KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Qamişlo: PYD siyasetmedarên Encûmena Niştimanî ya Kurd direvîne

KurdWatch, 21ê tebaxa (August) 2016ê – Di 15ê tebaxa 2016ê de Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), êrîşî nava nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) li Qamişloyê kir û çend kesên ku li wir bûn revandin. Di nav kesên revandî de endamên nivîsgeha siyasî Mihemd Ismaîl û Neşet Zaza hene, herweha endamên komîteya navendî Ebdilkerîm Hecî û Nafi Ebdilah. Di dema êrîşê de endam û alîgirên PDK-S amadekarî dikin ji bo di şîniya bingorkirina pêşmergeyekî Roj beşdar bibin, yê ku li Kurdistana Iraqê di şerê li dijî Dewleta Islamî (DI) hatibû kuştin.
Di heman rojê de li Amûdê û Qamişloyê ji kêmayî neh endamên Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê ji aliyê Asayîşê ve hatin revandin, di nav wan de endamên komîteya navendî Hesen Salih û Ebdila Gedo herweha sê siyasetmedarên deverî yên partiyê. Hemûyan beşdarî di şîniya pêşmergeyê kuştî de kiribûn.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]