KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Parîs: Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat nerîna xwe li ser pirsa kurdî pêşkêş kir

KURDWATCH, 21ê nîsana (April) 2012ê - Di 14ê nîsana 2012ê de li Parîsê konferanseke awarte ya rêxistina derve ya Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat li dar ket. Di konferansê de helwesta vê rêxistinê li ser pirsa kurdî ji nû ve hat saz kirin. Komîteyê da xuya kirin ku ew ê kar bike ku li gor ragihandinên navneteweyî û di çarçeweya yekîtiya niştimanî de mafên neteweyî yên gelê kurd di destûrê de bên pejirandin. Wê herweha biryar stend ku ewê ji bo çareseriyeke demoqrat û dadmend ji bo pirsa kurdî li Sûriyê kar bike. Herweha biryar hat stendin ku  dawî li hemû kiryarên nijadperest ên li dijî gelê kurd bê anîn.

 

 

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]