KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Efrîn: Mêrekî ciwan xwe bi giranî birîndar dike, ji bo ku ji leşkerkirina zorê bifilite

KurdWatch, 15ê tebaxa (August) 2016ê – Di 31ê tebaxa 2016ê de Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li gundê Muskê yê ku bîst û pênc kîlometran li bakurê rojavayê Efrînê dikeve û li nêzîkî Raco ye, mêrên ciwan bi zorê kirin leşker. Gava Asayîşê hewl da Ebdo Mihemed Sîno bi zorê bike leşker, bi bi giranî xwe birîndar kir. Wî serê xwe li dîwarekî da û hewl da xwe bişewitîne. Gundiyan di pey re xwenîşandanek ji nişkave li dar xistin. Xwenîşandan bê rûdan bi rêve çû.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]