KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Hewlêr: Serokê Encûmena Niştimanî ya Sûrî li ser pirsa kurdî diaxive

KURDWATCH, 23yê nîsana (April) 2012ê - Burhan Xelyûn, serokê Encûmena Niştimanî ya Sûrî, di 16ê nîsana 2012ê de di hevpeyvînekê de bi rojnameya Kurdî ya iraqî Rûdaw re li ser pirsa kurdî axivî. Xelyûn diyar kir ku li Sûriyê tenê herêmên ku bêhtir kurd lê dijîn, hene, lê »Kurdistana Sûriyê« nîne – ne di warê coxrafî de, ne jî  di yê siyasî de. Xeylûn got ku kesên behsa Kurdistana Sûriyê dikin, modela iraqî vediguhzîne Sûriyê. Herweha wî got ku girêdana Kurdên Sûriyê bi modela federaliyê dibe sedema şaştêgihiştinê li cem aliyên din, ên ku vê daxwazê wek cudaxwazî dibînin. Di heman demê de wî tekez kir ku Kurd di deh salên çûyî de bûn qurbanên nijadperestî û newekheviyê û partiyên Sûriyê û tevgerên siyasî nasnameya neteweyî ya kurdî dipejirênin. »Ez dibêjim ku divê dewleta sûrî û desthilata siyasî rê û mercên ji bo paraztina vê nasnameyê peyda bike. Herweha divê mafê fêrbûna zimanê kurdî û pêşxistina edeb û çanda kurdî bê misoger kirin, wek çandeke duyem li Sûriyê.« Burhan Xelyûn herweha diyar kir ku Encûmena Niştimanî ya Sûrî piştgiriya sîstemeke ne navendî dike, ku di vê sîstemê de encûmenên parêzgehan û yên bajaran li Sûriyê dê bibin xwedî desthilatên mezin. Wek bersiv li ser axavtinên Xelyûn di 20ê nîsana 2012ê de hejmarek mezin ji xwenîşandanên li dijî rêjîmê li herêmên kurdî di bin dirûşma »Ev der Kurdistan e« li dar ketin. Hîn di 2011ê de Xelyûn bûbû armanca rexneyan, gava wî Kurdên Sûriyê wek penaberên li Fransayê nîşandabûn. Piştre wî ev gotin kişandibûn.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]