KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Stenbol: Rikebiriya Sûriyeyê desthilateke bêyî beşdariya Kurd û jinan saz dike

KurdWatch, 3ê tebaxa (August) 2016ê – Di 11ê tîrmeha 2016ê de Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şoreşger û Rikebir, hevkariya herî mezin ya rikebiriya sûrî, di civînekê de li Stenbolê desthilateke nû ya demkî bi heşt wezîran saz kir. Cihê cîgirekî serokwezîr vala ma ji bo namzedekî Encûmena Niştimanî ya Kurd, lê vê di 13ê tîrmehê de biryar da ku di sazkirina desthilatê de beşdar nebe. Sedemên biryarê di nav de wiha hatin diyarkirin, ku jin û endamên neteweyên cuda û komên olî di desthilatê de ne beşdar in. Herweha rexne hat girtin, ku desthilata demkî cihê xwe li herêmeke Sûriye daniye, ya ku ji aliyê komên islamî tê birêvebirin.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]