KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Efrîn: Çend çalakvan piştî pevçûnên bi alîgirên PYD re hatin revandin

KurdWatch, 10ê tebaxa (August) 2016ê – Di 23ê tîrmeha 2016ê de Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Efrînê Serbest Xelîl û Nezîr Berekat, herdû endamên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S), revandin. Çend roj berî wê, dîsa li Efrînê, Mûsa Oskan, Riyad Ehmed Oskan, Xalid Oskan herweha Şêro Menan Ehmed hatin revandin. Kesên hatin revandin di 15ê tîrmehê de di dema şîniya bingorkirina stranbêjê Kurd Bavê Selah li Efrînê ketibûn pevçûnekê de bi alîgirên PYD re. Pirsgirêk hilgirtina ala kurdî bû, ya ku alîgirên PYD rê li ber girtibûn.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]