KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Efrîn: YPG dîsa terman nîşan dide

KurdWatch, 30ê nîsana (April) 2016ê – Di 28ê gulana 2016ê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Efrînê nêzîkî pêncî term nîşan dan. Mirî li ser erebeyeke vekerî di bajarê re bar kirin. Li gor YPG kesên mirî kuştiyên şerên bi islamiyan re ne. Lê li gor agahiyên nivîsgeha çapementiya rikebirya Tel Refat kuştî welatiyên bajarê Tel Refat in, yê nêzîkî bîst kîlometran li rojavayê Efrînê dikeve, herweha şervanên Artêşa Azad in. Berî nêzîkî sê mehan Hêzên Demokrat yên Sûriyê yên ku bêhtir Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) cih di wê de digrin ew dever ji rikebiriya Sûriyeyê standibûn [agahiyên bêhtir]. Wana hewl dan wê deverê dîsa bi dest bixin. Di 16ê çileya pêşîna 2014ê de haleke mîna vê hebû ya pîskirina terman ji aliyê YPG ve. Wê demê şervanên Dewleta Islamî hatibûn nîşandan [agahiyên bêhtir].

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]