KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Dêrik: Asayîş êrîşî xwenîşandanên Encûmena Niştimanî ya Kurd dike

KurdWatch, 25ê tebaxa (August) 2016ê – Di 16ê tebaxa 2016ê de Encûmena Niştimanî ya Kurd li bajarên Dêrik, Girkê Legê, Tirbesipî, Amûdê, Dirbêsî û Tel Temrê xwenîşandan birêve birin. Beşdaran li dijî revandina siyasetmedarên rêber yên Encûmena Niştimanî ya Kurd yên berî rojekê protesto kir [agahiyên bêhtir]. Karmendên Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), êrîşî xwenîşandanên Dêrik û Tirbesipiyê kirin, ber bi ezmanan gule teqandin û xwenîşandan belavkirin. Li ser xwenîşandanên din hemû beşdar ji aliyê Asayîşê ve hatine revndin. Li gor lîsteyeke ku ji Encûmena Niştimanî ya Kurd ve hatibû weşandin di 5 û 16ê tebaxê de bi tevayî sih û heft kes hatin revandin.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]