KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Qamişlo: Pevçûnên giran di nav PYD û Rêjîmê de

KurdWatch, 28ê nîsana (April) 2016ê – Di 20ê nîsana 2016ê de şervanên Artêşa Bergiriya Niştîmanî li navenda bajarê Qamişloyê gule barandin li ser erebeyeke Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD). Navenda bajêr ji aliyê rejîmê ve tê birêvebirin, li gor agahiyên KurdWatchê erebeya Asayêşê guh nedabû nuqeteyeke kontrolê ya Artêşa Bergiriyê. Du karmendên Asayîşê yekser mirin, yekî dî bi giranî birîndar bû. Di pey re Asayîşê û herweha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD êrîş birin ser çarkoçka ewlekariyê ya ku ji aliyê rêjîmê tê birêvebirin, nanpêjeke mezin li navenda bajêr herweha zindanek li rojavayê bajêr. Di 21ê nîsanê de PYD hem nanpêja mezin û hem zindan kirin bin destê xwe de. Herdu heta hingî di bin destê rêjîmê de bûn, li gel ku ew di devêrên di bin destên PYD de bûn. Di zindanê de li gor gotina nêzîkî pêncî polîsan xwe radestî PYD kirin. Li gor agahiyeke Encûmena Niştimanî ya Kurd herdu aliyan mûşekên giran jî di navenda bajêr de bikar anîn. Li gor agahiyên YPG şanzdeh kesên sivîl û sê karmendên Asayîşê û deh şervanên YPG hatin kuştin. Li ser aliyê rêjîmê li gor gotinan sih û yek kes jiyana xwe ji dest dan.

Ji 22ê nîsanê ve rewş dîsa bû aram. Mihemed Elfaris, serokê eşîra Tey ya erebî û rêberê herêmî yê Artêşa Bergiriya Niştîmanî, di 23ê nîsanê de di hevpeyvîneke bi televizyona kurdî Rûdaw re ragehand, berpirsên bilind yên nûnerên rêjîmê li balafirxaneya Qamişloyê bi nûnerên Artêşa Bergiriya Niştîmanî û yên PYD re rûniştin û li ser bêdengkirina çekan li hev kirin. Herweha wî YPG û Artêşa Bergiriyê mîna »Biraderên çekan«, yên ku berdewam di şerê dijiminê hevbeş re, bi navkirin Artêşa Sûriyeyê, li gor elfaris, YPG mîna parçeyekê ji xwe dibîne. Li gor ragehandineke Asayîşê bêdengkirina çekan tenê heta dîtina çareriyeke dawî ya astengiyan berdewam e.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]