KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Amûdê: PYD endamê komîteya herêmî ya PDK-S serbest berdide

KurdWatch, 31ê tîrmeha (July) 2016ê – Di 13ê tebaxa 2016ê de Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Idrîs Yûnis Hac Qasim (jidayikbûn, 1970, zewicî, pênc zarok) serbest berda. Ev endamê komîteya herêmî ya Amûdê ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) di 14ê hizêranê de ji aliyê Asayîşê ve hatibû revandin [agahiyên bêhtir]. Qasim ji KurdWatch re ragehand, vepirsîna nizamî tinebû, lê »gengeşiyên siyasî«. Di van de ew hate tawanbarkirin, ku ew kesên dikarin bên leşkerkirin bi qaçaxî rêdike Kurdistana Iraqê. Di serî de zindakirin di wan heşt rojan de zor bû, gava ew bi şervanên Dewleta Islamî (DI) re hatibû girtin.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]