KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Qamişlo: Biryara dawî di doza beşdarvanên çalakiya bibîranîna Helebçeyê de

KURDWATCH, 2ê çileya pêşîna (December) 2010ê - Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 28ê çiriya paşîna (November) 2010ê de li gor bendê 307ê yê qanûna tawanan şeş meh zinda û sed lîrayên sûrî cezaya diravî li Ramî Şêxmûs el-Hesen, Xelîl Ibrahîm Mihemed, Mihemed Şêxo Îsa û Ebdilselam Şêxmûs Mehmûd birîn. Ceza ji ber mercên sivikker hat daxistin sê mehan ji bo her yekî ji wan. Herweha li gor bendê 65ê yê qanûna tawanan ji bo tevaya dema girtinê ew ji mafên welatîbûnê tên bêparkirin. Doz ji ber biryareke Dadgeha Gilîkirinê li Şamê dîsa hatibû vekirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]