KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Efrîn: Asayîş endamê komîteya navendî yê PDK-S direvîne

KurdWatch, 11ê adara (March) 2016ê – Di 4ê adara 2016ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), çûn cem Ebdulrehman Apo li xaniyê wî li Efrînê. Wan ji endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) xwestin, bi wan re here qereqolê. Ji wir Apo venegeriya. Di roja din de mirovên wî li cem Asayîşê pirsa wî kirin. Lê li wir ji wan re gotin, ku ti agahî li ser cihê mayîna wî li cem wan re nînin.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]