KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 

Hevpeyvîn

Ibrahîm Biro, serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd:
»PYD mîna partiya Baas ji demokratiyê ditirse« 

KURDWATCH, 30ê hizêrana (Juni) 2016ê Ibrahîm Biro, jidayikbûn 1965, sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyeyê ye. Herweha ew ji 1ê tîrmeha 2015ê ve serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd e. Kombûnek ji yazdeh partiyên kurd-sûryeyî, Encûmena Êzîdî, rêxistinên cuda yên ciwanan û yên jinan herweha tayekesên serbixwe. Ibrahîm Biro bi KurdWatch re li ser têkiliya zehmet bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) re diaxive, li ser Dewleta Islamî û li ser paşeroja Kurdên Sûriyeyê. 

[Bêtir bixwîne]


Şemsa Hisên Enter, mamosta:
»Gava em destavêtinên zayendî dibînîn, em kesê destavêtî tînin û bi xurtî li wî dixin «


KURDWATCH, 30ê îlona (September) 2015ê – Şemsa Hisên Enter di sala 1967 de li Emûdê ji dayik bûye û niha li Qamişloyê dijî. Wê perwerdehî xwendiye û ji bîst û sê salan ve wekî mamosta kar dike. Enter li ser destavêtina zayendî ya zarok û jinan diaxive, ya ku li gor texmînên wê di salên ҫûyî de li deverên kurdan zêde bûye. Ev hevpeyvîn bêҫaretiya perwerdekar, mamosta û dê û bavan li hember zordariya zayendî dide xuyakirin, kêmbûna dezgeh û rêxistinên nedesthilatdar, yên ku vê babetê bigrin xwe û rewşa xemsar ya dibistanan li Kurdistana Sûriyê, ҫar sal piştî destpêkirina şoreşa sûrî. 

[Bêtir bixwîne]


Roniyar Hecî, Ҫalakvan:
»Wî herfiyen ji min re got, eger ez dîsa bêm girtin, ez ê yekcar winda bibim«

KURDWATCH, 31ê tîrmeha (July) 2015ê – Ronyar Hecî di sala 1981an de li Halincê, gundekî nêzîkî Kobaniyê ji dayik bûye. Malbat dû re diҫe Helebê û Hecî li wir diҫe dibistanê. Bavê wî bi navê hunerî Dilsoz jî tê naskirin yek ji kesên yekem bû, yên ku li Helebê tevlî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bûbû. Gava wî dest pê kir, siyaseta PKK û Evdila Ocelan ê ku wî şexsî nas dikir, rexne bike, PKK kuştina wî plan kir. Kurê wî Ronyar gerek bû hatiba revandin, lê PKK bi şaşîtî hevalekî dibistanê bi xwe re bir. Di pey re malbatê di sala 2000î de dev ji Helebê berda û ber bi Şamê ve ҫû. Ronyar Hecî li ser destpêka şoreşê li paytexta Sûriyeyê û astengiyên wê bi PKK re diaxive. 

[Bêtir bixwîne]


Nûrman Ibrahîm Xelîfa, şagirt:
»Wan ji wê re got: ›Tu nehêjayî vê fîşeka PKK yî!‹ û fîşek di serê wê de teqandin«


KURDWATCH, 30ê gulana (May) 2015ê – Nûrman Ibrahîm Xelîfa, jidayikbûn 2001 li Hisiҫa, ҫardeh salî û şagirta sefa nehan bû gava gava Partiya Yekîtiya Demoqrat ew revandin û ew birin kempeke leşkerî ya PKK li Kurdistana Iraqê. Li wir gerek bû ew perwerdekirban û kirban şervaneke gerîla. Piştî meh û nîvê wê karî birevê. Ji dema ku PYD desthilatdarî kiriye destê xwe de li Kurdistana Sûriyê li wir her tim kesên temen biҫûk li dijî erê kirina dê û bavên wê tên leşkerkirin û li eniyê tên bikaranîn. Nûrman Ibrahîm Xelîfa qurbaniya yekê ye, ya ku ji KurdWatch re li ser tecrubeya xwe diaxive. Ew niha veşartî li Ewropa dijî.

[Bêtir bixwîne]


Ehmed Mustefa, endamê berê yê Tevgera Ciwanên Helebê ya rexnegra rêcîmê:
»Ez hêvî dikim ku, êxistinên navnetewî yên mafên mirovan zorê li ser PYD bikin taku, ew kurê min li min vegerînin«


KURDWATCH, 4ê şibata 2015ê – Ehmed Mihemed Mustefa, jidayikbûn 1977 li Xeltana nêzîkî Efrînê, li destpêka şoreşa sûrî di Tevgera Ciwanên Helebê ya rexnegra rêcîmê de, ҫalak bû. Ji bo wî siza bikin, PKK jina wî da kuştin û kurê wî revand. Heta niha PKK li Ehmed Mustefa digere, ew ji 2013ê ve li derve dijî.

[Bêtir bixwîne]


Newafi Îsa Elî, peyamnerê berê yê Kurdistan-TV li Şingalê (erebî Sincar) li Iraqê:
»PYD/PKK li Şingalê şer nekirin û Yezîdî ne parastin, ev tenê propaganda ye«


KurdWatch, 30ê îlona 2014ê - Newafi Îsa Elî, jidaikbûn 1978 li Şingalê, zewicî, bavê du zarokan e, ji 2007 an de, heta tîrmeha 2014ê peyamnêrê Şingalê bû yê kenala televizyona Kurdistan-TV ya Partiya Demokrata Kurdistan - Iraq (KDP). Di 3ê tebaxa 2014ê de, gava Dewleta Islamî (DI) Şingal bindest kir, ew jî yek ji kesên dawî bûn yên ku karîn herêmê berdan. Di hevepeyvîna bi KurdWatch re Elî, rêberiya siyasî û ya leşkerî li Şingalê tawanbar dike ku şaştyên mezin di şerê bi (DI) re kiribûn her weha ew bi gendeliyê jî tawanbar kir. Di heman demê de, ew wê gotinê şaş dibîne ya ku dibêje, PKK Êzîdiyên Şingalê »parastin - ew xelas kirin«. Newaf Îsa Elî di tebaxa 2014ê de, dev ji Kurdistana Iraqê berda ji ber ku ew li ser jiyana xwe ditiriseha.

[Bêtir bixwîne]


Mehmûd El-Nasir, efserê mûxaberatên Serêkanyê/Sûrî:
»Navenda astengiyê ya rêjîma sûrî fermanên kuştina siyasetmedarên kurd da PKK, û PKK ew ferman pêk anîn«


KURDATCH, 20ê gulana (May) 2014ê – Mehmûd El-Nasir (bi navê Ebû Haris tê naskirin)jidayikbûn 1962bi jin e û bavê şeş zarokan e, di birêvebirina mûxaberatên Giştî ya Sûrî de kar dikir. Ew berpirsê beşên nivîsgeha hejmara 330î bû. Di salên heştêyî û notî de ew li derveyî Sûrî Tev li ҫend perwerdeyên ewlekariyê bûbû. Wî li Serê Kaniyê di nivîsgeha partiyan hejmar 30 ya ewelkariya dewletê, û dûv re di beşê agahiyan de kar dikir heta ku ew di ҫireya paşîna 2011 an de ji rêjîmê parҫe bûbû.

[Bêtir bixwîne]


Cegerxwîn Ebdilrezaq Mele Ehmed, çalakvan û girtiyê berê di zindana Helebê ya navendî de:
»Wan em wekû mertalên mirovî bikar anîn«


KURDATCH, 16ê adara (March) 2014ê – Cegerxwîn Mele Ehmed (jidayikbûn 1985 li Qamişlo) xwendekar û ҫalakvan e. Ew di 3ê adara (March) 2012ê de li Helebê hat girtin û di 13ê ҫireya pêşîna (October) 2013ê de li ser daxwaznameya parêzvan li hember kefaletê serbest hat berdan. Dozeke dadgehî li dijî wî hîn vekirî ye. Ҫend meh ji girtina xwe wî di zindana navendî ya Helebê de bûrand. Li wir wî dît, ҫawa bi dehan girtî ji birҫiya mirin herweha ji ber îşkence û di êrîşên leşkerî de jiyan ji dest dan.

[Bêtir bixwîne]


Salih Mislim Mihemed, serokê PYD:
»Em serbest û serbixwene, û stratejiya me ya taybet heye«


KURDWATCH, 4ê hizêrana 2013ê – Salih Mislim Mihemed (jidayikbûn 1951, endezyarê kîmyayê, zewicî, pênc zarok) ji 2010ê ve serokê Partiya Yekîtî ya Demokrat (PYD) ye, şaxê sûrî yê PKK. Di hevpeyvînekê de bi KurdWatch re wî nerînên xwe nîşan dan, herweha li ser têkiliya di nav PYD û rêjîma sûrî de axivî.

[Bêtir bixwîne]


Usama Silêman Mensûr Hilalî, amir lwayê Mişel Temo:
»Ez ji rahijtina avê çûm rahijtina çekan«

KURDWATCH, 25ê adara 2013ê - Usama Silêman Mensûr Hilalî (jidayikbûn 1979 li Qamişlo), çûye dibistanê heta pola nehan. Ew demeke dirêj li Siûdiya Erebî dijiya, berî heft salan, berî ku ew vegere Qamişlo û dikaneke alavên boyax û sipîkirinê li nêzîkî mizgefta Qasimo veke. Hilalî ji çalakvanên destpêkê ye, yên ku li herêmên kurdî xwenîşandan li darxistin. Îro ew damezrêner û amirlîwayê yekîneya Mişel Temo ye, ya ku bi çekan li dijî rêjîmê şer dike.

[Bêtir bixwîne]


Feysel Yûsif, serokê Encumena Niştîmanî ya Kurdî:
»Carna tiştin ji Encumenê tên xwestin ku tenê hikûmet dikarin pêk bînin« 


KURDWATCH, 28ê çileya pêşîna (December) 2012ê – Feysel Yûsif (jidayikbûn 1954 li Qamişlo) ji 14ê tebaxa 2012ê ve serokê Encumena Niştimanî ya Kurd e. Ji destpêka salên 1970yan endamê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê bû, dûvre ew di nivîsgeha siyasî ya partiyê de bû. Di şibata 2010ê de wî dev ji Partiya Pêşverû berda û bi komekê ji piştgiran Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê - Tevgera Reformê damezrand, ew serokê wê ye. Yûsif bi KurdWatch re li ser derbasbûna Encumena Niştimanî ya Kurdî di Hevbendiya Niştimanî de diaxive herweha li ser têkiliyên bi Encumena Gel ya Kurdistana Rojava.

[Bêtir bixwîne]


Ebdulselam Osman, siyasetmedar û çalakvan: 
»Xebat Dêrikî ez revandim, wî demançe da ber serê min« 

KURDWATCH, 25ê çileya pêşîna (December) 2012ê – Ebdulselam Osman (jidayikbûn 1977) endamekî damezrêner yê Yekîtiya Hevrêzên Ciwanên Kurd li Sûriyê û yê Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê ye. Çalakvanê ku ji pêncsaliya xwe ve bi ji ber felça zarokan janê dikişîne, piştî ku PKK ew tehdîd kir ji Sûriyê revî. Piştî çend mehên li Stenbolê, wî vê dawiyê mafê penaberiya siyasî li Elmanyayê stand. Di hevpeyvîna bi KurdWatch re ew li ser rewşa niha ya komên hevrêziyan li deverên kurdî û li ser revandina wî ji aliyê PKK ve diaxive.

[Bêtir bixwîne]


Mustafa Cuma, siyasetmedarê kurd: 
»Çekên PYD hene û yên me nînin. Ewê me tevan bikujin«

KURDWATCH, 16ê tebaxa (August) 2012ê – Mustefa Cuma (jidayikbûn 1947 li Kobanî) cîgirê serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ye û sekreterê Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê (Azadî) ye. Di 24ê hezîrana 2012ê de ew ji aliyê endamên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hat revandin, ji dema serbestberdana wî ve ew li Kurdistana Iraqê dijî. Ev hevpeyvîn, ya ku ew tê de bi taybetî li ser têkiliyên partiya xwe û PYD diaxive, çend rojan berî revandina wî hat tomarkirin.

[Bêtir bixwîne]


Zahîde Reşkîlo, siyasetvanek kurd:
»Wan got, ew û yanzdeh partiyên dî yên kurdî dê Mişeel Temo bikujin«

KURDWATCH, 15ê hizêrana (Juni) 2012ê – Zahîde Reşkîlo (jidayikbûn 1966) endama Nivîsgeha Têkiliyên Gişî ya Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ye. Ew bi KurdWatchê re li ser rûdana kuştina Mişeel Temo diaxive, ku ew bi xwe jî tê de bi dijwarî birîndar bûbû. Ev yekemîn hevpeyvîna ligel siyasetvana kurd e, ku tê de li ser hurikiyên rûdana kuştinê diaxive. Reşkîlo niha ji bo dermankirinê li Elmanyayê dimîne.

[Bêtir bixwîne]


Salih Gedo, endamê Polîtbîroya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê:
»Hinek partiyên kurdî hicetan peyda dikin, ji bo tevlî Encûmena Niştîmanî ya Sûrî nebin. Rastî ew e ku ew hîn ji rêjîmê ditirsin.«


KURDWATCH, 18ê nîsana (April) 2012ê – Salih Gado (jidayikbûn 1946, bi jin, şeş zarok), endamê Polîtbîroya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê ye û li Qamişlo dijî. Di hevpeyvînê de bi KurdWatchê re ew li ser rewşa niha ya herêmên kurdî û bi taybetî têkiliya Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Encûmena Niştimanî ya Sûrî diaxive.

[Bêtir bixwîne]


Azad Mihyedîn, endamê Tevgera Ciwanên Rojava:
»Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ji bilî navekî ne tiştek e. Em wê bi PYD re bidin ber hev, wê tiştek pêşkêş nekiriye«

KURDWATCH, 21ê adara (March) 2012ê – Azad Mihyedîn* (jidayikbûn 1981) endamê Tevgera Ciwanên Rojava e û li Qamişo dijî. Di hevpeyvînekê de bi KURDWATCH re ew nerîna xwe li ser rewşa vê demê ya Cizîrê, nemaze li ser siyaseta Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û Partiya Yekîtiya Demoqrat  (PYD), diaxive. 

[Bêtir bixwîne]


Rêzan Behrî Şêxmûs, serokê Nivîsgeha Peywendiyên Giştî ya Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê:»Dema ku li seranserî Sûriyê şoreşeke gel pêk tê, Konferensa Niştimanî ya Kurdî li ser pereyan pevdiçe«

KURDWATCH, 19ê çileya paşîna (January) 2012ê - Rêzan Behrî Şêxmûs (1962, zewicî ye, çar zarok) serokê Nivîsgeha Peywendiyên Giştî ya Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ye. Ew endezyar e û li Sûriyê dijî. Di hevpeyvîna bi KurdWatchê re Şêxmûs behsa xebata siyasî ya Şepêla Pêşerojê piştî kûştina Mişeel Temo dike.

[Bêtir bixwîne]


Zuhêr Salim, peyvdarê Biraderên Musilman li Sûriyê:
»Tiz bi [nasnameya] sûrî! Em Sûriyê napejirînin«

KURDWATCH, 4ê çileya pêşîna (December) 2011ê - Zuhêr Salim (1947) nivîskar e û li Londonê dijî. Di hevpeyvînekê de bi KurdWatch re peyvdarê Biraderên Musilman li Sûriyê li ser pirsa kurdî li Sûriyê diaxive.

[Bêtir bixwîne]


Dr. Ebdilbasit Seyda, endamê Komîteya Tenfîzî ya Encûmena Niştimanî ya Sûrî:
»Ti peyman di navbera Encûmena Niştimanî ya Sûrî û hikûmeta tirkî de tune«

KURDWATCH, 18ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Dr. Ebdilbasit Seyda (1954, dektorê felsefeyê, zewicî ye, pênc zarok) ji sala 1993ê ve li Swêdê dijî. Di sala 2003ê de pirtûka wî »Pirsa Kurdî li Sûriyê« derket. Di hevpeyvîneke bi KURDWATCHê re Ebdilbasit Seyda behsa xebata Encûmena Niştimanî ya Sûrî dike, ku hevbendiyeke oposîtsyona sûrî ye ku di 2ê cotmeha (October) 2011ê de li Stenbolê hat damezirandin.

[Bêtir bixwîne]


Salih Muslim Mihemed, serokê PYDê:
»Zilamên Tirkiyê li Kurdistana Sûriyê ji bo bûyerên li vir berpirsyar in«

KURDWATCH, 8ê çiriya paşîna (November) 2011ê - Salih Muslim Mihemed (1951, endezyarê kîmyayê, zewicî ye, pênc zarok) ji sala 2010ê ve serokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) e, ku rêxistina Sûriyê ya PKKê ye. Ji ber tirsa ji çewisandina siyasî ew di sala 2010ê de reviyabî Iraqê û li wir di kampeke PYDê de li çiyayê Garê bi cî bûbû. Piştî destpêkirina xwenîşandanên li dijî rêjîmê ew ligel endamên din ên PYD vegeriya Sûriyê. Roja piştî vegera wî ew beşdarî kombûneke cemawerî ya PYDê li Qamişlo bû. Di hevpeyvîna bi KurdWatchê re Salih Muslim Mihemed li ser rola PYDê di çarçeweya şoreş Sûriyê de û çalakiyên PYDê li Sûriyê diaxive.

[Bêtir bixwîne]


Ismaîl Hemê, sekretêrê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê:
»Armanca me hikûmzatî ya Kurdan li Kurdistana Sûriyê ye«

KURDWATCH, 17ê îlona (September) 2011ê - Ismaîl Hemê (1964) endamê damezirêner ê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ye, ku di sala 1999ê de hat damezirandin. Ew ji sala 2010ê ve sekretêrê wê ye û li Qamişlo dijî. Di hevpeyvîna bi KURDWATCHê re de Hemê behsa rola partiya xwe di şoreşa sûrî de û herweha peywendiya Tevgera Niştimanî ya Kurdî bi Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) û Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê re dike.

[Bêtir bixwîne]


Hesen Ebdilezîm, serokê Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat:
»Ji mafê Kurdan e ku xewna wan a neteweyî hebe«

KURDWATCH, 19ê tebaxa (August)  2011ê - Hesen Ebdilezîm (1932) serokê Partiya Yekîtiya Demoqrat a Erebî ya Sosyalîst û herweha serokê Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat e, ku di 30ê hizêrana (June) 2011ê de li Şamê hat damezirandin KURDWATCH behs kiribû]. Ebdilezîm parêzer e û li Şamê dijî. Di hevpeyvînekê de bi KURDWATCHê re ew behsa çareseriyên ji bo Pirsa Kurdî li Sûriyê dike.

[Bêtir bixwîne]


Semîr Neşar, peyvdarê Daxuyaniya Şamê:
»Divê Kurd bibin xwedî heman maf mîna yên din«

KURDWATCH, 12ê tebaxa (August)  2011ê - Semîr Neşar (1945) serokê sekretariya giştî û peyvdarê Daxuyaniya Şamê ji bo guhertina demoqrat a niştimanî ye, ku di cotmeha (October) 2005ê de li Şamê hat damezirandin. Neşar bazirgan e û li Helebê dijî. Di hevpeyvînekê de bi KURDWATCHê re ew behsa çareseriyên ji bo Pirsa Kurdî li Sûriyê dike.

[Bêtir bixwîne]


Siyasetvanê kurd Mişeel Temo:
»Gerek tevaya xebata me ji bo rûxandina rêjîmê be«


KURDWATCH, 20ê tîrmeha (July) 2011ê - Di hevpeyvînekê de bi KURDWATCH re Mişeel Temo (1957) li ser rola oposîtsyona kurdî di şoreşa sûrî de diaxive.

[Bêtir bixwîne]


Çalakvanê kurd Can Qamişlokî:
»Piraniya xwenîşanderan nimêjê nakin«


KURDWATCH, 29ê hzêrana (June) 2011ê - Di hevpeyvîneke bi KURDWATCHê re de çalakvanê 32-salî Can Qamişlokî* diyar dike bê çawa xwenîşandanên li dijî rêjîmê li herêmên kurdî tên amadekirin.

[Bêtir bixwîne]

 

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]