KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 

KURDWATCH, 27ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di 13ê çiriya paşîna 2014ê de Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi boneya pêncî û çar salvegera şewata sînemeya Amûdê [agahiyên bêhtir] xwenîşandank li Amûdê li dar xistin. Nêzîkî şeş sed mirov tê de beşdar bûbûn. Ti rûdan tê de nehatin qeydkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di 9ê çiriya paşîna 2014ê de sê nûnerên Encumena Niştîmanî ya Kurdli gihan Kobaniyê, ji bo bi rêberiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) biaxivin re li ser beşdariyeke mumkin di pevçûnên li dijî Dewleta Islamî (DI). YPG beşdariyeke wisa bi wê mercê ve girêda, ku şervanên Encumena Niştîmanî ya Kurddi bin rêberiya YPG de bên danîn.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Li ser bingehêe biryareke encumena navendî ya kantona Efrînê Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), di 5ê çiriya paşîna 2014ê de li Efrînêe danasînek li ser hemû rêberên salonên zemawendan belav kir. Li gor wê hemû zemawend têen qedexkirin, yên ku berî wê ji aliyê Asayişê ve yan ji aliyê maleke geel ya PYD destûr newergirtibe. Wisa li Efrînê her zemawendeke mehirkirin divê destpêkê destûrê bistîne.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di 10ê çiriya paşîna 2014ê de karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), şagirtên çend dibistanên navîn û yên diwemîn li Qamişlo agahdar kirin, ku ewê di pêşerojê de di rojên serê heftiyê de û yên tatîlê de fêrî hilgirtina çekan bibin. Dibistanên keçan jî ketibûn ber de.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di nav 5 û 16ê çiriya paşîna 2014ê de bîst kîlometran li rojavayê Serê Kaniyê pevçûn di nav Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û Dewleta Islamî (DI) de pêek hatin. Şervanên YPG li gor agahiyên wan du det şervanên DI kuştin.

ShareThis

KURDWATCH, 26ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di 30ê cotmeha 2014ê de herdû endamên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) Mihemed Seîd Mihemed Iso û Resûl Ismaîl Mihemed serbest berdan, piştî ew nêzîkî bi dirêjaya pênc mehan girti bûn. Dadgeheke PYD deh sal cezayê zindanê li Îso û heft sal li Mihemed birî bû [agahiyên bêhtir]. Herdû mêran ji KurdWatch re ragehandin, ku ew di zindanê de hatibûn îşkence kirin. Ji kêmayî şeş endamên dî yêen PDK-S hîna ji aliyê PYD tên girtin.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di 4ê çiriya paşîna 2014ê de endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) şagirta pazdehsalî NEcah Nerwan Ehmed ji dibistana wê li devera al-Kazimiya ya ku deh kîlometran li rojavayê Dêrikê dikevê revandin. Endamekê malbatê ji KurdWatch re ragehand: »Nezîkî saat diwê piştî nîvro mamosta ji me re goot ku keça me ji aliyee Hevalan ve [alîgirên PKK] hatiye revandin. Em nizanin, bê ew li kûye.« Malbat bawer dike ku keça wan bi zorê hatiye leşkerkirin.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di 6ê çiriya paşîna 2014ê de karmendên Asayişê, Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Ziyad Salih Oso yê bîst û pênc salî li Dirbêsiyê bi fîşekan kuştin. Oso di kiryara leşkerkirina girseyî ya bizorê [agahiyên bêhtir] ji aliyê Asayişê ve hatibû revandin, lê karîbû ji zindana PYD li Tel Marûfê baz bide. Mirovekî wî ji KurdWatch re ragehand: »Gava karmendên Asayişê êrîşî mala wî kirin, Ziyad hewl da bi cilên xewê baz bide. Wan ew ne dû ji mala wî bi fîşekan kuştin.«

ShareThis

KURDWATCH, 21ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di 4ê çiriya paşîna 2014ê de Ciwanên Şoreşgêr yên nêzîkî PYD li Tel Şeîra ku deh kîlometran li rojavayê Tirbesipiyê dikeve Çîmen Mihemed Sedîq Ehmed ya çardeh salî di bin bikaranîna zordariyê de ji dibistanê revandin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) rêya vegera keçkê venakin li ber dê û bavên wê û agahdar dikin ku keçik mumkine bibin Qendîlê. Herweha dijûn li dijî malbatê hatin xwarin, eger ew berdewam bin di axavtina di medyayê de li ser revandina keçka xwe.

ShareThis

KURDWATCH, 21ê çiriya paşîna (November) 2014ê – Di 5ê çiriya paşîna 2014ê de karmendên rêvebiriya demkî ya Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hatiye danîn, li Tirbesipîyêe pelkên hilbijartinan belav kirin. Li gor belgeyan gereke encumena rewayî û birêvebiriya şaredariyan bên hilbijartin. Agahiyên baştir nînin.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2013 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]