KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Hisiça: Pentagon firokeyên şer dişîne

KurdWatch, 26ê tebaxa (August) 2016ê – Di 18ê tebaxa 2016ê de hêza ezmanî ya Sûriyeyê çend caran wargehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bombebaran kir. Berî wê şerên giran di YPG û milîsên Artêşa Bergiriya Niştîmanî çêbûbûn. Bi hezaran kesên sivîl ji bajêr reviyan. Li gor raporên medyayê artêşa YDA ji rêjîma sûrî xwest, ku firokeyên xwe ji herêma ezmanî li ser Hisiça bikşîne. Berdevkekî çapameniyê yê Pentagonê ji Reuters re ragehand, hêzên hevbendî yên ji aliyê YDA tên birêvebirin firokeyên xwe yên ezmanî rêkirin Hisiça, ji bo hêzên bejî yên hevbendiyê biparêze.

Medyaya dewletî ya Sûriyeyê Asayîşê, Hêzên Ewlekariyê yên PYD, kirin berpirsê gurkirina pevçûnan. Parêzvanê Hisiça got, ku artêşa sûrî çek da YPG, ji bo ku li dijî cîhadîstan şer bike. Mirov bawer nekir, ku ew çek li dijî artêşê bên bikaranîn.

Astengiyên niha destpêkirin, piştî ku YPG destpêka mehê ji milîsên rêjîmê xwest, devera di bin destê wê de derkevin [agahiyên bêhtir].

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]