KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Qamişlo: Şeş kes ji ber gumana derketina qaçax ji dewletê hatin işkencekirin

KURDWATCH, 23ê çileya pêşîna (December) 2010ê – Dadgeha Tawanan li Qamişloyê di 19ê çileya pêşîna (December) 2010ê de biryar da ku Mehmûd Mehmûd Zibêr (1987, mektûm), bavê wî Zibêr Mehmûd Hesen (1965, zewicî ye, heyşt zarok, mektûm) û Hisên Şeref Ebdela (1973, zewicî ye, sê zarok) bi kefaletekê ji hezar lîrayên sûrî serbest bên berdan.
Endamên Polîsên Leşkerî di 4ê çiriya paşîna (November) 2010ê de ev kes ligel Ehmed Şêxo Mihemed Elî (1988), bavê wî Mihemed Elî Şêxo Îsa (1945, zewicî ye) û Ebdilqadir Xelo Mihemed (1975, zewicî ye) li Rimêlan girtibûn bi gumana ku wan dixwest bi qaçaxî ji dewletê derkevin. Di 11ê çiriya paşîna (November) 2010ê de ew hatin radestkirin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê. Dema ku li wir tehqîq bi wan re hat kirin, ew rastî lêdana di dulab de hatin. Di heman rojê de ew hatin radestkirin dozgerê dewletê li Hisiçayê, ku ji aliyê xwe ve doza wan veguhest dozgeriya dewletê li Qamişloyê. Wî biryar da ku Ehmed Şêxo Mihemed Elî, Mihemed Elî Şêxo Îsa û Ebdilqadir Xelo Mihemed serbest bên berdan.
Li dijî Mehmûd Mehmûd Zibêr, Zibêr Mehmûd Hesen, Hisên Şeref Ebdela û Ebdilqadir Xelo Mihemed li gor bendê 33ê li ser esasê bendê 2ê yê mersûmê jimar 29 di sala 1970ê de (mersûmê li ser hatin û çûnya biyaniyan) doz hatiye vekirin. Mehmûd Mehmûd Zibêr bi derketina qaçax ji dewletê tê gunehkarkirin, û yên din bi alîkariya wî. Li dijî Ehmed Şêxo Mihemed Elî û Mihemed Elî Şêxo Îsa li gor qanûna jimar 42 di sala 1975ê de (qanûna paseportê) doz hatiye vekirin. Ew jî bi derketina qaçax ji dewletê tên gunehkarkirin. Di rastiyê de tikes ji wan sînorê Sûriyê derbas nekiriye û ji dewletê derneketiye. Rûniştina dadkirinê ya bê wê di 26ê çileya pêşîna (December) 2010ê de pêk bê.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]