KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Efrîn: Dijûnên kuştinê ji bo belavkirina ala kurdî

KurdWatch, 25ê tebaxa (August) 2016ê – Di 7ê tebaxa 2016ê de Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Serbest Xelîl û Nezîr Berekat serbest berdan. Herdu endamên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) du heftiyan hatibûn girtin [agahiyên bêhtir]. Wan di 15ê tîmrehê de, di dema bingorkirina stranbêjê Kurd Bavê Selah li Efrînê, alên kurdî belavkiribûn. Bikaranîna alên kurdî li deverên di bin destên PYD de bi fermî ne qedexe ye. Lê PYD, mîna rêxistinên dî yên nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), sembolên din, ne mîna partiyên dî yên kurd bi kar tînin. Lewma PYD her tim hewl dide rê bigre li ber bikaranîna ala kurdî li deverên di bin destê xwe de.Xelîl û Berekat di dema girtina xwe ji aliyê karmendên Asayîşê dijûnên kuştinê standibûn, eger ew di pêşerojê de çalakiyan mîna ya binavkirî pêk bînin.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]