KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Genf: Encûmena Niştimanî ya Kurd belgeya federaliyê diweşîne

KurdWatch, 6ê tebaxa (August) 2016ê – style="font-size: 14px;">Ji 5 heta 8ê tîrmeha 2016ê de li Genfê hevdîtineke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê pêk hat, ya ku di wê de endamên komîteya derve herweha serokê wê Ibrahîm Biro û hin kesên din beşdar bûbûn. Di pey re Encûmena Niştimanî ya Kurd belgeyek weşand, ya ku di wê de tê analîz kirin, ku federalî çareserî ye ji bo berjewendiya Sûriyan, ne tenê ya gelê kurd. Federalî xêzên demokrat xurt dike, ji ber mafên biryaran li ser çend radeyan tên belavkirin. Wisa komên cuda yên ku dikarin di proseya siyasî de bên girêdan bêhtir in ji sîstema navendî û astengî di gelek rewşan de baştir û zûtir tên çareserkirin. Herweha di modela federal de bêhtir piştgirî heye ji tevlîkirineke siyasî ya bi rastî ya gel û hayedariya helwest û berjewendiyên siyasî yên cuda jî baştir e.
Herweha di civînê de rêbazek hate derxistin ji bo herêmeke kurd ya federal. Ev yek gereke di demeke kin de bê weşandin û wekî bingeh ji bo gengeşiya bi rikebiriya ereb re herweha bi komên dî yên kurdî re û bi tak kesan re bê bikaranîn.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]