KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Hisiça: Tengasî di nav YPG û Artêşa Bergiriya Niştîmanî de

KurdWatch, 22ê tebaxa (August) 2016ê – Di nav 5 û 7ê tebaxa 2016ê de gelek kesên sivîl bûn qurbaniyên pevçûnên di nav şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û yên Artêşa Bergiriya Niştîmanî yên nêzîkî rêjîmê li Hisiça. YPG gelek kesên ereb revandin, yên ku wê wekî alîgirên rêjîmê didît. Wekî dî Artêşa Bergiriya Niştîmanî Kurd revandin, bi bahaneya, ew alîgirên YPG ne. Li gor agahiyên KurdWatch paşwêneya tengasiyan fermaneke YPG ji milîsên rêjîmê re ye, ji bo ku ji deverên di bin destên YPG de li Hisiça derkevin. Hejmara hûrbîn ya kesên revandî ne diyar e.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]