KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Amûdê: Encûmena Ragihandinî raporên li ser çalakiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd qedexe dike

KurdWatch, 22ê tebaxa (August) 2016ê – style="font-size: 14px;">Di 15ê tebaxa 2016ê de Encûmena Ragihandinî ya kantona Cizîrê li hemû rojnamevanan qedexe kir, ku bê destûr li ser çalakiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd raportan çêkin. Ev gereke di pêşerojê de tenê piştî destûrnameyeke taybet mumkin be. Kesên li dijî biryarê tevbigerin dê ji hêla yasayî bên cezakirin. Di praktîkê de wateya wê qedexkirina çêkirina raportên li ser çalakî û xwenîşandanên Encûmena Niştimanî ya Kurd e. Encûmen xwenîşandanên xwe li cem rêberiya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hatî danîn qeyd nake, ji ber ew wê wekî rewa nas nake. 
Saziya Encûmena Ragihandinî hatiye çêkirin li ser bingehê yasaya ragihandinî, ya ku ji aliyê Encûmena Zangonsazî di 19ê çileya pêşîna 2015ê derxistibû [Yasaya ragihandiniyê daxîne].

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]