KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Heleb: Yekîtî ya Demoqrat û PYD kujerên gumanbar ên Şêrzad Hecî Reşîd nas dikin

KURDWATCH, 29ê şibata (February) 2012ê - Di 24ê şibata 2012ê de Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurdi li Sûriyê di ragihandineke çapemeniyê de da nasîn, ku kujerên gumanbar ên endamê wê Şêrzad Hecî Reşîd [agahiyên bêhtir li ser meseleyê] hatine nas kirin. Sekreterê Yekîtî Mihyedîn Şêx Alî ji KurdWatch re diyar kir, ku wî û nûnerên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD), ku di girtina kujeran de arîkar bûn, her du welatiyên ereb ên sûrî yên ji herêmê, Hesen Hamîdo Mihemed Camîl (jidayikbûn 1977) û Mihemed Mehmûd Elî (jidayikbûn 1978) bi awayekî sîmbolîk li ber gora kuştî radestî bavê wî kirine. Di pey re kujer hatin radestkirin dezgehên fermî yên sûrî li Andan. 
Çalakvanek ji Efrînê ev çîrok mîna „şanoya veşartinê“ nîşan da. Li gor wî PYD bûye kêmparêz, ji ber Artêşa Sûrî ya Azad li Efrînê jî bihêztir dibe, lewra ji bo sivikirina barê xwe wan xwestiye „kujeran“ nîşan bidin. Bi giştî PYD lebta xwe li gor heftiyên çûyî kêm kiriye û bi kêmayî bi roj hew bi çekan nuqteyên kontrolê datînin. Li gor agahiyên wî di navbera Heleb û Efrînê de bêhtir nuqteyên kontrolê yên Artêşa Azad peyda dibin.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]