KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Qamişlo: Gelek kuştî di pey êrîşeke xwekuj de

KurdWatch, 30ê tîrmeha (July) 2016ê – Di 27ê tîrmeha 2016ê de kujerekî xwekuj li Qamişloyê kamyoneke dagirtî madeyên teqînok xwe li ber avahiyeke Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) teqand. Ji kêmayî çil û neh kesên sivîl di êrîşê de hatin kuştin, nêzîkî sed û pêncî kes birîndar bûn. Teqînê gelek xaniyên jîngariyê herifandin, hin ji wan bi temamî. Di nav kavilan de gelek qurbanî tên texmînkirin. Dewleta Islamî (DI) berpirsyariya teqînê hilgirt ser xwe û ew wekî tolhildan ji bo êrîşa li ser bajarê Menbicê dazanîn. Herweha dijûn hat xwarin ku êrîşên dî jî li dijî »Kurdan« pêk werin. Ibrahîm Biro, serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd, hêzên ewlekariyên yên PYD kir hevberpirsiyarê êrîşê. PYD gereke ji xwe bipirse, bê çawa kamyonek bi madeyên teqînok barkirî li gel nuqteyên wê yên kontrolê bikeve navenda Qamişloyê. 

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]