KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Tirbesipî: PYD sixêfan li nûneren Encûmena Niştimanî ya Kurd dikin

KurdWatch, 24ê nîsana (April) 2016ê – Di 20ê nîsana 2016ê de çend sed alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Tirbesipiyê xwenîşandanek li darxist. Beşdaran pankart rakiribûn, yên ku li ser wan  nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd ên axavtinên aştiyê li Genfê, Ebdilhekîm Beşar ji Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) û Fuad Elîko ji Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyeyê, herweha serokê Kurdistana federe Mesûd Barzanî, mîna xayin hatin binavkirin. Xwenîşanderan Beşar, Elîko û Barzanî tawanbarkirin bi desthilata Tirkî re li dijî PYD hevrêziyê bikin li deverên ku ji aliyê wan ve tên birêvebirin. Li Girkê Legê jî di heman rojê de xwenîşandanek mîna wê bi çar sed beşdaran pêk hat.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]