KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Qamişo: Komên ereb ên çekdar îdîa dikin, endamekî rêber ê PKK kuştibin

KurdWatch, 24ê tîrmeha (July) 2016ê – Di 9ê tîrmeha 2016ê de Ketîbeya Tel Hemî, komeke çekder a rikebiriya ereb, îdîa kir Fehman Hisên berî rojekê di êrîşekê de li ser erebeya wî di nav Qamişlo û devera Hîmo, ya ku şeş kîlometran li rojavayê Qamişloyê dikeve, kuştibin. Hisên, yê ku wekî  Baboz Erdal jî tê naskirin, endamekî rêber ê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û fermandarê rastî yê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û Yekîneyên wê yên Parastina Gel (YPG) e. Hisên bi xwe nûçeya kuştina xwe bi nivîskî û bi rêya telefonê derew derxistiye. Ajansa nûçeyan Reuters û kanala televîzyonê ya kurdî-Rûdaw nûçeya kuştina wî, li ser bingehên gotinên rojnamevanekî nêzîkî PYD herweha karmendekî kanala nûçeyan ya qeterî Elcezîre, yê ku bi xwe bi Hisên re axiviye, nerast dan zanîn.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]