KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Genf: Encûmena Niştimanî ya Kurd daxwaza serbestberdana rêberê delegasyonê dike

KurdWatch, 30ê adara (March) 2016ê – Di 25ê adara 2016ê de Encûmena Niştimanî ya Kurd di ragehandinekê de daxwaza berdana Asad Azubî dike, rêberê delegasyona axaftinên ya rikebirya Sûriyeyê di axaftinên aştiyê de li Genfê. Sedema daxwazê jinûbelavkirina hevpeyvîneke Azubî ya berî salekê bû. Di hevpeyvînê de Azubî di nav de gotibûn, lawazî û herifandina neteweya ereb bi wê yekê re dest pê kir, ku hin Xelîfeyan hêz li welatên ereb kirin bin destên xwe de, yên ku dayikên wan kurd yan tirkmen bûn. Herweha wî hejmara gelê Kurd li Sûriyeyê bi yek ji sedî ji tevaya gel nîşandabû. Li cihekî dî wî xwe aciz kiribû, ku Kurd di dema Hafiz Alasad de tenê kaxezek dixwestin, ya ku wan bike mirov, di dema ku niha ew xwedî daxwaz in. Ew erdên xwe û herêmên xwe yên cuda dixwazin çêkin û dixwazin weke hemû kesên dî bibin mirov. Li ser WYE ew dibêje, ku ew, ne wek »welatên gemar« mîna Iraq, Cezayir û Lubnan, wan tawanbar nake ji çima ew ne li aliyê gelê Sûriyeyê ye, ji ber diyar e, ku ew bi aliyê ereb û musilmanan kîndar in.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]