KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Qamişlo: Siyasetmedarê revandî arîkariya bijîşkî nastêne

KurdWatch, 30ê tebaxa (August) 2016ê – Di 20ê tebaxa 2016ê de Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ragehand, ku rewşa tendurustî ya endamê komîteya navendî Ebdilah Gedo di girtîgehê de xirab bûye. Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) dermankirina bijîşkî ya kafî nade Gedoyê ku di rebû û êşa prostata bi wî re heye. Ew di 15ê tebaxê de ji aliyê Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), bi endamekî dî re yê Yekîtî hatibû girtin [agahiyên bêhtir]. Yekîtî daxwaza serbestberdana wî û ya hemû girtîyên siyasî dike. Ji kesên ku di 15ê tebaxa 2016ê de hatibûn revandin heta niha tenê Hesen Salih, ew jî endamê komîteya navendî ya Yekîtî ye, di 18ê tebaxê de hate serbest berdan.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]