KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Qamişlo: Asayiş weşandina ragehandinî qedexe dike

KurdWatch, 30ê tebaxa (August) 2016ê – Di 15ê tebaxa 2016ê de Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Qamişloyê çar rojnamevan çend saatan binçav kir. Wan dixwestin li ser şîniya bingorkirina pêşmergeyekî Roj raportan amade bikin. PYD berî demeke kin nivîsîna raportan li ser çalakiyên ku ji aliyê wê destûr nestandibin qedexekir [agahiyên bêhtir]. Ew rojnamevan ev kesên ha ne: Qadir Egîd, sernivîserê rojnameya Bûyerpress, Dilovan Çeto û Hizan Xaço, karmendên televizyona kurdî-iraqî Kurdstan 24, herweha Rewan Egîd, karmendê malpera internetê Adar Press.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]