KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Girkê Legê: Endamê Şepêla Pêşrojê ji aliyê Asayîşê ve hate girtin

KurdWatch, 22ê tîrmeha (July) 2016ê – Di 12ê tîrmeha 2016ê de Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Mihemed Fenûş Derwîş çend saetan li Girkê Legê girt û vepirsî. Derwîş endamê Şepêla Pêşrojê ya Kurd li Sûriyê ya Siyamend Haco ye, herweha endamê komîteya herêmî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Girkê Legê ye. Wî ji KurdWatch re ragehand ku kurê wî bi Asayîşê re kar dikir lê berî demekê revî Turkiyê. Karmendê Asayîşê agahiyên li ser qaçaxiyan dixwestin, yên ku kurê wî birin aliyê dî yê sînor. Wan di dema vepirsînê de sixêf li wî kirin û nivîsên wî yên facebookê dan pêş wî. Herweha di heman rojê de wî karê xwe li cem Syrian Petroleum Company, xudankarekî dewletî li Rimêlanî, winda kir. Şîrketê nepejirand, ku dûrbûna wî ji kar ji îcazeyên wî yên mayî qut bike. Şîrketê ji wî kaxezeke Asayîşê xwest, ku Asayîş dibêjê ew li cem wê bû. Asayîşê nepejirand kaxezeke wiha bide wî.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]