KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Qamişlo: Xwepêşander serhildana Kurdan a 2004ê bi bîr tînin

KURDWATCH, 13ê adara (March) 2012ê – Di xwenîşandanên 9ê adara (March) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşander li jêr dirûşma »Wefadariya serhildana Kurdan 2004« derketin ser kolanan û doza hilweşandina rêjîmê kir. Li Qamişlo, Amûdê, Hisiça, Dêrik, Tirbesipî, Çil Axa, Dirbêsî, Girkê Legê, Serê Kanî û Kobaniyê jî xwenîşandan pêk hatin. Li Dirbesî, Serê Kanî, Dêrik, Tirbesipî, Girkê Legê û Çil Axa xwenîşandaneke navendî li her bajarekî pêk hat. Li Qamişlo bi giştî şeş xwenîşandan pêk hatin: li taxên Hilêlî, Enterî, Qidûrbeg, Kornîş û Qanat Swês û herweha li bakurê navenda bajêr.Hêzên ewlekariyê êrîşî komeke xwepêşanderan kirin, ku bi aliyê xwepêşandana Hilêliyê ve diçûn, hejmarek kes hatin girtin. Li Amûdê du xwenîşandanên cuda hebûn. Li Hisiça çar. Hêzên ewlekariyê bi daran êrîşî xwepêşanderan kirin û gaza hêsirbarîn bi kar anîn. Hejmarek kes hate girtin, lê di 10ê adarê de hatin serbestberdan, di nav wan de Hisên Ehmed Şêxî, Ehmed Ezîz û Ehmed Îsa.  Li Efrînê di 9ê adarê de xwepêşandan tunebûn. Lê li tarika Şêx Meqsûd li Helebê Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) xwepêşandanek li dar xist. 

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]