KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 

KURDWATCH, 30ê çileya pêşîna (December) 2012ê – Di 24ê çileya pêşîna 2012ê de endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di kombûneke rexnegir a li dijî rejîmê de li Kobaniyê şeş çalakvan revandin. Kesên revandî ev in: Hemûda Ebas, Rewan Şêx Nebî, Kawa Remedan Şêxo, Mustefa Şêxo, Hebeş Hemê û herwiha kesekî din. Çalakvanên ku di şahiya damezrandina Ketîbeya Nusûrên Kobanî ya Artêşa Azad ya Sûrî wekû temaşevan amade bûn, bi endametiya Artêşa Azad ya Sûriyê hatin tewanbar kirin. Ew piştî mudaxeleya Encûmena Leşkerî ya Kurdî ya Artêşa Azad ya Sûrî di 25ê çileya pêşîn de dîsa serbest hatin berdan. PYD bi hesabjêpirsînê hatibû tehdîdkirin eger girtî serbest bernedana.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê çileya pêşîna (December) 2012ê – Di pevçûnên çekdarî yên berdewam di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê û hêzên desthilatdariyê de, di 21ê çileya pêşîna 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Pevçûn bi giranî li metrepola aborî Heleb û li Şama paytext hebûn. Xwenîşanderên ku li seranserî Sûriyê di bin dirûşma »Li ber dergehên Helebê serkeftin hatiye nivîsîn« derketin ser kolanan, doza hilweşandina rejîmê kirin. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di bin dirûşma »Îradeya me xurtire ji embargoya we« derketin ser kolanan. Wan komên Artêşa Azad ya Sûriyê bi rêlibergirtina gihandina xwarin û enerjiyê ber bi deverên kurdî tewanbar kirin. Alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî jî dirûşmên bi naveroka xwe nêzîkî wê hildan, bêyî ku li ser dirûşmeke taybet bibin yek. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin), li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) û li ber mizgefta Qasimo li taxa rojava (ji aliyê PYD ve) xwenîşandanek hebû. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê sê xwenîşandan hebûn. Li her yekî ji bajarên Dirbêsî, Kobanî, Çil Axa û Tirbesipiyê du xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD ve hatibûn amade kirin. Li Dêrikê xwenîşandaneke ji aliyê PYD ve amadekirî hebû. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê di şemiyê de li dar ketin, lê ne di înê de. Li Efrîn û Serê Kaniyê, herwiha li taxên kurdî yên li Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê çileya pêşîna (December) 2012ê – Di pevçûnên leşkerî yên berdewam di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê û hêzên desthilatdariyê de, di 14ê çileya pêşîna 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Pevçûn bi giranî li metrepola aborî Heleb û li Şama paytext hebûn. Xwenîşanderên li seranserî Sûriyê ku di bin dirûşma »Li Sûriyê teror nîne ji bilî terora Esed« derketin ser kolanan, doza hilweşandina rejîmê kirin. Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistanê vê înê jî ti xwenîşandan li dar nexistin, tenê şîniyeke endamekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hebû, yê ku li Serê Kaniyê hatibû kuştin. Alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî di bin dirûşma »Birayên xwînê« derketin ser kolanan. Li Qamişloyê du xwenîşandan hebûn, yek li taxa Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin) û ya din jî li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve). Li Amûdê du xwenîşandan hebûn ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê sê xwenîşandan hebûn. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê di şemiyê de li dar ketin, lê ne di înê de. Li Kobaniyê xwenîşandanek hebû ku beşdarên wê alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û herwiha piştgirên Artêşa Azad ya Sûriyê bûn. Li wir ji çend heftiyan ve alozî peyda dibin, ji ber ku alîgirên Artêşa Azad ya Sûriyê dirûşmên îslamî bang dikin û PYD jî bi tundiyê bersiv dide. Li Dirbêsiyê, Çil Axa û Serê Kaniyê, herwiha li taxên kurdî yên li Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê çileya pêşîna (December) 2012ê – Di şeva 13 ser 14ê çileya pêşîna 2012ê de nivîsgeha Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê li Serê Kaniyê bi temamî şewitî. Sekreterê partiyê Mustefa Oso ji KurdWatch re ragehand: »Ji ber rewşa xeternak li Serê Kaniyê û ji ber ku bi şev ti endamekî partiyê li nivîsgehê tine bû, me nikarî heta niha bizanin kî berpirsê şewatê ye.« Di ragehandineke çapemeniyê ya partiyê de agirdadan weke sedema şewatê nehat redkirin. Herwiha rûdan bi damezrandina Yekîtiya Siyasî ya Demokrata Kurd – Sûrî ya di 15ê çileya pêşîna 2012ê de hate girêdan.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê çileya pêşîna (December) 2012ê – Di 11ê çileya pêşîna 2012ê de çend mûşek li taxa Kurdan Şêx Meqsûd li Helebê ketin. Ji kêmayî çardeh kes hatin kuştin, herî kêm bîst kesên din jî birîndar bûn. Nayê zanîn ka ev erişa li ser taxê plankirî bû an na.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê çileya pêşîna (December) 2012ê – Di 16ê çileya pêşîna 2012ê de Rodî Ibrahîm ji girtîgeha Muxaberata Hêza Ezmanî serbest hate berdan [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê]. Ta sibeha 18ê çileya pêşîn ew di nexweşaxenya Qamişloi de hate dermankirin.

ShareThis

KURDWATCH, 19ê çileya pêşîna (December) 2012ê – Tenê du rojan piştî pevçûnên çekdarî di navbera Artêşa Azad a Sûriyê (AAS) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de [agahiyên bêhtir], di 21, 22 û 23ê çiriya pêşîna 2012ê de dîsa pevçûn di navbera van komên çekdar de derketin. Di 24ê çiriya paşîn de nûnerên herdu aliyan dest bi danûstandinan kirin. Lê bêdengiya çekan di 6ê çileya pêşîn de hat şikandin, herwiha di 12, 13 û 14ê çileya pêşîn de êrişên giran yên AAS bi ser YPG de hebûn; AAS di wê êrişê de mûşek bikaranîn. Hewldana AAS ji bo ferehkirina herêma şer ber bi hin gundên di navbera Serê Kaniyê û Dirbêsiyê de bi ser neket. Ji 15ê çileya pêşîna 2012ê ve dîsa danûstandinan di navbera herdu aliyan de destpêkirine.

ShareThis

KURDWATCH, 19ê çileya pêşîna (December) 2012ê – Di 3yê çileya pêşîna 2012ê de hêza ezmanî ya sûrî êrişî cihên Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) li Serê Kaniyê kir. Di êrişê de taxên welatiyan sivîl jî hatin bombebaran kirin, yên ku şervanên AAS xwe di wan de veşartibûn. Ji kêmayî çar welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Hejmareke mezin ji welatiyan ji bajêr reviyan, ku di nîvê meha çiriya paşîn de jî hatibû bombebaran kirin [agahiyên bêhtir]. Di 12 û 15ê çileya pêşîn de firokeyên sûrî êrişî cihên AAS li gundên ereban li hawîrdorê Tel Temrê jî kirin (30 km li rojhilatê başûrê Serê Kaniyê). Behsa kuştina çendîn şervanên ASS hate kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê çileya pêşîna (December) 2012ê – Di 27ê çiriya paşîna 2012ê de li Efrînê di bagaja erebeya taybet ya serokê komîteya herêmî ya Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistanê de, Etûf Ebdo, bombeyek teqiya. Ebdo bi sivikî birîndar bû. Sedemên êrişê ne diyar in.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê çileya pêşîna (December) 2012ê – Di 12ê çileya pêşîna 2012ê de Rodî Îbrahîm (jidayikbûn 1977, zewicî, sê zarok) ji aliyê endamên Muxaberata Hêza Ezmanî ve li Navenda Zelal ya Ciwanan li Qamişloyê hat girtin. Îbrahîm rêvebirê navenda ciwanan e, ew bi perwerdekirina »komên radîkal« li wê navendê hat tewanbarkirin. Sê kompyûterên navendê hatin desteserkirin. Piştî dana rişwetê, mirovên Îbrahîm di 14ê çileya pêşîn de karîn serdana wî bikin. Wan ji KurdWatch re ragehandin ku ew hatiye işkencekirin.

ShareThis

KURDWATCH, 14ê çileya pêşîna (December) 2012ê – Di xwenîşandanên 7ê çileya pêşîna 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza hilweşandina rejîmê kirin. Li gelek deverên welêt xwenîşander li jêr dirûşma »Na ji bo hêzên aştiye yên [NY] li Sûriyê« derketin ser kolanan. Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistanê vê înê ti xwenîşandan li dar nexistin, beşdariya di xwenîşandanên Encûmena Niştimanî ya Kurdî de jî ji ber baran xurt gelekî kêm bû. Li Qamişloyê tenê du xwenîşandan hebûn, li her yekê ji taxên Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin) û Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve). Li her yekê ji Amûdê û Kobaniyê xwenîşandanek hebû ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê du xwenîşandan hebûn. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê di şemiyê de li dar ketin, lê ne di înê de. Li Dirbêsiyê, Çil Axa û Serê Kaniyê, herwiha li taxên kurdî yên li Helebê xwenîşandan li dar neketin. Li taxa kurdî ya Şamê Riknudîn alîgirên Artêşa Azad ya Sûrî di şevê de xwenîşandan li dar xistin.

ShareThis

KURDWATCH, 14ê çileya pêşîna (December) 2012ê – Piştî pevçûnên leşkerî li Serê Kaniyê [agahiyên bêhtir] diwazdeh komên ciwanan yên kurdî di 12ê çiriya paşîna 2012ê de li Qamişloyê bangî »lawên gelê kurd yên hemû herêman« herwiha ciwanên Kurdên sûrî li Kurdistana Iraqê û li derve kirin ji bo ku gel biparêzin û bergiriya welêt bikin û ji dîktatoriyê azad bikin.
Komên ku bang kirin ev in:
Kombûna Ciwanên Kurd li Qamişlo (Encûmena Niştimanî ya Sûrî)
Tevgera Ciwanên Kurd (Encûmena Niştimanî ya Kurdî)
Buhara Ciwanên Azad (Encûmena Niştimanî ya Sûrî)
Hevrêziya Yekîtiya Niştimanî
Komîteya Çavdêriya ya Şepêla Pêşeroja Kurd (Encûmena Niştimanî ya Sûrî)
Tevgera Kurdistana Sûriyê
Tevgera Roja Azadiyê
Hevrêza Şehîd Mişel Temo (Encûmena Niştimanî ya Sûrî)
Ciwanên Zayîna Azadiyê (Encûmena Niştimanî ya Sûrî)
Tevgera Ciwanên Şoreşgêr (Encûmena Niştimanî ya Kurdî)
Hevbendiya Ciwanên Sewa (Encûmena Niştimanî ya Sûrî)
Yekîtiya Hevrêzên Ciwanên Kurd li Sûriyê (Encûmena Niştimanî ya Sûrî û Encûmena Niştimanî ya Kurdî)

ShareThis

KURDWATCH, 12ê çileya pêşîna (December) 2012ê – Di 1ê çileya pêşîna 2012ê de endamên çekdar yên eşîra erebî Tey avahiya zanîngeha taybet ya Memûn li Qamişloyê kirin bin destê xwe de. Ew kes alîgirên serokê eşîra herêmî Faris Mihemed in, ku wek kesekî nêzîkî rejîmê tê dîtin. Gava endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) piştî rûdanê hewl dan ku avahiyê dorpêç bikin, fîşek hatin teqandin. Piştî demeke kin endamên Tey dev ji avahiyê berdan. Çend kes ji wan birîndar bibûn, kesekî ji ber birînên xwe di 5ê çileya pêşîn de jiyana xwe ji dest da.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê çileya pêşîna (December) 2012ê – Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di 9ê çiriya paşîna 2012ê de hejmarek mezin ji dezgehan li bajarê Dirbêsiyê ji rejîma sûrî wergirtin [agahiyên bêhtir]. Li gor agahiyên herî dawî, di nav wan de avahiya muxaberata hêzên ezmanî, şaredarî, dadgeha lihevhatinê û şirketa elektrîk û avê hebûn. Ji kêmayî li bajarên Amûdê, Dirbêsiyê û Dêrikê ti polîs nemane. Karmendên dewletê yên ku ne endamên muxaberatê de, karê xwe berdwam dikin, heqdestên wan yên mehane mîna berê ji Şamê tên. Di heman demê de karê wan ji aliyê PYD ve tê kontrolkirin. Wisa wek nimûne kadroyekî PYD li şaredariya Dirbêsiyê hate bi cih kirin. Li ber dezgehên radestkirî ala PYD hatin bilindkirin. Çalakvanekî ji KurdWatch re ragehand, ku endamên PYD piştî radestkirina avahiya muxaberata leşkerî li Dirbêsiyê belgeyên li wir mayî şewitandin. Endamên dezgehên din yên ewlekariyê ev kar bi xwe kiribûn, berî derketina ji avahiyên xwe.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê çileya pêşîna (December) 2012ê – Di xwenîşandanên 30ê çiriya paşîna 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza hilweşandina rejîmê kirin. Li gelek deverên welêt xwenîşander li jêr dirûşma »Tiliyên serkeftinê li ser qesra [serok in]« derketin ser kolanan. Piştî ku nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û yên Encûmena Gel ya Kurdistana Rojava di 25ê çiriya paşîn de li Helwêrê li hev kirin ku hemû pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin, alîgirên wan di bin yek dirûşmê de »xebata hevbeş« derketin ser kolanan – lê dîsa jî wek berê di xwenîşandanên ji hev cuda de. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin), Kornîş (ji aliyê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ya di bin rêberiya Rêzan Barî Şêxmûs de, Koma Ciwanan ya Sewa û hin komên ciwanan ên serbixwe ve hatibû amade kirin), li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) û li ber mizgefta Qasimo li taxa rojava (ji aliyê PYD ve) xwenîşandanek hebû. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li her yekî ji bajarên Dirbêsî û Tirbesipiyê du xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD ve hatibûn amade kirin. Li Kobaniyê PYD xwenîşandanek li dar xist. Herwiha alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî dîsa derketin ser kolanan, ligel ku komîteya encûmenê ya herêmî di heftiyên borî de bang kiribû ku du heftiyan dev ji xwenîşandanan berdin. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê di şemiyê de li dar ketin, lê ne di înê de. Li Çil Axa û Serê Kaniyê, herwiha li taxên kurdî yên li Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê çileya pêşîna (December) 2012ê – Li ser vexwendina Mesûd Barzanî ji 23 heta 25ê çiriya paşîna 2012ê li Hewlêrê dîsa danûstandin di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Encûmena Gel ya Kurdistana Rojava de pêkhatin. Di 25ê çiriya paşîn de beşdaran ragehandineke çapemeniyê derxistin, ku di wê de rêzgirtina hemû nuqteyên Peymana Hewlêrê ya 11ê hezîrana 2012ê Belgeyê daxîne], »çareserkirina hemû pirsgirêkan« herwiha parastina aştiya civakî hat ragehandin. Herwiha herdu encûmenan biryar dan ku komîte û lijneyên rêveberiyê yên taybet û hevbeş saz bikin, ji bo ku »gel biparêzin« û »têkiliyên bi derve re di xizmeta xeta siyasî ya hevbeş de« garantî bikin. Hevoka parastina hevbeş ya gel ji aliyê gelek çavdêran ve wekû biryareke ji bo sazkirina artêşeke kurdî ya hevbeş, herwiha wekû nîşanekê ji bo hilweşandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hat fêmkirin. Piştî wê û di heman rojê de YPG ragehandinek weşand û di wê de dupat kir ku ewê bi ti hêzeke din re nebe yek, ji ber ku YPG »bi gel re yek e«. Di 28ê çiriya paşîna 2012ê de YPG daxuyaniya xwe nerm kir û diyar ku ew mîna »yekîneyên niştîmanperwer« girêdayî hemû lihevkirin û biryarên Desteya Kurdî ya Bilind in û herwiha diyar kir ku ragehandina 25ê çiriya paşîn divê wekû helwestek li hemberî wê yekê bê fêmkirin, ku ragehandina herdu encûmenan bi taybetî di înternetê de ji aliyê hejmarek mezin ji nivîskaran ve şaş, wekû xwehilweşandina YPG, hatiye têgihiştin.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê çileya pêşîna (December) 2012ê – Di 11ê tîrmeha 2012ê de nûnerên Encûmena Gel ya Kurdistana Rojava û Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENK) peymaneke duyemîn a hevrêziyê imze kirin, ku pêwendiyên di navbera Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û partiyên ENK tenzîm bike. Peyman piştî hevdîtinên li Selahedînê (Kurdistan/Iraq) pêkhat, ku ew jî, mîna peymana 11ê hezîrana 2012ê Belgeyê daxîne], li ser vexwendina serokê Herêma Kurdistanê/Iraq, Mesûd Barzanî, pêk hatibû. Bi taybetî nuqteya 5ê ya peymanê, qedexekirineke giştî ya zordariyê, ji aliyê PYD ve heta îro nayê bicihanîn. KurdWatch nivîsa peymana hevrêziyê diweşîne Belgeyê daxîne].

ShareThis

KURDWATCH, 1ê çileyê pêşîn (December) 2012ê – Piştî ku komên çekdar yên Artêşa Azad ya Sûrî (AAS) di 8ê çiriya paşîna 2012ê de ketibûn bajarê kurdî Serê Kaniyê [agahiyên bêhtir], rejîma sûrî kontrola çend bajarên piraniya rûniştvanên wan Kurd ji Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) re hişt. Di 9 û 10ê çiriya paşîna 2012ê de hêzên ewlekariyê yên sûrî ji avahiyên Dezgeha Ewlekariya Siyasî, Muxaberata Leşkerî, Dezgeha Ewlekariya Dewletê û ya polîsan li Dirbêsiyê vekişiyan, herwiha wan kontrola deriyê sînor yê ligel Tirkiyeyê ji PYD re hiştin. Li Tel Temr hêzên ewlekariyê ji avahiyên polîsan, Dezgeha Ewlekariya Dewletê û ya Muxaberata Leşkerî vekişiyan. Li Amûdê avahiyên Dezgeha Ewlekariya Siyasî, Muxaberata Leşkerî û herwiha ya Dezgeha Qeydkirina Leşkeran radestî PYD hatin kirin. Li Dêrikê desthilatê di 12ê çiriya paşîn de xwe ji avahiyên Dezgeha Ewlekariya Siyasî, Muxaberata Leşkerî, Dezgeha Ewlekariya Dewlet, ya polîsan û herwiha ya partiya Baas vekişand û rêvebiriya nuqteyeke kontrolê li ser rêya serekî ya bajêr radestî PYD kir. Hîn di havîna 2012ê de desthilatê xwe ji hin dezgehên herdu bajarên dawî bi nav kirî vekişandibû [agahiyên bêhtir].

ShareThis

KURDWATCH, 30ê çiriya paşîna (November) 2012ê – Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê di destpêka çiriya paşîna 2012ê de yekîneyeke çekdar li Amûdê sazkir, bi navê ketîbeya Şehîd Tehsîn Memo. Memo endamê Yekîtî bû, wî 2008ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê]. Endamekî Yekîtî ji Amûdê ji KurdWatch re ragehand ku ketîbe hatiye damezrandin, »ji bo ku gel di tengasiyê de biparêze«.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê çiriya paşîna (November) 2012ê – Di xwenîşandanên 23ê çiriya paşîna 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza hilweşandina rejîmê kirin. Li gelek deverên welêt xwenîşander li jêr dirûşma »seet û dema serkeftinê hatine« derketin ser kolanan. Alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan di bin dirûşmên cuda de derketin ser kolanan, alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) jî di bin dirûşma »Liberxwedana Serê Kaniyê« derketin ser kolanan. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin), Kornîş (ji aliyê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ya di bin rêberiya Rêzan Barî Şêxmûs de, Koma Ciwanan ya Sewa û hin komên ciwanan ên serbixwe ve hatibû amade kirin), li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) û li ber mizgefta Qasimo li taxa rojava (ji aliyê PYD ve) xwenîşandanek hebû. Li Enteriyê endamên koma ciwanan ya bi navê Şêx Maşûq, ya ku nêzîkî Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê ye, nîşandaneke leşkerî li dar xistin. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê jî sê xwenîşandan hebûn. Li her yekî ji bajarên Dirbêsî û Tirbesipî du xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD ve hatibûn amade kirin. Li Kobaniyê PYD xwenîşandanek li dar xist. Tevî ku komîteya herêmî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) ji alîgirên xwe xwest ku du heftiyan dev ji xwenîşandanan berdin, lê nêzîkî 2000 alîgirên ENKS li Kobaniyê derketin ser kolanan. Li her yekê ji Raco û Cindirêsê li nêzîkî Efrînê xwenîşandaneke PYD li dar ket. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî di şemiyê de li dar ketin, lê ne di înê de. Li Çil Axa û Serê Kaniyê, herwiha li taxên kurdî yên li Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê çiriya paşîna (November) 2012ê – Di 28ê çiriya pêşîna 2012ê de li cem gundê Êzdiyan Qestel Cindo li nêzîkî Efrînê pevçûnên çekdarî di navbera Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û lîwaya Bahoza Bakur ya ser bi Artêşa Azad ya Sûrî (AAS) ya Emar el-Dadîxî, naskirî wek Ebû Ibrahîm, çêbûn. Şervanên lîwaya Bahoza Bakur nuqteya kontrolê ya PYD kirin bin destê xwe û du alîgirên PYD girtin. Piştî demeke kin şervanên yekîneya Amr Bin al-As ya Ehmad Ubeyd lîwaya Bahoza Bakur ji Qestel Cindo derxistin û PYD vegeriya gund. Sedemên pevçûnan di navbera PYD û yekîneyên cuda yên AAS de ne diyar in; lê berevajî idîayên PYD, tişta piştrast ewe ku êrişa AAS li ser Qestel Cindo ne êrişeke dijminatiya Êzdiyan bû.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê çiriya paşîna (November) 2012ê – Di xwenîşandanên 16ê çiriya paşîna 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza hilweşandina rejîmê kirin. Li gelek deverên welêt xwenîşander li jêr dirûşma »Piştgiriya Hevbendiya Niştimanî [ya hêzên sûrî yên şoreşgêr û opozisyonê]« derketin ser kolanan. Ji ber pevçûnên çekdarî li Serê Kaniyê [agahiyên bêhtir] hemû partiyên kurdî di bin dirûşma »Na ji bo komên çekdar yên biyanî« derketin ser kolanan. Ligel bangeke Desteya Kurdî ya Bilind ji bo lidarxistina xwenîşandanên hevbeş, vê înê jî tenê xwenîşandanên ji hev cuda yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li dar ketin. PYD berpirsiyariya vê yekê kir stuyê hevbendiya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar, Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (Yekîtî) û herwiha Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê ya Mustefa Cuma [agahiyên bêhtir girêdayî hevbendiya partiyan]. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin), Kornîş (ji aliyê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ya di bin rêberiya Rêzan Barî Şêxmûs de, Koma Ciwanan ya Sewa û hin komên ciwanan ên serbixwe ve hatibû amade kirin), li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) û li ber mizgefta Qasimo li taxa rojava (ji aliyê PYD ve) xwenîşandanek hebû. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê jî sê xwenîşandan hebûn. Li her yekî ji bajarên Dêrik, Dirbêsî, Çil Axa û Kobaniyê du xwenîşandanên cuda hebûn ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD ve hatibûn amade kirin. Li Tirbesipî, Girkê Legê, Serê Kaniyê û Efrînê, herwiha li taxên kurdî yên li Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê çiriya paşîna (November) 2012ê – Firokeyên hêza ezmanî ya sûrî, bi piştgiriya mûşekên erd-erd, di 12, 13 û 14ê çiriya paşîna 2012ê de êrîşî cihên Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) li Serê Kaniyê kirin. Pêre taxên welatiyan jî bombebaran kirin, yên ku di wan de şervanên AAS xwe veşartibûn. Ji ber gelek rûniştiyên bajêr hîn di demeke kin de piştî ku AAS di 8ê çiriya paşîna 2012ê de kete bajêr de [agahiyên bêhtir] ji bajêr reviyabûn, hejmara welatiyên kuştî bi ji kêmayî diwazdeh li gor rewşê hindik ma. Erebeyên ambûlansê yên tirkî birîndar birin bajarê nêzîk Ceylanpinar. Agahiyên piştrast li ser hejmara miriyan di nav rêzên AAS de nînin.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê çiriya paşîna (November) 2012ê – Di 19ê çiriya paşîna 2012ê de li taxa rojhilat ya bajarê Serê Kaniyê pevçûnên çekdarî di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û Yekîneyên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de rûdan. Berî pevçûnan, li gor ku çalakvanekî ji Serê Kaniyê ji KurdWatch re ragehand, nûnerên AAS daxwaz kirin ku hemû alên PYD di navbera Serê Kaniyê û Dêrikê de bên rakirin. Nûnerên AAS ragehandin ku ev fermaneke hikûmeta tirkî ye, ya ku piştgiriya wan dike. Rêberê danûstandinan yê PYD xwest destpêkê vê yekê bişêwirê. Çalakvanê ji Serê Kaniyê wiha berdewam kir: »Destpêkê [di 8ê çiriya paşîna 2012ê de] nêzîkî pêncsed şervanên AAS ji Tirkiyeyê hatin. Nêzîkî sedî li ser sînor man, çarsedên din derbasî bajêr bûn. Dûvre nêzîkî dused şervan ji Reqayê tevlî wan bûn, kesên din ji hawîrdor jî tevlî wan bûn. Ne gelek in, lê ew îslamî ne û ji bo ku bimirin hatine.« Li gor texmînên wî çalakvanî, nêzîkî hezar şervanên çekdar yên PYD li herêmê hene.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê çiriya paşîna (November) 2012ê – Rêxistinên herêmî yên Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar, yên Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (Yekîtî) herwiha yên Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê (Azadî) ya Mustefa Cuma ji 30ê çiriya pêşîna 2012ê heta 17ê çiriya paşîna 2012ê li her yekê ji bajarên Kobanî, herêma Helebê (Efrîn jî di nav de), Serê Kaniyê, Dirbêsiyê, Reqa, Girê Sipî, Qamişlo, Dêrik û Amûdê komîteyên rêberiyê yên hevbeş saz kirin. »Armanca me ew e ku karê xwe yê siyasî baştir hevrêz bikin û baştir bigihînin encamê«, wisa endamekî Yekîtî ji KurdWatch re ragehand. Lê li gor wî endamê Yekîtî, avakirina partiyeke nû ne di bernameyê de ye. Komîteyên bi vî rengî yên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî jî li hejmarek mezin ji bajarên kurdî hene.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê çiriya paşîna (November) 2012ê – Di xwenîşandanên 9ê çiriya paşîna 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza hilweşandina rejîmê kirin. Li gelek deverên welêt xwenîşander li jêr dirûşma »Dema derbasbûna Şamê ye« derketin ser kolanan. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li jêr dirûşma xwe ya taybet »Berxwedana mezin, jiyanek bi rûmet« meşiyan. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin), Kornîş (ji aliyê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ya di bin rêberiya Rêzan Barî Şêxmûs de, Koma Ciwanan ya Sewa û hin komên ciwanan ên serbixwe ve hatibû amade kirin), li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) û li ber mizgefta Qasimo li taxa rojava (ji aliyê PYD ve) xwenîşandanek hebû. Li Amûdê du xwenîşandanên cuda hebûn, yek ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û hin komên ciwanan ve, yek jî ji aliyê PYD ve. Li her yekî ji bajarên Tirbesipî, Dirbêsî û Çil Axa du xwenîşandanên cuda hebû ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD ve hatibûn amade kirin. Li Kobaniyê PYD xwenîşandanek li dar xist; herwiha li wir çalakvanekî jiyana xwe ji dest da, gava endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên ser bi PYD fîşek bi ser xwenîşandanekê de teqandin ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî, hejmareke mezin ya komên ciwanan û herwiha Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê ya Rêzan Barî Şêxmûs hatibû organîzekirin [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê]. Piştî ku endamên Artêşa Azad ya Sûriyê bajarê Serê Kaniyê kirin bin destê xwe de [agahiyên bêhtir], li wir vê înê xwenîşandan tine bûn. Di demekê de ku alîgirên PYD li Kobaniyê fîşek li ser xwenişanderan berdan, ji ber ku wan alên AAS rakiribûn, alîgirên PYD li Serê Kaniyê ala xwe ligel ala AAS hildan. Li Hisiçayê jî çar xwenîşandan hebûn. Li Dêrik, Girkê Legê û Efrînê, herwiha li taxên kurdî yên li Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 17ê çiriya paşîna (November) 2012ê – Xwendekarê bijîşkiyê Dara Newaf Ebdula (jidayikbûn 1989 li Qamişlo) yê ku di 23ê çiriya pêşîna 2012ê de li Şamê hatibû girtin [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê] di 12ê çiriya paşîna 2012 de ji zindana Dezgeha Ewlekariya Dewletê hat berdan. Di roja girtina xwe de Ebdula hatibû îşkence kirin, herwiha di dema girtinê de zext li wî hate kirin ji bo ku gotarên rexnegirên rêjîmê hew binivîsîne. Li dijî wî doz nehat vekirin.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê çiriya paşîn (November) a 2012ê – Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di 9ê çiriya paşîn a 2012ê de li Kobaniyê êrişî xwenîşandana înê kirin, ya ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û ªepêla Pêşverûya Kurd li Sûriyê ya Rêzan Behrî Şêxmûs hatibû amade kirin. Alîgirên PYD yên bi kêr û daran çekdar rê li ber xwenîşandanê girtin, dirûşmên li dijî Artêşa Azad ya Sûriyê bang kirin û ji xwenîşanderan xwestin ku ala serxwebûna Sûriyê daxînin. Di navbera alîgirên PYD û xwenîşanderan de pevçûn derketin, di pey wê re şervanên Yekîneya Parastina Gel (YPG) fîşek li ser xwenîşanderan teqandin. Herwiha YPG êriş bir ser nivîsgehên Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û ya Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê ya Mustefa Xidir Oso. Ji ber birînên xwe xwenîşander Welat Mihemed Salih Miho (jidayikbûn 1995), Rênas Hisên, Diyar Mihemed Îbrahîm Hido, Fatma Dehar, Semer Dehar û Meryem Dehar di nexweşxaneyan de hatin dermankirin. Miho, yê ku ji bo dermankirinê birin Tirkiyeyê, li wir ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da. Medyaya nêzîkî PKK îdia kir ku hemû kesên navborî bi fîşekên ji nivîsgeha partiya Azadî birîndar bûn. Di 10ê çiriya paşîn de Miho, yê ku endamê Partiya Demokrata Kurd ya Ebdulhekîm Beşar û herwiha endamê koma hevrêziya Kobaniyê bû, bi beşdariya bi hezaran çalakvan li Kobaniyê hate binaxkirin. Beşdarên şîniyê daxwaza hilweşandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kirin û ew wekû mîlîsên rejîmê bi nav kirin. Axaftina nûnerekî Artêşa Azad ya Sûriyê çend caran bi dirûşmên piştgiriyê bo Artêşa Azad hatin birîn.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê çiriya paşîna (November) 2012ê – Piştî pevçûnên çekdarî di navbera Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) de [agahiyên bêhtir], di dawiya çiriya pêşîn a 2012ê de hevdîtinek di navbera nûnerên PYD û hêzên wê yên çekdarî Yekîneyên Parastina Gel û herwiha nûnerên AAS li dar ket. Di nav nûnerên AAS de endamên Encûmena Leşkerî ya Kurdî li Helebê ya nû damezrandî, herwiha nûnerên yekîneyên îslamî jî hebûn. Hevdîtin bi rêya vîdyoyekê ku di 1ê çiriya paşîn a 2012ê de li ser Youtube’ê hat belavkirin eşkere bû; medyayên nêzîkî PYD hin parçeyên peymana ku di hevdîtinê de hat girêdan di 4ê çiriya paşîn de weşandin. Bendên jêrîn yên peymanê ji aliyê endamekî AAS ve hatin xwendin:
1. Hemû aliyên destnîşanker bi yekgirtî piştgirên şoreşa sûrî ne û li dijî rejîma Esed in, bi hemû rengên xebata aştiyane û leşkerî; hilweşandina rejîmê armanceke ji bo hemû Sûriyan, çi Ereb û çi Kurd.
2. Sazkirina komîteyeke sîvîl û yeke leşkerî û herwiha yeke ewlekarî ya hevbeş di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê û partiyên kurdî de [ne diyar e ka mebest kîjan partî ne], ji bo birêvebirina herêmên kurdî li Helebê û hawîrdorê wê û çareserkirina pirsgirêkên çêbûyî li wir.
3. Serbestberdana yekser ya girtiyan ji zindanên girêdayî hemû aliyan di bin çavdêriya komîteyeke ji herdu aliyan de, bi mercê ku ne tewankar yan hevkarên rejîmê bin.
4. Rawestandina hemû kampanyayên tewanbarkirina hevdu û peydakirina danûstandineke piştgir ji bo şoreşa sûrî.
5. Rawestandina standina bacê ji gel, herwiha kontrolkirin û cezakirina van karên kirêt.
6. Rakirina hemû nuqteyên kontrolê yên ku pêkanîna operasyonên Artêşa Azad ya Sûriyê zor dikin, yan jî sazkirina wan bi rengekî hevbeş bi agahdarkirina komîteyên ewlekarî û leşkerî.
7. Rêzgirtina ji azadiya olî û mafên şaristanî û siyasî.
8. Piştgiriya çalakvan û alîgirên şoreşa sûrî ji Ereb û Kurdan û hemû parçeyên civakê û alîkarîkirina leşkerên ku ji rejîma Esed cuda dibin.
9. Nehiştina hemû rengên alozî û pevçûnan li herêmên nakok di bin çavdêriya komîteya leşkerî ya hevbeş de; Peydakirina çareseriyeke lez ya bi dilê hemû aliyan.
10. Vegerandina hemû çek, teqemenî û erebeyên desteserkirî li xwediyên wan.

ShareThis

KURDWATCH, 14ê çiriya paşîn (November) a 2012ê – Di sersibeya 8ê çiriya paşîn a 2012ê de yekîneyên ketîbeya Xureba al-Şam ya Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) êrişî bingehên artêşa sûrî li bajarê Serê Kaniyê kirin. Derbasbûna AAS ya nav bajêr ji ser rêya serekî ya başûr û ya rojava pêk hat, li gor hin çavkaniyan hin şervan jî ji nav Tirkiyeyê sînor derbas kirin. Hemû bingeh û nuqteyên kontrolê yên rejîma sûrî, herwiha deriyê sînor yê di navbera Tirkiye û Sûriyê de ji aliyê AAS ve hatin bidestxistin, herwiha navendên ewlekariya siyasî û ya muxaberata leşkerî, yen ku hêzên ewlekariyê di hundurê wan de xwe asê kiribûn. Agahiyên piştrast derbarê hejmara kuştiyan di nav rêzên AAS û herwiha yên rejîmê de li ber dest nînin. Hejmarek mezin ji kesên sîvîl bi aliyê Tirkiyeyê û bajar û gundên hawîrdor ve reviyan. Herî kêm kesekî sîvîl hat kuştin, bi navê Yezan el-Xetîb yê ji Dêra Zorê. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ku xwedî helwesteke rexnegir in li hemberî AAS, destpêkê xwe tevlî pirsgirêkê nekirin. Agahiyên derbarê hevkariyeke di navbera YPG û AAS de nikarîbûn werin piştrast kirin. Tevgera Civaka Demokrat ya Rojavayê Kurdistan(TEV-DEM), ku serkomeleyeke rêxistinên nêzîkî PKK li Sûriyê ye, di 9ê çiriya paşîn a 2012ê de ji hemû komên çekdar daxwaz kir ku ji bajêr derkevin. Wekî din ewê mîna dijmin bên dîtin, li gor ragehandina TEV-DEMê. Desteya Kurdî ya Bilind jî, ya ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistanê pêkhatî, daxwaza vekişandina ji bajêr ji komên çekdar kir. Wekî sedem ji bo vê daxwaza xwe, desteyê parastina gel ji êrişên bersivdayînê yên rejîmê destnîşan kir.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê çiriya paşîn (November) a 2012ê – Fermandara YPG ya Helebê ya bi navê Şaha Elî Ebdo, ku wek Nûjîn Dêrik tê naskirin, ya ku di 1ê çiriya paşîn a 2012ê de ji aliyê yekîneyeke Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) hatibû revandin û ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat wekû kuştî hatibû ragehandin ji 11ê çiriya pêşîna 2012ê ve dîsa azad e [agahiyên bêhtir]. Ne AAS û ne jî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) agahiyên bêhtir li ser serbestberdana wê dan.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê çiriya paşîn (November) a 2012ê – Di 1ê çiriya paşîn a 2012ê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) diyar kirin ku yekîneyeke Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) di heman rojê de fermandara YPG ya Helebê bi navê Şaha Elî Ebdo, ya ku wek Nûjîn Dêrik tê naskirin, di hevdîtineke hevbeş li Helebê de revandin û kuştin. Di wê hevdîtinê de Dêrik wê laşên endamên AAS radest kiribûne, yên ku di pevçûnên li Eşrefiyê de jiyana xwe ji dest dabûn [agahiyên bêtir]. Di 3ê çireya paşîn a 2012ê de ragehandineke YPG derket, li gor wê ragehandina ku xwe disipart agahiyên ji jêderên nêzîkî AAS, Dêrik ne hatiye kuştin, lê hatiye girtin. Lê di wê demê de agahiyên ne rast yên derbarê kuştina Dêrik ji bo propagandayê hatibûn bikaranîn jî: PYD hejmareke mezin ya xwenîşandanan ji bo bibîranîna fermandara xwe li dar xistibû û komeke ciwanan ya nêzîkî PYD ragehandibû ku piştî mirina Dêrik bi hezaran endamên wê tevlî YPG bûne.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê çiriya paşîn (November) a 2012ê – Di xwenîşandanên 2ê çiriya paşîn a 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza hilweşandina rejîmê kirin. Li gelek deverên welêt xwenîşander li jêr dirûşma »Dareya, birayên tirî û xwînê« derketin ser kolanan. Alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û herwiha gelek komên ciwanên kurd dirûşma xwe ya taybet »Na ji bo fitnê, erê ji bo yekîtiyê« bilind kirin. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li jêr dirûşma xwe ya taybet »Îna şehîd Nûjîn Dêrik« meşiyan, ya ji bo bibîranîna fermandara Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku li gor agahiyên YPG ji aliyê Artêşa Azad ya Sûriyê ve hatibû kuştin – îdiayek ku YPG piştî çend rojan paş de kişand. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin), Kornîş (ji aliyê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ya di bin rêberiya Rêzan Barî Şêxmûs de, Koma Ciwanan ya Sewa û hin komên ciwanan ên serbixwe ve hatibû amade kirin), li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) û li ber mizgefta Qasimo li taxa rojava (ji aliyê PYD ve) xwenîşandanek hebû. Ligel xwenîşandana PYD nîşandaneke leşkerî jî hat li dar xistin. Di dema xwenîşandana Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Enteriyê de, endamên çekdar yên YPG hewl dan ku zorê bidin xwenîşanderan ku ala serxwebûna Sûriyê daxînin. Li Amûdê du xwenîşandanên cuda hebûn, yek ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û hin komên ciwanan ve, yek jî ji aliyê PYD ve. Li her yekî ji bajarên Dêrik, Tirbesipî, Girkê Legê, Çil Axa, Dirbêsî, Serê Kaniyê û herwiha li Kobaniyê du xwenîşandanên cuda hebû ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD ve hatibûn amade kirin. Li Kobaniyê şervanên YPG hewl dan ku xwenîşanderan bitirsînin û ji wan xwestin ku ala serxwebûna Sûriyê daxînin. Li Hisiçayê jî çar xwenîşandan hebûn. Di dema xwenîşandana Encûmena Niştimanî ya Kurdî de li taxa Salihiyê, şervanên YPG bi erebeyên xwe ajotin nav gel û ala serxwebûna Sûriyê dirandin. Li Dêrikê roja şemiyê du xwenîşandan li dar ketin, yek ji aliyê PYD û ya din jî ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve. Li Efrînê û taxên kurdî yên li Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê çireya paşîna (November) 2012ê – Encûmena Niştimanî ya Kurdî di 28ê çireya pêşîna 2012ê de di ragehandinekê de bi gotinên tûj êrişî Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistanê kir û daxwaza lêborînxwestineke fermî ji wê kir. Komên çekdar yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ya ku endama vê encûmena PKK ye, hatin tewanbar kirin ku wan êrişî nivîsgehên partiyên endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Kobaniyê kirine û ala serxwebûna sûrî ji dîwaran dirandine. Herwiha PYD ji revandina Behzad Dursun [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê] yê endamê Encûmena Niştimanî û êrişkirina ser çalakvanên kurd berpirsyar hat dîtin.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê çireya paşîna (November) 2012ê – Di 31ê çireya pêşîna 2012ê de Ebdulkerîm Seko û komek ji alîgirên wî kongira Partiya Demokrata Kurd – Sûriyê li dar xistin, di wê de Seko wekû Sekreterê giştî hat hilbijartin. Seko û piştgirên wî di 5ê çireya pêşîna 2012ê de dev ji kongira yekê li paş mirina serokê berê Ebdulrehman Alûçî berda bûn [agahiyên bêhtir], piştî ku Dr. Lezgîn Mehmûd Fexrî wekû sekreterê giştî hatibû hilbijartin. Wisa parçebûna partiyê fermî ye.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê çireya paşîna (November) 2012ê – Di 27ê çireya pêşîna 2012ê de li Kobaniyê endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) yên bi çekên giran çekdar êrişî nivîsgehên cuda yên partiyên endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî kirin. Êriş tenê çend demjimêran piştî bidawîbûna dema ku PYD dabû partiyan, ji bo ku ew alên serxwebûna Sûriyê ya 1948ê ji nivîsgehên xwe rakin, pêk hat. Al di nav pirraniya aliyên opozisyona Sûriyê de wekû ala şoreşa li dijî rejîma Sûriyê tê naskirin. Êriş li dijî nivîsgehên van partiyan pêk hat: Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê, Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê ya Mustefa Xidir Oso, herwiha Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (el-Partî) ya Nesredîn Ibrahîm. Endamên YPG ala serxwebûnê ji dîwaran qetandin, herwiha li hin cihan teqîna fîşekan hebû. Hejmarek mezin ji endamên çekdar yên Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar li ber nivîsgeha xwe kombûbûn û wisa rê nedan êrişekê. Çend demjimêran piştî êrişê ala serxwebûnê dîsa li nivîsgehan hat hildan. Alîgirên PYD sedemên êrişê wisa nîşan dan, ku li Eşrefiyê gelek Kurd di bin ala serxwebûnê de hatin kuştin [agahiyên bêtir].

ShareThis

KURDWATCH, 5ê çireya paşîna (November) 2012ê – Di xwenîşandanên 26ê çireya pêşîna 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza hilweşandina rejîmê kirin. Li gelek deverên welêt xwenîşander li jêr dirûşma »Xweda mezin e, wî ebdê xwe bi ser xistin û leşkerên xwe kirin xwedî rûmet û bi tena xwe li dijî hemû dijberan bi ser ket« derketin ser kolanan. Alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û herwiha gelek komên ciwanên kurd dirûşma xwe ya taybet »Em amade ne xwe ji bo Sûriya azad bikin qurban« bilind kirin. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) vê heftiyê tenê li taxa Kurdan ya Helebê Eşrefiyê xwenîşandanek li dar xistin, beşdarên wê daxwaza paşvekişandina yekîneyên Artêşa Azad ya Sûriyê ji Eşrefiyê kirin [agahiyên bêtir girêdayî mijarê]. Li herêmên kurdî alîgirên PYD serdana xizmên şervanên PKK kirin, yên ku di dehsalên borî de di şerê bi artêşa tirkî re hatine kuştin û çalakiyên bibîranînê li ser goristanan li dar xistin. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin), Kornîş (ji aliyê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ya di bin rêberiya Rêzan Barî Şêxmûs de, Koma Ciwanan ya Sewa û hin komên ciwanan ên serbixwe ve hatibû amade kirin) û li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) xwenîşandanek hebû. Li Amûdê ji bo cara yekê ji çend mehan ve xwenîşandaneke hevbeş ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve hatibû amade kirin. Li Hisiçayê jî sê xwenîşandan hebûn. Li her yekî ji bajarên Dêrik, Tirbesipî, Girkê Legê, Çil Axa, Dirbêsî, Serê Kaniyê û herwiha li Kobaniyê xwenîşandanek hebû ku hevbeş ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Efrînê û taxên kurdî yên li Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê çireya paşîna (November) 2012ê – Piştî ku Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) di 25ê çireya pêşîna 2012ê de ji bo demeke kin beşên mezin yên taxa Kurdan Eşrefiyê li Helebê ji Artêşa Sûriyê û Yekîneyên Parastina Gel (PYD) standibûn û xistibûn bin destê xwe [agahiyên bêhtir], di 26ê cotmehê de pevçûn di navbera AAS û Yekîneyên Parastina Gel yên PYD de derketin. Gava li ber mizgefta Selahedîn xwenîşandaneke ku ji aliyê komên hevrêzan hatibû amadekirin û ji aliyê ketîbeya Salahedîn el-Eyûbî dihat parastin dest pê kir, PYD xwenîşandanek li dijî wê amade kir. Yekîneyên Parastina Gel ligel xwenîşanderan meşiyan. Xwenîşanderan daxwaza paşvekişandina AAS ji Eşrefiyê kirin. Gava xwenîşandan nêzîkî hev bûn, AAS, li gor agahiyên çalakvanekî, ber bi ezmanan ve fişek teqandin, Yekîneyên Parastina Gel jî bi teqandina nav komê bersiv da. Li gor PYD, AAS yekser ber bi xwenîşandana hember ya PYD teqand. Li gor ragehandinan, diwazdeh kesan jiyana xwe ji dest dan, heft ji wan endamên ketîbeya Selahedîn el-Eyûbî bûn. Li gor hin ragehandinên din, herî kêm 10 alîgirên PYD hatin kuştin, ji wan hejmarek mezin ji nav xwenîşanderan, herwiha pazdeh endamên AAS jî. Piştî pevçûnê PYD hejmarek endamên AAS girtin, Ii hemberî vê yekê AAS li cem Heyanê li ser rêya di navbera Heleb û Efrînê de nêzîkî pêncî otobûsên biçûk rawestandin. Jin û zarok serbest hatin berdan û nêzîkî sêsed mêr bi rengekî keyfî hatin girtin. Di danûstandinên bi PYD re, AAS diyar kir ku ewê girtiyên PYD bi wî mercî berdin ku PYD dest ji nuqteyên xwe yên kontrolê li Efrînê berde û wan radestî ketîbeya Suqur al-Kurd û Yûsif el-Azma bike, yên ku destpêka cotmehê hatibûn damezrandin. Herdu ketîbe ji Kurdên Efrînê pêk tên. PYD daxwaz red kir. Dûvre, di 27ê cotmeha 2012ê de, danûstandinan di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî û AAS de dest pê kirin, di encamê de girtî hatin berdan, yên dawî di 29ê çireya pêşînê de.
Di hevpeyvîneke bi malpera re Malik el-Kurdî, cîgirê serokê AAS, derbasbûna nav Eşrefiyê wek şaşiyek bi nav kir. Wî pirsgirêkên navxweyî yên Kurdan wekû sedem nîşan dan û diyar kir ku komên kurdî di hindurê AAS de, di serî de ketîbeya Selahedîn el-Eyûbî, daxwaz kirine ku dawî li kontrola PYD li hin taxên Helebê bê anîn. Di ragehandineke çapemeniyê de serokatiya ketîbeya Selahedîn el-Eyûbî li dijî şiroveya el-Kurdî derket û herwiha ragehand ku AAS serokatiya AAS ya ku li Tirkiyeyê dijî qebûl nake.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê çireya paşîna (November) 2012ê – Di 25ê çireya pêşîna 2012ê de Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) di encama şerên xwe yên li bakurê rojavayê bajarê Helebê de beşên mezin ji kolana serekî ya bi aliyê Andan û Efrînê kirin bin destê xwe. Bi vê yekê ew bi kurahî derbasî taxa Kurdan Eşrefiyê bû, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve tê kontrolkirin, herwiha derbasî taxa Xiristiyaniyan el-Suriyanî jî bû. Artêşa Sûriyê bi teqandina mûşekan bi ser taxên bi nav kirî de bersiv da. Di encamê de hejmareke mezin ji kesên sîvîl jiyana xwe ji dest dan, di nav wan de: Şukrî Mihemed Kurîn, Rodîn Şêxo, Mustefa Şêx Mustefa, Şiyar Hebîb Hemo, Subhî Kero, Xelîl Mustefa Mihemed, Hesen Reşîd Kurîn, Reşîd Ibrahîm, Ehmed Kemal Ekaş, Semah Ebdulrehman Şêxo, Ebdulqadir Temo û Xedîca Nasif Hulu.

ShareThis

KURDWATCH, 3ê çireya paşîna (November) 2012ê – Di 24ê çireya pêşîna  2012ê de kesên rûgirtî li Yawar Elî (endamê Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê ya Mustefa Cuma) xistin, gava wî li Kobaniyê rojnameyên partiyê belav dikir. Li gor ragehandineke çapemeniyê ya partiya Azadî, êrişkeran tehdîd dikirin ku êrişî her kesekî bikin, yê ku rojnameyên Azadî belav bike.

ShareThis

KURDWATCH, 3ê çireya paşîna (November) 2012ê – Di 24ê çireya pêşîna 2012ê de Nidal Hewran (endamê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê ya Ebdulhekîm Beşar) û Behzad Dursun (serokê komîteya herêmî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Dêrikê û endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê ya Ebdulhekîm Beşar) li Dêrikê winda bûn. Ebdulhekîm Beşar di ragehandineke çapemeniyê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tewanbar kir ku Dursun û Hewran revandibin.

ShareThis

KURDWATCH, 3ê çireya paşîna (November) 2012ê – Ji tebaxa 2012ê ve hêzên sûrî yên leşkerî yên ku berê li Efrînê bi cih bûn, xwe paşve kişandin gundê Qibariyê yê nêzîkî heft kîlometre dûrî Efrînê. Tê gotin ku ji 1200 leşkerên destpêkê li wir bicih, nêzîkî 900 wan firar kirine, lê hejmara wan dîsa bo derdorê 700 hatiye hildan. Yekîneyên Parastina Gel yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li ser rêya Qibariyê nuqteyên kontrolê danîn. Li bajarên din yên herêma kurdî hêzên leşkerî yên sûrî hîn jî mîna berê li cihên xwe ne, wek nimûne li Qamişloyê. Li gor gotinan, li bajarên kurdî ji destpêka nakokiyan hejmara leşkeran berbiçav hatiye bilindkirin, lê dîsa jî ew vê gavê pirranî ne çalak in.

ShareThis

KURDWATCH, 2ê mijdara (November) 2012ê – Di 8ê cotmeha 2012ê de malpera iraqî-kurdî û herwiha malpera nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) belgeyek weşandin, ya ku xwedêgiravî peymaneke nehênî di navbera Kurdên Sûriyê û hikûmeta tirkî de nîşan dide. Li gor belgeyê, ya ku bi rêya medyaya PYDê û herweha li hin xwenîşandanên wê li Sûriyê hat belavkirin, behsa civîneke nehênî di 2ê îlona 2012ê de li Hewlêrê tê kirin. Tê îdiakirin ku ev Kurdên Sûriyê beşdarî civînê bûbin: Ebdulbaqî Yûsif (Nûnerê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê [Yekîtî]), Ebdulbasit Hemo (Nûnerê Partiya Yekîtiya Kurdistanî li Sûriyê), Ebdulhekîm Beşar (Sekreterê giştî yê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê [el-Partî]), Nûredîn Birîmo (Sekreterê giştî yê Partiya Rastiya Kurd li bakurê Iraqê [li gor agahiyên ji belgeyê – lê ya rast ewe ku Birîmo nûnerê el-Partî ya Ebdulhekîm Beşar e li bakurê Iraqê]), herwiha siyasetmedar Selah Bedredîn, yê ku di nav derdorên PKKê de weke xayinê ku ji Tirkiyeyê piştgiriya aborî distîne tê bi nav kirin. Herwiha xwedêgiravî cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyeyê, balyozê DYA li Urdunê, nûnerekî balyozxaneya îsraîlî li Almanyayê, nûnerekî muxaberata îsraîlî Mossad, Mesrûr Barzanî (rêvebirê ewlekariyê yê Partiya Demokrata Kurdistanê [PDK]), Kosret Resûl Elî (cîgirê yekem yê Celal Talebanî yê serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê [YNK]), Fadil Mîranî (sekreterê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê [PDK]), Nêçîrvan Barzanî (serokwezîrê Kurdistana Iraqê), herwiha serokwezîrê berî wî Berhem Salih di civînê de amade bûne. Di belgeyê de tê nivîsîn ku Tirkiye ne li dijî sîstemeke federal ya li Sûriyê be û wê piştgiriya opozisyona sûrî ya kurdî ji hêla aborî û leşkerî ve bike. Wekû merc avakirina firokexaneyeke leşkerî ya tirkî û herwiha bingeheke leşkerî li başûrê bajarê Dêrikê, firokexaneyeke din ya leşkerî li nêzîkî Efrînê, herwiha bingeheke din ya leşkerî li başûrê rojavayê Kobaniyê tê diyar kirin. Weke ku tê xuyakirin belge propagandaya PYD/PKK ye, ku tê hewldan komployeke di navbera Kurdên Sûriyê û »dijminên« PKKê de – Tirkiye, Kurdên Iraqê, DYA û Îsraîl – nîşan bide.

ShareThis

KURDWATCH, 1ê mijdara (November) 2012ê – Endamên Yekîneyên Parastina Gel yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di 19ê cotmeha 2012ê de kombûneke li ber deriyê dibistana Emîr Xubarî ya navendî ya keçan bi dawî anîn. Beşdarên kombûna ku ji aliyê koma Newroz ya keçan ve hatibû amadekirin, keçên polên heftê heta diwazdehê, daxwaza hilweşandina rejîmê kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 1ê çiriya paşîna (November) 2012ê – Di 23ê çiriya pêşîna 2012ê de xwendekarê bijîşkiyê Dara Newaf Ebdula (jidayikbûn 1989 li Qamişlo) li Şamê ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Dewletê ve hat girtin. Ebdula endamê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê ye û di rojnameyên erebî de gotarên rexnegir li dijî rejîmê diweşand, ku di wan de wî piştgiriya xwenîşandanên aştiyane dikir û hişyarî dida ku şoreş ber bi çekdarbûnê ve neçe.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê çireya pêşîna (October) 2012ê – Ehmed Alsîno, endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (el-Partî) ya Nesredîn Ibrahîm û endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdî, yê ku di 22ê çireya pêşîna 2012ê de li firokexaneya Qamişloyê ji aliyê karmendên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve hatibû girtin, di 23ê çireya pêşînê de ji girtîgehê serbest hat berdan. Alsîno endamê şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî bû ku li ser vexwendina nûnerê taybet yê NY Brahîmî li ser rêya Şamê bû. Hemû endamên din yên şandê karîbûn rêwîtiya xwe bidomînin û bifirin. Alsîno hat tewanbarkirin ku beşdarî xwenîşandanên rexnegir yên li dijî rejîmê bûye, doz li dijî wî nehat vekirin.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê çireya pêşîna (October) 2012ê – Di êrişeke mûşekan ya artêşa Sûriyê li ser bajarokê Sabîna (pênc kîlometre li başûrê Şamê) di 20ê çireya pêşîna 2012ê de, Mihemed Sebrî Osê (jidayikbûn 1984 li Eyn Dîwer, zewicî, bê zarok) û Mihemed Şerîf Yûsif Ebas (jidayikbûn 1982 li Girkê Legê, zewicî, zarokek) di xaniyên xwe de hatin kuştin.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê çireya pêşîna (October) 2012ê – Di 16ê çireya pêşîna 2012ê de çend kesên rûgirtî li Dêrikê çalakvan Azad Mihemed Eta (jidayikbûn 1984 li Dêrikê) li ber dibistanekê revandin. Li gor gotinên hin şahidan, êrişvanan taksiyeke zîvîn diajotin. Bajarê biçûk Dêrik niha ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve tê kontrolkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê çireya pêşîna (Ocotber) 2012ê – Di êrîşeke hêzên ezmanî yên sûrî de li nêzîkî Endanê (deh kîlometr li bakurê Helebê) di 15ê çireya pêşîna 2012ê de dîsa baseke biçûk hat êrîşkirin. Riweyda al-Ebdela, Ebdo Mistefa Qerbaz û Welîd Xelîl Xencer hatin kuştin, hejmarek mezin ji kesên dî birîndar bûn. Endan li ser rêyekê ye di nav Turkiye û Helebê de, ya ku bi rêya wê çek û zexîre ji Artêşa Sûrî ya Azad re tên.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê çireya pêşîna (October) 2012ê – Di xwenîşandanên 19ê çireya pêşîna 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza hilweşandina rejîmê kirin. Li gelek deverên welêt xwenîşander li jêr dirûşma »amerîka, ma kîna te têr nebûye ji xwîna me?« derketin ser kolanan. Alîgirên Encumena Niştimaniya Kurd herweha gelek komên ciwanên kurd li dijî vê duruşmê biryar dan û di bin duruşma xwe de »Şahî [yên cejna qurbanê] nînin di siha rêjîma Baas de«. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di bin dirûşma xwe de »Ciwan garantiya pêşerojeke azad in« derketin ser kolanan. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin), Kornîş (ji aliyê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ya di bin rêberiya Rêzan Barî Şêxmûs de, Koma Ciwanan ya Sewa û hin komên ciwanan ên serbixwe ve hatibû amade kirin) û li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve). Du xwenîşandanên alîgirên PYD, yek ji Dirbêsiyê, ya dî ji Dêrikê, yên ku beşdarên wan berî çend rojan destpê kiribûn, li Qamişlo gihan hev û kom bûn di şahiyekê de, ku girtina Abdûla Ocalan sala 1998 li Kênyayê bibîr anî. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn, ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve, hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê jî sê xwenîşandan hebûn. Li Kobaniyê xwenîşandanek ji bo binaxkirina Edîb Mele Silêman [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê] li darket. Li Serê Kaniyê xwenîşandaneke hevbeş amadekirî parçebû û bû sê xwenîşandanên cuda, ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî, PYD û hin komên cuda yên ciwanan ve, hatin birêve birin. Li Girkê Legê û Dêrikê, mîna çend mehên çûyî, xwenîşandanên înê li dar neketin, xwenîşandan di nava heftiyê de hebûn. Li Efrînê û taxên kurdî yên li Helebê û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê çireya pêşîna (October) 2012ê – Di êrîşeke hêzên ezmanî yên sûrî de di 17ê çireya pêşîna 2012ê de li nêzîkî Babê (pêncî kîlometr li bakurê rojhilatê Helebê) Edîb Ebdulrehman Mele Silêman (jidayikbûn 1966 li Kobaniyê, zewicî, heft zarok) û herweha du kurên wî di erebeya xwe de hatin bombekirin û bi giranî birîndar bûn. Silêman di heman rojê de ji ber birînên xwe jiyan ji dest da. Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, ya ku Silêman endamê wê bû, di 19ê çireya pêşîn de li Kobaniyê cenazeya kuştî li dar xist.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê çireya pêşîna 2012ê – Kanala saûdî ya nûçeyan al-Arabiya di 10ê çireya pêşîna 2012ê de belgeyên nehênî yên sûrî weşand, li gor wan Beşar el-Esed karê kuştina Mişel Temo [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê] da ye muxaberata hêza ezmanî. Di belgeya yekê de, ya ku di 9ê çireya pêşîna 2011ê de »radestî dîwanê « hatiye kirin, emîdê rukn Seqr Menûn karê kuştinê dide eqîd Cewdet Hesen . Di belgeya diwan de, ya qet bê dîrok e, Menûn serok agahdar dike, ku Mişel Temo, kurê wî Marsêl û herweha çalakvana kurd Zahîde Reşkîlo di 7ê çireya pêşîna 2011ê de hatine kuştin. Birastî herdûkên dawî ji rûdanê bi birîndarî filitîn hevpeyvîna Zahîde Reşîklo daxîne]. Herweha di belgeyê de qala nivîseka serok ya 22ê îlona 2011ê tê kirin, ku »operasyonekê« bi nav dike, ya ku ê bihêle rêberiya tirk helwesteka bêalî û hevkar ber bi pirsgirêka sûrî ve bigre.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê çireya pêşîna (October) 2012ê – Di êrîşên hêzên ezmanî yên sûrî li ser du bûsên biçûk di 5 û 9ê çireya pêşîna 2012ê de li nêzîkî Endan (deh kîlometr li bakurê Helebê) bi tevayî heft kes hatin kuştin û gelek kesên dî birîndar bûn. Di 5ê çireya pêşîn de Yasmîn Umer (zewicî, du zarok), Mistefa Mislim Ebdumecîd û Ebdulrehman Umer (jidayikbûn 1975 li Efrînê) hatin kuştin. Di 9ê çireya pêşîn de Henîfa Yûsif, Havîn Şemo, Kamîran Mihemed Elî û Henan Henîf Elî hatin kuştin.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê çireya pêşîna (October) 2012ê – Di teqînên mûşeyan de li taxa Kurdan Şêx Meqsûd li Helebê di 20ê îlona 2012ê de zarokên bi navê Alya Miheyedîn Îsa û Ehmed Remedan hatin kuştin. Diwazdeh kesên dî bi mûşeyan birîndar bûn, hin ji wan bi giranî.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê çireya pêşîna (October) 2012ê – Di xwenîşandanên 12ê çireya pêşîna 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza hilweşandina rejîmê kirin. Li gelek deverên welêt xwenîşander li jêr dirûşma »Azadên qeraxên derya serkeftinê tînin« derketin ser kolanan. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di bin dirûşma xwe de »Em berxwedana serok Ocelan pîroz dikin« derketin ser kolanan. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin), Kornîş (ji aliyê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ya di bin rêberiya Rêzan Barî Şêxmûs de, Koma Ciwanan ya Sewa û hin komên ciwanan ên serbixwe ve hatibû amade kirin) û li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) herweha li ber mizgefta Qasimo li taxa rojava (ji aliyê PYD ve) xwenîşandan li dar ketin. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn, ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve, di nav wan de Avahî, hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê jî sê xwenîşandan hebûn. Li her yekî ji bajarên Dirbêsiyê, Serê Kaniyê, Kobanî û Tirbesipiyê du xwenîşandan pêk hatin, ku ji aliyê PYD û ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibûn amade kirin. Li Çil Axa xwenîşandanek li dar ket, ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibûn organîze kirin. Li Tel Temr, Girkê Legê û Dêrikê xwenîşandanên PYD hebûn. Xwenîşandaneke alîgirên PYD giha Efrînê, ya ku pêncşemê ji başûrê Basûtayê destpêkiribû; xwenîşanderan girtina Abdullah Ocelan sala 1998 li Kênya bibîr anîn. Li taxên Kurdan yên Heleb û Şamê xwenîşandan tinebûn.

ShareThis

KURDWATCH, 17ê çireya pêşîna (October) 2012ê – Di 4 û 12ê çireya pêşîna 2012ê de li ser kolana serekî ji aliyê Hisiça ve li nêzîkî firokexaneya Qamişlo gulebarîn di nav hêzên sûrî yên ewlekariyê û endamên Artêşa Sûrî ya Azad hebû. Gulebarîn nêzîkî yek katjimêrî herweha pazdeh deqîqeyê dirêj kir.

ShareThis

KURDWATCH, 17ê çireya pêşîna (October) 2012ê – Di 3ê çireya paşîna 2012ê de hêzên ewlekariyê yên sûrî, di nav wan de leşkerên artêşa sûrî, êrîşî çend malan kirin di taxa Kurdan ya şamî Zorava û Ebdulrehman Xalid yê pêncî salî û Raşal Temr Yaqûb yê sihûheştsalî girtin. Xalid di 5ê adarê jî bi sê kurên xwe re û herweha birayekî Reşal Temr Yaqûb re hatibû girtin [agahiyên girêdayî mijarê]. Sedemên êrîşên nav malan û girtinan ta niha ne diyarin.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê çireya pêşîna (October) 2012ê – Di 2ê çireya pêşîna 2012ê de endamê Yekîneyên Parastina Gel yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Hogir Beşîr Erebo (jidayikbûn li Dirbêsiyê) ji aliyê çavdêrên sînor yên Tirk ve bi fîşekan hatin kuştin. Li gor agahiyên Yekîneyên Parastina Gel şervan Temir Hewas û Mezlûm Reşad jî birîndar bûn. Erebo hîn di heman rojê de li Dirbêsiyê hat veşartin.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê çireya pêşîna (October) 2012ê – Tenê çend roj piştî sazkirina komîteyên ewlekariyê yên hevbeş komîteya herêmî ya Encumena Niştimanî ya Kurd li Kobaniyê xebata xwe di Desteya Kurdî ya bilind de ya ji Encumena Niştimanî ya Kurd û Encumena Gel rawestand. Sedemên biryarê wisa hatin nivîsîn ku Endamên Yekîneyên Parastina Gel xwe tevlî Komîteyên Ewlekariyê yên sazkirî dikin û herweha Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistan ne li gor peymana Erbîlê tevdigere. Endamên Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistan tewanbarên weke wan li hember Encumena Niştimaniya Kurd hildan.

ShareThis

KURDWATCH, 14ê çireya pêşîna (October) 2012ê – Di 27ê îlona 2012ê de Ciger Ebdulrehman Oso (jidayikbûn 1981 li Efrînê) û Zuhêr Hesen Mihemed (jidayikbûn 1976 li Efrînê), endamên ketîbeya Selahudîn al-Ayûbî ya Artêşa Sûrî ya Azad, di pevçûnên bi Yekîneyên Parastina Gel yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di gundê Isko li nêzîkî Efrînê jiyana xwe ji dest dan. Herweha endamê Yekîneyên Parastina Gel Ibrahîm Mamo jiyana xwe ji dest da. Herdû aliyan hevdû tewanbar kirin, ku aliyê din ew kişandiye xefkekê. Medyaya nêzîkî PYD ketîbeya Salahudîn al-Ayûbî tewanbar kir ku ew piştgiriya aborî ji hikûmeta turkî distîne û ku ew nêzîkî siyasetmedarê kurdê sûrî Selah Bedridîn e. Bedridîn ji bo hawîrdorên PKK xayinek e ku ji aliyê Turkiyê ve piştgirya aborî distîne.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê çireya pêşîna (October) 2012ê – Yekîneyên Parastina Gel yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di 7ê çireya pêşaina 2012ê de li Dêrikê êrîşî xwenîşandanek komên cuda yên ciwanan kirin, ya ku kuştina Mişel Temo [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê] ya berî salekê bibîr anîn. Çalakvanekî ji KurdWatch re ragehand: »Ew bi çarpênc erebeyan hatin, tivingên reşaş bi wan re bûn. Herweha gelek ji wan rûgirtî bûn û bi dar û boriyên hesin di dest wan de bûn. Wan bi hişkî û bê hişyarî li me dan, alavên me yên axavtinê şikandin û herweha alavên kişandina dîmenan yên rojnamevanên me dizîn. Herweha wan ala kurdî qetandin û avêtin erdê.«

ShareThis

KURDWATCH, 12ê çireya pêşîna (October) 2012ê – Partiya Demokrata Kurd – Sûriye, ya Ebdulrehman Alûçî yê ku di gulana çûyî de koç kirbû, di 4 û 5ê çireya pêşîna 2012ê de li Qamişlo kongirekî li darxist. Wekû serokê nû Dr. Lezgîn Mihemed Fexrî hat hilbijartin. Ti guherînên rêzana partiyê bi cih nehatin. Ebdulrehman Seko, namzedekî ne serektî yê serokatiya partiyê, bi komikeke alîgirên xwe re dev ji kongir berda, ev yek dibe ku nîşana parçebûneke nêzîk y apartiyê be.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê çireya pêşîna (October) 2012ê – Di xwenîşandanên 5ê çireya pêşîna 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza hilweşandina rejîmê kirin. Li gelek deverên welêt xwenîşander li jêr dirûşma »Em bi hewceyî çekane, ne raghenadin, ji bo em zarokên xwe ji kuştinê biparêzin« derketin ser kolanan. Hin komên ciwanên kurd, yên di nav Encûmena Niştimanî ya Kurdî de jî di nav wan de, bi duruşmên xwe Mişel Temo, yê ku berî salekê hat kuştin, bibîr anîn [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê]. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di bin dirûşma xwe de »Herêmên Kurdî xêzek sorin« derketin ser kolanan. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Qanat Swês, Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin), Kornîş (ji aliyê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ya di bin rêberiya Rêzan Barî Şêxmûs de, Koma Ciwanan ya Sewa û hin komên ciwanan ên serbixwe ve hatibû amade kirin) û li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) herweha li ber mizgefta Qasimo li taxa rojava (ji aliyê PYD ve) xwenîşandan li dar ketin. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn, ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve, di nav wan de Avahî, hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê sê xwenîşandan hebûn. Li her yekî ji bajarên Dirbêsiyê û Tirbesipiyê du xwenîşandan pêk hatin, ku ji aliyê PYD û ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibûn amade kirin. Li Çil Axa, Serê Kaniyê û Kobaniyê xwenîşandanek li dar ket, ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibûn organîze kirin. Li Girkê Legê û Dêrikê, mîna çend mehên çûyî, xwenîşandanên înê li dar neketin, xwenîşandan di nava heftiyê de hebûn. Li Efrînê û taxên kurdî yên li Helebê û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê çireya pêşîna (Oktober) 2012ê – Di 18ê îlona 2012ê de Dadgeha Ceza ya Hisiçayê di rûniştina dadkirina Munzir Iskan Ehmad, Fîraz Cuma el-Ehmed [agahiyên bêhtir li ser mijarê] û Ciwan Yûsiv Yûsiv [agahiyên bêhtir li ser mijarê] de, pirs ji Dilovan Ehmed wek şahidê bergiriyê kirin. Wî got ku wî kesek ji tawanbarên kuştina polîsekî li cihê bûyerê nedîtiye. Dadgehê daxwaznameya bergiriyê ne pejirand ya vepirsîna Riyad Ehmed, birayê Munzir Iskan Ehmed, wekû şahid. Rûniştina bê wê di 10ê çireya pêşîna 2012ê de li dar bikeve.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê çireya pêşîna (Oktober) 2012ê – Di 28ê îlona 2012ê de Reşîd Hebîb, endamê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), di nuqteyeke kontrolê de di taxa Kurdan Şêx Meqsûd ya Helebê bi fîşekan hat kuştin. Li gor agahiyên Yekîneyên Parastina Gel ew kete nav gulebarîna di nav alîgirên rejîmê û endamên Artêşa Azad ya Sûriyê de. Hebîb di heman rojê de li nêzîkî Efrînê hat veşartin.

ShareThis

KURDWATCH, 8 ê çireya pêşîna 2012ê – Di 30ê îlona 2012ê de erebeyeke barkirinê ya bi bombeyan barkirî li navenda bajarê Qamişlo, li nêzîkî meydana Saba Bahrat teqîya. Ajovan, yê ku di teqînê de jiyan ji dest da, erebe li ber navenda muxaberata siyasî teqand. Dengê teqînê ta bi gundên hawîrdor hat bihîstin. Di nav qurbaniyên teqînê de, agahî di nav çar û nehan de ne, çend karmendên muxaberatê hebûn. Herweha Ebbas Hecî Silêman (jidayikbûn 1983, zewicî, zarokek) yê ku li nêzîk bi rê de bû hat kuştin. Artêşa Sûrî ya Azad berpirsiyariya teqînê hilgirt.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê cotmeha (Oktober) 2012ê – Di êrişeke hêza ezmanî ya sûrî li ser gundê bêtiriya rûniştvanên wê ereb Ayn Îsa (heftê kîlometre li başûrê Kobaniyê) di 20ê îlona 2012ê de, heftê û du mirov li ber benzînxaneyekê hatin kuştin. Di nav qurbaniyan de Osman Hecî Heso (jidayikbûn li Kobaniyê) yê kurd jî hebû.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê cotmeha (October) 2012ê – Di xwenîşandanên 28ê îlona 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza hilweşandina rejîmê kirin. Li gelek deverên welêt xwenîşander li jêr dirûşma »Yekîtiya yekîneyên Artêşa Azad ya Sûriyê« derketin ser kolanan. Hin komên ciwanên kurd, yên di nav Encûmena Niştimanî ya Kurdî de jî di nav wan de, di bin dirûşmên ku daxwaza federaliyê ji bo herêmên kurdî dikirin derketin xwenîşandanan. Wan bi vî rengî bibîranîn, ku berî salekê xwenîşanderên kurd ji bo cara yekê eşkere daxwaza federaliyê kiribûn. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di bin dirûşma xwe de »Zimanê kurdî zimanê me yê fermî ye« li ber mizgefta Qasimo li taxa rojava ya Qamişloyê û herwiha li Amûdê meşiyan. Li Qamişloyê, ji bilî xwenîşandana PYD, li her yekê ji taxên Qanat Swês, Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin), Kornîş (ji aliyê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ya di bin rêberiya Rêzan Barî Şêxmûs de, Koma Ciwanan ya Sewa, Koma Ciwanên Demokrat yên Aşûrî û hin komên ciwanan ên serbixwe ve hatibû amade kirin) û li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) xwenîşandan li dar ketin. Komeke çalakvanên îslamî nîvroyê xwenîşandanek li ber mizgefta Qasimo li dar xistin. Alîgirên PYD êrişî xwenîşandanê kirin û alavên wan yên deng dizîn, xwenîşandan zû bi dawî hat. Li Amûdê, ji bilî PYD, herwiha Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan jî meşiyan, bi vî awayî bi giştî sê xwenîşandan hebûn. Li Hesekê du xwenîşandan hebûn. Li her yekî ji bajarên Tirbesipiyê, Çil Axa, Serê Kaniyê, Dirbêsiyê û herwiha li Kobaniyê xwenîşandanek li dar ket, ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibûn organîze kirin. Li Kobaniyê alîgirên rûgirtî yên Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê ya Mustefa Oso êrişî beşdarên din yên xwenîşandanê kirin. Li Girkê Legê û Dêrikê, mîna çend mehên çûyî, xwenîşandanên înê li dar neketin, xwenîşandan di nava heftiyê de hebûn. Li Efrînê û taxên kurdî yên li Helebê û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê cotmeha (Oktober) 2012ê – Di 30ê îlona 2012ê de Rad Mihemed Beşo (jidayikbûn 1974, zewicî), endamê Tevgera Gelê Kurdistanî li Sûriyê, komeke nû damezrandî, li ber deriyê apartmana xwe ji aliyê kesekî nenas ve hat kuştin. Ajovanekî motorsikletê demeke kin piştî nîvê şevê li ber xaniyê Beşo rawestiya û ji Beşo, yê ku bi mirovên xwe re li ser balkonê rûniştî bû, pirsa rêyekê kir. Gava Beşo daket ser kolanê, kesê nenas fîşekek li stukura wî da. Piştî çend demjimêran Rad Mihemed Beşo li nexweşxaneyeke Hisiçayê jiyana xwe ji dest da.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê cotmeha (Oktober) 2012ê – Yekîneyên Parastina Gel yên li Helebê di 21ê îlonê de ala Desteya Kurdî ya Bilind, ya ji aliyê Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistanê û Encûmena Niştimanî ya Kurdî avakirî, li ser hemû nuqteyên kontrolê li taxa Şêx Meqsûd ya Helebê hildan. Li Kobaniyê jî di 26ê îlonê de komîteyên ewlekariyê yên ji herdu encûmenan hatin avakirin, yên ku piştî çend demjimêran ala Desteya Kurdî ya Bilind li ser hemû nuqteyên kontrolê û herwiha li ser navendeke polîsan hildan. Ev pêşveçûn berevajî biryara rêberiya Yekîneyên Parastina Gel yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ya 19ê îlona 2012ê ye, ku hevkariya bi Desteya Kurdî ya Bilind re bi dawî bîne [agahiyên bêtir]. Sedemeke mumkin helwestên cuda di nava PYD/PKK de ne. Lê dibe ku sedem li Helebê ew be, ku Artêşa Azad ya Sûrî (AAS) PYD tehdîd kiribû ku Şêx Meqsûd bike bin kontrola xwe, eger PYD hevkariya xwe ligel rejîma sûrî berdewam bike. Dibe ku PYD bixwaze bi hevkariyeke ligel Encûmena Niştimanî ya Kurdî li hember vê dîtinê kar bike, yan jî Encûmena Niştimanî ya Kurdî di dema êrişeke AAS de bikşînê nav rûdanê.

ShareThis

KURDWATCH, 2yê cotmeha (Oktober) 2012ê – Di 26ê cotmeha 2011ê de li Qamişloyê Kongreya Niştimanî ya Kurdî li dar ket [agahiyên bêhtir girêdayî kongireyî], ku di wê kongreyê de Encûmena Niştimanî ya Kurdî hat sazkirin. Ragehandina dawî ya ku li ser vê kongreyê derketibû, di 21ê nîsana 2012ê de ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibû pejirandin [agahiyên bêhtir], herwiha bernameyeke siyasî hate derxistin. Cudahiya di navbera bernameya nû û ya kevin de tenê ewe, ku mafê çarenûsiya Kurdan û nenavendîtiya siyasî bi nivîskî naye xwestin. KurdWatch nivîsa resen ya ragehandina dawî ya cotmeha 2011ê Belgeyê daxîne], herwiha biryarên 21ê nîsana 2012ê Belgeyê daxîne] belav dike.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê îlona (September) 2012ê – Di dema lidarketina kongreya yekê ya lîjneya wê ya giştî di 17 û 18ê kanûna 2011ê de li Tûnisa paytext [agahiyên bêhtir girêdayî kongireyî], Encûmena Niştimanî ya Sûriyê bernameyek derxist, ku tê de dîtinên girêdayî çareseriya pirsa kurdî li Sûriyê jî hebûn. KurdWatch nivîsa resen belav dike Belgeyê daxîne].

ShareThis

KURDWATCH, 29ê îlona (September) 2012ê – Di 20ê îlona 2012ê de kesên nenas Mihemed Walî (jidayikbûn 1968, zewicî, şeş zarok), endamê Komîteya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî û yê Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê, li ber nivîsgeha Encûmena Niştimanî ya Kurdî kuştin. Çalakvanekî ji KurdWatch re ragehand ku du kesên rûgirtî ji ser motorekî ku diajot li Walî teqandin. Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ya ku endamên wê Walî di 8ê tebaxa 2011ê de revandibûn û bi giranî îşkence kiribûn [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê], li hember ragehandinên çapemeniyê derket, yên ku PYD yan jî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji kuştinê berpirsiyar nîşan dan. Di ragehandineke çapemeniyê de PYD awayekî din yê rûdanê belav kir, ku li gor wê kesekî rûnegirtî fîşek teqandin û bi piyan ji cihê rûdanê dûr ket. Walî di 21ê îlona 2012ê de li Serê Kaniyê hat veşartin. Bi dehhezaran kes, di nav wan de nûnerên PYD jî, beşdarî şîniyê bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê îlona (September) 2012ê – Endamên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di 24ê îlona 2012ê de êrişî xwenîşandanekê kirin, ya ku ji aliyê Yekîtiya Hêzên Demokratên Kurd li Sûriyê ve li ber deriyê mizgefta Qasimo li taxa rojavayê Qamişloyê hatibû amadekirin. Di vê êrişê de Yasîn Dexîl yê endamê Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê ya Cengîdar Mihemed hat revandin.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê îlona (September) 2012ê – Di 24ê îlona 2012ê de Heysem Abdulazîz Temo, Usama Mensûr al Hilalî û herwiha kesekî din di hewldana derbaskirina bi qaçaxî ya sînorê sûrî-tirkî ji ber teqîna mayînekê birîndar bûn. Hersê çalakvan endamên Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê ya Cengîdar Mihemed in û ew li ser rê bûn ji bo workshopekê li Tirkiyê.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê îlona (September) 2012ê – Di xwenîşandanên 21ê îlona 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza hilweşandina rejîmê kirin. Li gelek deverên welêt xwenîşander li jêr dirûşma »Kesên ji pêxemberê xwedê hez dikin, li Sûriyê tên serjêkirin« derketin ser kolanan. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di bin dirûşma xwe de »Komîteyên Parastina Gel îradeya me ne « meşiyan. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Qanat Swês, Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin), Kornîş (ji aliyê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ya di bin rêberiya Rêzan Barî Şêxmûs de, Koma Ciwanan ya Sewa, Koma Ciwanên Demokrat yên Aşûrî û hin komên ciwanan ên serbixwe ve hatibû amade kirin), li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) û herweha li ber mizgefta Qasimo li taxa rojava (ji aliyê PYD ve) li dar ketin. Yekîtiya Hêzên Demokrat ên Kurdî li Sûriyê, bi mebesta ku hêzên xwe ji bo karên din bi kar bîne, xwenîşandanên xwe heta demeke ne diyar rawestandin. Li her yekî ji bajarên Amûdê, Dirbêsiyê û Tirbesipiyê du xwenîşandan li dar ketin, ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD ve hatibûn organîze kirin. Li Hesekê du xwenîşandan li dar ketin. Li Serê Kaniyê merasima cenazeyê Mehmûd Welî, yê ku di 21ê îlonê de ji aliyê kesên nenas ve hatibû kuştin, li dar ket. Li her yekî ji Kobanî û Çil Axa xwenîşandanek ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hat li dar xistin. Lê li van deran kêm kes derketin ser kolanan. Li Girkê Legê roja înê tenê xwenîşandaneke PYD li dar ket, xwenîşandana Encûmena Niştimanî ya Kurdî şemiyê li dar ket. Li Basûta li nêzîkî Efrînê alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û yên Artêşa Sûrî ya Azad xwenîşandanên hevbeş li dar xistin. Li Dêrikê û taxên kurdî li Helebê û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê îlona (September) 2012ê – Di 20ê îlona 2012ê de endamên çekdar yên Komîteyên Parastina Gel yên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Girkê Legê êrişî navendên partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê (Yekîtî), Partiya Demokrata Kurd (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar û herwiha ya Partiya Azadiya Kurd li Sûriyê (Azadî) ya Mustefa Cuma kirin. Êrişkaran ji kesên li nivîsgehan amade xwestin ku ew çekan hilnegirin û nehêlin kesên çekdar derbasî nivîsgehên wan bibin. »Wan ji hevalên me yên partiyê re gotin ku tenê mafê endamên Komîteyên Parastina Gel heye ku çekan hilgirin«, endamekî partiya Yekîtiyê ji KurdWatch re ragehand. Hersê partiyên ku êrişî wan hat kirin endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî ne.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê îlona (September) 2012ê – Di 19ê îlona 2012ê de rêberiya Komîteyên Parastina Gel, baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), di ragehandineke çapemeniyê de hevkariya bi komîteya hevbeş ya Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistanê û Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi dawî kir. Wekî sedema biryarê hat diyarkirin ku komîteya hevbeş, tevî ku berê li ser hatibû lihevkirin jî, fermî ranegehandiye ku Komîteyên Parastina Gel bergirên rewa yên gelê kurd li Kurdistana Rojava ne.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê îlona (September) 2012ê – Di 13ê îlona 2012ê de bi dehan endamên çekdar yên eşîra erebî Bin Saba li meydana Sab Bahrat ya li nêzîkî gelek navendên muxaberatan li navenda bajarê Qamişloyê kombûnek li dar xistin. Wan ji bo tolhildana êrişa li diji endamekî eşîra xwe, rêvebirê şirketa avê Elî Salihî, bang dikir. Alî Salihî beriya wê bi çend rojan di êrişeke kesên çekdar de birîndar bûbû û erebeya wî hatibû dizîn. Endamekî Benî Saba ji KurdWatch re ragehand ku êrişker endamên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bûn û kombûn hişyariyek bi wî alî de bû.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê îlona (September) 2012ê – Di xwenîşandanên 14ê îlona 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza hilweşandina rejîmê kirin. Li gelek deverên welêt xwenîşander li jêr dirûşma »Idlib, goristana firokeyan û îkona serkeftinan« derketin ser kolanan. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di bin dirûşma xwe »Kuştara Şêx Meqsûd me dike yek« de meşiyan. Li Qamişloyê li her yekî ji taxên Qanat Swês, Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin), Kornîş (ji aliyê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ya di bin rêberiya Rêzan Barî Şêxmûs de, Koma Ciwanan ya Sewa, Koma Ciwanên Demokrat yên Aşûrî û hin komên ciwanan ên serbixwe ve hatibû amade kirin), li ber mizgefta Qasimo li taxa rojava (ji aliyê PYD ve), herweha li Munîr Hebîb du xwenîşandanên di heman demê de (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Yekîtiya Hêzên Demokrat ên Kurdî li Sûriyê ve hatibûn amadekirin) li dar ketin. Li her yekî ji bajarên Amûdê, Serê Kaniyê û Dirbêsiyê xwenîşandanek ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hat li dar xistin, herwiha piştî nîvro merasimên şîngirtinê ji bo cenazeyên penaberên xeniqî [agahiyên bêtir girêdayî mijarê] li dar ketin. Di nav beşdaran de endamên PYD, komên cuda yên ciwanan û herwiha Encûmena Niştimanî ya Kurdî jî hebûn. Li Tirbesipiyê xwenîşandaneke hevbeş ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD li dar ket. Li Kobaniyê du xwenîşandanên cuda pêk hatin, ku ji aliyê PYD û herwiha ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibûn amade kirin. Li Çil Axa û herweha li taxa Şamê ya pirraniya rûniştiyên wê Kurd, taxa Riknudîn, jî xwenîşandan hebûn, lê li vir tenê kêm kes derketin ser kolanan. Li Basûtayê û Burca Evdalo alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û yên Artêşa Sûrî ya Azad xwenîşandanên hevbeş li dar xistin. Li Hisiçayê vê heftiyê jî ji ber amadebûna xurt a hêzên ewlekariyê ti xwenîşandan li dar neketin. Herwiha li Dêrik û Girkê Legê jî xwenîşandan tine bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 19ê îlona (September) 2012ê – Bi tevayî şêst û yek ji şêst û sisê penaberên ku di 6ê îlona 2012ê de li ber qeraxên avê yên tirkî li başûrê Izmîrê xeniqîn ji Sûriyê ne. Bi tevayî sih û neh ji Amûdê, diwanzdeh ji Hesekê, pênc ji Efrînê, sisê ji Dirbêsiyê û yek ji Qamişlo û yek ji Helebê bûn. Tê gotin ku şêst ji wana Kurd bûn. Kesên xeniqî di 14ê îlona 2012ê de hatin veşartin, hinek ji wana di gorên komî de.

ShareThis

KURDWATCH, 19ê îlona (September) 2012ê – Di 12ê îlona 2012ê de endamên Komîteya Parastina Gel ya ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Xêredîn Birhik, birayekî Nesredîn Birhik [agahiyên girêdayî mijarê] yê kuştî, li yek ji nuqteyên xwe yên kontrolê li nêzîkî Girkê Legê rawestandin û pirsa nasnameya wî kirin. Gava Birhik li dijî kontrolkirinê rawestiya, ew heta roja din hat girtin.

ShareThis

KURDWATCH, 19ê îlona (September) 2012ê – Di 12ê îlona 2012ê de endamên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ji karmendê şirketa dewletê ya avê Ebdulrehman Gelo (jidayikbûn li Girkê Legê) xwestin ku erebeya xwe ya kar radestî wan bike. Gava wî ev yek qebûl nekir, endamên PYD ew bi cezakirinê tehdîd kirin. Gelo, yê ku endamê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê ye, ji partî û mirovên xwe xwest ku wî biparêzin. Piştî vê yekê endamên çekdar yên partiya Yekîtî û herweha çend mirovên Gelo li ber xaniyê wî nobet girtin.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê îlona (September) 2012ê – Di 13ê îlona 2012ê de hêzên ewekariyê bi gaza hêsirbarên û daran êrişî bi sedan kesên li ber firina bajêr li taxa rojava ya Qamişloyê kirin. Koma mirovan bi dengekî bilind nerazîbûna xwe li dijî kêmbûna nên diyar kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 17ê îlona (September) 2012ê – Di 11ê îlona 2012ê de Rêzan Xelîl Mustefa (jidayikbûn 1985 li Kobaniyê) li Helebê li ser kolanê bi fîşekan hat kuştin. Ew di heman rojê de li nêzîkî Kobaniyê hat veşartin. Partiya Yekîtiya Demokrat ya Kurd li Sûriyê, ya ku Mustefa endamê wê bû, merasima şîngirtinê birêvebir. Nûnerên partiyê nîşangirên rejîma Sûriyê wekî berpirsên kuştinê nîşan dan.

ShareThis

KURDWATCH, 14ê îlona (September) 2012ê – Di 11ê îlona 2012ê de firokeyeke hêza ezmanî ya sûrî bombe avêtin ser gundê Basûta, yê ku deh kîlometreyan li başûrê Efrînê dikeve. Bombeyek li nêzîkî xwaringeheke li qeraxa gund teqiya, kuştî yan birîndar çênebûn.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê îlona (September) 2012ê – Di xwenîşandanên 7ê îlona (September) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza hilweşandina rejîmê kirin. Li gelek deverên welêt xwenîşander li jêr dirûşma »Humsa dorpêçkirî bangî we dike« derketin ser kolanan. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di bin dirûşma xwe »Na ji bo xizmeta leşkerî« de meşiyan. Vê heftiyê ti xwenîşandanên hevbeş yên alîgirên PYD û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li dar neketin. Li Qamişloyê li her yekî ji taxên Qanat Swês, Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin), Kornîş (ji aliyê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ya di bin rêberiya Rêzan Barî Şêxmûs de, Koma Ciwanan ya Sewa û hin komên ciwanan ên serbixwe ve hatibû amade kirin), li ber mizgefta Qasimo li taxa rojava (ji aliyê PYD ve), herweha li Munîr Hebîb du xwenîşandanên di heman demê de (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Yekîtiya Hêzên Demokrat ên Kurdî li Sûriyê ve hatibûn amadekirin) li dar ketin. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn, ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve, di nav wan de Avahî, hatibûn amade kirin. Gelek xwenîşanderan cilên reş li xwe kiribûn û pankart hilnedan, ji bo ku bi vê yekê xemgîniya xwe ji bo bûyera beriya çend rojan li qeraxê derya navendî ya tirkî pêkhatî, ku di encamê de gelek penaberên sûrî xeniqin, nîşan bidin. Li her yekî ji bajarên Dirbêsiyê, Kobanî, Girkê Legê û Tirbesipiyê du xwenîşandan pêk hatin, ku ji aliyê PYD û herweha ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê ji ber amadebûna xurt a hêzên ewlekariyê ti xwenîşandan li dar neketin. Li taxa Helebê ya kurdî Şêx Meqsûd, li Efrînê û herweha li gelek cihên kurdî yên biçûktir yên li hawîrdor kombûnên mezin çêbûn, yên ku li benda cenazeyên qurbaniyên êrişa ezmanî li ser taxa Şêx Meqsûd [agahiyên bêtir li ser mijarê] rawestiyabûn. Wan banga hilweşîna rejîmê, herwiha banga tolhildanê ji bo qurbaniyan dikir. Li Dêrik, Çil Axa, Serê Kaniyê û herweha li taxa Şamê ya pirraniya rûniştiyên wê Kurd, taxa Riknudîn, jî xwenîşandan hebûn, lê li vir tenê kêm kes derketin ser kolanan.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê îlona (september) 2012ê – Di 4ê îlona 2012ê de leşkerê reviyayî Şêrvan Xelîl (jidayikbûn Efrîn) li Seîda li nêzîkî Derayê hat kuştin. Endamekî Artêşa Azad ya Sûriyê daxuyand ku Xelîl hewl daye arîkariya leşkeran ji yekîneya xwe ya berê bike ji bo ew jî birevin. Piştî vê yekê ew ji aliyê leşkerên Artêşa Sûriyê ve hat kuştin. Vîdyoyek di înternetê de belavbûyî Şêrvan Xelîl nîşan dide, bi seriyekî pelixandî.

ShareThis

KURDWATCH, 11ê îlona (September) 2012ê – Di 6ê îlona 2012ê de hêza ezmanî ya sûrî ji bo cara yekê ji dema destpêka pevçûnan li Helebê êrişî taxeke bêtiriya rûniştiyên wê Kurd kir. Di êrişa li ser kolana Sûkekê de, li taxa Şêx Meqsûd, bîst û yek kes, di nav wan de neh zarok, hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn, hinek ji wan bi giranî. Di merasima cenazeyan de, ku di 7ê îlonê de ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat hatibû amadekirin, bi hezaran kes beşdar bûn. Kesên kuştî li nêzîkî Efrînê hatin veşartin.

ShareThis

KURDWATCH, 11ê îlona (September) 2012ê – Di 27ê tebaxa 2012ê de komîteya herêmî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Amûdê di ragehandineke çapemeniyê de daxuyand ku ew endametiya xwe di komîteyên hevbeş ligel Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistan damezirandî de radiwestîne. Wekî sedema vê gavê binpêkirina biryarên komîteya hevbeş ya Encûmena Gel û Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji aliyê Encûmena Gel hat nîşandan. Encûmena Gel bi xwestina rişwetê ji bo firotina madeyên sotemeniyê wekî mazot, benzîn û gazê tê tawanbarkirin, herwiha bi xirabkaranîna kontrola xwe li ser binesaziya dewletî.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê îlona (September) 2012ê – Di 1ê îlona 2012ê de endamên Komîteya Parastina Gel ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bijîşk Mecd Mecîd Mihemed û herweha mamoste Izedîn Îsmaîl revandin, Izedîn Îsmaîl piştî êrişkirina ser xaniyê wî. Komîteya bijîşkan ya Girkê Legê piştî bûyerê xwenîşandanek di 2ê îlona 2012ê de li dar xist û daxwaza serbestberdana kesên revandî kir. Xwenîşandan ji aliyê endamên PYD ve di demeke kin de bi zorê hate bidawîkirin. Lê dîsa jî di heman rojê de kesên revandî serbest hatin berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê îlona (September) 2012ê – Di xwenîşandanên 31ê tebaxa (August) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza hilweşandina rejîmê kirin. Li gelek deverên welêt xwenîşander li jêr dirûşma »Wefadarî ji bo Terablûsa Şamê û azadên Libnanê« derketin ser kolanan. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di bin dirûşma xwe »Kuştarên xwe rawestînin« de meşiyan. Heyvek di ser de derbas nebû ku PYD û Encûmena Niştimanî ya Kurdî dest pê kiribûn ku li gelek bajaran xwenîşandanên hevbeş li dar bixin, di vê înê de tenê li ber mizgefta Qasimo li taxa rojavayê Qamişloyê xwenîşandanek hevbeş hebû, di wê de jî kêm alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî beşdar bûn. Herwiha li Qamişloyê li her yekî ji taxên Qanat Swês, Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin), Kornîş (ji aliyê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ya di bin rêberiya Rêzan Barî Şêxmûs de, Koma Ciwanan ya Sewa û hin komên ciwanan ên serbixwe ve hatibû amade kirin) û li Munîr Hebîb (ji aliyê Yekîtiya Hêzên Demokrat ên Kurdî li Sûriyê ve hatibû amadekirin) xwenîşandanek hebû. Li Qidûrbegê hêzên ewlekariyê rê nedan komên ciwanên ereb ku xwenîşandanekê li dar bixin. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn, ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve, di nav wan de Avahî, hatibûn amade kirin. Li her yekî ji bajarên Dirbêsiyê, Kobanî û Tirbesipiyê du xwenîşandan pêk hatin, ku ji aliyê PYD û ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê çar xwenîşandan hebûn. Li Mabetlî û Burc Ebdalo li nêzîkî Efrînê alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û yên Artêşa Azad ya Sûriyê xwenîşandanên hevbeş li dar xistin. Herweha li Çil Axa, Serê Kaniyê û herweha li taxa Riknudîn li Şamê, ku pirraniya niştecihên wê Kurd in, xwenîşandan hebûn, lê li vir tenê kêm kes derketin ser kolanan. Li gor çalakvanan, li Dêrikê û li Girkê Legê ji ber nakokiyên bi PYD re xwenîşandan li dar neketin. Li taxên Helebê yên bêtiriya niştecihên wê Kurd ji ber pevçûnên berdewam li taxên cîran ti xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê îlona (September) 2012ê – Di 30ê tebaxa 2012ê de Dadgeha Ceza ya Hisiçayê di rûniştina dadkirina Munzir Iskan Ehmad, Fîraz Cuma el-Ehmed [agahiyên bêhtir li ser mijarê] û Ciwan Yûsiv Yûsiv [agahiyên bêhtir li ser mijarê] de, pirs ji Burhan Elî wek şahidê dozgeriya dewletê kirin. Wî got ku wî kesek ji tawanbaran li cihê bûyerê nedîtiye. Ji ber kêmiya demê li îfadeyên şahidên bergiriyê nehat guhdarî kirin. Rûniştina bê wê di 18ê îlonê de li dar bikeve.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê îlona (September) 2012ê – Li gor ragehandina Komîteya Parastina Gel ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), endamên wan di 1ê îlona 2012ê de sê çalakvan û du leşker ji Amûdê girtin, gava wan hewl dida bi qaçaxî sînorê sûrî-tirkî derbas bikin. Di nav qurbaniyên revandinê de Îbrahîm Hec Mustefa Elî, Umer Hec Nûrî, Aldar Mihemed û Mihemed Ebdulqadir Elî hebûn. Derengiya piştî nîvro endamên komên ciwanan yên cuda li Amûdê kombûnek li dar xistin û daxwaza serbestberdanan kesên revandî kirin. Xwenîşanderan karê PYD şibandin karê çekdarên Şebîha yên nêzîkî rejîmê. Alîgirên PYD bi şev bi dar û keviran êrişî xwenîşanderan kirin û gule teqandin ezmên. Çend kes birîndar bûn, yek jî bi fîşekeke ku çermê wî selixand bi sivikî birîndar bû. Piştî daxwazeke komîteya hevbeş ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistanê, PYD kesên revandî di sersibeya 2ê îlona 2012ê de dîsa serbest berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê Îlona (September) 2012ê – Di 3ê îlona 2012ê de endamên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ji bazirganên navenda bajarê Qamişloyê xwestin ku ew dikanên xwe piştî bêhnvedana nîvro girtî bihêlin. Li gor PYD, grev li dijî plana kişandina bi sedan mêrên ciwan bo leşkeriya sûrî bû. PYD karîbû sûka navendî ya Qamişloyê bigire. Herweha xudanên dikanan, yên ku ne alîgirên PYD ne, hatin mecbûr kirin ku beşdarî girevê bibin.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê îlona (September) 2012ê – Di 30ê tebaxa 2012ê de Yasir Hesen Keleş (jidayikbûn li Tirbesipiyê, zewicî, du zarok), Ferhad Ebas Îbrahîm (jidayikbûn li Tirbesipiyê, zewicî, du zarok) û sê kesên din li Yafûrê li nêzîkî Şamê di oporasyoneke lîwaya çarem a artêşa Sûriyê ya di bin fermandariya Mahir Al-Assad de hatin kuştin. Keleş û Îbrahîm di 1ê îlona 2012ê de li nêzîkî Tirbesipiyê hatin veşartin.

ShareThis

KURDWATCH, 31ê tebaxa (August) 2012ê – Li gor agahiyên ku çalakvanên serbixwe gihandin KurdWatch, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li herêmen kurdî li Sûriyê êdî hejmarek mezin ji benzînxaneyan, herwiha firotina şûşeyên gazê ji bo bikaranîna malê kiriye bin kontrola xwe de. Beşekî mezin ji van eşyayan ji aliyê endamên PYD ve bi buhayên zêde giran di bazara qaçax de tê firotin. Herweha PYD li benzînxaneyan ji bo firotina benzîn pêncî heta sed lîreyên sûrî weke destheq ji bikiran distîne.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê tebaxa (August) 2012ê – Di xwenîşandanên 24ê tebaxa (August) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza hilweşandina rejîmê kirin. Li gelek deverên welêt xwenîşander li jêr dirûşma »Xemgîn nebe Dera, xwedê bi me re ye« derketin ser kolanan. Li mizgefta Qasimo li taxa rojava ya Qamişlo, li Amûdê, Dêrikê, Girkê Legê, Kobanî, Dirbêsiyê û li Hisiça alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi hev re di bin dirûşma »Ber bi Sûriyeke demokrat« xwenîşandan lidarxistin. Herwiha li Qamişlo li her yekî ji taxên Qanat Swês, Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin), Kornîş (ji aliyê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ya di bin rêberiya Rêzan Barî Şêxmûs de, Koma Ciwanan ya Sewa û hin komên ciwanan ên serbixwe ve hatibû amade kirin), Qidûrbeg (ji aliyê komên ciwanên ereb ve), herwiha li Munîr Hebîb (ji aliyê Yekîtiya Hêzên Demokrat ên Kurdî li Sûriyê ve hatibû amadekirin) xwenîşandanek hebû. Beşdariya di xwenîşandana dawî de, li gor heftiyên çûyî, gelekî kêmtir bû. Li Amûdê ji bilî xwenîşandana hevbeş ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD, xwenîşandaneke komên cuda yên ciwanan jî hebû. Li Hisiça bi tevahî çar xwenîşandan hebûn. Li her yekî ji bajarên Dêrik, Tirbesipî, Dirbêsî, Kobanî, Girkê Legê, Çil Axa, Serê Kaniyê xwenîşandanek hebû. Li her yekî ji gundên Kimara û Basûta li Efrînê jî xwenîşandanek hebû. Xwenîşanderan ala kurdî û ya sûrî ya serxwebûnê hildabûn. Di wan xwenîşandanên ku bi rengekî fermî ne ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD ve hatibûn lidarxistin, dirûşma kurdî û ya tevaya Sûriyê hatin bilindkirin. Li taxa bêtiriya rûniştiyên wê Kurd, Şêx Meqsûd li Helebê, ji bo cara yekê ji dema destpêkirina pevçûnan dîsa xwenîşandanek li dar ket. Lê li taxên bêtiriya rûniştiyên wan Kurd, Riknudîn û Zorava li Şamê, ji ber pevçûnên berdewam li taxên cîran ti xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê tebaxa (August) 2012ê – Di 16ê tebaxa (August) 2012ê de Îsa Alûş Xidir (jidayikbûn 1960 li Efrînê) li Helebê hat kuştin. Ne diyar e ka kuştin bi zanebûn bi rêya nîşangirekî pêk hatiye, yan di encama fîşekek kor di çarçoveya pevçûnên çekdarî di navbera hêzên ewlekariyê yên rejîmê û Artêşa Sûriya Azad de.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê tebaxa (August) 2012ê – Di 19ê tebaxa (August) 2012ê de hêzên ewlekariyê li ser rêya di navbera Hisiça û Qamişlo de li rêwiyên di taksiyekê de fîşek teqandin. Di encamê de Nêçîrvan Behzad Umer (jidayikbûn 1992 li Dêrikê) jiyana xwe ji dest da, du rêwiyên din birîndar bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê tebaxa (August) 2012ê – Di xwenîşandanên 17ê tebaxa (August) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan daxwaza hilweşandina rejîmê kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşander li jêr dirûşma »Serkeftina me di yekbûna Artêşa me ya Azad de ye« derketin ser kolanan. Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û hin komên ciwanan di bin dirûşma »Gavavêtina ji 15ê tebaxê« de meşiyan, ya ku xwe dispêre yekem êrişa leşkerî ya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li dijî Tirkiyê di 15ê tebaxa 1984ê de. Herwiha li Qamişlo li her yekî ji taxên Qanat Swês, Enterî (ji aliyê komên Biratî, Rojava, Şêx Meşûq û Şehîd Ferhad ve hatibû amade kirin), Kornîş (ji aliyê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ya di bin rêberiya Rêzan Barî Şêxmûs de, Koma Ciwanan ya Sewa û hin komên ciwanan ên serbixwe ve hatibû amade kirin) û Qidûrbeg (ji aliyê koma ciwanên ereb ve), li ber mizgefta Qasimo li taxa rojavayê bajêr (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD ve hatibû amadekirin), herwiha li Munîr Hebîb (ji aliyê Yekîtiya Hêzên Demokrat ên Kurdî li Sûriyê ve hatibû amadekirin) xwenîşandanek hebû. Alîgirên PYD li ser lîstikgeha futbolê ya Hilêliyê şahiyek ji bo »Piştgiriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê« li dar xistin, ku hunermendên kurd ji Ewropayê jî tevlî bûn. Nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî jî tevlî şahiyê bûn. Li Amûdê ji bilî xwenîşandana hevbeş ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD, xwenîşandaneke komên cuda yên ciwanan jî hebû. Li Hisiça bi giştî çar xwenîşandan hebûn. Li her yekî ji Dêrik, Tirbesipî, Dirbêsî, Girkê Legê, Çil Axa, Serê Kaniyê û Kobanî xwenîşandanek hebû. Bi giştî beşdariya PYD di xwenîşandanan de li gor heftiyên borî kemtir bû. Li taxên bêtiriya rûniştiyên wan Kurd, Şêx Meqsûd li Helebê û Riknudîn li Şamê, ji ber şerên berdewam li taxên cîran ti xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê tebaxa (August) 2012ê - Di 7ê tebaxa 2012ê de komeke çalakvanên kurd li taxa Şamê Muhacirin ji aliyê endamên hêzên ewlekariya dewlêtê ve hatin girtin. Zekî Hesen (jidayikbûn 1993) û Ebdulrezaq Îsmaîl Ehmed (jidayikbûn 1993) li cihê karê xwe hatin girtin. Ebdo Sîrac (jidayikbûn 1994), Seid Sîrac û Resul Qedrî Keleş (jidayikbûn 1980) li malê hatin girtin. Di vê navberê de çalakvanên girtî Husên Qedrî Kele (jidayikbûn 1978) û Yahya Îsmaîl Ehmed ji girtîgehê hatin berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê tebaxa (August) 2012ê – Di 17ê tebaxa (August) 2012ê de Nacîhe Mihemed Umer ya çil û neh salî (jidayikbûn li Dêrikê) di êrişeke hêzên leşkerî yên Sûriyê ya ser endamên opozisyonê de, li ber deriyê nexweşxaneyeke li Şamê, bi fîşekeke li serî ketî birîndar bû. Hîn li cihê bûyerê wê ji ber birînê jiyana xwe ji dest da.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê tebaxa 2012ê – Di 15ê tebaxa 2012ê de firokeyên Hêzên Ezmanî yên Sûriyê bajarê Ezazê (bîst kîlometre li bakur-rojhilatê Efrînê) bombe baran kirin. Di encama vê bombebaranê de bi dehan kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Bajarê Ezazê, yê ku Kurd û Ereb lê dijîn, navendeke xurt ya Artêşa Azad ya Sûriyê ye û ji çend heftiyan ve ji aliyê wê ve tê kontrolkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 19ê tebaxa (August) 2012ê – Di 12ê tebaxa 2012ê de çalakvan Kemal Ehmed (jidayikbûn 1985 li Cindrêsê nêzîkî Efrînê) li ber deriyê dibistanekê, ku kirine kempeke penaberan, li taxa al-Suryanî li Helebê ji aliyê kesên nenas ve hat revandin. Şahidan ragehand, ku ew ji aliyê sê kesên bi cilên sivîl bi erebeyek cîp hat revandin. Ehmed endamê dezgeheke arîkariyê bû, sedemên revandinê heta niha nayên zanîn.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê tebaxa 2012ê – Di şeva 11ê tebaxa 2012ê de karker Ebdulhekîm Ferhan Remedan (jidayikbûn 1994 li Beyandûr) li taxa Şamê el-Qedem bi fîşekek li serî ketî, ya ku guman heye ji aliyê nîşangirekî hatibe teqandin, hat kuştin. Remedan di 13ê tebaxê de li Beyandûrê nêzîkî Tirbesipiyê hat veşartin.

ShareThis

KURDWATCH, 17ê tebaxa 2012ê – Dadgeha Ceza li Hisiça rûniştinên dadgehkirina Munzir Îskan Ehmed, Fîras Cuma al-Ehmed [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê] û ya Ciwan Yûsif Yûsif [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê], yên ku di 19ê hezîran û 25ê tîrmeha 2012ê de li darketin, paş ve xistin. Rûniştina nû ji bo 30ê tebaxa 2012ê hat diyarkirin. Di wê rûniştinê de wê li şahidên bergiriyê bê guhdarkirin. Bergirî dixwaze daxwaza berdana Munzir Îskan Ehmed û Fîras Cuma al-Ehmed ji zindanê bike û ew jî mîna Ciwan Yûsif Yûsif azadkirî li benda biryara dadgehê bimînin.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê tebaxa (August) 2012ê – Di xwenîşandanên 3ê tebaxa (August) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza hilweşandina rejîmê kirin. Li gelek deverên welêt xwenîşander li jêr dirûşma »Me çekdar bikin bi topên li dijî firokeyan« derketin ser kolanan. Li mizgefta Qasimo li taxa rojava ya Qamişlo, li Amûdê, Dêrikê, Girkê Legê, Kobaniyê, Dirbêsiyê û li Hisiça alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi hev re di bin dirûşma »Mafên gelê Kurd« xwenîşandan lidarxistin. Herweha li Qamişlo li taxên Qanat Swês, Enterî (ji aliyê koma ciwanên Biratî û komên ciwanan yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibû amade kirin), Kornîş (ji aliyê alîgirên Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûriyê ya niha parçebûyî û hin komên ciwanan ên serbixwe ve hatibû amade kirin) û Qidûrbeg (ji aliyê koma ciwanên ereb ve) û herweha li ber mizgefta mezin li navenda bajêr xwenîşandan hebûn. Di xwenîşandana Kornîşê de hejmarek mezin ya hêzên ewlekariyê jî amadebûn, lê ti rûdan nehatin qeydkirin. Li ber mizgefta Qasimo li Qamişlo, ligel xwenîşandana PYD û ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî, xwenîşandaneke Yekîtiya Hêzên Demokrat ên Kurdî li Sûriyê jî destpêkir. Li Amûdê ji bilî xwenîşandana hevbeş ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD, xwenîşandaneke komên cuda yên ciwanan jî hebû. Li Hisiça bi tevahî çar xwenîşandan hebûn. Li her yekî ji bajarên Dêrik, Tirbesipî, Dirbêsî, Kobanî, Girkê Legê, Çil Axa, Serê Kaniyê xwenîşandanek hebû. Di wan xwenîşandanên ku bi rengekî fermî ne ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD ve hatibûn lidarxistin, herdu dirûşm hatin bilindkirin. Li gundê Mehmûdiyê li nêzîkî Efrînê bo cara yekê xwenîşandanek li dar ket, endamên çekdar yên Artêşa Sûrî ya Azad tê de amadebûn. Xwenîşanderan alên kurdî û herweha yên serxwebûna Sûriyê hildabûn. Li taxên bêtiriya rûniştiyên wan Kurd Şêx Meqsûd li Helebê û Riknudîn li Şamê ji ber şerên berdewam li taxên cîran ti xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê tebaxa (August) 2012ê – Di 3ê tebaxa 2012ê de hêzên ewlekariyê Ebdulqadir Mustefa Îbrahîm (jidayikbûn 1994 li Kobaniyê) û bavê wî Mustefa Îbrahîm li Şamê girtin. Li aliyekî Mustefa Îbrahîm piştî çend demjimêran serbest hat berdan, lê kurê wî di heman rojê de hat kuştin. Li ser laşê ku li taxeke Şamê hatibû dîtin, cihê fîşekan û îşkenceyê hebû. Ebdulqadir Mustefa Îbrahîm di 4ê tebaxê de li nêzîkî Kobaniyê hat veşartin.

ShareThis

KURDWATCH, 11ê tebaxa 2012ê – Çavkaniyên agahiyan ji zindanan navendî ya Hisiça ji KurdWatch re ragehandin, ku heta 6ê tebaxa 2012ê hemû sedûheştê girtiyên zindana navendî ya Qamişlo û herweha diwazdeh girtiyên zindana Dêrikê bo Hisiça hatin veguhestin. Di pey wê re zindana Dêrikê radestî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hat kirin. Zindana navendî ya Qamişlo hîn jî ji aliyê dewletê ve tê kontrolkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê tebaxa (August) 2012ê – Di xwenîşandanên 3ê tebaxa (August) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza hilweşandina rejîmê kirin. Li gelek deverên welêt xwenîşander li jêr dirûşma »Dêra Zorê, serketin ji rojhilat tê« derketin ser kolanan. Li mizgefta Qasimo li taxa rojava ya Qamişlo, li Amûdê, Dêrikê, Girkê Legê û li Hisiça alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi hev re di bin dirûşma »Yekîtiya Kurdî« xwenîşandan lidarxistin. Herweha li Qamişlo li taxên Qanat Swês, Enterî (ji aliyê koma ciwanan Biratî û komên ciwanan yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibû amade kirin), Kornîş (ji aliyê alîgirên Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûriyê ya niha parçebûyî û hin komên ciwanan ên serbixwe ve hatibû amade kirin) û Qidûrbeg (ji aliyê koma ciwanên ereb ve) xwenîşandan hebûn. Li Kornîşê hêzên ewlekariyê êrişî xwenîşanderan kirin. Li ber mizgefta Qasimo li Qamişlo ligel xwenîşandana PYD û ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî, xwenîşandaneke Yekîtiya Hêzên Demokrat ên Kurdî li Sûriyê jî destpêkir. Li Amûdê ji bilî xwenîşandana hevbeş ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD, xwenîşandaneke komên cuda yên ciwanan jî hebû. Li Hisiçayê bi tevahî çar xwenîşandan hebûn. Li her yekî ji bajarên Dêrik, Tirbesipî, Dirbêsî, Kobanî, Girkê Legê, Çil Axa, Serê Kaniyê xwenîşandanek hebû. Di wan xwenîşandanên ku bi rengekî fermî ne ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD ve hatibûn lidarxistin, herdu dirûşm hatin bilindkirin. Li Basûta nêzîkî Efrînê komên ciwanan karîbûn piştî çend mehan bo cara yekê dîsa xwenîşandanekê li dar bixin, wan di bin dirûşma tevaya Sûriyê de protesto kir. Li taxên bêtiriya rûniştiyên wan Kurd Şêx Meqsûd li Helebê û Riknudîn li Şamê ji ber şerên berdewam li taxên cîran ti xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê tebaxa (August) 2012ê – Di 6ê tebaxa 2012ê de alîgirên çekdar yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Rêzan Behrî Şêxmûs (serokê nivîsgeha têkiliyên giştî ya Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê) û du kesên bi wî re li cem Amûdê derdorê nîv demjimêrê rawestandin. Şêxmûs, yê ku li Cirnikê serdana hevalan kiribû, li nuqteyeke PYD ya kontrolê hat rawestandin û ji wî hat xwestin ku bagaca erebeya xwe veke. Li gel ku wî ev tişt qebûl nekir destpêkê hiştin ew di nuqteyê re derbas bibe, ji bo ku wî li nuqteya kontrolê li cem Amûdê bigrin û bibin avahiyeke PYD. Şêxmûs ji KurdWatch re ragehand, »kiryar« tenê ji bo »riswakirina me« bû.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê tebaxa 2012ê – Di 25ê tîrmeha 2012ê de Artêşa Sûriyê bi helîkopteran êrişî gundê bêhtiriya niştecihên wê ereb Xirab Bajar (az-Zahiriya) li nêzîkî Çil Axa kir. Di êrişa ku hêzên bejayî jî tê de beşdar bûn, herî kêm neh rûniştiyên gund yên ereb hatin kuştin. Gelek kes hatin girtin. Sedema êrişê endametiya hin rûniştiyên gund di Artêşa Sûriyê ya Azad de tê dîtin.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê tebaxa (August) 2012ê - Di 21ê tîrmeha 2012ê de yekîneyên Artêşa Sûrî ya Azad deriyê herî giring di navbera Iraqê û herêmên kurdî li Sûriyê li nêzîkî Til Koçer, heştê kîlometre li rojhilatê Qamişlo, kirin bin destê xwe. Di sersibeha 22ê tîrmeha 2012ê de Artêşa Sûriyê, bi tank û helîkopteran, karî bajarê ku Kurd û Ereb lê dijîn û herweha deriyê sînor vegerîne bin destê xwe. Hejmarek mezin ji çalakvanan hatin girtin, di xaniyan de lêgerîn pêkhatin û dikan hatin talankirin. Hejmarek malbat di rojên di pey de dev ji xaniyên xwe berdan, wan li gund û bajarên hawîrdorê parastin dîtin.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê tebaxa 2012ê – Di 21ê tîrmeha 2012ê de endamên çekdar yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hejmarek mezin ji nuqteyên kontrolê û navendên polîsan li deverên deştî yên navçeya Dêrikê kirin destê xwe de, yek ji wan deveran Indîwer e. Herweha tena deriyê sînorî yê di navbera Sûriye û Kurdistana Iraqê de li Fiş Xabûr kete destê PYD de, piştî ku hêzên ewlekariyê xwe jê paşde kişandibûn. PYD ji wê demê ve tevaya sînorên sûrî-tirkî li bakur û rojhilatê Dêrikê, herweha sînorên sûrî-iraqî li başûrê bajêr kontrol dike. Herweha di 21e tîrmehê de endamên PYD çend daîreyên dewletê li Dêrikê kirin bin destê xwe de, di nav wan de şaredarî, navenda ewlekariya dewletê û ya muxaberata leşkerî, dadgeh, banka çandinî, çend navendên polîsan û herweha avahiya telefon û postê. Çend demjimêran piştî dagîrkirinê li cem navenda muxaberata leşkerî teqîna fîşekan di nav hêzên ewlekariyê yên sûrî û endamên PYD de destpêkir, di encamê de endamê PYD yê ji Îranê Bawer Mako jiyana xwe ji dest da. Hêzên ewlekariyê hemû navendên muxaberatan dîsa kirin bin destê xwe. Vê gavê hemû îdareyên xizmetan, dibistan û nexweşxaneyên dewletê ji aliyê PYD ve tên çavdêrîkirin, kontrola karmendên rejîmê li ser hemû navendên muxaberatan berdewame. Yekîneyeke artêşa sûrî heta niha jî di qijleyeke sê kîlometre li başûr-rojavayê Dêrikê de bicih e. Endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistanê komîteyeke hevbeş damezrandin, ji bo ku Dêrikê birêvebibin. Encûmena Niştimanî ya Kurdî daxwaz kir ku di kontrolkirina hemû nuqteyên ewlekariyê û avahiyan de bê beşdar kirin. Lê PYD tenê amade bû ku avahiyên li nava bajêr hevbeş birêvebibe .

ShareThis

KURDWATCH, 2ê tebaxa (August) 2012ê – Di 2ê tîrmeha 2012ê de ajokerê taksiyê Mihemed Hewas Keleş (jidayikbûn 1991 li Qamişlo) li ser rêya firokexaneya Şamê ji aliyê endamên muxaberata hêzên azmanî ve hat girtin. Sedemên girtina wî heta niha nayên zanîn.

ShareThis

KURDWATCH, 1ê tebaxa (August) 2012ê – Di xwenîşandanên 27ê tîrmeha (July) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşander li jêr dirûşma »Serhildanan herdû paytextan« derketin ser kolanan û doza hilweşandina rêjîmê kir. Li herêmên kurdî alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) û hin komên ciwanan di bin dirûşma xweser de »Azadî ji bo rêber Abdulah Ocalan« xwenîşandanên xwe pêk anîn. Li Qamişlo li tarikên Qanat Swês, Enterî (ji aliyê koma ciwanan Biratî û komên ciwanan yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibû amade kirin), Kornîş (ji alîgirên Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûriyê, ya niha parçebûyî û hin komên ciwanan ên serbixwe ve hatibû amade kirin) û Qidûrbeg (ji aliyê koma ciwanên ereb ve) xwenîşandan hebûn. Li navenda bajêr hejmarek mezin ji hêzên ewlekariyê hebûn, loma xwenîşandan li nikarî li dar bikeve. Sê xwenîşandanên dî ji cihê sereke yê kombûna xwenîşandanên Qamişlo, li mizgefta Qasimo li tarika rojava ya bajêr, dest pê kirin. Xwenîşandan ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Yekîtiya Hêzên Demoqrat ên Kurdî li Sûriyê ve hatibûn amade kirin. Li Enteriyê alîgirên çekdar yên PYD êrîşî çend çalakvanan kirin, yên ku wêneyên vîdyoyê yên xwenîşandan digirtin. Wan bi çek bi aliyê çalakvanan de rast kirin û Laptopek, telefoneke destan û kertên parastinê ji wan standin. Piştî du rojan firaxên hatî dizînn hatin vegerandin. Li Amûdê jî sê xwenîşandanên cuda hebûn, ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Kobanî, ya ku ji 19ê tîrmehê ve ji partiyên Kurd tê bi rêvebirin [agahiyên bêhtir] du xwenîşandan li dar ketin, yek ji aliyê PYD ve û ya dî ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve. Li Hisiçayê çar xwenîşandan hebûn. Li Dêrik, Tirbesipî, Dirbêsî, Girkê Legê, Çil Axa, Serê Kanî û herweha li taxên Kurdan Riknudîn li Şamê û Şêx Meqsûd li Helebê xwenîşandanên navendî pêk hatin. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandan ji aliyê komên ciwanan ve hatin lidarxistin, xwenîşandanên Encumena Niştîmaniya Kurd wekû heyvên çûyî li şemiyê lidar ketin. Bi taybetî li Heleb û Şamê ji ber Remezanê gelek xwenîşandan bi şev li darketin. Li Efrînê ti xwenîşandan tinebûn.

ShareThis

KURDWATCH, 31ê tîrmeha 2012ê – Li 8ê tîrmeha 2012ê alîgirên çekdar yên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) Dr. Niyazî Hebeş (jidayikbûn 1981, bi jin, du zarok) ji mala wî li Helebê revandin. Hebeş ta êvarî di avahiyekê de, kû wî nas nedikir, hat girtin û îşkencekirin. Çalakvan bi kulman di rû de lêdan xwar, û bi pehîn jî, herweha bi elektrîk dest û lingên wî hat kontaktkirin. Di ser re jî herdû lingên wî bi kevir û boriyên hesin hatin şikandin. Karmendekî Nexweşxaneyê, ya ku ew tê de tê dermankirin, ji KurdWatch re ragehand, ku kesê birîndar dive bê amaliyatkirin û ji kêmayî du mehan dê nikarîbe bimeşe.
Hebeş endamê koma opozisyonê ya »Buhara Kurdî« ye. Li gor gumana wî, revandina wî nameyek bû ji endamên dî re. Herweha wî ji KurdWatch re da xuyakirin, ku kesên wî revandibûn bi erebî bi wî re diaxivîn, lê bi telefonê bi kurdî diaxivîn. Wî ev yek wiha nirxand, ku ev hewldaneke bû ji aliyê wan, ji bo bawerî çênebe ku ew Kurdin.
Li Efrînê PYD du doktorên dî tehdîd kirin, wan wekû Dr. Şêrzad Hecî Reşîd bikûjin [agahiyên girêdayî mijarê], eger ew çalakiyên xwe yên siyasî berdewam bikin.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê tîrmeha (July) 2012ê – Li 12ê tîrmeha 2012ê dadgeha cezayê li Hisiça Ciwan Yûsif Yûsif (jidayikbûn 1986 li Qamişlo) di ber dana kefaletekê ji pêncîhezar lîreyên Sûrî serbest berda. Yûsif di 4ê tebaxa 2008ê de hatibû girtin, piştî ku kesên nenas du polîs bi fîşekan kuştibûn [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê].

ShareThis

KURDWATCH, 29ê tîrmeha (July) 2012ê – Li 23ê tîrmeha 2012ê Artêşa Sûriyê di şerên Şamê de hejmarek mezin ji Mirovan girt, di nav wan de hin şervanên Artêşa Sûrî ya Azad. Piştî çend demjimêran sêzdeh kes ji kesên girtî li bajarê Dareya hatin îdamkirin, di nav wan de Nêçîrvan Ferhad al-Kuremî (jidayikbûn li Amûdê) û Şivan Silêman al-Kuremî (jidayikbûn li Amûdê). Nêçîrvan endamê Artêşa Sûrî ya Azad bû.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê tîrmeha 2012ê – Li Efrînê alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) beşên îdareyan ji karmendên dewletê yên Sûrî kirin bin destê xwe de. Ji nêzîkî heftiyekê ve partî dana av elektrîkê û herweha navendên tedurustiyê li gundan kontrol dike. Çalakvanek, ku dixwest ala kurdî li ber dibistanekê hilde, PYD rê nedawî wî: ew bi zordariyê hat tehdîd kirin, eger ew careke dî hewl bide wisa bike. Bi giştî PYD ala kurdî li Efrînê napejirîne.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê tîrmeha 2012ê – Li 11ê tîrmeha 2012ê nûnerên Encumena Niştimaniya Kurd û yên Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistan li Selah Aldîn (Kurdistana Iraqê) peymanek imze kirin, ku lihevkirina Erbîlê ya ku li 11ê hizêranan 2012ê hatibû imzekirin belgeyê daxîne] timam dike. Nuqteya yekê ji belgeyê peymana Erbîlê dipejirîne û bikaranîna wê radigehîne. Di bin nuqteya diwan de sazkirina komîteyeke hevbeş tê ragehandin, ya ku karê wê danîna bingehên siyaseta giştî û birêvebirina tevgera Kurdî ye. Komîte û hemû komîteyên dî ê wekhev ji endamên herdû encumenan bên sazkirin û biryar bi rêya lihevkirinan bên standin.
Nuqetya sisêyê girêdayî sazkirina komîteyên cuda yên ixtisasî ye. Nuqteya çaran daxwaza rawestandina êrîşên medyayê dike, nuqteya pêncan bikaranîna zordarîyê qedexe dike û herweha hemû çalakiyên ku dikarin bibin sedema bihevketinê li herêmên kurdî. Nuqetya şeşan pêveka bendên kar ya peymana Erbîlê dipejirîne û nuqetya heftan daxwaza sazkirina komîteyan di dema du heftiyan de di pey imzekirina peymanê dike. 

ShareThis

KURDWATCH, 27ê tîrmeha 2012ê – Li 20ê tîrmeha 2012ê hêzên ewlekariyê û hejmarek mezin ji karmendên din yên dewletê dev ji bajarê Amûdê berdan. Hin ji avhiyên valakirî: Navenda çandê, nivîsgeha partiya Baas û herweha mudîrîya bajêr. Nivîsgeha ewlekariya dewletê çend demjimêran ji aliyê çalakvanan dorpêçkirî bû. Partriya Yekîtiya Demoqrat (PYD) çend demjimêr dabû karmendên wê berî ku ew dev ji avahiyê berdin. Endamên Komîteyên Parastina Gel yên PYD bi rêya girtina kolanan rênedan ku çalakvan êrîşî nivîsgehê bikin. Demeke kin pişî nîvê şevê hemû endamên ewlekariy dewletê dev ji nivîsgehê berdan, berî wê hemû belge û kaxezên giring hatibûn şewtandin. Mudîrîya bajêr jî ji aliyê PYD hatibû parastin, ta hemû karmend û mudîr dev ji avahiyê berdan. Çend avahî, di nav wan de ya berîdê, ji aliyê endamên çekdar yên partiyên Kurd yên cuda tên parastin. Karmendên îdareyên xizmetan dikarin karên xwe berdewam bikin. Navenda Polîsan ya serekî li Amûdê radestî partiyên kurd nehat kirin, herweha navendên muxaberata leşkerî û navenda ewlekariya siyasî yên ku nêzîkî du kîlometran li derveyî bajêr in wekû berê di destê hêzên ewlekariyê yên nîzamî yên sûrî de ne.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê tîrmeha (July) 2012ê – Di xwenîşandanên 20ê tîrmeha (July) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşander li jêr dirûşma »Remezan, serkeftin ê li Şamê bê nivîsîn« derketin ser kolanan û doza hilweşandina rêjîmê kir. Li herêmên kurdî alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) û hin komên ciwanan di bin dirûşma xweser de »Meşa ber bi azadiyê ve« xwenîşandanên xwe pêk anîn. Li Qamişlo li tarikên Qanat Swês, Enterî (ji aliyê koma ciwanan Biratî û komên ciwanan yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibû amade kirin), Kornîş (ji alîgirên Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûriyê, ya niha parçebûyî û hin komên ciwanan ên serbixwe ve hatibû amade kirin) û xwenîşandanek ji navenda bajêr ber bi Qidûrbegê ve bi rê ket, ya ku çalakvanên ereb û kurd tê de beşdar bûn. Ev xwenîşandan piştî demeke kin ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi dar û gaza hêsir barên hat bidawî kirin. Sê xwenîşandanên dî ji cihê sereke yê kombûna xwenîşandanên Qamişlo, li mizgefta Qasimo li tarika rojava ya bajêr, dest pê kirin. Xwenîşandan ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Yekîtiya Hêzên Demoqrat ên Kurdî li Sûriyê ve hatibûn amade kirin. Li Amûdê jî du xwenîşandanên cuda hebûn, ku ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Kobanî, ya ku ji 19ê tîrmehê ve ji partiyên Kurd tê bi rêvebirin [agahiyên bêhtir] û li taxa Kurdan Şêx Meqsûd li Helebê du xwenîşandan li dar ketin, yek ji aliyê PYD ve û ya dî ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve. Li Hisiçayê çar xwenîşandan hebûn. Li Dêrik, Tirbesipî, Dirbêsî, Girkê Legê, Çil Axa, Serê Kanî û herweha li taxa Kurdan Riknudîn li Şamê xwenîşandanên navendî pêk hatin. Li Efrînê ti xwenîşandan li dar neketin. Weke heftiya çûyî êrîşîn PYD li dijî xwenîşandanên rexnegirên rêjîmê tinebûn.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê tîrmeha (July) 2012ê – Li 19ê tîrmeha 2012ê hejmarek mezin ji karmendên dewletê herweha yên hêzên ewlekariyê yên Sûrî dev ji bajarê Kobaniyê berdan. Piştî demeke kin endamên partiyên kurdî yên cuda dest avêtin ser çend avahiyên xidmetê yên valamayî, di nav wan de avahiya şaredariyê, nivîsgeha partiya Baas û herweha navendên muxaberatan û yên polîsan. Hin karmendên dewletê, di nav wan de polîs jî, yên ku li cihê kar ma bûn, soza hevrêzî û bindestiya xwe ya timam ji bo biryarên partiyên kurdî dan. Bi şev endamên komîteyên herêmî yên Encumena Niştîmaniya Kurd û yên Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistan hev dîtin, ji bo li ser gavên pêş de biaxivin. Wan ragehandinek belavkirin, ku di nav biryarên wê de, bangî hemû kesan dihat kirin, yên ku di îdareyên xidmetî de kar dikir, ji bo karê xwe wekû berê berdewam bikin.

ShareThis

KURDWATCH, 22ê tîrmeha (July) 2012ê – Li 13ê tîrmeha 2012ê serokê nivîsgeha bicihanînê ya Yekîtiya Hêzên Demokrat yên Kurd li Sûriyê, Cemîl Umer, hat revandin. Li destpêkê bi fîşekan li ser erebeya wî hat teqandin berî ku kesên nenas wî di erebeyeke dî de bi xwe re bibin. Gotinên belavbûyê, yên radigehandin ku Umer ji aliyê muxaberata leşkerî ve hatiye girtin, ta niha nikarîn bên piştrastkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 22ê tîrmeha (July) 2012ê – Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê hat parçekirin. Li 6ê tîrmeha 2012ê komek ji nêzîkî bîst kesan li Qamişlo civîneke endaman lidar xist, serokê nivîsgeha têkiliyên giştî, Rêzan Behrî Şêxmûs, ji wî cihî rakir û nivîsgeheke nû ya têkiliyên giştî ji yazdeh kesan hilbijart. Herweha Cengîdar Mihemed wek serokê nivîsgehê hat hilbijartin. Koma Rêzan Behrî Şêxmûs hilbijartin ne pejirand. Wisa niha du partî hene bi navê Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê tîrmeha (July) 2012ê – Li 29ê hizêrana 2012ê alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) êrîşî xwenîşandaneke rexnegira rêjîmê li ber derê nexweşxaneya Dêrsim li Efrînê kirbûn [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê]. Xwenîşander Ebdulrehman Hesen Bekir li ber xwe da li dijî êrîşê û pê re çalakvanekî PYD, yê wek Çekdar tê naskirin, di rû de birîndar kirbû. Di pey wê re PYD çalakiyeke tolhildanê, ya ku ta niha ji aliyê meziniyê ve ne naskirî ye, dest pê kir:Di şeva 4 li ser 5ê tîrmeha 2012ê çekdarên PYD êrîşî xaniyê Henan Hesen Bekir li Efrînê kirin. Kesên di xanî de li ber xwe dan, bi saatan herdû aliyan fîşek teqandin hev, di êrîşê de çalakvanê PYD Çekdar hat kuştin û hin êrîşker birîndar bûn. Di pey re endamên PYD Henan Hesen Bekir û ji kêmayî deh mirovên wî hatin revandin û çar xanî herweha çend erebeyên kesên revandî hatin şewitandin. Henan Hesen Bekir û kurê wî Ebdulrehman Henan Bekir piştî çend demjimêran bi stûneke elektrîkê ve li Efrînê girêdan û bi fîşekên di serî de ew kuştin. Termên wan piştî demeke kin avêtin ber nexweşxaneya Dêrsim. Li gor agahiyan alîgirên PYD rê nedan mirovan ku termên kuştiyan bibin. Ehmed Mustefa hat revandin gava wî hewl da kuştiyan bibe. Li 6ê tîrmeha 2012ê alîgirên PYD du dikanên kesekî dî yê revandî, Izedîn Şêx Nasan xira kirin û kurekî dî jî yê Henan Hesen Bekir, Nûrî Henan Bekir kuştin. Laşê wî jî avêtin ber nexweşxanyê li Efrînê. Li 7ê tîrmehê bi Nûrî Şêx Nasan re mirovekî dî jî yê Henan Hesen Bekir hat revandin. Di pey re zêdeyî sed û pêncî darên zeytûnan yên malbata Bekir hatin birîn. Li 11ê tîrmehê ev qurbaniyên revandinê hatin berdan: Şêx Ebdî Şêx Nasan û Haşim Şêx Nasan (endamê komîteya herêmî yê Partiya Demoqrata Kurd [el-Partî], Ebdulmutelib Şêx Nasan, Mehmûd Şêx Nasan, Mihyedîn Şêx Nasan, Fexrî Şêx Nasan, Şêxo Şêx Nasan, Enes Şêx Nasan, Yûnis Şêx Nasan, Şêx Muhemed Şêx Nasan, Izedîn Şêx Nasan, Ehmed Zekî Mustefa, Nûrî Şêx Nasan û Wehîd Mustefa. Li ser malpera xwe PYD hîn sibha 4ê tîrmehê ragehandibû, ku Şêxo Şêx Nasan û Fexrî Şêx Nasan hatin »girtin«, ji ber ew beşdar bûn di êrîşa ser Ebdo Murad de [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê]. PYD ragehandibû, ku vîdyoyekê biweşîne, ku tê de ew li beşdariya xwe mukir tên. Ta niha ev yek pêk nehatiye.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê tîrmeha (July) 2012ê - Li 14ê tîrmeha 2012ê kesên çekdar êrîşî nuqteyeke kontrolê kirin ya Komîteyên Parastina Gel ya (PYD) li tarika Rojava ya Qamişlo. Di heman demê de êrîşek hebû li ser nuqteyeke kontrolê ya Artêşa Sûrî li bajarokê Hîmo yê ku bêhtir ereb lê dijîn, nêzîkî sê kîlometran li rojavayê nuqteya Kontrolê ya PYD ya li jor hatî binav kirin. Nexuyaye, eger di êrîşan de kuştî yan birîndar hebûn. Berî wê bi çend rojan komeke biçûk ya çalakvanên Kurd di internetê de vîdyoyek belav kirin, ku tê de damezrandina yekîneyeke kurdî ya çekdar li Hisiça ragehandin. Lê nexuyaye, eger heman kom berpirs e di ber êrîşekê yan di ber herdû êrîşan de.

ShareThis

KURDWATCH, 19ê tîrmeha (July) 2012ê – Di xwenîşandanên 13ê tîrmeha (July) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşander li jêr dirûşma »Dûrkirina Anan, berdestê Esed û Îranê « derketin ser kolanan û doza hilweşandina rêjîmê kir. Li herêmên kurdî alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) û hin komên ciwanan di bin dirûşma xweser de »Yekîtiya Niştîmanî« xwenîşandanên xwe pêk anîn. Li Qamişlo li tarikên Qanat Swês, Enterî (ji aliyê koma ciwanan Biratî û koma ciwanan ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibû amade kirin), Kornîş (ji aliyê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê û hin komên ciwanan ên serbixwe ve hatibû amade kirin) û Qidûrbeg (ji aliyê koma ciwanên ereb ve) xwenîşandan hebûn. Sê xwenîşandanên dî ji cihê sereke yê kombûna xwenîşandanên Qamişlo, li mizgefta Qasimo li tarika rojava ya bajêr, dest pê kirin. Xwenîşandan ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Yekîtiya Hêzên Demoqrat ên Kurdî li Sûriyê ve hatibûn amade kirin. Li Amûdê jî sê xwenîşandanên cuda hebûn, ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Kobanî û Tirbesipî û li taxa Kurdan Şêx Meqsûd li Helebê du xwenîşandan li dar ketin, yek ji aliyê PYD ve û ya dî ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve. Li Hisiçayê çar xwenîşandan hebûn. Li Dêrik, Dirbêsî, Girkê Legê, Çil Axa, Serê Kanî û herweha li taxa Kurdan Riknudîn li Şamê xwenîşandanên navendî pêk hatin. Êrîşîn PYD li dijî xwenîşandanên rexnegirên rêjîmê, ne wek heftiyên çûyî, vê heftiyê nehatin naskirin. Li Efrînê, ya ku li heftiya dawî ya tîrmehê alîgirên PYD çend rexnegir îdam kirbûn, vê heftiyê ti xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 17ê tîrmeha (July) 2012ê – Di hefteya dawî ya hizêranê û hefteya pêşî ya tîrmeha 2012ê de Komîteyên Parastina Gel ên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) hejmareke mezin ji nuqteyên nû yên teftîşê danîn. Gelek caran nuqte li kolanên ku derbasî bajarên wek Qamişlo, Amûdê, Dêrik û herweha Til Zîwanê nêzîkî Tirbesipiyê dibin, hatin dîtin. Di 2ê tîrmehê de li cem nuqteyeke teftîşê nêzîkî Amûdê çend kesan rê neda alîgirên PYD ku wan kontrol bikin. Alîgirên herdu aliyan gule ber bi ezmên ve teqandibûn, piştî çend demjimêran rewş dîsa aram bûbû.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê tîrmeha (July) 2012ê – Civîna opozîsyona Sûriyê ku di 2 û 3ê tîrmeha 2012ê de li Qahîreyê ji aliyê Komkara Erebî ve hatibû pêkanîn, nekarî serkeftina hêvîkirî ya yekkirina beşdaran bi dest bixe. Artêşa Azad a Sûriyê kombûn ji destpêkê ve boykot kiribû, nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û yên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) û herweha nûnerên din ên kurd ji ber nerazîbûnê ji kombûnê vekişiyan. Encûmena Niştimanî ya Kurdî sedemên vê gava wisa nîşan da ku »naskirina destûrî ya gelê kurd û nasnameya wî ya neteweyî û herweha misogerkirina mafên wî yên neteweyî yên rewa li gor peyman û belgeyên navneteweyî« di daxuyaniya dawî ya kombûna opozîsyonê de nehatiye nivîsandin.
Rastî ew bû ku piştî opozîsyona erebî li dijî belgeya dawî ya kombûnê derketibû, ku ji aliyê nûnerên hilbijartî ve hatibû amade kirin, tenê gotina »gelê kurd« di belgeya dawî de bi gotina »neteweya kurdî« hatibû guhertin.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê tîrmeha 2012ê – Di 20ê hizêrana 2012ê de leşker Hozan Mihemed Zên al-Abidîn (jidayikbûn 1985 li Dêrikê) di dema hewildana derketina ji Sûriyê de ber bi Kurdistana Iraqê ve ji aliyê karmendên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ve hat girtin. Li gel ku dema fermî ya erkê wî yê leşkerî berî nêzîkî neh mehan bi dawî hatibû, Zên al-Abidîn ji leşkeriyê ne hatibû berdan. Ew niha di girtîgeha Muxaberatên Leşkerî li Qamişloyê de ye.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê tîrmeha (July) 2012ê – Di xwenîşandanên 6ê tîrmeha (July) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşander li jêr dirûşma »Cenga Azadiya Gelêrî« derketin ser kolanan û doza hilweşandina rêjîmê kir. Li herêmên kurdî alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) û hin komên ciwanan di bin dirûşma xweser de »Efrîn ne bi tenê ye« xwenîşandanên xwe pêk anîn. Li Qamişlo li tarikên Qanat Swês, Enterî (ji aliyê koma ciwanan Biratî û koma ciwanan ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibû amade kirin), Kornîş (ji aliyê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê û hin komên ciwanan ên serbixwe ve hatibû amade kirin) û Qidûrbeg (ji aliyê koma ciwanên ereb ve) xwenîşandan hebûn. Sê xwenîşandanên dî ji cihê sereke yê kombûna xwenîşandanên Qamişlo, li mizgefta Qasimo li tarika rojava ya bajêr, dest pê kirin. Xwenîşandan ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Yekîtiya Hêzên Demoqrat ên Kurdî li Sûriyê ve hatibûn amade kirin. Li Amûdê jî sê xwenîşandanên cuda hebûn, ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Kobanî û Dirbêsiyê du xwenîşandan li dar ketin, yek ji aliyê PYD ve û ya dî ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve. Li Hisiçayê çar xwenîşandan hebûn. Li Dêrik, Tirbesipî, Girkê Legê, Çil Axa, Serê Kanî û herweha li taxên Kurdan, Şêx Meqsûd li Helebê û Riknudîn li Şamê, xwenîşandanên navendî pêk hatin. Piştî ku di 29ê hizêranê de alîgirên PYD li Koabnî û Efrînê êrîşên amadekirî li dijî xwenîşanderan pêk anîn [agahiyên bêhtir girêdayî babetê], vê hefteyê xwenîşandan li Efrînê li dar neketin. Lê li Kobaniyê vê heftiyê jî xwenîşandanên rexnegirên rêjîmê derketin ser kolanan. Li Dêrikê alîgirên PYD êrîşî endamên çend komên ciwanan û xwenîşânderên dî kirin. Wan gule ber bi ezmên ve teqandin û bi zorê tirimbêleke biçûk ligel alavên deng û herweha al û pankert ji xwediyên wan stendin.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê tîrmeha (July) 2012ê – Di 28ê hizêrana 2012ê de yekîneyên çekdar ên Komîteyên Parastina Gel ên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) herdu pismam Nafi û Adil Şahîn li Kobaniyê revandin. Endamên eşîreya Botan Begê ya herdu kesên revandî di heman rojê de êrîşî avahiya şirketa dewletê ya tûtinê Rêjî kirin, ku PYD kiriye zindan, û girtî serbest berdan. Endamên herdu aliyan gule ber bi ezmên ve teqandin. Piştî rizgarkirinê PYD daxwaza radestkirina kesên serbestkirî kir yan jî dana pênc milyon lîreyên sûrî.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê tîrmeha (Juli) 2012ê – Di 1ê tîrmeha 2012ê de li Balafirgeha Şamê derketina ji Sûriyê li Nesridîn Ibrahîm (sekreterê Partiya Demoqrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) û endamek rêber di Encûmena Niştimanî ya Kurdî de] hat qedexe kirin. Ji Ibrahîm hat xwestin ku serî li şaxê Dezgeha Muxaberatên Hêzên Ezmên li Şamê bide. Li wir çend rojan li pey hev tehqîq pê re hat kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê tîrmeha (July) 2012ê – Di 29ê hizêrana 2012ê de kesine nenas Ebdo Murad ê şêst salî û endamê Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê, ku komîteyeke PKKê ye ku PYDê tê de endam e, li Efrînê bi fîşekan birîndar bû. Ew di ling û li devera newqa wî de birîndar bû. Rewşa wî ji metirsiyê derketiye.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê tîrmeha (July) 2012ê – Di 26ê hizêrana 2012ê de alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) Ezîz Eybaş û Berxwedan Mistefa (endamên Yekîtiya Hevrêzên Ciwanên Kurd li Sûriyê) revandin. Ji kesên revandî bi dirêjaya sê demjimêran li malekê li Efrînê pirsên girêdayî çalakiyên wan hatin kirin, berî ku ew dîsa serbest bên berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê tîrmeha (July) 2012ê – Di demjimêran dereng ên şeva 24ê hizêrana 2012ê de yekîneyeke Komîteyên Parastina Gel yên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) cîgirê Encûmena Niştimanî ya Kurdû û sekreterê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê, Mistefa Cumaa, di dema hewildana derketina ji Sûriyê de ber bi Kurdistana Iraqê ve revand. Cumaa bi çavên girtî hat birin xaniyekî li Dêrikê ku bûye zindan. Piştî danûstandina di nav endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê ya nêzîkî PYDê de Cumaa roja dî radestî serokê berê yê Encûmena Niştimanî ya Kurdî, Ehmed Silêman, hat kirin. Di 27ê hizêranê de Mustefa Cumaa karî derbasî Kurdistana Iraqê bibe.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê tîrmeha (July) 2012ê – Di xwenîşandanên 29ê hizêrana (June) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşander li jêr dirûşma »Baweriya me bi serketina Xwedê tê« derketin ser kolanan û doza hilweşandina rêjîmê kir. Li herêmên kurdî alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) û hin komên ciwanan di bin dirûşma xweser de »Encûmenên jinan garantiyên civake azad in« xwenîşandanên xwe pêk anîn. Li Qamişlo li tarikên Qanat Swês, Enterî (ji aliyê koma ciwanan Biratî û koma ciwanan ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibû amade kirin), Kornîş (ji aliyê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê û hin komên ciwanan ên serbixwe ve hatibû amade kirin) û Qidûrbeg (ji aliyê koma ciwanên ereb ve) xwenîşandan hebûn. Sê xwenîşandanên dî ji cihê sereke yê kombûna xwenîşandanên Qamişlo, li mizgefta Qasimo li tarika rojava ya bajêr, dest pê kirin. Xwenîşandan ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Yekîtiya Hêzên Demoqrat ên Kurdî li Sûriyê ve hatibûn amade kirin. Li gel ku xwenîşandana PYDê dereng piştî nîvro pêk hat, hejmarek mezin ji alîgirên PYD tevaya rojê bi kêr û daran li cihê xwenîşandê li ber derê mizgefta Qasimo man. Li Amûdê jî sê xwenîşandanên cuda hebûn, ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li dirbêsiyê du xwenîşandan li dar ketin, yek ji aliyê PYD ve û ya dî ji aliyê Encumena Nîştimanya Kurd ve. Li Hisiçayê çar xwenîşandan hebûn. Li Dêrik, Tirbesipî, Girkê Legê, Çil Axa, Serê Kanî û herweha li taxên Kurdan, Şêx Meqsûd li Helebê û Riknudîn li Şamê, xwenîşandanên navendî pêk hatin. Li Koabniyê û Efrînê alîgirên çekdar ên PYD dîsa êrîşî dijberên rêjîmê kirin [agahiyên bêhtir girêdayî babetê], wisa wan nikarî xwenîşandana ku jê re amade kiribûn, li dar bixin.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê tîrmeha (July) 2012ê – Di 29ê hizêrana 2012ê de yekîneyên çekdar ên Komîteyên Parastina Gel ên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) di destpêka xwenîşandana înê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Kobaniyê de çend kolan girtin, ku bi ser cihê serekê yê kombûnê ve diçûn. Wan nîşançiyên çekdar danîn ser banan, gule ber bi ezmên ve teqandin, êrîşî xwenîşanderan kirin û bi dehan kes ji wan revandin. Piraniya kesên revandî di heman rojê de serbest hatin berdan. Mistefa Şêxo (endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û endamekî rêber di Partiya Dêmoqrata Pêşverûya Kurd li Sûriyê - Tevgera çakaziyê de) nehat berdan. Umer Kalo, endamê Komîteya Ragihandinê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji KurdWatch re got: »Di 30ê hizêranê de PYD ji komîteya herêmî ya Enûumena Niştimanî ya Kurdî re got ku Mistefa Şêxo dê were berdan eger ew wî ji wan istîlam bikin. Lê me ev nepejirand. Em teserûfên wiha ji PYD qet qebûl nakin. Me xwest ku PYD girtiyê me serbest berde û lêborînê bixwaze «. Şêxo di 30ê hizêranê de serbest hat berdan. Bi heman awayê şirovekirî di 29ê hizêranê de li Efrînê jî li dijî beşdarên xwenîşandana Encûmena Niştimanî ya Kurdî êrîş hat kirin. Bi dehan kes hatin revandin û rastî lêdanên bi dijwarî hatin. KurdWatch navên van kesên girtî nas kirin: Siyamend Ehmed Çawîş, Ehmed Kemal Çawîş, Ebdilrehman Ehmed Bekir, Ebdilqadir Necar, Zerdeşt Mihemed Hacî, Ehmed Elo, Şiyar Bekir, Mistefa Bekir û Haşim Şêx Neesan. Di ser vê re jî di heman rojê de Azad Welî (endamê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê), ku PYD li wî digeriya, li Helebê ji aliyê alîgirên PYDê ve hat revandin. Hemû kesên girtî di heman rojê de serbest hatin berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê tîrmeha (July) 2012ê – Li sibeha zû ya 1ê tîrmeha 2012ê Arşam Çawêş ji aliyê endamên PYD ve ji mala xwe hat revandin. Çawîş endamê Komîteyên Hevrêza Ciwana ye li Efrînê.

ShareThis

KURDWTAHC, 3ê tîrmeha (July) 2012ê – Li gor agahiyên çend qaçaxçiyan Partiy Yekîtiya Demoqrat (PYD) êdî perçeyên fireh ji sînorên sûrî-tirkî û sûrî-iraqî li herêmên kurdî kontrol dikin. Ji bo ew bikaribin karên xwe berdewam bikin, divê qaçaxçî pereyan bidin PYD.

ShareThis

KURDWTAHC, 2ê tîrmeha (July) 2012ê – Di 23ê hizêrana 2012ê de Komîteyên Parastina Gel ên nêzîkî PYD biryar stend ku nuqteyên kontrolê yên xwe di hermênên kurdî de çekdar bikin. Li gor PYD ev biryar hatiye stendin piştî ku hêzên ewlekariyê yên Sûriyê hewil daye êrîşî nuqteyeke kontrolê li Dêrikê bikin.

ShareThis

Kurdwatch, 1ê tîrmeha (July) 2012ê – Di 7ê hizêrana 2012ê de Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê, rêxistineke ku ji aliyê PKK ve di 16ê çileya paşîna 2012ê de hat damezirandin, ku nûnerên PYD jî tê de hene, û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, peymaneke hevrêziyê imze kir. Belge gerek têkiliyên di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYD de baş bike. Kongireyê PYDê belge di bernameya xwe de pejirandibû. Di heman demê de kongireyê daxwaz kiribû ku li gor belgeyê komîteyeke bilind ji nûnerên herdu aliyan bê saz kirin. Di kongireyê de hat gotin ku dema ku komîte hat saz kirin, PYD dê li gor biryarên wê tevbigere. Dûr ji vê guhertinê PYDê di pey imzekirinê re jî hejmarek mezin ji çalakvanên li dijî rejîmê revandin. KurdWatch belgeya Peymana Hevrêziyê diweşîne. Belgeyê daxîne]

ShareThis

KURDWTAHC, 30ê hizêrana (June) 2012ê – Di 23ê hizêrana 2012ê de baseke şirketa basan Ciwan ji Qamişlo li Dêra Zorê hate gulebaran kirin. Kesek hat kuştin, herweha şufêr Ferhad Fehed Ebdilezîz Hisên, hevkarê wî Mihemed Beravî û şeş kesên dî birîndar bûn, birînên hinekan ji wan giran in. Siwarên basê eşkere kir ku fîşek ji aliyê nuqteyeke Artêşa Sûriyê ve hatin teqandin. Di heftiyên çûyî de çend caran basên şireketên Heval, Îman, Rafîdên, Perwan, Izla û Ekrem ên ji herêmên kurdî nêzîkî Dêra Zorê hatin gulebaran kirin. Lezgîn Hisên Ferman û Ciwan Hisên (şufêr û hevkarê Heval), Berekat Dawûd (şufêrê Îman) û Umer Elî (şufêrê Ciwan) di van êrîşan de birîndar bûn. Şirketên basan vê dawiyê ajotinên xwe li ser rêya di navbera Qamişlo û Dêra Zorê de rawestandin.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê hizêrana (June) 2012ê – Di teqînekê de li geraca kevin a basan li Helebê li tara Şêx Meqsûd, ku piraniya nişteciyên wê Kurd in, di 20ê hizêrana 2012ê de şufêrê motoreke du teker û kesekî pê re siwar mirin. Li gor agahiyên Komîteyên Parastina Gel ên nêzîkî PYDê kesên mirî herdu birader Ehmed Elî Mihemed Amaya û Umer Mihemed Amaya ne û ew ji gundê erebî Beyanûn li bakurê Helebê ne. Bi kêmanî pênc kes di teqînê de birîndar bûn. Guman heye ku teqîn ji ber bûyerekê di dema guhestina madeya teqîner de pêk hatiye.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê hizêrana (June) 2012ê – Di xwenîşandanên 22ê hizêrana (June) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşander li jêr dirûşma »Eger hakim ne alîkar bin, gel li kû mane?« derketin ser kolanan û doza hilweşandina rêjîmê kir. Li herêmên kurdî alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) û hin komên ciwanan di bin dirûşma xweser de »Xweparastin mafê me ye« xwenîşandanên xwe pêk anîn. Li Qamişlo xwenîşandanek hebû li tarikên Qanat Swês, Enterî (ji aliyê koma ciwanan Biratî û koma ciwanan ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibû amade kirin), Kornîş (ji aliyê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê û hin komên ciwanan ên serbixwe ve hatibû amade kirin) û Qidûrbeg (ji aliyê koma ciwanên ereb ve). Li Qidûrbeg çend kesan êrîşî kameremanê televizyona Ronahî ya nêzîkî PYDê, Ebdelah Seedûn, kir û ew bi kêran birîndar kir. Sê xwenîşandanên dî ji cihê sereke yê kombûna xwenîşandanên Qamişlo, li mizgefta Qasimo li tarika rojava ya bajêr, dest pê kirin. Xwenîşandan ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Yekîtiya Hêzên Demoqrat ên Kurd li Sûriyê ve hatibûn amade kirin. Li gel ku xwenîşandana PYDê dereng piştî nîvro pêk hat, hejmarek mezin ji alîgirên PYD tevaya rojê bi kêr û daran li cihê xwenîşandê li ber derê mizgefta Qasimo man. Li Amûdê jî sê xwenîşandanên cuda hebûn, ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê çar xwenîşandan hebûn. Li Kobaniyê du xwenîşandan hebûn, ku ji aliyê PYD û Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibûn amade kirin. Piştî ku li Efrînê heftiya çûyî alîgirên PYDê êrîşî xwenîşanda Encûmena Niştimanî ya Kurdî kiribû, vê heftiyê li wir xwenîşandan pêk nehat. Li Dêrik, Tirbesipî, Girkê Legê, Çil Axa, Dirbêsî, Serê Kanî û herweha li taxên Kurdan, Şêx Meqsûd li Helebê û Riknudîn li Şamê, xwenîşandanên navendî pêk hatin.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê hizêrana (June) 2012ê – Di 28ê gulana 2012ê de xwendekar û çalakvan Cegerxwîn Ebdilrezaq Mele Ehmed [agahiyên bêhtir girêayî mijarê] hat ber destê dadwerê leşkerî yê vepirsînê li Helebê. Hîn ne xuya ye bê ma dê li dijî wî doz bê vekiri an na.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê hizêrana (June) 2012ê – Alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) di 15ê hizêrana 2012ê de li Efrînê êrîşî beşdarên xwenîşandanekê kirin ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibû amade kirin û alayêen serxwebûna Sûriyê tê de hatibûn hildan. Sê kes birîndar bûn, telefona destan a xwenîşandarekî ji wî hat standin. Di pey kombûnê re sê xwenîşander hatin revandin. Feremez Osman û keseke dî di heman rojê de serebst hatin berdan, lê Orhan Ceefer ta 19ê hizêranê di bin zordariya PYD de ma. Feremez Osman di dema revandinê de rastî lêdanan hat.

ShareThis

KURDWATCH, 22ê hizêrana (June) 2012ê – Di bin dirûşma »Sûriyeke azad û demoqrat û xweseriya demoqrat ji bo Kurdistana Rojava« di 16ê hizêrana 2012ê de li Qamişlo kongireyê pêncê yê awarte yê Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) li dar ket. Zêdeyî 2000 endam û mêvan di kongir de beşdar bûn. Di daxuyania dawî de beşdar piştgiriya xwe ji bo peymana hevkariya di nav Encûmena Gel a rojavayê Kurdistanê û Encûmena Niştimanî ya Kurdî de tekez kir. Encûmena Gel a rojavayê Kurdistanê komîteyeke PYD ye ku di 16ê çileyê paşîna 2011ê de wek bersiv li ser sazkirina Encûmena Niştimanî ya Kurdî hat damezirandin. Di heman demê de beşdarên kongireyê daxwaza sazkirina komîteyeke bilind ji nûnerên herdu aliyan kir, ku di peymanê de hatiye nivîsandin. Wan got ku gava ev bê saz kirin, PYD dê xwe girêdayî biryarên wê bibîne. Herweha Komîteya Navendî ya PYDê ji 13 kesan hate fireh kirin û bû xwedî 25 endam û biryar hat stendin ku êdî du serokên PYDê hebin. Serokê berê Salih Muslim Mihemed û Asya Ebdelah wek serok hatin hilbijartin.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê hizêrana (June) 2012ê – Di xwenîşandanên 8ê hizêrana (June) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşander li jêr dirûşma »Amadekariya bilind ji bo Şoreşê« derketin ser kolanan û doza hilweşandina rêjîmê kir. Li herêmên kurdî alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) û hin komên ciwanan di bin dirûşma xweser »Kuştarên we me dikin yek« de xwenîşandanên xwe pêk anîn. Li Qamişlo xwenîşandan li tarikên Qanat Swês, Enterî, Qidûrbeg (ji aliyê koma ciwanan Biratî û koma ciwanan ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibû amade kirin) û Kornîş (ji aliyê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê û hin komên ciwanan ên serbixwe ve hatibû amade kirin) pêk hatin. Sê xwenîşandanên dî ji cihê sereke yê kombûna xwenîşandanên Qamişlo, li mizgefta Qasimo li tarika rojava ya bajêr, dest pê kirin. Xwenîşandan ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Yekîtiya Hêzên Demoqrat ên Kurd li Sûriyê ve hatibûn amade kirin. Li Amûdê jî sê xwenîşandanên cuda hebûn, ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan, hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê çar xwenîşandan hebûn. Li Kobaniyê du xwenîşandan hebûn, ku ji aliyê PYD û Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibûn amade kirin. Li Efrînê alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî piştî çend mehan ji bo cara yekê xwenîşandanek li dar xist. Bi alên kurdî re aleke Partiya Yekîtiya Demoqrat a Kurdî li Sûriyê jî dihat dîtin. Di dema xwenîşandanê de PYDê êrîşî xwenîsanderan kir, çend kes birîndar bûn. Li Dêrik, Tirbesipî, Girkê Legê, Çil Axa, Dirbêsî, Serê Kanî û herweha li taxên Kurdan, Şêx Meqsûd li Helebê û Riknudîn li Şamê, xwenîşandanên navendî pêk hatin. Li Riknudîn hêzên ewlekariyê êrîşî xwenîşanderan kirin piştî ku vana rê girtin û tekerên tirimbêlan û tenekeyên gemarê şewitandin. Herweha li Riknudînê cenazeyeke xortekî ereb pêk hat, ku pêncşemê hatibû kuştin. Hejmarek çalakvan û mirovên kesên kuştî beşdarî cenazeyê bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê hizêrana 2012ê – Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê di 12ê şibata 2012ê de dawî li endametiya xwe di Yekîtiya Hêzên Demokrat ên Kurdî de anî. Şepêla Pêşerojê bi xwe ev rêxistin damezirandibû. Yek ji sedemên vê gavê ew bû ku Partiya Demoqrat a Kurdî – Sûrîya Ebdilrehman Alucî û Partiya Yekîtiya Kurdistanî li Sûriyê tevlî Encûmena Niştimanî ya Kurdî bûbûn.

ShareThis

KURDWATCH, 19ê hizêrana 2012ê – Kesên ku di 7ê hizêrana 2012ê de ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) ve hatibûn revandin [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê] dîsa azad in. Di sibeha zû ya 9ê hizêranê de Dîbo Hesen, Beşîr Çawêş, Hisên Çawêş, Mihemed Ebdullah Çawêş, Zerdeşt Reşîd Hesen, Ebdilrehman Hesen, Ibrahîm Mehmûd, Merwan Ibrahîm, Elî Merwan Ibrahîm, Ibrahîm Memo û Reşîd Hesen ji girtîgehê hatin berdan. Di 13ê hizêranê de Nûrî Xoce, melayê gundê Sînka, serbest hat berdan. Kurê wî Têkoşîn Nûrî Xoce ta wê demê di mala xwe de girtî bû, lê hatibû qedexe kirin ku ji malê derkeve. PYD gefên kuşinê li wî xwaribûn, eger ew ji malê derketiba. Ji ber vê sedemê Têkoşînê xwendekar nekarî li zanîngehê di ezmûnên dawiya salê de beşdar bibe. Bi kêmanî sê kesên revandî, Beşîr Çawêş, Hisên Çawêş û Dîbo Hesen, di dema revandinê de rastî işkenceyan hatin, Beşîr Çawêş û Hisên Çawêş bi elektrîkê jî hatin işkence kirin. Kesên revandî bi hevkariya bi muxaberatên tirkî re û stendina alîkariya aborî ji Tirkiyê û welatên Kendavê hatin gunehbar kirin.
Mistefa Hisên, endamê Komîteya Navendî ya Azadî, û Ismaîl Xelîl, endamê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê û yê Encûmena Niştimanî ya Kurdî, ku di 8ê hizêrana 2012ê de ji aliyê PYD ve hatibûn revandin, di 10ê hizêranê de serbest hatin berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê hizêrana (June) 2012ê – Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) li Efrînê çek û guleyan bi nirxên erzan difiroşe xelkê. Li gor agahahiyên çavkaniyekî alîgirên PYD tivingan bi 20 000 lîreyên sûrî distînin û kesên dî 25 000 lîreyan ji bo tivingekê didin. Li gor heman çavkaniyê PYD çekan nade hin kesan. Endamekî Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê hewil da çekekê bikire, lê wî nekarî wê bi dest bixe. Li gor çavkaniyeke dî çekên giran jî li cem PYD peyda dibin, ku ji çiyayên Qendîlê (Kurdistana Iraqê) tên û di rêya Îranê re bi balafiran hatin anîn herêmê.

ShareThis

KURDWATCH, 17ê hizêrana (June) 2012ê – Xwendekar Mihemed Ferhad Seyda (jidayikbûn 1988) di 4ê hizêrana 2012ê de ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Yekê li Şamê ve bi kefalt ji girtîgehê hat berdan. Ew di 29ê gulana 2012ê de ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve li ser sînorê Sûriyê-Libnanê ve hat girtin dema ew ji Libnanê vedigeriya. Di dema girtina wî de bi Seyda re rojane bi seetan tehqîq dihat kirin, ew rastî lêdanên bi dar û kebilan dihat. Ew bi piştgiriya aborî ya Artêşa Sûrî ya Azad hat gunehbar kirin. Rûniştina bê ya dadgehê di 28ê hizêrana 2012ê de ye.

ShareThis

KURDWATCH, 17ê hizêrana (June) 2012ê – Encûmena Niştimanî ya Sûrî (ENS) di 10ê hizêrana 2012ê de endamê damezirêner Ebdilbasit Seyda (jidayikbûn 1956 li Amûdê) wek serok hilbijart. Kurdê ne girêdayî ti partiyê cihê Burhan Xelyûn digire, ku di gulana 2012ê de zû dev ji serokatiyê berdabû. George Sebra, ku li Parîsê dijî, namzediya xwe ya serokatiyê vekişandibû; endamên Biraderên Musilman (Ixwan) çend caran li dijî namzediya Sebrayê fileh rawestiya bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê hizêrana (June) 2012ê – Di xwenîşandanên 8ê hizêrana (June) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşander li jêr dirûşma »Şoreşgêr û bazirgan, dest bi dest ber bi serketinê ve« derketin ser kolanan û doza hilweşandina rêjîmê kir. Li herêmên kurdî alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) û hin komên ciwanan di bin dirûşma xweser »Daxwazên me desthilata herêmî ye« de xwenîşandanên xwe pêk anîn. Li Qamişlo li tarikên Qanat Swês, Enterî, Qidûrbeg û Kornîş xwenîşandan pêk hatin. Sê xwenîşandanên dî ji cihê sereke yê kombûna xwenîşandanên Qamişlo, li mizgefta Qasimo li tarika rojava ya bajêr, dest pê kirin. Xwenîşandan ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Yekîtiya Hêzên Demoqrat ên Kurd li Sûriyê ve hatibûn amade kirin. Dereng piştî nîvro çalakvanên PYD li Enteriyê du nûqteyên teftîşê saz kirin, xelk û tirimbêl hatin teftîş kirin. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn, ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve, di nav wan de Avahî, hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê çar xwenîşandan hebûn. Sibehî zû teqîneke biçûk nêzîkî peykerekî serokê mirî Hafiz el-Esed li Hisiçayê pêk hat, di encamê de peyker hinekî şikest. Gava xwenîşander nîrokî hewil da peyker biherifînin, hêzên ewlekariyê êrîşî wan kirin û hejmarek baş ji kesan girtin. Li Kobaniyê du xwenîşandan hebûn, ku ji aliyê PYD û Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibûn amade kirin. Li Dêrik, Tirbespî, Girkê Legê, Çil Axa, Dirbêsî, Serê Kanî û herweha li taxên Kurdan, Şêx Meqsûd li Helebê û Riknudîn li Şamê, xwenîşandanên navendî pêk hatin. Li Riknudîn hêzên ewlekariyê êrîşî xwenîşanderan kirin piştî ku vana rê girtin û tekerên tirimbêlan û tenekeyên gemarê şewitandin.

ShareThis

KURDWATCH, 11ê hizêrana (June) 2012ê – Di sibeha zû ya 7ê hizêrana 2012ê de diwazdeh kesên ku êvara berî wê li gundê Sinke li herêma Efrînê beşdarî civîneke Encûmena Niştimanî ya Kurdî bûbûn, ji aliyê endamên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) ve hatin revandin. Ew kes jî ev bûn: Dîbo Hesen (endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û yê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê), Nûrî Xoce (jidayikbûn 1955), Beşîr Çawîş, Hisên Çawîş, Mihemed Ebdelah Çawîş, Zerdeşt Reşîd Hesen, Ebdilrehman Hesen (endamê Niştimanî ya Kurdî û Partiya Demoqrat a Kurd - Sûrî), Ibrahîm Mehmûd, Merwan Ibrahîm, Elî Merwan Ibrahîm (jidayikbûn 1997), Têkoşîn Nûrî Xoce (jidayikbûn 1985), endamê Şepêla Pêşeroj ya Kurdî li Sûriyê) û Ibrahîm Memo. Kesekî dî bi navê Reşîd Hesen (endamê Azadî) êvara 7ê hizêranê hatibû revandin. Beriya revandinê di navbera beşdarên şevbûhêrka Niştimanî ya Kurdî û endamên PYDê de li ber nuqteyeke teftîşê ya PYDê pirsgirêkek peyda bûbû, û di pey re Têkoşîn Nûrî Xoce birîndar bûbû. PYD Xoce bi êrîşkirina wê û binpêkirinaala PYDê gunehbar dike. Xoce vê yekê red dike. Piştî ku Rêzan Behrî Şêxmûs (serokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Şepêla Pêşerojê ya Kurdî) têkilî bi PYDê re danîbû, Xoce di êvara 7ê hizêranê de serbest hat berdan. Hemû kesên dî yên revandî di destên PYDê de man, gerek bû ew di 8ê hizêranê de ji aliyê PYDê ve hatibana dad kirin [agahiyên bêhtir girêdayî dadgehên PYD]. Xoce ji KurdWatchê re ragehand ku endamên PYDê sibeha 7ê hizêranê êrîşî mala bavê wî kir û ew û bavê wî jî bi destên girêdayî û çavên girtî birin xaniyekî, ku kiribûn dageh. Li wir goriyên dî yên revandinê hebûn, ku şeva berî wê, piştî birîndarbûna wî, li mala wî serdana wî kiribûn. PYD ew bi piştgiriya Artêşa Azad a Sûriyê û standina alîkariya aborî ji serokwezîrê Tirkiyê Erdogan gunehbar kir. Li gor ragihandinên fermî yên PYD revandin bersivek bû li ser êrîşên çekdar ên endamên Partiya Azadî li ser nuqteyeke teftîşê ya PYDê.

ShareThis

KURDWATCH, 11ê hizêrana (June) 2012ê – Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) li Efrînê dadgehek damezirand, ku tê de rexnegirên PYD û çalakvanên serbixwe hikûm dike. Serokê dadgehê Husam Hirkûkî ye, ku Erebek elewî ye û li gor çalakvanan ew xwedî têkiliyên xurt bi hêzên ewlekariyê re ye. Endamên din (ên kurd) Mistefa Hemsoro, Îso Toto, Umer Berazî û Hisên Biro ne. Li Qamişlo, Amûdê, Kobanî, Dirbêsî û Dêrikê dadgehên mîna vê hene.

ShareThis

KURDWATCH, 11ê hizêrana (June) 2012ê – Di 3ê hizêrana 2012ê de endamên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) gundê Basûta li herêma Efrînê dorpêç kir û heft çalakvanên hevrêzên herêmê revandin. Bi wê re pevçûn çêbûn, endamên hêzên ewlekariyê yên sûrî jî piştgiriya endamên PYD kirin. Di encamê de kesek birîndar bû. Sedemên revandinê pirsgirêkek bû di nav gundiyan û PYDê de: Xelk li dijî sazkirina nuqteyeke teftîşê ya PYD derketibûn. Kesên revandî di 6ê hizêrana 2012ê de serbest hatin berdan, piştî ku gundiyan sazkirina nuqteya teftîşê pejirand. Di dema sazkirina wê de karmendên dezgehên ewlekariyê amade bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê hizêrana (June) 2012ê – Li sibeha zû ya 4ê hizêrana 2012ê li ser nivîskar Taha Ehmed Xelîl (jidayikbûn 1961 li Qamişlo) bi guleyan hate teqandin. Du kesên nenas li deryê mala Xelîl xistin û bi kurdî ji wî pirsîn, eger ew erebeya xwe kirê dide. Gava Xelîl tiştekî nerast hest kir û paşve çû, yek ji wan kesan bi aliyê wî de fîşek teqand, lê fîşek li wî neket. Xelîl ji KurdWatch re da xuyakirin »Gelek caran di internetê de kesên nenas gef li dijî min xwarine. Min bawere, ev kes li gor emrên komeke kurdî digerin, ya ku hertim bi navekî dî derdikeve.«

ShareThis

KURDWATCH, 7ê hizêrana (June) 2012ê – Di xwenîşandanên 1ê gulana (May) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşander li jêr dirûşma »Zarokên Hola, xetîreyên serkeftinê« derketin ser kolanan û doza hilweşandina rêjîmê kirin. Li herêmên kurdî alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) di bin dirûşmeka xwe de derketin »Maşûqê Xeznewî şêxê şehîdan«. Xeznewî li 2005ê, tê guman kirin ku ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Sûriyê ve, hatibû revandin û kuştin. Li Qamişlo xwenîşandanek hebû li tarikên Qanat Swês û Kornîş. Piştî êrîşa alîgirên Encumena Niştîmanî ya Kurd heftîya çûyî li ser endamên Yekîtiya Hevrêzên Ciwanên Kurd li Sûriyê du xwenîşandanên cuda li dar ketin. Çar xwenîşandanên dî destpêkirin ji cihê serekî yê kombûna xwenîşandanên Qamişlo, li mizgefta Qasimo li tarika rojava ya bajêr. Xwenîşandan hatibûn rêxistin ji aliyê PYD, Encumena Nişîmanya Kurd, Yekîtiya Hêzên Demoqrat ên Kurd li Sûriyê û Şepêla Pêşeroja Kurd li Suriyê. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn, ku hatibûn amade kirin ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD), Encûmena Niştimanî ya Kurd û komên cuda yên ciwanan ve, di nav wan de Avahî. Li Hisiçayê çar xwenîşandan hebûn. Li Dêrik, Tirbespî, Girkê Legê, Çil Axa, Dirbêsî, Serê Kanî, Kobanî û herweha li taxên Kurdan Şêx Meqsûd li Helebê û Riknudîn û Zorava li Şamê xwenîşandanên navendî pêk hatin.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê hizêrana (June) 2012ê – Dermanzan Jênî Hersan (jidayikbûn 1975 li Amûdê) li 17ê gulana 2012ê ji aliyê polîsên cezayê ji girtîgehê hat berdan. Ew li 15ê gulanê li Şamê ji ber beşdariya di xwenîşandanên rexnegirên rêjîmê hatibû girtin.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê hizêrana (June) 2012ê – Li 26ê gulana 2012ê dadgeha cezayê ya pêncan li Şamê şeş kes ji çalakvanên ku 5ê adara 2012ê li tarika Şamê Zorava ji aliyê muxaberata leşkerî ve hatibûn girtin serbest berdan [agahiyên bêhtir girêdayî babetê]. Navên wan: Delîl Luqman Eyûb, Heqî Luqman Eyûb, Ehmed Xelef Xelef û Delîl Ehmed Xelef herweha Xemgîn Temir Yaqûb û Ciwan Ebdulrehman Xalid.

ShareThis

KURDWATCH, 2ê hizêrana (June) 2012ê – Komikeke Kurdan, ku navê xwe kiriye Azadiya Efrînê û xwe wekû beşek ji Artêşa Azad ya Sûriyê dide nasîn, roja 15ê gulana 2012ê nuqteyeke PYD li gundê Kefir Cenayê (herêma Efrînê) bi teqîna guleyan ber bi ezmanan ve tirsand. Roja 14ê gulana 2012ê jî komikê êrîşî nuqteyeke Artêşa Sûriyê li Kefir Canayê kiribû û çek û rext bi xwe re biribû.

ShareThis

KURDWATCH, 2ê hizêrana (June) 2012ê – Di nav 21 û 26ê gulana 2012ê de Helîkopterên Sûrî çend gundên Çiyayê Kurdan (Cabal al‑Ekrad) li nêzîkî Laziqiyayê bombebaran kirin. Êrîş bi giranî li ser dehlên hawîrdor, ku endamên Artêşa Azad ya Sûriyê di nav wan de cihê xwe asê kiribûn. Ji kêmayî du kes – jineke bîstûnehsalî û kurê wê yê dusalî – hatin kuştin.

ShareThis

KURDWATCH, 2ê hizêrana (June) 2012ê –Li 25ê gulana 2012ê alîgirên Encueman Niştîmanya Kurd di dema xwenîşandanekê, ku ji aliyê Encumenê hatibû li darxistin li tarika Enteriyê ya Qamişlo, êrîşî endamên Yekîtiya Hevrêzên Ciwanên Kurd li Sûriyê kirin, ya ku bi xwe jî endame di Encumena Niştîmanya Kurd de, herweha plakatên wan qetandin û ji wan xwestin, ji xwenîşandanê derkevin. Sedema pirsgirêkê ew rastî bû, ku Yekîtiya Hevrêzan di bin navê xwe de tevlî xwenîşandanê bûbû. Li gel ku alîgirên Yekîtiya Hevrêzan xwe dûrkirin û kombûneke xwe çêkirin, piştî kêlîkekê pevçûnek bi destan çêbû. »Eger Yekîtiya Hevrêzan naxwaze di bin navê Encumena Nişîmanî de xwenîşandanan li dar bixe, ez nikarim têbighim, bo çi ew tevlî kombûnên me dibe. Herweha ez tênagihim çima ew dixwaze Endam be di Encumena Niştîmanî de, lê di heman demê de ragehandinan li dijî Encumenê belav dike«, wisa alîgirekî Encumena Niştîmaniya Kurd ji KurdWatch re ragehand. Li hember vê endamekî Yekîtiya Hevrêzên Ciwanên Kurd rexne kir: »Gelkî mixabin em dibînin, hin çalakvanên Kurd mîna rêjîmê hin şêweyan bikar tînin, ji bo azadiyên kesên dî bisînor bikin. Ti bend nînin ku li endamên Encumena Niştîmanya Kurd qedexe dikin di bin navên xwe de beşdarî xwenîşandanan bibin. Em bi hêvîne ku siyasetmedarên rêber di Encumena Niştîmaniya Kurd de vê yekê şeremzar bikin.«

ShareThis

KURDWATCH, 1ê hizêrana (June) 2012ê – Di xwenîşandanên 25ê gulana (May) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşander li jêr dirûşma »Şam, nêzîk em hev dibînin« derketin ser kolanan û doza hilweşandina rêjîmê kirin. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) di bin dirûşmeka xwe de derketin »Girtiyên Azadiyê«. Li Qamişlo vê heftiyê xwenîşandanek hebû li tarikên Qanat Swês, Enterî û Kornîş. Çar xwenîşandanên dî destpêkirin ji cihê serekî yê kombûna xwenîşandanên Qamişlo, li mizgefta Qasimo li tarika rojava ya bajêr. Xwenîşandan hatibûn rêxistin ji aliyê PYD, Encumena Nişîmanya Kurd, Yekîtiya Hêzên Demoqrat ên Kurd li Sûriyê û Şepêla Pêşeroja Kurd li Suriyê. Li Enteriyê alîgiren Encumena Niştîmanîya Kurd êrîş birin ser alîgiren Yekîtiya Hevrêzên Ciwanên Kurd li Sûriyê. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn, ku hatibûn amade kirin ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD), Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve, di nav wan de Avahî. Li Hisiçayê çar xwenîşandan hebûn. Li Dêrik, Tirbespî, Girkê Legê, Çil Axa, Dirbêsî, Serê Kanî, Kobanî û herweha li taxên Kurdan Şêx Meqsûd li Helebê û Riknudîn û Zorava li Şamê xwenîşandanên navendî pêk hatin. Beşdariya di xwenîşandanên Encumena Niştîmanya Kurd de bi taybetî li Qamişlo gelekî kêm bû; bi hezaran tevlî cenazeya serokê Partiya Demoqrata Kurd – Sûriyê,Ebdulrehman Alûçî bûn, yê ku di pey nexweşiyeke giran de jiyana xwe ji dest da bû û termê wî li nêzîkî Hisiça hat veşartin.

ShareThis

KURDWATCH, 31ê gulana (May) 2012ê – Di 23ê gulana 2012ê de Dadgeha Cezayê li Hisiçayê di rûniştina dadkirina Munzir Iskan Ehmad (jidayikbûn 1983 li Tenûriyê), Ciwan Yûsiv Yûsiv (jidayikbûn 1986) û Fîraz Cuma el-Ehmed (jidayikbûn 1983 li Qamişlo) [agahiyên bêhtir li ser mijarê] de, pir ji Yûsiv Nebî wek şahidê dozgeriya dewletê kirin. Li gor Ehmed Nebî gotiye ku gumanbarên ku kuştina polîsan ketiye sukra wan, bê guneh in. Di pey re Fîraz Cuma el-Ehmed li protokolê zêde kir ku gumanbaran di bin işkenceyê de mecbûr bûne axaftinên şaş bikin ku rewşa wan nexweş dikin. Rûniştina bê dê di 19ê tîrmeha 2012ê de li dar keve.

ShareThis

KURDWATCH, 31ê gulana 2012ê – Li gor agahiyên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) di 9ê gulana 2012ê de di pevçûnên di nav alîgirên PYD û alîgirên rêjîma Sûriyê de li tarika Şêx Meqsûd li Helebê çar alîgirên PYD hatin kuştin. Di pey êrîşeke alîgirên rêjîmê de li ser rêwiyan teqîna fîşekan di nav êrîşkeran û PYD de dest pê kiriye. Di pey re PYD hejmarek xaniyên mirovên kesên êrîşker şewitandin. Lê çalakvanekî rexnegirê PYD ji Helebê ji Kurdwatchê re diyar kir ku kesên kuştî ne alîgirên PYD bûn, lêbelê rêwî bûn ku bi musadefe li wir bûn. Li gor vî çalakvanî PYD li rawestgeha basan a Şêx Meqsûd xwe tevlî pirsgirêkekê di nav endamên malbata Begara ya bi hêz û şofêrên basan de kiriye. Begarî kirya geracê ji van şifêran distînin. Di pey vê yekê re pirsgirêk gur bûye û hejmarek kes hatin kuştin.

ShareThis

KURDWATCH, 30ê gulana (May) 2012ê – Alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) Osman Hemo û Mihemed Ebdilrehman Hesen (jidayikbûn 1985 li Dêrikê), ku di 2ê gulana 2012ê de li Zorava li Şamê ji aliyê hêzên Dezgeha Ewlekariya Dewletê ve hatibûn girtin [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê], di 9 û 7ê gulanê de ji girtîgehê hatin berdan. Herdu kes hatibûn îşkence kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê gulana (May) 2012ê – Xerîb Osman Mihemed (jidayikbûn li Qamişlo) yê şazdehsalî di 21ê gulana 2012ê de li Şamê dema pêkanîna karê xwe li xwaringehekê di teqîna bombeyekê de hat kuştin.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê gulana (May) 2012ê – Di 16ê gulana 2012ê de Silêman Mihemed Salih Ibrahîm (jidayikbûn 1991) di hewildana derketina ji Sûriyê de ber bi Iraqê ve ji aliyê polîsên sînor ên sûrî ve bi guleyan hat kuştin. Ibrahîm dema fermî ya leşkeriya xwe berî salek û neh mehan bi dawî kir bû, lê ji Artêşa Sûriyê nehatibû berdan. Piştî serdaneke cem dê û bavê xwe ew venegeriya yekîneya xwe. Ji dêvla wê wî hewil da bi şeş leşkerên din yên kurd re bireve Iraqê. Piştî ku komik derbasî erda Iraqê bûbû, hêzên ewlekariyê yên sûrî gule teqandin wan. Ibrahîm hat kuşin, du leşkerên din birîndar bûn. Li gor agahiyan kesên birîndar di nexweşxaneyeke Zaxo de tên derman kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 25ê gulana (May) 2012ê – Di 7ê gulana 2012ê de hêzên ewlekariyê xwendekarê pijîşkê Xelîl Yûsif Taha (jidayikbûn 1991 li el-Baba) di xwenîşandanekê de li ser zemîna Zanîgeha Helebê girt û li wî xist. Mirovên wî dibêjin Taha di xwenîşandanê de beşdar nebûye, ew bi musadefe li cihê xwenîşandanê bû.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê gulana (May) 2012ê – Li 6ê gulana 2012ê doktor û çalakvan Bilind Mihemed Maşûq Hemza (jidayikbûn 1984 li Şamê) ji karmendên Dezgeha Ewlekariya Dewletê ve li Şamê hat girtin. Ta serbestberdana wî li 12ê gulanê Hemza di girtîgeha ferdî de bû, roja yekê ji girtina wî ew hat işkencekirin. Bilind Mihemed Maşûq Hemza berê li 13ê tîrmeha 2011ê bi 29 kesên dî re, di xwenîşandana wekû ya rewşenbîran hatî naskirin, li Şamê ji aliyê polîsên cezayê ve hatibû girtin û piştî çar rojan serbest hatibû berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê gulana (May) 2012ê – Di xwenîşandanên 18ê gulana (May) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşander li jêr dirûşma »Çelengên zanîngeha Helebê« derketin ser kolanan û doza hilweşandina rêjîmê kirin. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) di bin dirûşmeka xwe de derketin »Şehîdên Azadiyê«. Li Qamişlo vê heftiyê xwenîşandanek hebû li tarikên Qanat Swês, Enterî û Qidûrbeg herweha li navenda bajêr, li nêzîkî çend navendên muxaberatan. Sê xwenîşandanên din destpêkirin ji cihê serekî yê kombûna xwenîşandanên Qamişlo, li mizgefta Qasimo li tarika rojava ya bajêr. Xwenîşandan hatibûn rêxistin ji aliyê PYD, Encumena Nişîmanya Kurd û Yekîtiya Hêzên Demoqrat ên Kurd li Sûriyê. Hêzên ewlekariyê êrîş birin ser xwenîşanderan li Qidûrebg û navenda bajêr. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn, ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD), Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve, di nav wan de Avahî, hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê çar xwenîşandan hebûn. Li Dêrik, Tirbespî, Girkê Legê, Çil Axa, Dirbêsî, Serê Kanî, Kobanî û herweha li taxên Kurdan Şêx Meqsûd li Helebê û Riknudîn û Zorava li Şamê xwenîşandanên navendî pêk hatin. Li Efrînê cara yekê piştî çend heftiyan dîsa xwenîşandaneke PYD lidar ket. Bi tevayî beşdariya xwenîşanderên Encumena Niştîmanya Kurd li herêmên kurdî vê demê kêm dibe.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê gulana (May) 2012ê – Du ji pênc mamosteyên ku di 13ê adara 2012ê de Dezgeha Perwerdeyê li Hisiçayê fermana veguhestina ciyêkarê wan derxistibû [agahiyên bêtir girêdayî mijarê] ligel malbatên xwe reviyan Kurdistana Iraqê. Navên hedu mamosteyan ev in: Ebdilrehman Cewher (jidayikbûn 1974 li Dêrikê, du zarok) û Nîzar Îsa (jidayikbûn 1966 li Tirbesipiyê, çar zarok). Piştî ku biryara veguhestina ciyê karê wan hatibû nas kirin, li Tirbesipiyê xwenîşandan pêk hatibûn. Îsa ji KurdWatchê re got: »Çend roj di pey xwenîşandanan re dijûnên kuştinê ji me re hatin. Kesên nenas kefenên sipî avêtin hewşên me ku li ser nivîsî bûn ›Xayin, ev kefenê te ye‹«. Herweha ji herpênc mamosteyan hat xwestin ku bi nivîskî sozê bidin ku ewê hew tevlî çalakiyên li dijî rêjîmê bibin û bi nivîsgeha Partiya Bees li Tirbesipiyê re hevkariyê bikin. Ceweher û Îsa niha bi malbatên xwe re di kampeke penaberan de nêzîkî bajarê Dihokê ne, ku nêzîkî 250 malbatên Kurdên Sûriyê lê bi cih bûne.

ShareThis

KURDWATCH, 19ê gulana (May) 2012ê – Leşkerê ku li 19ê nîsana 2012ê de li Humsê winda bûbû, Sîpan Mihemed Elî Osê [agahiyên bêhtir girêdeayî mijarê], li gor agahiyên mirovên wî di zindana Tedmûrê de girtî ye. Girtiyekî ku bi Osê re di zindanê de bû, agahiyên girêdayî cihê mayina Osê gihandibû malbata wî. Mirovên wî di pey re çûbûn serdana wî li zindanâ Tedmûrê. Mirovekî Osê ji Kurdwatchê re got: »Me karî sîpan nêzîkî nîv demjimêrê bibînin. Li gel ku destûra bêhnvedana çend rojan bi wî re bû, wî gunehkar kirine, ku emrên leşkerî pêknanîye. Civîna yekê ya dadgehê gereke piştî nêzîkî mehekê be«. Osê di destpêka girtina xwe de hatibû işkence kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê gulana (May) 2012ê - Di xwenîşandanên 11ê gulana 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li tevaya Sûriyê xwenîşanderan doza hilweşandina rêjîmê kir. Vê hefteyê jî dîsa xwenîşandanên herêmên kurdî ne di bin dirûşmeke yekbûyî de li dar ketin. Tenê hejmareke kêm ji xwenîşanderan dirûşma li seranserî Sûriyê »Piştgiriya Xwedê û serkeftinek nêzîk« hilda. Çalakvanekî ji KurdWatchê re got: »Şoreşa me ya azadî û rûmeta ye, em hew têgihştinê didin xuya kirin ku wisa pir dirûşm bi paşwêneyeke islamî weke dirûşma serke tên destnîşan kirin«. Bêtirî xwenîşanderan dirûşmeke xwe ya taybet hilbijartibû. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat wek nimûne di bin dirûşma »Piştgiriya Kurdên Helebê« derketin ser kolanan.
Li Qamişlo rewş hestdar bû piştî ku îna çûyî li tarika Hilêliyê PYDê êrîşî xwenîşanderan kiribû. Vê hefteyê li cem mizgefta Qasimo sê xwenîşandanên cuda dest pê kirin: PYD xwenîşandaneke navendî pêk anî, ku di wê de alîgirên wê ji herêmên kurdî yên cuda beşdar bûn. Encûmena Niştimanî ya Kurdî jî bangî xwenîşandaneke navendî kiribû, lê tenê çend hezar tê de beşdar bûn. Herweha çend sed alîgirên Yekîtiya Hêzên Demoqrat ên Kurd li Sûriyê xwenîşandanek li Hilêliyê li darxist. Xwenîşandanên din jî li tarikên Enteriyê, Qidûrbeg û Qanat Swês çêbûn. Li Qidûrbegê hêzên ewlekariyê êrîşî xwenîşanderan kirin û xwenîşandan piştî demeke kin têk bir. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn, ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD), Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve, di nav wan de Avahî, hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê çar xwenîşandan hebûn. Li Dêrik, Tirbespî, Girkê Legê , Çil Axa, Dirbêsî, Serê Kanî, Kobanî û herweha li taxa Kurdan Şêx Meqsûd li Helebê û Riknudîn û Zorava li Şamê xwenîşandanên navendî pêk hatin. Bi tevayî hejmara xwenîşanderan li herêmên kurdî vê demê kêm dibin.

ShareThis

KURDWATCH, 14ê gulana (May) 2012ê – Hesen Ebdilezîm, serokê Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat, di 7ê gulana 2012ê de di hevpeyvînekê de bi koçka çatê ya »Sehildana rojavayê Kurdistan« li ser pirsa kurdî axivî. Wî da xuya kirin ku li Sûriyê Kurd hene, lê ne Kurdistana Sûriyê heye û ne jî herêmek ku bêhtir Kurd lê dijîn. Wî herweha got ku li parêzgeha Hisiçayê rêjeya Kurdan di nav 33 û 35 ji sedî de ye û li wir bêtir Ereb dijîn. Di berdewamiya axavtinê de ew li dijî her sîstemeke ne navendî ya siyasî rawestiya. Wî got ku Komîteya Tensîqê ligel Partiya Yekîtiya Deqmorat (PYD) û bi pejirandina deh partiyên dî re, piştgiriya mafê ji bo sîstemeke ne navendî ya îdarî dike li ser bingeha modela heyî ya îdareya herêmî. Di heman demê de Ebdilezîm tekez kie ku ewê ne li dijî daxwazên bêtir yên Kurdan be, eger ew daxwaz ji aliyê piraniya gelê Sûriyê ve di hilbilbijartinên demoqrat de bên pejirandin. Wek bersiv li ser ragihandinên Ebdilezîm serokê PYD Salih Muslim Mihemed di daxuyaniyekê de got ku têgeha »Rojavayê Kurdistan« ku ji aliyê partiya wî ve tê bi kar anîn, nayê wê wateyê ku ev herêm ne ji Sûriyê ye yan gereke ne ji Sûriyê be.

ShareThis

KURDWTACH, 13ê gulana (May) 2012ê – Di 9ê gulana 2012ê de di xwenîşandanekê de li Amûdê pevçûn di navbera alîgirên Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtî) û yên Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê de çêbû. Alîgirên Yekîtî dixwest dirûşmekê bilind bikin, ku li ser wê daxwaza federaliyê hatibû nivîsandin. Alîgirên Yekîtiya Demoqrat li dijî vê yekê rawestiyan, bi hiceta ku Encûmena Niştmanî ya Kurdî li dijî vê daxwazê rawestiyaye. Çend kes ji herdu aliyan birîndar bûn. Çalakvanekî Yekîtiyê ji Kurdwatchê re da xuya kirin, ku li Amûdê ji çend heftiyan ve rewş di nav alîgirên herdu partiyan ne xweşe.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê gulana (May) 2012ê – Di 27ê nîsana 2012ê de Mihemed Ciwan Mihemed Seîd (jidayikbûn 1991), ku çalakvanek Tevgera Ciwanên Kurd e, ji girtîgeha Muxaberatên Hêzên Ezmên hat berdan. Du rojan berî wê ew li nêzîkî rawestgeha basan li Hisiçayê hatibû girtin. Ew li ser rêya hevdîtineke ji bo amadekirina »Roja Rojnamevaniya Kurdî« bû. Seîd di destpêkê de bi dest û lingên girêdayî û çavgirtî hate birin Muxaberatên Hêzên Ezmên li Hisiçayê. Li wir ew mecbûr bû xwe tazî bike û êdî ew rastî lêdanên bi dar û bi qamçî li ser pişt û lingan hat, ta yekî ji işkencevanan ji hevalê xwe xwest ku hew qamçî bi kar bîne, ji ber ew şopan dihêle. Li ser beşdarbûna wî di xwenîşandanên li dijî rêjîmê de herweha li ser nivîsên wî yên di internetê de pirs ji wî hatin kirin. Herweha endamên hêzên ewlekariyê jê re got ku Kurd hertim li dijî rêjîmê bûn, wan dixwest Sûriyê biherifînin, ew ji derve tên gerandin û ji Ewropî, Emerîkî û Tirkan çek û pereyan distînin. Herweha kesê girtî hat tehdîd kirin ku ewê »careke dî rojê nebîne«. Danê êvarê Seîd hat veguhestin avahiya Muxaberatên Hêzên Ezmên li Qamişlo. Li wir jî pirsîn, lêdan û riswakirin berdewam kirin. Roja duyem ji girtinê îşkencekirin kêm bû, lê dest û ling û çavên Seîd bi dirêjaya dema girtina wî de girêdayî mabûn. Wî xwarin nedistend û tenê piştî nerazîbûna bi qîrên bilind wî karî piyalek av bistîne. Sibeha 3ê gulanê Seîd, hîn çavgirtî, li nêzîkî firokxaneya Qamişlo ew berdan. Berî wê ew hat mecbûr kirin ku imze bike ku ew hew tevlî xwenîşandanên li dijî rêjîmê dibe. Perên wî – bi tevayî 500 lîreyên sûrî – lê nehatin vegerandin û telefona wî hat şikandin. Serbestberdana Mihemed Ciwan Mihemed Seîd bi cih hat gava hevalên wî li Amûdê û Dirbêsiyê şeva 2ê gulana 2012ê ji bo serbestberdanê xwenîşandan li darxistin. Komîteyek ji pijîşk û parêzeran gef li mudîrê bajarokê Dirbêsiyê xwaribûn, ku xwenîşander ê nivîsgeha wî bişewtînin eger Seîd ta roja dî neyê berdan. Di pey ve yekê re mudîr pejirandibû ku Seîd berî demjimêr 11ê roja dî serbest bê berdan. Li gor gotina Seîd çalakvan tim û tim piştî xwenîşandan tên girtin û piştî çend rojan serbest tên berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê gulana (May) 2012ê - Partî, çalakvan û komên ciwanan ên kurdî bangî boykotkirina hilbijartina Parlamenta Sûriyê di 7ê gulana 2012ê de kir. Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ev biryar di 5ê gulana 2012ê de di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand û bangî alîgirên xwe kir, ku ji bo şermezarkirina rewşa ku hilbijartin tê de pêk tên, beşdarî çalakiyên protestoyê û xwenîşandanan bibin. Imer Kalo, endamê Nivîsgeha Ragihandinê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî, ji Kurdwatchê re got: »Çênabe hilbijartin pêk werin, di demekê de ku li gelek aliyên welatê me bi çekên giran li ser kesên sîvîl tê teqandin.« Herweha Yekîtiya Hêzên Demokrat ên Kurd li Sûriyê, Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) bangî boykotkirina hilbijartinê kir.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê gulana (May) 2012ê - Di xwenîşandanên 4ê gulana 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li tevaya Sûriyê xwenîşanderan doza hilweşandina rêjîmê kir. Vê heftiyê jî dîsa xwenîşandanên herêmên kurdî di bin du dirûşman de li dar ketin: dirûşma li seranserî »Perweriya me felata me ye« bû. Lê çalakvanine ji nav Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û herweha alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) di bin dirûşma »Zorava ne bi tenê ye« derketin ser kolanan. Li Qamişlo bi tevayî pênc xwenîşandan pêk hatin: li taxên Hilêlî, Enterî, Qidûrbeg, Qanat Swês û Kornîş. Li tarika Tey, ku piraniya nişteciyên wê Ereb in, hêzên ewlekariyê vê heftiyê rê neda ku xwenîşandan li dar keve. Li xwenîşandana li Hilêliyê alîgirên PYD êrîşî Yekîtiya Hêvrêzên Demoqratên Kurd li Sûriyê kir. Çend kes birîndar bûn, di nav wan de Ebdilsemed Umer, siyasetmedarek rêber di Yekîtiyê de. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn, ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD), Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve, di nav wan de Avahî, hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê çar xwenîşandan hebûn, li Dêrik, Tirbespî, Çil Axa, Dirbêsî, Serê Kanî, Kobanî û herweha li taxa Kurdan Şêx Meqsûd li Helebê û Riknudîn û Zorava li Şamê xwenîşandanên navendî pêk hatin.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê gulana (May) 2012ê – Di dema xwenîşandaneke alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) de di 2ê gulana 2012ê de li tarika Zorava li Şamê, ku piraniya nişteciyên wê Kurd in, hêzên ewlekariyê bi daran êrîşî xwenîşanderan kir û Osman Hemo û Mihemed Ebdilrehman Hesen (jidayikbûn 1985 li Dêrikê) hatin girtin. Wek bersiv li ser vê yekê alîgirên PYDê bangî pêkanîna xwenîşandanên din li hemû herêmên kurdî li Sûriyê kir. Li Qamişlo, Dêrik, Efrîn û dîsa li Zorava di 2 û 3ê gulanê de xwenîşandanên li jêr dirûşma »Zorava ne bi tenê ye« li dar ketin.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê gulana (May) 2012ê – Di sibeha zû ya 3ê gulana 2012ê de hêzên ewlekariyê êrîşî çend malên xwendekaran li Helebê kirin. Bi kêmanî 150 kes hatin girtin, di nav wan de xwendekarê matematîkê yê kurd Ibrahîm Sebrî Hesen. Li gor agahiyên şahidan dengên teqîna fîşekan li ser erda Zanîngehê dihat bihîstin. Bi kêmanî pênc xwendekar hatin kuştin. Hejmarek mezin ji xwendekaran li ser rêya revînê birîndar bûn, nemaze gava wan xwe ji taqên bilind diavêtin hejmarek mezin ji şikestinên hestiyan hebûn. Ji ber tirsa êrîşên din bi dehan xwendekar li derve xew kirin. Zanîngehê di 3ê gulanê de li ser malpera xwe ragihand ku hemû ders ta dema ezmûnan di 13ê gulanê de tên rawestandin. Erda zanîngehê û malên xwendekaran, ku cih ji bo nêzîkî 18 000 xwendekaran pêşkêş dikin, hatin girtin. Gelê Helebê ta niha kêm tevlî xwenîşandanên dijî rêjîmê bûne. Lê li zanîngehê, ku ji tevaya Sûriyê xwendekar li wê dixwînin, her tim xwenîşandan hebûn.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê gulana (May) 2012ê – Di 19ê nîsana 2012ê de leşker Sîpan Mihemed Elî Osê (jidayikbûn 1992 li Dêrikê) li Restenê, sih kilometer li bakurê Homsê, winda bû. Osê dixwest ji bo derbaskirina bêhnvedaneke kurt li cem mirovên xwe ji Humsê bi basê here cem mirovên xwe. Lê ew li rawestgeha basan wek mêvan nehatibû qeyd kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê gulana (May) 2012ê – Li 25ê nîsana 2012ê xwendekar û çalakvanê ku li 3ê Adara 2012ê hatibû girtin Cegerxwîn Mele Ehmed (jidayikbûn 1985 li Qamişlo) [agahiyên bêhtir girêdayî babetê] hate veguhestinî zindana navendî ya Helebê. Du mirovên wî karîn wî li wir nîv demjimêrê bibînin. Berî veguhestina wî Mele Ehmed li zindana lêkolînê ya Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê girtî bû û li wir hatibû işkence kirin. Civîna li dadgeha leşkerî ya Helebê ya ku ji bo 28ê nîsana 2012ê hatibû terxan kirin li dar neket, cevaneke nû nehatiye nîşankirin. Mirovekî çalakvanê girtî ji Kurdwatch re ragehand: »Cegerxwîn niha di zindaneke medenî de ye. Loma em hêvî dikin, ku kaxezên wî bên rêkirin dadgeheke medenî«.

ShareThis

KURDWATCH, 3ê gulana (May) 2012ê - Di xwenîşandanên 20ê nîsana (April) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li tevaya Sûriyê xwenîşanderan doza hilweşandina rêjîmê kir. Vê heftiyê jî dîsa xwenîşandanên herêmên kurdî di bin du dirûşman de li dar ketin: dirûşma li seranserî Sûriyê wisa bû »Emrê Xwedê hat, daxwaza lezkirinê neke«. Lê çalakvanine ji nav Encûmena Niştimanî ya Kurdî û herweha alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) di bin dirûşma »Federalî û parastina gel« derketin ser kolanan. Li Qamişlo bi tevayî pênc xwenîşandan pêk hatin: li taxên Hilêlî, Enterî, Qidûrbeg, Qanat Swês û li tarika bêhtir ereb lê dijîn Tey. Herweha PYD alîgirên xwe ji hemû herêmên kurdî derxist xwenîşandaneke navendî li Qamişlo, ku bi hezaran kes tê de beşdar bûn. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn, ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD), Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve, di nav wan de Avahî, hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê çar xwenîşandan hebûn, li Dêrik, Tirbespî, Çil Axa, Girkê Legê, Dirbêsî, Serê Kanî, Kobanî û li taxa Kurdan Şêx Meqsûd li Helebê xwenîşandanên navendî pêk hatin.

ShareThis

KURDWATCH, 2ê gulana (May) 2012ê - Ji ber danûstandinên berdewam bi Encûmena Niştimanî ya Sûrî re Encûmena Niştimanî ya Kurdî di 21ê nîsana 2012ê de bernamyeke siyasî ya nû pêşkêş kir. Bernameya nû di wê yekê de ji bernameya kevin cuda ye, ku mafê çarenivîs ji bo gelê kurd û sîstemek siyasî ya ne navendî nema vekirî tên xwestin. Ismaîl Hemê, sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê û endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdî di daxuyaniyekê de tekez kir ku daxwazên mafê çarenivîs hîn jî beşek e ji bernamyê. Wî got ku ew di wê hevokê de cih digire: Pejirandina destûrî ya gelê kurd û nasnameya wî netewî û pejirandina zimanê kurdî wek zimanekî fermî û herweha pejirandina mafên netewî yên rewa yên gelê kurd li gor pîvan û peymanên navneteweyî.

ShareThis

KURDWATCH, 1ê gulana (May) 2012ê - Di 25ê nîsana 2012ê de Ebdilxaliq Hesen, endamê Komîteyên Parastina Gel a nêzîkî PYD, li Qamişlo ji aliyê polîsên cezayê ve hat girtin. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) roja dî sibehî li ber deriyê dadgehê li Qamişlo kombûnek li dar xist, ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi daran û gaza hêsirbarên hate êrîş kirin. Du xwenîşander hatin girtin. Di pey re kombûneke dî ya PYD li Amûdê pêk hat, herweha karmendekî hêzên ewlekariyê li Qamişlo û du kesên dî ji hêzên ewlekariyê li Amûdê ji aliyê endamên PYD ve wekû rehîne hatin girtin, da bi vî awayî serbestberdana kesên girtî bê icbar kirin. Ev yek di heman êvarê de pêk hat, PYD jî di pey re revandin bi dawî anî.

ShareThis

KURDWATCH, 1ê gulana (May) 2012ê – Di 26ê nîsana 2012ê de hêzên ewlekariyê xwendekarê zanista siyasî Masûm Mihemed Şerîf (jidayikbûn 1993 li Qamişlo) li ber deriyê malên xwendekaran li Şamê girt. Sedemên girtina wî ta niha ne diyar in.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê nîsana (April) 2012ê - Di 21ê nîsana 2012ê de Adil Ebdelah Elî (jidayikbûn 1952) li mala xwe li Rimêlanê nêzîkî Çil Axa ji aliyê kendamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ve hat girtin û ber bi Şamê ve hat veguhestin. Sedema girtina wî ta niha ne diyar e.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê nîsana (April) 2012ê - Di 25ê nîsana 2012ê de Dadgeha Cezayan li Hisiçayê dadkirina Munzir Iskan Ehmad (jidayikbûn 1983 li Tenûriyê) [agahiyên bêhtir li ser mijarê], Ciwan Yûsiv Yûsiv (jidayikbûn 1986) û Fîraz Cuma el-Ehmed (jidayikbûn 1983 li Qamişlo) dîsa paş xist. Yûsiv û El-Ehmed di îlona 2008ê de bi Munzir Iskan Ehmed re ji aliyê polîsên cezayê yên Qamişloyê ve hatibûn girtin. Sedema paşxistinê, mîna rûniştina 20ê adarê û ya 21ê şibatê, neamadebûna şahidan bû. Rûniştina bê dê di 23ê gulana 2012ê de li dar keve.

 

ShareThis

KURDWATCH, 27ê nîsana (April) 2012ê - Di xwenîşandanên 20ê nîsana (April) 2012ê de li seranserî Sûriyê li gel biryara bêdengiya çekan dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li tevaya Sûriyê xwenîşanderan doza hilweşandina rêjîmê kir. Di heftiya berî ya çûyî de hemû xwenîşander di bin dirûşmeke hevbeş li seranserî Sûriyê de daketibûn kolanan, vê heftiyê dîsa du diruşm hebûn. Bêtirê xwenîşanderan di bin dirûşma hevbeş »Emê bi ser kevin, Esed dê têk biçe« derketin. Xwenîşanderên dî di bin diruşma »Ev der Kurdistan e« daketin kolanan. Bi vê dirûşmê wan nerazîbûna xwe li dijî gotina serokê Encûmena Niştimanî ya Sûrî nîşan da. Burhan Xeylyûn gotibû: »Kurdistana Sûriyê tuneye« [agahiyên bêhtir li ser vê mijarê]. Li Qamişlo pênc xwenîşandan pêk hatin: li taxên Hilêlî, Enterî, Qidûrbeg, Kornîş û Qanat Swês. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn, ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD), Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve, di nav wan de Avahî, hatibûn amade kirin. Li Kobanê du xwenîşandanên cuda pêk hatin, ku ji aliyê PYD û Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ve hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê sê xwenîşandan hebûn. Li Dêrik, Tirbespî, Çil Axa, Girkê Legê, Dirbêsî, Serê Kanî û li Taxa Kurdan li Şamê xwenîşandanên navendî pêk hatin. Li Hisiça û Qamişlo hêzên ewlekariyê êrîşî xwenîşanderan kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê nîsana (April) 2012ê - Di 10ê nîsana 2012ê de Dadgeha Cezayê li Hisiçayê biryar da ku ewê dadkirina çalakvan û nivîskar Mîral Ebdilezîz Şêxa (jidayikbûn 1979) di 15ê gulana 2012ê de bidomîne. Çalakvanê ku bi navê Mîral Bîrûda naskirî ye, di 26ê tebaxa 2012ê de di xwenîşandanekê de li Hisiçayê ji aliyê karmendên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve bi sedema xebata wî di amadekirina xwenîşandanan de û endametiya di komeke ciwanan de hatibû girtin. Şêxa ta 6ê çireya pêşîna (October) 2011ê di zindanê de di hucreya bitenê de girtî bû berî ew ji aliyê dadwerê lêkolînê ve bi kefalet serbest bê berdan. Hîn di heman rojê de girtin ji aliyê polîsên cezayê ve pêk hat û ta 15ê çireya pêşînê berdewam kir. Di zindanê de Şêxa hatibû işkence kirin. Ji ber lêdanên li zikê wî ew di warê gurcikan de hat birîndar kirin. Li dijî Şêxa li gor bendên 287 û 335ê yên qanûna tawanan doz hatiye vekirin.

ShareThis

KURDWATCH, 23yê nîsana (April) 2012ê - Burhan Xelyûn, serokê Encûmena Niştimanî ya Sûrî, di 16ê nîsana 2012ê de di hevpeyvînekê de bi rojnameya Kurdî ya iraqî Rûdaw re li ser pirsa kurdî axivî. Xelyûn diyar kir ku li Sûriyê tenê herêmên ku bêhtir kurd lê dijîn, hene, lê »Kurdistana Sûriyê« nîne – ne di warê coxrafî de, ne jî  di yê siyasî de. Xeylûn got ku kesên behsa Kurdistana Sûriyê dikin, modela iraqî vediguhzîne Sûriyê. Herweha wî got ku girêdana Kurdên Sûriyê bi modela federaliyê dibe sedema şaştêgihiştinê li cem aliyên din, ên ku vê daxwazê wek cudaxwazî dibînin. Di heman demê de wî tekez kir ku Kurd di deh salên çûyî de bûn qurbanên nijadperestî û newekheviyê û partiyên Sûriyê û tevgerên siyasî nasnameya neteweyî ya kurdî dipejirênin. »Ez dibêjim ku divê dewleta sûrî û desthilata siyasî rê û mercên ji bo paraztina vê nasnameyê peyda bike. Herweha divê mafê fêrbûna zimanê kurdî û pêşxistina edeb û çanda kurdî bê misoger kirin, wek çandeke duyem li Sûriyê.« Burhan Xelyûn herweha diyar kir ku Encûmena Niştimanî ya Sûrî piştgiriya sîstemeke ne navendî dike, ku di vê sîstemê de encûmenên parêzgehan û yên bajaran li Sûriyê dê bibin xwedî desthilatên mezin. Wek bersiv li ser axavtinên Xelyûn di 20ê nîsana 2012ê de hejmarek mezin ji xwenîşandanên li dijî rêjîmê li herêmên kurdî di bin dirûşma »Ev der Kurdistan e« li dar ketin. Hîn di 2011ê de Xelyûn bûbû armanca rexneyan, gava wî Kurdên Sûriyê wek penaberên li Fransayê nîşandabûn. Piştre wî ev gotin kişandibûn.

ShareThis

KURDWATCH, 22ê nîsana (April) 2012ê - Di 19ê nîsana 2012ê de alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) li Kobaniyê ji bo ferzkirina serbestberdana Kanîwar Elî, Ibrahîm Elî û Zekeriya Şêx çalakiyeke protestoyê li dar xist. Wan gef xwar ku ger endmaên komîteyên Parastina Gel ên ku di heman rojê de hatibûn girtin, neyên serbest berdan, ewê wan bi xwe rizgar bikin. Kesên girtî piştî çend demjimêran serbest hatin berdan.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê nîsana (April) 2012ê - Di 14ê nîsana 2012ê de li Parîsê konferanseke awarte ya rêxistina derve ya Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat li dar ket. Di konferansê de helwesta vê rêxistinê li ser pirsa kurdî ji nû ve hat saz kirin. Komîteyê da xuya kirin ku ew ê kar bike ku li gor ragihandinên navneteweyî û di çarçeweya yekîtiya niştimanî de mafên neteweyî yên gelê kurd di destûrê de bên pejirandin. Wê herweha biryar stend ku ewê ji bo çareseriyeke demoqrat û dadmend ji bo pirsa kurdî li Sûriyê kar bike. Herweha biryar hat stendin ku  dawî li hemû kiryarên nijadperest ên li dijî gelê kurd bê anîn.

 

 

ShareThis

KURDWATCH, 20ê nîsana (April) 2012ê – Ji 13 ta 16ê nîsana 2012ê li Qahîre kombûna giştî ya Platforma Sûrî ya Demokrat li dar ket. Bi giştî zêdeyî dused çalakvanên sûrî tevlî vê kombûbê bûn. Nûqteyên rojevê bi giranî li ser pêşxistina mekanîzmên bikêr ji bo piştgiriya şoreşa sûrî, bi taybetî ji bo yekkirina opozîsyonê bûn. Di ragihandina ku di 17ê nîsanê de hat weşandin de, li ser pirsa kurdî hatiye nivîsamdin ku dewleteke sûrî ya demokrat û pirrengî ji bo têkildariyeke wekhev ya hemû welatiyan garantiya herî baş e. Herweha hatiye nivîsandin ku divê destûr misoger bike ku welatî, dûr ji binyada wan ya neteweyî, xwediyên heman maf û erkan bin. Di ser wê re jî tê xwestin, ku çareseriya pirsa kurdî bi hemahengiya ragihandinên navneteweyî yên mafên kom û mirovan pêk were.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê nîsana (April) 2012ê - Di xwenîşandanên 13ê nîsana (April) 2012ê de, du duyemîn roja bêdengiya çekan de ku ji aliyê desthilatdariyê ve hat ragihandin, li seranserî welêt li gor mehên çûyî hindiktir kes hatin kuştin. Dûr ji vê xwenîşander li jêr dirûşma »Şoreşa hemû Sûriyan« derketin ser kolanan û doza hilweşandina rêjîmê kir. Li Qamişlo pênc xwenîşandan pêk hatin: li taxên Hilêlî, Enterî, Qidûrbeg, Kornîş û Qanat Swês. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn: ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD), Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve, di nav wan de Avahî. Li Hisiça çar xwenîşandan hebûn. Li Dêrik, Tirbespî, Çil Axa, Girkê Legê, Dirbêsî, Serê Kanîyê, Kobanî û herêmên ku bêhtir Kurd lê dijîn, Şêx Meqsûd li Helebê û Tarika Kurdan (Riknuddîn) li Şamê, xwenîşandanên navendî pêk hatin. Xwenîşandanên din li Girê Sipî nêzîkî Kobaniyê herweha li Qabbasîn (nêzîkî 50 km li bakurê rojavayê Helebê) pêk hatin. 

ShareThis

KURDWTACH, 16ê nîsana (april) 2012ê – Leşker Alan Berzan Osman (jidayikbûn 1991 li Qamişlo) li 9ê nîsana 2012ê li Tel Rifat ya nêzîkî 30 kîlometr li bakurê Helebê hat kuştin. Li 10ê nîsanê li li Qamişlo cenazeyeke bingorkirinê hat li darxistin, ku di wê de hejmarek mezin ji calakvan û mirovên kesê kuştî beşdar bûn. Dûvre term li nêzîkî Çil Axa hate veşartin. Beşdaran daxwaza hilweşandina rêjîmê û dirûşmên li dijî desthilatdariyê bang kirin. Li gor agahiyên fermî Osman di pey êrîşa kesên çekdar jiyan ji dest da. Agahiyên ferehtir girêdayî kuştinê hîn peyda nebûne.

ShareThis

KURDWTACH, 16ê nîsana (april) 2012ê – Li 9ê adara 2012ê komîteya navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê ragehand, ku serokê wê Mihemed Mûsa Mihemed ji partiyê hat dûrxistin. Wî li gor endamê Komîteya Navendî Salih Gedo Kongireyekî Partiyê yê ne rewa li dar xistibû. Li gor Gedo niha du partî hene bi navê »Partiya Çep a Kurd«. Yek ji wan paşbirka »komîteya navendî« hildigre û ya dî paşbirka »Kongir«.
Di ragehandinekê de li 12ê adara 2012ê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê (Kongir) da nasîn, ku di kongireyê Partiyê de li 9ê adara 2012ê Salih Gedo ji partiyê hat dûrxistin û Mihemed Mûsa Mihemed wekû sekretêr hat hilbijartin.

ShareThis

KURDWATCH, 14ê nîsana (April) 2012ê – Çalakvanê ku 29ê adara 2012ê hatibû revandin û dûvre kuştin Xelef Mihemed al-Qetna, binavkirî wek Ciwan, wek dixuyê birastî ji aliyê endamên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) hatibû revandin. Çar endamên Encumena Gel ya PYD li Dirbêsiyê – Kemal Hisên Ibrahîm, Şivan Salamas Xelîl, Rêzan Ehmed Elî û Mihemed Ibrahîm Îsa – ji aliyê çalakvanekî ve, yê ku di dema revandinê de li cihê bûyerê bû, wekû berpirs hatin naskirin. Ew niha di zindanê de ne, Şivan Salamas Xelîl û Rezan Ehmed Elî birîndarin. Herweha tê gotin ku endamên PYD Elî Ismaîl Ibrahîm ji Kobaniye jî beşdar bû [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê].

ShareThis

KURDWATCH, 12ê nîsana (April) 2012ê – Li gor raporteke kanala qeterî ya nûçeyan Al-Jazeera di kaxezeke navxweyî ya Partiya Bees a Sûrî ya desthilatdar de tê pêşniyar kirin, ku xwenîşandanên li dijî desthilatê li herêmên ku Kurd lê dijîn, ne bi arîkariya hêzên welekariyê yên nîzamî, lê bi hevkariya PKK bên binpê kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 11ê nîsana (April) 2012ê - Di xwenîşandanên 6ê nîsana (April) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li tevaya Sûriyê xwenîşanderan doza hilweşandina rêjîmê kir. Hefteya çûyî li herêmên kurdî hemû xwenîşander li jêr dirûşmeke xweser derketibûn ser kolanan. Vê hefteyê hin komik li pey dirûşma seranserî welêt çûn »Yê dagîrkerekî amade bike, ew bi xwe dagîr dike«. Komên dî yên ciwanên kurd li jêr dirûşma xwe ya taybet »Mafên neteweyî yên gelê kurd li ser hemû komîteyan de ye « derketin ser kolanan. Li Qamişlo pênc xwenîşandan pêk hatin: li taxên Hilêlî, Enterî, Qidûrbeg, Kornîş û Qanat Swês. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn: ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) , Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve, di nav wan de Avahî. Li Hisiça çar xwepêşandan hebûn. Li Dêrik, Tirbespî, Çil Axa, Girkê Legê, Dirbêsî, Serê Kanî, Kobanî û Efrînê  xwenîşandanên navendî pêk hatin. Xwenîşandan bi ferehî bi aştiyane derbas bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê nîsana (April) 2012-Li 27ê adara 2012ê çalkvan û xwendekarê mafnasî Rodî Abdulrehman Osman (jidayikbûn 1987 li Qamişlo) piştî diwazdeh roj girtin hat berdan. Ew li 15ê adara 2012ê ji aliyê karmendên Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Şamê hatibû girtin. Di dema zindankirinê de ew bi elektrîkê, qançîr û daran hatibû îşkence kirin, herweha bi dawiya tivingê li piştia wî hatibû xistin. Osman berê çend caran hatibû girtin, cara yekê di dema rûdanên herêmên Kurdî de li sala 2004ê. Di pey re ew du caran hat girtin di gulan û tebaxa 2011ê de. Cara dawî çalakvan 120 rojan li zindana Adra li Şamê hat zindakirin. Rodî Ebdulrehman Osma di pey serbestberdana xwe de bezî Urdunê.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê nîsana (April) 2012ê – Li 30ê adara 2012ê Ibrahîm Xelîl Biro (endamê Nivîsgeha Siyasî ya Payrtiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê û herweha endamê Komîteya Bicihanînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê), Mihemed Yûsiv (endamê Komîteya Bicihanînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê), Salih Umer Sofî (endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Rêkeftina Demoqrat a Kurdî li Sûriyê), herweha herdu qaçaxçiyên wan Mihemed Salih Osman û Umer Ibrahîm li Qamişlo ji zindanê serbest hatin berdan [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê]. Dadgeha medenî li Qamişlo doza kombûna bêdestûr herweha riswakirina serokkomar rawestandibû, lê gumanbar ji ber doza qutkirina qaçax ya sînro gunehkar hatin dîtin. Dema zindana lêkolînê wekû dema zindankirinê hat hejmartin û girtî hatin berdan. Li ser pirsa tevlîbûna Partiya Yekîtya Demoqrat (PYD) di girtina wan de Ibrahîm Biro ragehand, ku karmendên sînor ew û hevrêyên girtin. Ti rola PYD di girtinê de tinebû.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê nîsana (April) 2012ê  - Di 30ê adara 2012ê de komên ciwanên kurd ji bo cara yekê di bin dirûşmeke xwese de xwenîşandan li dar xistin. Ta wê demê hemû komên ciwanan di bin dirûşmeke yekbûyî li seranserî Sûriyê derdiketin ser kolanan. Biryar wek bersiva kongirê opozîsyona Sûriyê li Stanbolê di 27ê adara 2012ê de bû [agahiyê bêtir li ser kongir]. Di îlona 2011ê de komên ciwanên kurd biryar dabû ku di bin dirûrşmên xwe yên taybet de derkevin ser kolanan, eger malpera Facebookê >>Şoreşa Sûriyê 2011<< di biryara xwe de berdewam be ku dirûşmên xwenîşandanan bi zimanê kurdî neweşîne.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê nîsana (April) 2012ê - Di 29ê adara 2012ê de Xelef Mehmûd al-Qatna (jidayikbûn 1990) di rewşekê de mir ku ta niha bi temamî nehatiye xuya kirin. Li gor çîrokekê çar endamên çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) li Dirbêsîyê êrîşî mala wî kiriye û ew bi riswakirina Ebdulah Ocalan riswa kiriye. Wan çalakvanê koma "Ahrarê Dirbêsiyê", ku bi navê Ciwan naskirî bû, bi xwe re birin gunedîkî nêzîkî Dirbêsiyê. Gava hêzên ewlekariyê tevlî bûyerê bûn, Kemal Hisên, endamê Encûmena Gel ya nêzîkî PYDê, hat kuştin, hevalek wî birîndar bû û hevalekî wî yê din hat girtin. Gava hêzên ewlekariyê gihan, Ciwan mirî bû, li gor wê çîrokê. Bi şûna fîşekan re di serê wî de şopa işkenceyê hebû.
Li gor çîrokeke dî, endamên PYD xwestiye Ciwan ji nav destên komeke çeteyan derxin, gava hêzên ewlekariyê tevlî bûyerê bûn, wan endamê PYD û Ciwan kuştin. Malbata Ciwan jî berî wê têkilî bi PYD re danîbû û ji wan daxwaz kir ku ya Ciwan serbest berdin an jî, eger ew ne berpirsên revandinê bin, di pirsgirêkê de bibin arîkar.
Hin çalakvanên koma Ahrar rexnegirên hişk ên PKKê ne, lê Ciwan hinekî bêdeng bû. Çalakvanekî ji Kurdwatch re ragihand, PYD »kesê herî bê hêz di komê de hilbijart, da hemûyên dî bitirsîne«. Ji bo bingorkirina kuştiyan du şîniyên cuda hebûn.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê nîsana (April) 2012ê - Di xwenîşandanên 30ê adara (March) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li tevaya Sûriyê xwenîşanderan doza hilweşandina rêjîmê kir. Li herêmên kurdî xwenîşander li jêr dirûşma »Mafê kurdan [em dixwazin]« derketin ser kolanan. Li beşên dî yên welêt xwenîşandan di bin dirûşma »Musliman û Ereban em bitenê hiştin« pêk hatin. Li Qamişlo pênc xwenîşandan pêk hatin: li taxên Hilêlî, Enterî, Qidûrbeg, Kornîş û Qanat Swês. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn: ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) , Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve, di nav wan de Avahî. Li Kobanê du xwenîşandanên cuda pêk hatin, ku ji aliyê PYD û Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ve hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê sê xwenbîşandan hebûn. Li Dêrik, Tirbespî, Çil Axa, Girkê Legê, Dirbêsî, Serê Kanî û Helebê  xwenîşandanên navendî pêk hatin. Li Helebê, li tarika ku bêtir Kurd lê dijîn, el-Eşrafiye, polîsan êrîşî xwenîşanderan kirin, girtin ser malan û hejmarek kes girtin.

ShareThis

KURDWATCH, 1ê nîsana (April) 2012ê – Li 29ê adara 2012ê li dor demjimêr hijdeh bi tivingeke reşaşe li ser baseke şirketa Heval ya basan hate teqandin. Li gor çalakvanekî ji Qamişlo, »Wek mûcîzekê« şufêrê basê filitî ji êrîşê. Şufêrê basê çalakvan e û rexnegirekî Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) ye. Ji ber vê yekê, guman heye ku PYD berpirse di ber vî karî de. Li gor hin çîrokin dî, êrîş li dijî şirketa basan bû. Wê qebûl nekirbû, basan di Newrozê de ji bo alîgirên PYD amade bike. Xwediyê şirketê, Ilyas Remo, ji Kurdwatch re daxuyakirin ku ti pirsgirêk bi PYD re qet peydanebûne.

ShareThis

KURDWATCH, 31ê adara (March) 2012-Kongireya Niştimaniya Kurd li 27ê adara 2012ê dev ji kombûna opozisyona Sûriyê berda, ya ku ji aliyê Encumena Niştîmanya Sûriyê ve hatibû amadekirin. Abdulhekîm Beşar, serokê Partiya Yekîtiya Demoqrat (elpartî) û endamê Kongireya Niştîmanya Kurd di axavtina xwe de ev gav bi wê ve girêda, ku Encumena Niştîmanya Kurd ne beşdar bû di amadekarinan de û daxwazên Kurdan di ragehandina dawîyê de, ya ku ji bo gengeşeyê hatibû pêşkêşkirin, cih negirtibûn. Serdar Murad, nûnerê Partiya Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê, ji Kurdwatch re ragehand, ragehandina dawîyê ya ku ji aliyê Encumena Niştîmanya Sûriyê ve hatibû pêşkêşkirin, girêdayî daxwazên taybet yên Kurdan, gelekî ji ragehandina Tûnisê bi paş de mabû.
Di kombûnê de biryar hat sitandin, ku Encumena Niştîmanya Sûriyê gereke bibe berdevk û nûnerê fermî yê gelê Sûriyê. Rêxistin gereke ji nû bê avakerin û komên dî lê zêde bibin. Piraniya Kom û takekesên Kurd, yên ku endam bûn di Encumena Niştîmanya Sûriyê de, vekişandina xwe ji kombûnê ragehandin.

ShareThis

KURDWATCH, 28ê dara (Març) 2012ê – Li 20ê adara 2012ê dadgeha cezayan li Hisiça rûniştina dadkirina Munzir Oskan Ahmad (jidayikbûn 1983 li Tenûrî) paş xist. Sedema paşxistinê, mîna rûnişta 21ê şibatê, neamadebûna şahidan bû. Li dijî Ehmed li gor bendên 287267  û 305ê doz hatiye vekirin. Munzir Oskan Ehmed di 4ê îlona 2008ê ji aliyê polîsên cezayê yên Qamişlo hat girtin û hate radestkirinî Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiça û di pey re radestkirinî Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê. Li wir ew di zindana el-Fayhayê de hat zindan kirin. Li 14ê çireya pêşîna 2008ê Ehmed hate radestkirinî Dezgeha Ewlekariya Dewlet. Ji 16ê Adara 2009ê Dezgeha Ewlekariya Siyasî berpirsa wî bû, ew li zindana Edrayê de li Şamê hat zindakirin. Di pênc mehên destpêkê de yên zindankirina wî Ehmed bi giranî hate işkence kirin. Li 8ê çileya paşîna 2011ê Ehmed cara yekê hate ber dadgehê-berpirs dadgeha Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya bilind li Şamê bû. Piştî jiholêrakirina wê di gulana 2011ê [belgeyê daxe] Ehmed li 19ê gulana 2011ê veguheztin zindana Qamişlo û li 1ê hizêrana 2011ê kete zindana Hisiça de.Berpirsê kêşa wî bû Dadgeha Cezayê ya Hisiça. Li ber vê Dadgehê çar rûniştinên dadkirinê li dar ketine ta niha. Rûnuştina bê li 25ê nîsana 2012ê ye.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê adara (March) 2012ê – Di xwenîşandanên 23ê adara (March) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşander li jêr dirûşma »Em tên Şam« derketin ser kolanan û doza hilweşandina rêjîmê kir. Li Qamişlo pênc xwenîşandan pêk hatin, li taxên Hilêlî, Enterî, Qidûrbeg, Kornîş û Qanat Swês. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn, ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqrat, Encumena Niştîmaniya Kurd û komên cuda yên ciwanan, di nav wan de Avahî. Li Hisiça sê xwepêşandan hebûn, li Tibesipiyê, Çil Axa, Girkê Legê, Serê Kaniyê, Dirbasiyê, Kobaniyê û Efrînê herweha li Helebê xwepêşandanên navendî hebûn. Xwepêşandanên li Efrîn û Helebê ji aliyê PYD hatin li darxistin. Hemû xwepêşandan aştiyana derbas bûn.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê adara (March) 2012ê – Di 13e adara 2012ê de Dezgeha Perwerdeyê li Hisiça fermana guhertina cihê karê van pênc mamosteyan derxist: Asaad Silêman, Elî Selûm el-Sencar, Cîhad Yûsif Eyaş, Ebdilrehman Cewher û Nîzar Behrem Îsa. Cewher û Îsa ji Tirbesipiyê ne. Ebdilrehman Cewher ê sihûşeş salî ji Kurdwatch re diyar kir ku ew bi sê mamosteyên dî re, ku mîna wî li Tirbesipiyê maomstetiyê dikin û ji cihê kar hatine veguhestin, serî li şaxê Dezgeha Perwerdeyê li Tirbesipiyê daye û pirsa sedemên veguhestinê kiriye. Wî got ku kesên berpirsiyar tenê gotiye ku biryar ji ber „berjewendiya giştî“ hatiye stendin. Piştî ku karmendên desthilatê veguhestin ragehandibûn, bi sedan kes, di nav wan de gelek  xwendekar hebûn, di 13ê adarê de di kombûnekê de li pêşiya avahiya Dezgeha Perwerdeyê li Tirbesipiyê beşdar bûbûn û wan daxwaza bipaşvekişandina veguhestinê kiribû. Çend kes birîndar bûn gava hêzên ewlekariyê êrîşî kesên kombûyî kirin. 

ShareThis

KURDWATCH, 23ê adara (March) 2012ê –Di 7ê adara 2012ê de Yekîtiya Hevrêzên Ciwanên Kurd li Sûriye, ku yek ji mezintirîn komên ciwanan e, tevlîbûna xwe di Encûmena Niştimanî ya Kurdî de ragihand. Tevlîbûna wan piştî çend civînên danûstandinan pêk hat, ku Yekîtiya Hevrêzan di dawiya wan mecbûr ma dev ji daxwaza xwe berde, ku divê bi kêmanî sî ji sedî ji endamên  encûmenê ciwan bin. Heftiyek berî vê ragihandinê, di 29ê şibata 2012ê de, Encûmena Niştimanîu ya Kurdî tevlîbûna çar partî û hivdeh komên ciwanan eşkere kiribû [agahiyên giridayî vê babetê]. Ji komên ciwanan ên mezin tenê Avahî, ku hevbendiyeke ji komên cuda yên ciwanan e, ne endama Encûmena Niştimanî ya Kurdî ye. 

ShareThis

KURDWATCH, 22ê adara (March) 2012ê –Di 18ê adara 2012ê de çalakvan û dektor Ferzend Umer (jidayikbûn 1970 li Helebê, zewicî ye, du zarok) li Balafirgeha Şamê ya Navneteweyî hat girtin. Umer endamê koma “Buhara Kurdî“ ya li dijî rêjîmê ye. Sedemên girtina wî ta niha ne diyar in. 

ShareThis

KURDWATCH, 19ê adara (March) 2012ê - Ibrahîm Ebdulatîf Temir (jidayikbûn 1990 li Qamişlo) li 7ê adara 2012ê li al-Haraka girêdayî Darʿa (nêzîkî 85 km li başûrê Şamê) hat kuştin. Li gor agahiyên fermî, wî di operasyoneke artêşa Sûriyê de jiyan ji dest da. Ji ber şûna çend fîşekan di pişta wî de hebû, mirovên wî guman nîşan dan di çîroka fermî de. Di şîniya veşartinê de li 8ê adarê li Dirbêsiyê xwepêşandanek li dar ket ku bi hezaran rikebirên rêjîmê beşdar bûn. Kesên beşdar daxwaza herfandina rêjîmê kirin û duruşmên rexnegiriya dethilatdariyê bang kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê adara (March) 2012ê – Di xwenîşandanên 16ê adara (March) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşander li jêr dirûşma »Tavlîbana yekser ya leşkerî« derketin ser kolanan û doza hilweşandina rêjîmê kir. Li Qamişlo pênc xwenîşandan pêk hatin, li taxên Hilêlî, Enterî, Qidûrbeg, Kornîş û Qanat Swês. Li Amûdê du xwenîşandanên cuda hebûn. Li Hisiça çar. Li tarikeke rûniştiyên wê bêhtir Ereb xwepêşanderan hewil da herin nava bajêr. Hêzên ewlekariyê bi daran û gaza hêsirbarên êrîşî xwepêşanderan kirin gulle di ser serê wan re teqandin, çend kes birîndar bûn. Herweha li tarika Muftî ya rûniştiyên wê bêhtir Kurd hêzên ewlekariyê gulle berdan komên xwepêşanderan, gulleyek ji wan li Idrîs Ehmed Reşo (jidayikbûn 1992) ket û ew hat kuştin. Li Tibesipiyê, Çil Axa, Girkê Legê, Serê Kaniyê û Kobaniyê, herweha li tarikên rûniştiyên wan bêhtir kurd, Şêx Meqsûd li Helebê û Ruknidîn li Şamê, xwepêşandanên navendî hebûn.

ShareThis

KURDWATCH, 17ê adara (March) 2012ê – Dwazdeh alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD), ku li Şamê di zindana lêkolînê ya el-Fayhayê de girtî ne, di 12ê adarê de ketin gireveke birçîbûnê. Navên wan: Delîl Mihemed Emîn Mihemed, Behzad Nayif Hesen, Hogir Mihemed Isamîl, Hemdî Selah Hesen, Raman Temir, Ferhan Mihemed Beşîr, Ehmed Mihemed Seîd Hesen, Azad Mihemed Şerîf Remedan, Ciger Ebdulkerîm Hecî, Ehmed Ebdulah Hecî, Meryem Mihemed Selmo û Hedye Elî Yûsif. Li gor agahiyên endamên malbatan girev dê ta 16ê adarê dirêj bike. Beşdarên girevê dixwazin bi vî rengî serhildana kurdî ya 2004ê û êrîşên gaza jehrê ya Helebçeyê di sala 1988ê de bi bîr tînin.

ShareThis

KURDWATCH, 17ê adara (March) 2012ê – Di 12ê adara 2012ê de, do salvegera heştan a serhildana 2004ê de raportê daxe], demjimêr 11ê dema herêmî, bi sedhezaran kes di xulekek bêdeng de beşdar bûn, da ku goriyên serhildanê bi bîr bînin. Di pey re bi dehhezaran kes li Qamişlo, Amûdê, Hisiça, Dêrik, Tirbesipî, Girkê Legê, Dirbêsî, Çil Axa, Serê Kaniyê, Kobanî, Efrîn, Cindirês û Helebê beşdarî xwepêşandanan bûn. Hêzên ewlekariyê bi dar û gaza hêsirbarîn êrîşî beşdarên kombûna xwepêşandana li Qidûrebê (Qamişlo) kir, da ku neçin nava bajêr. Xwenîşanderan bi avêtina keviran bersiv dan û hêzên ewelekariyê ji aliyê xwe ve guleyên tivingan di ser serê wan re avêtin. Li kombûan Hilêliyê (Qamişlo) jî hêzên ewlekariyê bi daran êrîş xwepêşanderan kirin. Çend kes li Qamişlo birîndar bûn, di nav wan de Ebdilsalam Ebdilxenî (jdiayikbûn 1995) û Nûjdar Mihemed Xêr (jidayikbûn 1995). Li herêmên kurdî hejmarek mezin ji dikanan man girtî, çend dikanên li Qidûrbeg û Hilêliyê, ku tevlî boykotê bûbûn, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin talan kirin û têk birin. Li Amûdê xwepêşanderan destên xwe danîn ser avahiya berê ya Dezgeha Muxaberatên Leşkerî û peykerekî serokê mirî Hafiz el-Esed ji ser ban avêtin. Pevçûn bi hêzên ewelkariyê re li gor agahiyan çênbûn.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê adara (March) 2012ê – Li gor agahiyên Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ev pênc girtiyên kurd ji 7ê adara 2012ê ve ketine gireva birçîbûnê:  Ibrahîm Biro (endamê Nivîsgeha Siyasî ya Payrtiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê û herweha endamê Komîteya Bicihanînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê), Mihemed Yûsiv (endamê Komîteya Bicihanînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê), Salih Sofî (endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Rêkeftina Demoqrat a Kurdî li Sûriyê), herweha herdu qaçaxçiyên wan, ku bi wan re di 6ê şibata 2012ê de hatibû girtin gava wan dixwest bi rengekî qaçax sînorê sûrî-iraqî qut bikin [agahiyên bêhtir girêdayî babetê]. Kesên girtî, ku niha di zindana lêkolînê ya el-Fayhayê  ya Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê de ne, piştî girtina wan hatibûn radestkirin Dezgeha Muxaberatên Leşkerî li Şamê, ku wan ew radestî dezgeha Elwekariya Siyasî kiribûn. Girtî daxwaza veguhestineke bilez ber bi zindana Qamişloyê ve dikin. Ev daxwaz biryarek e berî niha ji aliyê Dezgeha Ewlekariyê ya Siyasî ve derketiye, lê hîn nehatiye bi cih anîn.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê adara (March) 2012ê – Alîgiren rêjîmê di 10ê adara (March) 2012ê de êrîş birin ser komeke televizyona Ronahî ya nêzîkî PYD li Helebê li li tarika Şêx Meqsûd a ku bêtirî welatiyên wê Kurd in. Di encamê de çalakvana rêxisitna jinan “Yekîtiy Star” a Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD), Meryem Cemîl Selmo (jidayikbûn 1961), ku bi nave "Gulê” tê naskirin, bi giranî birîndar bû. Ew di sibeha 13ê adarê de ji ber birînan mir.Wek bersiv li ser êrîşan alîgirên PYD û hin çalakvanên din êrîş birin ser malbatek ereb, ku endamên wê wek çekdar ji rêjîmê re kar dikin, û xanî û tirimbêlên wan şewitandin. Malbat ji Şêx Meqsûd bezî. Gava piştî demeke kin artêş ber bi tarikê ve hat, gulebarînek kin bi alîgirên PYD re pêk hat. Di 11ê adarê de artêş ji Şêx Meqsûd vekişiya, di 12ê adarê de PYD û çalakvanên din rêyên girtî vekirin.

https://www.youtube.com/watch?v=xDJx-o1nLWQ

https://www.youtube.com/watch?v=L29SSLfvdSM

ShareThis

KURDWATCH, 14ê adara (March) 2012ê – Nêçîrvan Cemîl Remo (jidayikbûn 1993 li Qamişlo) roja 6ê şibatê li ed-Dumayr (nêzîkî 30 km li bakurê rojhilatê Şamê) hat kuştin. Li gor agahiyên fermî ew di dema operasyonên leşkerî yên artêşa Sûriyê de hat kuştin. Endamên malbatê gumanên xwe berû vê çîrokê ji KurdWatch re dan xuyakirin. Remo di 8ê şibatê de di pey cenazeyekê de, ku bi hezaran kesên li dijî rêjîmê beşdar bûbûn, li Qamişo hat veşartin. Beşdaran daxwaza hilweşandina rêjîmê kir û dirûşmên rexnegiriya rêjîmê bang kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê adara (March) 2012ê – Di xwenîşandanên 9ê adara (March) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşander li jêr dirûşma »Wefadariya serhildana Kurdan 2004« derketin ser kolanan û doza hilweşandina rêjîmê kir. Li Qamişlo, Amûdê, Hisiça, Dêrik, Tirbesipî, Çil Axa, Dirbêsî, Girkê Legê, Serê Kanî û Kobaniyê jî xwenîşandan pêk hatin. Li Dirbesî, Serê Kanî, Dêrik, Tirbesipî, Girkê Legê û Çil Axa xwenîşandaneke navendî li her bajarekî pêk hat. Li Qamişlo bi giştî şeş xwenîşandan pêk hatin: li taxên Hilêlî, Enterî, Qidûrbeg, Kornîş û Qanat Swês û herweha li bakurê navenda bajêr.Hêzên ewlekariyê êrîşî komeke xwepêşanderan kirin, ku bi aliyê xwepêşandana Hilêliyê ve diçûn, hejmarek kes hatin girtin. Li Amûdê du xwenîşandanên cuda hebûn. Li Hisiça çar. Hêzên ewlekariyê bi daran êrîşî xwepêşanderan kirin û gaza hêsirbarîn bi kar anîn. Hejmarek kes hate girtin, lê di 10ê adarê de hatin serbestberdan, di nav wan de Hisên Ehmed Şêxî, Ehmed Ezîz û Ehmed Îsa.  Li Efrînê di 9ê adarê de xwepêşandan tunebûn. Lê li tarika Şêx Meqsûd li Helebê Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) xwepêşandanek li dar xist. 

ShareThis

KURDWATCH, 13ê adara (March) 2012ê - Leşker Awaz Ebdilkerîm Mihemed (jidayikbûn 1991 li Qamişlo) di destpêka şibata 2012ê de de li Humsê hat kuştin. Polîsên Leşkerî di 26ê şibatê de piştî zêdeyî hefteyekê ji kuştina wî term wî radestî  malbata wî ya li Qamişlo kir. Di 27ê şibatêde li Şebek (40 km rojhilatî Qamişlo) cenazeyeke bingorkirinê hat li darxistin, ku di wê de hejmarek mezin ji calakvan û mirovên kesê kuştî beşdar bûn. Beşdaran daxwaza hilweşandina rêjîmê û dirûşmên li dijî rêjîmê bang kirin. Li gor agahiyên fermî Mihemed di operasyonên leşkerî yên artêşa Sûriyê de hat kuştin. Agahiyên ferehtir girêdayî kuştinê hîn peyda nebûne. 

ShareThis

KURDWATCH, 10ê adara (March) 2012ê - Di 3ê adara 2012ê de xwendekar Cegerxwîn Ebdilrezaq Mele Ehmed (jidayikbûn 1985 li Qamişlo) li Helebê winda bû. Çend demjimêran piştî ku ew ji mala xwe derketibû, hezên ewlekariyê bi cilên sîvîl mal teftîş kirin. Endamên malbatê ji Kurdwatch re diyar kir ku ev sê meh in ku Mele Ehmed ji aliyê muxaberat ve tê xwestin. Malbat bawer dike ku ew hatiye girtin. Agahiyên bêhtir hîn peyda nebûne.

 

ShareThis

KURDWATCH, 8ê adara (March) 2012ê – Di 5ê adara 2012ê de karmendên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî û endamên hêzên ewlekariyê yên sûrî yên din êrîş birin ser çend xaniyan li tarika Zorava li Şamê, ku bêhtirê nişteciyên wê Kurd in. Bi kêmayî ev yazdeh kes hatin girtin: Luqman Eyûb (endamê Encûmena Gel a Kurdistana Rojava, rêxistineke PYD), Delîl Luqman Eyûb, Heqî Luqman Eyûb, Ehmed Xelef, Delîl Ehmed Xelef, Feyrûşah Hecî Elî (endama Encûmena Gel a Kurdistana Rojava), Şepal Temir Yaqûb, Ebdilrehman Xalid, Ciwan Xalid, Cegerxwîn Xalid û Şoreş Xalid. ُEbdilrehman Xalid, Cegerxwîn Xalid û Şoreş Xalid di heman rojê de serbest hatin berdan. Sedemên girtinan hîn ne diyar in.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê adara (March) 2012ê - Di xwenîşandanên 2ê şibata (February) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşander li jêr dirûşma »Çekdarkirina artêşa azad« derketin ser kolanan û doza hilweşandina rêjîmê kirin. Li Qamişlo, Amûdê, Hisiça, Dêrik, Tirbesipî, Çil Axa, Dirbêsî, Girkê Legê, Serê Kanî û Kobaniyê jî xwenîşandan pêk hatin. Li Qamişlo bi giştî heft xwenîşandan pêk hatin: li taxên Hilêlî, Enterî, Qidûrbeg, Kornîş û Qanat Swês, li Kornîş û Hilêliyê, li her tarekê, du xwepêşandan pêkhatin. Li Hilêliyê hêzên ewlekariyê bi daran êrîşî xwepêşanderan kirin û gaza hêsirbarîn bi kar anîn. Hejmarek kes hatin girtin, lê kesên girtî, mîna heftiyên çûyî, zû serbest hatin berdan. Li Dirbesî, Serê Kanî, Dêrik, Tirbesipî, Girkê Legê û Çil Axa xwenîşandaneke navendî li her bajarekî pêk hat. Li Amûdê û Kobaniyê du xwenîşandanên cuda hebûn. Li Hisiça sê xwepêşandanên cuda hebûn. Li Efrînê tenê xwenîşandaneke PYD li dar ket.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê adara (March) 2012ê – Di 29ê şibata 2012ê de Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê da zanîn, ku partiyine din tevlî hevbendiyê bûne: Partiya Demoqrat a Kurd – Sûrî ya Ebdilrehman Alûcî, Partiya Yekîtiya Kurdistanî li Sûriyê, Rêkeftina Demoqrat a Kurdî û Partiya Dêmoqrata Pêşverûya Kurd li Sûriyê - Tevgera çakaziyê ya Feysel Yûsiv, ku perçeyek ji Partiya Pêşverû ya Ebdilhemîdê Hecî Derwêş e. Herdu partiyên li destpêkê binavkirî berî demekê bi Şepêla Pêşeroê ya Kurdî li Sûriyê di hevbendiyekê de bûn. Bi tevlîbûna her çar partiyan - ji bilî Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) û Şepêla Pêşerojê - hemû partiyên kurdî li Sûriyê dibin endam di Encûmena Niştîmanî ya Kurdî de. Li gor daxuyaniya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji bilî wan hivdeh hevrêzên ciwanan tevlî wê bûne. Lê gelek ji wan komikên biçûk in an jî komikên ciwanan ên girêdayî partiyan in.

ShareThis

KURDWATCH, 1ê adara (Mars) 2012ê – Wezareta Karê Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê di 27ê şibata 2012ê de diyar kir ku zêdeyî sî leşkerên kurd ji artêşa sûrî veqetiyane û reviyane Kurdistana Iraqê. Zabit di nav kesên reviyayî de nîn in. Peyvdarekî wezaretê teqez kir ku penaber radestî Sûriyê neyên kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê şibata (February) 2012ê - Di 24ê şibata 2012ê de Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurdi li Sûriyê di ragihandineke çapemeniyê de da nasîn, ku kujerên gumanbar ên endamê wê Şêrzad Hecî Reşîd [agahiyên bêhtir li ser meseleyê] hatine nas kirin. Sekreterê Yekîtî Mihyedîn Şêx Alî ji KurdWatch re diyar kir, ku wî û nûnerên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD), ku di girtina kujeran de arîkar bûn, her du welatiyên ereb ên sûrî yên ji herêmê, Hesen Hamîdo Mihemed Camîl (jidayikbûn 1977) û Mihemed Mehmûd Elî (jidayikbûn 1978) bi awayekî sîmbolîk li ber gora kuştî radestî bavê wî kirine. Di pey re kujer hatin radestkirin dezgehên fermî yên sûrî li Andan. 
Çalakvanek ji Efrînê ev çîrok mîna „şanoya veşartinê“ nîşan da. Li gor wî PYD bûye kêmparêz, ji ber Artêşa Sûrî ya Azad li Efrînê jî bihêztir dibe, lewra ji bo sivikirina barê xwe wan xwestiye „kujeran“ nîşan bidin. Bi giştî PYD lebta xwe li gor heftiyên çûyî kêm kiriye û bi kêmayî bi roj hew bi çekan nuqteyên kontrolê datînin. Li gor agahiyên wî di navbera Heleb û Efrînê de bêhtir nuqteyên kontrolê yên Artêşa Azad peyda dibin.

ShareThis

KURDWATCH, 29ê şibata (February) 2012ê – Di xwenîşandanên 24ê şibata (February) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşander li jêr dirûşma »Emê ji bo te serî hildin, Baba Emro« derketin ser kolanan û doza hilweşandina rêjîmê kir. Li Qamişlo, Amûdê, Hisiça, Dêrik, Tirbesipî, Çil Axa, Dirbêsî, Serê Kanî û Kobaniyê jî xwenîşandan pêk hatin. Li Qamişlo mîna hefteyên çûyî pênc xwenîşandan pêk hatin: li taxên Hilêlî, Enterî, Qidûrbeg, Kornîş û Qanat Swês. Li Dirbesî, Serê Kanî, Dêrik û Çil Axa xwenîşandaneke navendî li her bajarekî pêk hat. Li Amûdê du xwenîşandanên cuda hebûn. Li Kobaniyê û Tirbesipiyê du xwenîşandanên cuda li dar ketin, her yek ji wan ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) ve hatibû amadekirin.
Li Hisiça xwepêşanderan hewl da li tarekê ku bêtir Ereb lê dijîn, peykerekî Basil el-Esed, birayê mirî yî Beşar el-Esed, biherifînin. Hêzên ewlekariyê bi guleyan êrîşî kesên kombûyî kirin û di encamê de çar welatiyên ereb ên ssrî hatin kuştin, hejmarek kes jî birîndar bûn. Wek nerazîbûn li dijî kiryara hêzên ewlekariyê li çend tarikên dî yên Hisiça xwepêşandanên nerazîbûnê li dar ketin.
Piştî ku berî du hefteyan li Efrînê alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) êrîşî xwenîşanderan kiribûn, li wir tenê xwenîşandaneke alîgirên PYD li dar ket. 

ShareThis

KURDWATCH, 27ê şbata (February) 2012ê – Li 4ê şibata 2012ê heştê çalakvanên Sûrî li Istanbûlê Şepêla Niştîmanî ya Guherînê damezrandin. Di nav endamên damezrêner de mafnasên naskirî û kesayetiyên oldar hene, herweha rojnamevan û nivîskar, di nav wan de hin Kurd jî. Di danezana damezrandinê de Şepêla Niştîmanî ya Guherînê ti têbînî girêdayî helwesta hevgirtinê bi aliyê »Pirsa Kurdî« nînin.

ShareThis

KURDWATCH, 27ê şibata (February) 2012ê – Dadgeha Leşkerî li Helebê li gor bendên 305 û 573ê yên yasayên cezayê li çar alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) cezayên giran birîn. Gîvara Ferîdûn Ibrahîm (jidayikbûn 1986), Bengîn Elî Şahîn û Rêzan Bekir Hisên (jidayikbûn 1991) di 22ê şibata 2012ê de ji aliyê Dadgeha Leşkerî li Helebê ve bi 15 sal zindankirin û karên giran hatin cezakirin. Ceza ji ber mercên sivikker hate daxistin heft salan û nîv. Li Meryem Sebrî Hecî (jidayikbûn 1974) sê sal û sê mehan cezaya zindanê û herweha karên giran hat birîn. Di dema zindankirina lêkolînê de kesên girtî hatibûn işkencekirin. 

ShareThis

KURDWATCH, 24ê şibata (February) 2012ê – Nesridîn Birhik, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demoqrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdilhekîm Beşar, di 21ê şibata 2012ê de ji ber birînên xwe mir. Birhik di 13ê şibata 2012ê de bitenê di tirimbêlê de bû li ser rêya Çil Axa dema li rojhilatî Tirbesipiyê ji hundirê du tirimbêlan bi tivingên fîşek-teqînok êrîşî wî hat kirin. Cotkarên ereb ku şahidên êrîşê bûn, diyar kir ku tirimbêlên êrîşkeran xwedî jimarên ji Laziqiyê bûn. Hingî Birhikê birîndar hatibû rakirin nexweşxaneya Qamişlo û piştî 14ê şibatê ew hatibû şandin Helebê. Destpêkê bawerî hebû, ku Birhik ji ber pevçûnekê bi alîgirên rêjîmê re bûye qurbanê êrîşê. Lê endamekî rêber ê partiyeke kurdî ji KurdWatch re da xuyakirin, ku Birhik berî êrîşê ji aliyê alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) ve hatiye tehdîdkirin. Endamên Komîteya Navendî ya partiya  Ebdilhekîm Beşar nexwest dîtina xwe ya li ser pirsa bê ma Nesridîn Birhik hatiye tehdîdkirin û ji aliyê kî ve, eşkere bikin.

ShareThis

KURDWATCH, 23ê şibata (February) 2012ê – Di 20ê şibata 2012ê de nêzîkî bîstûpênc çalakvanan hewl da, ku li ber derê avahiya şaredariya Qamişlo kombûneke bê destûr li dar bixin. Polîsan di demeke kin de dawî li kombûnê anî, bi wê re wan li dijî xwepêşanderan dar bi kar anîn û bi pehînan li wan xistin. Çalakvan û xwendekar Îvan Mihemed el-Tahir (jidayikbûn 1987), ku endamê hevbendiya SEWA ya Sûrî ye, hat girtin; ew niha li cem polîsên cezayê di girtîgeha lêkolînê de ye

ShareThis

KURDWATCH, 23ê şibata (February) 2012ê – Alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) wek dixuye bi rengekî sîstematîk rexnegirên rêjîmê û dijberên siyasî tehdîd dike.  Dr. Lezgîn Salih (jidayikbûn 1973, zewicî ye) ji KurdWatch re ragihand, ku ew û doktorekî dî ji Efrînê, Dr. Ferzend Umer , û dermanzan Haşim Şêx Neesan bi kuştinê hatine tehdîkirin. Wî tehdîd bi wê yekê ve girêdan, ku wî PYD li ser rûpela xwe ya Facebookê rexne kirbû. Dr. Umer ji aliyê xwe ve endamê komeke opozisyonê ya bi navê »Buhara Kurdî« ye, û Haşim Şêx Nahsan PYD riswa kiriye. Dûv re, li gor Dr. Salih, PYD tehdîdên xwe bi aliyê wî de kişandiye. 

ShareThis

KURDWATCH, 22ê şibata (February) 2012ê – Di 15ê şibata 2012ê de li Kobaniyê di nav alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD), xwedêgiravî alîgirên rêjîmê û herweha karmendên Muxaberatên Hêza Ezmanî de lihevteqînek çêbû. Tê gotin ku di encamê de berpirsekî leşkerî yê Muxaberatên Hêza Ezmanî hatiye kuştin. Farûq Îsa (jidayikbûn 1984, zewicî ye, 3 zarok), ku bi sudfe li nêzîkî ciyê bûyerê bû, bi fîşekekê hat kuştin. Îsa endamê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê bû. Sedemên lihevteqînê pirsgirêkek bû di nav PYD û çend malbatên ereb ên alîgirên rêjîmê de. Alîgirên PYD ji wan xwestibû ku ji Kobanîyê di nav pênc rojan de bar bikin. Piştî lihevteqînê ew malbat ji bajêr reviy, alîgirên PYD xaniyên wan şewitandin.
Bi hezaran çalakvan û endamên partiyên kurdî di cenazeyekê de beşdar bûn, ku di heman rojê de ji bo binaxkirina Farûq Îsa hat lidarxistin. Îsa li Termik, nêzîkî sê kîlometeran li başûrê Kobaniyê, hate binaxkirin. 

 

ShareThis

 KURDWATCH, 22ê şibata (February) 2012ê – Di xwenîşandanên 17ê şibata (February) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşander li jêr dirûşma »Berxwedana gelêrî« derketin ser kolanan û doza hilweşandina rêjîmê kir. Li Qamişlo, Amûdê, Dêrik, Tirbesipî, Çil Axa, Dirbêsî, Serê Kanî û Kobaniyê jî xwenîşandan pêk hatin. Li Qamişlo mîna hefteyên çûyî pênc xwenîşandan pêk hatin: li taxên Hilêlî, Enterî, Qidûrbeg, Kornîş û Qanat Swês. Hêzên ewlekariyê bi daran êrîşî xwenîşanderên li Hilêliyê kirin, hejmarek kes birîndar bûn. Li Dirbesî, Serê Kanî, Tirbesipî û Çil Axa xwenîşandaneke navendî li her bajarekî pêk hat. Li Amûdê du xwenîşandanên cuda hebûn.Li Kobaniyê du xwenîşandanên cuda li darketin. Yek ji wan ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) ve hate rêxistin. Di xwenîşandana dî de di nav alîgirên Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê û yên Encumena Niştîmanî ya Kurdî de çêbû.
Li Dêrikê beşdarên xwenîşandana înê û yên cenazeya binaxkirina Şevger Selah Elî (jidayikbûn 1992) bûn yek. Elî leşker bû û di 12ê şibatê de li Elzabadanî di nava şer de hatibû kuştin. Beşdarên cenazeyê ji KurdWatch re ragehand, ku hejmara beşdarên xwenîşandanê di nav deh û panzdeh hezar mirovî de bû.Piştî ku berî du hefteyan li Efrînê alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) êrîşî xwenîşanderan kiribûn, li wir tenê xwenîşandaneke alîgirên PYD li dar ket.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê şibata (February) 2012ê – Di 29ê çileya pêşîna 2011ê de Ismaîl Mistefa Hecî (jidayikbûn 1970 li Dêrikê) ji zindanê serbest hat berdan. Dadgeha Cezayê ya Hisiça di heman rojê de biryar dabû ku ew ji tawana pêkanîna xwepêşandaneke bê destûr bê guneh bû. Hecî di 25ê çileya pêşîna 2011ê de li Dêrikê ji aliyê polîsan ve hatibû girtin, ji ber ku fermaneke girtinê ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve li dijî wî derketibû. Pişî şevekê li Dêrikê ew hatibû veguhestin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiça. Wî şeva dawî berî serbestberdanê di zindana navendî ya Hisiça de bûrand. Di dema zindankirina wî de Hacî rastî kulm û sixêfan hatibû.

ShareThis

KURDWATCH, 20ê şibata (February) 2012ê – Berzan Iskan Umer (jidayikbûn 1992 li Dêrikê) roja 10ê şibata 2012ê di dema operasyoneke artêşa Sûriyê de li al&#x2011;Zabadanî (nêzîkî 50 km li bakurê rojavayê Şamê) hat kuştin. Di 11ê şibatê de termê wî hat radestkirin malbata wî. Di 12ê şibatê de bi beşdarbûna hejmareke mezin ji çalakvanan û herweha mirovên kesê kuştî cenazeya wî li dar ket. Kesên beşdar daxwaza rûxandina rêjîmê kir û dirûşmên li dijî rêjîmê bang kirin. Li gel stranên erebî û kurdî yên şoreşgerî sirûda neteweyî ya kurdî jî hat strandin. Agahiyên bêtir li ser kuştina Umer hîn ne naskirî ne.

 

ShareThis

KURDWATCH, 18ê şibata (February) 2012ê - Di xwenîşandanên 10ê şibata (February) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşander li jêr dirûşma »Rûsiya zarokên me dikûje« derketin ser kolanan û doza rûxandina rêjîmê kir. Li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî, Serê Kaniyê û Kobaniyê jî xwenîşandan pêk hatin. Li Qamişlo mîna heftiya çûyî pênc xwenîşandan pêk hatin: li taxên Hilêlî, Enterî, Qidûrbeg, Kornîş û Qanat Swês. Hêzên ewlekariyê bi daran êrîşî xwenîşanderan li Hilêliyê kir, hejmarek kes birîndar bûn. Li Dirbesî, Serê Kanî û Kobaniyê xwenîşandaneke navendî li her bajarekî pêk hat. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn. Piştî ku heftiya çûyî li Efrînê alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) êrîşî xwenîşanderan kiribûn, li wir ti xwenîşandan pêk nehatin. Ji dêvla wê alîgirên PYD yên çekdar derketin ser kolanan.
Roja 12ê şibatê beşdarên cenazeya binaxkirina Şêrzad Hecî Reşîd [agahiyên bêtir li ser vê meseleyê] kombûna xwe kirin xwenîşandaneke li dijî rêjîmê. Bi hezaran çalakvan daxwaza hilweşandina rêjîmê û bidarvekirina serokkomar Başar el-Esed kirin. Endamên partiyên cuda axivîn, alîgirên PYD nameyeke sersaxiyê ya serokê xwe Salih Muslim Mihemed xwendin. Ta niha ne xuya ye bê kê Hecî Reşîd kuştiyê, ku berî kuştinê ji aliyê PYD ve hatibû tehdîd kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 16ê şibata (February) 2012ê – Di 12ê şibata 2012ê de endamên bilind ên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) belgeyeke lihevkirinê imze kir, da ku rê li ber gurrkirina astengiyan bê girtin, nemaze astengiyên di warê giştî de. Ismaîl Hemê, sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, ji KurdWatch re diyar kir ku li gor peymanê gerek herdu alî rêzê ji nerînên cuda yên hevdû re bigirin. Wî herweha got ku dê hewildan hebe ku astengî nebin pevçûn. Herdu aliyan li hev kir ku komîteyên herêmî bên damezirandin, da ku astengiyan bi lez çareser bikin.

ShareThis

KURDWATCH, 14ê şibata (February) 2012ê – Di 9ê şibata 2012ê de endamekî Girovera Helebê ya Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurdî li Sûriyê, ku bilindtîrîn koma xebatê ya partiyê li pey komîteya navendî ye, dektor Şêrzad Hecî Reşîd (jidaykbûn 1987) demeke kurt piştî dûrketina wî ji cihê karê wî li nexweşxaneya Amal li Helebê ji aliyê çar kesên çekdar ve hat revandin. Li gor agahiyên hevkareke wî, ku bi Hecî Reşîd re di tirimbêlê de bû, kesên êrîşker  ta rêyeke girtî li pey wan ketin. Wan li wir jin bi zorê da alî û Raşîd di tirimbêla wî de revandin.
Di 10ê şibatê de nêzîkî demjimêr 3ê sibehî polîsan malbata Hecî Reşîd agahdar kir ku laşê kurê wê li qiraxên bajêr, li ser rêya Efrînê, hatiye dîtin. Li ser laşê Reşîd şopên kêr û îşkenceyê hebûn, sedema mirinê teqînek di zik de bû. Tirimbêla kesê kuştî windayî maye. Ta niha berpirsên kurştinê ne diyar in.

ShareThis

KURDWATCH, 12ê şibata (February) 2012ê – Di 6ê şibata 2012ê de pênc kesên ku dixwestin sînorê di navbera Iraq û Sûriê de bi rengekî qaçax derbas bikin, hatin revandin. Ibrahîm Biro (endamê Nivîsgeha Siyasî ya Payrtiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê û herweha endamê Komîteya Bicihanînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê), Mihemed Yûsiv (endamê Komîteya Bicihanînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê), Salih Sofî (endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Rêkeftina Demoqrat a Kurd) herweha herdû qaçaxçiyên wan hatin girtin. Biro û Yûsiv di 28 û 29ê çileya paşîna 2012ê de beşdarî Kongreya Hewlêrê ya Revenda Kurdên Sûriyê li Derve bûbûn.
Endamekî bilind ê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ji KurdWatch re diyar kir ku yekî ji qaçaxçiyan demeke kin piştî revandina wan ji nasekî xwe re di rêya telefonê re gotiye ku kom ji aliyê alîgirên PKK û PYD ve hatiye revandin. Kesayetiyên rêber ên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û yên Partiya Yekîtî ji PYD daxwaza serbestberdana kesên revandî kir. PYD neberpirsiyara xwe da xuyakirin. Piştî çend demjimêran kesên revandî hatin radestkirin bo endamên hêzên ewlekariyê yên sînor, wan jî ew radestî endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 10ê şibata (Ferbuary) 2012ê – 6ê şibata 2012ê nêzîkî heftê çalakvan beşdarî kombûneka nîv demjimêrî bûn li ber der derê Dadgeha Cezayê li Hisiça. Girtina rêyan arîkarî kir, ku gelek çalakvan neghin cihê kombûnê. Kesên kombûyî daxwaza berdana nivîskar Hisên Îso [agahiyên bêtir li ser vê meseleyê] û ya çalakvan Şepal Ibrahîm [agahiyên bêtir li ser vê meseleyê] kirin. Xwepeşanderekî ji KurdWatch re ragehand, alîgirên rêjîmê wêneyên kombûnê digirtin ji bo beşdaran bitirsînin.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê şibata (Ferbuary) 2012ê – Roja 30ê çileya paşîna 2012ê Nahro Şerîf Şêxî (jidayikbûn 1984) ji zindanê serbest hat berdan. Piştî girtina wî di 3ê çileya paşîna 2012ê de ew veguhestin zindana lêkolînê ya el-Fayhayê ya Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê . Doza li hember wî hatibû vekirin li gor biryara lêborînê ya 15ê çileya paşîna 2012ê hat girtin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 8ê şibata (February) 2012ê – Di êrîşên amadekirî de yên alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) li Efrînê di 3ê şibatê de ji kêmayî 17 kes birîndar bûn. Nêzîkî 300 alîgirên Encumena Niştîmaniya Kurd ji aliyê alîgirên PYD yê çekdar hatin dorpêçkirin, gava ew ji bo xwepêşandaneke rexnegira rêjîmê kom bûbûn. Alîgirên PYD ji xwepêşanderan xwestin ku ew di bin alên wan de bigerin. Gava wan ew daxwaz bi cih neanîn û »Azadî« bang kirin, bi dar, kêr, zincîr û demançeyan ew hatin êrîşkirin.
Bi êrîşê re kesên êrîşvan durişmên mîna »Efrîn bajarê şehîdaye, cihê alîgirên Erdogan û Barzanî li vir nîne« bang dikirin, û wêneyên Ocalan bilind kirbûn. Hêzên ewlekariyê yên Sûriyê xwe tevlî rûdanê nekirin. Hejmarek mezin ji xwepêşanderan hatin rakirin bo nexweşxaneyan, lê hinek ji wan nikarîn bên dermankirin, ji ber PYD li wir jî êrîşên xwe berdeam kir.
Ev xwepêşanderên han birîndar bûn, heşt birîndarên dî ne amade bûn navên xwe bêjin: Abdurehman Necar (Parêzer), Mihmed Cafer, Osman Xelîl, Sawrazan Mihmed, Dr. Ahmad Yûsif (endamê Encumena Niştîmaniya Kurd), Ebdulrehman Apo (Endamê Nivîsgeha Siyasî yê Partiya Azadiya Kurd li Sûriyê û endamê Encumena Niştîmaniya Kurd), Riyad Henan Cemo, Fexrî Reşîd, Mesûd Reşîd, Alî Hasan, Hikmet Şêx Amad, Şiyar Bekir, Ehmed Mustefa, Hesen Ebdo, Mihemed Ehmo, Resûl Ayno û Ciger (paşnav nenase).
Birînên wan bêhtir di serî û destan de bûn, çalakvanek parasûyên wî hatin şikadin. Herweha nasnameya Riyad Hanan Cemo ji wî hat standin. Li gor ragehandinên şahidan tenê hindek êrîşvanan ji Efrînê bûn. Li gor beşdarekî xwepêşandanê ji KurdWatch re gotî hinek ji wan bi devokeke kurdî diaxivîn, ku li Turkiyê belav kirî yê. 
Li Qamişlo di 3ê şibatê de bi tevahî pênc xwepêşandan hatin li dar xistin: Li tarikên Hilêlî, Enterî, Qidûrbeg, Kornîş û Qanat Swês. Hêzên ewlekariyê yên Sûriyê hejmarek kes binçav kirin.
Êrîşvanên PYD di dema xwepêşandana Enteriyê êrîşî çalakvanan kirin, yên ku wêneyên xwepêşandanê digrtin, bi bahaneya ku girtina wêneyan tenê ji mafê endamên televiozyonên PKKê RojTV û RonahîTV ye. Sê çalakvan bi giranî di serê xwe de birîndar bûn.
Li Amûdê du xwepêşandan di heman demê de hebûn, endamên PYD tevlî xwepêşandanan nebûn. 
Li aliyên dî jî yên welêt xwepêşander derketin ser kolanan û daxwaza hilweşandina rejîmê kirin. Di pevçûnên di nav hêzên ewlekariyê yên Sûriyê, kesên sîvîl û leşkerên »Artêşa Sûriyê ya Azad« bi sedan xwepêşander nemaze li Homsê hatin kuştin û birîndarkirin. Xwepêşandan di bin duruşma »Li me bibûre, Hama« bi rê ketin, ya ku bombebarankirina bajarê Hama ji aliyê Artêşa Sûriyê di sala 1982an de bibîr tanî.

https://www.youtube.com/watch?v=OduiZPhSKqs

https://www.youtube.com/watch?v=XaVL8IQ0sAM

https://www.youtube.com/watch?v=T0YIiWmJAaQ

https://www.youtube.com/watch?v=FKI9metK7wQ

https://www.youtube.com/watch?v=HtVARgygZxw

https://www.youtube.com/watch?v=HxyZZhGFp5I

ShareThis

KURDWATCH, 8ê şibat (Ferbuary) 2012ê – Şîndar Salah Şakir (jidayikbûn 1992 li Qamişlo) roja 2ê şibata 2012ê dema erkê leşkeriyê li Al-Zabadanî dikir (50 km li bakurê rojavayê Şamê) canê xwe ji dest da. Şakir berî nêzîkî salekê leşkerî destpêkiribû, ew leşker bû li koma 10an ya ku nêzikî Qatna cih distîne. Di 4ê şibatê de polîsên leşkerî li Qamişlo termê wî radestî malbata wî kirbûn. 5ê şibatê cenaze li Latîfiya ya nêzîkî Qamişlo bû xwepêşandanek, ku bi hezaran çalakvan herweha mirovên kesê kuştî di wê de beşdar bûn. Agahîyên bêhtir girêdayî awayê kuştina wî ta niha peyda nebûne.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê şibata (February) 2011ê – Aras Sebrî Şakir (jidayikbûn 1990 li Maşûqê – Dêrik) roja 31ê çileya paşîna 2012ê dema erkê leşkerîyê li Homsê dikir canê xwe ji dest da. Polîsên leşkerî laşê wî di 2ê şibatê de li Qamişlo radestî malbata wî kirin. Roja dî 3ê mehê gava cenazê wî bi rê ket, bi hezaran çalakvan herweha endamên malbata leşkerê kuştî beşdar bûn û laş li Maşûqê bingor kirin.
Li go aliyên fermî Aras Sabrî Şakir ji ber birînên xwe di şerekî de li Homsê hat kuştin. Lê şahidên buyerê ji malbatê re diyar kirin ku Aras nexwest li ser kesên sivîl biteqîne. Ji ber vê, li gor endamekî malbatê ji KurdWatch re got, berpirsên Aras yên leşkerî emrê kuştina wî dan. Hin agahiyen dî dibêjin ku yê birîndar çend demjimêran ji bo arîkariyê hawar kir, berî ku ew ji ber birînên xwe jiyanê ji dest bide

ShareThis

KURDWATCH, 5ê şibata (February) 2011ê – Xalid Oso (1984) roja 29ê çileya paşîn 2011ê li cihê karê xwe li Dirbêsîyê ji aliyê karmendên Dezgeha Ewlekariya Siyasî hat girtin. Sedema girtina wî hîn ne diyare.

ShareThis

KURDWATCH, 2ê şibata (February) 2011ê - Dadgeha pîşeyî ya Sendîqeya Parêzeran li Hisiçayê di 31ê çileya paşîna (January) 2011ê biryar da ku parêzer Mistefa Xidir Oso û Fêsel Bedir ne gunehkar in. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

 

KURDWATCH, 1ê şibata (Februar) 2012ê – Ji 28 ta 29ê çileya paşîna 2012ê li Hewlêrê (Herêma Kurdistana Iraqê) di Hola Hewlêrê de Kongreya Revenda Kurdên Sûriyê li Derve hat e li darxistin. Nûnerên partiyên Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê û kesayetiyên dervî welêt yên ji aliyê wan ve hatî hilbijartin beşdar bûn. Kongre ji aliyê Nivîsgeha Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê bi rêberiya serok Mesûd Barzanî hatibû rêxistin û fînansekirin. Di ragehandina dawî de beşdaran piştgiriya xwe ji biryarên Encumena Niştîmaniya Kurd [agahiyên bêtir li ser meseleyê] ya Sûriyê dan xuyakirin û bikaranîna zordariyê li dijî gel ji aliyê desthilatdariya Sûriyê şermezarkirin.

 

ShareThis

KURDWATCH, 29ê çileya paşîna (January) 2012ê – Di 3ê îlona (September) 2011ê nivîskar û çalakvan Hisên Îso li Hisiçayê ji ber çalakiyên rikebir hatibû girtin. Îso yê ku niha li Qamişlo girtî ye nexweşê dil e.Rewşa wî ya tenduristî di mehên çûyî de gelkî nebaş bû ye.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê çileya paşîna (January) 2012ê – Ebdilmecîd Temir di 19ê çileya paşîna (January) 2012ê de li Helebê ji ber mersûma efûyê ya jimar 10 di 15ê çileya paşîna (January) 2012ê de ji zindanê derket. Endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî çalakvan Ebdilmecîd Temir di 31ê gulana (May) 2011ê de li Qamişlo girtibû û ew radestî Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê kiribû. Dema ku tehqîq pê re dihat kirin, çavên Temir dihatin girtin û destên wî dihatin girêdan, ew bi darên elektrîkê û bi feleqeyan dihat işkencekirin. Temir hatibû mecbûrkirin ku şifreyên xwe yên facebook, skype û e‑mailên xwe eşkere bike. Piştî panzdeh rojan ew hatibû radestkirin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê û ew li wir jî rastî tehqîqan hatibû. Piştî bîstûpênc rojên din ew ligel girtiyên din hat şandin Helebê. Li wê derê Dozgeriya Leşkerî li gor bendê 285ê yê qanûna tawanan doz lê vekir. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 25ê çileya paşîna (January) 2012ê – Di 17ê çileya paşîna (January) 2012ê de li Qamişlo dikana wênekêşeyê ya Ehmed Ebdela Bedro hat şewitandin. Tê gumankirin ku endam an jî alîgerên Partiya Yekîtiya Demoqrat li dû vê kiryarê ne. Di 10ê çileya paşîna (January) 2012ê de Bedro û du birayên wî ji aliyê PYDê ve hatibûn kuştin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 25ê çileya paşîna (January) 2012ê – Endamên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD), ku rêxistina Sûriyê ya PKKê ye, gefa kuştinê li Seedûn Sîno xwar. Sîno, ku li Dirbêsiyê yek ji çalaktirîn rexnegirên rêjîmê ye û bi roleke sereke di pêkanîna xwenîşandanên li wir de dilîze, di xwenîşandana îna 20ê çileya paşîna (January) 2012ê de vekirî kuştina Ehmed Ebdela Bedro, Nîdal Ebdela bedro û Emar Ebdela Bedro ji aliyê PYDê ve [agahiyên bêtir li ser vê meseleyê] şermezar kiribû. Piştî ku kesayetiyên ji Dirbêsiyê derbasî meseleyê bûn û Sîno li cem PYDê ji bo axavtina xwe doza lêborînê kir, berpirsên PYDê got ku ewê fermana kuştinê pêk neynin.

ShareThis

KURDWATCH, 24ê çileya paşîna (January) 2012ê - Di xwenîşandanên 20ê çileya paşîna (January) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir. Xwenîşandan li jêr dirûşma »Girtiyên şoreşê« pêk hatin. Li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî, Kobanî, Dêrik û Serê Kaniyê jî xwenîşandan pêk hatin. Li Qamişlo xwenîşandan dîsa li çend taxan pêk hatin; yek ji wan ji aliyê Konferensa Niştimanî ya Kurdî ve hatibû amadekirin. Mîna di hefteyên buhurî de vê carî jî li Amûdê sê xwenîşandan di heman demê de pêk hatin.

Xwenîşandana li Qamişlo:
https://www.youtube.com/watch?v=OduiZPhSKqs

ShareThis

KURDWATCH, 22ê çileya paşîna (January) 2012ê - Endezyar Seîd Dêrikî (1970, zewicî ye, sê zarok) di 14ê çileya paşîna (January) 2012ê de li ciyê karê wî di kanala televizyonê ya dewletê de li Şamê hat girtin. Ew bi kişandina filmekî ji xwenîşandaneke ji bo piştgiriya Esed tê gunehkarkirin. Di vî filmî de hejmara xwenîşandaran hindiktir bû ji hejmara ku dezgehên sûrî yên fermî belav kiribû.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê çileya paşîna (January) 2012ê - Çalakvana Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê, Fehîma Salih Osê, ku bi navê Hervîn Osê tê naskirin, dawîanîna li endametiya xwe di partiyê de eşkere kir. Wê guhertina xeta partiya xwe piştî kuştina peyvdarê partiyê Mişeel Temo wek sedema vê gavê bi nav kir. Wê got ku ew dixwaze dîsa bi xurtî »di kolanê de« çalak be.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê çileya paşîna (January) 2012ê - Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê di 15ê çileya paşîna (January) 2012ê de biryar da ku endamên wê endametiya xwe di hevbendiyên oposîtsyonê yên sûrî de (Encûmena Niştimanî ya Sûrî, Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat û Daxuyaniya Şamê) ta demeke ne diyar rawestîne. Armanc ew e ku partiyên kurdî di komeke kurdî de bi oposîtsyona sûrî re bidin û bistînin.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê çileya paşîna (January) 2012ê - Mejdel Ebdilfetah Ucê di 15ê çileya paşîna (January) 2012ê de ji zindana li Qamişlo serbest hat berdan. Endezyarê ku ji 26ê tebaxa (August) 2011ê ve di zindanê de bû û li dijî wî li gor bendê 285ê yê qanûna tawanan doz hatibû vekirin, ji mersûmê efûyê jimar 10 di 15ê çileya paşîna (January) 2012ê de sûd girt. [Agahiyên bêtir li ser meseleyê]

ShareThis

KURDWATCH, 18ê çileya paşîna (January) 2012ê - Di xwenîşandanên 13ê çileya paşîna (January) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir. Xwenîşandan li jêr dirûşma »Piştivaniya ji bo Artêşa Azad« pêk hatin. Li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî, Kobanî, Dêrik û Serê Kaniyê jî xwenîşandan pêk hatin. Li Qamişlo xwenîşandan li çend taxan pêk hatin; yek ji wan ji aliyê Konferensa Niştimanî ya Kurdî ve hatibû amadekirin. Li taxa Enteriyê alîgerên rêjîmê gule di ser serê xwenîşanderan re berdan, xwenîşanderan jî bi keviran bersiv dan. Li Serê Kaniyê jî alîgerên rêjîmê xwest xwenîşandanê têk bibin. Mîna di hefteyên buhurî de vê carî jî li Amûdê sê xwenîşandan di heman demê de pêk hatin. Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) xwenîşandana xwe li jêr dirûşma »Jiyanek bi rûmet« pêk anî.

Xwenîşandana li Qamişlo:
https://www.youtube.com/watch?v=OduiZPhSKqs

ShareThis

KURDWATCH, 17ê çileya paşîna (January) 2012ê - Bi mersûmê jimar 10 di 15ê çileya paşîna (January) 2012ê de serok Beşar el-Esed hemû kes efû kirin ku ji 15ê adara (March) 2011ê ve li dijî wan ji ber tawanên li gor bendên 285, 286, 287, 291, 294, 307, 308, 327 û 328ê yên qanûna tawanan doz li dijî wan hatibin vekirin. Herweha ew kes hatin efûkirin ku li gor bendên 335 û 339ê yên qanûna tawanan doz li dijî wan hatibin vekirin. Ev bend girêdayî ne bi mafê pêkanîna xwenîşandanê ku bi mersûmê 54ê di 21ê nîsana (April) 2011ê de nû hatibû sazkirin. Ew kes jî tên efûkirin ku ji ber rahiştina çekan xwe sûcdar kiribin an ji artêşê reviyabin. Kesê ku ta niha nehatibin girtin û xwe ta 31ê çileya paşîna (January) 2012ê teslîm bikin, tên efûkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 15ê çileya paşîna (January) 2012ê - Di 11ê çileya paşîna (January) 2012ê de çavdêrên Komkara Erebî serdana çend bajarên kurdî kir. Li Qamişlo hêzên ewlekariyê yên sûrî ew birin xwenîşandaneke piştgiriya Esed ku ji aliyê rêjîmê ve hatibû amadekirin. Wan rê li ber wan girt ku xwenîşandanên li dijî rêjîmê bişopînin. Li Amûdê jî hêzên ewlekariyê ligel çavdêran bûn. Berevajî li Qamişlo ew li Amûdê ji aliyê hejmareke mezin ji xwenîşanderên li dijî rêjîmê ve hatin pêşwazîkirin. Xwenîşanderan doza rûxandina serokê dewletê kir.

ShareThis

KURDWATCH, 13ê çileya paşîna (January) 2012ê - Di 10ê çileya paşîna (January) 2012ê de Ehmed Ebdela Bedro (1971), Nîdal Ebdela Bedro (1967) û Emar Ebdela Bedro (1973, zewicî ye, sê zarok) li Qamişlo ji aliyê endamên çekdar ên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) ve hatin kuştin. Di 8ê çileya paşîna (January) 2012ê de endamên PYDê êrîşî Ebdela Bedro, bavê hersî kesên kuştî, di mala wî de kiribû û ew bi guleyan bi dijwarî birîndar kiribû. Di vê êrîşê de yek ji êrîşkeran, Mihemed Mehmûd, ku bi navê Xebat tê naskirin û endamek PYDê ji Dêrikê ye û ta berî demeke kurt gerîlayek PKKê bû, bi guleyekê hat kuştin. Polîsan yekser Îmad Ebdela Bedro girt, ku yek ji kurên Ebdela Bedro ye. Ebdela Bedro ji hingî ve di nexweşxaneyeke Qamişlo de tê dermankirin.
Komeke ta niha ne naskirî ku navê »Parêzvanên Hêjayiyên Gel« li xwe dike, eşkere kir ku ew li dû kuştina hersî biraderan Ehmed, Nîdal û Emar Ebdela Bedro ye. Daxuyaniya wê di 10ê çileya paşîna (January) 2012ê de bi zimanê erebî di Ajansa Nûçeyan a Firatê ya nêzîkî PKK û herweha di malpera fermî ye PYDê de hat weşandin. Vê komê kuştina Mihemed Mehmûd û destdayina li ser maûmilkên PKK/PYD wek sedema kuştinan bi eşkere kir. Ebdela Ebdro kevneendamek PKK bû, ku tê gotin ku li ser navê wî vêlayeke li Şamê hatibû qeydkirin ku serokê PKK Ebdela Ocalan lê dima dema ew li Sûriyê bû. Piştî ku Ocalan di 1998ê de li ser dexta Tirkiyê mecbûr bû ji Sûriyê derkeve, vêla li ser navê Ebdela Bedro maye. Herweha tê gotin ku piştî wî dev ji PKK jî berda, wî nexwestiye vêlayê vegerîne, çimkî li gor wî Ocalan bi xwe ew vêla dabû wî.
Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê di 10ê çileya paşîna (January) 2012ê de di daxuyaniyekê de kuştinên li Qamişlo şermezar kir û ew wek »tawaneke kirêt« bi nav kir. Yekîtî behs nake bê kê ew kuştin pêk anîne.
Herweha Yekîtiya Hêzên Demoqrat ên Kurdî li Sûriyê, hevbendiya komên ciwanên kurd ên serbixwe AVAHÎ û Yekîtiya Komîteyên Tensîqê ya Ciwanên Kurd li Sûriyê kuştin şermezar kirin. Di daxuyaniyeke hevbeş de ew »Şebîha« dikin berpirsyara kuştinan. Ji komên ne fermî yên çekdar ên rêjîmê re »Şebîha« tê gotin.

ShareThis

KURDWATCH, 11ê çileya paşîna (January) 2012ê - Rênas Cemîl Şêxê, xwendekarê felsefeyê li Zanîngeha Helebê, û Raman Ismaîl Remo, xwendekarê kîmyayê li Zanîngeha Dêra Zorê, di 4ê çileya paşîna (January) 2012ê de di xwenîşandaneke li dijî rêjîmê de li gundê Muftî li Hisiçayê hatin girtin.

ShareThis

KURDWATCH, 9ê çileya paşîna (January) 2012ê - Di xwenîşandanên 6ê çileya paşîna (January) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir. Xwenîşandan li jêr dirûşma »Ger hûn alîkariya [doza] Xwedê bikin, ewê alîkariya we bike« pêk hatin. Li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî, Kobanî û Serê Kaniyê jî xwenîşandan pêk hatin. Alîgerên Partiya Yekîtiya Demoqrat li Qami&#351;lo hew da ku xwenî&#351;andanê bi bilindkirina alên PKKê û wêneyên Ebdela Ocalan têk bibin, lê ew bi ser neketin.  Mîna hefteya buhurî vê carî jî li Amûdê sê xwenîşandan di heman demê de pêk hatin. Li Tirbesipî hêzên ewlekariyê nehi&#351;t ku xwenî&#351;andanek pêk were.

ShareThis

KURDWATCH, 8ê çileya paşîna (January) 2012ê - Çalakvanê siyasî Ebdilhemîd Hesen Biro di 3ê çileya paşîna (January) 2012ê de ji ber beşdarbûna di xwenîşandanên li dijî rêjîmê li Helebê jhat girtin.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê çileya paşîna (January) 2012ê - Komek ji partiyên kurdî di 22ê çileya pêşîna (December) 2011ê de Yekîtiya Hêzên Demoqrat ên Kurdî li Sûriyê damezirand. Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê, Partiya Demokrat a Kurdî ‒ Sûrî ya Ebdilrehman Alûcî û Partiya Yekîtiya Kurdistanî li Sûriyê endamên vê hevbendiyê ne.
Ev in helwestên hevbendiya nû:
1. Rûxandina rêjîmê û tevaya nîşan û strûktûrên wê, berdewamiya şoreşa azadyane li tevaya beşên Sûriyê û li herêmên kurdî û herweha xurtkirina bangên ji bo grevan û bêîtaeta sîvîl li tevaya herêmên kurdî.
2. Yekbûna hewildanên ciwanên serhildêr li herêmên kurdî û tensîqa di navbera wan û çalakvanên din ên şoreşa sûrî de.
3. Xebata ligel hemû aliyên peywendîdar ji bo misogerkirina paraztina navneteweyî ji bo kesên sîvîl, û piştivaniya hemû hewildanên erebî û navneteweyî û bicîanîna wan ji aliyê rêxistinên navneteweyî ve di zûtirîn dem de.
4. Diyaloga bi tevaya hêzên siyasî yên kurdî yên li derveyî vê hevbendiyê re, û tensîqa hewildanan ji bo paraztina yekîtiya rêza Kurdan.
5. Peywendiya bi hemû aliyên oposîtsyona sûrî re li hundir û derve û bi taybetî bi Encûmena Niştimanî ya Sûrî û kesayetiyên niştimanî yên sûrî re, û peydakirina rêyên ji bo hevkarî, hevtêgihiştin û xebata hevbeş ligel wan ji bo bicîanîna armancên şoreşê.
6. Ev hevbendî dibîne ku rewabûna rastî digihên wan kesan ku di xebata li dijî rêjîma autorîtêr xwe kir gorî, li ber xwe da û rastî işkenceyan hat.
7.  Yekîtiya Hêzên Demoqrat ên Kurdî teqez dike ku biryara niştimanî ya kurdî li Sûriyê serbixwe ye û asoya neteweyî ya kurdî paraztî ye.
8. Sazkirina sîstemeke parlamentê û jiyaneke demoqrat li ser bingeha piraliyê, veguhestina aştyane ya desthilatê, desthilata qanûnê, dabeşkirina hersî desthilatan (çêkirian qanûnê, bicîanîna qanûnê û dadê) û paraztina maf û taybetmendiyên tevaya pêkhatiyên civaka sûrî.
9. Pejirandina di destûrê de ku Sûrî dewleteke sîvîl e ya xwedî ol, mezheb û neteweyên cuda ye (Ereb, Kurd, Kildan, Aşûrî, Siryan, Ermenî, Şîşan, Çerkes, Turkman û Êzîdî) ligel misogerkirina mafên siyasî û çandî yên hemûyan.
10. Destûra nû mafên neteweyê yên gelê kurd li Sûriyê di çarçeweyeke niştimanî ya demoqrat a tewafiqî de li ser bingeha hevkariya di dewletê de wek neteweyeke sereke li tenişt neteweya erebî misoger dike. Ew herweha misoger dike ku pirsa gelê kurd pirseke gelekî ye ku bi viyana xwe ya azad li ser xaka xwe ya dîrokî dijî. Herweha divê pirsa wî bi awayekî demoqrat û dadmend bê çarserkirin û tevaya qanûn, mersûm û proje û siyasetên regezperest li dijî gelê kurd mîna Kembera Erebî, Serjimartina Awarte û siyasetên erebîkirinê û piştguhkirina herêmên kurdî û şûnmayiyên wan ên negatîv bên rakirin û tezmînat bên dayin ji bo kesên ku ji tevaya van karan ziyan dîtine.
11. Misogerkirina azadî û mafê welatî di derbirîna nerînê û pêkanîna xwenîşandanê, pêkanîna azadiyên kesayetî û rîtûalên taybetî, beşdarbûna di jiyana giştî de û rêzgirtina li rûmeta wî ya mirovî li ser bingeha bicîkirina mafê sîvîl ê welatîbûnê.
12. Redkirina zordariyê û xurtkirina hewildanên ji bo lêbûrîn, lihevhatin û hevdûpejirandina di navbera tevaya welatiyan de û rêzgirtina li tevaya peymanên navneteweyî û li mafên mirovan.
13. Rakirina tevaya şêweyên ramana totalîtêr, autorîtêr û nehiştina aliyê din, hiceta ji bo wê çi jî be; nepejirandina zordariyê di xebata siyasî de û karkirina bi prensîpên şefafiyetê di çarçeweya peywendiyên siyasî de; dûrxistina artêş û hêzên ewlekariyê ji siyaset û hilbijartinê, da ku nikaribin ne dengên xwe bidin, ne jî xwe bidin hilbijartin.
14. Bicîanîna sîstema ne merkezî di dewletê de, da ku guncaw bin bi pêwîstiyên pêşketin û pêşdeçûnê ên herêman; misogerkirina wekheviya derfetan û dabeşkirina dadmend a dewlemendiya niştimanî û herweha xebata ji bo bilindkirina şêweyê jiyanê yê tevaya welatiyên sûrî; sazkirina yekîneyên îdarî yên nû ku berjewendiyên welatiyên herêmên peywendîdar diparêze; diyarkirina nisbetên diyarkirî ji hatinên her parêzgehekê, da ku li ser sazkirina avahiya bingehîn û projeyên pêşdebirinê de li van parêzgehan bên xerckirin.
15. Dewleta sûrî ya nû tevaya mafên jinê misoger dike, di nav de misogerkirina beşdarbûna wê ya çalak di jiyana siyasî û hemû warên din de. Divê bi şêweyekî cidî guhdana li ciwanan û pirsgirêkên wan bê kirin û beşdarbûna wan di warên sîvîl, çandî, civakî, aborî û siyasî yên civakê de bê misogerkirin.
16. Dewleta sûrî ya nû dewleteke sîvîl û şaristanî ye û alaveke cidî ya istiqrarê ye li derûdora wê ya erebî, herêmî û navneteweyî.
17. Çareseriya pirsa herêmên sûrî yên dagîrkirî di rêya qanûnên navneteweyî û biryarên peywendîdar ên Encûmena Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî re.
18.  Yekîtiya Hêzên Demoqrat ên Kurdî wê ligel Encûmena Niştimanî ya Sûrî dema intîqalî li ser bingeha sazkirina encûmenên lokal bi rê ve bibe, da ku dema rûxandina rêjîmê ewlekariya herêmên kurdî bê misogerkirin.
19. Ev hevbendî bangî sazkirina konferenseke niştimanî li jêr sernavê guhertina demoqrat ji bo sazkirina bernameyekê ji bo dema intîqalî dike, ligel tevaya nûnerên civaka sûrî, ku destên wan bi xwîna gel nehatibin lewitandin an malûmilkên dewletê nedizîbin.
20. Hikûmeta demî wê herî zêde di hundirê salekê de hilbijartinên azad li jêr çavdêriya dezgehên navneteweyî pêk bîne, da ku kombûneke damezirandinê bide hilbijartin; erkê vê kombûnê sazkirina destûreke nû ye ji bo dewletê, ku piştre di rêya dengdanekê re j igel re bê pêşkêşkirin.
21. Gerek hilbijartinên parlamentê li gor destûra nû herî zêde di hundirê şeş mehan de pêk bên.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê çileya paşîna (January) 2012ê - Nihro Şerîf Şêxê (1984, zewicî ye, zarokek) di 3ê çileya paşîna (January) 2012ê de li cem dergehê sînor ê Bab el-Hewa li ser sînorê Sûrî-Tirkiyê hat girtin dema wî dixwest ji Sûriyê derkeve. Polîsan ew radestî Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê kir. Şêxê ji Dirbêsiyê ye, ew li wê derê beşdarî xwenîşandanên li dijî rêjîmê dibû.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê çileya paşîna (January) 2012ê - Di xwenîşandanên 30ê çileya pêşîna (December) 2011ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşanderan doza rûxandina rêjîmê kir. Xwenîşandan li jêr dirûşma »Meşa ber bi saheyên azadiyê« pêk hatin. Li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî, Tirbesipî, Dêrik, Kobanî û Serê Kaniyê jî xwenîşandan pêk hatin. Li Qamişlo polîsan hew da ku rê li ber nişteciyên li taxên rojhilat ên bajêr bigire, da ku beşdarî xwenîşandanan nebin. Wan xaza rondikrij li dijî xwenîşanderan bi kar anî û gule berdan wan. Di encamê de sê kes birîndar bûn. Mîna hefteya buhurî vê carî jî li Amûdê sê xwenîşandan di heman demê de pêk hatin. Partiya Yekîtiya Demoqrat li jêr dirûşma »Vîna kurdî« xwenîşandan pêk anîn.

Xwenîşandana li Qamişlo:
https://www.youtube.com/watch?v=57yCtyhCRk0

ShareThis

KURDWATCH, 1ê çileya paşîna (January) 2012ê - Sîpan Şêxmûs Şiwêş (1994) di 26ê çileya pêşîna (December) 2011ê de li Balafirgeha Şamê hat girtin dema ew ji Qamişlo dihat. Şiwêş li ser rêya balyozxaneya çekî li Şamê bû, da ku doza vîzaya ji bo xwendinê bike. Ta niha sedemên girtina wî ne diyar in.

ShareThis

KURDWATCH, 1ê çileya paşîna (January) 2012ê – Dadgeha pîşeyî ya Sendîqeya Parêzeran li Hisiçayê di 28ê çileya pêşîna (December) 2011ê de dadkirina parêzeran Mistefa Xidir Oso û Fêsel Bedir hat bipaşxistin ji bo 31ê çileya paşîna (January) 2012ê. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]