|
|
|
Istanbul:Kurd ji kombûna opozisyona sûrî derdikevin
KURDWATCH, 31ê adara (March) 2012-Kongireya Niştimaniya Kurd li 27ê adara 2012ê dev ji kombûna opozisyona Sûriyê berda, ya ku ji aliyê Encumena Niştîmanya Sûriyê ve hatibû amadekirin. Abdulhekîm Beşar, serokê Partiya Yekîtiya Demoqrat (elpartî) û endamê Kongireya Niştîmanya Kurd di axavtina xwe de ev gav bi wê ve girêda, ku Encumena Niştîmanya Kurd ne beşdar bû di amadekarinan de û daxwazên Kurdan di ragehandina dawîyê de, ya ku ji bo gengeşeyê hatibû pêşkêşkirin, cih negirtibûn. Serdar Murad, nûnerê Partiya Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê, ji Kurdwatch re ragehand, ragehandina dawîyê ya ku ji aliyê Encumena Niştîmanya Sûriyê ve hatibû pêşkêşkirin, girêdayî daxwazên taybet yên Kurdan, gelekî ji ragehandina Tûnisê bi paş de mabû. Di kombûnê de biryar hat sitandin, ku Encumena Niştîmanya Sûriyê gereke bibe berdevk û nûnerê fermî yê gelê Sûriyê. Rêxistin gereke ji nû bê avakerin û komên dî lê zêde bibin. Piraniya Kom û takekesên Kurd, yên ku endam bûn di Encumena Niştîmanya Sûriyê de, vekişandina xwe ji kombûnê ragehandin.
|
|
|