KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Reqa: PYD ji bo bindestkirina bajêr dest bi êrîşekê dike

KurdWatch, 31ê gulana (May) 2016ê – Di 24ê gulana 2016ê de Hêzên Demokrat yên Sûriyê yên ku bêhtir Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) cih di wê de digrin, êrîşek destpêkir ji bo bindestkirina navenda parêzgeha Reqayê, ya ku di bin destê Dewleta Islamî (DI) de ye. Hêzên Demokrat yên Sûriyê karî çend gundan bistînin li nêzîkî Tel Şahîn, yê ku sih kîlometran li bakurê Reqayê dikeve. Êrîş ji aliyê hêzên ezmanî yên YDA piştgirî stand. Li gor agahiyên şahidan di êrîşê de endamên artêşa YDê beşdar in. Ajansa nûçeyan ya AFP hin fotoyên leşkerên bi çekdar ên YDê li ser pîkapekê li bakurê Reqayê weşandin. Leşkerekî nîşaneke YPG li xwe kiribû. Li gor agahiyên fermî yên YDA li Sûriyê nêzîkî sê sed hêzên taybet ên YDA wekî şêwirmend hene. 

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]