KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Belgeyek nû: Yasaya ragehandinê ya Kantona Cizîrê

KurdWatch, 30ê hizêrana (June) 2016ê – Di 19ê çileya pêşîna 2015ê de Encûmena Zagonsazî ya Kantona Cizîrê ya ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatî danîn, yasayeke ragihandinê derxist. Li gor yasayê, ew dixwaze azadî û serxwebûna çapemeniyê li kantonê biparêze. Li gor faktan ew van yekan bi giranî sînor dike. Di civakên demokrat de çapemenî di kokê de azad e. Wateya vê ew e, ku her kesek dikare rojname û kovaran, kanalên televizyon û radyoyê herweha weşanên internetê bi rê ve bibin. Tenê gava, di çaroveya peyamnêrîyê de mafên heyî bên binpêkirin, wê demê dadgehên serbixwe tevdigerin. Lê li gor yasaya ragihandinê ya PYD divê hemû medya di destpêkê de bên qeyd kirin û rojnamevan divê berî destpêkirina karê xwe destûrnameyan bistînin. Li gor kîjan pîvanan destûrnameyên bi pere yên medyayê û destûrdayîna rojnamevanan tê danîn, ne xuya ye. Herweha encûmeneke ragehandinê divê bê sazkirin, hin ji karên wê ew e ku peyamneriya medyayan bi tevayî bê çavdêrîkirin, ji bo binpêkirinên yasayê bên dîtin. Encûmena ragehandinê di rewşên wiha de xwedî maf e ku cezayên pereyan deyne û destûrnameyên weşan û belavkirinê yên medyayan ji bo demeke nîşankirî ya ji bo hertim bistîne. 

Tevaya yasayê wisa ji aliyekî li hember ragehandina azad ji kokê ve gumanbar e. Ji aliyekî dî ve tê xuyakirin, ku rêyên destûrkirinê û cezayan yên nîşankirî ne tenê wê xizmeta wê armancê dikin, ji PYD re hatiniyên diravî yên nû peyda bikin. Lewra cezayên ku dikarin li medyayên biyanî bên birîn bi rengekî xuyakirî ji yên medayên sûrî bilindtirin.


[PYD daxîne]

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]