KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Qamişlo: Karmendên Asayîşê piştî êrîşa Qamişlo ji kar dûrkirin

KurdWatch, 13ê tebaxa (August) 2016ê – Di 5ê tebaxa 2016an de Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), sê endamên xwe yên rêber ji kar dûrkir. Kesên ji kar dûrkirî ev in, rêberê polîsên trafîkê, rêberê nuqteyên kontrolê herweha berdevkê çapemeniyê. Sedemên jikardûrkirinê êrîşa Qamişlo ya 27ê tîrmeha 2016ê bû [agahiyên bêhtir]. Heta niha ne diyar e, çawa kamyona ku êrîş bi wê hatibû pêkanîn, giha cihê êrîşê. Derbasbûna kamyona ya bajêr qedexe ye û nuqteyên kontrolê yên Asayîşê ku hemû kolanan hene. Berdevkê çapemeniyê yê Asayîşê bûbû cihê rexneyê, ji ber wî di hevpeyvînekê de gel jî kiribû berpirsê êrîşê.Wî gotibû, her kesek dikariya û divabû kamyonê li bajêr rawestîne. Lê wî ti guneh nekiribû sûkra Asayîşê de.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]