileya pêşîna (December) 2011ê - Di 27ê çiriya paşîna (November) 2011ê de Rêzan Behrî Şêxmûs (1962, zewiciye, çar zarok) li ciyê karê wî li Rimêlan ji aliyê polîsan ve ji ber beşdarbûna di xwenîşandanên li dijî rêjîmê de hat girtin. Ji ber ku wî got ku ew beşdarî xwenîşandanan nebûye, ew di heman êvarê de serbest hat berdan. Şêxmûs endezyar e û serokê nivîsgeha peywendiyan a Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ye.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Xwendekar Dijwar Ebdela Ehmed di 26ê çiriya paşîna (November) 2011ê de li Şamê serbest hat berdan. Li dijî wî doz nehatiye vekirin. Di hersî rojên girtina wî de li ser beşdarbûna di xwenîşandanên dijî rêjîmê tehqîq pê re dihat kirin. Di dema tehqîqê de çavên wî girêdayî bûn û ew mecbûr bû li ser lingan bisekine. Ew herweha mecbûr bû xwe tazî bike û ava cemidî bi ser wî de dihat rijandin. Herweha jê re hat gotin ku ger ew beşdarî xwenîşandanên dijî rêjîmê bibe, ewê careke din nema vegere malê. Dijwar Ebdela Ehmed nedizanî bê ew ji aliyê kîjan dezgeha ewlekariyê ve hatibû girtin. Xwedendekarê din Hogir Mihemed Şêxê ku pê re hatibû girtin, hîn di zindanê de ye. [Agahiyên berfireh li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 28ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Mihemed Elî el-Elî (1976, zewiciye, du zarok) di 5ê çiriya paşîna (November) 2011ê de li Şamê serbest hat berdan. Ew di 17ê cotmeha (October) 2011ê de li Hisiçayê li cem Dezgeha Koçberiyê û Paseportan hatibû girtin û radestkirina Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê. Axavtineke wî ya li dijî rêjîmê di bin konekî şîniyê de li Şamê sedema girtina wî bû. El-Elî di zindanê de rastî işkenceyan dihat. Li dijî wî doz nehatiye vekirin.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Xwendekarên felsefeyê Dijwar Ebdela Ehmed (1992) û Hogir Mihemed Şêxê (1992) di 11ê çiriya paşîna (November) 2011ê de li Şamê hatin girtin. Berî girtina wan endamên Dezgeha Muxaberatên Hêzên Ezmên êrîşî ciyê karê Şêxê kiribû. Ta niha çarenivîsa herdu xwendekaran ne diyar e.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Welat Fehed Xelîl di 26ê çiriya paşîna (November) 2011ê de li Qamişlo piştî beşdarbûna di xwenîşanadeke dijî rêjîmê de hat girtin. Di 24ê çiriya paşîna (November) 2011ê de Mehmûd Mihemed (1978, zewiciye, zarokek) di mala wî ya li Qamişlo de hat girtin. Girtina wî ji ber beşdarbûna di xwenîşanadên dijî rêjîmê de pêk hat. Ta niha çarenivîsa herdu çalakvanan ne diyar e.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Di xwenîşandanên 25ê çiriya paşîna (November) 2011ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir. Xwenîşandan li jêr dirûşma »Artêşa azad min diparêze« pêk hatin. Li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî û Serê Kaniyê jî xwenîşandan pêk hatin. Li Qamişlo herweha xwenîşanadeke ji bo piştgiriya Beşar el-Esed pêk hat, ku ji aliyê hikûmeta sûrî ve hatibû amadekirin. Herweha li Qamişlo hêzên ewlekariyê bi xaza rondikrij êrîşî xwendîşanderan kir. Tê gotin ku komek kes hatin girtin. Li Amûdê dîsa du xwenîşandan di heman demê de pêk hatin. Yek ji aliyê Konferensa Niştimanî ya Kurdî ve û ya din ji aliyê komên ciwanên kurd ên serbixwe ve hatibû amadekirin.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê di 26ê çiriya paşîna (November) 2011ê de parêzer û serokê Rêxistina Kurdî ji bo Berevaniya Mafên Mirovan û Azadiyên Giştî li Sûriyê (DAD) Mistefa Xidir Oso (1964, zewiciye, çar zarok) ji bo çend seetan girt. Ji Oso re hat gotin ku li dijî wî fermaneke girtinê ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê ve heye. Piştî ku Sendîqeya Parêzeran li Hisiçayê ket nav meseleyê, Oso serbest hat berdan, lê bi şertê ku ew di nava sê rojan de serî li Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê bide. Berî girtina wî Oso, ku ji bo sedemine pîşeyî dixwest ji bo serdanekê biçe Cinêvê, serî li Dezgeha Koçberiyê û Paseportan dabû, da ku bipirse bê ma li dijî wî qedexekirina derketina ji welêt heye yan na. Di vê çarçeweyê de hat naskirin ku li dijî wî fermana girtinê heye.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Di 16ê çiriya paşîna (November) 2011ê de Mîlad Hadî Mihemed ji zindana Dezgeha Muxaberatên Leşkerî li Qamişlo serbest hat berdan. Di roja girtina wî de çavên Mihemed hatibûn girtin û destên wî ji pişt ve hatibûn girêdan. Hingî ew rastî lêdanên di rû de hat, ku yek biniya tivingekê jî ji bo lêdanê dihat bikaranîn. Rojekê piştre cilên wî jê hatibûn jêkirin û ava cemidî bi ser wî de hatibû rijandin. Di dema tehqîqê de ji Mihemed pirsa navên çalakvanên kurd ên sereke û endametiya di partiyên kurdî de hat kirin. Wî tevaya dema girtina xwe, ku 4 roj bûn, di hucreya bitenê de derbas kir. Li dijî wî ti doz nehat vekirin. [Agahiyên berfireh li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 23ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Partî û komên ciwanan ên kurdî di Konferensa Niştimanî ya Kurdî de di 19ê çiriya paşîna (November) 2011ê de li Kobanî xwenîşandanek pêk anî. Xwenîşandan li jêr dirûşma »Encûmena Niştimanî ya Kurdî nûnerîtiya min dike« li dar ket. Di xwenîşandanê de ji aliyê gelek kesan ve doza rûxandina rêjîmê hat kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Di xwenîşandanên 11ê çiriya paşîna (November) 2011ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir. Xwenîşandan li jêr dirûşma »Bera balyozên [sûrî] bidin« pêk hatin. Li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî û Serê Kaniyê jî xwenîşandan pêk hatin.
Mîna di herdu hefteyên buhurî de li Amûdê pêşî du xwenîşandan di heman demê de pêk hatin. Piştre herdu çalakiyên ku ji aliyê Konferensa Niştimanî ya Kurdî û komên ciwanên kurd ên serbixwe ve hatibûn amadekirin, bûn yek.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Duyemîn Dadgeha Cezayê li Şamê di 16ê çiriya paşîna (November) 2011ê de dadkirina çalakvan Kemal Şêxo bi paş xist 7ê çileya pêşîna (December) 2011ê. [Agahiyên berfireh li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 18ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Xwenîşandana li Amûdê:

http://www.youtube.com/v/HqX-fAeJJJ0

Xwenîşandana li Qamişlo:

http://www.youtube.com/v/KCHSj5ctAc8

ShareThis

KURDWATCH, 17ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Dadgeha Detpêka Cezayê li Serê Kaniyê di 13ê çiriya paşîna (November) 2011ê de dadkirina van xwenîşanderan bi paş xist: Mihemed Silêman Xelîl (parêzer û sekretêrê rêxistina mafên mirovan a kurdî DAD), Silêman Mihemed Ismaîl (parêzer û endamê Komîteya Birêvebir a rêxistina mafên mirovan a kurdî el-Rasid), Elî Ebdela Kolo (parêzer), Ebdilwehab Cemîl Mihemed (parêzer), Ebdilmecîd Ibrahîm Elo, Ismaîl Mehmûd Elîko, Ekrem Mihyedîn Meemo û Mihemed Îsa Mihemed Elî Ehmed. Li dijî wan doz li gor bendên 335, 336, 374, 376, 216 û 217ê yên qanûna cezayan hatiye vekirin.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Di 5ê çiriya paşîna (November) 2011ê de çalakvan Ibrahîm Mistefa (1980), ku bi navê Ibrahîm Kaban tê naskirin, serbest hat berdan. Endamên Dezgeha Ewlekariya Leşkerî li Şamê ew di 16ê îlona (September) 2011ê de girtibû. Di dema tehqîqê de Mistefa bi gurrkirina pêşhikumên nijadî û damezirandin û birêvebirina komên ciwanan ên kurdî dihat gunehkarkirin. Herweha ji ber beşdarbûna di bernameyên kanalên televizyonê Orient news û el-Cezîre de û nivîsarên wî yên di internêtê de tehqîq pê re hatin kirin. Li dijî wî ti doz nehat vekirin.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Endamên Dezgeha Ewlekariya Leşkerî di 12ê çiriya paşîna (November) 2011ê de çalakvan Mîlad Hadî Mihemed (1989) li Qamişlo girt. Berî girtina wî Mihemed plakatên bi helkefta çilrojiya kuştina Mişeel Temi li ser dîwaran dadliqandin.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Di xwenîşandanên 11ê çiriya paşîna (November) 2011ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir. Xwenîşandan li jêr dirûşma »Em doza rawestandina endametiya Sûriyê di Yekîtiya Ereban de dikin« pêk hatin. Li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî û Serê Kaniyê jî xwenîşandan pêk hatin.
Li Amûdê dîsa di xwenîşandanên li kêleka hev pêk hatin. Yek ji aliyê nûner û alîgerên Konferensa Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ve hatibû amadekirin, a din ji aliyê komên ciwanan ên serbixwe ve. Li Qamişlo hemû komên kurdî bi hevre xwenîşandan pêk anîn. Berî hingî çalakvanên serbixwe û Konferensa Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê li hev kiribû ku pankertên siyasî yên partiyan bilind nekin. Tê gotin ku li herdu bajaran hejmara xwenîşanderan bêtir bû ji hefteyên buhurî.
Di xwenîşandana li Qamişlo de pevçûnek di navbera çalakvanên serbixwe û alîgerên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de çêbû dema çend xwenîşanderan li ser hin pankertan rexne li Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat, ku PYD tê de endam e, kirin. PYD ji çalakvanan xwest ku pankertan daxin. Lê wan daxwaza wan bi cî neanî û ji aliyê xwe ve ji PYDê xwest ku alên xwe daxînin. Dema wan jî ev daxwaz red kir, di navbera herdu koman de pevçûn çêbû, ku di encamê de alên PYDê hatin daxistin. Piştre hin alîgerên PYDê çûn mala yekî ji çalakvanên serbixwe û ew gef li wî xwarin û wan got ku ewê bibîbe wê çibibe ger ew berdewam li dijî PYDê tevbigere.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Xwenîşandana li Amûdê:

http://www.youtube.com/v/KH0tlJoAr1M

Xwenîşandana li Qamişlo:

http://www.youtube.com/v/neLbLkNizRE

ShareThis

KURDWATCH, 10ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Konferensa Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê di 9ê çiriya paşîna (November) 2011ê de li Qamişlo li jêr dirûşma »Konferensa Niştimanî ya Kurdî nûnerîtiya min dike« xwenîşandanek li dar xist. Li ser hin pankertan doza serbestberdana girtiyên siyasî û li ser hinên din doza rûxandina rêjîmê hat kirin. Herweha xwenîşanderan piştgirtiya xwe ji bo bajarên din ên sûrî nîşan da. Xwenîşandanên bi vî rengî li Amûdê û Serê Kaniyê jî pêk hatin.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Encûmena Niştimanî ya Sûrî dixwaze mafên neteweyî yên Kurdan di destûrê de bi cî bike. Di reşpelika bernameya siyasî ya encûmenê de herweha hatiye nivîsandin ku divê Pirsa Kurdî li Sûriyê bi awayekî demokrat û dadmend di çarçeweya yekîtiya dewleta sûrî de bê çareserkirin. Herweha hatiye nivîsandin ku divê Kurd mîna tevaya welatiyan heman maf û erkên welatîbûnê bistînin. Encûmena Niştimanî ya Sûrî hevbendiyeke oposîtsyona sûrî ye ku di 2ê cotmeha (October) 2011ê de li Stenbolê hat damezirandin.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê di 30ê cotmeha (October) 2011ê de di daxuyaniyekê de diyar kir ku li Helebê duyemîn kongirê partiyê ji dema damazirandina wê pêk hatiye. Mistefa Cumaa wek sekretêr û Beşar Emîn wek cîgirê sekretêr hat hilbijartin. Herweha hilbijartina polîtbîroyeke nû hat ragihandin.
Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê di 21ê gulana (May) 2005ê de ji partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê li jêr serokatiya Mistefa Cumaa û Partiya Çep a Kurdî li jêr serokatiya Xeyridîn Murad hatibû damezirandin. Hingî Murad bûbû sekretêrê partiyê. Ew û endamên berê yên Partiya Çep ji bo kongirê li Helebê nehatibûn vexwendin. Ji ber vê yekê ew dibêjin ku Partiya Azadî li jêr serokatiya Xeyridîn Murad hîn heye. Partiya Azadî ya li jêr serpirtiştiya Mistefa Cumaa ji endamên berê yên Hevgirtina Gel pêk tê.
Bi vî awayî niha du partiyên bi heman navî hene: Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Ji 31ê cotmeha (October) 2011ê ve endamên çekdar ên dezgehên ewlekariyê rê li ber xwenîşandanên şagirtan li cem dibistanên bilind li Dêrikê digirin. Dibistan tên dorpêçkirin, da ku rê li ber şagirtan bê girtin ku piştî bidawîhatina li dersan kom bibin. Ta niha ti pevçûn pêk nehatine.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Dadgeha pîşeyî ya Sendîqeya Parêzeran li Hisiçayê di 31ê cotmeha (October) 2011ê de dadkirina parêzeran Mistefa Xidir Oso û Fêsel Bedir hat bipaşxistin ji bo 31ê çiriya paşîna (November) 2011ê. Parêzerên herdu çalakvanên mafê mirovan doza bipaşxistina dadkirinê kiribû. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 7ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Di xwenîşandanên 4ê çiriya paşîna (November) 2011ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir. Xwenîşandan li jêr dirûşma »Xwedê mezin e« pêk hatin. Li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî, Serê Kaniyê jî xwenîşandan pêk hatin. Li Qamişlo û Amûdê di navbera komên Konferensa Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û komên şoreşê yên kurdî yên ciwanan de pevçûn pêk hatin. Yek ji wan dirûşmên ku li Amûdê ji aliyê komên ciwanan ve hatin hildan, ev bû: »Na ji bo partiyan, şoreşa me şoreşa ciwanan e.« Li herdu bajaran xwenîşandan bûn du beş.
Ji roja damezirandina Konferensa Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê di 27ê cotmehê de partiyên endam ên vê konferensê û komên wan ên ciwanan beşdarî xwenîşandanan dibin û hewil didin ku xwe wek tek nûnerên rewa ên Kurdan ferz bikin. Di mehên buhurî de piraniya partiyên kurdî ne tenê beşdarî xwenîşandanan nedibûn, wan herweha hin caran hewil dida ku rê li ber xwenîşandanan bigirin. Berevajî wan komên şoreşê yên serbixwe ji bûharê ve xwenîşandanan pêk tînin, gelek ji endamên wan hatin girtin an jî mecbûr bûn xwe bidin alî. Di naverokê de jî cudahî heye: Komên serbixwe bangî rûxandina rêjîma Beşar el-Esed dikin, lê Konferensa Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê doza »guhertina sîstemê« dike.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Xwenîşandana li Qamişlo:

http://www.youtube.com/v/s4ts3DsruK8

http://www.youtube.com/v/Duh6O4aIxEE

http://www.youtube.com/v/Duh6O4aIxEE

Xwenîşandana li Amûdê:

http://www.youtube.com/v/uAPFxagyBEw

ShareThis

KURDWATCH, 3ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Dora du sed xwenîşander di 26ê cotmeha (October) 2011ê de li Efrînê doza serbestberdana xwenîşanderan kir ku piştî xwenîşandaneke li dijî rêjîmê hatibûn girtin. Malbatên girtiyan û çalakvanine din beşdaî vê çalakiyê bûn. Piştî ku parêzerên kurd wek nûnerên xwenîşanderan bi berpirsê ewlekariyê yê deverê yê Partiya Bees li Efrînê re kom bûn, dozgeriya li Efrînê biryar da ku girtî serbest bên berdan, ger ji bo her yekî ji wan 20 000 lîrayên sûrî kefalet bê dayin. Piştre ev kes serbest hatin berdan: Beşar Hisên Hisên, Arşam Çawîş, Ebdilrehman Yûsiv, Mihemed Emo, Silêman Wezîro, Mihemed Ibrahîm Hesen, Goran Ehmed, Besam Ebdilrehman, Şiyar Hecî Ebdo û Enwer Simo. Ji bilî Beşar Hisên Hisên, Arşam Çawîş û Ebdilrehman Yûsiv hemû girtî di zindanê de hatibûn işkencekirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 2ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Di 29ê cotmeha (October) 2011ê de çalakvan Selma Iko (1960, zewicî ye, 10 zarok) di xwenîşandanekê de li dijî rêjîmê li Kiswa nêzîkî Şamê bi guleyeke di serî de hat kuştin.

ShareThis

KURDWATCH, 1ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Di 26 û 27ê cotmeha (October) 2011ê de li Qamişlo kombûna damezirandina Konferensa Niştimanî yên Kurdî li Sûriyê li dar ket. Partiyên Tevgera Niştimanî ya Kurdî û kesayetiyên ku ji aliyê wê ve hatin hilbijartin, beşdarî vê konferensê bûn. Hejmara beşdaran 257 bû. Sed beşdar endamên partiyên kurdî ne, ji 157 beşdarên din 25 nûnerên komên ciwanan in. Komîteya Tenfîzî ji 45 kesan pêk tê, ji wan 20 nûnerên partiyan in (serokê her partiyekê û endamek mekteba siyasî ya her partiyekê); ji 25 endamên din 6 nûnerên komên ciwanan in. Ji bilî Partiya Yekîtiya Demokrat herweha Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê û beşek ji çalakvanên ku ji orta adarê ve li herêmên kurdî xwenîşandanên li dijî rêjîmê amade dikin, beşdarî beşdarbûna konferensê red kir. Herweha Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdilrehman Alûcî û Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê di konferensê de beşdar nebûn.
Konferensa Niştimanî yên Kurdî li Sûriyê ev daxwaz kirin:
Qeyrana li Sûriyê tenê di rêya guhertineke rêjîma autorîter û totalîter û strukturên wê yên rêxistinî, siyasî û rewşenbîrî de bê kirin. Divê dewleta dezgehên ewlekariyê bê hilweşandin û dewleteke ilmanî, demokrat, pirrengî, parlamentarî û ne navendî bê avakirin.
Divê artêş û hêzên ewlekariyê ji bajarên sûrî bên veişandin. Gelê kurd li ser xaka xwe ya dîrokî dijî. Ew beşek bingehîn e ji tevna civakî, niştimanî û dîrokî ya sûrî. Ji bo vê yekê pêdivî bi pejirandina gelê kurd wek pêkhatiyeke bingehîn ji gelê Sûriyê û duyemîn mezintirîn neteweya li Sûriyê di destûrê de. Herweha pêdivî bi çareseriyeke dadmend û demokrat a Pirsa Kurdî heye. Divê gelê kurd maf bistîne ku di çarçeweya yekîtiya dewleta sûrî de bi xwe biryara çarenivîsa xwe bide.
Tevgera ciwanan a kurdî wek beşek a şoreşa sûrî ya aşityane tê pejirandin. Azadiya baweriya olî divê ji aliyê destûrê ve bê misogerkirin. Mafên neteweyî yên Filehên siryanî, Keldo-Aşûrî û kêmneteweyên din bên misogerkirin. Wek beşek ji oposîtsyona niştimanî ya sûrî konferens her awayê danûstandina bitenê bi rêjîmê re red dike.
Hemû hevbendiyên kurdî (Encûmena Siyasî, Hevbendiya Demokrat a Kurdî, Komîteya Tensîqê), ku partiyên beşdar di Konferensa Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê de ta niha tê de bûn, tên hilweşandin.
Komîteya Tenfîzî bi xebata ji bo yekîtiya oposîtsyona sûrî tê kelifandin.
Konferensa Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê wê bi wan hevbendiyên oposîtsyonê yên sûrî re bixebite, ku piraniya daxwazên konferensê dipejirîne. Di heman demê de gerek dawî li endametiya hemû partiyên kurdî di hevbendiyên oposîtsyona sûrî de bê anîn.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê cotmeha (October) 2011ê - Dadgeha Cezayê li Qamişlo di 24ê cotmeha (October) 2011ê de komek ji dadkirinên xwenîşanderan bi paş xistin. Li dijî van kesan li gor bendên 335 û 336ê yên qanûna tawanan doz hatine vekirin.
Dadkirina van kesan hat bipaşxistin ji bo 25ê cotmehê: Mihemed Hafiz Hec, Mûsa Xelef, Salar Selahidîn Osman û Ibrahîm Qidşo. Dadkirina Beşar Reşad Beşar, Fadî Fêsel Ezam û Rêber Sebxetullah Seyda hat bipaşxistin 27ê cotmehê.
Dadkirina Mihemed Eşref Sîno (parêzer), Elî Ebdela Kolo (parêzer), Ebdilwehab Cemîl MIhemed, Mişeel Temo (di 7ê cotmehê de hat kuştin), Mihemed Ebdilrehman Şedîd, Ebdilrehman Yûsiv Osman, Ebdilrezaq Temo, Ebdilsemed Mihemed Elî Umer, Mihemed Sîrac Keleş, Eymen Nûrî Hesen, Adil Izedîn Xelef, Elî Hec Qasim, Şepal Mihemed Ibrahîm û Salih Ebas Mişeweh hat bipaşxistin 14ê (November) 2011ê.
Herweha dadkirina van kesan hat bipaşxistin 14ê çiriya paşîna (November) 2011ê: Hesen Salih Ibrahîm, Mihemed Seîd Daawa Meemo, Cemîl Ibrahîm Umer û Newaf Ferhan el-Nayif. Dadkirina Ebdilselam Yûsiv Osman, Hesen Ibrahîm Salih, Mihemed Sîrac Keleş, Şepal Mihemed Emîn Ibrahîm, Hejar Mihemed Elî, Elî Hac Qasim, Ferhan Fûad Betal, Alan Ismet Mehmûd, Eymen Nûrî Hesen, Adil Izedîn Xelef, Mişeel Nîhayat Temo (di 7ê cotmeha 2011ê de hat kuştin) û Kadar Ferhan Xidir hat bipaşxistin 17ê çiriya paşîna (November) 2011ê.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê cotmeha (October) 2011ê - Di xwenîşandanên 28ê cotmeha (October) 2011ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir. Xwenîşandan li jêr dirûşma »Na ji bo « pêk hatin. Li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî, Serê Kaniyê jî xwenîşandan pêk hatin. Di xwenîşandana li Qamişlo de komek ji birêvebirên partiyên kurdî beşdar bûn. Di navbera wan û komên şoreşê yên kurdî yên serbixwe de pevçûn pêk hat dema nûnerên partiyan xwest pankertekê bilind bikin ku li ser hatibû nivîsandin ku Konferensa Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê tek nûnera Kurdan e. Konferensa Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê hevbendiyeke nû ya ya partiyên kurdî.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê cotmeha (October) 2011ê - Xwenîşandana li Amûdê:

http://www.youtube.com/v/PC7Vb8t7ISM

Xwenîşandana li Qamişlo:

http://www.youtube.com/v/CnpTsHLSV7Q

ShareThis

KURDWATCH, 28ê cotmeha (October) 2011ê - Endezyar Xelîl Ferman Hiso di 23ê cotmeha (October) 2011ê de li Qamişlo hat girtin. Ta niha ne diyar e bê kîjan dezgeha ewlekariyê Hiso girtiye. Tê texmînkirin ku girtina wî ji ber beşdarbûna wî di xwenîşandanên li dijî rêjîmê de pêk hatiye.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê cotmeha (Oktober) 2011ê - Di xwenîşandanên 21ê cotmeha (October) 2011ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir. Xwenîşandan li jêr dirûşma »şehîdên muhleya erebî« pêk hatin. Li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî, Serê Kaniyê û Kobanî jî xwenîşandan pêk hatin. Di van xwenîşandanan de kuştina Mişeel Temo dîsa hat şermezarkirin. Li Qamişlo li ser pankertekê hatibû nivîsandin: »We Mişeel Temo kuşt, lê ne giyanê wî di hundirê me de.« Wek bersiva vekirina hin »dibistanên zimanê kurdî« bi şêweyekî ne bi rêk û pêk ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve li hin bajarên kurdî xwenîşanderan pankertek bi vê dirûşmê hildabûn: »Em dibistanên zimanê kurdî naxwazin, em rûxandina rêjîmê dixwazin.«

ShareThis

KURDWATCH, 24ê cotmeha (October) 2011ê – Di 20ê cotmeha (October) 2011ê de çalakvan Arşam Çawîş ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Efrînê ve li mala wî hat girtin û dest hat danîn ser kompûtera wî destan. Di 20ê cotmeha (October) 2011ê de li Efrînê li Beşar Hisên Hisên û Ebdilrehman Yûsiv hatin girtin. Berî hingî ji wan hatibû xwestin ku ji bo tehqîqê serî li Dezgeha Ewlekariya Dewletê bidin. Herdu hatin radestkirin Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Helebê. Li gor çalakvanekî li Efrînê ji bilî hersî kesên jorîn hin kesên din jî hatine girtin. Wî got ku ev girtin bûne sedem ku îna buhurî li Efrînê xwenîşandan pêk nehatin.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê cotmeha (October) 2011ê – Di 8ê cotmeha (October) 2011ê de Jînda Ebdilselam Barakat (1988) li gundê Muftî li parêzgeha Hisiçayê ji ber beşdarbûna di xwenîşandaneke piştî kuştina Mişeel Temo ji aliyê polîsan ve hat girtin. Barakat sê rojan li cem polîsên Hisiçayê hat girtin, piştre ew hat radestkirin Dezgeha Ewlekariya Siyasî û ta 17ê cotmehê ew li wir di hucreya bitenê de girtî bû. Li wê derê û li cem polîsan Barakat berdewam rastî lêdanên bi dest û lingan dihat.
Piştî du rojan, di 10ê cotmeha 2011ê de, Ehmed Ecîl Ehmed (1985) ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Dewletê ve li Hisiçayê hat girtin. Ji ber ku Jîndar Barakat di roja girtina xwe de telefona Ehmed kiribû û jimara wî di bêrîkfona Jîndar de mabû, Ehmed hat girtin. Ehmed jî ta 17ê cotmehê berdewam rastî lêdanên dest û lingan dihat.
Li dijî herduyan li gor bendên 374 û 376 ên qanûna tawanan doz hatiye vekirin. Dadkirina wan ji aliyê Dadgeha Destpêka Cezayê li Hisiçayê wê di 13ê çiriya paşîna (November) 2011ê de dest pê bike.

ShareThis

KURDWATCH, 22ê cotmeha (October) 2011ê - Hesen Etî (1967, zewicî ye, şeş zarok) di 13ê cotmeha (October) 2011ê de li Kobanî ji aliyê endamên Dezgeha Muxaberatên Hêzên Ezmên li Helebê ji ber beşdarbûna di xwenîşandaneke li dijî rêjîmê hat girtin. Etî endamê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtî) ye.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê cotmeha (October) 2011ê - Xwenîşandana li Amûdê:

http://www.youtube.com/v/zl9LRhuimJ0

http://www.youtube.com/v/TVkbPDyhhIo

Xwenîşandana li Qamişlo:

http://www.youtube.com/v/IIvoPT-mF2g

http://www.youtube.com/v/SoLW52JJa8E

ShareThis

KURDWATCH, 20ê cotmeha (October) 2011ê - Dadgeha Destpêka Cezayê li Serê Kaniyê di 17ê cotmeha (October) 2011ê de dadkirina parêzer Hesen Yûsib Biro, Mihemed Yûsiv Biro, Kamîran Yûsiv Biro, Mehmûd Mihemed el-Emo (endamê polîtbîroya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê), Mehmûd Walî Şêx Mihemed, Umer Walî Şêx Mihemed, Şemsidîn Mawlûd Hesen Bêg, Xalid Şerîf Seydo, Ibrahîm Mihemed Ibrahîm, Mihemed Ibrahîm Ala Reşî, Ferhan Ebdilezîz Şêxo, Xalid Mehmûd Xelîl, Xorşîd Mûnîr Mele Derwîş, Îsa Taha Mihemed Elî, Kanîwar Bobo Ayana, Xalid Xelîl Mehmûd, Xalid Xelîl Miee û Mehmûd Celîl Ebdilhelîm bi paş xist 22ê çiriya paşîna (November) 2011ê. Li dijî van çalakvanan li gor bendên 307, 374 û 376ê yên qanûna tawanan doz hatiye vekirin.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê cotmeha (October) 2011ê - Piştî xwenîşandana li Efrînê hêzên ewlekariyê di 15ê cotmeha (October) 2011ê de hinek beşdarvanên xwenîşandanê li malên wan girtin. Silêman Wezîro yek ji giriyan bû. Ta niha navên girtiyên din negihane KurdWatchê.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê cotmeha (October) 2011ê - Di xwenîşandanên 14ê cotmeha (October) 2011ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir. Xwenîşandan li jêr dirûşma »Leşkerên azad« pêk hatin. Li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî, Serê Kaniyê. Efrîn û Kobanî jî xwenîşandan pêk hatin. Li Efrînê hêzên ewlekariyê êrîşî ta niha mezintirîn xwenîşandana ku ji aliyê çalakvanên serbixwe ve ve hatiye amadekirin, kir û li xwenîşanderan xistin. Gelek ji xwenîşanderan hatin birîndarkirin. Bêtirî bîst xwenîşander hatin girtin, ku Mihemed Hesen Kurd, Goran Ehmed, Enwer Simo, Mihemed Hacî û Mihemed Şêx Sîdî ji wan bûn. Herweha li Efrînê xwenîşandanek pêk hat, ku ji aliyê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê ve hatibû amadekirin. Dora 1000 xwenîşanderan doza mafên çandî ji bo Kurdan kir. Hêzên ewlekariyê îşê xwe ji wan neanî.

ShareThis

KURDWATCH, 14ê cotmeha (October) 2011ê - Xwenîşandana li Amûdê:

http://www.youtube.com/v/NOQaxaAe2rg

Xwenîşandana li Qamişlo:

http://www.youtube.com/v/hs9m-br2qlc

http://www.youtube.com/v/w0siUIQgV9Y

ShareThis

KURDWATCH, 14ê cotmeha 2011ê - Hêzên ewlekariyê yên sûrî du 4ê cotmeha (October) 2011ê de şagirtê pola diwanzdehê Rênas Fêsel Barkan (1992) di xwenîşandaneke de li taxa ez-Ezîziyê li Helebê girt û ew radestî polîsan kir. Ta niha ne diyar e bê ew li kû girtî ye.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê cotmeha 2011ê – Luqman Mistefa Silêman (1962, zewicî ye, çar zarok), ku nivîskar û endamek çalak ê Hevpeymana Xortên Sewa ye, ji KurdWatchê re dixar kir ku ji roja kuştina Mişeel Temo di rêya telefoneke jimar veşartî re gef li wî tên xwarin, ku hercar tenê çend saniyan dirêj dike. »Hercar bi erebî gef li min tên xwarin ku ezê nêzîk Mişel Temo bibînim, ger ez û Sewa çalakiyên xwe ranewstînin.« Ji dema ku xwenîşandanên li Sûriyê dest pê kir, Sewa ligel komên kurdî yên din berdewam xwenîşandanên li dijî rêjîmê amade dikin.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê cotmeha 2011ê – Hesen Salih, cîgirê sekretêrê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, eşkere doza rûxandina rêjîma Sûriyê kir. Li ser gora Hesen Mistefa Ebdela, ku di 8ê cothema 2011ê de li Qamişlo hatibû kuştin, Sali got: »Gelê Sûriyê peyva xwe got: Emê xwe netewînin ta ku rêjîm bê rûxandin. Ev dirûşma me ye. Ev dirûşma Encûmena Niştimanî ya Sûrî ye. Ev dirûşma oposîtsyonê li hundir û derveyî welêt e.«
Encûmena Niştimanî ya Sûrî di 2ê cotmeha 2011ê de li Stenbolê hat damezirandin. Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê endama vê encûmenê ye. Ew herweha endama Tevgera Kurdî ya Niştimanî li Sûriyê ye, ku ji yanzdeh partiyan pêk tê. Ta niha ne vê tevgerê ne jî Yekîtî eşkere gotiye ku ew doza rûxandina rêjîmê dikin. Li ser vê yekê mirov dikare li hevpeyvîna KurdWatchê bi Ismaîl Hemê re, sekretêrê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, vegere, ku di 17ê îlona (September) 2011ê de hatibû weşandin. Hevpeyvînê bixwîne]

ShareThis

KURDWATCH, 11ê cotmeha (October) 2011ê - Di cenazeya Mişeel Temo de di 8ê cotmehê de li Qamişlo, ku dora 100 000 kes tê de beşdar bûn, hêzên ewlekariyê bi xaza rondikrij û guleyan êrîşî xwenîşanderan kir. Di encamê de du kes hatin kuştin: Hesen Mistefa Ebdela (1962, zewicî ye, heyşt zarok) û Cemal Hisên Hisên (1959, zewicî ye, şeş zarok). Herweha komek kes birîndar bûn. Ji ber tirsa girtinê gelek ji wan ne di nexweşxaneyan de hatin dermankirin.
Ji bo protestokirina kuştina Mişeel Temo li Amûdê, Dêrikê, Dirbêsiyê, Kobanî, Serê Kaniyê, Efrîn û Helebê xwenîşandan li dar ketin. Li Amûdê, ku 15 000 kes daketibûn kolanan, peykerê serokê berê Hafiz el-Esed pêşî hat şewitandin, piştre hat rûxandin. Dema cenazeya Mişeel Temo giha Amûdê, xortan tabûta wî danî ciyê peykerê rûxandî. Piştre termê Mişeel Temo giha Dirbêsiyê. Li wê derê dora 10 000 kes beşdarî binaxkirina wî bûn.
Protest giha Ewropayê jî: Çalakvanên kurd li Cinêv, Berlîn, London, Brûksel, Hamburg, Parîs û Viyenayê êrîşî balyozxaneyên Sûriyê kir û derbasî hin ji wan bûn.

Xwenîşandana li Amûdê:

http://www.youtube.com/v/jbcUlU8NR3k

ShareThis

KURDWATCH, 10ê cotmeha (October) 2011ê - Di 7ê cotmeha (October) 2011ê de Mişeel Temo (1957) li Qamişlo hat kuştin. Peyvdarê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ligel kurê xwe Marsêl (1988), birayê xwe Ebdilrezaq Temo, endama partiyê Zahîda Reşkilo û sê kesên din di maleke li Qamişlo de beşdarî civîneke siyasî bûbûn, dema komeke ji pênc kesan derbasî malê bûn û bi erebî pirsa Mişel Temo kir. Dema Temo rabû ser xwe, wan gule bera wî dan. Dema Temo ket, wan guleyek bera serî wî da. Kurê wî Marsêl ji ber guleyeke di zik de li nexweşxaneyê hat emeliyatkirin. Zahîda Reşkilo di lingekî xwe de birîndar bû.
Di 8ê îlona (September) 2011ê de Mişel Temo ji hewildaneke kuştinê filitî KurdWatch behs kiribû]. Ji hingî ve ew pirê caran dûrî çavan bû. Piştî hewildana kuştinê wî ji KurdWatchê re gotibû: »Biryar a rêjîmê ye. Lê teqez kesên nas wê biryarê pêk bînin. Çeteyên (şebîh) rêjîmê pir in. Berî niha agahî gihane me ku ewê kesayetiyan bikujin. Ne giring e bê kî biryarê pêk tîne, a giring xwediyê biryarê ye û ew jî rêjîm e. [...] Dema me helwesta xwe li hember rêjîmê û helwesta xwe li hemberî şoreşa xortên kurd di nav şoreşa sûrî de eşkere kir, me ev tişt dabû ber çavên xwe. Me biryara xwe stendiye, ku emê azadiya xwe bistînin. An emê bi saxî azadiya xwe bistînin, an emê bi kerameta xwe bimirin. Em tucarî ji vê venagerin. Em naxwazin ku mesele bibe kêşeyeke kurdî-kurdî. Em meseleyek e ku divê mirov helwestekê nîşan bide. Ev pirseke niştimanî ye, ne pirseke kurdî ye. [...] Berî niha li Kobanî xortek hatibû revandin, li Serê Kaniyê du kesan lêdan xwar û li Dêrikê hewildana revandina kesekî pêk hatibû. Mesele niha bûye du alî: Aliyek rûxandina rêjîmê naxwaze, û aliyek rûxandina rêjîmê dixwaze. Ev alî jî em û xortên tensîqiyatan in. Ji wan werê ku em rêberîtiya vê rewşê dikin û projeyeke me ya siyasî heye û em tuiştan xerab dikin. Rêjîm jê lê dinere ku bêtir em in ên ku xortan dehf didin. Teqez e ku em ji ber helwestên xwe yên siyasî dibin armanc.«

Li gotinên Mişeel Temo guhdar bike:

http://www.youtube.com/v/VfFpUz_qU8U

Ku Temo di çarçeweya hewildana kuştina xwe de behsa revandinên ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve li Kobanî [agahiyên berfireh li ser vê meseleyê], Serê Kaniyê [agahiyên berfireh li ser vê meseleyê] û Dêrikê dike, eşkere dike ku wî guman dikir ku PYD li dû hewildana kuştinê bû. Di heman demê de wî nedixwest ku kêşeyeke kurdî ya navxweyî derkeve holê. Wî teqez dikir ku giring ew e bê kî biryaran dide, ne bê kî wan pêk tîne.
Deemeke kurt piştî kuştina Mişeel Temo li Qamişlo, Amûdê, Hisiça, Kobanî û Dirbêsiyê xwenîşandanên li dijî rêjîmê pêk hatin. Xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê û serokê dewletê kir.
Tevgera Kurdî ya Niştimanî li Sûriyê, ku ji yanzdeh partiyên kurdî pêk tê [agahiyên berfireh li ser Tevgera Kurdî ya Niştimanî li Sûriyê] di daxuyaniyekê de got ku hikûmeta sûrî ji bo ewlekariya welatiyan berpirsyar e û doza pêkanîna lêkolîneke li ser kuştina Temo kir.

Xwenîşandana li Amûdê:

http://www.youtube.com/v/HUlzDLcGUok

ShareThis

KURDWATCH, 7ê cotmeha (October) 2011ê - Di 29ê tebaxa (August) 2011ê de çalakvan Besam Ehmed Hecî Mistefa (1963, zewicî ye, du zarok) hat girtin. Ta niha ne diyar e bê kîjan dezgeha ewlekariyê ew girtiye û ew ciyê wî li kû ye.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê cotmeha (October) 2011ê - Di 4ê cotmeha (October) 2011ê de li bajarê Amûdê polîsan Ezîz Ibrahîm Şêxê (1981, zewicî ye, zarokek) û Teysîr Hito girtin. Piştî protestokirina bi seetan li dijî girtina wan herdu çalakvan êvarî serbest hatin berdan. Sedema girtina wan beşdarbûna wan di xwenîşandaneke li dijî rêjîmê de bû, ku di heman rojê de ji aliyê xwendevanên dibistanan ve hatibû kirin. Çar xwendevan hatibûn girtin, lê yekser serbest hatibûn berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê cotmeha (October) 2011ê - Dadgeha pîşeyî ya Sendîqeya Parêzeran li Hisiçayê di 2ê cotmeha (October) 2011ê de dadkirina parêzeran Mistefa Xidir Oso [agahiyên bêtir li ser vê meseleyê] û Fêsel Bedir [agahiyên bêtir li ser vê meseleyê] hat bipaşxistin ji bo 31ê cotmeha (October) 2011ê. Parêzerên herdu çalakvanên mafê mirovan doza bipaşxistina dadkirinê kiribû.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê cotmeha (October) 2011ê - Di xwenîşandanên 4ê cotmeha (October) 2011ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir. Xwenîşandan li jêr dirûşma »Serketin ji bo Şam û Yemena me« pêk hatin. Li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî û Serê Kaniyê jî xwenîşandan pêk hatin. Li Qamişlo Diyar Mihemed ê hivdehsalî bi guleyekê di zend de hat birîndarkirin, dema karmendekî dewletê fîşek avêtin girseyê. Berî hingî xwenîşanderan êrîşî tirimbêla karmendê dewletê kiribû, çimkî ji wan werê ku ew endamê hêzên ewlekariyê bû.

ShareThis

KURDWATCH, 3ê cotmeha (October) 2011ê - Ji ber beşdarbûna wan di xwenîşandanên bê ruxset li gor bendên 335 û 336ê yên qanûna tawanan doz li van kesan hatiye vekirin: Mihemed Eşref Sîno (parêzer), Elî Ebdela Koro (parêzer), Ebdilwehab Cemal Mihemed, Mişeel Temo, Mihemed Ebdilrehman Şedîd, Ebdilrehman Yûsiv Osman, Ebdilrezaq Temo, Ebdulsemed Mihemed Elî Umer, Mihemed Sîrac Keleş, Eymen Nûrî Hesen, Adil Izedîn Xelef, Elî Hec Qasim, Şepal Mihemed Ibrahîm û Salih Ebas Mişawah. Di 5ê cotmeha (October) 2011ê de wê Dadgeha Destpêka Cezayê li Qamişlo xwe mijûlî vê dozê bike.

ShareThis

KURDWATCH, 2ê cotmeha (October) 2011ê - Ji ber beşdarbûna wan di xwenîşandanên dijî rêjîmê li gor bendên 335, 336, 375 û 376ê yên qanûna tawanan doz li van kesan hatiye vekirin: Mihemed Silêman Mihemed (parêzer), Silêman Mihemed Ismaîl (parêzer), Ebdilwehab Cemal Mihemed, Elî Ebdela Elîko (parêzer), Macid Ibrahîm Elo, Ismaîl Elîko û Ekrem Miio. Di 9ê cotmeha (October) 2011ê de wê Dadgeha Destpêka Cezayê li Serê Kaniyê xwe mijûlî vê dozê bike.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê îlona (September) 2011ê - Xwenîşandana li Amûdê:

http://www.youtube.com/v/QMriz2TUEno

ShareThis

KURDWATCH, 29ê îlona (September) 2011ê - Yekemîn rûniştina parêzer û çalakvanê mafê mirovan Mistefa Xidir Oso li pêşiya dadgeha pîşeyî ya Sendîqeya Parêzeran li Hisiçayê wê di 2ê cotmeha (October) 2011ê de pêk bê. Li ser parêzerê ku ji sala 1992ê ve parêzer e, metirsiya qedexekirina pêkanîna kar heye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 27ê îlona (September) 2011ê - Dadgeha Cezayê li Qamişlo di 20ê îlona (September) 2011ê de biryara serbestberdana Feysel Neeso da. Li dijî siyasetvanê kurd li gor bendên 208 û 336 yên qanûna cezayê doz hatiye vekirin. Dadkirin di vê mehê de berdewam dike.
Piştî girtina wî li Balafirgeha Helebê Neeso rojekê di zindana navendî ya Helebê de derbas kiribû. Piştre ew hatibû radestkirin Dezgeha Ewleklariya Siyasî li Şamê. Ew li wir neh rojan di zindanê de mabû û pê re li ser çalakiyên wî yên li Swêdê tehqîq pê re hatibû kirin. Piştre Neeso çar rojan di zindana Edryaê de mabû û dûra ew bi biryara Dozgerê Dewletê li Şamê hatibû veguhestin zindana navendî li Hisiçayê. Ew li wir jî çar rojan di zindanê de mabû. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 26ê îlona (September) 2011ê - Di xwenîşandanên 23ê îlona (September) 2011ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir. Xwenîşandan li jêr dirûşma »Yekîtiya oposîtsyonê« pêk hatin. Li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsîû Serê Kaniyê jî xwenîşandan pêk hatin. Wek di xwenîşandana 20ê îlona (September) 2011ê de hêzên ewlekariyê dîsa xaza rondikrij li dijî xwenîşanderan bi kar anî. Komek ji kesan hatin girtin û hêzên ewlekariyê dest danîn ser komek ji bêrîkfonan.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê îlona (September) 2011ê - Dezgeha Muxaberatên Hêzên Ezmên di 22ê îlona (September) de 2011ê çalakvan Şepal Ibrahîm (1977, zewicî ye, sê zarok) ji ber beşdarbûna di xwenîşandanên li dijî rêjîmê de li Qamişlo girt.

ShareThis

hh

KURDWATCH, 22ê îlona (September) 2011ê - Endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî di 20ê îlona (September) 2011ê de Mûsa Osman, ku bi navê Mûsa Zaxûranî tê naskirin (1955, zewicî ye, yazdeh zarok), li cem dergehê sînor ê Nisêbîn/Qamişlo hat girtin dema ji serdaneke malbata xwe ji Kurdistana Iraqê vegeriya Sûriyê. Berî serdana Iraqê Osman beşdarî komek ji xwenîşandanên li dijî rêjîmê bûbû.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê îlona (September) 2011ê - Di 16ê îlona (September) 2011ê de parêzer û çalakvanê mafê mirovan Mihemed Ibrahîm Derwîş (1972, zewicî ye, du zarok) li cem dergehê sînor ê Nisêbîn/Qamişlo hat girtin dema wî dixwest derbasî Tirkiyê bibe. Ew pêşî hat radestkirin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Qamişlo. Piştre ew hat radestkirin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê îlona (September) 2011ê - Komeke ji kesên çekdar di 1ê îlona (September) 2011ê de li Kobanî xwendevanê bakaloryayê Mistefa el-Mehmûd (1992) revand û işkence kir. Çar kes di revandinê de beşdar bûn, yek ji wan jin bû. Bi kêmanî du ji wan Kurdên ji Tirkiyê bûn. Şufêrê tirimbêla ku hat bikaranîn, Hesen Xelîl Hemokê bû, ku li herêmê yek ji endamên naskirî yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ye. Piştî ku şahidan karîbû şufêr nas bikin, Mistefa el-Mehmûd di 2ê îlonê de serbest hat berdan. PYD di nav xelkê de da belavkirin ku wan xwest dersekê bidin Mistefa el-Mehmûd, çimkî xwedêgiravî wî muxederat difirot. Di rastiyê de el-Mehmûd yek ji wan çalakvanan e ku li Kobanî berdewam beşdarî xwenîşandanên li dijî rêjîmê dibin. Ev çend meh in ku PYD li Kobanî û Efrînê jî hewil dide rê li ber xwenîşandanên li dijî rêjîmê bigire. Di mehên dawî de berdewam li Heleb û Efrînê gef li çalakvanan dihat xwarin.

ShareThis

KURDWATCH, 19ê îlona (September) 2011ê - Xwenîşandana li Amûdê (16ê îlona 2011ê):

http://www.youtube.com/v/uFmXIQ3QOqQ

http://www.youtube.com/v/vUrefIealH0

ShareThis

KURDWATCH, 18ê îlona (September) 2011ê - Bi mersûmê jimar 110 di 6ê îlona (September) 2011ê de serokê Sûriyê bendên 335 û 336ê yên qanûna tawanan guhertin. Ta niha kesên ku ji ber beşdarbûna di kombûneke bê ruxset de li gor bendê 335ê yê qanûna tawanan doz lê dihat vekirin, divyabûn hesabê cezayeke zindanê ji yek meh ta salekê û cezaya diravî ji sed lîrayên sûrî bikin. Niha divê ew hesabê bîst hezar lîrayên sûrî cezaya diravî bikin. Kesên ku ji ber beşdarbûna di civîneke ajawegêr de li gor bendê 336ê yê qanûna tawanan doz li wan dihat vekirin, divyabûn hesabê cezaya zindanê ji mehekê ta salekê bikin. Bi guhertina bendê 336ê heman tawan ji bilî cezaya zindanê herweha bi pêncî hezar lîrayên sûrî cezaya diravî tê cezakirin. Bi taybetî ew kesên ku vê demê li seranserî Sûriyê beşdarî xwenîşandanên li dijî rêjîmê dibin, dikevin bin gefa vî mersûmê nû.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê îlona (September) 2011ê - Di xwenîşandanên 16ê îlona (September) 2011ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir. Xwenîşandan li jêr dirûşma »Emê berdewam bikin ta rûxandina rêjîmê« pêk hatin. Li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî, Kobanî û Serê Kaniyê jî xwenîşandan pêk hatin.

Xwenîşandana li Qamişlo:

http://www.youtube.com/v/kFuJyRVx36s

http://www.youtube.com/v/6KqmjsQ7yT0

http://www.youtube.com/v/xGCX-t5DX6M

ShareThis

KURDWATCH, 16ê îlona (September) 2011ê - Ji ber beşdarbûna wan di xwenîşandanên bê ruxset li dijî van kesan doz hatiye vekirin: Eymen Nûrî Hesen, Hesen Ibrahîm Salih, Şepal Mihemed Emîn Ibrahîm, Ebdilselam Yûsiv Osman, Elî Hec Qasim, Adil Izedîn Xelef, Kadar ferhan Xidir, Mihemed Seîd Wadî û Marsêl Mişeel Temo (1988). Dadgeha Cezayê li Qamişloyê wê di 20ê îlona (September) 2011ê de rûniştina yekemîn di vê dozê de pêk bîne. Tevaya kesên jorîn nehatine girtin.
Ji ber beşdarbûna wan di xwenîşandanên bê ruxset li dijî van kesan doz hatiye vekirin: Alan Ibrahîm, Hesen Ibrahîm Salih, Hesen Ehmed Ebdilrezaq, Adil Izedîn Xelef, Ebdilselam Ibrahîm (Siyamend Ibrahîm, 1955), Ebdilselam Yûsiv Osman, Fatma Mihemed Ibrahîm (Narîn Metînî), Mihemed Hafiz Mûsa, Mihemed el-Şafîî, Mişeel Temo (1957), Nadiya Mihemed Ibrahîm û Nûha Behlewî. Dadgeha Destpêla Cezayê li Qamişloyê wê di 21ê îlona (September) 2011ê de rûniştina yekemîn di vê dozê de pêk bîne. Tevaya kesên jorîn nehatine girtin.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê îlona (September) 2011ê - Wezareta Hundir a sûrî di 13ê îlona (September) 2011ê de diyar kir ku ji dema derketina Mersûm 49 di 7ê nîsana (April) 2011ê de bêtirî 59 000 dozên Kurdên ecnebî ji bo stendina nasnameya sûrî hatine pêşkêşkirin. Bi tevayî 91 000 kes ji van dozan sûdê digirin. Ta niha gerek 51 000 kesan nasnameya sûrî stendibin. Wezaretê herweha teqez kir ku ji bo pêşkêşkirina dozên nasnameyê sînorên demê tunene. Wê herweha diyar kir ku li Dirbêsî, Serê Kaniyê, Tel Temir, Şedadê û Tel Koçer tevaya dozên nasnameyê hatine bicîanîn.

ShareThis

KURDWATCH, 14ê îlona (September) 2011ê - Di 9ê îlona (September) 2011ê de li Kobanî Mehmûd Şêx Muslim Qadir, Mehmûd Mele Elî, Ebdilsetar Meesûm Hisên û Mehmûd Qol Axasî ji ber beşdarbûna di xwenîşandanên li dijî rêjîmê hatin girtin.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê îlona (September) 2011ê - Peyvdarê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê Mişeel Temo (1957) diyar kir ku di 8ê îlona (September) 2011ê de ew ji hewildaneke kuştinê filitî. Temo di rêya telefonê re ji KurdWatch re got ku dora seet 16 ew ligel kurekî xwe û hevaleke Şepêla Pêşerojê di tirimbêlê de bûn, da ku biçin beşdarî civîneke Şepêla Pêşrojê bibin, dema du mêran li ser motorekî hewil dida ku tirimbêlê bidin rawestandin. Wî got ku tirimbêleke din bi pencereyên tarî dabû dû tirimbêla wî. Temo diyar kir ku piştî ku wan karîbû motorê li dû xwe bihêlin, tirmbêla din karîbû tirimbêla wan derbas bike û wê bide rawestandin. Li gor wî hingî mêrek çekdar ji tirimbêlê daketiye û kulumiye. Ev yek bû sedem ku Temo û kesên pê re bikaribin bi tirimbêla xwe birevin bêyî ku tiştek pêk were, wek ku Temo dibêje. Mişeel Temo ji KurdWatchê re eşkere kir ku ew rêjîma Sûriyê ji bo vê hewildana kuştinê berpirsyar dibîne.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê îlona (September) 2011ê - Di xwenîşandanên 9ê îlona (September) 2011ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir. Xwenîşandan li jêr dirûşma »Paraztina Navneteweyî« pêk hatin. Li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî, Kobanî û Serê Kaniyê jî xwenîşandan pêk hatin.

Xwenîşandana li Qamişlo:

http://www.youtube.com/v/F4x_jEQgAPs



Xwenîşandana li Amûdê:

http://www.youtube.com/v/zQ9aK4X8KeI

ShareThis

KURDWATCH, 9ê îlona (September) 2011ê - Di 6ê îlona (September) 2011ê de mamoste Mistefa Ebdilhemîd Ramadan (1977) li cem dergehê sînor ê Nisêbîn/Qamişlo hat girtin dema wî dixwest derbasî Tirkiyê bibe. Piştre ew hat radestkirin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Qamişlo. Beşdarbûna wî di xwenîşandanên li dijî rêjîmê de li Amûdê sedema girtina wî bû. Ramadan di 7ê îlonê de serbest hat berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê îlona (September) 2011ê - Di 4ê îlona (September) 2011ê de Sendîqaya Parêzeran li Hisiçayê dozek li dijî parêzer û çalakvanê mafê mirovan Fêsel Bedir (1963, zewicî ye, çar zarok) vekir. Beşdarbûna Bedir di mangirtineke parêzeran li Hisiçayê li dijî cezakirina parêzerên oposîtsyonê ji aliyê Sendîqaya Parêzeran ve sedema vekirina dozê ye. Di hevpeyvînekê de bi kanala televizyonê el-Erebiye re Bekir behsa mangirtinê kiribû.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê îlona (September) 2011ê - Di 2ê îlona (September) 2011ê de Feysel Neeso (1957, zewicî ye, pênc zarok) li balafirgeha Helebê hat girtin. Neeso, ku endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demoqrat a Kutrdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdilhekîm Beşar e, ji Swêdê ji serdaneke taybetî vegeriyabû.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê îlona (September) 2011ê - Di 2ê îlona (September) 2011ê de endamên Dezgeha Muxaberatên Hêzên Ezmên li Kobanî komek beşdarvanên xwenîşandaneke li dijî rêjîmê girtin. Kesên ku hatin girtin, ev bûn: Salar Bekir, Ebdela Hamam, Hecî Ramadan, Mistefa Elî, Ehmed Muslim, Azad Ebdo û Îmam Mihemed Îmam. Piştre herweha Elaedîn Hamam hat girtin, ku endamê polîtbîroya Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ye. Derengî şevê hêzên ewlekariyê yên çekdar êrîşî malên çalakvanê mafê mirovan û parêzer Redîf Enwer Mistefa (1967, zewicî ye, çar zarok), endamê polîtbîroya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê Mistefa Bekir û çalakvanê mafê mirovan Mistefa Ehmed, ku bi navê Mistefa Xano tê naskirin. Hêzên ewlekariyê li hersî çalakvanan digere.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê îlona (September) 2011ê - Di 4ê îlona (September) 2011ê de polîsên çekdar û endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî yên çekdar li Serê Kaniyê xwendekar û çalakvanê mafê mirovan Ciwan Silêman Eyo (1981) girt. Dora sî endamên hêzên ewlekariyê seet sisiyê sibehê êrîşî mala Eyo kir û ew girt. Di heman rojê de ew hat radestkirin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê îlona (September) 2011ê - Di 3ê îlona (September) 2011ê de Ebdilrehman Reşad Hemê (1967, zewicî ye, du zarok) hat girtin dema wî dixwest li cem Dezgeha Koçberiyê û Paseportan doza pejirandina derketina ji welêt bike. Girtî birayê Ismaîl Hemê ye, ku sekretêrê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ye.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê îlona (September) 2011ê - Di rojên dawî de li Qamişlo komek kes ji ber beşdarbûna wan di xwenîşandanên li dijî rêjîmê hatin girtin. Di 25ê tebaxa (August) 2011ê de Seîd Mihemed Seîd, Xorşîd Nejdet Mihemed, Fethula Hisên Hesen, Fener Xelîl, Ebdela Umer Ebdela, Cumaa Şamlana, Serdar Hesen Qqrii, Ebdela Osman Îdo, Dilşad Ebdilrezaq Ereb, Kanîwar Cumaa Osman, Tahir Zekî Ereb, Feysel Ezam, Mihemed Şabîb û Cemal Ebdu Dilo hatin girtin. Di 31ê tebaxê de Usama Mensûr el-Hîlalî hat girtin. El-Hîlalî endamê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ye.

ShareThis

KURDWATCH, 3ê îlona (September) 2011ê - Çalakvanê mafê mirovan Ismaîl Ebdî di 21ê tebaxa (August) 2011ê de vegeriya Elmanya. Welatiyê elman di 23ê tebaxa (August) 2010ê de li Helebê hatibû girtin û ta 30ê adara (March) 2011ê bêyî biryara dadgehê di zindana Edrayê de nêzîkî Şamê hatibû girtin. Di 18ê nîsana (April) 2011ê de li Ebdî heft meh û heft roj zindan hatibûn birîn. Tevî ku dema zindana berî biryara dadgehê hatibû hesibandin, lê ji ber qedexekirineke derketina ji derveyî Sûriyê wî nû karîbû ji Sûriyê derkeve. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 2ê îlona (September) 2011ê - Di xwenîşandanên 2ê îlona (September) 2011ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir. Xwenîşandan li jêr dirûşma »Mirin û ne piçûkkirin« pêk hatin. Li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî, Kobanî û Serê Kaniyê jî xwenîşandan pêk hatin.

Xwenîşandana li Qamişlo:

http://www.youtube.com/v/GVi1K8s7iP8

Xwenîşandana li Amûdê:

http://www.youtube.com/v/t2r-MOB65JI

ShareThis

KURDWATCH, 31ê tebaxa (August) 2011ê - Ji bo yekemîn car di dîroka nû de partiyên kurdî li Sûriyê û herweha komên şoreşê yên kurdî cejna Remezanê pîroz nakin. Ji bo vê biryara xwe wan rewşa niha li Sûriyê, bi taybetî hejmara mezin a kuştî û birîndaran, wek sedem bi nav kirin. Di seetên pêşî yên rojê de do li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî, Serê Kaniyê û Dêrikê xwenîşandanên li dijî rêjîmê pêk hatin.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê tebaxa (August) 2011ê - Di 29ê tebaxa (August) 2011ê de Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê diyar kir ku endamên wê rastî tehdîdên ji aliyê kadirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) ve hatine. Bi şêwyekî eşkere behsa Fehîma Salih Osê (1979), ku bi navê Hervîn Osê tê naskirin, hatiye kirin. Di axavtinekê de di rêya telefonê re bi KURDWATCHê re Osê teqez kir ku di 27ê tebaxa (August) 2011ê berpirsê PYDê yê Şamê û berpirsa PYDê ya jinan li Şamê serdana mala wê kiriye. Li wê derê herduyan Osê wek »xayin« bi nav kiriye û gefa kuştinê lê xwariye, eger partiya wê helwesta xwe ya rexnegir beramberî PYDê neguherîne. Li gor Osê kadirên PYDê jê re gotiye ku PYDê partiyên din xistine bin »kontrola« xwe.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê tebaxa (August) 2011ê - Dadwerê Leşkerî li Qamişlo di 28ê tebaxa (August) 2011ê de biryar da ku Mejdel Ebdilfetah Ucê (1957, zewicî ye, şeş zarok) di zindanê de bimîne. Di 26ê tebaxa (August) 2011ê de endamên Dezgeha Ewlekariya Leşkerî Ucê girtibû. Ew bi axavtina xerab li ser rêjîma Sûriyê tê gunehkarkirin. Ucê wek endezyar karmendê Wezareta Berevaniyê ye.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê tebaxa (August) 2011ê - Di 24ê tebaxa (August) 2011ê de parêzer û çalakvanê mafê mirovan Ridwan Osman Seydo (1973, zewicî ye, sê zarok) li ser dergehê sînor ê Nisêbîn/Qamişlo hat girtin dema ew ji serdaneke taybetî ji Tirkiyê vegeriya Sûriyê. Li cem Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê li ser beşdarbûna wî di xwenîşandanên li dijî rêjîmê de tehqîq pê re hat kirin. Ew di 25ê tebaxa (August) 2011ê de serbest hat berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê tebaxa (August) 2011ê - Di xwenîşandanên 26ê tebaxa (August) 2011ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir. Xwenîşandan li jêr dirûşma »Sebr û berdewamî« pêk hatin. Li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî û Serê Kaniyê jî xwenîşandan pêk hatin.

Xwenîşandana li Amûdê:

http://www.youtube.com/v/F4BEzACDeEE

Xwenîşandana li Qamişlo:

http://www.youtube.com/v/KS017LuLK18

ShareThis

KURDWATCH, 26ê tebaxa (August) 2011ê - Dadwerê Lêkolînê li Qamişlo di 23ê tebaxa (August) 2011ê de biryar da ku Selman Hisên Bozo (1979) bi kefaleta 500 lîrayên sûrî serbest bê berdan. Dadwerê Lêkolînê li Qamişlo di 24ê tebaxa (August) 2011ê de heman biryar ji bo Botan Ibrahîm Remo (1996) û Şivan Ebdilbaqî Ehmed (1995) jî da. Li dijî hersî çalakvanan ji ber beşdarbûna di xwenîşandaneke bê ruxset de doz hatiye vekirin. Ew di 18ê tebaxa (August) 2011ê de li Qamişlo hatibûn girtin.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê tebaxa (August) 2011ê - Dadwerê Lêkolînê li Qamişlo di 22ê tebaxa (August) 2011ê de biryar da ku Ferhan Ismaîl Silêman (1986) û Mihemed Fethî Ebdela (1996) serbest bên berdan. Li dijî wan li gor bendên 307, 374 û 375ê yên qanûna tawanan doz hatibû vekirin. Lê dawî li vê dozê hat anîn. Herdu çalakvan di 17ê tebaxa (August) 2011ê de hatibûn girtin. Ew bi daliqandina bangên ji bo xwenîşandaneke li dijî rêjîmê hatibûn gunehkarkirin. Di dema girtina lêkolînê de Ferhan Ismaîl Silêman rastî işkenceyan dihat.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê tebaxa (August) 2011ê - Di 18ê tebaxa (August) 2011ê de çalakvan û xwendekar Sirûr Elî Şêxmûs (1978) li Şamê ji ber beşdarbûna di xwenîşandanên li dijî rêjîmê hat girtin. Ta niha ne naskirî ye bê ew li kû û ji aliyê kîjan dezgeha ewlekariyê ve hatiye girtin.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê tebaxa (August) 2011ê - Dezgeha Muxaberatên Leşkerî di 21ê tebaxa (August) 2011ê de li Amûdê çalakvan Ebdilhemîd Ebdulbesîr el-Huseynî (1983, zewicî ye, zarokek) û Ezîz Ibrahîm Şêxê (1981, zewicî ye, zarokek) girtin. Herdu çalakvan di sindoqa dawiya tirimbêlekê de hatin birin Qamişlo. Ew berdewam rastî lêdanan dihatin, porê wan dihat kişandin û sixêf ji wan re dihatin kirin. Li Qamişlo ji ber beşdarbûna di xwenîşandanên li dijî rêjîmê yên li Amûdê tehqîq bi wan re hat kirin. Li vê derê jî ew rastî lêdanan hatin. Piştî girtina wan bêtirî hezar kesî li pêşiya avahiya serokatiya nahiya Amûdê xwenîşandanek pêk anî. Wan doza serbestberdana herdu çalakvanan û herweha rûxandina rêjîmê kir. Ebdilhemîd Ebdulbesîr el-Huseynî piştî nîvro serbest hat berdan û Ezîz Ibrahîm Şêxê bi Şev ji zindanê derket.

ShareThis

ShareThis

ShareThis

KURDWATCH, 18ê tebaxa (August) 2011ê - Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê di 16ê tebaxa (August) 2011ê de vekişandina xwe ji Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat ragihand. Hevbendiya sûrî di 30ê hizêrana (June) 2011ê de li Şamê hatibû damezirandin KurdWatch behs kiribû].
Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê eşkere kir, ku gotinên li ser Pirsa Kurdî di daxuyaniya damezirandinê ya Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat de ne zelal bû û ji ber vê yekê wê xwe vekişandiye. wê herweha diyar kir ku hevoka ku Sûrî »beşek e ku nayê dabeşkirin ji neteweya erebî« iltîbasek çêkiriye. Yekîtî herweha ragihand ku ew xwe bêtir dispêre daxuyaniya partiyên kurdî di 14ê gulana (May) 2011ê de li Qamişlo li ser Pirsa Kurdî KurdWatch behs kiribû].
Li gor Partiya Yekîtî niha ne bi sûd e ku beşek be ji hevbendiya sûrî ya oposîtsyonê. Ji ber vê yekê ew ji partiyên kurdî dixwaze ku ji Daxuyaniya Şamê û Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat vekişînin, çimkî oposîtsyon perçekirî ye û ew nade dû berjewendiyên gelê sûrî û şoreşa sûrî. Li gor bîrûboçûna Partiya Yekîtî gerek partiyên kurdî komeke xweser pêk bînin, da ku ligel herdu hevbendiyên oposîtsyona sûrî yên mezin hevbendiyekê pêk bînin.

ShareThis

KURDWATCH, 17ê tebaxa (August) 2011ê - Dadwerê Lêkolînê li Qamişlo di 15ê tebaxa (August) 2011ê de biryar da ku Seîd Mihemed Mihemed di zindanê de bimîne. Li dijî wî ji ber beşdarbûna di çalakiyên xerabker, pîskirina serokê dewletê û berxwedana li dijî hêzên dewletê doz hatiye vekirin. Mihemed di 3ê tebaxa (August) 2011ê de li Qamişlo hatibû girtin. Di dema girtina di zindana tehqîqê de ew bi dijwarî hatibû işkencekirin. Ji ber vê yekê ew bi derengî hatibû anîn cem Dadwerê Lêkolînê, çimkî nîşanên işkenceyê li ser rûyê wî xuya bûn. Ev sêyemîn car e di nava çend hefteyan de ku Seîd Mihemed Mihemed ji ber beşdarbûna wî di xwenîşandanên li dijî rêjîmê tê girtin.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê tebaxa (August) 2011ê - Di xwenîşandanên 12ê tebaxa (August) 2011ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir. Xwenîşandan li jêr dirûşma »Em xwe tenê ji Xwedê re dadixin« pêk hatin. Li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî, Serê Kaniyê û Kobanî jî xwenîşandan pêk hatin. Li Qamişlo xwenîşanderan li kêleka ala sûrî herweha ya kurdî jî hildabûn. Komek ji siyasetvan, nivîskar û hunermend jî beşdarî xwenîşandanan bûn, di nav wan de Ereb, Aşûrî û Filehên din hebûn. Ta niha ti agahî li ser girtinan peyda nebûne.

ShareThis

KURDWATCH, 11ê tebaxa (August) 2011ê - Di 8ê tebaxa (August) 2011ê de komek ji kesên çekdar li Serê Kaniyê çalakvanên siyasî Mihemed Yûsiv Biro (1968, zewicî ye, çar zarok) û Mehmûd Walî (1968, zewicî ye, şeş zarok) revandin. Berî ku ew li derveyî bajêr bitenê bên hiştin, herdu gorî rastî lêdanên dijwar hatin, di encama wan de bêvilên herdu çalakvanan hatin şikandin. Mirov li ser wêneyan nîşanên lêdanan li ser rûyên herduyan dibîne.
Biro û Walî çalakvanên sereke di komên şoreşê de li Serê Kaniyê ne. Van koman di daxuyaniyekê de endamên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) ji bo vê kiryarê gunehkar kir. Herdu çalakvan ji aliyê endamekî PYDê ve hatibû vexwendin ji bo civînekê. Dema ew gihan ciyê hevdîtinê, ji wan hat xwestin ku li tirimbêlekê siwar bibin, ku du mêr û jinek tê de rûniştibûn. Dema yekî ji herdu çalakvananx xwest di rêya telefonê re bi mirovekî xwe re biaxive, ew bi dareke elektrîkê hat benckirin.
Di hefteyên dawî de li gelek bajaran nerazîbûn di navbera alîgerên PYDê û çalakvanên şoreşger li ser şêweyê pêkanîna çalakiyên protestoyê pêk hatin. Tê gotin ku li Serê Kaniyê PYDê Mihemed Yûsiv Biro û Mehmûd Walî wek berpirsyar hatine dîtin ji bo neserketina çalakiyên wan.
Di daxuyaniyekê de PYDê ragihand ku îşê wê bi revandina çalakvanan ve tuneye.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê tebaxa (August) 2011ê - Dadgeha Cezayê li Qamişlo di 9ê tebaxa (August) 2011ê de biryar da ku Adil Izedîn Xelef, Usama Silêman Mensûr el-Hîlalî û Şêx Ebdilsemed Mihemed Elî Umer (1962, zewicî ye, şeş zarok) serbest bên berdan. Li dijî hersî kesan, ku beşdarî xwenîşandanên dijî rêjîmê bûbûn, ji ber beşdarbûna di çalakiyên xerabker, pîskirina serokê dewletê û berxwedana li dijî hêzên dewletê doz hatiye vekirin.
Xelef, el-Hîlalî û Umer di 2ê tebaxa (August) 2011ê de li Qamişlo hatibûn girtin. Di dezgeha polîsan de ew ligel girtiyên din hatin işkencekirin. Li dijî wan metoda bîsat el-rîh hat bikaranîn, ku dest û ling tên girêdan û ber bi çar aliyan ve tên kişandin û di wê demê de gorî rastî lêdanên li tevaya aliyên laş tê. Çav û bêvilên girtiyan dihatin girêdan û kelaş dihatin xistin devên wan. Tevî ku ew bi rojî bûn, ew hatin mecbûrkirin ku avê vexwin. Polîsan di devê hin girtiyan de mîz jî kirin. Dema ku ew dihatin işkencekirin, ku di encama wê de tiliyek lingê Usama Silêman Mensûr el-Hîlalî hat şikandin, girtî hatin mecbûrkirin ku »Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey Beşar« bang bikin. Piştre Xelef, el-Hîlalî û Umer bi çavên girtîn hatin daxistin jêrzemînê. Li wê derê ew ji aliyê hêzên ewlekariyê ve rastî lêdanên bi dest û lingan hatin. Girtiyekî ji KurdWatchê re got: »Wan wilo bi me dikir mîjna ku em gokek bin di nav lingên wan de.«
Di heman rojê de hersî girtî hatin veguhestin dezgeha polîsan li Hisiçayê. Li wir jî çavên wan hatin girtin û ew rastî lêdanên bi dest û ling û daran li ser hemû aliyên laşên wan hatin. Eger girtî diketin, hêzên ewlekariyê ji porê wan ew dikişandin jor. Piştre ew hatin mecbûrkirin ku li ser kabokên xwe rûnin, ta ku dora wan a tehqîqê bê. Eger girtiyek nema karîba û rûniştiba, ew rastî lêdanê dihat û dihati mecbûrkirin ku dîsa li ser kabokên xwe rûne.
Di rojên bi dû de rojane du caran tehqîq bi girtiyan re dihat kirin, ku li wir ew rastî lêdanên bi dest dihatin. Wekî din ew li jêrzemînê di hucreyên bitenê de bûn, ku mezinbûna wan 1,80 x 1,20 meter bû û bê pencere bûn.
Di 8ê tebaxa (August) 2011ê de Xelef, el-Hîlalî û Umer hatin veguhestin Qamişlo.
Li cem KurdWatch navên xwenîşanderên din hene ku li Qamişlo girtî ne: Mihemed Hîcab Bosrî, Sîpasn Hisên Osê, Xalid Ebdilhemîd Eseed, Alan Fehed Hisên, Edhem Silêman Ebdela û Mihemed Serbest Mihemed. Ew jî rastî işkenceyan hatine. Edhem Silêman Ebdela û Mihemed Serbest Mihemed di 9ê tebaxa (August) 2011ê de bi biryara Dadwerê Lêkolînê li Qamişlo serbest hatin berdan. Girtiyên din di zindanê de ne. Li dijî hemûyan ji ber beşdarbûna di çalakiyên xerabker, pîskirina serokê dewletê û berxwedana li dijî hêzên dewletê doz hatine vekirin.
Ta niha li herêmên kurdî li dijî xwenîşanderan işkence nedihat bikaranîn. Bûyerên ku li jor behsa wan hatiye kirin, dikarin nîşanek bin ji bo guhertina helwesta rêjîma Sûriyê û ji niha û pê ve wê girtiyên li herêmên kurdî - mîna yên li deverên din - rastî işkenceyên dijwar bên.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê tebaxa (August) 2011ê - Di xwenîşandanên 5ê tebaxa (August) 2011ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin, bi taybetî li bajarê Hamayê. Tê texmînkirin ku ji dema destpêkirina xwenîşandanan di orta adarê de ta niha bêtirî 2 000 kes hatine kuştin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir. Xwenîşandan li jêr dirûşma »Xwedê bi me re ye« pêk hatin. Li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî, Serê Kaniyê û Kobanî di navbera 20 000 û 35 000 kes beşdarî xwenîşandanan bûn. Hat ragihandin ku hin kes hatine girtin. Berevajî di herdu hefteyên buhurî de Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) piştî rexneyên dijwar ji gelek aliya ve beşdarî xwenîşandanan nebûn. Li Kobanî hejmareke mezin ji hêzên ewlekariyê rê li ber xwenîşandaneke mezin girt. Li şûna wê li hin taxên bajêr xwenîşandanên biçûk pêk hatin.
Ji dema destpêkirina meha Remedanê li herêmên kurdî û li bajarên sûrî yên din piştî nimêja terawîhan xwenîşandan pêk tên.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê tebaxa (August) 2011ê - Bi fermana serokê Sendîqaya Parêzeran a Sûrî di 1ê tebaxa (August) 2011ê de Şaxê Hisiçayê yê sendîqayê bi parêzer Mistefa Xidir Oso (1964, zewicî ye, çar zarok) re li ser xebata wî wek çalakvanek mafê mirovan tehqîqek pêk anî. Oso bi binpêkirina qanûna 30î ji sala 2010ê ya birêvebirina pîşeya parêzeran tê gunehkarkirin. Di bendê 4ê yê vê qanûnê de hatiye nivîsandin ku erkê Sendîqaya Parêzeran ew e ku bide dû armancên neteweya erebî û di warê qanûnî de li gor berjewendiya civaka erebî tevbigere.
Oso di hefteyên buhurî de komek ji hevpeyvîn li ser rewşa mafên mirovan li Sûriyê dan kanalên televizyonê. Wî di wan de eşkere kir ku ji ber zêdebûna kuştiyên di nav xwenîşanderan de rêjîma Sûriyê rewabûna xwe winda kiriye. Oso herweha di 26ê tîrmeha (July) 2011ê de li Hisiçayê beşdarî çalakiyeke protestoyê bûbû. Oso wek parêzer û serokê Rêxistina Kurdî ji bo Berevaniya Mafên Mirovan û Azadiyên Giştî li Sûriyê (DAD) di salên dawî de komek ji girtiyên siyasî li pêşiya dadgehan paraztiye.
Li ser parêzerê ku ji sala 1992ê ve parêzer e, metirsiya qedexekirina pêkanîna kar heye.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê tebaxa (August) 2011ê - Dadgeha cezayê li Helebê di 28ê tîrmeha (July) 2011ê de biryar da ku Ebdilhemîd Seededîn Çolbek serbest bê berdan. Çolbek di 6ê tîrmeha (July) 2011ê de hatibû girtin, çimkî wî nexwestibû beşdarî xwenîşandaneke ji bo piştgiriya Beşar el-Esed bibe. Li dijî wî doz nehatiye vekirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 4ê tebaxa (August) 2011ê - Di 22ê tîrmeha (July) 2011ê de endezyar û çalakvanê siyasî Edhem Wanlî (1950, zewicî ye, çar zarok) ji ber beşdarbûna di xwenîşandanên li dijî rêjîmê hat girtin. Edhem Wanlî mirovê Zerdeşt Wanlî ye, ku di 15ê tîrmeha (July) 2011ê de di xwenîşandaneke li dijî rêjîmê de hatibû kuştin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 3ê tebaxa (August) 2011ê - Ji ber mersûmê jimar 61 di 31ê gulana (May) 2011ê de (mersûmê efûyê) doza li dijî Nûrî Ebû Bekir, Hesen Tahir Îsa û Ebdî Ehmed Hemo li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan hat rawestandin. Ew ji ber beşdarbûna di xwenîşandaneke ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) ve amadekirî di 15ê çileya pêşîna (December) 2010ê de li Qamişlo hatibûn girtin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 2ê tebaxa (August) 2011ê - Di 31ê tîrmeha (July) 2011ê de dadgeha li Amûdê biryar da ku çalakvanên siyasî kendal Perwîz Mihemed Elî, Aram Îsa Ibrahîm û Mihemed Fewzî serbest bên berdan. Çalakvan di 18ê tîrmeha (July) 2011ê de li Qamişlo hatibûn girtin piştî beşdarbûna di xwenîşandanên li dijî rêjîmê û hatibûn veguhestin cem polîsên Hisiçayê. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 1ê tebaxa (August) 2011ê - Dezgeha Muxaberatên Hêzên Ezmên li Helebê di 30ê tîrmeha (July) 2011ê de Elî Mihemed Temê (1977) girt. Beşdarbûna Temê di xwenîşandanên li dijî rêjîmê de li Kobanî sedema girtina wî ye.

ShareThis

KURDWATCH, 1ê tebaxa (August) 2011ê - Di xwenîşandanên 29ê tîrmeha (July) 2011ê de li çend bajarên Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li herêmên kurdî hejmara xwenîşanderan di navbera 25 000 û 30 000î de bû. Mîna di hefteya buhurî de li Qamişlo hêzên ewlekariyê bi xaza rondikrij êrîşî xwenîşanderan kir û komek ji wan birîndar kirin. Li Qamişlo, Amûdê û Dirbêsiyê alîgerên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) dîsa hewil da ku bi alên PKKê bikevin nav xwenîşanderan. Ev yek bû sedema nerazîbûneke mezin ji aliyê xwenîşanderan ve, çimkî di xwenîşandanan de ji bilî hildana alên Sûriyê û Kurdistanê nabe ti alên din bên hildan.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê tîrmeha (July) 2011ê - Hikûmeta sûrî di 26ê tîrmeha (July) 2011ê de biryara qanûneke nû ya hilbijartinan da. Ji niha û pê ve wê Komîteya Bilind a Hilbijartinan li Şamê, ku ji dadweran pêk tê, birêvebiriya tevaya hilbijartinên li Sûriyê bike. Ta niha hikûmet bi vî karî radibû: Wezareta Hundir ji bo hilbijartinên li seranserî Sûriyê û Wezareta ji bo Îdara Mehelî ji bo hilbijartinên herêman. Herweha Kurdên berê bênfiûs ku li gor mersûmê 49ê di 7ê nîsana (April) 2011ê de bûn welatiyên sûrî, wê li gor qanûna nû bikaribin dengên xwe bidin an jî xwe bidin hilbijartin.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê tîrmeha (July) 2011ê - Hikûmeta sûrî di 24ê tîrmeha (July) 2011ê de biryara qanûneke nû ya partiyan da. Li gor bendê 5ê yê qanûna nû divê ji bo damezirandina partiyekê ev şert û merc pêk bên:
Divê partî li gor destûra Sûriyê û pîvanên demoqrat û dewleta qanûnê tevbigere û rêzê ji Daxuyaniya Giştî ya Mafên Mirovan û tevaya peymanên ji aliyê Komara Erebî ya Sûrî ve imzekirî re bigire. Ew herweha divê yekîtiya dewletê biparêze û yekîtiya niştimanî di nav civakê de xurt bike. Divê rêbaza partiyê, armancên wê û çavkaniyên diravên wê bên eşkerekirin. Nabe ku partî li ser bingeha olî, eşîrtî, herêmî, pîşeyî û cudakirina di warên rigez, zayend û reng de bê avakirin. Divê pêkhatiyên partiyê, hilbijartina birêvebiriya wê û çalakiyên partiyê li ser bingehek demoqrat pêk bên. Nabe ku partî ne eşkere û ne jî veşartî bide dû armancine leşkerî yan nîv-leşkerî, ne jî ti şêweyên zordariyê pêk bîne û bi wan gefan bixwe yan jî kesekî ji bo wan gurr bike. Herweha nabe ku partî şaxek partiyek an rêxistineke siyasî ya ne sûrî be yan girêdayî wê be.
Wezareta Dadê ya sûrî ragihand ku doza ji bo damezirandina partiyekê divê bê şandin ji komîteyeke taybetî re, ku li gor bendê 7ê yê qanûnê ji wezîrê hundir, cîgirê serokê dadgeha gilîkirinê û sê kesayetiyên serbixwe pêk tê, ku ji bo sê salan ji aliyê serokkomar ve tên hilbijartin. Li gor bendê 7ê yê qanûnê divê doznameya damezirandina partiyê ji aliyê pêncî endaman ve bê imzekirin. Divê tevaya endamên damezirêner bi kêmanî ji deh salan ve welatiyên sûrî bin, temenê wan ne di biniya 25 salan de be, li Sûriyê niştecî bin û xwedî mafên medenî û siyasî bin. Herweha nabe ku ew ji ber cezayekê ji aliyê dadgehê ve hatibin tawanbarkirin û ne endamên partiyeke din a sûrî yan ne sûrî bin. Herweha divê partiyek di dema damezirandinê de xwedî bi kêmanî hezar endam be, ku di dezgehên nifûsê yên bi kêmanî nîvê parêzgehên Sûriyê de qeydkirî bin. Nabe ku rêjeya endaman ji parêzgehekê di biniya pênc ji sedî yê tevaya endaman de be. Herweha divê hemû partî li gor tevna civaka sûrî bin. Eger di nava şêst rojan de piştî radestkirina doznameya damezirandina partiyê bersiva wê nehatibe dayin, hingî damezirandina partiyê hatiye pejirandin. Ger damezirandin neyê pejirandin, hingî xwediyên doznameyê dikarin di nava panzdeh rojan de serî li dadgeha gilîkirinê bixin. Divê dadgeh di nava şêst rojan de biryarekê bide.
Ji ber şertên ku nabe partiyek li ser »bingeheke herêmî« bê damezirandin, endamên wê ji bi kêmanî nîvê parêzgehên sûrî bin û divê li gor »tevna niştimanî« a civaka sûrî be, rê li ber damezirandina partiyeke kurdî digire.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê tîrmeha (July) 2011ê - Di 23ê tîrmeha (July) 2011ê de polîsan li Qamişlo Eseed Fetah hemdo (1959), Ebdilezîz Ebdilrezaq Sebrî (1961), Hikmet Ebdilrehman Circis (1963) û Semîr Bahram Ibrahîm (1978) bi idîaya ku ew rojek berê beşdarî xwenîşandaneke ne qanûnî bûne, girtin. Di vê xwenîşandanê de pevçûnên bi polîsan re pêk hatibûn û di encamê de komek xwenîşander û çend polîs birîndar bûbûn. Semîr Bahram Ibrahîm di serî de birîndar bûbû. Di 24ê tîrmeha (July) 2011ê de herçar girtî hatibûn anîn cem dadgeha cezayê li Qamişlo. Hemdo, Sebrî û Circis serbest hatin berdan, çimkî nehatibû teqezkirin ku ew beşdarî xwenîşandanê bûne yan na. Li dijî Ibrahîm li gor bendên 335 û 336ê yên qanûna tawanan doz hatiye vekirin. Dadkirina wî wê di 22ê tebaxa (August) 2011ê de dest pê bike.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê tîrmeha (July) 2011ê - Dezgeha Muxaberatên Hêzên Ezmên li Helebê di 23ê tîrmeha (July) 2011ê de Idrîs Xelîl Hemo Ebdî (1981, zewicî ye) girt. Beşdarbûna Ebdî di xwenîşandanên li dijî rêjîmê de li Kobanî sedema girtina wî ye.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê tîrmeha (July) 2011ê - Di xwenîşandanên 22ê tîrmeha (July) 2011ê de li çend bajarên Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Lê xwenîşandanên li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî, Serê Kaniyê û Kobanî mîna hefteyên buhurî bi aramî derbas bûn. Li Qamişlo hêzên ewlekariyê bi xaza rondikrij êrîşî xwenîşanderan kir û komek ji wan birîndar kirin. Li Qamişlo, Amûdê û Dirbêsiyê alîgerên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) hewil da ku bi alên PKKê bikevin nav xwenîşanderan. Ev yek bû sedema nerazîbûneke mezin ji aliyê xwenîşanderan ve, çimkî di xwenîşandanan de ji bilî hildana alên Sûriyê û Kurdistanê nabe ti alên din bên hildan. Çalakiyeke bi vî rengî ji aliyê PYDê ve bû sedema ku li Dêrikê xwenîşandanek pêk nehat, ku gerek bû di 21ê tîrmeha (July) 2011ê de pêk hatiba. Li Taxa Kurdan (Ruknedîn) li Şamê hêzên ewlekariyê di rojên buhurî de êrîşî gelek malan kirin û gelek kes girtin.
Li herêmên kurdî hejmara xwenîşanderan di navbera 20 000 û 25 000 de bû.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê tîrmeha (July) 2011ê - Di 17ê tîrmeha (July) 2011ê de li bajarê Kobanî hêzên ewlekariyê êrîşî xwenîşandaneke li dijî rêjîmê kir. Di encama vê êrîşê de xwendekar Rodî Redîf Mistefa (1992) bi dijwarî di serî de birîndar bû. Ew mecbûr bû çend rojan di xweşxaneyê de bimîne. Rodî Mistefa kurê parêzer û çalakvanê mafê mirovan Redîf Mistefa ye. Ta niha ne naskirî ye bê ma kesine din hatine birîndarkirin an girtin.

ShareThis

KURDWATCH, 22ê tîrmeha (July) 2011ê - Dezgeha Muxaberatên Hêzên Ezmên li Helebê di 19ê tîrmeha (July) 2011ê de Weys Osman Şêxê (1996, zewicî ye, şeş zarok), ku bi navê Weys Osê te naskirin, girt. Şêxê berpirsek Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ye. Beşdarbûna wî di xwenîşandanên li dijî rêjîmê li Kobanî sedema girtina wî ye.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê tîrmeha (July) 2011ê - Di 18ê tîrmeha (July) 2011ê de çalakvanên siyasî Kendal Perwîz Mihemed Elî (1992), Aram Îsa Ibrahîm (1992) û Mihemed Fewzî (1992) li Qamişlo hatin girtin. Ta niha ne diyar e bê ew ji aliyê kîjan dezgeha ewlekariyê ve hatine girtin û bê ew li kû derê girtî ne.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê tîrmeha (July) 2011ê - Li jêr dirûşma »Ji bo Sûriyeke medenî, demoqrat û piralî« di 16ê tîrmeha (July) 2011ê de li Stenbolê »Kongira Niştimanî ya Felatê« li dar ket. Beşek ji oposîtsyona sûrî beşdarî vî kongirî bû. Pêşî gerek li Şamê di heman demê de beşek din ê vî kongirî pêk hatiba. Lê ji ber ku di 15ê tîrmeha (July) 2011ê de nêzîkî ciyê kongir panzdeh xwenîşanderên li dijî rêjîmê hatin kuştin, kongir pêk nehat. Ji aliyê kurdî ve Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê di rêya pevdarê wê Mişeel Temo di komîteya amadekar de beşdar bû. Partiyên kurdî yên din nedixwest beşdarî kongirê li Şamê bibin, çimkî ew di komîteya amadekar de ne beşdar bûn, wek ku endamê polîtbîroya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê Salih Gedo ji KURDWATCHê re eşkere kir. Di kongirê li Stenbolê de jî nûnerên partiyan beşdar nebûn, tenê çend Kurdên serbixwe yên li derve amade bûn. Lê piştî ku kongir dest pê kir, ew ji kongir vekişiyan ji ber ku li gor wan kongir giringî nedaye mafên Kurdan.
Di 16ê tîrmeha (July) 2011ê de Mişeel Temo vekişandina Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ji »Kongira Niştimanî ya Felatê« ragihand. Temo got ku wan ev biryar stendiye, çimkî beşdarvanên li Stenbolê biryarên ne li gor reşpelika ku li Şamê hatibû amadekirin, stendine. Wî rexne kir ku di daxuyaniya dawî ya kongirê Stenbolê de behsa hebûn û mafên Kurdan di »beşê Kurdistanê yê girêdayî bi Sûriyê ve« nehatiye kirin. Temo berdewam kir û got: "Ew kesên ku li şûna dewleteke muxaberatan dixwazin dewleteke olî pêk bînin, li derveyî mentiqê vê demê tevdigerin û ziyanê digihînin berjewendiyên niştimanî û pêşeroja Sûriyê û jiyana hevbeş û birayetiya neteweyên cuda.«
Piştî vî rexneyê beşdarvanên kongirê Stenbolê biryar stend ku daxuyaniya ku li Şamê hatibû amadekirin, bi kar bînin. Di vê de hatiye nivîsandin ku divê kar bê kirin ji bo »avakirina dewleteke demoqrat, piralî û medenî ku tê de desthilatdar tên guhertin û hemû Sûrî - Ereb, Kurd, Aşûrî û kêmneteweyên din - û herweha hemû ol - Musilman û Fileh« tê de beşdar bin. Herweha tê de hatiye nivîsandin ku gerek hemû Sûrî xwedî heman mafên welatîbûnê bin di tek dewleteke hevbeş de li ser esasê pîvanên dewleta qanûnê, ne giring e bê welatî endamên kînaj neteweyê yan olê bin. Mişeel Temo ji KURDWATCHê re diyar kir ku ewê niha bi hevalên xwe re bişêwire bê ewê bi guhertina nû re çawa bidin û bistînin.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê tîrmeha (July) 2011ê - Di xwenîşandanên 15ê tîrmeha (July) 2011ê de li çend bajarên Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Lê xwenîşandanên li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî, Serê Kaniyê û Kobanî mîna hefteyên buhurî bi aramî derbas bûn. Li seranserî dewletê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê dikir. Li Taxa Kurdan (Ruknedîn) li Şamê du Kurd hatin kuştin, yek ji wan Zerdeşt Wanlî (18) bû û yê din Mihemed Xezwan Sêrwan (24) bû. Wek helwestek li dijî kuştina wan êvarî li Amûdê çend sed kesan li hundirê bajêr wêneyên Beşar el-Esed çirandin. Li herêmên kurdî hejmara xwenîşanderan di navbera 20 000 û 25 000 de bû.
Di 14ê tîrmeha (July) 2011ê de li Dêrikê xwenîşandaneke li dijî rêjîmê pêk hatibû.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê tîrmeha (July) 2011ê - Ev du meh in ku li Sûriyê leşkerên ku erkê wan ê leşkerî bi dawî tê, mecbûr in di artêşê de bimînin. Karmendekî dezgeha tecnîdê li parêzgeha Hisiçayê ev yek ji KurdWatchê re teqez kir.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê tîrmeha (July) 2011ê - Di 13ê tîrmeha (July) 2011ê de li Balafirgeha Helebê derketina ji Sûriyê li sekretêrê Partiya Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê Ebdilhemîd Hec Derwîş hat qedexekirin. Ji Derwîş re, ku dixwest ji bo dermankirina nexweşiyeke çavên xwe biçe Moskoyê, hat gotin ku nabe ew ji Sûriyê derkeve.

ShareThis

KURDWATCH, 14ê tîrmeha (July) 2011ê - Yek ji wan cezayên ku hêzên ewlekariyê yên sûrî wan li dijî kesên dijberî rêjîmê bi kar tîne, qedexekirina derketina ji Sûriyê ye. Berî çend rojan gelek ji van qedexekirinan hatin rakirin. Tê gotin ku tenê li parêzgeha Helebê 400 kesan sûd ji vê tedbîrê girt, wek mînak parêzerên kurd Redîf Mistefa, Ferhad Şahîn, Fewzî Elî û Subhî el-Elî. Herweha kesên dijber ên li derve jî, ku derketina ji Sûriyê li wan hatibû qedexekirin, sûdê ji vê tedbîra nû digirin.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê tîrmeha (July) 2011ê - Di 16ê hizêrana (June) 2011ê de Dadwerê Lêkolînê li Hisiçayê biryara serbestberdana Haşim Beşîr Mihemed (1966, zewicî ye, heyşt zarok), Çolî Ibrahîm Çolî (1991), Zihêr Ismaîl el-Ehmed (1981), Usama Fewaz Ibrahîm (1988), Hozan Ehmed Osê (1990), Idrîs Seîd Şakir (1983) û Ibrahîm Xidir Mihemed (1989) da. Doza Çolî Ibrahîm Çolî hat veguhestin dadgeha ciwanan, çimkî Çolî dema girtinê hîn nebûbû hîşdehsalî. Herweha doza yên din hat guhertin, ku êdî doza alîgerên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) nema li gor bendên 267ê û 305ê yên qanûna tawanan e, lê li gor bendên 267ê û 307ê. Ev tê wateyê ku ji ber mersûmê efûyê yê jimar 61 di 31ê gulana (May) 2011ê de doza li dijî wan tê rawestandin. Dozgerê dewletê li dijî vê biryara dadgehê gilî kir û êdî Dadgeha Îhaleyê li Hisiça wê biryarê bide.
Doza çalakvanên PYDê pêşî li cem Dadgeha Bilind a Ewlekariya Dewletê bû. Lê piştî ku di gulana dawî de dawî lê hat anîn mersûm daxîne], doza hat sipartin dadgeha medenî li Hisiçayê.
Kesên jorîn di çarçeweya çalakiyeke protestoyê bi helkefta salvegera girtina serokê PKKê Ebdela Ocalan hatibûn girtin, ku di 15ê şibata (February) 2009ê de li Hisiçayê ji aliyê PYDê ve hatibû amadekirin. Hinhî ew kes ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Dewletê ve hatibûn girtin. Hozan Ehmed Osê, Zihêr Ismaîl el-Ehmed û Usama Fewaz Ibrahîm di 19ê şibata (February) 2009ê de hatibûn girtin, Idrîs Seîd Şakir di 25ê şibatê de, Çolî Ibrahîm Çolî di 1ê adarê de û Haşim Beşîr Mihemed di 26ê adara (March) 2009ê de hatibûn girtin. Dawiya adarê hemû hatibûn veguhestin zindana lêkolînê ya el-Fayhayê ya Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê. Ew li wê derê çar mehan di hucreya bitenê de mabûn. Di vê demê de ew rastî işkenceyên dijwar hatibûn: Ew di dûlaban de rastî lêdana binlingan dihatin û herweha bi elektrîkê dihatin işkencekirin. Herweha ew bi metoda bîsat el-rîh dihatin işkencekirin, ku dest û ling tên girêdan û ber bi çar aliyan ve tên kişandin û di wê demê de gorî rastî lêdanên li tevaya aliyên laş tê. Ji ber işkenceyên dijwar el-Ehmed û Ibrahîm du caran hatibûn veguhestin nexweşxaneya Hisiçayê. Piştî çar mehan her şeş çalakvan hatibûn veguhestin zindana Edrayê nêzîkî Şamê. Di 4ê tebaxa (August) 2010ê de Ibrahîm Xidir Mihemed jî hatibû veguhestin wê zindanê. Dawiya 2011ê hemû girtî hatibûn veguhestin zindana medenî li Hisiçayê.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê tîrmeha (July) 2011ê - Çaremîn Dadwerê Lêkolînê li Şamê di 27ê hizêrana (June) 2011ê de biryar da ku Yilmaz Mihemed Nezîr Seîd (1987) û Nîdal Ehmed Mihemed (1974, zewicî ye, çar zarok) serbest bên berdan. Doza li dijî wan li gor bendê 287ê yê qanûna tawanan ji ber derketina mersûmê efûyê yê jimar 61 di 31ê gulana (May) 2011ê de hat rawestandin.
Yilmaz Mihemed Nezîr Seîd û Nîdal Ehmed Mihemed di 24ê gulana (May) 2011ê de li Şamê hatibûn girtin. Hingî çalakvanê siyasî Seîd bêrîkfoneke satalîtê bi xwe re rahiştibû û sudfe bû ku Mihemed pê re bû. Piştî girtina wan herdu hatibûn veguhestin zindana lêkolînê el-Fayha ya Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê. Li wê derê Seîd 26 roj di hucreya bitenê de derbas kirin. Di 12 rojên pêşî de ew rojane di hat işkencekirin. Ji bilê lêdanên bi desta Seîd herweha di dûlaban de rastî lêdana binlingan dihat. Herweha Seîd bi elektrîkê dihat işkencekirin, bi taybetî li devera kîr û gunên wî. Ev bûbû sedem ku ew nikaribe mîz bike û ji ber vê yekê du caran hatibû veguhestin nexweşxaneyê. Nîdal Ehmed Mihemed tevaya dema girtinê di hucreyeke hevbeş de derbas kir.

ShareThis

KURDWATCH, 11ê tîrmeha (July) 2011ê - Dezgeha Muxaberatên Hêzên Ezmên li Helebê di 6ê tîrmeha (July) 2011ê de Ebdilhemîd Seededîn Çolbek (1959, zewicî ye, deh zarok) girt. Çolbek, ku li Kobanî wek karmendê dewletê di dezgeha darayî de kar dike, nexwestibû beşdarî xwenîşandaneke ji bo piştgiriya Beşar el-Esed bibe, ku di 4ê tîrmeha (July) 2011ê de li Kobanî ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatibû amadekirin.

ShareThis

KURDWATCH, 11ê tîrmeha (July) 2011ê - Di xwenîşandanên 8ê tîrmeha (July) 2011ê de li çend bajarên Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Lê xwenîşandanên li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî, Serê Kaniyê, Kobanî û li Taxa Kurdan (Ruknedîn) li Şamê mîna hefteyên buhurî bi aramî derbas bûn. Li seranserî dewletê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê dikir. Li Kobanî hejmareke mezin ji hêzên ewlekariyê yên çekdar rê li ber xwenîşandaneke mezin girt, ku gerek bû pêk hatiba. Ji ber vê yekê xwenîşandanên biçûk di çend taxên bajêr de pêk hatin. Li her deverê xwenîşandan li jêr dirûşma »Na ji bo guftûgoyê« pêk hatin. Li herêmên kurdî hejmara xwenîşanderan di navbera 20 000 û 25 000 de bû.
Di 9ê tîrmeha (July) 2011ê de li Girkêligê jî xwenîşandanek li dijî rêjîmê pêk hat.
Xwenîşandaneke din li dijî el-Esed di 7ê tîrmehê de li Dêrikê pêk hatibû.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê tîrmeha (July) 2011ê - Di 5ê tîrmeha (July) 2011ê de Şêr Hisên, Hisên Elî Mihemed, Mûslim Mihemed, Berxwedan Mistefa, Bangîn Hesen, Ebdo Hec Betal û Mihemed Elî Şêx Seydî li Helebê serbest hatin berdan. Li dijî wan ji be beşdarbûna di xwenîşandaneke bê ruxset de doz hatiye vekirin. Dadkirina wan 31ê tîrmeha (July) 2011ê li pêşiya dadgeha li Efrînê dest pê dike. Piştî girtina wan di 1ê tîrmeha (July) 2011ê de kesên jorîn hatin veguhestin cem polîsên Helebê. Li Efrîn û Helebê ew rastî lêdanên bi dest û daran hatibûn. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 7ê tîrmeha (July) 2011ê - Di 17ê hizêrana (June) 2011ê de Orhan Nacî Mihemed Hisên (1992) di dema pêkanîna erkê adi artêşa Sûriyê de mir. Malbata wî dibêje ku kurê wê hatiye kuştin.
Hisên erkê xwe yê leşkeriyê di koma 14ê ya artêşa sûrî de pêk dianî. Piştî kêşeyeke bi berpirsê xwe re wî dev ji artêşê berda û vegeriya cem dê û bavê xwe. Hingî wî ji malbata xwe re gotibû ku ew nema dixwaze vegere, çimkî ew bitirs bû ku bê kuştin. Lê piştî ku berpirsê berpirsê wî ji bavê wî re di rêya telefonê re teqez kiribû ku wê tiştek bi kurê wî neyê, bavê wî kurê xwe mecbûr kir ku vegere artêşê û erkê xwe bidomîne. Sê rojan piştî vegera Hisên malbata wî hat agahdarkirin ku kurê wê xwe kuştiye. Lê li ser laşê wî, ku bavê wî bi xwe ji Şamê anî, hin nîşan hebûn ku eşkere dikirin ku ne Hisên xwe kuştiye. Li gor mirovekî Hisên ji bo KURDWATCHê, fîşeka ku Hisên kuştibû, derbasî hustûyê wî bûbû û di eniya wê re derketibû.
Di salên buhurî de rêxistinên mafên mirovan ên kurdî berdewam behsa kuştina bi mebest a leşkerên kurd di artêşa sûrî de dikir. Ta niha KURDWATCH behsa van bûyeran nekiriye, çimkî ti agahiyên pêbawer li ser kesên mirî - agahiyên eşkere ji malbatan, raportên pijîşkan an belgeyine din - peyda nebûne, ku dikarin kuştineke bi mebest teqez bikin.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê tîrmeha (July) 2011ê - Di 29ê hizêrana (June) 2011ê de malbata Tehsîn Xeyrî Memo hat agahdarkirin ku kurê wê ji sala 2008ê ve mirî ye. Malbatê belgeya mirinê bi dest xist, lê ne termê kurê xwe. Li gor agahiyên Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê Tehsîn Xeyrî Memo piştî greveke birçîbûnê di 5ê tîrmeha (July) 2008ê de di zindana Saydnayayê de nêzîkî Şamê bi fîşekan hatiye kuştin. Piştî ku li Dadgeha Bilind a Ewlekariya Dewletê, ku doza Memo li cem wê bû, di gulanê de dawî hat anîn mersûm daxîne] doza wî hat sipartin dadgeha medenî li Helebê. Vê dadgehê mirina Memo eşkere kir. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 4ê tîrmeha (July) 2011ê - Di 30ê hizêrana (June) 2011ê de li Şamê damezirandina »Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat« hat ragihandin. Di daxuyaniyekê de hevbendiya nû doza rakirina bendê 8ê yê destûra sûrî (Partiya Bees serkêşiya dewlet û civakê dike), diyalogeke niştimanî ji bo guhertina demoqrat û rûxandina hikûmeta niha û sazkirina hikûmeteke demî kirin. Erkên hikûmeta demî gerek ev bin:

1. Sazkirina reşpelika destûrekê, ku sîstemeke parlamentarî, dewleteke medenî û heman mafên welatîbûnê ji bo tevaya welatiyan misoger dike;
2. Sazkirina qanûneke li gor dema niha ji bo partiyan, alavên ragihandinê û hilbijartinan;
3. Kurd beşek dîrokî yê bingehîn in ji tevna sûrî ya niştimanî. Ev tê wê wateyê ku pêwîstî bi çareserkirineke dadmend a Pirsa Kurdî heye. Divê ev yek di çarçeweyeke niştimanî de û li ser bingeha yekîtiya dewlet û gel pêk bê. Ji bo pêkanîna vê yekê pêwîstî bi misogerkirineke di destûrê de heye. Ev yek ne berevajî wê rastiyê ye, ku Sûrî beşek e ku nayê dabeşkirin ji neteweya erebî.

»Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat« ji Kombûna Niştimanî ya Demoqrat (çar partiyên erebî), Kombûna Çep a Markisî (çar partî) û pênc partiyên kurdî (Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demoqrat [PYD], Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê, Partiya Demoqrat a Kurdî li Sûriyê [el‑Partî] ya Nesridîn Ibrahîm û Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî) pêk tê. Herweha komek ji kesayetiyên sûrî yên serbixwe endamên vê rêxistina nû ne. Partiyên kurdî yên din, di nav wan de endamên Daxuyaniya Şamê, beşdarî vê hevbendiya nû nebûn.
Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat Komîteya Tenfîzî ya ji 18 kesan pêkhatî bi nav kir. Mihemed Mûsa (Partiya Çep), Salih Mûslim Mehmûd (PYD) û Cemal Baqî Mele Mehmûd (Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî) endamên kurd ên vê komîteyê ne. Gerek e ew her sê mehan ji aliyê endamine kurd ên din ve bên guhertin. Di Encûmena Îdarî de ya ji heft kesan pêkhatî de jî endamek kurd heye, ew jî Cemal Baqî Mele Mehmûd e. Gerek e ew jî her sê mehan ji aliyê endamekî kurd ê din ve bê guhertin. Herweha hat ragihandin ku wê Encûmene Giştî ji 60 kesan bê ragihandin.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê tîrmeha (July) 2011ê - Di xwenîşandanên 1ê tîrmeha (July) 2011ê de li çend bajarên Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Lê xwenîşandanên li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî, Serê Kaniyê, Tirbesipî, Efrîn, Kobanî, Taxa Kurdan (Ruknedîn) li Şamê û li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, ku piraniya nişteciyên wê Kurd in, mîna hefteyên buhurî bi aramî derbas bûn. Li seranserî dewletê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê dikir. Li herêmên kurdî hejmara xwenîşanderan di navbera 15 000 û 20 000 de bû. Di xwenîşandana li Efrînê de Şêr Hisên, Hisên Elî Mihemed, Mûslim Mihemed, Berxwedan Mistefa, Bangîn Hesen, Ebdo Hec Betal û Mihemed Elî Şêx Seydî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin girtin.
Di 30ê hizêrana (June) 2011ê de li Dêrikê jî xwenîşandaneke li dijî rêjîmê pêk hatibû. Di heman rojê de li Amûdê jî protestoyeke li dijî rêjîmê pêk hat. Xwenîşandaneke ji alîgerên rêjîmê ji bajarên din bi ser neket, çimkî li bazara Amûdê xelkê dikanên xwe girtin û xwenîşandaneke li dijî rêjîmê hat amadekirin. Hêzên ewlekariyê li dijî xwenîşanderan xaza hêsirrij bi kar anî, ku di encama wê de komek ji xwenîşanderan birîndar bûn û divyabû ku li nexweşxaneya bajêr bên dermankirin. Êvarî xwenîşandaneke din li dijî rêjîmê pêk hat. Ji ber bûyerên di 30ê hizêranê de beşdarbûna di xwenîşandana li Amûdê de di 1ê tîrmeha (July) 2011ê ji hefteyên buhurî zêdetir bû.

ShareThis

KURDWATCH, 3ê tîrmeha (July) 2011ê - Di 29ê hizêrana (June) 2011ê de Seîd Mûsa û Mihemed Mele Hesen serbest hatin berdan. Piştî girtina wan ew hatibûn radestkirin polîsên li Qamişlo û ji wir ew hatibûn radestkirin polîsên li Hisiçayê. Ji bo 29ê hizêranê ji bo doza serbestberdana herdu kesan banga çalakiyeke protestoyê hatibû kirin. Lê nîv seetê berî ku ev çalakî dest pê bike, Mûsa û Hesen ji zindanê derketin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 2ê tîrmeha (July) 2011ê - Di 29ê hizêrana (June) 2011ê de dadgeha medenî li Dirbêsiyê biryara serbestberdana Ferhan Xidir Temê da. Li dijî Temê li gor bendê 335ê yê qanûna tawanan, ku girêdayî ye bi qanûna nû ya xwenîşandanan ve, doz hatiye vekirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 30ê hizêrana (June) 2011ê - Di 28ê hizêrana (June) 2011ê de Ferhan Xidir Temê (1961, zewicî ye, sê zarok) li Dirbêsiyê hat girtin. Temê endamê Nivîsgeha Peywendiyên Giştî ya Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ye. Beşdarbûna di xwenîşandanên li dijî rêjîmê sedema girtina wî ye. Di heman êvarê de bêtirî hezar kesî li pêşiya avahiya polîsan li Dirbêsiyê li dijî girtina Eyo protesto kir û doza serbestberdana wî kir.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê hizêrana (June) 2011ê - Di 28ê hizêrana (June) 2011ê de çalakvanên siyasî Seîd Mûsa (1954, zewicî ye, çar zarok) û Mihemed Mele Hesen (1970, zewicî ye, çar zarok)  li Qamişlo ji aliyê endamên Dezgeha Muxaberatên Hêzên Ezmên ve hatin girtin. Beşdarbûna wan di xwenîşandanên li dijî rêjîmê sedema girtina wan e.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê hizêrana (June) 2011ê - Di xwenîşandanên 24ê hizêrana (June) 2011ê de li çend bajarên Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Lê xwenîşandanên li Qamişlo, Amûdê, Serê Kaniyê, Kobanî û Taxa Kurdan (Ruknedîn) li Şamê mîna hefteyên buhurî bi aramî derbas bûn. Li herêmên kurdî hejmara xwenîşanderan di navbera deh û panzdeh hezar de bû. Li wir pankert hatibûn hildan, ku li ser hatibû nivîsandin: »Beşar ne serokê min e û hikûmet nûnerîtiya min nake« û »Na ji bo danûstandina ji kujeran re; erê ji bo danûstandina niştimanî ji bo felatê«.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê hizêrana (June) 2011ê - Di 23ê hizêrana (June) 2011ê de Dadwerê Lêkolînê li Qamişlo biryar da ku parêzer û siyasetvan Sebrî Kenco Mîrza serbest bê berdan. Dadwer doza li dijî wî ji ber beşdarbûna di xwenîşandanên dijî rêjîmê de û endametiya rêxistineke ne qanûnî da rawestandin. Piştî girtina wî li Qamişlo Mîrza di zindanên Qamişlo, Hisiça, Dêra Zorê, Edra û el-Fayhayê ya Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê de hatibû girtin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 27ê hizêrana (June) 2011ê - Di 23ê hizêrana (June) 2011ê de çend sed kes li Efrinê doza rûxandina Beşar el-Esed kir. Xwenîşandan wek bersiva axavtina serokê dewletê di 20ê hizêrana (June) 2011ê de pêk hat.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê hizêrana (June) 2011ê - Piştî xwenîşandaneke li dijî rêjîmê endamên polîs û hêzên ewlekariyê yên cuda di êvara 21ê hizêrana (June) 2011ê de êrîşî malên xwendekarên Zanîngeha Şamê kir. Bi sedan xwendekar hatin girtin. Xwendekar, ku di nav wan de yên kurd jî hebûn, bi zorê ji odeyên wan hatin kişkişandin û bi rastî lêdanên bi daran hatin. Hin ji wan hatin birîndarkirin. Ew herweha di tehqîqên di 22ê hizêranê de jî rastî lêdanan hatin. Piraniya xwendekaran di heman rojê de serbest hatin berdan. Ta niha ne diyar e bê çend kes di zindanê de mane. Tevî niha li zanîngehê dema ezmûnan e, piraniya xwendekaran piştî serbestberdana wan ji tirsa ku dîsa bên girtin ji Şamê derketin.
Ev kes di nav girtiyan de bûn: Dilşad Mihemed Hecî, Ferhad Xelîl Hemo, Şêrwan Mehmûd Oskan, Şoreş Ebdî, Kawa Silêman, Mezlûm Yûsiv, Micwel Mesûr, Luey Ibrahîm, Hanî Mûsa, Ciwan Mele, Civan Elî, Ciwan Ento, Civan Şêxmûs, Ayaz Ramiz, Meesûm Yûsiv û Jeefer Ehmed.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê hizêrana (June) 2011ê - Di 20ê hizêrana (June) 2011ê de dadwerê di Duyemîn Dadgeha Cezayê li Şamê de dadkirina Kemal Hisên Şêxo bi paş xist roja 28ê tîrmeha (July) 2011ê. Berî hingî parêzer parêznameya xwe pêşkêşî dadgehê kiribû. Li dijî Şêxo li gor bendên 286 û 287ê yên qanûna tawanan doz hatiye vekirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 23ê hizêrana (June) 2011ê - Di xwenîşandanên bi şev ên 21ê hizêrana (June) 2011ê de li Qamişlo û Amûdê bi sedan kes bi mûman di dest de daketin kolanan. Wan doza rûxandina Beşar el-Esed û rêjîma wî kir û herweha piştgiriya goriyên li bajarên sûrî yên din kirin. Wek bersiva axavtina Beşar el-Esed di 20ê hizêrana (June) 2011ê de xwenîşanderên li Amûdê pankertek bilind kir, li ser hatibû nivîsandin: »Mayina te mezintirîn komplo ye; çûna te bi xwe reform e.«

ShareThis

KURDWATCH, 22ê hizêrana (June) 2011ê - Di 16ê hizêrana (June) 2011ê de Ibrahîm Berekat Ehmed li Helebê serbest hat berdan. Dadwerê Leşkerî li Qamişlo di 9ê hizêrana (June) 2011ê de doza li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan li dijî Ehmed rawestandibû û biryara serbestberdana wî dabû. Piştî girtina wî di 19ê çileya paşîna (January) 2011ê de li Hisiçayê Ehmed şeş rojan di zindana Dezgeha Ewlekariya Siyasî de hatibû girtin. Piştre ew hatibû veguhestin zindana el‑Fayhayê ya Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê. Ew sê mehan li wir ma, ku 25 roj ji wan di hucreya bitenê de bûn. Li wê derê li ser nivîsarên wî û peywendiyên wî bi kesên li derveyî Sûriyê re tehqîq pê re hatibû kirin. Piştre ew hatibû veguhestin zindana medenî li Helebê. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 21ê hizêrana (June) 2011ê - Di 20ê hizêrana (June) 2011ê de serok Beşar el-Esed axavtina xwe ya siyemîn ji destpêka bûyeran di nîvê adarê (March) de pêşkêşî gelê sûrî kir. Wî bal kişand ser wê yekê ku ji dema ragihandina mersûmê jimar 49 di 7ê nîsana (April) 2011ê de bêtirî 36 000 dozên Kurdên bênifûs ên qeydkirî (ecnebî) ji bo bidestxistina nasnameya sûrî hatine pêşkêşkirin dezgehên dewletê. Wî got ku bi giştî 6 700 kesan nasnameya sûrî bi dest xistiye [agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]. Li ser reformên ku soza wan hatibû dayin, axaftina serok tiştek berbiçav pêşkêş nekir. Li ser meseleya bicîanîna xweztekên Kurdan el-Esed tiştek negot.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê hizêrana (June) 2011ê - Di 4ê hizêrana (June) 2011ê de Ebdilqadir Seydo Ehmed (1974, zewicî ye, sê zarok) û Cîhad Salih Ebdo (1967, zewicî ye) berî dema xwe ji zindana Seydnaya serbest hatin berdan. Dadgeha Ewlekariya Dewltê ya Bilind di 29ê adara (March) 2009ê de pênc sal zindan li her yekî ji wan birîbûn. Tê texmîn kirin ku ew ji ber mersûmê jimar 61 di 31ê gulana (May) 2011ê de (mersûmê efûyê) serbest hatin berdan. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 19ê hizêrana (June) 2011ê - Di xwenîşandanên 17ê hizêrana (June) 2011ê de li çend bajarên Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Lê xwenîşandanên li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê û Serê Kaniyê mîna hefteyên buhurî bi aramî derbas bûn. Li wir hejmara xwenîşanderan di navbera deh û panzdeh hezar de bû - wilo diyar e ku ta niha hejmarên berê, ku behsa sî hezar kesan dihat kirin, şaş bûn. Li her deverê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir. Herweha li herêmên kurdî doza pejirandina Kurdan di destûrê de û pejirandina zimanê kurdî wek zimanek fermî hat kirin. Li Qamişlo xwenîşanderan êrîşî avahiyeke dibistanê kir, ku wêneyên serokê dewletê lê hatibûn daliqandin. Wêne hatin şewitandin bêyî ku hêzên ewlekariyê îşê xwe ji kesekî bîne.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê hizêrana (June) 2011ê - Di 16ê hizêrana (June) 2011ê Ehmed Ebdela Hisên serbest hat berdan. Piştî girtina wî di 30ê gulana (May) 2011ê de ew rojekê li cem Polîsên Qamişlo û pênc rojan li cem polîsên Hisiçayê hatibû girtin. Piştre ew hat şandin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê û ew li wir ew hatibû mecbûrkirin ku heyşt rojan di hucreya bitenê de bimîne. Bi Hisên re li ser xebata wî ya siyasî û beşdarbûna wî di xwenîşandanên dijî rêjîmê li Amûdê de tehqîq hatibû kirin. Di 14ê hizêrana (June) 2011ê de ew hat vegerandin Qamişlo û piştî du rojan di zindanê de serbest hat berdan. Ji ber mersûmê jimar 61 di 31ê gulana (May) 2011ê de (mersûmê efûyê) ti doz li dijî wî nehat vekirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 18ê hizêrana (June) 2011ê - Di 14ê hizêrana (June) 2011ê de di navbera nûnerekî partiyên kurdî û şandeke Ereban de, ku ji du berpirsên eşîra Tey, berpirsekî eşîra Mihelmiyan û nûnerekî Filehan pêk dihat, hevdîtinek pêk hat. Hevdîtin li ser daxwaza Ereban pêk hat. Li wir ji nûnerê partiyên kurdî hat xwestin ko li herêma Cezîrê ti xwenîşandanên li dijî rêjîmê pêk neynin. Nûnerên ereb eşkere kir ku heger Kurd wek wan nekin, hingî ewê nikaribin misoger bikin ku Ereb bêdeng bimînin. Nûnerê Kurdan ev daxwaz red kir û eşkere kir ku heger Ereb ji xwenîşandanên li Cezîrê ne razî bin, Kurd dê bihêlin ku li Heleb û Şamê jî Kurd dakevin kolanan û li dijî rêjîmê protesto bikin. Berpirsekî partiyeke kurdî ji KurdWatchê re eşkere kir ku partiyên kurdî texmîn dikin ku dezgehên ewlekariyê yên rêjîmê ji Ereban xwestine ko gefan li Kurdan bixwin. Ev çend roj in ku li herêma Cezîrê belavok tên belavkirin ku tê de Ereb ji Kurdan doza rawestandina xwenîşandanên li dijî rêjîmê dikin. Ew gefan dixwin ku heger xwenîşandan ranewestin, hingî Ereb wê ji aliyê xwe ve hin tedbîran wergirin.

ShareThis

KURDWATCH, 17ê hizêrana (June) 2011ê - Di 11ê hizêrana (June) 2011ê de çalakvanê siyasî Tahir Mehmûd Hesaf (1959, zewicî ye, zarokek) hat girtin dema wî dixwest li Qamişlo l cem polîsan belgeya ku hukum li ser tune, bi dest bixe. Piştî car rojan ji girtina li cem polîsên Qamişlo û Hisiçayê ew hat veguhestin Şamê. Beşdarbûna di xwenîşandanên li dijî rêjîmê li Qamişlo sedema girtina wî ye.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê hizêrana (June) 2011ê - Di 13ê hizêrana (June) 2011ê de endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Qamişlo parêzer û siyasetvan Sebrî Kenco Mîrza (1950, zewicî ye, neh zarok) girt. Mîrza endamê polîtbîroya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ye. Beşdarbûna wî di xwenîşandanên li dijî rêjîmê de li Qamişlo sedema girtina wî ye.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê hizêrana (June) 2011ê - Di xwenîşandanên bi şev ên 14ê hizêrana (June) 2011ê de li Qamişlo û Amûdê bi sedan kes bi mûman di dest de daketin kolanan û doza rûxandina rêjîma Bees kir. Wan herweha piştgiriya goriyên li bajarên sûrî yên din kir.

ShareThis

KURDWATCH, 14ê hizêrana (June) 2011ê - Di xwenîşandanên 10ê hizêrana (June) 2011ê de li çend bajarên Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Lê xwenîşandanên li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serê Kaniyê û Kobanî mîna hefteyên buhurî bi aramî derbas bûn. Li her deverê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir. Li taxa Kurdan (Ruknedîn) li ĭamê jî xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê hizêrana (June) 2011ê - Piştî xwenîşandana li dijî rêjîmê, ku di 13ê gulana (May) 2011ê de pêk hat, Ezîz Xelûsî Ceefer (1992, xwendekar), Ezîz Ibş (xwendekar), Mehmûd Ibrahîm Xelîl (zewicî ye, zarokek), Mihemed Behcet Barî (zewicî ye, sê zarok), Alan Yûsiv (xwendekar), Luqman Brîmko (zewicî ye, du zarok), Sîrwan Muslim, Fayiq Yûsiv (xwendekar) û Nêçîrvan Yûsiv ji aliyê hêzên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ve hatin girtin.
Piştî tehqîqa bi wan re ji aliyê endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî û polîsên Efrînê ve ew hatin veguhestin Helebê. Li wê derê ew çar rojan li cem polîsan di zindanê de man. Li wir ew di dema tehqîqan de dihatin işkencekirin - ew di dûlaban de rastî lêdana binlingan hatin û herweha bi ling û destan li wan dihatin xistin. Piştre ew hatin radestkirin dozgeriya dewletê û ji wir hatin veguhestin zindana li Musilmiyê. Rojekê piştre ew hatin veguhestin dozgeriya dewletê li Helebê. Ji wir ew hatin şandin dadgeha cezayê li Efrînê. Piştî tehqîqê dadwer biryara serbestberdana wan da. Li dijî girtiyan ji ber beşdarbûna di xwenîşandaneke bê ruxset de doz hatiye vekirin. Dadkirin di 16ê hizêrana (June) 2011ê de dest pê dike.

ShareThis

KURDWATCH, 11ê hizêrana (June) 2011ê - Piştî demeke dirêj di navbera erê û nayê de Partiyên Tevgera Kurdî ya Niştimanî li Sûriyê, ku ji neh partiyên Encûmena Siyasî ya Kurdî li Sûriyê, du partiyên Hevbendiya Demoqrat a Kurdî li Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) pêk tên, di 8ê hizêrana (June) 2011ê de biryar da ku bi serok Beşar el-Esed re necive. Di daxuyaniya xwe de partî dinivîsînin ku wan »inîtsyatîva ji bo civîna bi serok re, ku ermanca wê peydakirina çareseriyeke siyasî ji bo rewşa niha ya welêt e«, pejirandiye, lê ne di van mercên siyasî yên niha de.
Ev biryara rêberiya siyasî bêtir piştî dexta gelê kurd li Sûriyê û li derveyî wê pêk hat, ku endmên partiyan de jî di nav de. Piştî ku partiyên kurdî pêşî diyar kir ku ewê bi Beşar el-Esed re bicivin, ew ji hemû aliyan ve rastî rexneyên dijwar hatin.
Vexwendina ji bo civîneke bi serok re li Şamê di 4ê hizêrana (June) 2011ê de ji aliyê parêzgerê Hisiçayê ve hatibû kirin. Pêşî gerek bû partî di du koman de beşdarî civînê bibin. Hikûmetê herweha panzdeh kesayetiyên kurd vexwendî civînê kiribûn. Şertê partiyên kurdî ji bo beşdarbûnê ew bû ku tevaya nûnerên partiyan bi hevre û tenê ew bi el-Esed re bicivin. Ev xwestek ji aliyê parêzger ve hatibû pejirandin.
Di civîneke Partiyên Tevgera Kurdî ya Niştimanî li Sûriyê de di 3ê hizêrana (June) 2011ê de biryar hat stendin ku vexwendina ji Şamê bê erêkirin. Tenê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê dixwest berî ku biryara xwe bide, bi saziyên partiyê re bişêwire. Tevgera Kurdî ya Niştimanî hingî hikûmeta sûrî agahdar kir ku divê civîn çend rojan bê bipaşxistin. Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê beşdarî civînê nebûbû. Wê di 28ê gulana (May) 2011ê de di daxuyaniyekê de diyar kiribû ku ew endametiya xwe di Tevgera Kurdî ya Niştimanî û Encûmena Siyasî ya Kurdî de dicemidîne, çimkî partiyên din zêde piştivaniya xwenîşandanên li dijî rêjîmê nakin.
Di 5ê hizêrana (June) 2011ê de peyvdarê Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurdî li Sûriyê diyar kir ku »ta ku çewisandina xwenîşandanên aşityane raneweste, artêş ji bajaran venekişe, dorpêçkirina bajaran bi dawî neyê û mafê pêkanîna xwenîşandanan neyê misogerkirin«, partiya wî beşdarî civîna bi Beşar el-Esed re nabe. Peyvdarê partiyê berdewam kir ku ew bêyî erêkirina hevalbendên di oposîtsyona sûrî ya giştî de ti danûstandinên bi rêjîma Sûriyê re pêk nayne.
Di 7ê hizêrana (June) 2011ê de Komîteya Tensîqê ya Kurdî, ku ji Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê û Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê pêk tê, ragihand ku ew beşdarî civîna bi Beşar el-Esed re nabe. Komîteyê di daxuyaniyekê de doza diyalogeke ligel tevaya oposîtsyona sûrî di konferenseke niştimanî de kir. Hersê partiyan herweha diyar kir ku pêşî divê bê misogerkirin ku Sûrî bibe xwedî destûreke nû ya li gor demê, ku tê de »ti partî û netewe neyê dîskrîmînekirin« û »piraliya neteweyî û siyasî [li Sûriyê] bê pejirandin«.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê hizêrana (June) 2011ê - Di xwenîşandanên bi şev ên 7ê hizêrana (June) 2011ê de li Qamişlo, Amûdê, Serê Kaniyê û Kobanî bi hezaran kes bi mûman di dest de daketin kolanan û doza rûxandina rêjîma Bees kir. Wan piştigiriya xwe ji bo goriyên li bajarên sûrî yên din nîşan da û li dijî her danûstandinên bi nûnerên rêjîma Sûriyê re protesto kir. Sedema vê yekê vexwendina Beşar el-Esed ji partiyên kurdî yên sûrî re ji bo axavtinê bû. Li Amûdê xwenîşanderan dirûşmên mîna »Azadî ji bo Sûriyê, biçe biçe Beşar« bang dikirin.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê hizêrana (June) 2011ê - Di 6ê hizêrana (June) 2011ê de Mihemed Sefî Hemûd (1946, zewicî ye, pênc zarok) li Balafirgeha Qamişlo hat girtin dema wî dixwest bifire Şamê. Hemûd endamê Komela Mafên Mirovan li Sûriyê ye.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê hizêrana (June) 2011ê - Di 7ê hizêrana (June) 2011ê de Dadwerê Tehqîqê li Qamişlo biryar da ku Hesen Ibrahim Salih, Meerûf Ehmed Mele Ehmed û Mihemed Ehmed Mistefa serbest bên berdan. Dadkirina endamên Yekîtî wê hîn berdewam bike. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 8ê hizêrana (June) 2011ê - Di 31ê gulana (May) 2011ê de hêzên ewlekariyê yên sûrî li Qamişlo çalakvanên siyasî Ebdilmecîd Temir (1970) û Mehmûd Asim el-Mihemed (1983) ji ber beşdarbûna wan di xwenîşandanên dijî rêjîmê de girtin.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê hizêrana (June) 2011ê - Di 30ê gulana (May) 2011ê de çalakvanê siyasî Ehmed Ebdela Hisên (1952, zewicî ye, heft zarok) li ser dergehê sînor ê Nisêbîn/Qamişlo hat girtin. Wî dixwest ligel xanim û keçeke xwe serdana mirovên xwe li Tirkiyê bike. Hisên endamê Partiya Wekhevî ya Kurdî li Sûriyê ye. Tê texmînkirin ku girtin bi konferensa oposîtsyona sûrî li Antalyayê ve girêdayî ye, ku ji 1 ta 3ê hizêrana (June) 2011ê pêk hat. Hisên piştî Ferhan Cemîl Ebdilqadir û Ehmed Bekir Elî sêyemîn çalakvanê siyasî ji Amûdê ye ku berî pêkhatina konferensê rê li ber wan hatibû girtin û derbasî Tirkiyê bibin.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê hizêrana (June) 2011ê - Di xwenîşandanên 3ê hizêrana (June) 2011ê de li çend bajarên Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Lê xwenîşandanên li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serê Kaniyê û Kobanî mîna hefteyên buhurî bi aramî derbas bûn. Bi giştî bêtirî bîst hezar kes li herêmên kurdî daketibûn kolanan. Li kêleka demoqratî û azadiyê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir. Cara yekemîn bû ku sê partiyên kurdî - Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê û Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê - bangî endamên xwe kiribûn ku beşdarî xwenîşandanan bibin.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê hizêrana (June) 2011ê - Di 1ê hizêrana (June) 2011ê de parêzer û nivîskar Mistefa Ismaîl serbest hat berdan. Wî ji mersûmê jimar 61 di 31ê gulana (May) 2011ê de (mersûmê efûkirinê) sûd girt. Di 7ê çiriya paşîna (November) 2010ê de su sal û nîv zindan lê hatibûn birîn. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 5ê hizêrana (June) 2011ê - Di 1ê hizêrana (June) 2011ê de Dadwerê Destpêka Cezayê li Qamişlo dadkirina Ehmed bekir Elî bi paş xist roja 12ê hizêrana (June) 2011ê. Ji ber mersûmê jimar 61 di 31ê gulana (May) 2011ê de (mersûmê efûkirinê)gerek bû dadwer biryara serbestberdana Elî daba. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 4ê hizêrana (June) 2011ê - Bi mersûmê jimar 61 di 31ê gulana (May) 2011ê de serok Beşar el-Esed hemû girtî efû kirin, ku berî 31ê gulana (May) 2011ê bi tawanên siyasî hatibin cezakirin:

1. Hemû kesên ku ji ber tawanan hatine cezakirin, piştî qedandina nîvê cezayê serbest tên berdan;
2. Hemû kesên ku ji ber tawanên ku cezayên wan ta sê sal zindan in, hatine cezakirin, serbest tên berdan;
3. Hemû kesên ku ji ber tawanên ku cezayên wan ta salek zindan in, hatine cezakirin, serbest tên berdan.

Herweha hemû kes tên efûkirin, ku ji ber tawanên li gor qanûna jimar 49 di sala 1980ê de hatibin cezakirin. Li gor qanûna jimar 49 di sala 1980ê de hemû endamên rêxistina Birayên Musilman bi kuştinê tên cezakirin. Mersûmê nû li şûna cezaya kuştinê cezaya zindana heta heta yan karên dijwar ên heta heta bi cî dike, ev jî li gor cezayê.
Herweha hemû girtiyên ku di 31ê gulana (May) 2011ê de bûbin 70ê salî, serbest tên berdan. Herweha ew kes serbest tên berdan, ku bi zindana heta heta hatine cezakirin, eger wan tawan beriya temenê 60 salî kiribin.

ShareThis

KURDWATCH, 3ê hizêrana (June) 2011ê - Di 2ê hizêrana (June) 2011ê de li Şamê peyvdarê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê Mişeel Temo serbest hat berdan. Wî ji mersûmê jimar 61 di 31ê gulana (May) 2011ê de (mersûmê efûyê) sûd wergirt. Di 11ê gulana (May) 2009ê de li Temo sê sal û nîv zindan hatibûn birîn. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 1ê hizêrana (June) 2011ê - Luqman Silêman, ku di 10ê gulana (May) 2011ê de li Qamişlo ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve hatibû girtin, di 31ê gulana (May) 2011ê de hat anîn pêşiya Dadwerê Tehqîqê li Qamişlo. Li dijî wî li gor bendên 327, 335 û 374ê yên qanûna tawanan doz hatiye vekirin. Silêman li Qamişlo û li Şamê ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve bi dijwarî hatibû işkencekirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 31ê gulana (May) 2011ê - Li Dêrikê komek ji Kurdên bênifûs ên qeydkirî nasnameya sûrî bi dest xistin. Ji bo bidestxistina nasnameyê divê mirov belgeya ji qeydên biyaniyan û sê wêneyên pasportê pêşkêşî dezgeha dewletê bikin. Endamên malbatê yên temen 14-salî û bi jor ve mecbûr in bi xwe belgeyên xwe pêşkêş bikin û piştre nasnameya xwe bi dest bixe. Zarokên di qeyda malbatê ya qeydên biyaniyan de qeykirî di pirtûka malbatê de tên qeydkirin - zarokên ku li derve dijîn jî. Lê ji bo bidestxistina nasnameya xwe ev zarok mecbûr in bi xwe amade bin. Karûbarên bidestxistina nasnameyan bi kêmanî çar hefteyan dirêj dikin. Mesela li Dêrikê agahiyên Wezareta Hundir li ser destpêkirina dana nasnameyan ji bo Kurdên bênifûs teqez dike.

ShareThis

KURDWATCH, 31ê gulana (May) 2011ê - Di 29ê gulana (May) 2011ê de Dadwerê Tehqîqê li Qamişlo ji Hesen Ibrahim Salih, Meerûf Ehmed Mele Ehmed û Mihemed Ehmed Mistefa pirsên li ser tawanên ku ew pê tên gunehkarkirin, kirin. Ne diyar e bê ewê careke din kînga biçin dadgehê. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 31ê gulana (May) 2011ê - Di xwenîşandanên 27 gulana (May) 2011ê de li çend bajarên Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Lê xwenîşandanên li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serê Kaniyê û Kobanî bi aramî derbas bûn. Bi giştî bêtirî bîst hezar kes li herêmên kurdî daketibûn kolanan. Li kêleka demoqratî û azadiyê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir. Rojek berî xwenîşandanan li piraniya bajarên kurdî xetên internêtê hatibûn qutkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê gulana (May) 2011ê - Li gor agahiyên Wezareta Hundir ta niha 1007 nasnameyên sûrî hatine dan ji bo kesên ku ta niha bênifûs (ecnebî) bûn. Wezaretê herweha ragihand ku bi giştî 32000 dozên ji bo bidestxistina nasnameya sûrî hatine pêşkêşkirin dezgehên dewletê. Ji ber ku her malbatekê doznameyek tê pêşkêşkirin, ne diyar e bê çend kes dixwazin bibin welatiyên Sûriyê. Welatiyên bênifûs ên qeydkirî (ecnebî) ku li derveyî parêzgeha Hisiçayê dijîn, dikarin doznameyên xwe li bajarên xwe pêşkêş bikin û ne mecbûr in vê yekê li deverên qeyda xwe bikin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 29ê gulana (May) 2011ê - Di 25ê gulana (May) 2011ê çalakvanê siyasî û helbestvan Ferhan Cemîl Ebdilqadir (1956, zewicî ye, heft zarok) li ser dergehê sînor ê Nisêbîn/Qamişlo hat girtin. wî dixwest ji bo serdana mirovên xwe derbasî Tirkiyê bibe. Ta niha sedemên girtina wî ne diyar in.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê gulana (May) 2011ê - Di 25ê gulana (May) 2011ê de Hesen Ibrahim Salih, Meerûf Ehmed Mele Ehmed û Mihemed Ehmed Mistefa ji Şamê hatin veguhestin zindana Qamişlo. Piştî bidawîanîna li Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Bilind li Şamê doza endamên birêvebir ên Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê niha li cem dadgeha tehqîqê li Qamişlo ye. Dadkirina wan di 29ê gulana (May) 2011ê de dest pê dike. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 27ê gulana (May) 2011ê - Di 23ê gulana (May) 2011ê de dadwerê Dadgeha Destpêka Cezayê li Qamişlo biryar da ku nivîskar Ehmed bekir Elî (1962, zewicî ye, deh zarok), ku bi navê Arşek Beravî tê naskirin, bi kefaletê serbest bê berdan. Elî di 10ê gulana (May) 2011ê de di dergehê Nisêbîn/Qamişlo de hatibû girtin dema wî dixwest ji bo beşdarbûna konferenseke nivîskaran derbasî Tirkiyê bibe. Ew ji ber beşdarbûna di xwenîşandanên li dijî rêjîmê de li bajarê Amûdê hatibû girtin. Sê rojan piştî girtina wî ew hatibû veguhestin cem Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiça. Ji wir ew hatibû veguhestin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê. Dema ku li wir tehqîq pê re hatin kirin, ew rastî sicêfan û lêdanan dihat. Piştî du rojan ew hatibû veguhestin zindana Edrayê, ku ew çar rojan li wir mabû. Piştre ew hatibû vegueshtin zindana Hisiçaê û piştî du rojan ew hatibû veguhestin zindana Qamişlo. Li dijî Ehmed bekir Elî doz hatiye vekirin. Dadkirina wî roja 1ê hizêrana (June) 2011ê li cem Dadgeha Destpêka Cezayê li Qamişlo dest pê dike.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê gulana (May) 2011ê - Di xwenîşandanên 20 gulana (May) 2011ê de li çend bajarên Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Lê xwenîşandanên li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serê Kaniyê, Efrîn û Kobanî bi aramî derbas bûn. Bi giştî bêtirî bîst hezar kes li herêmên kurdî daketibûn kolanan. Ji bo teqezkirina nasnameya niştimanî ya xwenîşandanan dirûşmên li Qamişlo bi erebî, kurdî û aramî hatibûn nivîsandin. Ji bo heman armancê xwenîşandanên 20 gulanê li jêr dirûşma »Îna Azadî« pêk hatin. Li şûna peyva erebî ji bo azadiyê ya kurdû »azadî« hatibû bikaranîn.
Piştî xwenîşandanan li Qamişlo sêzdeh endamên sereke yên Rêxistina Demoqrat a Aşûriyan (ADO) ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Kesên ku hatin girtin, ev bûn: Dr. Melek Yeeqûb (cîgirê serokê mekteba siyasî), Gabriyêl Romanos (endamê mekteba siyasî), Kerem Dewla (endamê mekteba siyasî), Dr. Semîr Ibrahîm (endamê komîteya navendî), Bersûm Yûsiv, Gewriyê Şabo, Yeeqûb Xerîbo, Corc Odîşo, Hena Ishaq, Xandî Sefer, Fehed Yûsiv, Dawid Hebîb û Hena Sanharîb. Di heman rojê de nivîsgeha ADO hat teftîşkirin, polîsan dest danîn ser kompûter û belgeyên wan. Di 21ê gulanê de polîsan dest danîn ser tirimbêlên wan jî. Wilo diyar e ku hikûmet bi vî awayî dixwaze rê li ber hevkariya Kurd û Aşûriyan bigire.
Di 18ê gulana (May) 2011ê de xwenîşandanên biçûk li Qamişlo (çend sed beşdar) û Efrînê (dora sedûpêncî beşdar) pêk hatibûn.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê gulana (May) 2011ê - Piştî serbestberdana çalakvanan Enwer Naso, Merwan Hisên û Ebdilmihsin Mehmûd Xelef ew hatin agahdarkirin ku ta biryara dadgehê di doza wan de eşkere nebe, pêwîst nake ew biçin karên xwe. Karmendên dewletê herweha hatin agahdarkirin ku ta hingî mûçeyên wan jî tên rawestandin [agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]. Li Qamişlo jî hin karmendên dewletê yên ereb bi heman awayî hatine cezakirin. Ew ji ber beşdarbûna di xwenîşandanên li dijî rêjîmê de hatibûn girtin û doz li dijî wan hatine vekirin.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê gulana (May) 2011ê - Di 22ê gulana (May) 2011ê de Duyemîn Dadwerê Leşkerî li Şamê biryar da ku doza Husam Hisên Elî bê şandin ji Dadgeha Destpêka Cezayê re bê şandin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 24ê gulana (May) 2011ê - Di 24ê gulana (May) 2011ê de nivîskar Ebdilselam Ebdela Hec Ibrahîm, ku bi navê Siyamend Ibrahîm tê naskirin, li Qamişlo ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve hatin girtin. Berî hingî di rêya telefonê re jê hatibû xwestin ku serî li vê dezgehê bide. Di heman rojê de ew hat veguhestin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê. Li wir li ser beşdarbûna wî di xwenîşandanên li dijî rêjîmê tehqîq pê re hat kirin. Rojekê piştre Ibrahîm serbest hat berdan. Divê ew di 25ê gulana (May) 2011ê de dîsa serî li Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê bide.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê gulana (May) 2011ê - Di 16ê gulana (May) 2011ê de Dadwerê Tehqîqê li Qamişlo biryar da ku Ebdilîlah Ebdilfetah Ucê [agahiyên bêtir li ser vê meseleyê], Enwer Naso, Merwan Hisên, Ednan Ehmed, ku bi navê Dilyarê Xanî tê naskirin, Feysel Qadirî [agahiyên bêtir li ser vê meseleyê] û Ebdilmihsin Mehmûd Xelef serbest bên berdan. Xelef mîna Naso, Hisên û Ehmed di 9ê gulana (May) 2011ê de de li Qamişlo ji aliyê Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ve hatibû girtin. Li dijî kesên jorîn doza li gor bendên 307, 335, 336 û 337ê yên qanûna tawanan hatiye vekirin.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê gulana (May) 2011ê - Di 10ê gulana (May) 2011ê de endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Qamişlo Luqman Silêman (1962, zewicî ye, çar zarok) girt. Berî hingî wan çend caran pirsa wî kiribû. Sê seetan piştî girtina wî wan di mala wî de lêgerînek pêk anî û dest danîn ser kompûtera wî. Malbata Silêman nizane bê ew niha li kû ye. Beşdarbûna wî di xwenîşandaneke li dijî rêjîmê de wek sedema girtina wî tê têxmînkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê gulana (May) 2011ê - Di 17ê gulana (May) 2011ê de Dadgeha Istînafê li Şamê biryar da ku berpirsên Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê Mistefa Cumaa Bekir, Mihemed Seîd Hisên el-Umer û Seedûn Mehmûd Şêxo berî dema xwe serbest bên berdan. Dadgeha istînafê bi vê yekê biryara Duyemîn Dadgeha Cezayê li Şamê teqez kir, ku Dozgerê Dewletê li dij wê gilî kiribû. Di 15ê çiriya paşîna (November) 2009ê de Duyemîn Dadgeha Cezayê li Şamê sê sal zindan li endamên Azadî birîbûn. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 19ê gulana (May) 2011ê - Di 14ê gulana (May) 2011ê de li Qamişlo Partiyên Tevgera Kurdî ya Niştimanî li Sûriyê, ku ji neh partiyên Encûmena Siyasî ya Kurdî li Sûriyê, du partiyên Hevbendiya Demoqrat a Kurdî li Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) pêk tên, ji bo yekemîn car ji dema destpêka şoreşê dozên xwe di civîneke cemawerî de ragihandin:

1. Bidawîanîna li zordariya li dijî xwenîşandanan û dayina ruxsetê ji bo xwenîşandanên aşityane;
2. Bicîanîna mersûmê li ser bidawîanîna Rewşa Awarte; bidawîanîna li tevaya dadgeh û qanûnên taybetî; serbestberdana tevaya girtiyên siyasî;
3. Dayina ruxsetê ji bo tevaya partî û tevgerên siyasî;
4. Bidawîanîn li tevaya tedbîrên nijadperest û bidawîanîn li tevaya mersûmên nepenî li dijî gelê kurd; vegerandina nasnameyên sûrî ji bo kesên bê nifûs; qeydkirina welatiyên mektûm wek welatiyên sûrî di qeydên medenî de; bidawîanîna li piştguhkirina herêmên kurdî û misogerkirina wekheviya wan bi herêmên din re;
5. Sazkirina konferenseke niştimanî bêyî ku ti alî li derveyî wê bimîne. Erkê sereke yê vê konferensê gerek nivîsandina destûreke nû be, ku piştre ji bo dengdanê bê pêşkêşkirin ji bo gelê sûrî; azadiya alavên ragihandinê;
6. Misogerkirina cudabûna hersî hêzên desthilatê;
7. Pêkanîna çarserseriyeke dadmend û demoqratî ji bo Pirsa Kurdî di rêya pejirandina Kurdan wek pêkhatiyeke bingehîn a gelê sûrî di destûrê de û herweha misogerkirina mafên wan ên neteweyî;
8. Paraztin û misogerkirina mafên çandî yên kêmayetiyên neteweyî û olî li Sûriyê.

ShareThis

KURDWATCH, 19ê gulana (May) 2011ê - Bi ragihandina jimar 2978 di 5ê gulana (May) 2011ê de parêzgerê Hisiçayê lîwaa Muzî Necîb Selûm ferman da tevaya dezgehên dewletê ku ji karmendên xwe re bêjin ku qedexe ye ew di dema kar de û herweha piştî demên kar beşdarî xwenîşandanan bibin. Wî herweha ferman da ku navên wan kesên ku beşdarî xwenîşandanan bibin, bên nivîsandin û jê re bên şandin, da ku tedbîrên qanûnî yên munasib li dijî wan bên stendin.

ShareThis

KURDWATCH, 19ê gulana (May) 2011ê - Di 15ê gulana (May) 2011ê de Duyemîn Dadwerê Leşkerî li Şamê dadkirina Husam Hisên Elî bi paş xist roja 22ê gulana (May) 2011ê. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 19ê gulana (May) 2011ê - Di 13ê gulana (May) 2011ê de li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serê Kaniyê û Kobanî dora bîst hezar kes ji bo azadî û demoqratiyê li Sûriyê xwenîşandan pêk anîn. Beramberî îna buhurî kêmtir kes daktibûn kolanan. Texmîn ew e ku sedema vê yekê girtina komek ji çalakvanan bû berî xwenîşandanan û vekirina dozan li dijî wan. Li Efrînê hewildana pêkanîna xwenîşandaneke li dijî rêjîmê hat kirin. Lê tê gotin ku hêzên ewlekariyê rê li ber vê yekê girti û 16 kes girtine.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê gulana (May) 2011ê - Di 9ê gulana (May) 2011ê de Mihemed Emîn Hesen Hisên (1981) hat girtin. Xwendekarê wêjeya fransî li Zanîngeha Şamê beşdarî xwenîşandaneke li dijî rêjîmê bûbû. Ta niha ne diyar e bê Hisên li kû ye.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê gulana (May) 2011ê - Di 12ê gulana (May) 2011ê de Ebdilsemed Umer, Seîd Mihemed Mihemed û Metîn Ehmed Murad bi kefaletê serbest hatin berdan. Li dijî wî li gor bendê 335ê yê qanûna tawanan doz hatiye vekirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 14ê gulana (May) 2011ê - Dezgeha Muxaberatên Leşkerî li Qamişlo di 10ê gulana (May) 2011ê de Ebdilkerîm Sebrî Umer (1961, zewicî ye, sê zarok) serbest berda. Umer, ku berpirsê îdarî yê Encûmena Giştî ya Hevbendiya Demoqrat a Kurdî li Sûriyê û herweha endamê Daxuyaniya Şamê ye, di 9ê gulana (May) 2011ê de ji ber beşdarbûna di xwenîşandaneke li dijî rêjîmê de di 6ê gulana (May) 2011ê de li Qamişlo hatibû girtin.

ShareThis

KURDWATCH, 14ê gulana (May) 2011ê - Di 9ê gulana (May) 2011ê de Dezgeha Muxaberatên Leşkerî li Qamişlo çalakvanên siyasî Enwer Naso (1962, zewicî ye, çar zarok), Merwan Hisên (1968, zewicî ye, çar zarok), Ednan Ehmed, ku bi navê Dilyarê Xanî tê naskirin (1966, zewicî ye, çar zarok) û Feysel Qaddirî (1968, zewicî ye, du zarok) girtin. Ew ji ber beşdarbûna di xwenîşandana li dijî rêjîmê de di 6ê gulana (May) 2011ê de li Amûdê hatin girtin. Berî girtina wan ji wan hatibû xwestin ku serî li Dezgeha Muxaberatên Leşkerî li Qamişlo bidin.

ShareThis

KURDWATCH, 14ê gulana (May) 2011ê - Di 11ê gulana (May) 2011ê de Dezgeha Muxaberatên Hêzên Ezmên Ebdilîlah Ebdilfetah Ucê girt. Berî hingî di rêya telefonê re jê hatibû xwestin ku serî dezgehê bide. Girtina wî ji ber beşdarbûna wî ya di xwenîşandana li dijî rêjîmê de di 6ê gulana (May) 2011ê de li Amûdê pêk hat. Ucê di 30ê nîsana (April) 2011ê de li Qamişloyê ji aliyê endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ve hatibû girtin û di 2ê gulana (May) 2011ê de serbest hatibû berdan. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 13ê gulana (May) 2011ê - Di 10ê gulana (May) 2011ê de Yekemîn Dadwerê Lêkolînê li şamê biryar da ku xwendekar, rojnamevan û çalakvanê mafê mirovan Kemal Hisên şêxo bi kefaletê serbest bê berdan. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 12ê gulana (May) 2011ê - Di 8ê gulana (May) 2011ê de Duyemîn Dadwerê Leşkerî li Şamê dadkirina Husam Hisên Elî (1976, zewicî ye, çar zarok) bi paş xist 15ê gulana (May) 2011ê. Li dijî Elî, ku endamê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ye, li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan doz hatiye vekirin. Husam Hisên Elî di 3ê çileya pêşîna (December) 2008ê de li Şamê ji aliyê endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ve hatibû girtin û di 22ê nîsana (April) 2009ê de serbest hatibû berdan. Di dema girtina wî de ew 55 rojan di zindana Firaa Filestîn ya girêdayî Dezgeha Muxaberatên Leşkerî girtî mabû. Li wê derê ew rastî işkenceyan hatibû: Elî hatibû mecbûrkirin ku 34 rojan ji seet 6ê sibehê ta nîvê şevê bi destên girêdayî û çavên girtî li ser lingan şipyayî bimîne. Di tehqîqên pê re de ew rastî lêdanên bi kabil û destan dihat.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê gulana (May) 2011ê - Di 9ê gulana (May) 2011ê de Sîpan Azad Ismaîl, Reşîd Nuridîn Ehmed Meesûm û Delîl Mihemed Ibrahîm (zewicî ye, zarokek wî heye) ji zindana li Dêrikê serbest hatin berdan. Di 5ê gulana (May) 2011ê de Barzan Sebrî Xelîl, Cotiya Seyfidîn Cemîl, Idrîs Mihemed Adil û Ciwan Hamid Mela Mîrza serbest hatibûn berdan. Tevaya van kesan piştî beşdarbûna di xwenîşandaneke li dijî rêjîmê de li Dêrikê di 3ê gulana (May) 2011ê de hatibûn girtin. Li dijî wan li gor bendê 335ê yê qanûna tawanan doz hatiye vekirin. Dadkirina wan roja 25ê gulana (May) 2011ê de li pêşiya dadgeha cezayê li Dêrikê dest pê dike.

ShareThis

KURDWATCH, 11ê gulana (May) 2011ê - Di 8ê gulana (May) 2011ê de çalakvanê mafê mirovan Ekrem Ehmed Hisên (1964, zewicî ye, çar zarok) serbest hat berdan. Hisên, ku endamê Komîteya Kurdî ya Mafê Mirovan li Sûriyê (el-Rasid) e, di 7ê gulana (May) 2011ê de ji aliyê endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ve hatibû girtin. Ew bi axavtina di rêya telefonê re bi kanaleke televizyonê ya erebî re li ser xwenîşandana li dijî rêjîmê li Qamişlo di 6ê gulana (May) 2011ê de hatibû gunehkarkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê gulana (May) 2011ê - Di xwenîşandanên 6 gulana (May) 2011ê de li çend bajarên Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Lê xwenîşandanên li Qamişlo, Amûdê û Dirbêsiyê bi aramî derbas bûn. Bi giştî bêtirî sîh hezar kes li herêmên kurdî daketibûnn kolanan - beramberî îna buhurî hejmara wan bi şêweyekî berbiçav zêde bûbû. Hêzên ewlekariyê xwenîşandan dişopandin, lê îşê xwe ji wan neanî.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê gulana (May) 2011ê - Dadwerê Destpêka Cezayê li Qamişloyê di 5ê gulana (May) 2011ê de rûniştina di doza Newaf Hesen Reşîd û Ebdilhekîm Şukrî Hisên de bi paş xist roja 19ê gulana (May) 2011ê. Berî hingî ji herdu endamên Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê pirs li ser tawanên ku ew pê tên gunehkarkirin, hatin kirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 4ê gulana (May) 2011ê - Di 2ê gulana (May) 2011ê de Ebdilîlah Ebdilfetah Ucê û Kendal Perwîz Mihemed Elî li Qamişlo serbest hatin berdan. Berî hingî ew mecbûr bûn imze bikin ku ewê nema beşdarî xwenîşandanên li dijî rêjîmê bibin. Rojekê piştre şêx Ebdilqadir Mihemed Meesûmê Xeznewî li Qamişlo serbest hatin berdan. Ew jî mecbûr bû imze bike ku ewê nema beşdarî xwenîşandanên li dijî rêjîmê bibe. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 4ê gulana (May) 2011ê - Di êvara 3ê gulana (May) 2011ê de çend hezar kes li Qamişlo û Amûdê mûmiyan pêxistin û bi vî awayî li dijî dorpêçkirina Deraayê û girtina xwenîşanderan li seranserî Sûriyê protesto kir.

ShareThis

KURDWATCH, 3ê gulana (May) 2011ê - Di 30ê nîsana (April) 2011ê de hêzên Dezgeha Ewlekariya Leşkerî li Amûdê û Qamişlo komek ji çalakvanên siyasî girtin. Li Qamişlo şêx Ebdilqadir Mihemed Meesûmê Xeznewî (1948, zewicî ye, 12 zarok), şêx Ebdilsemed Umer (1962, zewicî ye, 6 zarok) û Seîd Mihemed Mihemed hatin girtin. Li Amûdê Ebdilîlah Ebdilfetah Ucê (1959, zewicî ye, 6 zarok) û Kendal Perwîz Mihemed Elî (1992) hatin girtin. Girtina çalakvanan ji ber beşdarbûna wan di xwenîşandanên li Qamişlo û Amûdê di 29ê nîsana (April) 2011ê de pêk hat.

ShareThis

KURDWATCH, 2ê gulana (May) 2011ê - Wek ku KurdWatch berî niha behs kiribû, serok Beşar el-Esed bi mersûmê jimar 43 di 26ê adara (March) 2011ê de qanûna jimar 41 di sala 2004ê de guhert. Ew bi xwe mersûmê nû guhertineke mersûmê jimar 49 di 10ê îlona (September) 2008ê de ye [biner li: Mersûmê 49ê ‒ Misaderekirina gelê kurd?]. Li gor vî mersûmî guhertina mafên milkiyetê yên zemînên li herêmên sînor û herweha kirêkirina wan a ji bo demeke dirêj ruxset pêwîst e, ne giring e bê li ser zemînê avahî heye yan na, bê ew li hundir an derveyî muxetetên tenzîmî ye. Bi mersûmê jimar 43ê ji bo veguhestina mafên milkiyetê yên zemînên di hundirê muxetetên tenzîmî de rûxset nema pêwîst in. Lê ji bo veguhestina mafên milkiyetê yên zemînên ji bo çandiniyê berdewam rûxset pêwîst in. Lê ji niha û pê ve veguhestina mafên milkiyetê di navbera dê û bavan û zarok û neviyên wan de bê rûxset gengaz in. Xuşk û bira mecbûr in berdewam doza rûxsetan bikin. Bi mersûmê 43ê nema pêwîst e ku ji bo rûxsetan mirov biçe Şamê. Niha ev kar li cem îdareya parêzgehan tê qedandin. Guhertinên vê dawiyê bûn sedema pirbûna avakirinan li parêzgeha Hisiçayê.

ShareThis

KURDWATCH, 1ê gulana (May) 2011ê - Di 26ê nîsana (April) 2011ê de Newaf Hesen Reşîd (1959, heft zarok) û Ebdilhekîm Şukrî Hisên (1973) serbest hatin berdan. Herdu endamên Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê di 23ê nîsana (April) 2011ê de li Qamişloyê ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Dewletê ve hatibûn girtin. Di 24ê nîsana (April) 2011ê de ew hatin radestkirin polîsên li Hisiçayê. Li wir ji ber beşdarbûna wan di xwenîşandana li dijî rêjîmê de di 22ê nîsana (April) 2011ê de xeber ji wan re hatin dan û ew wek xayin hatin binavkirin. Ew herweha rastî lêdanên di rûyên wan û aliyên din ên laşên wan hatin. Piştre ew hatin şandin pêşiya Dadwerê Destpêka Cezayê li Qamişloyê. Li dijî Newaf Hesen Reşîd û Ebdilhekîm Şukrî Hisên li gor qanûna xwenîşandanê ya nû ji ber beşdarbûna di xwenîşandaneke bê destûr de û herweha endametiya komeleyeke ne qanûnî doz hatiye vekirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 1ê gulana (May) 2011ê - Di xwenîşandanên 29ê nîsana (April) 2011ê de li çend bajarên Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Lê xwenîşandanên li Qamişlo, Amûdê, Serê Kaniyê û Dirbêsiyê bi aramî derbas bûn. Bi giştî dora sî hezar kes li herêmên kurdî daketibûnn kolanan. Hêzên ewlekariyê xwenîşandan dişopandin, lê îşê xwe ji wan neanî. Li kêleka piştgiriyên ji bo Deraa, ku bûye navenda xwenîşandanan, ev bûn hin dozên xwenîşanderan: »Na ji bo selefîmizmê û taîfetiyê«; »Erê ji bo dewleta demoqrat«, »Erê ji bo piraliya siyasî û neteweyî«, »Jiyan bêyî zimanê dayikê nabe«; »Em azadiya heta hetayê dixwazin, ne serokê heta hetayê«; »Rêjîm doza rûxandina gel dike, gel doza rûxandina rêjîmê dike«; »Azadî ji bo girtiyên siyasî«.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê nîsana (April) 2011ê - Di 20ê nîsana (April) 2011ê de Xalid Hemîd Hemîd li Şamê serbest hat berdan. Piştî dersînorkirina wî ji Elmanyayê di 13ê nîsana (April) 2011ê de ew heftiyekî di zindana Firaa Felestîn ya Dezgeha Ewlekariya Leşkerî hatibû girtin. Li wê derê li ser çalakiyên wî yên li Elmanyayê û herweha li ser welatiyên sûrî yên nişteciyên Elmanyayê tehqîq pê re hatibû kirin. Ew li wir di kursiya elmanî de hatibû işkencekirin. Di vê metoda işkencekirinê de girtî tê mecbûrkirin ku li ser kursiyekê rûne, ku di wê de stûna piştê bi paş ve tê tewandin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 27ê nîsana (April) 2011ê - Piştî xwenîşandanên li dijî rêjîmê di 22ê nîsana (April) 2011ê de hêzên ewlekariyê yên sûrî li herêmên kurdî komek ji çalakvanan girtin û tehqîq bi wan re kirin. Newaf Hesen Reşîd, ku endamê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ye, di 23ê nîsana (April) 2011ê de ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve hat girtin û hîn di zindanê de ye. Çalakvanên din ên ji Qamişlo, Amûdê û Serê Kaniyê, ku di 23ê û 25ê nîsana (April) 2011ê de hatibûn girtin, tevde piştî çend seetan serbest hatin berdan. Berî hingî ew hatibûn mecbûrkirin ku imze bikin ku ewê nema beşdarî xwenîşandanên li dijî rêjîmê bibin. Eger ew beşdar bibin, hingî ewê bi endametiya rêxistineke islamî yan pêkanîna karê xerab bi fermana aliyene li derve bên tawanbarkirin, wek ku çalakvanekî ji KurdWatchê re got.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê nîsana (April) 2011ê - Şeşemîn Dadwerê Leşkerî li Şamê di 18ê nîsana (April) 2011ê de li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan heft meh û heft roj zindan li Ismaîl Mihemed Ebdî birîn. Welatiyê elman di 23ê tebaxa (August) 2010ê de li Helebê hatibû girtin û di 30ê adara (March) 2011ê de ji zindana Edrayê nêzîkî Şamê serbest hatibû berdan. Cezaya zindanê heman dem e ku Ebdî di zindanê de derbas kiriye. Ebdî ji KurdWatchê re diyar kir ku bi fermana Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Qamişloyê derketina ji Sûriyê lê hatiye qedexekirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 24ê nîsana (April) 2011ê - Bi mersûmê jimar 161 di 21ê nîsana (April) 2011ê de serok Beşar el-Esed Rewşa Awarte bi dawî anî, ku di 8ê adara (March) 1963ê de hatibû ragihandin. Di heman demê de el-Esed bi mersûmê jimar 53 di 21ê nîsana (April) 2011ê de Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Bilind ji holê rakir. Tevaya dozên ku hîn ji aliyê vê dadgehê ve tên pêkanîn, wê bên şandin dadgehên din. Û bi mersûmê jimar 54 di 21ê nîsana (April) 2011ê de qanûna xwenîşandanan hat ragihandin.
KurdWatch wê di demeke nêzîk de van mersûman biweşîne.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê nîsana (April) 2011ê - Di xwenîşandanên 22ê nîsana (April) 2011ê de li çend bajarên Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Lê xwenîşandanên li Qamişlo, Amûdê û Serê Kaniyê bi aramî derbas bûn. Bi giştî dora bîst hezar kes li herêmên kurdî daketibûnn kolanan - beramberî îna buhurî hejmara wan bi şêweyekî berbiçav zêde bûbû. Hêzên ewlekariyê xwenîşandan dişopandin, lê îşê xwe ji wan neanî. Dema li Hisiçayê ciwanan xwest xwenîşandanekê pêk bînin, ew rastî êrîşên ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin. Piştî xwenîşandana li Amûdê Dezgeha Ewlekariya Dewletê ji komek ji endamên Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê xwest ku serî lê bidin. Piştî ku ev kes çûn wir û seetekê man, ji wan re hat gotin ku herin malê bêyî ku tehqîq bi wan re bê kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 22ê nîsana (April) 2011ê - Di 7ê nîsana (April) 2011ê de şeş kesên din serbest hatin berdan piştî beşdarbûna wan di ahenga Newrozê de li Reqayê, ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqrat ve hatibû amadekirin. Piştî girtina wan di 21ê adara (March) 2010ê de Kanîwar Sebrî Nebî, Mihemed Mistefa Şêx Mihemed, Mihemed Muslim Mûsa, Ehmed Cûman, Mihemed Elî Baqî û Mihemed Mehmûd Muslim di zindana Reqayê de hatin işkencekirin - Kanîwar Sebrî Nebî û Mihemed Muslim Mûsa piştî ku ji ber birînên guleyan hatibû emeliyatkirin. Kesên jorîn ji Reqayê hatibûn veguhestin Şamê û ew ta roja derketina wan ji zindanê li wir man. Tê gotin ku bi giştî dora sed kes piştî beşdarbûna di ahenga Newrozê li Reqayê de hatibûn girtin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 21ê nîsana (April) 2011ê - Bi fermana jimar 639 di 31ê adara (March) 2011ê de Wezareta Hundir komek karûbarên îdarî hesan kirin. Ji niha û pê ve ji bo van karan erêkirina dezgehên ewlekariyê nema pêwîst e:
a) qeydkirina zewacên welatiyên sûrî bi biyaniyan re û zewacên welatiyên sûrî yên mêr bi jinên mektûm re;
b) qeydkirina zarokên ji zewacên welatiyên sûrî yên mêr bi jinên mektûm re;
c) qeydkirina zarokên welatiyên sûrî, ku ew zêdetirî mehekê berî qeydkirinê çêbûbin;
d) derxistina şehadeyên danasînê, xiracqeydên tekane yan malbatî dema windabûn an têkçûna belgeyên orîjînal û herweha derxistina belgeyên ji bo kesên nasname yên qeydkirî (ecnebî) li parêzgeha Hisiçayê ji bo yekemîn car û qeydkirina kesên bê nasname yên qeydkirî (ecnebî) di qeydên biyaniyan de li dezgehên nifûsê li parêzgeha Hisiçayê;
ê) derxistina nasnameya şexsî dema windabûn û têkçûna yên orîjînal û derxistina nasnameya şexsî ji bo yekemîn car ji bo her kesê ku bûbe 14-salî yan nû bûbe welatiyê Sûriyê, û herweha ji bo nasnameyên şexsî ku dema wan derbas bûbe;
f) derxistina paseportan ji bo welatiyên sûrî yên nişteciyên li derveyî welêt dema paseportên wan winda bûbin an têkçûbin;
g) derbasbûna Iraqê.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê nîsana (April) 2011ê - Duyemîn Dadwerê Lêkolînê yê Leşkerî li Helebê di 6ê nîsana (April) 2011ê de biryar da, ku 48 kes ji zindana Reqayê serbest bên berdan. Ev kes di navbera 9 û 30ê nîsana 2010ê de hatibûn girtin piştî beşdarbûna wan di ahenga Newroza 2010ê de li Reqayê, ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqrat ve hatibû amadekirin. Rojekê berî serbestberdana wan girtiyan tehdîd kiribû ku ewê beşdarî greveke birçîbûnê ji bo piştgiriya xwepêşandanên li dijî rêjîmê bibin ku niha li komek bajarên Sûriyê pêk tên. Serokatiya zindanê ji wan re eşkere kir ku ew greva xwe pêk neynin, ewê wan di nava 24 seetan de serbest berde.
Kesên ku jin zindanê derketin, ev in: Hecî Hoşo Ehmed, Mihemed Elî dawid, Hamid Bozan Bozan, Mihemed Hoş Şêx Elî, Mihyedîn Muslim Bozan, Salih Mihemed Osman, Xelîl Xeşman Şêx Mihemed, Carah Dawid Şêxo, Qewas Elî Muslim, Adil Xelîl Bozan, Hesen Ehmed Hebeş, Eyûb Xelîl Xelîl, Riyad Ibrahîm Xelîl Sîcar, Ebdilqadir Elî Şeeban, Hesen Ebdî Mihemed, Mistefa Ibrahîm Îbo, Meesûm Mistefa Îsa, Mihemed Elî Ehmed Hisên, Mezlûm Mihemed Osman, Iskender Mihemed Îsa, Mistefa Ehmed Hisên, Cumaa Mihemed Îsa, Ehmed Mişo Elî, Mistefa Mihemed Yasîn, Sebrî Mihemed Nebî, Ibrahîm Qawas Muslim, Ibrahîm Ebid Hisên, Ramadan Mihemed Emîn, Ednan Remedan Emîn, Mistefa Elî Naasan, Ebdilqadir Mehmûd Şêx Osman, Mihemed Etallah Îsa, Elî Nebo Mistefa, Seîd Ibrahîm Îbo, Luqman Mistefa Neesan, Mihemed Hemûd Muslim, Ibrauîm Mamt Mehmûd, Ehmed Şêxo Ezo Miho, Nezmî Mihemed Mihemed, Remedan Bozan Bozan, Ebdilkerîm Elîz Mistefa, Ebû Zîr Ebû Zîr Muslim, Bedirxan Elî Dêrikî, Mihemed Hecî Ehmed, Taha Hesen Muslim, Xelîl Osman Şêxo, Izedîn el-Ebûd û Ebdilfetah Ehmed Tamir. Girtiyek din, Mistefa Yasîn, deh rojan berê ji ber sedemine tenduristî serbest hatibû berdan. Li dijî kesên jorîn li gor bendên 339 û 307ê yên qanûna tawanan doz hatiye vekirin. Ta niha ne diyar e bê wê ev doz berdewam bibe yan na.
Di girtinên di nîsana (April) 2010ê de endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî, Dezgeha Ewlekariya Dewletê û Dezgeha Muxaberatên Hêzên Ezman beşdar bûn. Piştî tehqîqên ji aliyê Dezgeha Muxaberatên Hêzên Ezman ve li Reqa, Dêra Zorê û Helebê kesên jorîn 26 rojan di zindana vê dezgeha ewlekariyê li balafirgeha Mezê hatibûn girtin. Piştre sê rojan li cem Dezgeha Ewlekariya Siyasî tehqîq bi wan re hatibû kirin û ew hatibûn şandin zindana Edrayê nêzîkî Şamê. Di hersî mehên pêşî de tehqîq bi wan re ji aliyê endamekî Dezgeha Ewlekariya Siyasî, endamekî Dezgeha Ewlekariya Dewletê, endamekî Dezgeha Muxaberatên Hêzên Ezman û endamekî Dezgeha Muxaberatên Leşkerî bi wan re dihat kirin. Ji bo tehqîqan girtî dihatin veguhestin zindana al-Fayhayê ya Dezgeha Ewlekariya Siyasî. Piştî dora şeş mehan ew ji Şamê hatin veguhestin Helebê û ji wir ew hatin veguhestin Reqayê.
Yekî ji girtiyan ji KurdWatchê re diyar kir ku tevaya girtiyan bi feleqeyên li ser binlingan dihatin işkencekirin. Ew herweha rastî lêdanên bi ling û destan dihatin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 17ê nîsana (April) 2011ê - Di xwenîşandanên roja 15ê nîsana (April) 2011ê de li çend bajarên Sûriyê dîsa doza azadî û demoqratiyê hat kirin. Beşek ji xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir. Tevaya xwepêşandanan, yêb li Qamişlo, Amûdê, Dêrik, Dirbêsî û Serê Kaniyê jî, bi aramî derbas bûn. Bi giştî dora deh hezar kes li herêmên kurdî daketibûnn kolanan. Li Amûdê nûnerên partiyên kurdî ji alîgerên xwe xwest ku beşdarî xwenîşandanê nebin.
Rojek berê 12 partiyên kurdî - Encûmena Siyasî ya Kurdî li Sûriyê, ku ji neh partiyan pêk tê, Hevbendiya Demoqrat a Kurdî li Sûriyê, ku ji du partiyan pêk tê, û Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) - li Qamişloyê kom bûbûn. Di daxuyaniyeke hevbeş de wan eşkere kir ku xwenîşandanên li Sûriyê rewa ne, lê wan doza beşdarbûna wan nekir. Nûnerekî Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ji KurdWatchê re diyar kir ku partiya wî di civînê de doza wê yekê kiriye ku partiyên kurdî helwesta xwe biguherînin û bangî xwepêşandanan bikin. Wî got ku pêşniyara wan nehatiye pejirandin. Wî herweha got ku di xwenîşandanê de Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê di rêya telefonê re ji nûnerekî partiya wî re gotiye ku ew dizanin ku Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê piştgiriya xwepêşandanan dike.

ShareThis

KURDWATCH, 14ê nîsana (April) 2011ê - Piştî vegerandina wî ji Elmanyayê di 13ê nîsana (April) 2011ê de Xalid Hemîd Hemîd (1970) li balafirgeha Şamê hat girtin. Hamid di 12ê nîsana (April) 2011ê de li bajarê Lebach (herêma Saarland) hatibû girtin dema wî dixwest li cem dezgeha biyaniyan mafê rûniştina xwe ya demî dirêj bike. Penaberê kurd berî neh salan li Elmanyayê doza mafê penaberiyê kirbû.

ShareThis

KURDWATCH, 14ê nîsana (April) 2011ê - Di 9ê nîsana (April) 2011ê de li Qamişloyê Mihemed Ebdî Seedûn serbest hat berdan. Piştî girtina wî di 20ê gulana (May) 2010ê de Seedûn, ko mamoste û endamê polîbîroya Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ye, pêşî sê rojan di hucreya bitenê ya zindana Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Qamişloyê de hatibû girtin. Piştre ew şazdeh rojan di zindana Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Şamê de û yanzdeh rojan di zindana Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê de hatibû girtin- Yanzedeh ji van bîst û şeş rojan ew di hucreya bitenê de bû. Piştre Seedûn hat veguhestin Helebê û ew ji wir hat şandin Qamişloyê. Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 30ê îlona (September) 2010ê de li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan salek zindan lê birîbû. Ji ber vê cezayê ew nema dikare wek mamoste kar bike. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 12ê nîsana (April) 2011ê - Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 28ê adara (March) 2011ê de biryar da ku Mihemed Nûrî Ebû Bekir (1953, zewicî ye, heft zarok), Hesen Tahir Îsa (1960), Ebdî Ehmed Hemo (1944) serbest bên berdan. Di 29ê adara (March) 2011ê de Ehmed Mihemed Emîn Ibrahîm (1970) jî ji zindanê derket. Endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî herçar alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) piştî beşdarbûna wan di xwenîşandanekê de di 15ê çileya pêşîna (December) 2010ê de li Qamişloyê girtibûn. Xwenîşandan ji aliyê PYDê ve hatibû amadekirin. Dema ku tehqîq bi wan re hatibû kirin, ew rastî lêdanên li jêr binlingan dihatin. Li dijî wan doz li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan hatiye vekirin û doza wan hîn li cem dadgehê ye.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê nîsana (April) 2011ê - Di 5ê nîsana (April) 2011ê de herdu xwendekar Ebdilrehîm Fewaz Temê û Enwer Murad bi kefaletê serbest hatin berdan. Piştî girtina wan ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Dewletê ve di 12ê adara (March) 2011ê de û girtina wan di zindana vê dezgehê de li Şamê, tehqîq bi wan re hat kirin û ew hatin işkencekirin - ew di dûlaban de rastî lêdana binlingan hatin. Li dijî Temê û Murad li gor bendên 285 û 286ê yên qanûna tawanan doz hatiye vekirin û doza wan hîn li cem dadgehê ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 10ê nîsana (April) 2011ê - Di xwenîşandanên 8ê nîsana (April) 2011ê de li çend bajarên Sûriyê dîsa hin kes hatin kuştin û birîndarkirin. Lê xwenîşandanên li Qamişlo, Amûdê, Dêrik, Dirbêsî û Serê Kaniyê bi aramî derbas bûn. Bi giştî dora deh hezar kes li herêmên kurdî daketibûnn kolanan. Xwenîşanderên bi çalakiyên xwe piştgiriya xwenîşanderên li Deraa û bajarên din kirin û tenê alên sûrî hildan. Hêzên ewlekariyê xwenîşandan dişopandin, lê îşê xwe ji wan neanî.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê nîsana (April) 2011ê - Bi mersûmê jimar 49 di 7ê nîsana (April) 2011ê de serok Beşar el-Esed biryar da ku Kurdên bê nasname yên qeydkirî (ecnebî) nasnameya sûrî ya erebî bistînin. Di vî mersûmê de behsa Kurdên bê nasname yên ne qeydkirî (mektûm) nehatiye kirin. Mersûm bi weşandina di rojnameya fermî de tê pêkanîn. Niha divê wezareta hundir biryarên pêkanîna vî mersûmî belav bike. Li ser pirsgirêka Kurdên bê nasname li Sûriyê biner li nivîsara KurdWatchê »Kurdên bê nasname li Sûriyê - Koçberên neqanûnî yan goriyên siyaseteke neteweperest?«.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê nîsana (April) 2011ê - Di 5ê nîsana (April) 2011ê de serok Beşar el-Esed pêşwaziya şandeke ji parêzgeha Hisiçayê kir. Endamên vê şandê - 15 Kurd, 14 Ereb û Filehek - dora du seetan bi Esed re axivîn û doznameyeke ji 37 dozan radestî wî kir. Yekî ji kesên beşdar ji KURDWATCHê re diyar kir ku lêkolîneke li ser bûyerên adara 2004ê, vegerandina nasnameyan ji bo tevaya Kurdên bê nasname (ecnebî û mektûm), rakirina mersûmê jimar 49, serbestberdana tevaya girtiyên siyasî û herweha piştivaniya aborî ji bo parêzgeha Hisiçayê di nav daxwazên wan de bûn. Şand ji nûnerên eşîrên kurdî û erebî û herweha ji kesayetiyên din pêk dihat. Ew tevde ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatibûn hilbijartin. Herweha pênc nûnerên partiyên kurdî jî hatibûn vexwendin civînê. Lê ew beşdarî civînê nebûn, çimkî ew doza diyalogeke siyasî di navbera serokatiya Sûriyê û partiyên kurdî yên sûrî de dikin. Endamên şandê di 4ê nîsana (April) 2011ê de bi balafireke taybetî ji Qamişloyê hatin birin Şamê. Berî civîna bi serokê dewletê re ew ji aliyê cîgirê sekretêrê Partiya Bees, Mihemed Seîd Bixêtiyan, ve hatibûn pêşwazîkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê nîsana (April) 2011ê - Şeşemîn Dadwerê Leşkerî li Şamê di 4ê nîsana (April) 2011ê de dadkirina Ismaîl Mihemed Ebdî bi paş xist ji bo roja 18ê nîsana (April) 2011ê. Li dijî Ebdî li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan doz hatiye vekirin. Dozên li gor bendên din hatin rawestandin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 5ê nîsana (April) 2011ê - Dadgeha pîşeyî ya Sendîqaya Parêzeran li Helebê di 3ê nîsana (April) 2011ê de biryar da ku parêzer û çalakvanê mafê mirovan Redîf Enwer Mistefa ne gunehkar e. Mistefa ji ber binpêkirina rêbaza sendîqaya parêzeran tenê hat inzarkirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 4ê nîsana (April) 2011ê - Di xwenîşandanên 1ê nîsana (April) 2011ê de li seranserî Sûriyê dîsa li Şamê hin kes hatin kuştin. Lê xwenîşandanên li Qamişlo, Amûdê, Hisiça û Kobanî bi aramî derbas bûn. Tê gotin ku li Hisiçayê hêzên ewlekariyê gule berdane ezmên û xwenîşander belav kirine. Herweha li Hisiça û Kobanî hin kes ji bo demeke kurt hatin girtin. Xwenîşanderên li herêmên kurdî bi çalakiyên xwe piştgiriya xwenîşanderên li Deraa û Lazqiyê kirin û tenê alên sûrî hildan.

ShareThis

KURDWATCH, 3ê nîsana (April) 2011ê - Di 25ê adara (March) 2011ê de herçar endamên Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê Nezmî Ebilrehman Mihemed, Ehmed Xelîl Derwîş û Yaşa Xalid Qadir serbest hatin berdan, deh mehan berî ku dema girtina wan di zindana Saydanayayê de bi dawî bê. Tehsîn Xeyrî Memo, ku bi wan re hatibû girtin, hîn jî »windayî« ye. Tê texmînkirin ku ew hatiye kuştin [agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]. Herweha endamên Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê, Salih Ebdo û Hisên Hamid Mihemed, serbest hatin berdan. Ebdo û Mihemed di 19ê tebaxa (August) 2007ê de hatibûn girtin û piştre Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Bilind çar sal zindan li her yekî ji wan birîn. Ew sê çarîk ji dema girtina xwe di zindanê de man. Ev girtî piştî efûyeke Beşar el-Esed serbest hatin berdan. Tê gotin ku hin girtiyên kurd serbest hatine berdan - KurdWatch lêdikole ku nas bike bê ew kî ne.

ShareThis

KURDWATCH, 2ê nîsana (April) 2011ê - Di 31ê adara (March) 2011ê de serokê Sûriyê Beşar el-Esed biryar da ku komîsyonek bê sazkirin, da ku lêkolînekê li ser biryarên dehemîn kongirê partiya Bees li ser serjimartina awarte li parêzgeha Hisiçayê pêk bîne. Di encama serjimartina ku di cotmeha (October) 1962ê de pêk hat de ji dora 120 000 welatiyên kurd nasnameya sûrî hat stendin û bi vê yekê re mafên welatiyan ên bingehîn. Ji ber ku zarok û zarokên zarokên wan jî bê nasname ne, hejmara wan di salên dawî de her ku diçû, zêdetir dibû. [Biner li »Kurdên bê nasname li Sûriyê - Koçberên neqanûnî yan goriyên siyaseteke neteweperest?«]
Dehemîn kongirê partiya Bees hîn di hizêrana (June) 2005ê de biryar dabû ku vê babetê bixe rojevê û çareseriyekê ji bo Kurdên bê nasname peyda bike. Di axavtina xwe sûndxwarinê de di 17ê hizêrana (June) 2007ê de Beşar el-Esed soza çareseriyeke lezgîn ji bo vê pirsgirêkê dabû: Wê demê hat gotin ku amadekariyên teknîkî ji bo qanûnekê hema bêje bi dawî hatine. Komîsyona ku niha gerek bê sazkirin, gerek ta 15ê nîsana (April) 2011ê de encamên xwe pêşkêşî serok bike, da ku - wek ku hatiye gotin - li ser bingeha wan gerek qanûnek nû bê amadekirin.

ShareThis

KURDWATCH, 2ê nîsana (April) 2011ê – Di 30ê adara (March) 2011ê de yekemîn dadwerê lêkolînê li Şamê biryar da, ku Nesridîn Ehmê ligel 6 girtiyên din ên ku berî demekê hatibûn girtin, bi kefaleta 7000 lîrayên sûrî serbest bên berdan. Li dijî Ehmê li gor bendên 285 û 286ê yên qanûna tawanan doz hatiye vekirin. Doza wî hîn li cem dadgehê ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 1ê nîsana (April) 2011ê – Di 30ê adara (March) 2011ê de welatiyê elman Ismaîl Mihemed Ebdî ji zindana Edrayê nêzîkî Şamê serbest hat berdan. Dadkirina wî wê di 4ê nîsana (April) 2011ê de li cem Şeşemîn Dadwerê Leşkerî li Şamê dest pê bike. Ebdî, ku di tebaxa (August) 2010ê de hatibû girtin, berî demekê beşdarî greveke birçîbûnê ya girtiyên siyasî bûbû. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 30ê adara (March) 2011ê – Di 29ê adara (March) 2011ê de li Hisiçayê û bajarên sûrî yên din xwenîşandanên ji bo Beşar el-Esed pêk hatin. Xwendevan, xwendekarên zanîngehê û karmendên dewletê hatibûn mecbûrkirin ku beşdar bibin. Ew di xwenîşandanan de hatin mecbûrkirin ku alên sûrî û wêneyên serokê dewletê Beşar el-Esed bilind bikin û bi dirûşmên amadekirî pesnê wî bidin. Di rojên berî van xwenîşandanan de li bajarên mîna Qamişloyê çalakiyên bi vî awayî pêk hatin. Hingî alîgirên rêjîmê bi mebest hewil dida ku di rêya nîşandina çekên xwe re û teqandina fîşekan ber bi ezmên ve xelkê bitirsînin. Gerek di 1ê nîsana (April) 2011ê de li seranserî Sûriyê xwenîşandanên li dijî rêjîmê pêk bên.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê adara (March) 2011ê – Di 25ê adara (March) 2011ê de Diyar Elî Elî, Mihemed Elî Eî, Şêrzad Ednan û Ebdela Haşim Bênav serbest hatin berdan. Piştî girtina wan di 17ê adara (March) 2011ê de herçar zarok ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Dewletê ve hatibûn veguhestin Hisiçayê. Li wê derê ew rastî lêdanên di rûyên wan de hatibûn. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 29ê adara (March) 2011ê – Di 8ê şibata (February) 2011ê de penaber Enes Ebdela (1982, zewicî ye, zarokek) ji Danmarkayê hat dersînorkirin û di rêya Viyenayê hat şandin Sûriyê. Tevî ku berî hingî ji Danramkayê re hatibû teqezkirin ku ew dikare bê vegerandin Sûriyê, li balafirgeha Şamê ji Ebdela re hatiye gotin ku ew nikare derbasî Sûriyê bibe, çimkî xwedêgiravî ew ne welatiyê Sûriyê ye. Hingî jê re hatiye gotin ku an gerek ew ji Sûriyê derkeve, yan ewê bê girtin ta ku nasnameya wî eşkere bibe. Hersê karmendên dewletê yên danmarkî yên bi Ebdela re êdî di peywendiyekê de bi balyozxaneya welatê xwe re ferman stend ku di heman rojê de ligel Ebdela dîsa vegerin Kopenhagenê. Di wê kêlîkê de endamek muxaberatên sûrî Ebdela nas kir, çimkî wî li bernameyeke kanala televizyonê Roj Tv a PKKê temaşe kiribû, ku Ebdela di îlona (September) 2010ê de tê de wek peyvdarê beşdarvanên greveke birçîbûnê axivîbû. Hingî penaberên kurd li Danmarkayê li dijî dersînorkirina xwe ji bo Sûriyê protesto dikir. Piştre yê muxaberat Ebdela bi xwe re bir nivîsgeha xwe û ew bi belavkirina agahiyên ne rast li derveyî Sûriyê gunehkar kir. Ebdela ev yek red kir û îdîa kir, ku ne ew bû ew kes û berî hingî hatiye naskirin ku ew ne welatiyê sûrî ye. Li gor agahiyên Ebdela ji bo KurdWatch kesê muxaberat bi dijwarî bi kabilekê li pişta wî xistiye û ew mecbûr kiriye ku li ser rûpelekê imze bike, ku ew tucarî nema vedigere Sûriyê. Êdî ew serbest hat berdan û di heman rojê de ligel karmendên dewletê yên danmarkî dîsa vegeriya Kopenhagenê. Dema Ebdela giha Danmarkayê, wî polîsên danmarkî agahdarî işkencekirina xwe kir, ku şopên wê li ser pişta wî mane.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê adara (March) 2011ê – Piştî xwenîşandanên rojane, ku tê gotin ku di encama wan de hêzên ewlekariyê dora 100 kes kuştine, partiya Bees soza guhertinan da. Wek mînak qanûna 41ê hat guhertin, ku berî demekê di rêya Mersûmê 49ê hatibû guhertin. Tê gotin ku ev yek wê qanûnê baştir bike. KurdWatch wê di demeke nêzîk de agahiyên berfireh biweşîne. Gelê kurd li parêzgeha Hisiçayê bêtir ketibû bin bandora neyînî ya Mersûmê 49ê [biner li »Mersûmê 49ê ‒ Misaderekirina gelê kurd?«].
Ta niha Rewşa Awarte li Sûriyê berdewam e. Birêvebiriya partiya Bees biryara rakirina wê daye. Li gor agahiyên ajansên nûçeyan ên erebî yên cuda gerek qanûna dijî terorê bikeve şûna şûna Rewşa Awarte. Mirov tenê dikare li bende be bê ma guhertinên erênî di bidawîanîna li Rewşa Awarte de wê dîsa di rêya qanûna dijî terorê bên rakirin.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê adara (March) 2011ê – Di 27ê adara (March) 2011ê de yekemîn dadwerê lêkolînê li Şamê biryar da, ku Fehîma Salih Osê, ku bi navê Hervîn Osê tê naskirin, û Ebdilrezaq Temo ligel 15 girtiyên din ên ku berî demekê hatibûn girtin, bi kefaleta 5000 lîrayên sûrî serbest bên berdan. Li dijî Osê û Temo li gor bendên 285 û 286ê yên qanûna tawanan doz hatiye vekirin. Doza wan hîn li cem dadgehê ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 28ê adara (March) 2011ê – Di 24ê adara (March) 2011ê de Mihemed Mubarek Ehmed Ibrahîm û Ciwan Nezîr Mihemed serbest hatin berdan. Ew di 22ê adara (March) 2011ê de ji aliyê endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ve hatibûn girtin. Di zindanê de Ciwan Nezîr Mirhemed di kursiya elmanî de hatibû işkencekirin, ku metodeke işkencekirinê ye ku gorî tê mecbûrkirin ku li ser kursiyekê rûne, ku di wê de stûna piştê bi paş ve tê tewandin. Herweha herdu xwendekar rastî lêdanên bi kabilan li seranserî laşên wan hatin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 27ê adara (March) 2011ê – Di 17ê adara (March) 2011ê de li bajarê Dêrikê herçar zarrok Diyar Elî Elî (1996), Mihemed Elî Eî (1994), Şêrzad Ednan (1993) û Ebdela Haşim Bênav (1996) hatin girtin. Ew bi nivîsandina dirûşmên li dijî rêjîmê li ser dîwaran tên gunehkarkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê adara (March) 2011ê – Di 22ê adara (March) 2011ê de Mihemed Mubarek Ehmed Ibrahîm (1977, xwendekarê wêjeya erebî) û Ciwan Mihemed (1981, xwendekarê yasayê) hatin girtin dema ew ligel komek ji kesên din li pêşiya dadgehekê li Şamê beşdarî xwenîşandanekê li dijî girtina çalakvanên mafên mirovan ên sûrî bûbûn. Ta nihe ne naskirî ye bê kîjan dezgeha ewlekariyê herdu xwendekar girtine û bê ciyê wan li kû ye.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê adara (March) 2011ê – Di 21ê adara (March) 2011ê de li Şam, Heleb û komek bajarên parêzgeha Hisiçayê cejna Newrozê bi alên kurdî, bernameyên şano û folklora kurdî û axavtinên siyasî hat pîroz kirin. Di salên dawî de tim girtin û pevçûn hebûn, herweha hin kes hatin kuştin. Lê îsal hêzên ewlekariyê xwe dûrî xelkê xistin. Li Qamişloyê danê êvarî beşek ji kesên ku beşdarî ahengên Newrozê bûbûn, li ser rêya vegerê bangî »azadî«yê dikirin. Ev çalakî ne plankirî bû û ti girêdana wê bi partiyên kurdî ve tunebû. Wilo diyar e ku piraniya partiyan naxwazin beşdarî xwenîşandanên li dijî rêjîmê bibin. Endamekî bilind ê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ji KurdWatchê re eşkere kir ku endamên partiya wî ligel endamên partiyên kurdî yên din êvara berê li bajarê Amûdê nehişt ku ciwanên kurd kom bibin û li dijî rêjîmê xwenîşandanekê li dar bixin.

ShareThis

KURDWATCH, 22ê adara (March) 2011ê – Di 19ê adara (March) 2011ê de çalakvana mafên mirovan Fehîma Salih Osê, ku bi navê Hervîn Osê tê naskirin, hat derbaskirin nexweşxaneyeke li Şamê. Piştî girtin û işkencekirina wê Osê ketibû greveke birçîbûnê. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 21ê adara (March) 2011ê – Di 7ê adara (March) 2011ê de Dadwerê Leşkerî li Helebê şagirt Egîd Înad Xelef serbest berda. Xelef di 12ê adara (March) 2010ê de ligel sê şagirtên din hatibû girtin piştî pêkhatina deqeyeke bêdeng ji bo bibîranîna goriyên bûyerên li Qamişlyê. Demeke kurt piştî girtina wan şagirtek serbest hatibû berdan, lêbelê Mihyedîn Mihemed Ehmed û Mihemed Fewaz Xelef hîn jî li Helebê di zindanê de ne. Li dijî wan û herweha li dijî Egîd Înad Xelef li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan doz hatiye vekirin. Piştî girtina wan Egîd Înad Xelef, Mihyedîn Mihemed Ehmed û Mihemed Fewaz Xelef neh mehan di zindana tehqîqê el-Fayhayê ya Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê de hatibûn girtin. Piştre ew hatibûn veguhestin zindaneke li Helebê. Bavê Egîd Înad Xelef, Înad Xelef (1960, neh zarok, mamosteyê matematîkê), di 22ê hizêrana (June) 2010ê de ji ber girtina kurê wî hatibû girtin. Piştî sê meh û nîvê ew zindana tehqîqê el-Fayhayê hatibû veguhestin zindaneke li Helebê. Di 3ê cotmeha (October) 2010ê de Dadwerê Leşkerî li Helebê biryara serbestberdana wî dabû û li dijî wî ti doz nehatibû vekirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 18ê adara (March) 2011ê – Dozgeriya Leşkerî li Helebê di 13ê şibata (February) 2011ê de tehqîq bi Mistefa Mihemed Bozan (1983, zewicî ye, zarokek), Ismaîl Mihemed Hecî el-Kero (1982, zewicî ye), Mihemed Hiso Sadiq (1975, zewicî ye), Bekrî Mihemed Welo (1983, zewicî ye), Mihemed Karo Xelîl (1979, zewicî ye), Henîfî Osman Henîfî (1962, zewicî ye) û Mehmûd Mihemed Nebo (1970) re kir. Piştre li gor bendê 267ê yê qanûna tawanan doz li dijî wan hat vekirin. Kesên jorîn endamên Koma Botan a Folklora Kurdî ne, ku girêdayî Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) e. Endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî di 17ê çileya paşîna (January) 2011ê de li Kobanî Bozan, el-Kero, sadiq, Welo, Xelîl û Henîfî girtibûn. Mehmûd Nebo di 16ê çileya pêşîna (December) 2010ê de ji aliyê endamên Dezgeha Muxaberatên Hêza Ezmanî ve hatibû girtin. Ji roja 23ê şibata (February) 2011ê ve doza wan li cem Dadwerê Lêkolînê yê Leşkerî li Helebê ye.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê adara (March) 2011ê – Endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî di 27ê şibata (February) 2011ê de çalakvanê siyasî Adil Xelîl Cumaa (1959, zewicî ye, yanzdeh zarok) girt.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê adara (March) 2011ê – Çalakvanên mafên mirovan ên di zindanê de Kemal Hisên Şêxo, Nesridîn Ehmê (1971, zewicî ye, şeş zarok), Fehîma Salih Osê (1979), ku bi navê Hervîn Osê tê naskirin, û Ebdilrezaq Temo (1971, zewicî ye, zarokek) dema girtinê û di zindanê de rastî lêdanên bi daran hatine. Di encamê de serê Nesridîn Ehmê hatiye birîndarkirin. Wek protestokirina girtina xwe Hervîn Osê ketiye greveke birçîbûnê. Yekemîn dadwerê Lêkolînê li Şamê di 17ê adara (March) 2011ê de tehqîq bi herçar çalakvanan û 28 kesên din re kir û biryar da ku ew di zindanê de bimînin. Ew bi tawanên li gor bendên 285 û 286ê yên qanûna tawanan tên gunehkarkirin. Ta niha doz li dijî wan nehatiye vekirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 17ê adara (March) 2011ê – Hêzên ewlekariyê yên sûrî di 16ê adara (March) 2011ê de bi kêmanî 35 çalakvanên mafên mirovan ên kurd û ereb girtin. Kemal Hisên Şêxo, Nesridîn Ehmê, Hervîn Osê û Ebdilrezaq Temo di nav girtiyan de ne. Şêxo di 13ê adara (March) 2011ê de ji zindanê derketibû. Berî ku girtin pêk bên, dora çend sed kesan li pêşiya Wezareta Hundir li Şamê çalakiyeke protestoyê pêk anîbû û doza serbestberdana girtiyên siyasî dikir. Endamên dezgehên ewlekariyê yên cuda çalakiya protestoyê bi pêkanîna zordariyê û lêdanan bi dawî anî.

ShareThis

KURDWATCH, 17ê adara (March) 2011ê – Di 13ê adara (March) 2011ê de Kemal Hisên Şêxo serbest hat berdan. Doza wî hîn li cem dadgehê ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 17ê adara (March) 2011ê – Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Bilind li Şamê di 13ê adara (March) 2011ê de dadkirina Hesen Ibrahim Salih, Meerûf Ehmed Mele Ehmed û Mihemed Ehmed Mistefa bi paş xist 8ê gulana (May) 2011ê. Hersî endamên birêvebir ên Partiya Yekîtî di 26ê çileya pêşîna (December) 2009ê de hatibûn girtin. Parêzerên wan di rûniştina dadkirinê de amade nebûn. Wan diyar kir ku ew beşdar nebûn, çimkî ta niha qedexe ye ku ew bi miwekilên xwe re biaxivin. Di daxuyaniyekê de, ku ji aliyê bîst parêzeran ve hatiye imzekirin, hatiye nivîsandin ku Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Bilind li Şamê ne li gor qanûnê tevdigere. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 16ê adara (March) 2011ê – Di 12ê adara (March) 2011ê de Ebdilrehîm Temê (1974, xwendekarê rojnamevaniyê) û Enwer Murad (1986, xwendekarê wêjeya erebî) hatin girtin. Berî girtina wan herduyan ligel komek ji xwendekarên Zanîngeha Şamê beşdarî deqeyên bêdeng ji bo bibîranîna heftemîn salvegera »Serhildana Qamişlo«yê bûbûn. Ta niha ne diyar bê kîjan dezgeha ewlekariyê herdu xwendekar girtine û ew di kîjan zindanê de girtî ne.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê adara (March) 2011ê – Di 3ê adara (March) 2011ê de li Şamê Enwer Naso serbest hat berdan. Ji ber ku Naso bi erebî nizane, wî nekarî bêje bê kê ew girtibû û ji ber çi. KurdWatch texmîn dike ku ew tevaya demê li cem Dezgeha Koçberiyê û Paseportan li Şamê hatibû girtin ta ku nasnameya wî bê eşkerekirin. Piştî ku bavê Enwer Naso serbest hatibû berdan, wî ji bo kurê xwe doza xiracqeydekê ji bo Kurdên bê nasname kiribû. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 14ê adara (March) 2011ê – Wezareta Karûbarên Civakî û Kar di 7ê adara (March) 2011ê de biryar da ku Kurdên bê nasname ji niha û pê ve di hemû pirsên kar de wê bibin mîna welatiyên sûrî. Ta niha Kurdên bê nasname nedikarî ne bibin xwedî dikan ne jî wan li ser navên xwe qeyd bikin, ne jî mafê wan hebû ku ew li cem dewletê kar bikin (wek mamoste, dadwer an jî pijîşkê di nexweşxaneyeke dewletê de), ne jî mafê wan hebû ku wek parêzer bixebitin. Ta niha ne diyar e bê ta çi radeyê wê ev biryar bê bicîanîn. Li ser rewşa Kurdên bê nasname li Sûriyê, biner li nivîsara »Kurdên bê nasname li Sûriyê - Koçberên neqanûnî yan goriyên siyaseteke neteweperest?«.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê adara (March) 2011ê – Di 17ê şibata (February) 2011ê de li Şamê Meryem Mihemed Silo (1980) hat girtin. Ta niha ne diyar e bê kê ew girt û ew di kîjan zindanê de ye. Silo endama Yekîtiya Star e, ku rêxistina jinan a Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) e.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê adara (March) 2011ê – Li bajarê Kobanî endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî di 22ê şibata (February) 2011ê de Meryem Sebrî Hebeş (1974) girt. Ew endama Yekîtiya Star e, ku rêxistina jinan a Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) e.

ShareThis

KURDWATCH, 11ê adara (March) 2011ê – Bi helkefta heftemîn salvegera »Serhildana Qamişlo«yê di 12ê adara (March) 2004ê de Encûmena Siyasî ya Kurdî li Sûriyê bangî çalakiyeke axavtinan kir. Gerek ev çalakî di 12ê adara (March) 2011ê de li goristana Qudurbegê li Qamişloyê pêk bê. Di vê goristanê de gelek goriyên »Serhildana Qamişloyê«yê hatine binaxkirin. Gerek seet 11.00 protestoyeke ji pênc deqeyên bêdeng pêk bê. Roja 12ê adarê wek »Roja Şehîdê Kurd« tê binavkirin. Encûmena Siyasî ya Kurdî, ku ji neh partiyên kurdî yên sûrî pêk tê, herweha bang kir ku di êvara 12ê adarê de li ser û li pêşiya xaniyan û dikanan mûm bên pêxistin.

ShareThis

KURDWATCH, 11ê adara (March) 2011ê – Duyemîn Dadgeha Cezayê li Şamê di 7ê adara (March) 2011ê de dadkirina Kemal Hisên Şêxo bi paş xist 14ê nîsana (April) 2011ê. Tevî ku rewşa wî ya tenduristî ne baş bû, Şêxo li dadgehê amade bû. Lê wî bersiva pirsên dadwer li ser tawanên ku ew bi wan tê gunehkarkirin, neda. Wî li dijî girtina xwe protesto kir. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 11ê adara (March) 2011ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 7ê adara (March) 2011ê de biryar da ku Newaf Mihemed Osman ne gunehkar e. Piştî du rojan di zindana Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê de osman hatibû veguhestin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê. Ji wê derê ew hatibû veguhestin zindana li Qamişloyê. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 10ê adara (March) 2011ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 27ê şibata (February) 2011ê de biryar da ku nivîskar Hewas Selman Mehmûd bêguneh e û ew serbest berda. Piştî girtina wî di 12ê çileya paşîna (January) 2011ê de ew pêşî di zindana Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê de bû, piştre ew di zindana Qamişloyê de girtî bû. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 9ê adara (March) 2011ê – Di 8ê adara (March) 2011ê de komek ji girtiyên siyasî yên ereb û kurd di zindana Edrayê de ketine greveke birçîbûnê. Girtî ev in: Hebîb el-Salih, Mistefa Cumaa Bekir, Elî el-Ebdela, Mehmûd Barîş, Kemal el-Libwanî, Mihemed Seîd Hisên el-Umer, Mişeel Temo, Enwer el-Bunî, Xelef el-Cerbûi, Seedûn Mehmûd Şêxo, Ismaîl Ebdî û Kemal Şêxo. Di daxuyaniyekê de girtî diyar dikin, ku ew greva xwe ya birçîbûnê bi helkefta 48-emîn salvegera Rewşa Awarte li Sûriyê di 8ê adara (March) 1963ê de û herweha 7-emîn salvegera »Serhildana Qamişlo«yê, ku di 12ê adara (March) 2004ê de dest pê kiribû û hingî 32 Kurd hatibûn kuştin, pêk tînin. Di daxuyaniyê de hatiye nivîsandin, ku dem ji bo guhertineke demokratîk di cîhana erebî de hatiye. Di wê de herweha hatiye nivîsandin, ku tiştî li Tûnis, Misir û welatên din rewa ye, çawa dikare li Sûriyê ne rewa be. Herweha girtî doza dawiya girtinên ji ber armancine siyasî û misogerkirina mafên bingehîn ên medenî û siyasî dikin.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê adara (March) 2011ê – Bi mersûmê xwe yê jimar 34 di 7ê adara (March) 2011ê de serok Beşar el-Esed ew kes efû kirin, ku berî 7ê adara (March) 2011ê tawan pêk anîbin ku ji bo wan ta sê sal cezayên zindanê tên birîn. Lê bi taybetî ew tawan nakevin bin vê efûyê, ku li gor bendên 307 û 308 yên qanûna cezayan tên cezakirin. Ji ber ku hejmareke mezin ji çalakvanên kurd li gor van bendan tên gunehkarkirin, hejmra wan Kurdên ku ji ber sedemine siyasî doz li dijî wan hatine vekirin û ji efûyê sûdê digirin, hindik e. Tenê ew çalakvanên ku li gor bendê 288ê doz li dijî wan hatine vekirin, ji vê mersûmê sûdê digirin.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê adara (March) 2011ê – Di 5ê adara (March) 2011ê de Ebdilrehman Mihemed Umer, ku bi navê Bavê Selah tê naskirin, serbest hat berdan. Piştî girtina wî di 24ê çileya paşîna (January) 2011ê ew pêşî li cem Dezgeha Muxaberatên Hêza Ezmanî li Helebê hatibû girtin. Li wê derê ew bi lêdana li ser binlingan hatibû işkencekirin. Piştî du hefteyan Bavê Selah hat veguhestin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Helebê, ku li wê derê ew di hucreyeke bitenê de girtî bû. Di tehqîqan de ji Ebdilrehman Mihemed Umer pirsên li ser beşdarbûna wî di ahengên kurdî de dihatin kirin. Li dijî wî ti doz nehatiye vekirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 8ê adara (March) 2011ê – Di 25ê şibata (February) 2011ê de welatiyê holandî yê esilkurd Newaf Mihemed Osman (1957, zewicî ye, çar zarok) li Balafirgeha Şamê hat girtin dema ew ji Holandayê dihat. Osman ji bo dîtina birayê xwe yê nexweş çûye Sûriyê. Ta niha ne sedem û ne jî ciyê girtina wî naskirî ne.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê adara (March) 2011ê – Xwendekar, rojnamevan û çalakvanê mafê mirovan Kemal Hisên Şêxo ji zindana Edrayê hat veguhestin nexweşxaneyekê li Şamê. Şêxo ji roja 16ê şibata (February) 2011ê di greveke birçîbûnê de ye û ew ji 26ê şibata (February) 2011ê avê venaxwe. Bi vê awayî girtiyê ku ji 23ê hizêrana (June) 2010ê di zindanê de ye, dixwaze serbest bê berdan. Ta niha ne diyar e bê ma ewê bikaribe beşdarî dadkirina xwe li pêşiya Duyemîn Dadgeha Cezayê li Şamê di 7ê adara (March) 2011ê bibe yan na. Li dijî Şêxo li gor bendê 286ê yê qanûna tawanan doz hatiye vekirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 1ê adara (March) 2011ê – Di 23ê şibata (February) 2011ê de Ciwan Eyo û Rodî Eyo ligel 12 kesên din ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê ve hatin girtin dema wan li pêşiya balyozxaneya Lîbyayê bi şêweyekî aşityane piştgiriya xwe ji bo serhildêrên lîbî nîşan dida. Çalakiyên bi vî rengî berî niha li pêşiya balyozxaneya Misirê pêk hatibûn. Dema ku herdu birade hatin girtin, ew rastî işkeneyan hatin. Ew di heman rojê de serbest hatin berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê şibata (February) 2011ê – Di 13ê şibata (February) 2011ê de dadgeha cezayê li Hisiçayê biryara serbestberdana Bedir Naso da, ku di 1ê şibata (February) 2011ê de ji Elmanyayê hatibû dersînorkirin. Dadgehê hîn biryara di doza wî de nedaye. Enwer Naso hîn jî li Şamê di zindanê de ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 24ê şibata (February) 2011ê – Di 22ê şibata (February) 2011ê de ji bo yekemîn car mirovê Hesen Ibrahîm Salih û Meerûf Ehmed Mele Ehmed serdana wan kir. Hevdîtina ku panzdeh deqeyan dirêj kir, di zindana lêkolînê ya el-Fayhayê ya Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê de pêk hat û ne di zindana Edrayê de, ku herdu ligel Mihemed Ehmed Mistefa girtî ne. Ta niha parêzerên girtiyan nekarî miwekilên xwe bibînin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 19ê şibata (February) 2011ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 17ê şibata (February) 2011ê de li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan şeş meh zindan û sed lîrayên sûrî cezaya diravî li Umer Ebdî Isamîl, Ebdilsemed Hisên Mehmûd û Ehmed Fetah Ismaîl birîn. Ji ber mercên sivikker li gor bendê 244ê yê qanûna tawanan ceza hat daxistin çar meh zindan û şêst lêrayên sûrî cezaya diravî. Herweha hersî helbestvan mecbûr in mesrefa biryarê bidin û ew jî çar sed lîrayên sûrî ye. Herweha li wan hat qedexekirin ku di wezîfeyên dewletê de kar bikin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 18ê şibata (February) 2011ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 30ê çileya paşîna (January) 2011ê de li gor bendê 288ê yê qanûna tawanan çar meh zindan û 60 lîrayên sûrî cezaya diravî li Welîda Şêxmûs Botî birîn. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 17ê şibata (February) 2011ê – Di 25ê çileya paşîna (January) 2011ê de Dezgeha Perwerdeyê li Hisiçayê biryar da ku mamoste Cîhad Reşad Elîko (1973, zewicî ye, zarokek), ji dibistana keçan li Dirbêsiyê bê veguhestin dibistaneke li gundê Tel Teşrîn, ku tenê Ereb lê dijîn. Cîhad Elîko birayê Fuad Elîko ye, ku sekretêrê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê bû. »Berjewendiya giştî« weke sedema veguhestina ciyê karê wî hatiye ragihandin. Cîhad Reşad Elîko di wê baweriyê de ye ku beşdarbûna wî di deqeyeke bêdeng de li dijî Mersûmê 49ê di 10ê îlona (September) 2010ê de sedema veguhestina ciyê karê wî ye.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê şibata (February) 2011ê – Di 9ê şibata (February) 2011ê de berpirsek ê Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) Îsa Ibrahîm Hiso ji zindana el‑Fayhayê ya Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê serbest hat berdan. Piştî girtina wî di 16ê cotmeha (October) 2010ê Hiso pêşî hatibû radestkirin Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Şamê, ku ew li wir mehekê di zindanê de ma. Li wir ew ligel çil û neh kesên din di hucreyekê de bûn, ku ewqas teng bû ku dema girtiyanx ew dikir, laşên wan digihan hev. Piştre Hiso hat radestkirin ezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê, ku ew li wir pêşî di hucreyeke bitenê de li jêrzemînê ya bê pencere dima, ku mezinbûna wê 80x180 cm bû. Ji destpêka sala 2011ê û pê ve Hiso ligel çardeh kesên din di hucreyekê de dima. Îsa Ibrahîm Hiso hatibû girtin, çimkî ew di îlona (September) 2010ê de beşdarî kongirê PYDê li Kurdistana Iraqê bûbû. Li dijî wî doz nehat vekirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 13ê şibata (February) 2011ê – Dezgeha Biyaniyan li bajarê Hildesheim di 1ê şibata (February) 2011ê de Bedir Naso (1948) û kurê wî Enwer Naso (1996) vegerandin Sûriyê. Ji ber ku nexweşiya şekir bi xanima Bedir Naso re heye û ew li balafirgehê ji hiş xwe çû, divyabû ku ew li nexweşxaneyê bê dermankirin û ji ber vê yekê ew nehat şandin Sûriyê. Piştî ku ew gihan Şamê, Bedir û Enwer Naso hatin girtin û radestkirin Dezgeha Koçberiyê û Pasportan. Enwer Naso bi dana agahiyên çewt li ser temenê xwe tê gunehkarkirin. Ew ta niha li cem Dezgeha Koçberiyê û Pasportan girtî ye û li bende ye ku ji Hisiçayê belgeyên nasnameya wî bigihên. Bavê wî pêşî hatibû şandin Dezgeha Ewlekariya Siyasî û li wir tehqîq pê re hatibû kirin. Piştre ew hat şandin zindana Edrayê nêzîkî Şamê. gerek bû ew di 11ê şibata (February) 2011ê de hatibe veguhestin zindana li Hisiçayê. Ta niha ne diyar e bê ew bi çi tê gunehkarkirin. Bedir û Enwer Naso ji koma Kurdên bênifûs in (ecnebî).

ShareThis

KURDWATCH, 11ê şibata (February) 2011ê – Di 29ê çileya paşîna (January) 2011ê de Yûsiv Ehmed Mircan serbest hat berdan. Mamoste ji 12ê cotmeha (October) 2010ê ve li cem Dezgeha Ewlekariya Dewletê girtî bû bêyî ku doz li dijî wî bê vekirin. Li gor agahiyên wî Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Şamê tehqîq pê re li ser hevkariya wî bi partiyên kurdî re kiriye û herweha jê hatiye pirsîn bê ma ew çi li ser wan dizane. Dema Mircan hatibû girtin, dest hatibû danîn ser CD û kompûtera wî. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 10ê şibata (February) 2011ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 6ê şibata (February) 2011ê de dadkirina Umer Ebdî Islamîl, Ebdilsemed Hisên Mehmûd û Ehmed Fetah ismaîl bi paş xist roja 17ê şibata (February) 2011ê. Berî hingî parêzerên tawanbarên gumankirî parêznameya xwe pêşkêşî dadwerî kir. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 9ê şibata (February) 2011ê – Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Bilind li Şamê di 6ê şibata (February) 2011ê de dadkirina Hesen Ibrahim Salih, Meerûf Ehmed Mele Ehmed û Mihemed Ehmed Mistefa bi paş xist 13ê adara (March) 2011ê. Berî vê biryarê dozger bi devkî li gor bendê 267ê yê qanûna tawanan doz li dijî wan vekir, ku gerek bû bi nivîskî hatiba kirin. Tawanbarên gumankirî ne amade bûn û ev yek bû sedem ku parêzerên wan ta niha nikarîbûn wan bibînin û bi wan re biaxivin. Dîsa jî divê parêzer di rûniştina bê de parêznameya xwe pêşkêşî dadwerî bikin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 7ê şibata (February) 2011ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 2ê şibata (February) 2011ê de li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan şeş meh zindan û sed lêrayên sûrî cezaya diravî li Ebdilselam Ebdela Hecî Ibrahîm, ku bi navê Siyamend Ibrahîm tê naskirin, birîn. Ji ber mercên sivikker li gor bendê 244ê yê qanûna tawanan ceza hat daxistin sê meh zindan û pêncî lêrayên sûrî cezaya diravî. Herweha dadwer biryar da ku Ebdilselam Ebdela Hecî Ibrahîm çar sed lîrayên sûrî nirxê biryarê bide. Herweha wî biryar da ku bêrîkfona Ibrahîm li wî bê vegerandin, lê tiştên wî yên din lê neyên vegerandin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 3ê şibata (February) 2011ê – Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê biryar da ku Ebdilkerîm Ferzende Ebdilkerîm meh û nîvekê di zindanê de bimîne. Ew bi amadekirina derketina qaçax ji Sûriyê tê gunehkarkirin, lê li dijî wî doz nehatiye vekirin. Li Sûriyê welatî dikarin sê mehan di zindanê de bimînin bêyî ku doz li dijî wan bê vekirin. Ebdilkerîm niha di zindana Hisiçayê de ye. Piştî girtina wî ew heft rojan di zindana Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê de bû. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 1ê şibata (February) 2011ê – Dadgeha pîşeyî ya Sendîqaya Parêzeran li Helebê di 30ê çileya paşîna (January) 2011ê de dadkirina parêzer û çalakvanê mafê mirovan Redîf Enwer Mistefa bi paş xist roja 3ê nîsana (April) 2011ê. Nûnerên hin sendîqayên parêzeran û rêxistinên mafên mirovan ên cîhanî hatibûn Helebê, da ku dadkirina hevkarê xwe bişopînin. Lê nûnerên Sendîqaya Parêzeran li Helebê amade nebûn. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 29ê çileya paşîna (January) 2011ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 27ê çileya paşîna (January) 2011ê de dadkirina Umer Ebdî Islamîl, Ebdilsemed Hisên Mehmûd û Ehmed Fetah ismaîl bi paş xist roja 6ê şibata (February) 2011ê. Berî hingî ji tawanbarên gumankirî pirsên li ser tawanên ku ew li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan bi wan tên gunehkarkirin, ji wan hatin kirin. Wan ev yek red kirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 27ê çileya paşîna (January) 2011ê – Hêzên ewlekariyê yên sûrî di 24ê çileya paşîna (January) 2011ê de stranbêj Ebdilrehman Mihemed Umer (1951, zewicî ye, heft zarok), ku bi navê Bavê Selah tê naskirin, di mala wî ya li Helebê de girt. Ta niha sedema girtinê û herweha ciyê ku Bavê Selah lê ye, ne naskirî ne.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê çileya paşîna (January) 2011ê – Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Bilind li Şamê wê di 6ê şibata (February) 2011ê de dadkirina Hesen Ibrahim Salih, Meerûf Ehmed Mele Ehmed û Mihemed Ehmed Mistefa berdewam bike. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 26ê çileya paşîna (January) 2011ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 23ê çileya paşîna (January) 2011ê de biryar da ku Cemal Ibrahîm Mencê ne gunehkar e. Li dijî Mencê ji ber beşdarbûna di deqeyeke bêdeng de li dijî Mersûmê 49ê li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan doz hatibû vekirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 25ê çileya paşîna (January) 2011ê – Endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê di 19ê çileya paşîna (January) 2011ê de nivîskar û çalakvanê mafê mirovan Ibrahîm Berekat Ehmed (1964, zewicî ye, du zarok) girt. Berî hingî çend caran ji wî hatibû xwestin ku serî li Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Qamişloyê bide.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê çileya paşîna (January) 2011ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 23ê çileya paşîna (January) 2011ê de dadkirina nivîskar Ebdilselam Ebdela Hecî Ibrahîm, ku bi navê Siyamend Ibrahîm tê naskirin, bi paş xist ji bo roja 2ê şibata (February) 2011ê. Berî hingî parêzerên wî parêznameya xwe radestî dadwer kir, ku wan tê de doza »bêgunehiya» wî kir. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 21ê çileya paşîna (January) 2011ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 19ê çileya paşîna (January) 2011ê de dadkirina nivîskar Ebdilselam Ebdela Hecî Ibrahîm, ku bi navê Siyamend Ibrahîm tê naskirin, bi paş xist ji bo roja 23ê çileya paşîna (January) 2011ê. Ji ber şaşitiyeke ji alixyê dadgehê ve dadkirin pêk nehat. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 20ê çileya paşîna (January) 2011ê – Di 16ê çileya paşîna (January) 2011ê de Ebdilkerîm Ferzende Ebdilkerîm (1983) hat girtin dema wî xwest di dergehê Nisêbîn/Qamişlo re derbasî Sûriyê bibe. Sedema girtina wî hîn ne diyar e. Ew niha li Hisiçayê di zindana tehqîqê ya Dezgeha Ewlekariya Siyasî de ye.

ShareThis

KURDWATCH, 19ê çileya paşîna (January) 2011ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê wê di 27ê çileya paşîna (January) 2011ê de dest bi dadkirina Umer Ebdî Islamîl, Ebdilsemed Hisên Mehmûd û Ehmed Fetah ismaîl bike. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 19ê çileya paşîna (January) 2011ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 16ê çileya paşîna (January) 2011ê de dadkirina Cemal Ibrahîm Mencê bi paş xist ji bo roja 23ê çileya paşîna (January) 2011ê. Berî hingî parêzerê wî doznameya xwe pê&351;kêş kir. Gerek e di rûniştina bê de biryar bê stendin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 18ê çileya paşîna (January) 2011ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 16ê çileya paşîna (January) 2011ê de dadkirina nivîskar Ebdilselam Ebdela Hecî Ibrahîm, ku bi navê Siyamend Ibrahîm tê naskirin, bi paş xist ji bo roja 19ê çileya paşîna (January) 2011ê. Tawanbarê gumankirî ji zindanê nehatîbû anîn dadgehê. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 18ê çileya paşîna (January) 2011ê – Dadwerê Leşkerî li Helebê di 17ê çileya paşîna (January) 2011ê de dadkirina pêncî alîgirên PYDê bi paş xist roja 24ê çileya paşîna (January) 2011ê. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 18ê çileya paşîna (January) 2011ê – Endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Helebê di 11ê çileya paşîna (January) 2011ê de parêzer Enwer Mihemed Fayiq Muslim (1976, zewicîye, du zarok) girt. Berî hingî di rêya Sendîqaya Parêzeran li Helebê re jê hatibû xwestin ku serî li Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Helebê bide. Muslim niha di zindana tehqîqê ya vê dezgeha muxaberatan de ye. Di salên dawî de Enwer Mihemed Fayiq Muslim wek parêzerê gelek endam û alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) dixebitî. Hin ji van dozan hîn jî li cem dadgehê ne.

ShareThis

KURDWATCH, 17ê çileya paşîna (January) 2011ê – Di 12ê çileya paşîna (January) 2011ê de nivîskar Hewas Selman Mehmûd (1960, zewicî ye, çar zarok) hat girtin dema wî xwest di dergehê Nisêbîn/Qamişlo de derbasî Sûriyê bibe. Mehmûd, ku nivîsarên wî yên li ser Kurdan di gelek malperan de hatine weşandin, ligel malbata xwe ji Kurdistana Iraqê vedigeriya. Ew niha li Hisiçayê di zindana tehqîqê ya Dezgeha Ewlekariya Siyasî de ye.

ShareThis

KURDWATCH, 14ê çileya paşîna (January) 2011ê – Mistefa Mihemed Şêxo û birayê wî Mehabad wê bi kêmanî sê mehan di zindanê de bimînin. Tenê piştî van sê mehan doz li dijî wan dikare bê vekirin. Wezareta Hundir xwezteka mûdîrê nahiya Şiyê pejirand, ku wan li gor qanûnên Rewşa Awarte girtî bihêle. Li gor qanûnên Rewşa Awarte, ku ji sala 1963ê ve pêk tên, ji mafê dezgehên ewlekariyê ye ku welatiyekî sê mehan bixe zindanê bêyî ku li dijî wî doz bê vekirin. Mistefa û Mehabad Mihemed Şêxo ji 9ê çiriya paşîna (November) 2010ê ve li Efrînê di zindanê de ne. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 12ê çileya paşîna (January) 2011ê – Dadwerê Leşkerî li Helebê di 11ê çileya paşîna (January) 2011ê de dadkirina pêncî alîgirên PYDê bi paş xist roja 17ê çileya paşîna (January) 2011ê. Berî hingî kesên gilîliwankirî axavtinên xwe yên berê dubare kirin û doza bicîanîna qanûnê kir. Gerek biryara dadgehê di 17ê çileya paşîna (January) 2011ê de bê stendin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 11ê çileya paşîna (January) 2011ê – Di 18ê çileya pêşîna (December) 2010ê de Şukrî Hisên Ferhan serbest hat berdan. Piştî ku ew hivdeh rojan di zindana Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê de girtî bû, ew hat veguhestin zindana medenî li Hisiçayê. Dadkirina wî wê di 31ê çileya paşîna (January) 2011ê de li cem Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê dest pê bike. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 10ê çileya paşîna (January) 2011ê – Di zindana Edrayê ya nêzîkî Şamê de li girtiyên kurd axavtina bi kurdî hat qedexekirin. Girtî dikarin hefteyê carekê di rêya telefonê re bi mirovên xwe re biaxivin. Ev çend hefte ne ku ev axavtin tenê bi zimanê erebî dikarin bên kirin, tevî ku gelek ji mirovên wan tenê bi kurdî dizanin.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê çileya paşîna (January) 2011ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 7ê çileya paşîna (January) 2011ê de biryara serbestberdana Zozan Mihemed Şêxo (1990) da. Endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî di 16ê cotmeha (October) 2010ê de ew li ciyê karê wê, di saloneke porjêkirinê de li Serê Kaniyê, girtibû. Li dijî wê li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan doz hatiye vekirin. Dadkirina wê di 31ê çileya paşîna (January) 2011ê de dest pê dike. Zozan Mihemed Şêxo di 21ê adara (March) 2010ê de li Serê Kaniyê beşdarî ahenga Newrozê ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bûbû û stran gotibûn.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê çileya paşîna (January) 2011ê – Endamên dezgehên ewlekariyê yên sûrî di 18ê çileya pêşîna (December) 2010ê de Qudret Betal Horo (1978) girt. Horo endama Yekîtiya Star e, ku rêxistina jinan a Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) e.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê çileya paşîna (January) 2011ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 20ê çileya pêşîna (December) 2010ê de dadkirina Cemal Ibrahîm Mencê bi paş xist ji bo roja 16ê çileya paşîna (January) 2011ê. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]