KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Menbic: Leşkerekî temenpiçûk hat kuştin

KurdWatch, 4ê tebaxa (August) 2016ê – Di 19ê hizêrana 2016ê de ajansa nûçeyan ya Hawarê (ANHA) ya nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ragehand, ku di pevçûnên li ser bajarê Menbicê pênc şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên PYD hatin kuştin. Di nav kesên kuştî de navê Yûsif Elî jî heye, yê ku di 14ê hizêranê de hatiye kuştin. Mirovekî wî di pey re li ser Facebookê wêneya Elî weşand û ragehand ku Yûsifê ku di sala 2000ê de li gundê Mişkaw yê nêzîkî Kobanî hatiye dinyayê çardeh salî bû gava ji YPG re kirin leşker.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]