KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Qamişlo: Sê kuştî di pey êrîşeke madeyeke teqînok

KurdWatch, 30ê çileya paşîna (January) 2016ê – Di 24ê çileya paşîna 2016ê de madeyeke teqînok li navenda bajarê Qamişloyê teqiya, ya ku li nêzîkî qehwexaneyekê bi biskilêtekê ve kiribûn. Pêre sê kesan jiyana xwe ji dest dan, pênc kesên dî birîndar bûn. Berpirsê teqînê gerek e Dewleta Islamî (DI) be. Wisa malpera facebookê Amaq ya nêzîkî DI ragehand. Lê Asayîş, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), di ragehandinekê de Artêşa Bergiriya Niştîmanî ya nêzîkî rêjîmê kir berpirsê vê êrîşî û êrîşên 30ê çileya pêşîna 2015ê [agahiyên bêhtir] jî. Sedemên tawanbariyan bêhtir nehatin zelalkirin. 

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]