KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Amûda: PYD endamên rêber yên Yekîtiyê direvîne

KurdWatch, 31ê gulana (May) 2016ê – Di 28ê gulana 2016ê de karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Amûdê êrîşî xaniyên çend endamên rêber yên Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê kirin û siyasetmedar revandin. Endamê nivîsgeha siyasî Enwer Nasi, endamê komîteya navendî Ebdulah Oca herweha Ebdulmuhsin Xelef û Ridwan Hemo hatin revandin. Hemo bavê fermandarekî Pêşmergeyên Rojava ye, yên ku li Kurdistana Iraqê cih digrin [agahiyên bêhtir]. Herweha êrîş hate birin li ser xaniyê endamê komîteya herêmî Merwan Îdî kirin. Ji ber ku Îdî ne li mal bû ew ji revandinê filitî. 

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]